图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,438
图片 105,702
书籍 19,160
相关文件 96,445
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (129):Binpêkirin û tewan li Gundê “Birc Ebdalo”, girtinên çawayetî û bêsûcane, piroseyên avakirina
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (129):Binpêkirin û tewan li Gundê “Birc Ebdalo”...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (129):Binpêkirin û tewan li Gundê “Birc Ebdalo”...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (129):Binpêkirin û tewan li Gundê “Birc Ebdalo”, girtinên çawayetî û bêsûcane, piroseyên avakirina niştcîgehan li gundên “Şadêrê û Qermîtliq”.

Turkiyê – Eledalê we Eltenmiyê û nandozên wê ji milîseyên Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî tu cudahiyê nakin navêna Kurdekî û Kurdekî din, û ew wan weke terorîst an cudexwaz an gawir dibînin. Ji ber wê, ta alîgirên Hemahengiyê (Itîlafê) û hin ji hezkiriyên “Artêşa Azad” û rikberiyên Rêvebiriya Xweser a berê jî bi binpêkirin û tewanan re hatin rûbirûkirin, û guhertinên demografî di gundên wan de hatin çêkirin.
Ev bûneyên di vê raporê de û yên me di hefta borî de belge kirine, di hemî gund û bajarokên Efrînê de pêk hatine. Bûneyên me vê carê belgekirine jî ev in:
= Gundê Birc Ebdalo – Şêrewa:
Gundê “Birc Ebdalo” berî dagîrkirinê.
Gundê Bircê ji gundên xweşik e, li ser Çemê Efrînê dikeve, ji dema dagîrkirina wê li navîna Avdara 2018an ve rastî hemî cûreyên binpêkirinan hat, ji dora /200/mal pêk tê, tenê dora /50/mal ji nişteciyên wî yên resen vegerîne, û dora /75/malbatên anîndeyan li şûna wan hatine niştecîkirin. Bi ser de jî, li rex gund li cîgeha “Girê Mûs – Şikefta Duderiyê” kampek hatiye avakirin, şêniyên wê kampê jî keriyên pezên xwe bi kêfî xwe li nav zeviyên çandiniyê yên xelkê gund diçêrînin û ziyanê digihînin çandiniyên hemwelatiyan. Li dema êrişkeriyê mala hemwelatî “Mihemed Elo” hate tarûmarkirin û dest danîn ser malên hemwelatiyên bi zorê hatine koçberkirin, û piraniya kelûpelên hundir malan ji xwarin û vexwarinê ve bigir, ta cil û nivînan, zêta zeytûna, amûrên taqeta elektirîkê û ji bilî wan, /7/makînên van hemwelatiyan (Zekeriya Oso, Mihemed Misto, Kemal Ezîz, Mihemed bavê Sîwar, Hisên Xalêd Memaş, Zûhêr Osman, û yekî din me nikanî nav nasbikira), û /4/tirektor (/3/ên dilovanber Behrî Axa, Zekeriya Oso ), hatin dizîn.
Û milîseyên “Firqit Elhemzat” – a ku biryargeheke xwe di mala dilovanber “Behrî Axa” de çêkirî, û “Ebdo Osman – Ebo Mehmûd” li gund serkêşiya wê dike -, li dema talankeriya gund dest danînin ser hemî malmewalên xelkê ên li derve. Û ew malmewal ji dora /350/hiktar zeviyên cûrbecûr pêk tên(darên zeytûnê, meywe, henar û yên ji bilî wan), jê /200/hiktar ên zaroyên dilovanber “Behrî Axa”ne, û her weha jî /20/giropên avkêşa avdanê digel avkêşokan dizîn.
Û di navboriya heyva borî de, kebil û stûn û amûrên toreyên elektirîkê û telîfûna zemînî yên giştî, û her weha guhêzoka elektirîkê ya serekîn li gund dizîn, û ji heftakê ve çar tabloyên taqeta elektirîka roniyê û digel du betariyan, û merş û betariya tirektorekê, ji mala hemwelatî “Xelîl Osman” dizîn.
