پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
هاوینەهەواری سۆلاڤ ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
هەڵپەڕکێی تیپی مۆسیقای سلێمانی ساڵی 1975
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
پیرمام - سەڵاحەدین ساڵی 1953
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی بووک گواستنەوە لە حەسەکە، ڕۆژاوای کوردستان ساڵی 1995
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی تایبەت لە باکووری کوردستان ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
دێرەلوک ساڵی 2012
26-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 517,361
وێنە 105,646
پەرتووک PDF 19,141
فایلی پەیوەندیدار 96,355
ڤیدیۆ 1,306
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
24-04-1974
ژیاننامە
دانا جەلال
ژیاننامە
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا شاڵی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (135)-taybet: Sê sal ji dagîrkirina Turkiyê… /161/qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, jê /29/zaro
هاوکارانی کوردیپێدیا، لە هەموو بەشەکانی کوردستانەوە، زانیارییە گرنگەکان بۆ هاوزمانانیان ئەرشیڤدەکەن.
پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (135)-taybet: Sê sal ji dagîrkirina Turkiyê… /1...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (135)-taybet: Sê sal ji dagîrkirina Turkiyê… /1...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (135)-taybet:
Sê sal ji dagîrkirina Turkiyê… /161/qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, jê /29/zarok û /18/ jin.

Wergerandin ji Erebî
Sê sal di ser dagîrkirina Turkiyê re, ya li 18 ê Avdara 2018an ji Herêma Efrînê – Bakur Roavayê Sûriyê, bi hevkariya milîsên ku bi (Artêşa Niştimanî ya Sûrî û azad) têne navdan û bi Hemahengiya Sûrî – ixwanî ve girêdayî, û di bin perda fetweyên “Îmam Elxetîb”, “Zanyarên Misilman ên tundrew” û “Encûmena Islamî ya sûrî – Istanbol” de, derbas dibin… Û binpêkirin û tewanên curbecur, bi pêngavên rêbazkirî û siyasetên nijadperest – “Osmaniya Nû” û timayên ferehkirinê ya Anqerê û destlatên wê, ta niha berdewam in, yên ku, navnîşana herî berz jê re, cîbicîkirina guhertina demografî ye (qedexekirina vegera dora/200/hezar nişteciyên resen ji herêmên penaberiyê û hundir Sûriyê yên ku bi kiryarên dijayetî di dema şer de bi zorê hatine koçberkirin, ji bilî yên berê koçber bûne, û li şûna wan jî niştecîkirina dora /500/ hezar ji malbatên çekdar ên milîsan û anîndeyên “Xota” û Gundewarên “Humis, Hema, Idlib û Heleb”), da ku rêjeya hebûna Kurdî ji %95 dakeve bin %20 a niha.
Di siya fewdalîzim û serberdayetiya berdewam de, ya ku, virûvût û gotinên destlatên Turkiyê û dirbekciyên wê yên dibêjin, ku ewlebûn û aramî li herêmên Suriyê yên ku dagîr kirine de peyda dibin, diyar û tazî dike.
Ji bilî yên wendayî û revandî yên çarenûs ne diyar, û girtiyên ku bi zorê hatine veşartin; /161/ qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, ji xelkê Herêma Efrînê, di siya dagîkirinê de (18 ê Avdara 2018an – 17 ê Avdara 2021an) û ji nav wan /29/ zarok û /18/ jin, di rewşên ne zelal de (di bin işkencê de yan bi qurşînên zindî, û hin bi teqînan û bombeyên zemînî, yan bi darvekirin û tunekirinê, yan dema derbasbûna Turkiyê, yan jî bi topebarana herêmên penaberiyê yên koçberên Efrînê ” gund û bajarokên Şehba û Şêrewa – Bakurê Heleb”), mirine yan hatine kuştin. Ji bilî yên li herêmên penaberiyê bi teqînên bombeyên zemînî yan di bin zext û fişarên jiyanî yên hişk ên ji ber dagîrkeriyê, mirine.
Ew cangorî ev in :
1- Moherem Xoce /34/sal, ji Gundê Çeqela – Navca Şiyê, li navîna Avdara 2018 an, piştî ku hêzên dagîrker derbas gund bûn, û ew revandin û işkence kirin.
2- Husên Ebid Elrehman Husên yê ciwan/24 /sal.
3- Welîd Soranî kurê Cemîl /18/ sal.
Û ew herdu ji xelkê Gundê “Çeqelê Cûmê” ne, û li kastîna dibistaneke bajarê Efrînê, li rojên destpêkê ji dagîrkirinê, bi qurşînê hatin tunekirin, û dema binaxkirinê di goristana gund de, gund dorpêç kirin û nehîştin xwedî termên wan bibînin.
4- Ebdo kurê Hemo Fûad Nasir.
5- Fûad kurê Heso Ebdo Nasir.
Û herdu ji Gundê Qîbarê ne, li 24/3/2018 an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de, jiyana xwe ji dest dan.
6- Omer Memo Şemo /66/sal, li 10/5/2018an , termê wî di malê de li Gundê Qîbarê bi qurşînekê di sîng de , bi destê milîsên çekdar kuştî hate dîtin.
7- Bîlal Hemo /66/ sal, ji Gundê Xilalka – navça Bilbilê, li destpêka Nîsanê 2018an, bi destê milîsên çekdar ên, ku gund dagîrkirine hate kuştin.
8- Henan Ne’isan, li 7/4/2018an, li navenda Bajarê Efrînê – li ser destên milîsên çekdar bi işkencê mir.
9- Ebdo Arif Ibrahîm ji Gundê Kaxrê – Navça Şiyê , li navîna Nîsana 2018an , di bin işkencê de , li ser destê “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah” hate kuştin.
10- Hunermendê gelêrî Qadir Mihemed Kilislî.
11- Xalid Kilislî kurê Qadir.
Herdu , bav û kur ji Bajaroka Celemê ne, li 29 /4/2018an, li Gundê Beradê bi destê milîsên çekdar, bi işkencê hatin kuştin.
12- Şiyar Henîf yê Ciwan, ji Gundê Qestelê Xidriya – Navça Bilbilê , li 4/5/2018 an, bi teqîna bombeyeke zemînî -dema ku, bi tirektorê zeviyê zeytûnan dajot- mir.
