Գրադարան Գրադարան
Որոնել

Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!


Որոնման ընտրանքներ





Ընդլայնված որոնում      Ստեղնաշար


Որոնել
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Գործիքներ
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
Լեզուներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Իմ հաշիվը
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
Որոնել Ուղարկել Գործիքներ Լեզուներ Իմ հաշիվը
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Օգտվողի մասին
 Պատահական հատ.
 Օգտագործման պայմաններ
 Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Ձեր Կարծիքը
 Այցելու Հավաքածուներ
 Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
 Օգնություն
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 517,403
Նկարներ 105,687
Գրքեր 19,151
Կից փաստաթղթեր 96,393
Տեսանյութ 1,307
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations o...
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (126): Sê sal ji dijberî û dagîrkeriyê…Binpêkirin û tewanên li dijî mirovahiyê û yên şer…
Kurdipedia-ի աշխատակիցները մեր ազգային արխիվները գրանցում են օբյեկտիվ, անաչառ, պատասխանատու և պրոֆեսիոնալ:
խումբ: Քրդական փաստաթղթեր | Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Կիսվել
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (126): Sê sal ji dijberî û dagîrkeriyê…Binpêkir...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (126): Sê sal ji dijberî û dagîrkeriyê…Binpêkir...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (126): Sê sal ji dijberî û dagîrkeriyê…Binpêkirin û tewanên li dijî mirovahiyê û yên şer… Guhertinên demografî yên giştî.

Di navêna sê salan (20.1.2018 – 2021) ji dagîrkeriya herêma Efrînê ya Kurdî de – Bakur Rojavayê Sûriyê, bervajî tiştên ku, rijîma Turkiyê, Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî (ya rikber) û milîseyên Sûrî yên tundrew digotin ku wê li Efrînê herêmeke aram ava bikin; Ew bû herêmeke ne aram, fewdalîzim, serberdayetî, û hemî cûreyên binpêkirin û tewanan û belavbûna zikreşiyê tê de serwer in, û ji bo berhemdan, rahênankirin û piştgiriya nandoz û teroran bû meydan. Da ku, rewşa wê ya giştî roj li dû rojê pîstir bibe.
Di siya Rêvebiriya Xweser a berê de, û li dirêjiya şeş salan, Efrînê tu metirsî li ser derdora xwe çênekir. Lê berevajî wê, ê ji aliyê giropin bi (Artêşa Sûrî ya Azad) têne navdan, rêxistina “Da’işê” û “Cebhit Elnesre” û Artêşa Turkiyê ve, êriş hatinê, û di encamê de, ziyanên şênberî çêbûn, û hin pakrewan ketin. Lê, di heman demê de, sînorê Turkiyê bi Efrînê re aram bû, tu êriş li dijî xaka wê çênebûn û tu gefgur jî tunebûn. Ji ber wê, êrişkeriya Turkiyê berevajî mada/51/ê ji belgenameya Neteweyên Yekgirtî hat, û dijberiyek li ser xaka dewleteke din çêkir. Û bi xwe jî, li gor “Sîstema Roma” ya bingehîn a “Dadgeha Cînayeta Navdewletî”, tewanek e, û li gor hevpeyman “Lahayê – /1907/” û hemî pîvanên navdewletî yên pêve girêdayî, û herweha jî hemî heyîn û kiryarên li ser erdê û desthilatiya rastîn û serwerbûyî yên Hikometa Turkiyê li ser herêmê û di hemî waran de, dagîrkirineke daxmekirî ye.
Xişim û bêtar bi ser meriv û dar û kevirên herêmê de hatin, tewanên li dijî mirovahiyê û yên şer pêkhatin, û guhertineke demografî giştî – ye ku, dighêje asta qirkirina nijadî, û weke binpêkirinên mezin ji zagona mirovahî ya navdewletî re -, di siya bêdengiyeke navdewletî ye gûmankirî de, di dermafê Kurdan de pêkhatin. Û ji nav wan, emê van bi bîr wînin:
– Kuştinên mebestkirî, tewan û êrişên li dijî sivîlan:
Komkujiyên (tîmargehs mirîşkan a Robariya, Gobelê, Mabeta, Basûtê, Hêkiçê, nexweşxana Avrîn, Berbenê, Cindirêsê, Firêriyê, taxa Mehmûdiyê, Yalanqozê…HWD) pêk anîn, û karwanên sivîlan li dema êrişa li ser Efrînê armanc kirin. Yanê, em kanin bibêjin ku, hejmara qurbaniyên êrişkeriyê gihîşte dora /300/şehîdên sivîl -di nav de bi dehan zarok û jin- û bêtirî /1000/ birîndarên sivîl, ji bilî pakrewan û birîndarên “YPG, YPJ, Asayiş û xwebexşan”. Lê, dora /150/ sivîl ji yên bi sedema piroseyên dizînê yên çekdarane, işkencekirin, teqîna makîne û bombeyan, jinavbirinên govdeyî, jiyantunekirin û yên din ji 18.3.2018an ve, û bûne qurbaniyên pakrewan, me kanî belgebikirana. Ji bilî wan mirinên ji qehra bindestkirin û tûşîkirinê yan ji ber mercên jiyankirinê yên zehmet ên ku, dagîrkeriyê dayî ferzkirin ve.
