图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,999
图片 106,398
书籍 19,240
相关文件 96,837
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (240): Çêwirandinek li dor Komkujiya Cindirêsê, jihevşelandina dîwarên heweşa Bargeha Turkiyê li Gun
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (240): Çêwirandinek li dor Komkujiya Cindirêsê,...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (240): Çêwirandinek li dor Komkujiya Cindirêsê,...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (240): Çêwirandinek li dor Komkujiya Cindirêsê, jihevşelandina dîwarên heweşa Bargeha Turkiyê li Gundê “Dêrwîş”, bindestkirina Êzdiyan, geregoşî û binpêkirin.

Ji dema komkujiya Cindirêsê ve -ya ku bi tewaneke li dijî mirovahiyê tête salixdankirin- li şeva Cejna Newrozê /20/î Avdarê, Destlatên Dagîrkeriyê û destikên wan hewil didin ku li dor sedem û encamên wê bizîvirin, wê weke kêşeyeke demkî û ji “pevçûnekê” pêkhatibe biçûk dikin, endamtiya kujeran ji pêkhateyeke “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” re înkar dikin, û hemî binpêkirin û tewanên têvel ên ku ji pênc salan ve di dermafê herêma Efrînê û xelkê wê de têne kirin bincil dikin û li ser vedişêrin; Û di çarçew û hûrgiliyên “Lêkolînê” de “dozger û şeş endamên Asayêşa Leşkerî” yên dezgehên dagîrkerîyê li Roja Duşemê 27.3.2023an. Z beşdarî mala herçar pakrewanan li Cindirêsê bûn û piştî bihîstina li bînerdayîna/şehadeta hejmarek merivên wan û birêketinê, sê endamên asayêşê man û ew neçar kirin ku li ser pelên sipî imeze/mor bikin, mîna hewildaneke açiq û riswakirî ji bo guhertina îfade û daxwazên wan; Herweha jî “Ebid El’rehman Mistefa serokê Hikometa Hemahengiyê ya Demkî û hejmarek ji wezîrên wî” li 29.3.2023an. Z bi hin kesên ji Cindirêsê û Efrînê re civiyan “ji bo sezakirina tewankaran” sozin dan, di heman dema ku li ba xelkê Efrînê nizimtirîn bawerî bi wî û dezgeh û milîseyên wî tuneye, ku nizimtirîn daxwaz wekî “tolhildana ji tewankaran” û “derxistina çekdaran ji ciyên ku sivîl lê hene” were cîbicîkirin.
“”Ebid El’rehman Mistefa” di civatekê de bi kesine ji Cindirêsê û Efrînê re, 29.3.2023. Z.”
= G. “Dêrwîş” ê koçberbûyî:
Ta niha dora (/57/ malbat = 180 nişte ji reseniya /400/ nişteciyên Kurd ên resen berî dagîrkeriyê li gund bûn) ji xelkê G. “Dêrwîş” – Navça Reco yên li herêmê mane, di navêna Bajarê Efrînê û gundên “Raco, Mûskê, Coqê, Avrazê û Keferdelê” de pergende ne, û ji veger an seredana gundê xwe qedexekirî ne -ji bilî dema veşartina miriyekî di goristana wê de yan jî carina seredana wê- ji destpêka dagîrkeriyê ve sala 2018an. Z, bi sedema avakirina bargeheke leşkerî ye Turkî li cîgeheke Rojhilatê gund bi rûbereke dora şeş hiktar û nîvan û desteserkirina Milîseyên “Firqit El’hemze” û “Ehrar El’şerqiyê” li ser, ewa ku ziyanine mezin gihandine gund û malmewdanên çandiniyê. Bi ser ku di navboriya du hefteyên dawîn de, Artêşa Turkiyê dîwarên çîmentoyî yên pêşesazkirî ji hewşa bargehê vekirin û guhestin, bê ku em sedem û armanc jê û aliyê guhestinê zanibin.
“Cîgeha bargeha Leşkerî ya Turkiyê, Rojhilatê G. “Dêrwîş” – N. Reco, berî û piştî avakirina wê.”
= Bindestkirina Êzdiyan:
Li destpêka dagîrkeriyê sala 2018an. Z, Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” herdu birayên Êzdî “Şêxo Arêf Şêxo, Heyder Arêf Şêxo” ji xelkê Gundê “Qîbarê” – Bajarê Efrînê û sê zaroyên wan heftakê girtin û îşkence kirin, û ji bo serbestberdana wan jî vêrgiyên diravî li ser wan ferz kirin, du makîne (vanek nûjen, pîkabek Hunday e mezin) ji wan dizîn, û dest danîn ser pênc mal û çar dîkanên wan li derbasgeha B. Efrînê ya Rojhilat – nêzîk sûtemenxaneya “Sebrî”, û ji ber wê ew neçar bûn ku di maleke malbatê ye li gund de rûnin; Û piştî sê salan ji daxwazkirin û gilîkirinê kanîn dîkan û du mal vegerandana; Lê kîn di derûnên çekdarên ku dest danîne ser malan ma, ta ku yekî ji wan li vê dawiyê qurşîn di ser serên herdu biran re avêtin û ew gef kirin, û ji ber wê herdu biran li 30.3.2023an. Z bi navbêncîkirina nasekî berê xwe dane “El’şêx Ehmed Ebid El’kerîm Zeyok – serokê Encûmena Zaroyên Şoreşa Sûriyê/ Ebna’i El’sewre El’sûriyê” li biryargeha wî ya ser Riya “Turindê” – Başûrê bajêr, bi hêviya ku bela wî çekdarî ji ser xwe bişon; Û ji ber ku ew halxweş in û di warê bazirganiya êmî dewêr de kar dikin jî, ew neçar bûn şert û mercên “El’şêx” bipejrînin û herdu şehadetan hilînin, û El’şêx jî “derbasbûna wan ji Îslamê re” ragihîne û ji xwe re wê tiştî weke serkeftineke “şoreşî ye olî” bibîne; Û wêneyên wan di perçevîdyoke de hatin kişandin û belavkirin.
