Kütüphane Kütüphane
Arama

Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır


Arama Seçenekleri





Gelişmiş Arama      Klavye


Arama
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Öğe kaydı
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Araçlar
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Diller
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Benim Hesabım
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
Arama Öğe kaydı Araçlar Diller Benim Hesabım
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Hakkında
 Olayla ilişkili konu
 Kullanım Koşulları
 Kurdipedi arşivcileri
 Yorumlar
 Kullanıcı koleksiyon
 Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
 Yardım
Yeni başlık
Biyografi
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
23-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
İbrahim Küreken
14-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
Kemal Astare
14-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu\'na Sunulan Dosya ve Belgeler
13-04-2024
Sara Kamele
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
MARDIN \'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
MARDİN 1915
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
KOMÜNİST
07-04-2024
Sara Kamele
Istatistik
Makale  517,459
Resim 106,116
Kitap PDF 19,166
İlgili Dosyalar 96,492
Video 1,307
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
Kısa tanım
Kadınlar Dünyası’nın Kürt k...
Kısa tanım
Dünya yeni bir savaşın eşiğ...
Biyografi
AHMET KARDAM
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (142) – taybet: Guhertina demografî ya rêbazkirî dighêje asta qirkirina nijadî li dijî Kurdan
Kurdipedia'nın kadın kolejleri, ulusal veri tabanlarında Kürt kadınlarının acılarını ve başarılarını çağdaş bir şekilde arşivliyor.
Grup: Belgeler | Başlık dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (142) – taybet: Guhertina demografî ya rêbazkir...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (142) – taybet: Guhertina demografî ya rêbazkir...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (142) – taybet:
Guhertina demografî ya rêbazkirî dighêje asta qirkirina nijadî li dijî Kurdan (hejmar û rasteqînên li ser niştecîkirinê)

Koçberkirina zorane ji Efrînê berve herêmên penaberiyê – Bakurê Heleb, Avdara 2018an
Êrişa ku Artêşa Tirkiyê tevî bêtirî /20/hezar çekdar ji milîseyên cîhadîst ên bi ser Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ve, piştî ewqas xirbeliq û amedebaşiyên ragîhandinî û leşkerî yên mezin, di bin navê “Şaxa Zeytûnê – Xusin Elzeytûn” de, bi behaneya “berevaniya di ber ewlehiya netewî ya Turkiyê de” û “Şerê rêxistinên terorîst, tunekirina cudexwazan, vegerandina koçberên Sûrî û niştecîkirina wan…”û siloganên olî “şerê gawirtî û nebawerbûna bi Xwedê, belavkirina Ola henefî…” û tabloya “Şoreş û Cîhadê”, li çarêka yekê ji Avdara 2018an bi ser Herêma Efrînê de aniye; Armanc jê dagîrkirina herêmê û dawîkirina Rêvebiriya wê ya Xweser, hilkirina xelkê wê yên Kurd ji tamarên wan ên dîrokî, jiholêrakirina nasnama netewî, şerê çand û zimên, jihevşe’itandina tevna civakî, pişaftina kevnetora şaristanî û jihevşelandin û lawazkirina malmewal û kanînên wan ên geşepêdanê, bi hemî alav û şêweyan bû.
Û bi rastî bikaranîna binpêkirin û tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê di navboriya sê salan de, Efrîn ji herêmeke bi awakî rêjeyî biewle û di hemî warên jiyanê de bi pêş diket, bû herêmeke ne aram û fewdalîzim û serberdayetî û nevehesî tê de serwerdar, û rewşa ewlehî û mirovahiyê pir zehmet bû û her dere pîstir dibe.
Û ji armancên dagîrkeriyê yê berztirîn cîbecîkirina guhertina demografî ya rêbazkirî bû (guhertina giropeke ji taybetmendiyên nişteciyên resen, ew jî taybetmendiyên tibabî ne, jê “guvêşa niştebûnê, belavbûn, geşbûn, girse, govdeya niştevanî…”, û taybetiyên cûreyî ne, jê “geşepêdan, çand û hînkirin, xwarinvexwarin, saman…” ) û li gor van xalên jêrin:
= Yekem: Guhertina bihevxistina niştecîbûnê:
Herêm ji Bajarê Efrînê û heft navçeyan ( Navenda Efrînê, Cindirês, Şiyê, Mabeta, Reco, Bilbilê, Şera) û bêtirî /360/gund û bajarokan û dora /40/ çandingehan pêk tê. Û ta dawiya sala 2017an hejmara xelkê wê dora /700/hezar nişte bû, bêtirî nîvî wan ji bo dîtina derfetên kar koçber bûn, û tenê ji wan dora /350/hezar nişte lê rûniştî man. Lê dora /300/hezar penaber -bi tevgereke guhêzok- ji hundir Sûriyê di navboriya salên kirîzê de hatin herêmê û derketin, û bêtirî /30/hezarî ji wan bi rengekî berdewam lê man. Rêjeya Kurdan ji ber van kiryarên qirêj ji 95% daket kêmtirî 25% an, ew jî di riya:
– Kuştin û serberdayetî:
Di nav de temenmezin û zarok û jin jî hene, bi sedan ji keç û lawên Efrînê di nav refên Yekîneyên Parastina Gel û Jinê ( YPG – YPJ) de û bêtirî /300/ sivîl di dema êrişkeriya bejayî û asîmanî bi ser herêmê de şehîd ketin, weha dora /165/ pakrewan û sivîlên bêguneh di siya dagîrkeriyê de, ji /18/ Avdara 2018an ve jiyana xwe ji dest dan, her weha jî bi dehan ji qehra re di bin zextê mercên jiyanê yên zor û zehmet ên ferzkirî de mirin. Û weha hemî malbatên wan hin hezkiriyên xwe wenda kirin û hinek belawela bûn, û hin malbatan jî kesên ku pêdiviyên wan ên jiyanê peyda dikirin wenda kirin.
