Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,692
Bilder 106,205
Bøker 19,173
Relaterte filer 96,618
Video 1,329
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (178): Bajaroka “Meydanekbezê” – guhertineke demografî fere û destdanîna ser malmewalan
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (178): Bajaroka “Meydanekbezê” – guhertineke de...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (178): Bajaroka “Meydanekbezê” – guhertineke de...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (178): Bajaroka “Meydanekbezê” – guhertineke demografî fere û destdanîna ser malmewalan, qedexekirina şahiyên Sersalê, hin bînerdayîn li ser tewanên “Ebû Emşe”.

Berê ji dehsalan ve vejîna Cejna Sersala Zayînî li ba civaka Efrînê gerdîşeyeke şahiyane bû, lê bi dagîrkirina wê li 18.3.2018an Z û belavbûna rûdanên olî yên Islamî yên tundrew re wenda bû, bi tayebetî dema ku “Odeya El’ezim” (ya ku ji hin milîseyên bi Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ve girêdayî pêk tê) duh li Roja Înê sê şahiyên sersalê li holên “Çiyayê Hawarê, Lord, Şo Kafê” li bajêr qedexe kirin -bi ser ku vexwarina tu meyê tunebû- di siya tunebûna rûdanên cejnê û heyamên metisîdariya ferzkirî de.
Li jêr emê hin binpêkirin û tewanan belge bikin:
= Bajaroka “Meydanekbezê”:
Bi Navça Reco ve girêdayî ye, ji aliyê Bakur ve bi /21/ KM ji navenda wê dûr e, li nêzîk sînorê bi Turkiyê re ye, derbasgeheke tirênan tê de heye, ji dora/500/malî pêkhatî ye, dora/2500/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê tenê /128malbat=400nişte/ -piranî temenmezin- man, ên din jî zorane koçber bûn, û dora /600malbat=3500nişte/ji anîndeyan, di malên dest danîne ser û bidehan çadirên ku li dor bajarokê û nêzîk guvêşgeha zaroyên Dilovanber “Ehmed Qasêm” û nêzîk Vêla “Xidir Mihê” (ya li ser riya giştî) de, û di çadirên di navêna deşt û çiyayê “Meydanekbezê” ta “Xirabê Silûk” venandî de, hatin niştecîkirin.
Û weke tekezî li ser rêbaziya guhertina demografî, ji rojên pêşîn ji dagîrkirina bajarokê ve, perçevîdiyoyeke li hundir bajarokê hatiye kişandin û li ser alavên hevgîhandina civakî têye belavkirin, tê de çekdarek ji “Taxa Qabûnê – Şam” hatiye anîndekirin, li ser bajarokê û xweşkiya wê dipeyive û dibêje: Bajarok ji xelkê wê valakirî ye, bo wan hatiye baxşandin da ku tê de werin niştecîkirin, û merivên xwe vedixwîne wir da ku Qabûneke nû tê de damezrînin, û navê mizgefta wê jî biguhêrin û bikin “Mizgefta Mezin”.
“Desteserkirina li ser dîkanekê li B.”Metdanekbezê”.”
Milîseyên “Feyleq Elşam” (a ku tê de “Selîl Elxalidî û ra’êd Hîşam Elhumsî” yên ji Parêzgeha Humsê serkêşiya wê dikin)bajarokê deteser dikin, avahiya çandiniyê û mala “Ebid Elhemîd Bêrem Şêxo” dikin du hepis û du biryargehên leşkerî, û herweha Vêla “Zûhêr Xelîl” ji rêvebiriya wê ya aborî re dikin biryargeh, û Vêla “Ze’îm Mihemed Xelîl” jî biryargeh ji Istîxbaratên Turkiyê re.
“Serkêşê Milîseyên “Feyleq Elşam” li B.”Meydanekbezê” yê ku bi “Selîl Elxalidî” tê navdan.”
Milîseyan dest danî ser dora /400/mal tev tiştmiştên tê de, û “Elxalidî” malbata xwe di Vêla “Xidir Mihê” de da rûnişkandin, herweha wan ji malên din xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û tiştin din, giropeke zayndkirina elektirîkê ye “Xidir Mihê”, amûrên toreya entirnêtê ya “Welîd Mistefa Dizo” dizîn, Weha jî dizîna makînan, jê pîkabek Honday a “Ehmed Isma’îl Sîno” û bitonan ji hesinê riya tirênê yên li rawestgehê ji salan ve hatine komkirin, bi ser de jî agirberdana bi kabîneyeke tirênê ye jikarderketî û tê de seknandî.
“Rawestgeha (stasyon)tirênê li “Meydanekbezê” – B.Reco.”