13- Receb Şukrî Reşîd ji Gundê Derwîş – Navça Reco , li 14/5/2018an , li ser destê milîsên “Ehrar Elşerqiyê” – dema ku diçû navenda wan li Bajarê Reco , da ku li çarenûsa kurê xwe bipirse -, bu qurşînê şehîd ket .
14- Mustefa Ebdo Şahîn ji xelkê Gundê Avrazê – Navça Mabeta , li 22/5/2018an – dema ku bi şev , li Taxa Mehmûdiyê , li Bajarê Efrînê , milîsên çekdar avêtin ser malê – , bi qurşînê hate kuştin .
15- Ehmed Şêxo kurê Mihemed /50/sal- Bajaroka Şiyê, li 11/6/2018 an – piştî ku, li ser destê milîsên çekdar ên “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah – Elemşat” tûşî işkenceyeke zorane bi hin din re hat -, şehîd ket. Ji bîr nebe, ku ew cîgirê serokê Encûmena xwecehî ya bajêr bû , ya ku, li 29/4/2018 an , ji aliyê Hikometa demkî ya girêdayî Kiwalisyona Sûrî ya bi ser Turkiyê ve , hatibû bicîkirin.
16- Rifet Hemîd Hemdoş ji Gundê Kefircenê, piştî ku li dawiya Avdara 2018 an, hate revandin, bêtirî du heyvan hate girtin , û tûşî işkencê û zextên curbecur bû, ew li 12.6.2018an pakrewan bû . Bi ser ku ji bo serbestberdanê, merivên wî pir dirav dan.
17- Samî Elhewa (Elqoc) ji pêkhateya Ereb ê Bajarê Efrînê ye, li berbanga 20/6/2018 an, milîsên çekdar bi ser malê de birin û ew qurşîn kirin.
18- Kemal Mihemed Elî Arif ê zarok /17/sal, ji Gundê Xezîwê – Navça Şêrewa û bi malbata xwe re li Gundê Birc Ebdalo ya jê ve nêzîk rûdinişt, ew li 26/6/2018an, bi lêdan û işkencekirina milîseyan hate kuştin.
19- Ehmed Ibrahîm ji Gundê Xilalka – Navça Bilbilê, li 27/6/2018an, bi teqînekê di orta bajarê Efrînê de mir.
20- Fatme Hemkî (hevjîna Henan Birîm) /66/ sal, di encama avêtina bombeyekê bi ser malê de, li gundê Qitmê, li şeva 27/6/2018an, ji aliyê milîsên çekdar ve, pakrewan bû.
21- Arif Husên Cilo /62/sal ji Gundê Qenterê – navça Mabeta, li 29/6/2018 an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de, li rex malê li gund, çû ser dilovaniya Xwedê.
22- Mihemed Îbiş Ne’iso ji Gundê Hec Hesna – Navça Cindirêsê, li 2/7/2018an, li ser destê milîsên çekdar, di bin işkencê de şehîd bû.
23- Hemdî Ebdo /70/sal.
24- Hevjîna Hemîd, Sultanê Xelîl Nasiro /60/sal.
Ew herdu ji Gundê Beradê – Şêrewa ne, li destpêka Tîrmehê 2018an, bi encama işkencê û gulekirinê, li ser destê milîsên çekdar – yên ku zêr û pere û çêl ji malê dizîne jî – pakrewan bûn.
25- Jina ducanî Dilovan Esmet Şêxo ji Gundê Cilbirê, bi qurşîna artêşa Turkiyê li ser sînor , li 8/7/2018an -dema ku dixwest bi giropeke din re, li herêma Selqînê – Idlibê sînor derbas bikin, da ku ji rewşa dujehî ya Efrînê birevin-, şehîd ket.
26- Husên Şêxo yê bûdele /52/sal, ji Gundê Mûskê – Navça Reco, li 12/7/2018an, di bin işkencê de – piştî çend rojan ji revandina wî , ji aliyê “Ehrar Elşerqiyê” ve – mir.
27- Fehîme Kînan Sîdo /13/sal , ji Gundê Xaziyana – Navça Mabeta, li 13/7/2018an, bi teqîna bombeyeke zemînî, di nav zeviyeke zeytûnan de, mir.
28- Samî Hec Xelîl kurê Ebid Elrehman ji Gundê Hec Hesna – Navça Cindirêsê, li 15/7/2018an, bi sedema işkenca ku giropeke çekdar bi wî û birayê wî re kirî, jiyana xwe ji dest da.
29- Mihemed Elî Gulê Xêrî kurê Osmên, ji Gundê Birc Heyderê – Şêrewa, li 22/7/2018an, bi sedema teqîna bombeyeke zemînî di makînakê de, pakrewan bû.
30- Se’îd Mihemed Teter /53/sal, ji Gundê Ereba – Navça Mabeta, li 25/8/2019an, li nexweşxaneyek Turkiyê, bi encama işkenceya ku berê ji aliyê milîseyên “Mihemed Elfatih”ve di dermafê wî de hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da.
31- Esmet Hebeş Henan Dîko ji Gundê Qêsim – Navça Reco, li 15/9/2018 an, ji ber birîna ku berê di encama teqîna bombeyeke zemînî de, vê re çêbûbû, di nexweşxaneyeke Turkiyê de mir.
32- Mihemed Bêro yê ciwan.
33- Hevjîna Mihemed, Tolîn Bêro.
34- Zarokê wan, Can Bêro.
Hersê ji xelkê Gundê Şêxorzê ne – piştî ku neçar man ji dojeha Efrînê birevin – li ser riya Berad – Niblê, li 23/10/2018 an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de, çûn ser dilovaniya Xwedê.
35- Ehmed Nasir kurê Mehmûd ê ciwan ji Gundê Feqîra – Navça Cindirêsê, li 24/10/2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de, mir.
36- Elî Beşîr Osman /50/ sal.
37- Birayê Elî, Mihemed Beşîr Osman /38/sal.
Herdu ji gundê Goliya Jorin – Reco ne, li 29/10/2018 an, bi encama teqîna bombeyeke zemînî di bin tirektora wan de, jiyana xwe ji dest dan.