– Koçberkirina zorane:
Gundê “Cilbirê” – Çiyayê Lêlûn ê koçberkirî.
Di bin fişara êrişên talana Artêşa Tirkiyê û nandozên pêve girêdayî de (ya bi hemî cûreyên çekan) tevgereke penaberbûnê ye mezin çêbû, destpêkê ji gundan berve navenda Bajarê Efrînê û paşê jî bi aliyê derve ve. Dagîrkerî bû sedema koçkirina zorane ji bêtirî /250/hezar nişte û qedexekirina dora /200/hezar ji vegerê bo cî û warên wan, ji ber girtina destlatên dagîrkeriyê ji derbasgehên herêmê re li pêş wan ji 4.4.2018an ve. Ji ber wê jî ew li herêmên penaberiyê yên di bin desteseriya Artêşa Sûrî de (hin gundên Çiyayê Lêlûn, bajarokên Niblê û Zehra’i û Dêrcimêl û Til Rif’etê, gund û bajarokên Şehba…) – Bakurê Heleb mişexte man, û hinek ji wan jî revîn Bajarê Heleb û herêmên Kobaniyê û Cezîrê – Rohilatê Ferêt. Herweha hin gundên herêmê bi tevayî li pêş vegera xelkê wan hatin girtin, ji ber ku yan ji xwe re kirine bargehên leşkerî yan jî malbatên çekdaran dest danîne ser, jê (“Cilbir, Gobelê, Dêrmişmişê, Zirîkatê, Basilê, Xalta” – Robariya, “Çiya, Derwîş” – Navça Reco, “Qestelê Cindo, Baflûn, Be’irava” – Navça Şera, “Heftar, Şêxorzê” – Navça Bilbilê…), û ji ber rewşên pîs penaberî ji herêmê – ta ku hejmar hindik be jî – qut nebûye. Û hejmara xelkê Efrînê yên niha li herêmê mane dora/150/hezar nişte ye, piraniya wan jî temenmezin in, û rêjeya ciwanan bi sedema reva piraniya wan ji tûşîbûna binpêkirinan û mercên sert, her dere kêmtir dibe.
Û girtinên zorane û revandin û kuştin û tengasîkirin û fişarên li dijî Kurdên mane nasekinin, û herweha bendkirina tevgera wan û derbkirina bingehên berdewamiya jiyana wan û pozquretiya li ser wan berdewam dikin, ji bo ku wan berve koçberiyê û berdana cîwar û mal û milkan têvedin.
– Niştecîkirin:
Pirojeya gundekî niştecîbûnê ye nimûneyî li cîgeheke çiyayî li nêzî Gundê “Hechesna” – Navça Cindirês, Nîsana 2021an.
Bêtirî /450/ hezar nişte ji anîndeyên Ereb û Tirkman ên ji gundewarên “Şamê û Hemê û Humsê û Idlibê û Ro’avayê Heleb” li gor têghîştinên “Asîtane” yên di navêna “Rûsiya û Turkiyê û Îranê” de hatine guhestin, di mal û malmewalên xelkê Herêma Efrînê yên bi zorê dest danîne ser de û di çadirgehên ku li nêzîk (Bajarê Efrînê, Gundê Mihemediyê – Navça Cindirêsê, Gundê Avrazê – Navça Mabeta, Bajaroka Reco, Bajaroka Bilbilê, Gundê Kefircenê, Gundê Dêrsiwanê…) hatine çêkirin de û di hin din ên tewşankî de, hatin niştecîkirin. Û li vê dawiyê destlatên dagîrkeriyê dest bi avakirina /7/ gundên niştecîbûnê yên nimûneyî kirin, da ku anîndeyan tê de niştecî bikin; Destlatên dagîrkeriyê di avakirina wan gundan de palpiştê ji rêxistinên pêve girêdayî û milîseyan û toreyên Ixwan Elmislimîn ên perdanê û cîbicîkirinê dibin, ew jî bi riya Saziya “Rêvebiriya bobelat û Awerteyên Turkî – AFAD” re, û malmewalên Qeterî û Kiwêtî. Û ew gund li ( Başûrê Gundê “Şadêrê” – Navça Şêrewa, Çiyayê “Şêx Mihemed” li Bakurê Bajaroka “Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê, “Çiyayê Şewitî” – riya Çiyayê Qaziqlî li Bakurê Bajaroka Kefirsefrê – Navça Cindirêsê, cîgeha “Lêçe” di navêna gundên “Qermîtliq û Ceqelê Jêrin” – Navça Şiyê, li nêzîk dermankiringeha Bajaroka Şiyê, cîgeheke çiyayî li nêzîk Gundê “Hechesna” – Navça Cindirêsê, nêzîk Gundê “Xalta” – Şêrewa) dikevin.