– Kolekirin û perîşankirina sivîlan:
Desthilatên dagîrkeriyê ta niha bi mebest hewil dide, di hemî waran de pûçbûneke giştî çêbike, deriyên kar li pêş xelkê Efrînê bigire, û bi ser de jî, mal û milk û arziyên wan talan bike, werzên zeytûn, liban, meywe, simaq û çiloyê mêwa ji xwe re bibe, samanên tebayî (dewar û mirîşkan) yên dora/20/milyon dolar, li sala yekê li arê bide. Ji bilî wê jî, ziyanên hemî cûreyên dewarên din (hesp, bergîr, qantir, ker û kewarên mêşan), û ji bilî rawestandina tîmargehên mirîşkan ji kar, an jî wêrankirina hinan ji kok ve, bi sedema bombebarankirin û dizînê.
Ziyanên werzên zeytûna yên salên /2018, 2019, 2020/ – jêdera jiyanê ya serekîn ji xelkê Efrînê re, gihîşte derdora /210/milyon dolar. Bi ser de jî, ferzkirina vêrgî û sezayên diravî li ser wan tê berdewamkirin, û herweha bi karanîna hin ji xelkê wê bê kirê. Û weke nîşandan ji roxandina binevahiya aborî di Efrînê de, ji tevahiya /850/ kargehên dirûtina cilan – ên ku, didan bazarên Sûriyê tev de û hin welatên cîran jî – , li piştî dagîrkeriyê tenê /50/ jê mane, û di pileya xwe ya herî nizim de jî kar dikin. Û ziyana warên pêşesazî û aboriyê bi giştî pir e, rêjeya bêkariyê bilind bûye, û belengazî û perîşanî gelek fere bûye.
– Dûrxistina nişteciyan û guhertina demografî:
Koçberkirina zorane ji /250/hezar nişteciyên resen di dema şer de bi riya kiryarên dijayetî, û qedexekirina dora /200/ hezarî ji wan ji herêmên penaberiyê û hundir Sûriyê bo herêma wan, bi sedema girtina desthilatên Turkiyê ji derbasgehên Efrînê re, û ji ber wê jî, ew li herêmên penaberiyê(bajarokê Niblê û Zehrayê, û gund û bajarokên Şehbayê – Bakurê Heleb…) mişextkirî man, û hin jî reviyan Heleb, û herêmên Kobaniyê û Cezîrê, û di heman demê de, desthilatên Sûriyê jî hemî dergeh li ber guhestina wan girtin. Herweha bi dehezaran malbatên çekdaran yên nandoz li ba Turkiyê û malbatên koçberên “Xota Şamê” û gundewarên “Humsê, Hemê, Idlib û yên din” li Efrînê û navçên wê, û li ser hesabê arziyên nişteciyên resen, û di çadirgehên tewşankî de, hatin niştecîkirin. Vê yekê, guhertinek mezin di bingeha demografiya herêmê de çêkir, û rêjeya Kurdan daxist kêmtirî /25%/ (ya ku, berî dagîrkeriyê bêtirî /95%/an bû), û herweha guhertina demografî di warin din de jî çêkir. Bi ser de jî zextên zêde yên rojane li dijî Kurdên li herêmê mane têne kirin, da ku, neçar bibin erd û milkên xwe berdin û koçberkirina zorane berdewam bibe.
– Işkencekirin an danûstandina nemirovane yan danûstandinên kêmrûmetkirinê:
Xelkê Efrînê yên mane, rojane rastî hurhutandin û piroseyên revandin û girtinên fere dibin, û piraniya revandî û girtiyan -di nav de jî jin, zarok û temenmezin- hatin işkencekirin, û hin ji wan, li gor perçevîdiyoyeke belavkirî, bi şerjêkirinê hatin gefkirin, û ta niha çarenûsa bêtirî /1100/î ne diyar e. Û xwediyên piraniya yên berdayî vêrgiyên diravî dan, ta hin caran gihîşte /20/hezar dolar. Û li nîvê dudiyê ji sala 2020an, destlatên dagîrkeriyê hin jin û girtiyên ji bêtirî du salan ve bi rengekî zorane veşartî berdan, piştî ku, tenduristiya wan pîs bû. Ev tiştên jorin hebûna hepsên bidizî tekez dikin, û bi taybetî jî yên hatine berdan, newêrin li ser wan hepsan û mercên têre derbas bûne bipeyivin.
