图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (128):Gundê “Qestelê Elî Cindo” yê koçberkirî, Hepsa Çoban Begê “Elra’î” ya dengbed, girtinên tewşan
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (128):Gundê “Qestelê Elî Cindo” yê koçberkirî, ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (128):Gundê “Qestelê Elî Cindo” yê koçberkirî, ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (128):Gundê “Qestelê Elî Cindo” yê koçberkirî, Hepsa Çoban Begê “Elra’î” ya dengbed, girtinên tewşankî û bêsûcane, revandina keçekê.

Ta niha Hemahengiya (Itîlaf) Sûrî – Ixwanî a “rikber” ji bo rewşên serwerbûyî li Herêma Efrînê, virvûtan û durûtiyê bi kar tîne, û sozên derw ên ku, hin caran berpirsiyarên wê – di nav de jî Kurd – ji bo hewildana başkirina rewşa heye û “redkirina zordariyan” berdidin, tenê ji bo reşandina ariyê di çavên alîgirên xwe û cîlawkirina wêneya dagîrkeriyê û nandozên wê ne.
Û tiştên emê li jêr pêşber bikin, bîner û heyînine jîndar in li ser binpêkirin û tewanên têne kirin, û herweha siyasetên Anqerê û kiwalisyonê yên dijmaneyetî li beramberî herêmê, riswa dikin. Ew jî ev in:
= Gundê “Qestelê Cindo” yê koçberkirî:
Şandek ji Kiwalisyonê (Itîlaf) li “Qestelê Cindo”, 17.2.2018 Z.
Piraniya xelkê gund Êzdî ne, bi Navça Şera ve girêdayî ye, û bi du nîşanên tersî hev navdar e. Ya yekê: Ew serbilind û rûmetdar e, çimkî ew ji sala 2012an ve, çepera berevaniyê ya yekê di ber Efrînê de bû, ji ber xaknîgariya wê ya li ser sînorê Herêma Ezazê, û Çiyayê “Parse Xatûn” a weke keleheke berxwedanê ye bîner li ser qehremaniyên şervanên (YPG,YPJ), li hember hêzên dijmin, ên ji bo şikestina wê hemî cûreyên çekan bi kar anîne. Û emraza diwem: Ew seredana şermezar a Serok û hin serkêşên Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û Hikometa Demkî û bi hevaltiya cebilxaneyên dagîrkeriya Turkiyê li 17.2.2018an ji gund re, û pîrozkirina wan ji dagîrkirina gund û talanlirina Efrînê re bû.
Zaretgeha “Şêx Hemîd” berî û piştî dagîrkirinê.
Gund ji dora /280/malan pêk tê, bi sedema koçberkirina zorane tenê /30/malbat tê de mayî ye, yanê dora /60/ nişte ji nişteciyên wê yên resen û tev jî temenmezin in. Lê, dora /300/malbat – dora/1500/nişte ji anîndeya tê de niştecî kirin. Û di dema talanê de, li Reşmeha 2018an, dora /10/malan bipiçekî û guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Hemîd Mistefa” jî bi tevahî hatin wêrankirin, kelûpelên hundir malan, xwarin û vexwarin, zêta zeytûna, amûrên malan ên elektirîkê, firaxên baqirî, û herweha acetên herdu guvêşgehên “Ebû Şewqî, Hemîd Yûsêf Hiso”, /40/ giropên zayendên Elektirîkê, avkêşokên (xetas) taybet bi zeviyên çandiniyê, /50/ tirektor û /15/ makîne, hatin dizîn. Û milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” û serkêşê wê yê li gund ê bi “Welîd Ezîzî” tê naskirin, dest danîn ser guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Nûrî Xan Cinêd”, dora /40/hezar darên zeytûnan û /10/hezar darên meywan ên xelkê gund. Û zaretgeha “Parse Xatûnê” ya Êzdî hate terûmarkirin, piraniya darên iharacê ên çiyayê wê û girê li Rojavayê gund, hatin qutkirin. Gora zaretgeha “Şêx Hemîd” a Êzdî ya bi /2/KM an li Başûrê gund û li ser riya Gundê “Qitmê” dikeve, hate tevdan û wêrankirin û weha jî goristana gund, û sê darên tûyê yên temenmezin û darên Iharacê jî li heman cîgehê, hatin qutkirin, û ji bilî wê jî gelek darên zeytûn û meywan hatin hilkirin. Û ji qerez xelkê gund re, avahiya guvêşgeha kevin kirin mizgeft, û xelkên ji wan mane jî newêrin bîrûboçûnên xwe yên olî bi kar wînin.