Pirojeya gundekî niştecîbûnê ye nimûneyî li cîgeheke nêzîk Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn, Nîsana 2021an.
Li jêr emê hin serjimarên niştecîkirinê yên dorayî li hin gund û bajarok û bajaran xuya bikin:
– Li navenda Bajarê Efrînê bêtirî /100/hezar nişte ji nişteciyên resen hebûn, piştî dagîrkeriyê tenê ji wan /30/hezar nişte man, û dora /80/hezarî ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin.
– Navenda Navça Cindirêsê ji dora /5/hezar mal pêk tê, dora /20/hezar nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê jê dora /10/hezar nişte man, û dora /18/hezar ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin.
– Navenda Navça Şiyê ji dora /1200/mal pêk tê, dora /4800/nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê ji wan dora /2500/nişte man, û dora /6/hezar ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
– Navenda Navça Mabeta dora /1200/mal e, dora /4800/nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê /2/hezar nişte jê man, û dora /7500/ nişte ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
– Navenda Navça Reco dora /1500/mal e, dora /6/hezar nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê jê dora /1200/nişte man, û dora /7500/ nişte ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin.
– Navenda Navça Bilbilê dora /750/mal e, dora /3/hezar nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê jê dora /220/nişte man, û dora /3750/ nişte ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin.
– Navenda Navça Şera dora /400/mal e, nişteciyên wê yên resen dora /1600/ î bû, tenê dora /400/nişte jê man, û dora /1500/nişte ji anîndeyan tê de hatin bicîkirin.
– Bajaroka “Celemê” dora /1200/mal e, dora/4800/nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê ji wan dora /2500/ nişte man, û dora /10/hezar nişte ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
– Bajaroka “Meydan Ekbezê” dora /450/ mal e, nişteciyên wê dora /1800/ nişte bûn, tenê jê dora /500/nişte man, û dora /2/hezar nişte ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin.
– Gundê “Dêrsiwanê” dora /450/mal e, nişteciyên wê yên resen dora /1800/nişte bûn, tenê ji wan /500/nişte man, û dora /2/hezar nişte ji anîndeyan tê de hatine niştecîkirin.
– Gundê “Îska” ji dora /310/malan pêk tê, dora /1250/nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê jê dora /400/nişte man, û dor hezar nişteyî ji anîndeyan lê hatine niştecîkirin.
– Bajaroka “Kefirsefrê” dor /1200/mal e, nişteciyên wê yên resen dora /4800/î bûn, tenê jê dora /1300/nişte man, û dora /2/hezar nişte ji anîndeyan tê de hatine niştecîkirin.
– Gundê “Til Silorê” ji dora /80/malî pêk tê, dora /320/ nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê jê dora du sed nişte man, û dora du sed nişte ji anîndeyan tê de hatine niştecîkirin.
– Gundê “Ereba” dora /345/mal e, tê de dora /1400/nişte ji nişteciyên resen hebûn, tenê dora /800/nişte ji wan man, û dora /500/nişte ji anîndeyan tê de hatine niştecîkirin.
– Gundê “Qîbarê” dora /300/mal e, tê de dora /1200/ nişteciyên resen hebûn, tenê jê dora/570/nişte man, û dora /500/nişte ji anîndeyan lê hatine niştecîkirin.
– Bajaroka “Basûtê” ji dora /800/mal pêkhatî ye, tê de dora /3200/nişteciyên resen hebûn, tenê ji wan dora /1800/ nişte man, û dora /1500/ nişte ji anîndeyan lê hatine niştecîkirin.
– Gundê “Birc Ebdalo” ji dora /200/mal pêkhatî ye, dora /800/nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê dora /150/nişte man, û dora /400/nişte ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
– Gundê “Şingêlê” dora /120/ mal e, dora /480/ ê nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê jê dora /150/nişte man, û dora /500/î jî ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
– Gundê “Baflûnê” yê Êzdî dora /80/ malî ye, dora /250/nişteciyên wê yên resen hebûn û tu kes ji wan neman, û dora /750/ nişte ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
– Gundê “Çeqmaqê Mezin” dora /300/mal e, dora /1200/ nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê ji wan dora /280/ nişte man, û dora /2/hezar nişte ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
– Gundê “Qopê” ji dora /122/malî pêkhatî ye, dora /500/nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê dora /130/nişte ji wan man, û tê de dora /600/nişte ji anîndeyan hatin bicîkirin.
– Gundê “Feqîra” yê Êzdî dora /110/ mal e, dora /440/ nişteciyên resen ên gund hebûn, tenê ji wan dora /130/nişte man, û dira /325/ nişte ji anîndeyan tê de hatine niştecîkirin.
– Gundê “Qude” dora /250/mal e, dora hezar nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê ji wan dora /240/ nişte man, û dora /850/ nişte ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
– Gundê “Axcelê” dora /120/mal e, nişteciyên wê yên resen dora /480/ê bûn, tenê dora /300/ nişte ji wan man, û dora /350/ nişte ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin
– Gundê “Zerka” dora /60/ mal e, nişteciyên wê yên resen dora /250/ nişteyî bûn, tenê dora /120/ nişte jê man, û Gundê “Çobana” yê hevcîwar ji dora /50/ malî pêkhatî ye, dora /200/nişteciyê gund ên resen hebûn, tenê ji wan dora /200/î man, û di herdu gundan de dora /500/nişte ji anîndeyan tê de hatine niştecîkirin.
