הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,698
תמונות 106,205
ספרים 19,173
קבצים הקשורים 96,618
Video 1,329
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (219): Pevçûnên milîseyan û destêwerdana “El’nesre” û qurbaniyine kuştî û birîndar, Gundê “Kerê”
קבוצה: מסמכי מפלגות כורדיות | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (219): Pevçûnên milîseyan û destêwerdana “El’ne...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (219): Pevçûnên milîseyan û destêwerdana “El’ne...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (219): Pevçûnên milîseyan û destêwerdana “El’nesre” û qurbaniyine kuştî û birîndar, Gundê “Kerê” – dizîn û desteserdanîn, talan û vêrgiyên werzê zeytûna.

Piştî nişkekuştina çalakvan “Mihemed Ebû Xenûm” û hevjîna wî li Bajarê “Babê”, li 7.10.2022an. Z, ji aliyê giropeke Milîseyên “Firqit El’hemze” ve, Milîseyên “Eniya El’şamiyê – El’cebhe El’şamiyê” êrişî biryargeh û navendên “El’hemze” li bajêr kirin, û tevî hevkarên xwe di “Feyleqê Sisiyan de – Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” li gundên “Endarê, Basûtê, Bircebdalo” – Herêma Efrînê êrişa xwe li ser berdewam kir; Li aliyê din Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” bi hawara “El’hemze” rabû, û li gundên “Mistika, Erendê û Tirmûşa” – Navça Şiyê êrişî “El’şamiyê” kir, dest danî ser gundin din jî ta gihîşte Bajaroka Mabeta, û li êvara 12.10.2022an. Z “El’şamiyê” kok jê derxist; Û li alîkî din jî, ji herdu derbasgehên “Xezîwê – Başûrê Efrînê, Dêrbelûtê – Başûrê Cindirêsê” ve, karwanên Hêzên “Hey’it Tehrîr El’şam – El’nesra berê (ya ku li ser lîsteyên terora cîhanî hatiye dînandin)” ji Idlibê derbas Efrînê bûn bê ku Milïseyên “Feyleq El’şam – a Ixwanî” li pêşiyê bisekine, da ku bi hêzên “Feyleqê Sisiyê” re şer bike, û di navboriya du rojan de B. Efrînê tevî gundewarê wê yê Başûr û B. Cindirêsê û gundên wê û Derbasgeha Hemamê bi Turkiyê re desteser kirin, û “El’şamiyê” û hevalbendên wê jê derxistin, ta ku pevçûn li Gundê “Kefircenê” – Navça Şera li ser Sînorê Ezazê du rojan tenê di navêna “El’şamiyê” û “El’nesre” de hate qewimandin, û li Siba Şemiyê 15.10.2022an. Z jî, herdu aliyan li ser lihevkirina agirbestê, vekirina riyan û hin bendên din ên taybet bi bandorî û desteserkirinê imze kirin; Û hebûna Milïseyên “Lîwa’i El’weqas û Semerqend” jî li gundên “Kefirsefrê, Merwaniyê, Anqelê” û hin din hate tunekirin, serkêşên milîseyine din jî revîn, û bidehan ji aliyên ku bi hev re şer kirine hatin kuştin û birîndar bûn; Û wê hîşt ku metirsî û nevehesî têkeve nav sivîlan û ji malan dernekevin; Û nişteciyên Efrînê yên resen jî bendewar bin ka “El’nesre” dê çi bike, bi taybetî jî di warê vegerandina mafan,kokirina dizînê, qedexekirina vêrgiyan û sivikirina geregoşî û binpêkirinan ta ku bi awayekî rêjeyî be jî – li gorî ew dibêje?
Û “El’şamiyê” da xuyakirin ku wê hepiscîn -di nav de jî jin- di hundir Hepsa “Çandiniyê – El’zîra’a” de – Biryargeha “Firqit El’hemze” li Bajarê “Babê” -piştî ku desteser kiriye- dîtine, bê ku nasname û çarenûsa wan bide diyarkirin, û weha jî perçevîdyûyek li ser qirêjî û pîsîtiya hepsê -ya ku berê bidehan ji girtiyên Kurd têde hatibûn veşartin- belav kir; Û herweha jî bidehan hepiscî ji Hepsa “Maratê” – Efrîn revîn, û tu hûrgiliyên din li ser nehatin peydakirin.