38- Isma’îl Îbiş Isma’îl .
39- Hemze Îbiş.
Ew herdu ji Gundê Su’iriya – Navça Mabeta ne, li 7/11/2018an, bi teqîna bombeyeke zemînî di bin tirektorê de, mirin.
40- Temenmezin, Ayşe Henan /80/sal, li Gundê Birc Ebdalo, li 8/11/2018an, bi destê milîsên çekdar hate fetsandin , û zêr û mewalên hundir malê jî hate dizîn.
41- Hesen Xilo /15/sal , ji Gundê Bêxçe – Navça Bilbilê , yê ku bi xwediyan re li taxa Zêdiyê, li bajarê Efrînê dijiya, li 22/11/2018an, bi qurşînê ji aliyê çekdarekî ve , di mal de hate kuştin.
42– Mihemed Henîf Reşîd Ehmed (Malbata Zengel) /54/sal, ji Gundê Qurnê – Bilbilê û xwediyê guvêşgeheke zeytûnan li gundê Qestelê – Navça Bilbilê, li 8/12/2018an bi nîvro, li meydana guvêşgehê, li ser destê çekdarekî, bi qurşînê hate kuştin.
43- Zekî Dalî 1980, di bûyereke teqînî de, li orta Efrînê – kolana Reco, li êvara Pêncşemê 13/12/2018an – digel çar kesan ji yên ku hatine niştecîkirin û me nikanî navên wan nasbikirana – mir.
44- Mihemed Hec Elî – Gundê Coqê.
45- Şiyar Şukrî Husên – Reco.
46- Berxwedan Ebid Elfetah Sîdo – Gundê Kurzêlê.
47- Nezmî Şukrî Mewlod – Gundê Qude.
48- Mihemed Osman Ne’iso – Gundê Mîrka.
49- Kamîran Menan Elî kurê Nebî /45/sal ji Gundê Avrazê.
Her şeş pakrewanên jorîn, li 16/12/2018an, di teqîna makînak Van e bombekirî de, li Bazara Keskahiyê, şehîd ketin.
50- Ciwanê hişnelicî, Neşet Silêman Dawod ji Gundê Husê (Mîrka) – Navça Mabeta, piştî ku li 8/4/2018an, ji aliyê milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” ve hate gulekirin, li 31.12.2018an mir.
51- Mihemed Emîn Hesen /25/sal, ji Bajaroka Kefirsefrê, li destpêka Rêbendana 2019 an – piştî ku di Tîrmeha 2018 an de hate revandin – di zîndaneke milîsên çekdar de, di bin işkencê de mir.
52- Ebid Elrehman Ebdo kurê Osmên yê zarok, piştî ku di encama teqîna bombeyekê de, li Bajaroka Kefirsefrê – Cindirês li destpêka heyva Rêbendana 2018 an bi kûranî birîndar bû.
53- Cemîl Ehmed Bekir ji Gundê Xilalka – Navça Bilbilê, bi teqîna otombîleke veguhestina sivîlan ( ya ku li orta bajarê Efrînê , li 20/1/2019 an bûyer daye, û sê kesên din jî , ji yên ku li herêmê hatine niştecîkirin û me nikanî navên wan nasbikirana , vê re jiyana xwe ji dest dane), şehîd ket.
54- Egît Mihemed Şêx Hesen, di mercên bi gûman de, li navîna heyva Rêbendana 2019an, li nêzîkî gundê wî Avrazê – Navça Mabeta, termê wî hate dîtin.
55- Xoşnav Fayêq Henan ji Gundê Berbenê – Reco, li 7/2/2019an, li hundir malê, li Bajarê Efrînê, piştî ku du rojan ji dîkana xwe ya porqusandinê wenda bû, di mercên bi guman de, darvekirî hate dîtin.
56- Elî Qelender /85/sal ji Mabeta, li 10/2/2019an, dema ku li roavayî bajarokê pezê xwe diçêranad, xortekî ji koçberên “Xotayê” qurşîn avêtê û kuşt.
57- Cîhad Osman Dawod /40/sal, ji Bajaroka Şiyê, li pêncşemê ser nîvro 21/2/2019an, li kolana vêlat, li rex Nexweşxana Dêrsim, di teqîna otombîleke bombekirî de mir.
58- Keçik , Lovîn Xelîl Nûrî ji Gundê Keferomê, li 9/2/2019an -di dema ku bi hin din re, li aliyê Gundewarê Idlibê sînorê Turkiyê derbas dikirin, û piştî ku di heyameke zor sar de, rê wenda kirin – , hate kuştin.
59- Dermanfiroşê ciwan, Mihemed Hemo Xelîl Eyşê ji Gundê Birîmce – Mabeta, li taxa Eşrefiyê li Efrînê, li 12/3/2019an, di mercên bi gûman de, kuştî hate dîndin.
60- Hûde Ehmed Mûse ji Gundê Cilbirê, li navîna Avdara 2019 an – dema ku, bi hin din re, li aliyê Idlibê, sînor derbas dikirin -, hate kuştin.
61- Mihemed Ebdo kurê Xelîl /60/ sal, ji Gundê Kibêşînê – Şêrewa, li 1/5/2019an, bi teqîna bombeyeke zemînî (dema ku diçû Gundê Mezin – Şêrewa) hate kuştin.
62- Mihemed Ibrahîm kurê Ibrahîm/50/sal, ji Gundê Xelîlaka – Navça Bilbilê, li 19/5/2019an, ji ber gelek nexweşiyên ku ji ber işkencekirineke pir zor pêre çêbûne, mir. Ew işkence jî li 14/6/2018an – di dema ku çekdar hatine pêşiyê û makîna wî tevlî barê çiloyê reza û peran jê birine – vêre hatibû kirin.
63- Reşîd Hemîd Xelîl/41/sal, ji Gundê Bêlê – Bilbilê û nişteciyên Cindirêsê ye, di bin işkencê de, li roja Pêncşemê 22/5/2019an, li kêlek Gundê Qestelê Cindo – Efrîn – yê nêzîk Bajarê Ezazê -, termê wî hate dîndin. Ew li 12/5/2019an, tev lawê wî Mihemed û hemwelatiyekî din, ji aliyê milîsên çekdar ve hatibû revanadin.