Û dest danîn ser du guvêşgehên zeytûnan ên “Mislim Şêxo Mircan, Yehye Dendeş”, pêjgeha otomatîk a “Fayêq Xatûn”, û bidehezaran darên zeytûnê û tirî û yên din, jê (/3000/ dar ên “Xidir Hecî Mihê û herdu birayên wî Ebdo û Eyûb”, /1200/dar ên “Mislim Şêxo – Mircan”, /150/dar ên Dilovanber”Tahêr Elo”, û /800/dar ên malbata “Nûrî Ehmed Mûse”), û bisedan hiktar ji erdên çandiniyê, jê yên (Xidir Hecî Mihê, Nîdal Mihemed Osman, Reşîd Mihemed Ne’isan, zaroyên Ehmed Mûse Ne’isan, Dilovanber Tahêr Elo) ne; Ji bilî wê jî dizîn, vêrgî û baceyên diravî yên ku li ser xelkê têne ferzkirin.
Û hemî darên sindiyanê yên romî yên li ser riya giştî ya bajarokê qut kirin, jê dudu -temenê wan bêtirî /200/sal e- yên “Mihemed Dawod Sîno, Hisên Şêx Xelo” ne, û bi ser de jî, çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewaran re di nav zevî û erdên çandiniyê de, bê ku xwediyek wêribe qedexe bike; Û ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên veşartî û dizîna wan, Cîgeha Kevneşopî “Sûrê” kolan û tevdan.
“Cîgeha “sûrê” ya kevneşopî – “Meydanekbez”.”
Weha xelkê ku li bajarokê mane tûşî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna revandin, girtinên bêsûcane, işkencekirin, rûmetnizimkirin, peresitandin û hin qirêjiyên din; Û destlatên dagîrker hin ji wan bi heyvekê ta sê sal û nîvan dan cezakirin, û veşartina zorane ji hin din re di bin mercên sert û danûstandineke nemirovane de, û digel wê jî ferzkirina bace û vêrgiyên diravî; Û ta niha hemwelatiyin li bajarokê hene ji derbasbûna malên xwe qedexekirî ne, bi sedema ku malên wan ji aliyê çekdaran ve desteserkirî ne, û “Mistefa Isma’îl – çîlo, Ehmed Osman – Comî” hin ji wan in.
Û di dema êrişkeriya li ser herêmê de, li 28.1.2018an, hemwelatî “Arêf Henan Osman/70/sal” bi şev ji aliyê Artêşa Turkiyê ve, bi qurşînê hate armanckirin, û di cî de hate şehîdkirin; hemwelatî “Mihemed Ebid Elrehman Horo” di dema xizmeta wî di Asayêşê de, li 15.3 2018an Z pakrewan bû; Hemwelatî “Remzî Hisên kurê Xemîs/60/sal” li 5.10.2018an Z, ji ber gef û tengasiyên ku jê re berdewam dihatin ji ber daxwaza wî ji mala xwe ya ku çekdaran dest daniye ser re, bi seknexûnê mir; Û li 6.3.2021an Z jî, hemwelatî “Şêxmûs Qasêm kurê Mistefê/73/sal” di Hepsa Reco de, di bin işkencê de jiyana xwe ji dest da, û dest hate danîn ser mala wî tevî tiştmiştên tê de. Û hêjaye bi bîr were jî ku ew ji Gundê “Kosa” ye, û bi tenê li B.Meudanekbezê rûniştibû.
“Pakrewan “Arêf Henan Osman, Mihemed Ebid Elrehman Horo, Şêxmûs Mistefa Qasêm”.”Dilovanber “Remzî Hisên kurê Xemîs “.”
= Hin bînerdayîn li ser tewanên “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe”:
Di çarçewa nakokiya li ser bergehên bandoriyê, dizînên malmewalan di nav milîseyan de, û newekheviya di nav nandozên di nav “Firqit Silêman Şah” de, bînerdayînên li ser riswabûn û tewanên “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” li ser rûpelên hevgîhandina civakî li dû hev tên, û yek jê perçevîdiyoya ku li vê dawiyê hatiye belavkirin e, ya ku tê de “Mihemed Umer Elumer – yek ji endamên wî yên berê” li ser dizîna “Ebû Emşe” ji guvêşgeha ku li nêzîk riya tirênê (ya di cîgeha bandoriya “Lîwa’i Mihemed Elfatêh” de) deng dike û dibêje: Ku wî giropeke çekdar şand, da ku yên di guvêşgehê de bi tuhmeta endamtiya wan di Partiya Karkirên Kurdistanê PKK de birevîne, û bi pênc otombîlên baran zeyta zeytûna veguhêze, pênc milyon pereyên Sûrî û şeş xilyewiyan bidize, û revandberan jî di gelî werbike; Û ev bînerdayîna wek ya ku me li ser piroseya talaneke çekdar di rapora “Efrîn di bin dagîrkeriyê de /14/” – dîrok 29.12.2018an Z belgekiriye ye, ya ku weha tê de hatiye: “Di piroseyeke talanê ye mezin de ye giropeke milîseyeke çekdar”, Guvêşgeha “Elxeyrat” (Guvêşgehberê ya “Şêx Hisên”) li ser Riya “Kitxê – Diromiyê”, li 25.12.2018an Z, /1500/teneke zeyta zeytûna jê hate dizîn, karkerên tê de hatin bendkirin, li hinan hate xistin û li devereke dûr – nêzîk Gundê “Kela” hatin berdan, ji ber wê jî xwediyê guvêşgehê “Mihemed Elî Sînê” ji Gundê “Qenterê” guvêşgeha xwe girt, û wî berê jî di destpêka dagîrkirina herêmê de, ji bo vegerandina acetên guvêşgehê ji destên dizan, vêrgiyeke mezin dabû; Riya ku em çêrê dikin, dighêje navenda
Navça Şiyê -pîneka “Ebû Emşe”- û Gundê “Kela” yê pê ve girêdayî, û di bin bandoriya desteseriya wî de.