= Hepsa Çoban Begê “Elra’î” ya dengbed:
Ji destpêka Payîza 2018an ve, em hebûna zîndanên diziyane yên li ba milîseyên Sûrî yên terorîst û bi ser Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ve, û di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê de, pircare tekez dikin, û di wan hepsan de, bêtirî /1100/ girtiyên bi zorê veşartî ji xelkê Efrînê -di nav de jî jin û yên negîhayî- hene. Û ev hejmara jî, hejmareke dorahî ye, li ser hin agahiyan ava bûye, guhêzok e, û çetine bi hûrekî were serjimartin. Û herweha gelek pilatformên ragîhandin, mafwerî û sivîleyî rapor li ser belav kirin. Lê, dîsa jî vê mijarê tu guhadan û pûtepêdan ji aliyê hêzên navdewletî yên kirîza Suriyê dişopînin ve nedît, û nejî ji aliyê Komîta Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe da lêkolînkirin. Û piroseyên veguhestina hin girtiyan li dû hev, ji nîvê diwem a sala 2020an ve bo Hepsa Maratê – Efrînê, bi sedema şûnveçûna rewşên tenduristiyê û paşê jî berdana wan, hebûna zîndanên diziyane di qatên binzemînî ya Hepsa bajaroka Coban Begê “Elra’î” – Herêma Babê de (ya ku, bi sedan girtiyên Efrînê tê de veşartî ne), tekez dike. Ji yên hatine berdan – ji wê girtîgeha dengbed evên jêrînin: Li 21.12.2020an, pênc ji xelkê Gundê “Dargirê” – Navça Mabeta hatin berdan, û ew jî ev in: “Herdu hevjîn Ezîz Hecî Mistefa kurê Menên û Roşîn Emûnê keça Mihemed Emîn, Mihemed Hecî Mistefa kurê Menên û herdu kurên wî Diyar û Şiyar” (ên ku ji du sal û nîvan de girtî ne), û ta niha bêtirî deh hemwelatiyan ji heman gundî yên bi wan re hatine girtin, zorane veşatî ne, ji wan herdu bira “Mihemed Emîn û Lewed” in – kurên “Ezîz û Roşînê”, yên ku, hatine berdan. Û herweha hemwelatî “Rûken Mile Mihemed” ji xelkê Gundê “Coqê”, li destpêka Heyva Berfenbarê sala 2020an, hate berdan. Weha jî, li 25.1.2021an hemwelatî “Ciwan Yûsêf kurê Mihemed Nûr” hate berdan, lê, “Xelîl Hesen kurê Hesen, Mihemed Tatar kurê Zekeriye, Mistefa Pe’ipo kurê Ebid Elreman, Nîdal Henan kurê Nezmî, Mihemed Ezet Osman” di Hepsa Maratê de, yên din jî “Îbiş Hebeş kurê Ibrahîm Xelîl û Welat Teş kurê Hesen” di Hepisa Elra’î de mane, û ew her heyşt ji xelkê Gundê “Ereba” – Navça Mabeta ne, û li navêna Heyvên Avdar û Avrêla 2018an hatibûn girtin. Û hin jinên ku di Hepsa diziyane ya milîseyên “Firqit Elhemzat” de xuya bûbûn û hin girtiyên din ên ji bêtirî du salan ve veşartî bûn û me berê jî navên wan belgekiribûn, hatin berdan. Û hemî kesên hatine berdan newêrin rewş û mercên xwe yên hişk, rengên işkencekirin û danûstandinên kêmrûmetkirinê yên dîtine û ew bi cîhana derve qutkirî, hewaldin. Û ta niha ew ji encamên wan êşên dîtine, nexweşiyên govdeyî, derûnî û zehmetiyan dikşînin.
Û nûçeyin li ser Hepsa “Asayişa Leşkerî” li Efrînê jî hene, didin xuyan ku, rewşa girtiyan tê de pir xerabe, ji danûstandina hişk de bigir, işkencekirin, xirbeliqiyê, û xwarin û vexwarina ne baş, û ta hin ji girtiyan bi behaneya lêkolînkirinê, demên pir dirêj li ba wan dimînin.