– Gundê “Hisê – Mîrka” dora /300/mal e, dora /1200/nişteciyên resen ên gund hebûn, tenê ji wan dora /700/nişte man, û dora /250/ nişte ji anîndeyan tê de hatine niştecîkirin.
– Gundê “Aşkê Şerqî” dora /100/malî ye, dora /400/ nişteciyên wî yên resen hebûn, tenê jê dora sed nişte man, û dora /4/ hezarî jî ji nişteyên anîndeyan tê de û di çadirgeheke nêzîkê de hatine niştecîkirin.
– Gundê “Gobeleka” ji dora /55/mal pêk tê, dora /220/ nişteciyên gund ên resen hebûn, tenê ji wan dora /75/an man, û dora /400/ anînde lê hatin niştecîkirin.
– Gundê “Dumiliya” dora /280/mal e, dora /1120/nişteciyên gund ên resen hebûn, tenê jê dora /350/ î man, û dora hezarî ji anîndeyan tê de hatine niştecîkirin.
– Deteserkirina li ser malmewalan:
Bazara Efrînê, tê de firoşxaneyên ku ji aliyê milîseyên çekdar ve bendkirî hene, Gulana 2018an.
Ji roja yekê ji êrişkeriya leşkerî ve, mal û çêkiringehên sivîlî û rêvebirî û binevahiyan û avegehên giştî armanc bûn, bi giştî ya piçekî bi hezaran malên rûniştinê û çîgehên tîmargeha mirîşkan ên giştî û şerjêkirina pêz û çêlekan û hin mizgeftm, dibistan, navêndên bijîşkeyî û nanpêjgehan û sûtemeniyeke serekîn ji bo gencînekirin û dagirtina sûtemeniyê û çêkiringeheke caksazkirina aletên giran û guvêşgehin zeytûna hatin roxandin, bi ser de jî wêrankirin û roxandina tore û guheztok (tiranslator) û zayendokên (ginerator) elektirîkê yên giştî û taybet, toreyên hevgîhandina zemînî û bêtêl, stasyon û xezanên ava vexwarinê, û stasyon û toreyên avdanê yên girêdayî Benda “Meydankê” û tabloyên kontirolkirin û embar û holên wan. Hîn zêdeyî wê piroseyên dizîn û talana giştî ji mal û milkên taybet û giştî re û lawazkirina jêderên pêdiviyên jiyanî yên xelkê û tengasîkirina derfetên kar û kiryaran li pêş wan bi rengekî mezin. Herweha ji nû ve malmewal û milkên çandiniyê li herêmê hatin tomarkirin da ku, malmewalên hemwelatiyên ne li herêmê werin dorpêçkirin û bi tevahî werin desteserkirin (70% ji mal û firoşxane û erdên ji bo avahiyan û 50% ji milkên çandiniyê derbas kir), û ferzkirina bace û vêrgiyan (%10 – 20 an) li ser hemwelatiyên mane. Bi ser de jî gelek şaşîtî û berevajîkirina rastiyê û desteserkirinên nezagonî di piroseyên tomarkirinê de hatin kirin, ji ber ku nêta mebestbûna jidestgirtina milkên xelkê herêmê li ba destlatan heye, rêjeyeke mezin ji xwediyên rasteqîn ne li wir in, û piraniya wan jî belge û hînavên xwe wenda kirine.
= Diwem: Guhertina nasname û taybetiya herêmê û şerkirina çand û zimanê xelkê wê:
Girê “Endarê” yê kevneşopî berî û piştî topebarankirinê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve, çarêka yekê sala 2018an.
Girê “Dirûmiyê” yê kevneşopî – Navça Mabeta, berî û piştî kolandin û rêşkirinê.
Di dema şer de Turkiya êrişker cîgehên kevneşopî yên dîrokî (Girê Endarê, Kela Nebî Horî, Teqilkê, Kela Sem’anê, Beradê, Girê Cindirêsê…û HWD) armanc kirin û zanişwerên wan roxandin, ji ber wê hin beşên şopewerî yên nirxbuha ji holê hatin rakirin û hin din jî ziyan gihîştinê, kevir û peykerên Girê “Endarê” yên baziltî bi topebaranê bûn kavil û pişt re milîseyan “Şêrê wê yê baziltî û mezin” dizîn û gir jî kirin herêmeke leşkerî, û Girê “Cindirêsê” guheztin bargeheke leşkerî ye Tirkî. Û ji Nîsana 2018an ve hejmarek ji gorgehên dîrokî (Şêx “Mûse Enzelî” – Meydana, “Qere Curnê” – Navça Şera, “Berbe’ûş” – Navça Mabeta, “Şêx Ebid Elrehman” – Gundê Kanî Gewrikê li Navça Cindirêsê, Gorgeha “Romanî” – Nebî Horî, Zaretgehên Êzdî ” Şêx Rikab, Şêx Hemîd, Şêx Sîdî, Şêx Hisên, Melek Adî, Çêl Xane”) hatin kolandin û roxandin, û bi dehan cîgeh û girên kevneşopî ( Kela Nebî Horî û Gorgeha wê ya Romanî, Berad, girên Gundên “Turindê, Birc Ebdalo, Qîbar, Zirafkê, Kitix, Berbe’ûş, Dirûmiyê, Circenaz, Gemrûk û Dêrsiwanê ” ) bi serpereştiya Istîxbaratên Tirkiyê hatin kolandin û rêşkirin û kinzên wan hatin dizîn û bo Turkiyê hatin guhestin, bi ser ku hin ji wan jî li ser lîsteyên Kevnetora cîhanî yên li ba Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya perwerdekirin û zanist û çandê “Yûnisko” hatine danîn. Û herweha jî Gorgeha “Nebî Horî” ya Romanî û mizgefta hevcîwar vê re kirin “Zanişwereke Turkî – Osmanî”.