– Bindestkirina çandî û netewî:
Daxuyanên ku, pircaran berpirsiyar û leşkerên Turkiyê û serkêşên milîseyên cîhadîst û endamên wan, li ser gawirbûna Kurdan û tewanbarkirina wan bi cudexwazbûn û terorîzmê didan, û herweha fetweyên rewakerên ” Şoreş û cîhadê” yên ji bo talankirina arziyên Kurdan û ziyangîhandinê davêtin; Di bingeh de nîşana dijayetiyek nijadî û şofînî bi aliyê Kurdan ve ye. Mîna zordarî û bindestkirina bi rengekî rêbazkirî li dijî wan tê meşandin, yên hatine niştecîkirin di ser wan re têne girtin, û bi ser de jî, bi aliyê dijîkirina Kurdan û mal û milkên wan ve têne têvedan. Ji bilî wê jî, şerê çand û zimanê Kurdî, guhertina zanînwer û navên gund û bajarokan û meydanên giştî, û hewildana jihevşelandina tevna civakî, qedexekirina vejînkirina cejna wan a netewî “Newroz”, û dijayetiya li ser simbolên wan têne kirin, û di vê warî de, roxandina peykera Kawa nimûne ye. Bi ser de jî, neçarkirina xelkê Efrînê û anîndeyên tê de, bo wergirtina kertên danasîna kesayetî (yên ku, desthilatên dagîrker bi zimanên Turkî û Erebî derdixînin), da ku, hemiyan di çarçeweke civakî ye nû de, û bi nasnama (Osmaniya nû) bipişêfe û bihelîne.
– Bindestkirina olî:
Êzdiyan gelek binpêkirin dîtin, ji koçberkirinê ve bigir, ta kuştin, işkencekirin, şelandin, qedexekirina wan ji karanîna gerdîşe û bîrûboçûnên xwe yên olî û vejînkirina cejnên xwe yên salane, herweha neçarkirina hin ji wan ku di mizgeftan de nimêjê bikin, û pêlîskandin û roxandina hin zaretgeh û goristanên wan, û ji qerezê wan re, avakirina mizgeftan di gundên wan de. Herweha jî kinîsa tekane hate dizîn û talankirin, û bi ser ku, Mesîhî pir hindikin jî, tu kes ji wan newêre ola xwe ragihîne. Tiştê hîn bi robet, hin mizgeft jî, di dema êrişkeriyê de hatin bombebarankirin, û kelûpelên wan (sicade, firaxên baqirî û amûrên elektirîkî û dengane) hatin dizîn. Weke tê nasîn Efrîn civekeke vekiriye, û di baweriyên xwe yên olî de, ne tund û tûj e, lê, talanker kiryarên olî û civakî yên sert belav dikin, û kar dikin ku, li ser nişteciyên resen bi hemî endamtiyên wan ên olî, ferz bikin. Bi taybetî jî tevgereke olî ye çalak, li gor şêweya Osmanî – Ixwanî, û bi serpereştiya “Sekna Diyant” a Turkî, li herêmê tê kirin. Û diyardeyên vejînkirin û şahiyan di cejnên “Rojiyê û Qurbanê”, di nav xelkê Efrînê de, di nav hestên xemgîniyê, jihevdûrketin, û heyamên bindestkirin û zordariyê de, wenda dibin.
– Tetrîkirin, tundrewiya olî û ramanên Osmaniya nû:
Hikometa Turkiyê siyaseta tetrîkê, belavkirina tundrewiya olî û ramanên Osmaniya nû – bi taybetî di nav xort û zarokan de – û bi riya kampaniyên ragîhandinî û di bin gelek navan de ( komeleyên karguzarî û çandî û olî, zanîngeh û amojgeh û dibistanên taybet, dibistanên Îmam Elxetîb, çalakiyên ciwanî, vejînkirina boneyên Turkî û hildana ala Turkiyê bi piranî, û nîşandana nîşana “Gurên Beresorî”, korsên perwerdeyî…HWD) û rêbazên xwendinê yên eydiyolocî re, li Efrînê berdewam dike. Li kêlekê jî, şerê çand û kevnetora herêmê, bi riya gelek guhertin û binpêkirinan, û bi şîret û serperştiya istîxbaratên Turkiyê tê kirin. Û herweha jî, hewildanên guhertina nasname û çanda herêmê û xelkê wê, û roxandin û dizîna arziyên wê yên çandî û jiholêrakirina dîroka wê berdewam in. Û ya dawiyê jî, guhertina perestgeha “Nebî Horî” ya bervejorî ya Romanî û mizgefta hevcîwar bi zanînwereke Turkî – Osmanî; Ev yeka jî, li dijî “Hevpeymana Lahayê – /14/ Gulana 1954an a ji bo parastina sermiyanên çandî di rewşa şeran de” ye.