64- Eslan Bêrem Sîno (Eso/45/sal) ji Bajaroka Be’idîna, Piştî ku li 25/10/2018 an hate revandin, li navîna Gulana 2019 an, çekdarên ku Bajaroka Be’idîna û Gundê Qopê – Reco desteserkirine, merivên wî bi mirina wî agahdar kirin, bêyî ku termê wî radestî wan bikin.
65- Silêman Tobal kurê Silo /35/sal, li 28/5/2019an bi ro, ji ber şerekî navxweyî di navêna milîsên “Ehrar Elşerqiyê” û “Ehrar Elşam” de li orta Cindirêsê, qurşîneke tewşankî lêket û mir.
66- Ebid Elrehman Şêx Ehmed kurê Bîlêl /36/sal.
67- Henan Henan kurê Husên /34/sal.
Ew herdu ji gundê Şêx – navça Reco ne, li 8/6/2019 an, li nêzîk bajarokê Mabeta, li ser destê milîsên çekdar, bi qurşînên zindî hatin kuştin.
68- Şeref Eldîn Sîdo ji Cindirêsê (yê ku tevlî hin din li 12/5/2019an hate revandin û işkencekirin) ji ber ku xwediyên wî nikanîn berdêla ku dihate xwestin bidana, li 22/6 /2019an, li nêzîk Gundê Qestelê Cindo termê wî kuştî hate dîndin.
69- Temenmezin “Silo Tobal” li 29/6/2019 an – piştî ku kurê wî Silêman li 28/5/2019 di şerekî navxweyî di nav nandozan de, şehîd ket bi heyvekê – ew jî ji qehra re bihecî û mir.
70- Temenmezin, Elî Ebdo (malbata Zembo ji êla Umêrat a erebî), li şeva Pêncşemê 19/7/2019an milîseke çekdar avête ser malê, li nêzîk guvêşgeha Fû’ad Nasir a li ser riya Cindirêsê – bajarê Efrînê, û piştî işkencekirinê ew fetisandin, jina wî girêdan û lêxistin û malmewalê wî jî dizîn.
71- Mihyedîn Oso /77/sal ji Gundê Qitmê – navça Şera, li 25/8/2019an bi şev , çeteyek çekdar xwe avête ser malê ya nêzîk Sûtemengeha Eyşê ya li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, ew û hevjîna wî ya /70/salî girêdan û pir lêxistin. Bi wê işkencekirinê, ew şehîd ket û jin jî derizî û birîn bû û tirsê pêgirt. Bi ser wê de jî, sed hezar lîreyên sûrî, amûrek xilyewî û rawtirek ji malê dizîn.
72- Temenmezin, Horiyê Mihemed Bekir (hevjîna Mihyedîn Oso/74/sal) li 6/9/2019 an – piştî ku rojekê di nexweşxaneyeke Efrînê de ma – , ji ber lêdan û birînên ku çekdaran di govdeya wê de, li 25/8/2019 an çêkirine, mir.
73- Mihemed Hesen Weqas /61/sal ji Bajarê Ezazê (pêkhateya Ereb) û nişteciyên Gundê Tilifê ye. Ew û hevjîna wî li navîna Tirmeha 2019 an hatin girtin û makîna wî hate dizîn – xuya dibe ku ew tûşî işkencê hatibû -, ji ber wê û piştî du heftan bi seknemejiyê mir.
74- Mihemed Henîf Hisên /30/ sal, bi (Hemadê) dihate navdan, ji Gundê Bilêlko – Navça Reco ye, li 30/8/2019 an hate girtin û di navenda Asayêşa Reco de hate işkencekirin. Û li 9/9/2019an, merivên wî bi mirina wî di nexweşxaneya Efrînê de, hatin agahdarkirin.
75- Amêr Silêman Omer.
76- Idrîs Silêman Omer.
Herdu bira ji Gundê Bafilorê – Cindirês ne, û li 24/9/2019an, li bajarê Cindirêsê, di kolaneke şaxeyî de, li ser Kolana Yalanqozê, bi teqînekê mirin.
77- Zeyneb Mistefa Mûse, li 1.10.2019an, di nexweşxaneyek Bajarê Rihaniyê, ji ber birîna ku di serî de di encama teqîna terorî ya ku, li Cindirêsê , li 24.11.2019 an çêbûye de, pakrewan bû.
78- Ednan Reşîd Emîr /59/sal, ji Bajaroka Meydankê – Navça Şera, li berbanga 4.10.2019an , li pêş malê , bi awakî yekser di serî de , gulebaran bû.
79- Silêman Hemko (Silêman Ebdo Çeqelî /79/ sal), ji gundê Kenî Gewrikê – navça Cindirêsê ye.Li 5.11.2019an, di nexweşxanak Turkiyê de, ji ber birînên ku lê çê bûne, temen da hazira. Hêjaye em bi bîr wînin ku li 2.11.2019an, milîsek çekdar bi ser mala wî ya gund de – ji bo dizînê – bir, û li wî da û işkence kir.
80- Keça mêrnekirî, Nêrgiz Dawod /23/ sal, ji Gundê Kîmarê, li 17.11.2019 an, li nêzîk Gundê Gemrûkê û di mercên ne bêlikirî de, termê wê li rex termê hevalê wê Elî Elşaxorî- ji xelkê Şamê – dîtin. Ji bo agahdariyê kecik bi malbata xwe re, li bajarê Efrînê dijiya.
81- Şewket Hesen yê temenmezin ji gundê Bîbeka – Bilbilê, li 22.11.2019an, li nêzîk Çiyayê “Qota”, di navêna gundên “Şerqiya û Bîbeka” de – piştî şeş rojan ji wendabûnê ji malê – , termê wî hate dîndin, bêyî ku sedema mirinê were zanîn. Tiştê xuya ew e ku herdu gund di bin serdestiya milîsên “Sultan Mûrad” de ne, û ciyê ku lê term dîtine, nêzîk rêbendeke çekdar bû.
82- Hisên Ebdelah Gul Dehdo yê temenmezin /74/ sal.