Meydana “Serok Erdoxan” – Bajarê Efrînê, Nîsana 2018an.
Peykera “Kawayê Hesinkar” a roxandî li Bajarê Efrînê, 18.3.2018an.
Û Peykera “Kawayê Hesinkar” simbola Cejna Newrozê ya Kurdî û venîştok û simbolên din hatin wêrankirin, û herweha navên meydan û gundan kirin Erebî yan Tirkî mîna: ( Gergeha Kawa= De’war xusin elzeytûn, Gergeha Newroz = “De’war Selah Eldîn”, Gergeha Niştîmanî = Meydana Serok Erdoxan, Gundê Kotana = Zafêr Obasî, Gundê Qurnê = Ondir Obasî, Gundê Qestelê Miqdêd = Silcoq Obasî, Nexweşxana Avrîn = Nexweşxana Elşîfa’i…), û bêje û nivîsên Kurdî ji ser piraniya tabloyên biryargeh û saziyan û tabloyên nîşandayînên rêkan û tabloyên navên gund û bajarokan ji holê hatin rakirin û bi yên Turkî û Erebî hatin guhertin.
Herweha Turkiyê û Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî û milîseyên bi ser herdiwan ve navên erebkirî yên nû “Xusin Elzeytûn – navê talankeriyê” li şûna navê “Efrîn” a dîrokî û resen, di riya navlêkirina hin saziyan bi wî navî ( Kargêriya perwerde û hînkirinê li Herêma Xusin Elzeytûn “Şaxa Zeytûnê”, Odeya çandiniya Herêma Xusin Elzeytûn “Şaxa Zeytûnê”… ) re bi kar tînin, û ta ku ji wan were navê Efrînê ji karanîna rêvebirî vedişêrin û di gel wê jî girêdana herêmê di warê rêvebiriyê de bi Wîlayeta “Hetayê” ya Tirkî ve.
Ala Turkiyê li ser minarên hin mizgeftan û zaretgehan û dibistanan û gulîstanan û avahiyên saziyan û li meydan û cîgehên ku simbolîyeke wan e dîrokî û çandî heye, û li ser biryargehên rêvebirî û leşkerî hate hildan.
Ala Tirkiyê di pirtûkeke bi çûk e Zimanê Kurdî de, li Efrînê tê xwendin.
“Hikometa Kiwalisyonê ya Demkî” rêbazên hînkirî yên Erebî dan karanînin û Zimanê Turkî da ferzkirin û fêrkerên perwerdekirina olî zêde kirin, bêyî ku Zimanî Kurdî û hînkirina wê bi berpirsiyarî bide karanîn, ji bilî bi rengekî pir hindik li hin dibistanan; Bi ser ku di dema êrişê de hin dibistan bi rengekî giştî yan piçekî hatin roxandin, hin jî kirin biryargehên leşkerî, û Dibistana Pêşesaziyê (ya navîn û pêşeng) û zanîngeh û amojgehên (instîtyût) pisporî û hejmarek dibistan ji amûrên wan hatin valakirin û kelûpelên wan bi tevahî hatin dizîn, û asta hînkirinê li piraniya gundan nizim bû, lê rêbazên seretayî û amedeyî û navîn di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, li bêtirî /300/dibistan bi Zimanê Kurdî dihate dandin, bi dehezaran pirtûkên dibistanan û yên çandî û weşan û rojname û kovar ên bi Zimanê Kurdî yan yên li ser çanda Kurdî dihatin capkirin. Yanê ger rewşa berê bi ya niha re beramber bikin, wê bê têgihîştin ku dînemîkiya ku taybetî û kevnetora herêmê jiyandiye ji holê hatiye rakirin.
Goristana “Şehîd Seydo” li Kefirsefrê – Navça Cindirêsê, berî û piştî roxandinê.
Û sê goristanên Pakrewanan (“Şehîd Refîq” li Gundê “Metîna”, “Şehîd Seydo” li Bajaroka “Kefirsefrê”, “Şehîd Evîsta” li Gundê “Keferşîlê”) hatin roxandin, û gorên kesyetiyên Kurd ên navdar (Nûrî Dêrsimî, Kemal Henan, Arêf Xelîl Şêxo…) û yên ku li ser kêlikên wan bi Zimanê Kurdî hatiyê nivîsandin hatin wêrankirin.