Divê were zanîn ku “El’nesre” hemî dîwarên/ bendê çîmentoyî ji hundir Bajarê Efrînê -ji bilî yên li dor “Sera Kevin” ê ku Waliyê Turkiyê têde rûdine- rakirin, û Istîxbaratên Turkiyê di vê qerebalixiyê (tevliheviyê) de maystroyê piş perdê ye, û li gor pilanên berê wênekirî bûyeran kontirol dike; Bi taybetî jî dema ku wêne û çalakiyin” Yûsêf Diya’i Arpacik – Yusuf Ziya Arpacik” (yek ji koşeyên “Tevgera Netewî ya Turkî – MHP” ye, ji peyên damezrênerê wê “Elb Erselan Turkîş” e, û serkêşê “Yekîtiya Bê – Rüzgar Birligi” ye – yek ji pêkhateyên “Gurên Beresorî – El’zî’ab El’remadiyê” ye) li Avdara 2022an. Z li herêmên Sûriyê yên ji aliyê Turkiyê ve dagîrkirî aşkere bûne, mîna: Ew li encûmena sersaxiya “Ebû Xenûm” digel “Sêf El’dîn Ebû Bekir – Serkêşê Firqit El’hemze” û “Mihemed El’casêm – Serkêşê Firqit Silêman Şah” û “Mu’itez Reslan – Serkêşê Artêşa El’nuxbe û Feyleqa Yekem” beşdar bû, û li ser rûpela xwe wêneyeke xwe bi “Ebû Bekir û El’casêm” – ji şevbuhêrkên “Babê” 9.10.2022an. Z belav kir, û giropên wan herdiwan jî bi “çekên Artêşa Toran” da salixdan!
“”Yûsêf Diya’i Arpacîk – Yusuf Ziya Arpacik” li sersaxiya “Mihemed Ebû Xenûm” ê vêguneh.”
“”Yûsêf Diya’i Arpacîk – Yusuf Ziya Arpacik” digel “Sêf Ebû Bekir” û “Mihemed El’casêm”, Herêma Babê 9.10.2022an.Z”
Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:
= Qurbaniyên kuştî û birîndar:
Di encama wan pevçûnan de, avêjtekin bi ser gundên “Endarê, Kurzêlê, Aşkê Şerqî, Xalta û Kefircenê” de ketin, û ji ber wê ziyanin şênberî çêbûn, ji anîndeyan jinek li Gundê “Bircebdalo” û zarokek li “Turindê” şehîd bûn, li Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa temenmezin “Henîfe Mûse Oli (diya Nûrî) /75/ sal” li Siba 13.10.2022an. Z pakrewan bû, piştî ku roja berî wê bi kûranî birîndar bû, û bi piçekî ziyan gihîşte çar malan, herweha jî Hemwelatî “Roşîn Mihemed Henan /30/ sal” û herdu zarokên wê “Dilvîn /9/ sal” û “Mihemad /7/ sal” ji xelkê G. “Kurzêlê” li mala wan li G. “Endarê” birîndar ketin, û li Gundê “Xalta” – Navça Cindirêsê du qurşîn li lingê temenmezin “Ibrahîm Şêx Bedrî /73/ sal” ketin.
“Pakrewana temenmezin “Henîfe Mûse Olo (Diya Nûrî)””
= G. “Kerê”:
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, /20/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora /135/ malan pêkhatî ye, dora /750/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberiya bi ser herêmê de hatiye tev penaber bûn, jê dora /70 malbat = 180 nişte/ vegerîn û yên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora /29 malbat = 200 nişte/ ji anîndeyan hatin niştecîkirin. Û ji ber teqandina bombeyên zemînî piştî derbasbûna gund heft mal ên “Fexrî Ibrahîm kurê Xelîl, Esmet Hebeş kurê Mihemed, Ehmed Hebeş kurê Mihemed, Bekir Hebeş kurê Mihemed, Cemîl Osman kurê Henên, Cemîl Umer kurê Hesen, Selah Ehmed kurê Mihemed” bi tevahî hatin roxandin, û mala “Henan Mixtar kurê Tahêr” jî bi piçekî ji ber topebaranê.