83- Elî Mehmûd Osman /54/sal.
84- Mihemed Mihemed Elî /11/sal.
85- Zarok , Mistefa Mihemed Mecîd /10/ sal.
86- Zarokê /7/ salî, Mihemed Mihemed Omer.
87- Zarokê /6/ salî , Arif Cefer Mihemed.
88- Zarokê /9/ salî, Îmad Ehmed Kêfo.
89- Zarokê /3/ salî , Ebdo Ebid Elfetah Elîko.
90- Zarokê /12/salî , Semîr Ebid Elrehman Heso.
91- Zarokê /15/salî , Mihemed Ebid Elrehman Heso.
Ew her deh ji xelkê Efrînê ne, li 2.12.2019an, di komkujiyeke Artêşa Turkiyê û nandozên wê de, li Tilrifetê nêzîk Goristana Garacê (ya ku li Rojhilatê riya tirênê dikeve ), şehîd ketin.
92- Bêrem Mihemed Bîlal ji xelkê Gundê Penêreka – Reco, li 10.12.2019an , li Turkiyê , li Bajarê Qirixanê , di malekê de – piştî sê rojan ji mirina wî – termê wî dîtin. Hêja were zanîn ku wî ceza xwe ya mayî di hepsa malî de diqedand.
93- Ciwanê /21/ salî , Mihemed Bekir Mihemed (bapîrê wî Husên Bekir bû) ji Gundê Dumiliya – Reco, li 12.12.2019an, bi qurşînê di serî de, ji aliyê “Heyit Tehrîr Elşam” ve (Nesra berê), li Idlibê hate kuştin (îdamkirin).
94- Mehmûd Sîdo kurê Mihemed (Mehmûd Xoce) yê /70/salî, ji Gundê Goliya Jêrin – Reco, li 23.11.2019an – piştî serbestberdana wî bi du rojan – , bi sedema işkencê û qehra ku li ser destê milîsa “Firqit Elhemzê”, bi seknexwînê mir.
95- Mihemed Se’îd Reşîd kurê Ebid Elmecîd ji Gundê Etmana – Reco /58/sal, li 4.11.2019an, dema ku ji navenda Turkî ya kirîna zeytê ya guvêşgeha “Rifetiyê” – Cindirêsê vedigeriya mal, li Geliyê Tîra, li nêzîk Gundê Berbenê – Reco (ya ku ,di bin destê Milîsên “Ehrar Elşerqiyê ” û “Firqit Elhemzat ” de ye) ,hate revandin. Û di 1.2.2020an de, xwediyên wî ji aliyê milîsan ve hatin agahdarkirin ku termê wî li nêzîk gundê Husê hatiye dîtin.
96- Elî Şeban Minle /63/ sal, ji Gundê Aqûbê – Şêrewa (yê ku di bin destê Artêşa Sûriyê de ye), li berbanga 3.2.2020an, û bi gulebarana Artêşa Turkiyê û nandozên wê ya bi ser gund de, şehîd bû. Û di encamê de, ziyanên şênberî jî gihîştin malan.
97- Henan Ebdo /15/ sal.
98- Kurê Henên yê yekane, Ebid Elrehman Henan Ebdo /13/ sal.
99- Cangîn Mihemed Ebdo /32/ sal.
Ew hersê ji gundê Husê (Mîrka) – Navça Mabeta ne, ew li 10.2.2020an, li navenda Bajarê Efrînê – Kolana Reco, li pêş Firoşxana “Fetayêr Mîlano”, di encama teqîna sîtêra mazotê de, şehîd ketin. Li rex wê jî qurbaniyên kuştî û birîndar ji sivîlên ku bi anindindane jî hebûn.
100- Emone Mensor Umer ya /40/ salî, ji Gundê Kalûtê – Şêrewa (ya ku di bin serdestiya artêşa Sûriyê de ye) li şeva 24.2.2020an, di encama bombebarana Artêşa Turkiyê û nandozên wê de, pakrewan bû.
101- Hesen Hac Ezet Mihemed /55/ sal, ji Gundê Birîmce – Mabeta.
102- Hevjîna Hesen, Fatme Ehmed Elî /46/ sal ji Bajaroka Be’idîna.
103- Zaroka wan “Sirûşt Hesen Mihemed” ya /12/ salî.
Hersê li Gundê Aqûbê – Şêrewa (ya ku di bin serdestiya Artêşa Sûrî de ye), li şeva 25.2.2020 an, bi encama bombebarana Artêşa Turkiyê û nandozên wê ve, di bin bermayên malê de şehîd ketin.
104– Fatîme Kinê/80/sal jinebiya dilovanber “Sebrî Tanê” ji Gundê Hêkiçê – Navça Şiyê, li 18.4.2020an, li mala lawê wê yê mezin “Mihemed” a li gund, di dema çûna merivan bo çandiniya daran, bi dareke ve bidarvekirî hate dîtin, û hate tekezkirin ku zêr û pereyên wê jî hatine dizîn.
105- Elî Mihemed Ehmed /74/sal bi “Elîkê” tê nasîn, ji Bajaroka Meydankê – Efrîn, li 22.4.2020an, bi sedema lêdaneke mekin ji aliyê anîndeyekî ji Êla Benî Xalêd ê ji Gundewarê Humsê ve, ji ber ku dilovanberê bêguneh tenê nehîşt ew pezê xwe di nav zeviyeke zeytûna ye li kêlek malê biçêrîne.
106- Fewaz Xelîl Umer/55/sal ji Gundê Qere Tepe – Şera.
107- Hisên Mehmûd Ebdo ji Gundê Kurzêlê – Efrîn.
108– Ehmed Şêx Dehdo kurê Cemêl /35/sal, ji Gundê Maratê – Efrîn.
109- Rêzan Cemîl Ce’ifer/35/sal ji Gundê Dargirê – Mabeta.
110- Remzî Xelîl Mamo/44/sal ji Gundê Soxanekê.
111– Şiblî Umer Me’imo/50/sal ji Gundê Kurzêlê – Bilbil.
112- Mistefa Hemûd Ce’ifo/51/sal ji Gundê Kurzêlê – Efrîn.