Û bi sedema heyamên terorîzmê yên serwerkirî û kiryarên dijberiyê li dijî Kurdan, Xelkê Kurd ên li wir dimînin li dirêjiya sê salan bûneyên xwe yên netewî û niştîmanî û civakî û olî bi şêwakî xwezayî û weke berê naskirî venejandin, mîna(/8/Avdarê “Roja Jinê ya Cîhanî”, /12/ Avdarê “Roja pakrewanê Kurdî”, /16/Avdarê bîranîna “Komkujiya Helebçe”, /21/ Avdarê “Cejna Newrozê”, /22/Nîsanê “Roja Rojnamegeriya Kurdî”, /14/Pûşperê “Roja damezrandina yekemîn partiya siyasî ya Kurdî” li Sûriyê…), û diyardeyên kêf û şahiyan di Cejnên “Rojiyê û Qurbanê” yên Islamî û “Çarşema Sor” a Êzdî li cem xelkê Efrînê di orta hestên xemgîn û û jihevdûrketinê û heyamên bindestî û zordariyê de, hatin wendakirin; Û piraniya holên şahiyan, xweringeh û havîngehan, amojgehên mûzîkê û hunera şêwekariyê, û navendên hewandina kêmendam û sêwî û ker û lal û kûran hatin girtin an milîseyan dest danîn ser hinekan da ku ji xwe re bi kar wînin.
Zaretgeha “Şêx Hemîd” a Êzdî – nêzîk Gundê “Qestelê Cindo”, berî û piştî roxandinê.
Û Kurdên Êzdî ducarkî tûşî bindestiyê bûn( bi gawirtiyê hatin salixdankirin, hin gundên wan “Baflûn, Qesetel Cindo…” hatin valakirin, ji bikaranîna siloganên wan ên olî û geşkirina boneyên wan hatin qedexekirin, zaretgeh û gorên miriyên wan hatin wêrankirin û vedan, û hin ji wan hatin neçarkirin ku herin mizgeftan…), ew li bêtirî /20/gundan û Bajarê Efrînê hebûn û dora /25/hezar nişte bûn, û niha ji wan bi sedema koçberkirina zorane û koçberiya berê, tenê dora /5/ hezarî man; Lê di siya Rêvebiriya Xweser a berê de tevahiya azadî û mafên wan parastî bûn. Êzdî kok û binyata dîrokî û kevnetor û çanda Gelê Kurd in, û milîseyên cîhadîst metirsiyê li ser tevahiya jiyana wan çêdikin.
Kerta nasnamebûna kesayetî ya ku destlatên Turkiyê bi zorê didin hemwelatiyan.
Û Xelkê Efrînê û anîndeyên hatiniyê bi riya Encûmenên Xwecihî neçar kirin ku kertên danasînkirinê yên kesayetiyê (yên ku destlatên dagîrkeriyê bi herdu zimanên Tirkî û Erebî derdixînin werbigirin, û girîngiyê nedin nasnama Sûrî ya fermî, da ku hemiyan di çarceweke civakî û nasnameyeke Osmanî yen nû de bipişêfin.
Mizgefta “Dar Elxelîl” li Gundê “Bircikê” – Navça Cindirêsê, Avdara 2021an.
Û tevgereke olî ye tundrew û çalak û bi ramanê Osmanî yên nû stirandî, bi serpereştiya Istîxbaratan û “Sekna Diyant” a Tirkî, bi taybetî di nav ciwan û zarokan de heye. Ew jî bi riya kampaniyên ragîhandinî û avakirina mizgeftan û vekirina amojgehên lezberkirina “Qir’anê” û çalakiyên din û di bin navên cûrbecûr de (Komeleyên xêrxwazî û çandî û olî, zanîngeh û amojgeh û dibistanên taybet, dibistanên “Îmam Elxtîb”, çalakiyên ciwanan, vejînkirina boneyên Turkiyê û rakirina Ala Tirkî bi pireyî û hildana nîşana “Gurên beresorî”, korsên rahênanê, pêşbirkan…), û waneyên îdolocî di rêbazan de.
Şewat û qutkirina darên daristanekê li nêzîk Gundê “Baflûnê” – Navça Şera.
Û ta ku Kurd li Efrînê bi girêdana xwe ji xwezayê û erdê û taybet bi dara zeytûnê re naskirî ne, Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên bi ser ve bi awakî mebestkirî ziyaneke dighîniyê û tê de berdewam e. Li berî talankeriyê rûberin çandiniyê û ihracê yen fere, bi kûraniya /200 – 500/ mitir û bi dirêjiya /135/KM di ber sînor re rêşkir û dîwarek çîmentoyî ye cudewaz ava kir, herweha aletên Turkiyê yên leşkerî yên giran di dema dijberiyê de bi hezaran darên zeytûnê li gelek cîgehan hilkirin, mîna (Çiyayên “Bilêl û Curqa” û gundê “Dêrwîş û Çiyê” – Navça Reco, gundên “Hemamê û Merwaniyê Jorin û Jêrin û Anqelê û Aşkê Xerbî” – Navça Cindirêsê, gundên “Qermîtliq û Ceqela” – Navça Şiyê, li navêna herdu gundên “Kefircenê û Metîna” – Navça Şera û li Çiyayê Şêrewa), ew tev jî bi mebesta avakirina bargehên leşkerî. Û şewat û qutkirina hovane -tu carî herêm rastî weke wê nehatiye- gihîşte daristanên ihracê yên xwezayî û hin din ên çandiniyê weke (çiyayên “Sarsînê û Kumreşê û Hawarê ü Curqa û Bilêl û Riya Meydan Ekbesê û Meydana û Qêsim û Şêx û Qere Baba” – Navça Reco, “Remedana û Geliyê Cihenimê û Tetera û Rûta û Hec Hesna û cîgeha Qaziqlî û Şêx Mihemed û Colaqa” – Navça Cindirêsê, “Meydankê û Dêrsiwanê û Kefercenê” – Navça Şera, “Mehmûdiyê” – Bajarê Efrînê, “Îska û Celemê” – Şêrewa…); Û ji aliyekî din ve bi sedhezaran darên zeytûnê û yên berhemdar û yên ihracê û temenmezin, ji aliyê milîse û anîndeyan ve, ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê hatin qutkirin; Ji ber wê jî, rûberên daristanên ihracê yên xwezeyî û çandiniyê yên wêrankirî li Herêma Efrînê gihîşte bêtirî /15/hezar hiktar ji reseniya /32/ hezar hiktar. Kurdan haje daristanan dikirin û diparastin û dikirin havîngeh û ciyê vehesê û hin caran jî ciyê pîroziyê, bi ser de jî hemî cûreyên berhemdar diçandin, lê çekdar û anîdeyan bi mebest hejmarek pir – pir jê qut kirin an şewitandin.