– Wêrankirina malmewlan bi rengekî fere û destdanîna ser:
Ji roja yekê ji êrişkirinê ve, wêrankiina malên rûniştinê, û arziyên giştiyane û taybet hate kirin, û talankeran kelûpelên malan dizîn û dest danîn ser milkmewalan, wêlomê jî roja 18.3.2018an bi roja “kuliyan” hate navdan. Ji ber ku, wê rojê bi şêwakî fere firoşxane, embar, mal, alav û amûr, li ber çavên cîhanê, li Efrînê hatin talankirin, û ta niha jî, dizîn û talan û çetekirin bi rengekî fere berdewam in. Piraniya guvêşgehên zeytûna, kargehên bêrîn û sabûnê, çêgehên kicvan, û firoşgeh û embarên herêma pêşesaziyê rastî dizînê hatin, an jî ji bo parastina çêgehên xwe yan vegerandina tiştên hatine dizîn, xwediyan tibabin diravî yen mezin dan, û weha vêrgiyên mehane jî didin. Û piroseyên destdanîna ser firoşxane, mal, zevî û erdên çandiniyê -bi taybetî yên ku, xwediyên xwe ne hazir û hin jî yên hene – bi riya gelek fêlbazî û şêweyan berdewam in, ewên ku, tevahiya wan zêdetirî nîvê milkê xelkê Efrînê dike. Herweha, çekdar û yên hatine niştecîkirin mal û firoşxaneyên xelkê Efrînê vala nakin, bi ser ku, xwedî timî daxwaz dikin û giliyan radikin. Bi ser de jî, hin malbatên Kurd ji malên wan an jî ji yên merivên wan diqewtînin, da ku, anîndeyan li şûnê bi cî bikin.
– Dizîna zêta zeytûna:
“Hevkariyên gerantîkirina çandiniyê ya Turkî” yên pir destûrên awerte daniyê, lîstak bi buhayin nizim ji bo kirîna zêta zêtûna ji herêma Efrînê (ya ku, li derve pir buha tê firotan), di her sê salên borî de derxist. Da ku, ji Turkiyê û hevkarên wê re karinî pir wîne, û pê milîseyên terorîst û nandoz werin piştgirîkirin. Û bi taybetî navendeke bazirganî Turkî ji bo kirîna zêtê, li guvêşgeha “Rif’etiyê” – bajarê Cindirêsê, heye, û dest danî ser kirîna 80% ji tevaya berhema zêta herêmê, bi makînên baran di derbasgeha “Hemamê” ya nû re guhestin “Hetayê” – Turkiyê, bêyî ku, di herêma azad a bajarê “Qirixanê” re derbas bibe, û bêyî ku, bi rengekî sîstemkirî were tomarkirin. Yanê bi ser ku ji welatekî din tê, ew nakeve piroseya istîradê. Paşê hin guherînan li zêtê çêdikin, û di bin navnîşana ” li Turkiyê çêbûye” de, li cîhanê tê firotan. Bi taybetî jî ku, nûnerên wan hevkariyan çûne Emrîka, da ku, zêtê ragihînin.
– Dîlgir û hepsên ne rewa û veşartinên zorane:
Ta niha artêşa Turkiyê hejmar û çarenûsa dîlgiran ên li ba xwe açiq nekiriye, weha zîndanên taybet ên milîseyan jî hene, û ta niha jî dora /1100/ kesî girtî bi rengekî zorane veşartî ne û çarenûsa wan ne xuyaye. Û bîneriyên hin kesên hatine berdan didin xuyan ku, piraniya wan li zîndanên (Elra’î, Mari’ê û Ezazê) di mercên sert de veşartî ne, û hin ji wan revandberan jî di nav lepên çeteyên çekdar de ne, û berdana wan li ser dandina vêrgiyên diravî yên mezin dimîne, yan jî hatine kuştin. Herweha, berdana hinekan piştî veşartina bêtirî du salan, hebûna zîndanên bi dizî tekez dike. Bi taybetî ew vîdiyoya ku, li dema milîseyên “Ceyş Elîslam” êriş birine ser biryargeha “Firqit Elhemzat” – avahiya asayişê ya berê li hirşê “Mehmûdiyê” – bajarê Efrînê, li 28.5.2020an hatiye belavkirin, û tê de /11/jinên ji du salan ve hindakirî, hatine diyarkirin.