Lê, giropa avkêşa ava vexwarinê ya taybet bi herdu gundên “Basûtê û Birc Ebdalo” ji rojên pêşîn ji êrişkeriyê ve hate dizîn, û li ser hesabê xelkê herdu gundan careke din hate hazirkirin, lê pir dirêj nekir ji saz ket û hin perceyên wê ji nû ve hatin dizîn, û stasyon ji kar derket û sekinî.
Û ji bilî girtinên pirbarekirî, işkencekirin, ferzkirina bace û vêrgiyên darayî, milîseyan li gund û li şeva 9.11.2018an, avêtin ser mala birêz “Nezmî Sîdo Mihemed”, li diya wî ya temenmezin “Ayşe Henan” xistin û fetisandin, û pere û zêrmêrên hundir mal dizîn. Herweha li hemwelatî “Zekeriya Oso” – yê bi tena xwe ji nav birayên xwe li gund mayî ye – xistin, ew pircare işkence û kêmrûmet kirin, û ew û malbata wî neçar kirin ku, ji salekê ve ji gund koçber bibin, da ku dest dînin ser tevaya malmewalên wî û birayên wî (/4/mal, /5/hiktar erd, sarekgeha meywe û keskahiyan, tirektor û makînakê).
Girê “Birc Ebdalo” yê kevneşopî piştî rêşkirin û kolandinê.
Û dora /4/hezar darên meywe û zeytûnan, û piraniya darên ihracê (dora /10/hezar dar) yên li Bakurî gund, qut kirin. Weha jî, Girê Birc Ebdalo yê kevneşopî, rêş kirin û kolandin, û kinz û antîkeyên wê yên veşartî û nirxbuha dizîn.
Û ji sê salan ve, destlatên dagîrker, alîkariyên cûrbecûr heftane li ser anîndeyên li gund hatine niştecîkirin belav dikin, û nişteciyên gund ên resen jî jê bêpar dikin. Ne tenê weha jî, “Elhemzat” bi hevkariya komîta gund re, dora /800/tûr semad û her tûrek bi /22/ dolaran firot, û li ser yên berê li ser tomarkirine (/200/kes, her kesekî tenê /7/PT dabûn, da ku, weke alîkarî her cotarîkî /4/tûran bidinê), belav nekir.
= Girtinên çawayetî û bêsûcane:
– Ji heftakê ve “Asayişa Leşkerî” hemwelatî “Şêx Ehmed Ezet Elo /50/sal” ji xelkê Gundê “Ên Hecerê Elxerbî” – Navça Mabeta, bi sedema lêdanekê girt, û tibabên darayî (/700/hezar PS, /6/hezar dolar, /4500/PT) û hin zêrmêr jî, jê dizî.
– Bi encama dorpêçkirina Bajaroka “Kaxrê” – Navça Mabeta li 27.1.2021an, rûbirûbûna xelkê wê ji lêxistinê re, û girtina /16/hemwelatiyên wê û işkencekirina wan bi hişkayî, ji aliyê “Firqit Elsultan Silêmam Şah – Elemşat” ve; Hin ji wan da ku werin dermankirin, bo nexweşxaneyên Bajarê Efrînê hatin şandin, û weha ji nû ve, li 31.1.2021an, ciwan “Rênas Hiso” bi ser tenduristiya wî ya xerab de a ji ber işkencekirinê, ji aliyê “Asayişa Leşkerî” ve hate girtin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e. Û weke redkirin ji wan kiryaran re, li 2.2.2021an, jinên bajarokê kombûnek li dar xistin û nerazîbûna xwe diyar kirin.
– Li 3.2.2021an, Bajaroka “”Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê tûşî kampaniyeke girtinan hat, û ev hemwelatî “Hesen Hisên Şêr, Mûrad Sîdo Xilo, Ebid Elrehman Mihemed Hemo Mecîd, Ehmed Hesen Ehmed Mamed, Mihemed Xelîl Mûrad” hatin girtin, û “Asayişa Leşkerî” ew guhestin Cindirêsê, da ku, sezayan di dermafê wan de bistîne.