Û jina Kurd li Efrînê azadiya xwe wenda kir, çalakiyên wê yên civakî û aborî û çandeyî û wergirtina zanistê nizim bûn, û rastî hewildanên ferzkirina serûgirtinê û hin caran (nerazîbûn û hemî rengên destdirêjiyê û revandin û cinskirinê û kuştina mebeskirî û zewaca bi zorê yan çewsandina yên negîhayî) hat. Û ji ber ku Xelkê Efrînê ji dehsalan ve fêrî dibistanên tevlihev di navêna herdu celeban de û di hemî astan de bûne, û ji ber anîndeyên hatine niştecîkirin jî tevlihevbûnê red dikin, wêlomê girseyek ji wan derketin xwepêşadanan û ji destlatên xwecihî daxwaza jihecudabûnê di navêna herdu celeban de kirin, û daxwaza wan li piraniya dibistanan – ji pola pêncê de bigir û ta sisiya navîn bi cî hat.
Efrîn di warê civakî de sivîlî bû û di hemî warên jiyanê de bi tevger û çalak bû, hevgirêdanên êlîtî derbas kiribû, gerdîş û gendîşeyên kevin bi pileyeke mezin hatibû rizgarkirin, xelkê wê guhdan bi wergirtina zanist û zanînê ji zaroyên xwe re dikirin, cihekî cîwaz ji jinê re diparastin, di candiniyê û pêşesaziyê û bazirganiyê û guhertina peran û avakirina avahiyan de fedekar bûn, û têkeliyên wan ên xurt û mekin bi Bajarê Heleb re û gelek bajarên din ên mezin re hebûn û li gel wê jî guhdaneke mezin bi çalakiyên siyasî û çandî dikirin, ji weşandina rojname û kovarên siyasî û çandî de bigir û ta vekirina nivîsgehên partiyan, lidarxistina komcivîn û dîtingeran û vestîvalan, û vejînkirina bone û cejnan. Û ew ji bo peydabûna ewlehiyê û aramiyê û şerê fewdalîzim û serberdayetiyê bi Rêvebiriya Xweser re alîkar bûn, û di parastina mal û milkên giştî û binevahiyan û aştiyê û sîstema giştî û jîngeh û paqijiyê de berdewam bûn.
= Berpirsiyartî:
Turkiyê berevajî belgenameya Neteweyên Yekgirtî û Hevpeymana Lahay 1907 Z çû û êriş erdên dewleteke cîran kir, ji ber wê salixdana dagîrkeriya Herêma Efrînê wergirt bêyî ku mikûr bike. Û ew e yê ku bi rengekî rastînî herêmê ji aliyê leşkerî û rêvebirî ve desteser dike û çalakiyên serweriyê tê de bi kar tîne, dîsa jî bi naveroka biryara Encûmena Ewlehiyê /2254 – sala 2015 an/ pabend nabe. Yanê ew li gor Zagona Navdewletî “tu pêngavên lêhatî ji bo parastina sivîlan navêje, ji bo vegereke aram û xwebexş ji koçber û penaberên hundirîn re bo herêmên wan ên resen rewşên lêhatî peyda nake û herêmên ku zirar gihîştinê çênake”; Bi ser ku hevkar û alîgirên wê yên Sûrî hene jî, lê ew di radeya bingehîn de berpirsiyartiya rewşên li herêmê serwerkirî hildigre (binpêkirinên mezin ji Zagona Navdewletî ya Mirovane re, bi taybetî herçar Hevpeymanên Cinêvê /1949/Z û herdu Pirotokolên lê hatine zêdekirin), ji hilweşandina giştî di hemî waran de bigir û herweha ta binpêkirinên rengereng û tewanên têne kirin, û bi taybetî tewana guhertina demografî (guhertina taybetiyên giropeke nijadî bi aliyê şûnxistin û ji hevşelandin û jihevşe’itandinê ve, û li gor siyasetên dijberîtiyê û pilanên berê amedekirî û bi şêweyên zorane, şêweyên metirsî û zor û zordariyê) ya ku dighêje asta qirkirina nijadî (ev têgeh di raporên navnetewî de hat, û weha di biryara Netewyên Yekgirtî nimre “47/121” de ya 18.12.1992 an û bi taybetiya “Busna û Hirsikê”) di dermafê Kurdan de – weke nijadeke cîwaz û nişteciyên herêmê yên resen.
