Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,791
Bilder 106,381
Bøker 19,237
Relaterte filer 96,833
Video 1,376
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (175): Herdu gundên “Erendê, Reca” – binpêkirin û tewan, hin girtinên bêsûcane û veşartiyên zorane
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (175): Herdu gundên “Erendê, Reca” – binpêkirin...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (175): Herdu gundên “Erendê, Reca” – binpêkirin...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (175): Herdu gundên “Erendê, Reca” – binpêkirin û tewan, hin girtinên bêsûcane û veşartiyên zorane, qirkirina jîngehiyê, “komîtak” mafan venagerîne.

Şanoya “Komîta Vegerandina Mafan” li Efrînê bi “Mihemed Elcasêm (Ebû Emşe) – serkêşê Milîseyên Elsultan Silêman Şah li Navça Şiyê” re, di van du heftên borî de hîşt ku Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” hêzên xwe têkin amedebaşiyê, gefê bidin “Ebû Emşe” û jê bixwazin ku daxwazên wê bi cih wîne, û tê gotin ku ew daxwaz radestkirina /30/endamî û tibabine diravî mezin ên ji xelkê navçê hatine dizîn in. Bi ser ku “Ebû Istêf Elsultan – serokê komîtê” di perçevîdiyoyeke ku li ser rûpela komîtê belavkirî de got: Ku komîtê bi hevkariya “Silêman Şah – Elemşat” re, hemî gilî û doz çareser kirin; Lê, hemî zordarî weke xwe man, bê ku tu kes wêribe devî xwe veke. Û hevrikî û pevçûnên ku di navêna milîseyan de derdikevin – û tiştê niha di navêna herdu aliyan de dibe jî – bi sedema nelihevkirina wan li ser çarçewa bandoriyê û dizînan ne.
Li jêr emê hin binpêkirin û tewanin din bidin belgekirin:
= G.”Erendê“:
Bi Navça Şiyê ve girêdayî ye, /5/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /220/malan pêkhatî ye, dora /1400/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, hemî di dema şer de penaber bûn, jê dora /150malbat= 500nişte/ vegerîn, û dora /100malbatî=800nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
“- G.”Erendê” – N.Şiyê.”
Û ji ber topebaranê, Mala “Mihemed Midewer” bi tevahî hate roxandin, û herdu malên “Mihemed Ebid Elrehman Elûş, Mihemed Henan Hisên” jî bi piçekî.
Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” ya ku mala “Ezîz Ezîz Osman” ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî, gund desteser dikin. Wan dest danîn ser dora/70/malî tevî kelûpelên tê de, û ji malên din jî xwarinvexwarin, cerên gazê, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê û her wekî din, û makîna “Wehîd Neş’et Horo” dizîn.
Û niha jî dest danîne ser dora /10/hezar darên zeytûnê yên/50/malbatên zorane koçberkirî, jê yên van malbatan “Henan Bîlal, Kêlhesen, Ebdê, Mîre, Reşkêlo” ne, û vêrgiyan (çar Dolar û nîv li ser her dareke zeytûnê ye deştê, û du Dolar û nîv jî li ser her yeke li çê) li ser malmewalên ên ne li gund û rê dane hin merivên xwe ku bi rê ve bibin ferz dikin; Ji bilî dizînên fere ji werzên zeytûna re.
Û ji ber teqîna bombeyeke zemînî li Bajarê Efrînê, li 18.3.2018an Z, herdu hemwelatî “Heyder Mihemed Henan/41/sal, Şiyar Tahêr Henan/26/sal” ji xelkê gund şehîd ketin.
“Herdu pakrewan “Heyder Mihemed Henan/41/sal, Şiyar Tahêr Henan/26/sal”.”