“Mala “Cemîl Osman kurê Henên” a roxandî, G. “Kerê” – N. Bilbilê”
Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” -yên ku Mala “Henan Ibrahîm kurê Mihemed” ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî, û Mala “Ebdo Mihemed kurê Ebdo” jî li ser riya giştî ji rêbenda leşkerî re kiriye cîgeh- gund desteser dikin.
Û piştî ku derbas gund bûn, piraniya kelûpelên hundir malan ji raxistok, xwarinvexwarin, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê, û amûrên taqeta elektirîkroniyê û hin tiştên din dizîn, û herweha jî /4/ makîne “salona Hesen Umer kurê Umer – imzekirina destjêberdanê li ser hate ferzkirin, Pîkaba Hunday a Dilovanber Ehmed Hebeş kurê Mihemed, Pîkaba Mazde ya Hesen Osman kurê Xelo, makînak ya teqlekirinê ya bara ya Reşîd Ibrahîm kurê Menên”, û du makîne jî piştî dandina vêrgiyine mezin hatin vegerandin, du tirektorên çandiniyê tevî dûmahîkên wan ên “Reşîd Ibrahîm kurê Menên” û “Dilovanber Ehmed Hebeş kurê Mihemed”, matoreke duloqî ye “Mihemed Mihemed Mihemed” û tevahiyên perçeyên paseke bînekan li gund seknandî ye “Sebrî Ibrahîm kurê Elî” ta ku kabîna wê tenê ma.
“Kabîneya pasek bînekan (hilgêran) seknandî, hemî perçeyên wê jê hatine dizîn, G. “Kerê”.”
Û herweha jî wan keblên toreya elektirîkê ya giştî, dîrakên telîfûna zemînî tevî keblê roniyê ya xeta wê ya serekîn û piraniya jimarokên ava vexwarinê ji malan dizîn. Û wan hersê guheztokên (tirans) toreya elektirîkê ya giştî jî ji bo dizîna baqirên di hundir wan de şikandin, û ziyan gîhandin boriya serekîn a ava vexwarinê.
Û milîseyan dest danîn ser dora /4700/ darên zeytûnê û du hezar mêwên tirî yên hemwelatiyên ne li wir, rêdank(wekalet) baykot kirin, ta niha berên wan malmewdanan talan dikin, û piştî ewqas giliyên ku ji aliyê Turkî, encûmenên xwecihî û “Komîta Vegerandina Mafan re (ya ku bi firavînekê û hin reşwetan ji bal “Ebû Osmsn – serkêşê abortiya milîseya li wir” çav damrandine) hatine pêşkêş kirin, hîn jî tu zevî li xwediyan nehatine vegerandin, û bi ser de jî /1-5/ teneke zêtê zêtûna (16 KG sade) li ser her malbatekê ferz dikin (yanê tevahî dora /170/ teneke zêt) ger werz sala xwe be, û dora /60/ teneke jî dema ku mûsim lawaz be).
Û hema dema li 2018an. Z gihîştin gund, agir bi zeviyine zeytûna û rezine tirî li rex riya sereke xistin (/100/ darên zeytûnê digel /250/ mêwî yên Dilovanber Hisên Umer kurê Mûrêd, /70/ darên zeytûnê yên koçberbûyê zorane Xelîl Mixtar kurê Bêkir), û di dû re /30/ darên zeytûnê yên temenmezin ên “Esmet Ibrahîm kurê Xelîl” ji kokê de qut kirin, û weha jî darên îhracê yên temenmezin li herdu zaretgehên “Sînik” û “Betêl” li Bakur Rojhilatê gund – bergeha her yekê nîv donim; Bi ser de jî çêrandina bêwijdan ji dora /500/ seriyên pêz re di nav zevî û erdên çandiniyê de.