= Binpêkirinên virdewêde:
Pakrewan “Ebid Elrehman Hemdan kurê Elî”
– Ji nav şehîdên teqîna Herêma Pêşesaziya Efrînê ya 30.1.2021an, herdu hemwelatiyên ji pêkhateya Erebî – Êla Umêrat û ji Bajarê Efrînê ” Ebid Elrehman Hemdan kurê Elî/40/sal” û kurê wî “Elî” yê /12/salî bûn.
– Çekdarên “Firqit Elsultan Mûrad” û serkêşê wê li Bajaroka Şera ya bi “Ebo Hinêş” tê navdan, di bin gefa çekan de dest danîn ser mala jina temenmezin “Diya Umer” a /55/salî.
– Li Gundê “Şadêrê” – Şêrewa hemwelatî (Z.H) hate neçarkirin ku perçakî ji erdê xwe yê li derveyî gund û bi aliyê Bajaroka”Darazê” ve, di bin gefa çekan de bifroşe, da ku, li ser niştecîgeheke tewawkirî (tê de hejmarek avahiyên niştekirinê, tenduristgehek û dibîstanek heye) ava bikin, û li hemberê jî malekê jê bidinê.
– Piştî qutkirina dora /200/darên zeytûnê yên temenmezin ji zeviyeke malbata “Heyder” li Gundê “Qermîtliq” – Navça Şiyê, milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – Elemşat” bi hevkariya Encûmena Xwecihî li navçê hewil dide ku, niştecîgehekê li şûna wan darên hilkirî ava bike. Lê dema ku, yekî ji malbatê belgeyên êrd pêşkêşî encûmenê kir; Bi behaneya hebûna maleke wî li Bajarê Efrînê giliyê wî hate paşguhkirin û daxwaza wî hate redkirin, û bi sezakirinê hate gefkirin, ger ew di daxwaza xwe de berdewam bike.
Pirê “Heşargê” – Navça Reco berî dagîrkeriyê.
– Milîseyên “Elfirqe Eltasî’e – Firqê nehê” li Gundê “Maseka” – Navça Reco, textên serîfê û stûnên textî yên riya tirênê li rex Pira “Heşargê” ya navdar – Riya Tirêna Rojhilat a Lezgîn û bi dirêjiya /450/metroyî, dizîn. Yanê bi şêwakî mebestkirî rê tê wêrankirin.
Gora Helbestvan “Arêf Xelîl Şêxo” berî û piştî dagîrkeriyê
– Li vê dawiyê, gora helbestvanê koça dawîn kirî “Arêf Xelîl Şêxo” li Gundê “Kosa” – Navça Reco, bi sedema hebûna nivîsên bi Zimanê Kurdî li ser, tûşî tarûmarkirineke mebestkirî bû, weke çawa goristan û gorên zaretgeh û kesayetên Kurdî yên naskirî û gelek gorên din li Efrînê hatine wêrankirin. Hêjaye were gotin ku Helbestvan /Xelîl/ li 7.4.2012an li gund mir, û niha milîseyên “Feyleq Elşam” gund destlat dikin.
– Li 4.2.2021an, hemwelatî “Reşîd Emûnê” ji xelkê Gundê “Qota” – Navça Bilbilê, bi behaneya ku nan zû peyda nekiriye û wî nanfirotan li xwe girtiye, li ser destên çekdarên li Gundê “Berkaşê” yê hevcîwar rastî lêdaneke hişk hat.
Destlatên dagîrkeriyê li Efrînê bi hêvîkirin, berger û sergeran û pançilûskiyên li pêş deriyên xwe, binpêkirinan jî bi kêmanî sivik nake. Ji ber wê, xuyakirin û riswakirina wan binpêkirinan li pêş raya giştî ya Sûrî û cîhanî, herweha diyarkirina siyasetên wê yên dijayetî, û digel berdewamkirina kar û xebata li ser hemî astan a ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û hebûna nandozên terorîst, erk û stubarî ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览352
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 177
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 07-02-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):13-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览352
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,438
图片 105,702
书籍 19,160
相关文件 96,445
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!