– Girtinên tewşankî yên bêsûcane:
Ji bilî revandin, libaxwehîştin û pêlên seknandinê, kampaniyên biservebirinê û girtinên tewşankî – bi tewanbariyên kîndariyê û ji binî ve dûrî rastiyê -, ji aliyê Asayişa Leşkerî an milîseyan ve, bi hebûna efser û leşkerên Turk, û bi serpereştiya istîxbaratên Turkiyê, têne kirin. Vêre jî, lêdanên yekser li pêş çavên xelkê, û işkencekirin li navendên lêkolînan, destdanîna ser amûrên telîfûnên mobaylan, lêgerînkirina malan, pêlîskandina kelûpelan, kêmrûmetkirin û dizîna hin malmewalan, çêdibin. Û hin caran ew di dermafê heman kesî de tên dubarekirin -hin ji wan pênc caran – bi tuhmeta têkliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û dighêje jin û negihîştî û temenmezinan jî. Û li dawiyê bi hepiskirin û vêrgiyên rengereng têne cezakirin, û hin caran cezayên sertir jî têne dandin. Weke ku, dadweriya Turkî sezaya zîndankirina tevaya jiyanê da hin girtiyên sivîl, û hepiskirina dehên din bi demên cûrbecûr, hin ji wan guhestin Efrînê. Û bi fisûkî û raporên bi kîn ên ji aliyê istîxbaratên Turkiyê ve amedekirî, xelkê Efrînê yên li Turkiyê rûniştine jî têne girtin. Di vir de Hikometa Turkiyê li gor mada/70/ê ji hevpeymana “Cinêvê” ya çaran a /1949/an, “a ku, rê nade dewleta dagîrker kesekî/keseke parastî, li ser kiryarên berî dagîrkeriyê kirine yan nêrînên dane, bigre yan bide dadgehkirin an tewanbar bike”, berevajiyek bi cers dike.
Girtinên tewşankî û bêsûcane bi şêwakî fere û bi pilan û rijd têne kirin, û ne tenê di dermafê yên nêzîk ji Rêvebiriya Xwerser a berê ve, lê di dermafê piraniya Kurdan de – nişteciyên herêmê yên resen. Armanc jê jî, ne tenê komkirina perane û hew, belê kêmrûmetkirin û tirsandina nişteciyên resene jî, da ku, wan berve berdana mal û milkên wan ve têvedin, û bingeha daxuyanên asayî li ser wan ji istîxbaratên Turkiyê re çêbikin. Û bi taybetî, piraniya binpêker û tewankaran nayên sezakirin û bi hêsanî jê difilitin. Di dema ku, zagon û dadwera li Efrînê hatiye damezrandin, bûye alava guvaştin û zextê li ser girtiyan û nişteciyên resen, û ne ji bo vegerandina mafên wan û redkirina zordariyan, û sezakirina tewankaran û girtina dizan in. Ev jî tekez dike ku, ew siyaseteke dijayetî û rêbazkirî û yekser bi serpereştiya Turkiyê ye, û li dijî Kurdan têye meşandin.
– Redkirina giliyên hemwelatiyan:
Piraniya yên binpêkirin û tewan di dermafê wan de hatine kirin, ji tirsa re newêrin hewaldin, û tu lêkolîn û dadgehkirinên dadmend ji wan binpêkirin û tewanên tên ser sivîlan re nayêne çêkirin. Û herweha desthilatên dagîrkeriyê bi berpirsiyarî guh nadin giliyên hemwelatiyan, nejî bersivên bawerbûyî didin wan, û ne jî çarenûsa girtiyên bi zorê veşatî didin xuyakirin. Û hin ji wan dadgehên çêkirî, tenê ji bo tuhmetên çêkirî yên li dijî girtiyan û sezakirina wan bi vêrgiya ne. Û piraniya xelkê Efrînê nikanin giliyan rakin an giliyên dadwerî li dijî yên tewan di dermafê wan de kirine hildin, û hîn dibe ji nûve werin sezakirin. Ji ber wê, tu dibînî çawa ji daxuyan û axaftina li ser binpêkirin û tewanên dighêne wan, xwe didin yal, û hin caran ji neçarî hin ji wan, bervajî bûyerên hene bîneriyên xwe didin. Weke çawa “Komîta redkirina zordariyan” a ji çend heyvan ve, ji nav serkêşên milîseyan çêkirî, hat ku rûyê dagîrkeriyê sipî bike, û li ser wan tewanên mezin veşêre; Û bi taybetî piştî ku, rapora komîta lêkolînên navdewletî ya serbixwe – Îlûna 2020Z, tewanên li dijî mirovahiyê û yên şer ku li Efrînê pêktên, anîne zimên.