Û li 5.7.2019an. Z, ê ku bi “Diktor” tê navdan û yek ji serkêşên “El’sultan Mûrad” agir bi dora /50/ darên zeytûnê û /150/ mêwên tirî (ên li kêlek riya giştî û yên hemwelatiyê ne li gund “Hisên Ce’ifer Mûrad”) xist.
” Şewatin li nav zeviyine çandiniyê li G. “Kerê””
Weha, xelkên li gund mane jî rastî rengereng binpêkirinan hatin, mîna: Revandin, girtina bêsûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin, û peresitandin û hin din; Di vê warî de, bidehan -di nav de jî çar jin- bi demên têvel (roj – heyv) hatin girtin digel ferzkirina sezayine diravî li ser wan, û “Sultane Elo keça Mihemed /21/ sal” a ciwan û ji xelkê Gundê “Kêla Jêrin” ê hevcîwar, li 10.4.2018an. Z, di mala xwîşka xwe de – hevjîna “Selah Ehmed kurê Mihemed” li G. “Kerê”, di encama teqîna bombeyeke zemînî û hilweşandina malê de şehîd bû.
= Girtinine bêsûcane:
Ji deh rojan ve, girtina Hemwelatî “Azad Hesen Şe’ibo /30/ sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” heftakê, ji aliyê Milîseyên “Asayêş Reco” ve, bi behaneya payandina şevayî di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, digel ferzkirina sezayine diravî li ser wan.
= Werza zeytûna:
– Berî ku guhertinin li ser erdê çêdibin û ji tirsa desteserkirina wan li ser deverên ku di bin bandoriya wan were wendakirin, serkêşên milîseyan ên ku dest danîne ser dehezaran darên zeytûnê li herdu navçên Reco û Mabeta di berefkirina berhemên wan daran de dilezînin; Nimûne: “Ûsame Rehal – Ebû Hesen Obame yê ji Gundê Mi’elê – Çiyayê El’zawiyê/Idlibê” cîgirê “Ebid El’kerîm Qesûm – serkêşê Milîseyên Lîwa’i 112” ê ku dest daniye ser dora /7/ hezar darên zeytûnê ji malmewalên Gundê “Xaziyana” – N. Mabeta, û weha “Ebû Xalêd El’cebelî yê ji Gundê Cojêf – Çiyayê El’zawiyê/Idlibê” serkêşekî din ê wê milîseyê ji nû ve malmewdanên Bajaroka “Be’idîna” jimartin û bêlî kirin, da ku dest dîne ser zeviyine din en zeytûnan an vêrgiyine bilind li ser berhemên wan ferz bike, bi ser zeviyên ku berê dest daniye ser (/200/ dar ên “Dilovanber Elî Reşîd Elî”, /150/ dar ên “Hisên Mûrad Hebeş”, /90/ dar ên “Mihemed Hebeş Hebeş”, /100/ dar ên “Xelîl Ebidela”, /80/ dar ên “Dilovanber Hisên Osman Hecî”), û qedexe kir ku temenmezin “Fîdan Miqdad Henan – hevjîna Dilovanber Sebrî Ehmed” berhema /200/ dar biçine, bi behaneya ku ew ên herdu kurên wê “Xelî” û “Azad” ên bijîşk û zorane koçberkirî ne; Û herweha jî “Selîl El’xalidî” û “El’raêd Hîşam El’humsî” jî – serkêşên Milîseyên “Feyleq El’şam” li Navça Reco berefkirina bi dehezaran darên destesrkirî yên gund û bajarokên “Ekbezmeydanê, Qerebaba, Xirabî Silûk, Meydana” bilez dişopînin, û herdu guvêşgehên zeytûna yên “Mislim Şêxo (Mircanê), û Yehye Dendeş (Ebû Hîşam)” li “Ekbezmeydanê” ji xwe re bi kar anîn.