Hemwelatiyên ku li gund mane jî, rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna girtina bêsûcane, işkencekirin, rûmetnizimkirin û diravbirin; Hema li Heyva Rêbendanê 2021an Z, bidehan jê ji aliyê “Elcebhe Elşamiyê li N.Mabeta” ve hatin xwestin, girtin, işkencekirin û perejêbirin, û ji Havîna 2018an Z ve û ta niha, çarenûsa girtiyên zorane veşartî “Ezîz Hemîd Yûsêf, Mihemed Ezîz Umer” ne diyar e.
Û daristan û darên ihracê yên temenmezin û bisedan darên zeytûnê yên li dor gund, ji bo êzinkirin û bazirganiyê, rastî qutkirinê hatin; Ji bilî wê jî, agirên ku bêtirî carekê bi daristana çiyayê Zaretgeha “Sifrîdede” û Çiyayê “Hesenkêl” hatine xistin, û dara “Dedeqoriq” a sindiyanê ya li Cîgeha “Lêçe”, ya di navêna gundên “Erendê, Çeqela û Qermîtliq” de û niha tê de gundekî niştecîkirinê tê avakirin, hate qutkirin.
“Şewatek li daristana çiyayê Zaretgeha “Sifrîdede”, G.”Erendê” – N Şiyê, 23.7.2018an Z.”
“Şewatek li daristana Çiyayê “Erendê”, 24.6.2021 Z.”
“Dara Sindiyanê “Dedeqoriq”, li Cîgeha “Lêçe” ya di navêna gundên “Erendê, Çeqela, Qermîtliq” – N.Şiyê.”
Û Milîseyên “Elşamiyê” Girê “Erendê” yê kevneşopî, ji bo lêgerînê li kevneşopan û kinzên veşartî û dizîna wan, bêtirî carekê bi alavên giran kolan û tevdan; Û Kargêriya Kevneşopên Efrînê raporeke belgekirî, li Rezbera 2021an Z, li ser belav kir.
“Kolandina Girê “Erendê” yê kevneşopî – Kargêriya Kevneşopên Efrînê.”
= G.”Reca“:
Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /8/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /60/malî pêkhatî ye, dora/350/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê /31malbat=100nişte/ li gund man, û /28malbat=160nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
“G.”Reca” – N.Mabeta, dizîna guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî.”
Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” yên ku dest danîne ser malên koçberên zoranê tevî kelûpelên tê de, gund desteser dikin; Ji malên din jî, xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştin din dizîn, û herweha jî giropa zayenda elektirîkê, û guhêzok û keblên toreya elektirîkê ya giştî.
Û weha wan dest danîn ser piraniya malmewdanên hemwelatiyên ne li gund, mîna darên zeytûnê, gûzê û yên din; Û piraniya darên ihracê li dor gund, û bisedan darên zeytûnê, ji bo êzingkirin û bazirganiyê, vêwijdan qut kirin.
Herweha jî, vêrgî li ser werzên xelkê gund ferz kirin, li gel wê jî jimarek ji tengasiyan.
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên dagîrker ev hemwelatî girtin:
– Ji bêtirî heyvekê ve, hemwelatî “Mihemed Selîm Hisên/60/sal” ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera, bi tuhmeteke çêkirî; Ji ber giliyên ku wî ji bo valakirina mala xwe ya ku dest danîbûn ser pêşkêş kirine, piştî vegera wî ji Helebê berî heyşt heyvan; Û piştî /28/ rojan ji hepsê hate berdan, û ew bi soz e ku mala xwe radest bike.
– Li 26.11.2021an Z, herdu hevjîn “Cemal Cemîl Me’imo/35/sal, Tolîn Mûrad Hesen/30/sal” ji Gundê “Dargirê” – N.Mabeta û xwediyê sê zarokan, li dema ku di herdu dîkanên xwe yên berberiyê de li Bajarê Efrînê dixebitîn, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Efrînê” ve, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha çarenûsa wan ne diyar e.
– Ji nîv heyvê ve, “Ehmed Ezîz Elo/23/sal” ji xelkê Gundê “Mistika” – N.Şiyê, li Herêma Babê, ji aliyê giropeke cekdar ve, li dema ku ji Heleb vedigeriya cîwarê xwe li Efrînê.