– Ziyangîhandinên pir bi jîngehê û nixuma geyayî:
Ji berî talankirinê desthilatên Turkiyê rûberin çandiniyê û ihracê di dema avakirina dîwarê çîmentoyî yê cudabûnê de, bi kûraniya /200-500/M û di ber sînor re, bi şêwakî fere rêşkirin. Herweha, li wexta êrişkeriyê, bi hezaran darên zeytûnê ji pir cîgehan ( wek Çiyayê Bilêl, Curqa û gundê Dêrwîş û gundê Çê – navça Reco, gundên Hemamê, Merwaniyê Jorin û Jêrin û Aşkê Xerbî – navça Cindirêsê, gundên Anqelê, Qermîliq û hersê Çeqela – navça Şiyê, di navbera gundên Kefircenê û Metîna – navça Şera, û çiyayê Şêrewa) , bi mebesta avakirina bingehên leşkerî, bi alavên leşkerî hilkirin. Û gelek daristanên ihracê li çiyayên “Sarsînê, Kumreşê, Hawarê, Curqa û Bilêl – navça Reco, Remedana, geliyê dûjehê, Tetera, Rûta, Hec Hesna, cîgeha Qaziqlî, Şêx Mihemed û Çolaqa – Cindirêsê, Meydankê û Mehmûdiyê – Efrîn, Kefircenê, riya Reco – Meydan Ekbez, û Meydana, Qêsim, Şêx Bilêl û Qerebaba – Reco û hin din”, bi rengekî hovane hatin qutkirin û şewtandin. Û ji aliyekî din ve, bi sedhezaran darên biber û ihracê yên cûrbecûr ên temenmezin jê, ji aliyê milîseyan û beşek ji anîndeyan ve, ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê, hatin qutkirin. Û bergeha darên qutkirî û şewtandî li herêma Efrînê gihîşte dora /15/ hezar hiktar ji tevaya /32/hezar hiktar.
Yek ji bingehên siyaseta dijayetiyê ya ku, dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê dimeşînin, Jihevbirîna têkliya mirovê Kurd li Efrînê ji jîngehiya wî ya xwezayî û arziyên wan, û li dawiyê hejandina tamarên civakê û lawazbûna wan.
– Armanckirina cîgeh, çêgeh (kargeh) û malên sivîlan:
Artêşa Turkiyê bêdudilî binevahî û çêgehên sivîlî (nexweşxane, navendên bijîşkiyê, tîmargehên mirîşkan û yên pêz, dibistan, mizgeft, zaretgeh, avahiyên rêvebirinê, napêjgeh, stasyonên ava vexwarin û avdanê, çêgehên benda Meydankê, guvêşgehên zeytûna, malên li navendên navçan û gundên wan) armanc kirin, û beşek mezin jê tûşî wêrankirina mebestkirî û dizînê bûn, mîna: ” toreyên telîfûna binzemînî û elektirîkê. Û ta niha piraniya wan çêgeh û binevahiyan derveyî xizmetguzariyê ne, û li şûna hinan jî, çêgehên saziyên Turkiyê hatin avakirin. Herweha di dema êrişkeriyê de, hin malên navendên navçan û gundên pêve girêdayî hatin armanckirin û hinek jî hatin şewtandin.
– Destdanîna ser hin gundan:
Bi awakî mebestkirî artêşa Turkiyê û milîseyan dest danîn ser hin gundan û nehîştin xelkê wan vegerinê, mîna: “Qestelê Cindo, Baflûn, Sînka, Be’irava – navça Şera, Cilbirê, Gobelê, Dêrmişmişê, Zirêkatê, Basilê û Xalta – Robariya, Çê û Derwîş – navça Reco, Şêxorzê û Qota – navça Bilbilê, û Tilifê – Cindirêsê…” Û ji xwe re kirin biryargehên leşkerî yan rûniştgeh ji çekdaran re.
– Bindestkirina jinan, destdirêjiya zorane, û mêrkirina di bin fişarê de:
Di bingeh de, ew milîseyên cîhadîst ên selefî, di civakên xwe de – bê redkirin – bindest dikin, ji dubarekirina jinanînê de bigir, ta serûgirtinê, belavkirina cins û hinên din. Û ew in ên bindestkirina jinên Kurd li Efrînê li gor wê mejiyê qirêj bindest dikine.
Bi ser ku, piraniya yên ew tewan di dermafê wan de têne kirin newêrin hewaldin, an gilî bikin û dozên dadwerî di dermafê wan de rakin; Nûçeyên hin destdirêjiyên ên cûrbecûr, û zorkirina li ser keçikan ji bo mêrkirinê yan çewsandina yên negîhayî, û di vê warî de jî, hin nûçeyên revandin, zorbirin û kuştina mebestkirî, ji me re hatin. Û ji ber tunebûna aramiyê û ji tirsa binpêkirinan re, piraniya xelkê newêrin keçên xwe bişînin dibîstanan.