= Girtinên tewşankî û bêsûcane:
– Piştî ku, hemwelatî “Heyder Sîdo kurê Bêkir /57/sal” ji xelkê Gundê “Şêxotka” giliyê xwe pêşkêşî “Komîta Redkirina Zordariyan” kir, da ku, hin malmewalên xwe (stasyûneke sûtemeniyê ye li çateriya Gundê “Emara”- “Kitix” a ku milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” ji xwe re kirine biryargeh, makînak “teksî” û “Vanek” sazûmankirî, alav û amûrên guvêşgeheke zeytûnan bi tevahî) yên ku ji aliyê milîseyan ve, di dema dagîrkirina herêmê de hatine talankirin, vegerîne; “Asayişa sivîlî” û istîxbaratên Turkiyê, li 25.1.2021an, li Navça Mabeta ew girtin, û ta niha carenûsa wî ne xuya ye. Û berê jî berî du salan, kurê wî “Ednan” hatibû girtin, û piştî dandina vêrgiyeke diravî ye mezin, hatibû berdan. Divê bête zanîn ku gund ji dora /250/malî pêktê, ji nişteciyên wî gundî yên resen dora /40/ malbatî venegeriyane, dora /100/ malbat ji anîndeyan hatin niştecîkirin, û ya gund destlat dike jî milîseyên “Artêşa Elnuxbê” ye, ya ku, mala hemwelatiyê koçberkirî “Ebid Elrehman Şêx Hemîd” ji xwe re kiriye hepis û biryargeh, û herweha serkêşên wê keriyên pezên xwe li nav zeviyên zeytûnên hemwelatiyan bi şêwakî hovane diçîrînin – ne xema wane çi ziyan bighê çandiniyên xelkê – , û her kesê li hember wê çêrandinê derkeve jî lêdixin û kêmrûmet dikin. Weha jî, milîseyan dest danîne ser dora /5/ hezar darên zeytûnê û /10/ hiktar zeviyên çandiniyê, ji bilî wê jî talankirinên malan û dizîna makînak “van” e hemwelatî “Sebrî Henan”.
– Ta niha hemwelatî “Mihemed Sefer Reşo /36/ sal” yê bi “Ewîl” tê nasîn, tekane ji dê û bavê re û bavê pênc zaroyan, ji xelkê Gundê “Hesendêra – Navça Bilbilê”, çarenûsa wî ne diyar e. Divê were zanîn jî ku ew li ser rêbendeke çekdar li Herêma Ezazê (gengaze ku ye milîseyên Ehrar Elşerqiyê be) , ji destpêka Heyva Berfenbara 2020an ve, bi behaneya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re tevî tirektora wî, hatibû girtin, xwedan jî li ser jiyana wî bi tirs in, û ji ber rewaşa wan a jihevketî û belengaz, nikanin ji bo berdana wî tu reşwet an vêrgiyan bi riya mabênciyan bidin.
– Bi behaneya şewtandina du makîneyên milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – Elemşat”, wê bi şev li 27.1.2021an, li Bajaroka “Kaxirê” – Navça Mabeta, bajarok dorpêç kir, endamên xwe pir li nav belav kir, avête ser malan û sivîl bi tirsandin dan, û /16/hemwelatî bi rengekî tewşankî û bêsûcane girtin, û ew jî ev in: Semîr Mistefa kurê Fayiq, Ebid Elrehman Mistefa kurê Fayiq, Fehmî Ebo kurê Elî, Welat Ebo Elî, Rîfa’î Îso kurê Îso, Rênas Hiso kurê Mihemed, Nezmî Hemreşo kurê Mihemed, Mihemed Mihemed kurê Fewzî, Rizgar Mihemed kurê Mihemed, Arêf Cabo kurê Riyêd, Mihemed Ne’iso kurê Nezmî, Hemîd Ehmed Xelîl Cano, Şiyar Ebo kurê Cemîl, Nezmî Ne’iso kurê Fayiq û Mistefa Mistefa kurê Fayiq, û piştî çend katan dudiyên paşiyê hatin berdan, û yên mane jî di êvara heman rojê de. Divê were zanîn ku, silef ew veguhestin navenda Navça Şiyê û pir işkence kirin, ji ber wê jî pirek ketin nav ciyan (nivînan), û ta niha bajarok di bin dorpêçê û hêlehûla bûyerê û gefên sezakirinê de ye. Û “Elemşat” ji xelkê “Kaxirê” dixwaze ku, li pêş çi aliyê bajarokê serdan bike, nebêjin binpêkirin di dermafê wan de hatine kirin.