“”El’şêx Ehmed Ebid El’kerîm Ziyok” û herdu mêrên Êzdî.”
Û ew bûyer jî di pêvajoya tevgereke olî ye Islamî ye tundrew û çalak e ku herêm tê re derbas dibe de tê kirin; Ew tevger bi5 azadî di siya Dagîrkeriya Turkiyê de kar dike, di heman dema ku azadiyên giştî bi awakî rêbazkirî têne çewsandin û binpêkirin, û Êzdî tûşî bindestkirineke cêwî dibin.
= Girtineke bêsûcane:
– Li 29.3.2023an. Z, Hemwelatî “Selah Mihemed Hemo/Malbata Cilo /44/ sal” ji xelkê Gundê “Dîkê” – Navça Bilbilê û yê ku li B. Efrînê rûdine hate girtin, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, li ser pişikdariya wî di xwepêşandan û mîtîngên Cindirêsê de, û li roja din hate berdan.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 26.3.2023an. Z, li ser hevrikî û nakokiyên wergirtina vêrgiyan û kirên dîkanên nişteciyên resen ên ku dest danîne ser li Bajaroka “Kotana” – Navça Bilbilê, çekdarekî birayê “Ebû Ratêb” ji civaka Ednan Xuweylêd (Ebû Welîd El’ize)/ Benî Iz – Êla Elmewalî qurşîn avête çekdarekî din ji civaka “Ebû Îmad” ê Tirkman, û di encamê de birîndar bû û bo Turkiyê hate şandin, û tirs kete nav sivîlan; Hêjaye bête naskirin ku herdu alî ji Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” in, û wê hîşt ku herdu alî jî li N. Bilbilê çekdarên xwe seferber bikin.
– Piştî ku temenmezin “Sefer Ehmed Çolaq /75/sal” bi mebesta dermankirinê ji gundê xwe “Kotana” çû Heleb, çekdarina ji “Firqit El’sultan Mûrad” li vê dawiyê hemî heyînên mala wî ji raxistok û tiştên din dizîn, bi ser ku wî malbateke ji anîndeyan di odeyeke mala xwe de dabû rûnişkandin da ku biparêze, lê mixabin dîsa jî bêsûde bû!
= Binpêkirinine din:
– Ji heyvekê ve, nivîsgeha aborî ya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” li N. Bilbilê – serkêşê wê jî “Ednan El’xuweylêd/Welîd Ebû El’iz”, beramberî her mêweke tirî li Cîgeha “Benda Eşûnê” û derdora wê -hejmara wan dora /2500/î- ji /1.5 – 2/Dolar Emrîkî li ser xelkê ku wan zeviyên mêwan ji ber merivên xwe yên ne li gund ve bi rêve dibin ferz kirin.
– Li 31.3.2023an. Z, Milîseyên “Feyleq El’şam” herdu bira “Se’îd Mihemed Casêm /64/ sal, Casêm Mihemed Casêm /63/ sal” ji Malbata “Şêxê Ereb” – ji pêkhateya Ereb li Bajarê Cindirêsê çend katan di biryargeha xwe de girtin, lêxistin û şormorên kêm vêre kirin û ji rûmeta wan daxistin, piştî nerazîbûna wan ji vegera anîndeyina bo mala dê û bavê wan re (ya ku li taxa kevin a bajêr û ji despêka dagîrkeriyê ve -sala 2018an. Z- desteserkirî), û hewildana qedexekirina wan ji çaksazkirin û destdanîna ser re.
Were zanîn jî ku anîndeyên ji destpêka dagîrkeriyê ve di bajêr de hatine niştecîkirin, hewil didin ku dîsa vegerin malên ku dest danîbûn ser, ziyan ji erdhejê gihîştine wan û gengaz heye ku bêne çaksazkirin, wekî ku malên wan ên taybet bin; Bajarê Cindirêsê bi kembereke ji çadirgehên anîndeyan hatiye dorpêçkirin, di pêvajoya hewildanên Turkiyê û alîgirên wê de ye ku wan ebedî li wir bihêlin; Û bi ser encamên erdheja kambaxker de ziyanine mezin gihîştin malmewdanên çandiniyê jî.
Tewana Cindirêsê ne yê dawiyê ye, berî wê bi pênc salan ji dagîrkeriyê bi hezaran ji binpêkirin û tewanên belgekirî û yên ne belgekirî hatine kirin û hîn jî berdewam in, bê redkirineke sincî yan siyasî yan jî yasayî, û bê ku yek li ser were sezakirin; Ji ber wê, pêngavên wêneyî yan perspankirin tu sûdê nakin û nejî rêgirekê jê re dîdinin, û kilîta çareseriyê tenê dawîkirina dagîrkeriyê û milîseyan e, derketina Artêşa Turkiyê bo sînorê xwe yê navdewletî ye û vegerandina Efrînê bo rêvebiriya xelkê wê yê resen e.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览275
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 01-04-2023 (1 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):07-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览275
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,999
图片 106,398
书籍 19,240
相关文件 96,837
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!