– Li Gundê “Dargirê” – N. Mabeta, ji bilî bi sedan darên zeytûnê yên dest danîne ser, Milîseyên “Firqit El’hemzat” ji bo rêdana berefkirinê li ser her dareke zeytûnê /1/ pere Turk distîne, 25% li ser berhemdana malmewdanên ên ne li wir û wekalet dane hinan ferz dike, û weha jî tenkek zêt (16 KG sade) li ser her malbatekê (bi tevahî dora 200teneke) bi behaneya payandina zeviyên zeytûna.
– Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” piraniya gundên Navça Bilbilê agahdar kirin, ku divê berî 22.10.2022an. Z zeytûnan neçinin, lê dizên ji çekdaran û anîndeyên jê ve nêzîk dizîna xwe berdewam dikin, û bê zanîn jî ku sozê xwezayî ya berefkirinê 15.19.2022an. Z ye, bi taybetî jî darên pirnegirtî.
– Milîseyên “Lîwa’i El’weqas” û serkêşê wê “Sa’êr El’me’irûf” li gundên “Merwaniyê Jorin û jêrin, Anqelê, Senarê, Hêkiçê û Aşkê Xerbî” – herdu Navçên Cindirêsê û Şiyê, li ser tevahiya berhemdana zêtê zeytûna 5% vêrgî ferz kirin, ta ku Hêzên “Hey’it Tehrîr El’şam” bi hevaltiya Milîseyên “Firqit Silêman Şah”, li 13.10.2022an. Z biryargehên wê desterser kirin û jê qewitandin.
Ma gelo ka Hêzên “Hey’it Tehrîr El’şam” yên ku ji çend rojan ve derbasî herêmê bûne, dê rêgirekê ji vê gendeliyê re dînin?
= Binpêkirinine din:
– Li destpêka Heyva Cotmeha ku em têde, di navbera endamin giropeke çekdar ji Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” de, bi sedema nelihevkirinê li ser parên kevneşop û kinzên binerd ên ku li navîna heyva borî ji derdora girê Gundê “Turindê” ê kevneşopî – Başûrê Efrînê hatine derxistin pevçûnin derketin, û di encamê de hin ji wan birîndar ketin, û nûçeyin derketin ku hin ji çekdaran mirine jî.
– “Ebû Nesir” berpirsiyarê nû yê rêbenda çekdar a Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” li ser riya giştî li orta gundên “Kerê, Eşûnê û Zivingê” – N. Bilbilê, vêrgiyeke mehane /75/ P.T li ser her malbeteke Kurd -ji bilî anîndeyan- li hersê gundan ferz dike (yanê tevahî dora /9500/ PT), bi behaneya ku mûçeya wî hindike û têra jiyankirina malbata wî nake.
– Li Geliyê “Curqa” yê di navêna herdu gundên “Zerka” û “Elemdara” de, N. Reco, Milîseyên “Feyleq El’mecid” ji bo çêkirina komirê li navendeke di wê gelî de hatiyê çêkirin, bi bildozerê darên îhracê ji kokê ve hildikin.
Di siya rewaşa pîs ya herêmên dagîrkirî – Bakurê Sûriyê ji aliyê Turkiyê ve, nakokî û lihevxistinên ku di navêna Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de – yên girêdayî Hemahengiya Sûrî ya Ixwanî û bi ser Anqerê ve – çêdibin, serberdayetiya ewlehiyê û geregoşiya li wir serwerkirî diyar dike, û derewiya “herêma Erdoxan a aram” dicersîne û li ba dike; Û hilpesartina hin rolan bi “Hey’it Tehrîr El’şam” nişana serpeçinadina Turkiyê ji rêxistineke ku li ser lîsteya terorê hatiye danîn re ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 320
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
פריטים המקושרים: 52
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 16-10-2022 (2 שנה)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: ערבית
סוג המסמך: תרגום
ערים: Afreen
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 03-02-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 08-02-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 08-02-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 320
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,698
תמונות 106,205
ספרים 19,173
קבצים הקשורים 96,618
Video 1,329
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.531 2!