– Wêrankirina goristan û cîgehên kevneşopî, dizîna kevneşopan:
Êrişkeriya Turkiyê gelek cîgehên kevneşopî wek “Girê Endarê, Nebî Horî, Teqlekê, Marmaron,…” bi bombebarnkirina giran armanc kir, û ziyanên mezin gîhandinê, da ku, zanînwerên wan ên dîrokî wenda bibin. Herweha, destlatên dagîrkeriyê çavan ji ser piroseyên dizîna şopeweran û lêgerînkirinê dadimrîne, û serpereştî û pişikdariya pirekan jî dike. Wek kolan û lêgerîna li cîgeh û girên (Horî, Endarê, Berad û Marmaron, Birc Ebdalo, Qîbar, Cindirêsê, Gemrûkê, Sêmalka, Zirafkê, Kitix, Dirûmiyê, Dûdêra Meydankê, Merwaniyê Jêrin, Cirnaz, Bazarê, Xirabê Elo, Ke’ûra, Bilêlko…û HWD) û gelek zaretgehên Islamî û Êzdî jî.
Û ji aliyekî din ve, goristanên şehîdan li “Kefirsefrê, Metîna û Keferşîlê”, û gorên kesayetiyên olî û çandî jî, nimûne: Gora Duktor “Nûrî Dêrsimî”, û roxandina kêlikên tirbeyên ku, bi zimanê Kurdî li ser hatine nivîsandin.
– Belavkirina fewdalîzim û seberdayetiyê:
Hikometa Anqerê hewilneda ku, asa û aramiyê li herêma Efrînê peyda bike, bi stubariyên xwe ji bo peydakirina sazûman, aştiyaneya giştî û parastina sivîlan ranebû, encûmenên xwecihî – weke alav ji cîbicîkirina siyasetên xwe re – çêkirin, û destên milîseyên cîhadîst û terorîst filitandin, da ku, binpêkirin û tewanên qirêj pêkwînin, û ji bo dizîn û çarçewan bandorkirinê, di nav hev de şer bikin. Herweha, teqîneyên terorîst jî di nav sivîlan de hatin kirin, û di encamê de qurbaniyên şehîd û birîndar çêbûn. Û weha jî, teqîneyên bombeyên teqîner jî pir bûn, û bi taybetî yên ku hin serkêşên milîseyan û endamên wan kirine armanc.
– Binevahiyên lawaz û nizimbûna xizmetguzariyê:
Roxandin û dizîna mebestkirî gihîşte binevahiyên bingehîn ji tore, stasyon û navendên elektirîkê, telîfonê, ava vexwarinê, dibîstan, amojgeh, zanîngeh, tore û coyên avdana çandiniyê, giropên zayendokên enerciya elektirîkê, şaredariyan, û hin ji wan jî kirin biryargehên leşkerî. Ji ber wê, asta xizmetguzariya wan pir daket an jî nema, û xizmetên niha pêşkêş dikin di pileya herî nizim da ne. Zatirê li vê dawiyê kêmbûna sûtemeniyan û buhabûna nirxên wan, pişta xelkê şikand. Û ji aliyekî din ve, piraniya sazî û dezgehên hikûmeta Sûriyê ji xizmetguzariyê hatin derxistin.
– Bikaranîna çekên qedexekirî:
Nûçeyin ji Rêvebiriya Xweser ve derhatine, dan xuyan ku artêşa Turkiyê bombeyên goşeyî yên qedexekirî, û herweha gaza kilorê jî li gundê “Erendê”- navça Şiyê, bi kar aniye.
– Pêlîskandina bi terman:
Di dema şer de, çekdarên cîhadîst hin perçevîdiyo belav kirin, tê de xuya dibe ku, çawa ew bi rengekî hovane kiryarên qirêj di dermafê termên şehîdên şervanên Kurd de dikin, û tewana wan a di dermafê terma pakrewana Kurd “Barîn Kobanî” de, ji asta kîndariya wan a veşartî re, nimûneya herî balkêş û bi robet bû.
– Koçberên Efrînê yên bi zorê hatine koçberkirin:
Koçberên li herêmên “Şehba, bajarên “Niblê, Zeharyê, Til Rif’et, Dêr Cimêl” û hin gund û bajarokên “çiyayê Lêlûnê” – Bakurê Heleb (yên di bin desthilatiya artêşa Sûriyê û bandoriya Rûsî de) rûniştine, jiyaneke pîs û xemgîn derbas dikin, hejmara wan dora/85/hezar nişte ye, jê /9/hezar di pênc çadirgehan (kampan) de rûdinin, ji çar aliyan ve – weke hepseke mezin – dorpêçkirî ne, ji aliyê hêzên hikometa Sûriyê û milîseyên (rikber) û artêşa Turkiyê ve çênabe werin guhestin, bi pirogramên Neteweyên Yekgirtî yên fîxana mirovahiyê ne giştîkirî ne , û ew ji kêmbûna derfetên kar û xizmetguzariyê (elektirîk, ava vexwarinê, tenduristî, hînkirinê û hin din) zehmetiyan dikşînin, û daxwaza wan a bingeh vegera li cî û warên wan e.