113- Mihemed Henîf Mislim/33/sal – Efrîn.
Her heyşt li 28.4.2020an, li pêş Bazara Gelêrî li ser Kolana Reco, di encama teqîneke mezin de şehîd ketin.
114- Betal Hesen Hesen /24/sal ji Gundê Me’imila – Reco, li 29.4.2020an, merivên wî hatin agahdarkirin ku ew berî deh rojan ji aliyê Heyit Tehrîr Elşam (Nesra berê) ve, li Idlibê hatiye îdamkirin.
115- Mislim Ehmed Umik/87/sal ji Gundê Kora – Cindirês û yê ku li Taxa Eşrefiyê – Efrîn ji dehsalan ve rûniştiye, li 14.5.2021an, termê wî li rex Çemê Efrînê – Cîgeha Kersanê ya nêzîk bajêr hate dîtin, û mercên mirinê ne xuya bûn.
116- Nezmî Reşîd Ukaş/65/sal ji Gundê Maseka – Reco, li 25.5.2021an, ji ber nerazîbûna wî li ser çêrandina pezê yekî ji anîndeyan di nav enkûra wî de û devavêtina ku bi deh kesên ku hatine pişta xwediyê pêz girtine re, dil sekinî û ji qehra re di cî de mir.
117- Mistefa Mihemed Şewax kurê Hec Ebid ji pêkhateya Ereb û ji Gundê Yalanqozê – Cindirês, li 5.6.2020an, piştî çû li mala xwe ya Cindirêsê pirsî (ya ku milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” dest danîne ser û razî nabin radestê bikin) nesax ket, ji ber wê ew rakirin nexweşxaneyeke Ezazê û di mercin ne zelal de mir, û termê wî bo xwediyan nehate radestkirin ta piştî çar rojan li 9.6.2020an.
118- Arêf Ebdo Xelîl /80/ sal li Siba 9.6.2021an ji mala lawê xwe (keyayê Gundê Qizilbaşa – Navça Bilbilê) derket da ku here mala lawê xwe yê din di heman gundî de, hinda bû û venegerî. Bi şev li ber mirinê gihîşte nexweşxaneyeke Efrînê yan jî mirîbû (me nikanî rewş temam zanîba), yanê em kanin bibêjin ku di mercên ne xuya de mir.
119- Îse Hisên/17/sal ji Gundê Maratê – Efrîn.
120- Mihemed Ehmed Tahêr Hemalîko/33/sal ji Gundê Hisê – Mabeta.
Herdu li 24.6.2020an, di encama teqîna bombeyeke teqîner di bermîleke gemarê de li Taxa Mahmûdiyê – Efrîn de şehîd ketin.
121- Mistefa Mihemed Yûsêf kurê Menên ê ciwan ji Gundê Hec Qasma (yê ku li Gundê Hisê – Navça Mabeta rûdinişt), li 1.7.2020an li kêlek mal bi dareke gûzê ve, darvekirî hate dîtin. Hêjaye were zanîn ku berê çekdaran ew ji mala wan a li Gundê Hec Qasma qewitandibûn.
122- Ebid Elrehman Îbiş Beko/38/sal ji Gundê Kurzêlê – Navça Şêrewa, piştî ku li ser destê Milîseyên “Firqit Elhemzat” pir caran hate girtin û işkencekirin pir nexweşî vê re çêbûn, û li 7.7.2020an mir.
123- Isma’îl Elo Isma’îl “Ebû Enter” ê temenmezin ji Gundê Xaziyana Jêrin – Navça Mabeta, li 20.7.2020an, ji ber encama devavêtina ku di navbera wî û çend anîndeyên ku “simaqa” wî didizîn de çêbûye û ji nav zeviyê wî hatiye qewitandin, û piştî ku vegerî mala xwe ya li Bajarê Cindirêsê, ji qehra re mir.
124- Sebîhe Sadêq Sîdo ya temenmezin ji Gundê Dargirê – Navça Mabet û li Taxa Mehmûdiyê li Bajarê Efrînê rûdinişt, li 22.7.2020an de, di encama pevçûninan di navbera Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê”de hate kuştin.
125- Xelîl Nîhad Şêxo/16/sal ji Gundê “Vîrgan”- Navça Şera, li 3.8.2020an li nêzîk sînorê Sûriyê bi Turkiyê re, Cendirmên Turkiyê gule kirin û kuştin û bo nexweşxaneyeke Turkiyê hate şandin. Û dema ku termê wî radestî xwediyan kirin, hate xuyan ku endamên wî yên hundirîn hatine dizîn.
126- Nûrî Cimo Omer Şeref /63/sal ji Gundê Şadêrê – Navça Şêrewa, li 13.8.2020an û piştî ku bi şev giropeke çekdar avête ser malê û wî li ber xwe daye, ew di mercên ne zelal de hate kuştin.
127- Ehmed Xelîl Isma’îl/27/sal ji Gundê Hebo – Mabeta.
128- Mistefa Mihemed Îdawî /14/sal ji pêkhateya Ereb ji Gundê Til Tewîlê – Bajarê Efrîn.
Herdu li 14.9.2020an di encama teqîna makînak bombekirî de li orta Bajarê Efrînê û li nêzîkî gergeha “Kawayê Hesinkar” de, şehîd ketin.
129- Yûsêf Ibrahîm Osman /3/sal, li 19.9.2020an, li Kolana Vêlat li Efrînê, bi qurşîneke tewşankî ya ku ji çekdarekî ve hatiye avêtin, hate kuştin.
130- Emîne Hisên Me’imo/60/sal ji Gundê Qêsim – Reco, di encama teqîna bombeyeke zemînî li 26.9.2020an li nav zeviyeke çandiniyê li nêzîkî goristana gund di bin tirektora hevjîna wê de, li 30.9.2020an di nexweşxaneyeke Turkiyê de mir.
131- Hesen Cum’e Elhemed ê negîhayî û ji pêkhateya Ereb ji Cindirêsê, li 13.10.2020an, dema ku bi giropeke sivîlan re xwest ku sînor derbas bike, cendirmên Tuekiyê qurşîn avêtinê û kuştin.