Û di perçevîdiyoyeke din e nû de, “Ebid Elxefûr Umer” ê ji endamên “Ebû Emşe” yên berê, tekez dike û dibêje: “Ku di dema gelek gund û Bajaroka Şiyê hatine destserkirin de, wî bi rêvebirina birayê xwe “Elemdar” tibabine mezin ji zeyta zeytûna ji mal, dîkan û guvêşgehan kom kirin, û guhestin Turkiyê. Her malbateke Şiyê tibabine diravî dan ta ku vegerîn malên xwe. Û herweha wî piştî ku hin jin bi endamtiya PKK tewanbar dikirin an bi zorê destdirêjî lê dikirin, û paşê neçar dikirin ku pereyine pir bidin. Xwediyê her guvêşgehekê /25/hezar dolar Emrîkî da. Di bin fetweyên têvel de, bi Kurdan re mûsim parve dikir, û kirên malên wan jî jê dibirin”. Ev bînerdayîna jî weke yê me li ser dizîn, bace û vêrgiyên diravî (yên ku li ser xelkê mane hatine ferzkirin û talankirina malmewalên ên ne li wir)di hejmarek raporan de belav kirine ye.
Û ji ber fişarên ku “Ebû Emşe” tûşê dibe, wî pêngavên xwe yên ewlehî û leşkerî, di çarçewa bandoriya desteseriya xwe de mekin kirin, endamên xwe û xwediyên wan û xelkê navçê neçar kirin ku xwepêşandanên alîgiriyê jê re bikin, û hin girop jî neçar kirin ku daxuyanên piştgiriyê jê re bidin, da ku binpêkirinên ku pê ve zeliqîne ji ser rabin.
= Binpêkirinên din:
– Li 22.12.2021an Z, Destlatên Dagîrker Hemwelatî “Fethî Mihemed Elî” ji xelkê Gundê “Me’iserkê” – N.Şera girtin, û di roja pêncê de berdan; Û ew e yê ku berê pir caran hatiye revandin û berdan.
– Li 30.12.2021an Z, destlatên dagîrker ji nû ve hemwelatî “Nisrîn Mihemed Weqas/30/sal” ji xelkê Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta girtin -hema li dû berdana ji berî wê bi berdêleke diravî ji Hepsa Efrînê, piştî bendkirina wê ji 21.9.2021an ve- da ku dema hepsa xwe ya mayî ya -bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re- li ser hatiye ferzkirin biqedîne.
– Li 30.12 2021an Z, Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” avêtin ser malin li Gundê “Turindê” – Efrîn, û hemwelatî “Mistefa Nasêr Hikmê – Fako/50/sal” û ciwanek bi navê “Hisên /26/sal” li gund rûdine girtin, bê ku sedem werin naskirin.
Ma ev e ew “Şoreşa” ku Gelê Sûriyê di ber de tiştê herî buha dayî ye, da ku îro milîseyên ku ala wê hildidin werin şahîyên Sersala zayînî li ser xelkê Efrînê qedexe bikin?! Ma “azadî û rûmeta” ku Hemahengiya Rikber û hikometa wê ya demkî pê bang dike, û aramiya ku Erdoxan û tîma desthidariya wî digotin wê li herêmên ku dagîrkirine de peyda bikin ev e, da ku îro kêf û şahiya pêşewazîkirina saleke nû qedexe bikin?!
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 292 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Koblede elementer: 70
Artikler
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 02-01-2021 (3 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-02-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 10-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 292 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,692
Bilder 106,205
Bøker 19,173
Relaterte filer 96,618
Video 1,329
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.438 andre!