= Pakrewanbûna du hemwelatiyan:
Pakrewanê ciwan ê negîhayî “Mihemed Izedîn Hisên”.
– Li 27.1.2021an, dema ku ciwanê negîhayî “Mihemed Izedîn Hisên/14/sal”, ji xelkê Gundê “Basilê” – Şêrewa yên koçberbûyî, li Cîgeha “Eltamûra” – Bakurê Heleb pez diçêrand, bombeyeke binzemînî pêde teqiya, û di encamê de birîndar ket û pişt re di nexwaeşxanê de mir. Bi bîr were jî ku, malbata wî li Bajaroka Tilrif’etê rûdine.
– Li 24.1.2021an, hemwelatî “Se’id Eldîn Eles/30/sal”, ji xelkê Bajaroka Tirif’etê – Bakurê Heleb, ê ku di bombebarana Turkiyê ji bajarokê re, li 23.1.2021an piştî nîvro birîndar ketî de, jiyana xwe ji dest da. Û weha hejmara qurbaniyên bombebaranê dibe çar (du zarok û jin û mêrekî).
= Revandina keçekê:
Keça hatiye revandin “Xalîde Hisên Henan”.
Li şev 23/24 Rêbendana 2021an, giropeke cekdar e serûnixumkirî avête ser mala hemwelatî “Hisên Henan” li taxa Bakur ji Bajarê Cindirêsê, ya ku milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” destlat dikin, û keça wî ya xwediyê hewcedariyên taybet “Xalîde/30/sal” revandin, û ta 27.1.2021an piştî nîvro çarenûsa wê nediyar ma, ta ku, paşê hate berdan. Û divê bête zanîn ku, malbata wê ji Gundê “Yalanqozê” ya nêzîkî Cindirêsê ye, lê ji ber zextê tengasîkirinan, ew neçar bûn werin li bajêr rûnin.
= Belavkirina Çanda Osmanî ya nû:
Weke berdewamî ji belavkirina Çanda Osmanî – Ixwanî ya nû re, û ji cîbecîkirina destserkirina xwe ya serweriyê li ser herêmên di bin bandorî û dagîrkeriya wê de – Bakurê Sûriyê, li 27.1.2021an, Turkiyê li Bajarê Efrînê biryargehek bi navê “Navenda Anedolê ya Çandî li Efrînê” vekir, û di wê navendê de “pirtûkxanak, holeke waneyan û holên perwerdekirinê” hene, mîna navenda ku, li Bajarê Ezazê, li destpêka Gulana 2020an hatiye vekirin.
= Teqîna makînakê:
Teqîna makînak bombekirî li Taxa “Pêşesaziyê” li Efrînê.
Weke tekezî ji rewşa fewdalîzim û serberdayetiya ku li Herêma Efrînê serwerkirî re, makînak rahêjê ye bombekirî, li 30.1.2021an nîvro, li cîgeheke li dawîya kolana Nanpêjgeha “Cûdî” ya li Herêma “Pêşesaziyê” û li hember quncikê Rojhilat – Başûrê meydana Bazarê Efrînê, di nav sivîlan û dîkanên caksazkirinên makînan de, teqiya. Û di encamê de, /6/ kes bûn qurbanî û /30/ jî birîndar bûn – li gor alavên ragîhandinên xwecihî – di nav de jî zarok hebûn -, û herweha jî li derdora cîgeha teqînê ziyanin şênberî çêbûn, û belor û qizêzên makîne û malan şikestin.
Kiwalisyona (Itîlaf) bi hemî berpirsiyar û pêkhateyên wê, berpirsiyariya binpêkirin, tewan û guhertina demografî ya rêbazkirî ku, li Herêma Efrînê û di dermafê xelkê wê de dibin, hildigire. Çimkî ew nixum û sîwana siyasî ji “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ” (ya ku, ji tonbiton milîseyên pêve girêdayî pêk tê) re ye, û li ser hesabê serwerî û berjewendiyên welat û gelê me yê Sûrî bi giştî, û li dijî hebûna Kurdan û rola wan – weke pêkhateyeke netewî ye serekîn di Sûriyê de -, bi dagîrkeriya Turkiyê re li herêmê, alîgir û hevpar e.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览466
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 177
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 31-01-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):13-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览466
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!