132– Luqman Yûsêf Mistefa /35/sal ji Gundê Tirmûşa – Navça Şiyê û li Bajarê Cindirêsê rûniştî (yê ku li 9.9.2020an hatibû girtin), di bin işkencê de li Hepsa Maratê hate kuştin, û li berbanga 10.11.2020an termê wî bo xwediyan hate radestkirin.
133- Hemo Cengîz Necar/14/sal.
134- Ebid Elrehman Hisên Hemo/75/sal.
Herdu ji Gundê Kîmarê – Şêrewa ne, li Siba 27.11.2020an, di encama gulebarana Milîseyên “Firqit Elhemzat” bi ser wan de, li Cîgeha “Geliyê Simaqokê”, di navêna gundên “Kîmar û Kurzêlê” de – Rohilatê Havîngeha Çiyayê Elehlam (biryargeha wan milîseyan), şehîd ketin.
135- Mihemed Osman Mistefa /58/sal ji Gundê Qîbarê, li 24.11.2020an, di encama teqîna makînak bombekirî de, li pêş “Nanpêjgeha Cûdî” li Herêma Pêşesaziyê li Bajarê Efrînê, şehîd ket.
136- Adêl Henan Necar (yê di dehsaliya xwe ya sisiyan de û ji kok ve ji Gundê Qîbarê), li Siba 11.12.2020an, di derbasgeha mala wî ya li Taxa Eşrefiyê – Efrîn de, bi kebleke elektirîkê darvekirî hate dîndin.
137- Nadîre Dirmiş a di dehsaliya xwe ya sisiyan de û ji pêkhateya Ereb – Bajarê Efrîn, li navîna Berfenbara 2020an, termê wê di mala wê de ya nêzîk Dibîstana “Elrîfiyê” li taxa kevin li Bajarê Efrînê hate dîtin. Hêjaye were zanîn ku ew li destpêka wê heyvê jî hatibû revandin.
138- Nazlî Mihemed Mistefa/55/sal – hevjîna Edhem Mihemed ji Gundê Sêmalka – Navça Mabeta, li 23.1.2021an, ji ber encama bombebarana tangên Artêşa Turkiyê û nandozên wê ji Bajarê Tilrif’etê û derdorê re – Bakurê Heleb, pakrewan bû.
139- Mihemed Ezedîn Hisên /14/sal ji Gundê Basilê – Şêrewa, li 27.1.2021an, bi encama teqîna bombeyeke zemînî li cîgeha Eltamûra – Bakurê Heleb dema ku pez diçêrand, birîndar ket û di nexweşxanê de mir.
140- Ebid Elrehman Hemdan kurê Elî /40/sal.
141- Kurê wî Elî/12/sal.
Herdu ji pêkhateya Ereb Êla Umêrata ya Efrînê ne, li 30.1.2021an, di encama teqîna makînak rahiştok de li Herêma Pêşesaziyê ya bajêr şehîd ketin.
142- Temenmezin “Ezet Xelîl Osman” ji Gundê “Çeqelê Ortê” û li Cindirêsê rûdine, li 15.2.2021an, ji ber birîna ku di teqîna derbasgeha Taxa Rif’etiyê ya Bajarê Cindirêsê de vê re çêbûye, mir.
143- Keçik Hêva Şerîf Qasêm /21/sal.
144- Newzet Ekrem Tobal/45/sal.
Herdu li Siba 23.2.2021an, ji ber teqandina ku di mala bavê keçikê dilovanber “Şerîf Qasêm” de li Gundê Basûtê hatiye çêkirin, şehîd ketin.
145- Şêxmûs Qasêm kurê Mistefê /73/sal ji Gundê Kosa – Reco (yê ku bi tenê li Bajaroka Meydan Ekbezê rûdine, û malbata wî jî li Helebê koçber e û yê ku li 3.3.2021an hatiye girtin û hepsa Asayişa Leşkerî ya li navenda Navça Reco hatiye şandin), li 6.3.2021an di bin işkencê de jiyana xwe wenda kir.
Û li jêr jî emê mirinên di navêna (18.3.2018 – 17.3.2020) de çêbûne û di raporên me yên berê de nehatine belgekirin, xuya bikin:
146- Nîzar Mihemed Yûsêf/39/sal ji Gundê Qenterê – Mabeta, li 20.3.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî di maleke gund de.
147- Ehmed Mihemed Şêxo /36/sal ji Gundê Qêsim – Reco, li 27.3.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de.
148- Mihemed Yûsêf Yûsêf /69/sal ji Gundê Qenterê – Mabeta, li 2.4.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de li ser riya gund.
149- Xêriyê Mihemed Henan Cimkî ji Gundê Ereba – Mabeta, li 2.4.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî di mala keça wê ya di gund de.
150- Şêx Ebdî kurê Mihdîn Şêx Ebdî yê negîhayî.
151- Şêrvan kurê Fethî Zilfî Şêx Mihemed ê negîhayî.
Herdu ji Gundê Şêx Reco ne, li 7.4.2018an bi teqîna bombeyeke zemînî di maleke gund de.
152- Mes’ûd Menan Umer/35/sal ji Gundê Qenterê – Mabeta, li 9.4.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî li pêş mala cîranê wî li gund.
153- Osman Hec Xelîl /47/sal.
154- Silêman Nebî Hec Xelîl /37/sal.
Herdu ji Gundê Axcelê – Cindirésê ne, li 19.4.2018an, bi encama bombeyeke zemînî li ser riyeke gund.
155- Rêvan Xandovan Hemdoş/4/sal ji Gundê Kefircenê – Navça Şera, li 27.4.2018an, bi qurşînekê di pevçûnên di navêna çekdarin di gund de.
156- Siyamend Şêx Ne’isan kurê Ehmed /8/sal.
157- Hesen Şêx Ne’isan kurê Ehmed /11/sal.
Herdu bira û ji Gundê Qenterê – Mabeta ne, li 28.4.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de li hewşa maleke tu kes tê de tune li gund.
158- Mihemed Osman Xilo ji Bajaroka Kefirsefrê – Cindirês, li 1.5.2019an, di encama teqîna bombeyeke zemînî di bin tirektora wî de dema ku cot li nêzîk Çiyayê Qaziqlî dajot.