– Li 2.12.2021an Z, hemwelatî “Hisnî Mihemed Şêx Mihemed /30/sal” ji xelkê Bajaroka “Meydankê”, li Bajarê Ezazê çaxa ku xwarinvexwarin belav dikir, û ta niha di bendkirina zordar de ye; Û berê jî çar caran li Efrînê hatiye girtin.
– Li 3.12.2021an Z, herdu hemwelatî “Ferîd Hemo Ismet, Idrîs Bekir kurê Mihemed” ji Gundê “Aşkê Xerbî” – Navça Cindirêsê, ji aliyê rêbendeke çekdar li Bajarê Efrînê ve, li çaxa ku ji kar vedigeriyan; Û piştî dandina vêrgiyeke diravî hatin berdan.
– Li 5.12.2021an Z, hemwelatî “Mistefa Mistefa kurê Hemîd /30/sal” ji G.”Dargirê” – N.Mabeta û bi Nexweşiya Şêkir, ji aliyê rêbendeke çekdarane ve, li ser Riya Efrînê – Ezaz; Û li 9.12.2021an Z jî hate berdan.
– Li 8.12.2021an Z, ev hemwelatî “Rênaz Behrî Kêfo/35/sal, Betal Kêfo kurê Mihemed Nûr/40/sal, Silêman Zekî Mistefa /40/sal, Zeredeşt Ebid Elezîz Birîmo /33/sal, Celîl Ehmed Birîmo/35/sal” ji Gundê “Xezîwiyê” – Şêrewa, ji aliyê Milîseyên “Feyleq Elşam” ve, hema çend katan û hatin berdan, û paşê jî ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Efrînê – Ewlehiya Rêzanî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye.
Û em didin nîşankirin ku “Hisên Xelîl Ibrahîm/22/sal” ji Gundê “Naza” – Efrîn, ji dema ku vegeriye cîwarê xwe û li Avrêla 2018an li Gundê “Şorbe” – N.Mabeta hatiye girtin ve, zorane veşartî ye.
= Qirkirina jîngehê:
Ji dema ku lingên milîseyên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî pêle axa Herêma Efrînê ya dagîrkirî kirine û bisedhezaran ji anîndeyan tê de niştecî kirine ve; Bi armanca êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê, dijayetiyên fere li ser daristan û darên ihracê û yên biber jî dest pê kir, mîna qutkirin û agirberdana rengefere.
Û herzivistan qutkirina daran zêdê dibe; Hema li N.Şera darên ihracê yên çandiniyê li Geliyê “Îkîdamê”, “Omera” û “Çema” têne qutkirin. Weha milîs bisedan darên zeytûnê li dor Bajaroka “Meydankê”, bi şêwakî hovane qut kirin.
“Qutkirina darên zeytûnê li dor Bajaroka “Meydankê”, Heyva Berfenbarê 2021 Z.”
Û herweha jî, li Navça Reco Milîseyên “Feyleq Elşam” (/50/ darên fistiqê yên “Birîm Qadêr, Fewzî Hesen, Mistefa Hisên Mihemed”, û dora /60/darên sindiyanê yên temenmezin li goristana Rojavayê Gundê “Ceqmaqê Mezin” qut kirin.
Bidawîkirina bêtara rewşa Efrînê û xelkê wê, bi berger û sergeran li ber dewleta dagîrker û nandoz û dûvçilkên wê çênabe, û nejî bi wan komîteyên wêneyî, yên ku piraniya karên wan dikeve xizmet sipîkirina rûpela milîseyan, û ta ku kêşeyekê çareser dikin, hema di heman rojê de binpêkirinin din têne kirin; Lê belê ew bi dawîkirina hebûna dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 308 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Koblede elementer: 70
Artikler
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 13-12-2023 (1 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-02-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 10-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 308 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,791
Bilder 106,381
Bøker 19,237
Relaterte filer 96,833
Video 1,376
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.25 andre!