= Dûmahîk:
Herêma Efrînê û xelkê wê tûşî tewana guhertina demografî (ya ku weke tewaneke li dijî mirovahiyê tê jimartin) bûn, û di demeke dîrokî pir metirsîdar re derbas dibe. Ji Komîta Lêkolîna Navdewletî ya Serbixwe û girêdayî Sûriyê û herweha Komîteyên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî yên têkildar tê xwestin ku lêkolîn û lêpirsînê di rewşa wê de bikin, û ji Civaka Navdewletî û bi taybetî jî dewletên di rewşa Sûriyê de çalak û bi bandor jî liveke lezok tê xwestin, da ku, zextê li ser Hikometa Turkiyê bikin ji bo rêgirek ji binpêkirin û tewanan re were danîn, û kar li ser bidawîkirina Dagîrkeriya Tirkiyê û hebûna milîseyên terorîst ên nandoz û vegera herêmê bo serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê, were kirin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Bu makale (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 454 defa görüntülendi
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Bağlantılı yazılar: 177
Belgeler
Kısa tanım
Tarih ve olaylar
Grup: Belgeler
Yayın tarihi: 30-04-2021 (3 Yıl)
Belge Türü: Çeviri
Belge türü: Dijital
Özerk: Rojava
Özgün Dil: Arapça
Şehirler: Afrin
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 03-02-2024 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 12-02-2024 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 454 defa görüntülendi
Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Biyografi
AHMET KARDAM
Kısa tanım
Mehmed Mihri Hilav’ın Kürd dili üzerine çalışmaları-2
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu'na Sunulan Dosya ve Belgeler
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
Kısa tanım
Kürt-Ermeni ilişkileri ve kimi gerçekler
Kısa tanım
Osmanlı-Kürt ilişkisi ve İdris-i Bidlisi
Biyografi
JAKLİN ÇELİK
Biyografi
Reşan Çeliker
Kütüphane
TÜRKİYE: KÜRT SORUNUNUN ÇÖZÜMÜ VE PKK
Resim ve tanım
Erbildeki Patlama 19 kasım 2014
Kütüphane
MARDİN 1915
Biyografi
Vedat Türkali
Biyografi
Rahime Kesici Karakaş
Biyografi
Dilan Yeşilgöz-Zegerius
Resim ve tanım
1905 Mardin
Kütüphane
KOMÜNİST
Kısa tanım
Özgürlük Denizine Akan Nehirde Şeyh Ahmed Barzani
Kısa tanım
Anadolu’nun İlim ve Tasavvuf Hayatında Öne Çıkan Berzencî Ulemâsı
Biyografi
İbrahim Küreken
Biyografi
Kemal Astare
Biyografi
Pervin Çakar
Kütüphane
MARDIN 'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
Resim ve tanım
Mardin 1950 hasan ammar çarşisi

Gerçek
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Ekrem Cemilpaşa
Kısa tanım
Kadınlar Dünyası’nın Kürt kalemi: Mes’adet Bedirxan
12-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kadınlar Dünyası’nın Kürt kalemi: Mes’adet Bedirxan
Kısa tanım
Dünya yeni bir savaşın eşiğinde iken, Birinci Dünya Savaşı sürecinde Kürdlerin tehcirini hatırlamak-8
17-04-2024
Rapar Osman Ozery
Dünya yeni bir savaşın eşiğinde iken, Birinci Dünya Savaşı sürecinde Kürdlerin tehcirini hatırlamak-8
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
AHMET KARDAM
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
25-04-2024
Rapar Osman Ozery
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
Yeni başlık
Biyografi
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
23-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
İbrahim Küreken
14-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
Kemal Astare
14-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu\'na Sunulan Dosya ve Belgeler
13-04-2024
Sara Kamele
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
MARDIN \'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
MARDİN 1915
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
KOMÜNİST
07-04-2024
Sara Kamele
Istatistik
Makale  517,459
Resim 106,116
Kitap PDF 19,166
İlgili Dosyalar 96,492
Video 1,307
Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Biyografi
AHMET KARDAM
Kısa tanım
Mehmed Mihri Hilav’ın Kürd dili üzerine çalışmaları-2
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu'na Sunulan Dosya ve Belgeler
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
Kısa tanım
Kürt-Ermeni ilişkileri ve kimi gerçekler
Kısa tanım
Osmanlı-Kürt ilişkisi ve İdris-i Bidlisi
Biyografi
JAKLİN ÇELİK
Biyografi
Reşan Çeliker
Kütüphane
TÜRKİYE: KÜRT SORUNUNUN ÇÖZÜMÜ VE PKK
Resim ve tanım
Erbildeki Patlama 19 kasım 2014
Kütüphane
MARDİN 1915
Biyografi
Vedat Türkali
Biyografi
Rahime Kesici Karakaş
Biyografi
Dilan Yeşilgöz-Zegerius
Resim ve tanım
1905 Mardin
Kütüphane
KOMÜNİST
Kısa tanım
Özgürlük Denizine Akan Nehirde Şeyh Ahmed Barzani
Kısa tanım
Anadolu’nun İlim ve Tasavvuf Hayatında Öne Çıkan Berzencî Ulemâsı
Biyografi
İbrahim Küreken
Biyografi
Kemal Astare
Biyografi
Pervin Çakar
Kütüphane
MARDIN 'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
Resim ve tanım
Mardin 1950 hasan ammar çarşisi

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.5 saniye!