159- Ezet Ednan Hemûş /16/sal ji Gundê Şêx Kêlê – Mabeta, piştî derbasbûna heft rojan di ser wendabûn wî re, termê wî li Cîgeha “Zirafkê” li nêzîkî pira tirênê û li rex çemê, termê wî hate dîtin.
160- Cemal Şêxo kurê Hemîd /58/sal ji Gundê Qêsim – Reco, li 18.5.2018an, bi encama teqîna bombeyeke zemînî li ser riya gund.
161- Mihemed Mistefa Xelîl /16/sal ji Gundê Sêmalka – Mabeta, li 26.5.2018an, bi encama lêdana çend kêran ji aliyê milîseyên nandoz li Bajarê Efrînê.
Ji hemî aliyên pêgiriya xwe bi mafên mirovan didin nîşandan, tê xwestin ku tewnên di dermafê sivîlan de têne kirin û digihêjin asta tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê, Pirotesto û şermezarî bikin, lêkolînên serbixwe û aşkere vekin, kesên ku di ber de berpirsiyar û yên cîbecîker berbiçav û seza bikin, û berdêleke şênberî û razberî bidin merivên qurbaniyan. Weke ku diyar e , destlatên dagîrkeriya Turkiyê û milîsên terorîst ên pêve girêdayî, piraniya tewan û binpêkirinan, li dijî nediyarbûnê tomar dikin , an jî gavine di ser re davêjin, da ku, tewanker ji sezayan biflitin, bi ser de jî merivên qurbaniyan pircaran bi tewankaran re neçar bibin li hev werin; û xelkê berdewam ditirsînin da ku wan bi aliyê koçberbûnê ve têvedin. Lê, Hikometa Anqerê, di ber kiriyarên ku li herêmê û dermafê xelkê wê de têne kirin , berpirsiyar dimîne. Ji ber ku , ew dewleta dagîrkeriyeke leşkerî ye û xwediyê desteseriya rasteqîn e , û gavên pirektîkî û zagonî û ewlehî ji bo parastina jiyana sivîlan navêje; Bervajî wê , ew hîn li ser kiriyarên artêş û nandozên xwe vedişêre, wan diparêze û bi ser dijîtiya Kurdan – li kû dibin bila bin – ve têve dide û destek dike; Û bi wê yekê , jirêderketinin mezin ji zagona navdewletî ya mirovahî, belgenama Netewên Yekgirtî û hevpeymanên navdewletî re dike.
Xelkê Efrînê bang li saziyên Netewên Yekgirtî, Encûmana asayî ya navdewletî, hêzên navdewletî yên di Sûriyê de çalak, rêxistinên mafwerî û sivîl, û alavên ragihandinê yên curbecur dike, da ku, bi rola xwe rabin û rêgirikê ji vê binpêkirin û tewanan re dînin , û bi koçberên ku bi zorê koçberbûne re alîkar bin, da ku, bi şêwakî ewle vegerin cîwarên xwe û mal û milkên xwe radest bikin, û herweha bi berpirsiyarî kar bikin, da ku, dagîrkeriya Turkiyê bi dawî bikin, û milîsên teror tune bikin, û Efrîn vegere serweriya Suriyê û rêvebirina xelkê wê yê resen.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 557 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 177
بەڵگەنامەکان
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 17-03-2021 (3 ساڵ)
جۆری دۆکومێنت: وەرگێڕدراو
شار و شارۆچکەکان: عەفرین
شێوازی دۆکومێنت: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
وەرگێڕدراو لە زمانی: عەرەبی
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 03-02-2024 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 13-02-2024 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 13-02-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 557 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
کورتەباس
نووسین بۆ منداڵان و کۆمەڵە چیڕۆکی گوندەکەمان
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
ژیاننامە
شەرمین وەلی
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
کورتەباس
وزەی گەرمی زەوی
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
تاوان لە بەرگی ئاوریشم
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
وێنە و پێناس
درووستکردنەوەی دەرگای سەرەکی قەڵات ساڵی 1980
ژیاننامە
بەناز عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
کورتەباس
ئەدەبی چیرۆکی خەیاڵی زانستی و جیهانی مناڵان
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
کوورتەباسێک لەسەر مێژوو و واتای نەورۆز
کورتەباس
خشڵ و جوانکاریی ژنانی کورد لە چاوی گەشتیارانی بیانییەوە
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
مهناز کاوانی
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا

ڕۆژەڤ
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
24-04-1974
30-08-2010
هاوڕێ باخەوان
24-04-1974
ژیاننامە
دانا جەلال
03-10-2010
هاوڕێ باخەوان
دانا جەلال
ژیاننامە
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
05-01-2022
ئاراس ئیلنجاغی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا شاڵی
20-12-2023
ڕۆژگار کەرکووکی
عەبدوڵڵا شاڵی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
هاوینەهەواری سۆلاڤ ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
هەڵپەڕکێی تیپی مۆسیقای سلێمانی ساڵی 1975
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
پیرمام - سەڵاحەدین ساڵی 1953
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی بووک گواستنەوە لە حەسەکە، ڕۆژاوای کوردستان ساڵی 1995
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی تایبەت لە باکووری کوردستان ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
دێرەلوک ساڵی 2012
26-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 517,361
وێنە 105,646
پەرتووک PDF 19,141
فایلی پەیوەندیدار 96,355
ڤیدیۆ 1,306
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
کورتەباس
نووسین بۆ منداڵان و کۆمەڵە چیڕۆکی گوندەکەمان
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
ژیاننامە
شەرمین وەلی
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
کورتەباس
وزەی گەرمی زەوی
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
تاوان لە بەرگی ئاوریشم
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
وێنە و پێناس
درووستکردنەوەی دەرگای سەرەکی قەڵات ساڵی 1980
ژیاننامە
بەناز عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
کورتەباس
ئەدەبی چیرۆکی خەیاڵی زانستی و جیهانی مناڵان
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
کوورتەباسێک لەسەر مێژوو و واتای نەورۆز
کورتەباس
خشڵ و جوانکاریی ژنانی کورد لە چاوی گەشتیارانی بیانییەوە
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
مهناز کاوانی
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.454 چرکە!