Û ji aliyekî din ve, bombebarankirina hêzên Turkiyê û giropên çekdar ên bi ser wê ve, ji gund û bajarokên Bakurê Heleb re (yên ku, xelkê Efrînê penaberê bûne) dubare dibe, û ziyanên şênberî û qurbaniyên pakrewan û birîndaran li şûn xwe çêdike. Weke çawa li 22.2.2019an di komkujiya bajaroka Til Rif’etê de çêbûye.
– Avakirina dîwarên cudahiyê:
Artêşa Turkiyê dîwarên çîmentoyî li dor biryargeh û bingehên xwe yên li navenda bajarê Efrînê û navçeyên wê û yên bi hemî pêdiviyan xizmetkirî ne, ava kirin. Herweha jî, dîwarek bi bilindbûna du metroyan li nêzîk gundên “Kîmar, Cilbir û Meryemînê” – Başûr Rojhilatê Efrînê -wekû pêngaveke bi gûman ji damezrandina dîwareke jihevcudakirinê bi Heleb re be – ava kir.
Di dema şer de li ser Efrînê, Turkiyê bi biriyara sarkirina şer /2401/ a ku, ji Encûmena Ewlehiyê ve, li 24.2.2018an hatî der de, û naverokên biryara wê /2254/ya sala/2015/an “ji aliyê avêtina pêngavên lêhatî yên ji bo parastina sivîlan de bigir, ta peydakirina mercên guncaw ji bo vegera aram û jixweber ji koçber û penaberên hundirî re bo herêmên wan ên resen, û ji nûve avakirina herêmên ku ziyan gihîştinê, û li gor zagona navdewletî” – bi ser destlatkirina wê ya rastîn û giştî (leşkerî, rêvebirî û serwerî) li ser herêmê – , pêgir û pabend nabe. Wê herêm dagîrkirî ye, û divê Turkiyê bi erk û stubariyên xwe rabe, û bi zagona mirovahî ya navdewletî pabend be.
Herêma Efrînê di dorpêçkirineke temam de ye, ragîhandin bi ferzkirina destlatên dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê lê tune ye, nişteciyên wê yên resen di jiyana rojane de pir êşekan dibînin, û li pêş seredana alavên ragîhandinê, û şandên rêxistinên mafwerî, sivîlî yên bi mafên mirovan guhdanê dikin û şandên perlemanî, girtî ye.
Bangewaziya xelkê Efrînê -li kû dibin- bidawîkirina dagîrkeriya Turkiyê ye, derxistina milîseyên çekdar ji herêmên wan e, û vegera hemî penaberan bo cî û warên wan e. Û li gor benda/1/ ji biryara Komela Giştî ya Neteweyên Yekgirtî /1514/ ya 14.12.1960 (ya ku, dibêje: Bindestkirin û kolekirina gelan ji aliyê biyaniyan ve, û desthilatkirin û çewsandina wan; Tersî belgenameya Neteweyên Yekgirtî ye, û doza aştî û hevkariyê yên cîhanî kend dike); Kurd di xebat û berevaniya xwe ya dadmend de, bi hemî şêweyên rewa di ber doza xwe, û ji bo tazîkirina siyasetên Turkiyê yên dijayetî û riswakirina binpêkirin û tewanên dibin de, berdewam in. Herweha, li ser asta Kurdistanî, niştîmanî Sûrî û navdewletî, bang li hemî yên têkildar dikin ku kar bikin, da ku, bêdengiya li ser rewşên pîs ên li herêma wan serwerkirî heye bişkînin, û Hikometa Anqerê bi aliyê seknandina qirêjiyên ku di dermafê wan dibin de, têvedin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî - Kurdîy Serû) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 334 անգամ
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
կապված նյութեր: 177
Ժամկետները եւ իրադարձություններ
Հոդվածներ
Քրդական փաստաթղթեր
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-01-2021 (3 Տարի)
Բնօրինակ լեզու: Արաբերեն
Երկիր - Նահանգ: Արևմտյան Քրդստան
Տասնամյակ: 20 տարեկան (20-29)
Փաստաթղթի ոճ: Թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: թարգմանված
Քաղաքներ: Աֆրին
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 03-02-2024
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا ک ) կողմից 14-02-2024
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( سارا ک ) վրա: 14-02-2024
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 334 անգամ
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները

Վավերական
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
28-09-2014
هاوڕێ باخەوان
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
09-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 517,403
Նկարներ 105,687
Գրքեր 19,151
Կից փաստաթղթեր 96,393
Տեսանյութ 1,307
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.5 երկրորդ (ներ).