图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,435
图片 105,699
书籍 19,158
相关文件 96,444
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (124): Binpêkirin û guhertina demografî li gundê “Çeqmaqê Mezin”, destdirêjî, bombeyên teqîner
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (124): Binpêkirin û guhertina demografî li gund...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (124): Binpêkirin û guhertina demografî li gund...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (124): Binpêkirin û guhertina demografî li gundê “Çeqmaqê Mezin”, destdirêjî, bombeyên teqîner, serbestberdana hin kesên bi zorê veşartî.

Teqandinên bombeyên teqîner di gundên li herêmên di bin dagîrkeriya Turkiyê de – ji bilî yên li navendên bajaran – çêdibin, her derin pir dibin. Ev rûdana jî, di siya reva hikometa Turkiyê ji berpirsiyariyên xwe ji bo pêkanîna sîstem û aştiyaneya giştî de; belavbûna fewdalîzmê û nelihevkirin û nakokiyên navxweyî(yên ku, istîxbaratên Turkiyê di nav milîseyan de, li ser nandozî, talan û çarçewa bandoriyê gur dikin), tekez dike.
Û binpêkirin û tewan li Efrînê her didomin, emê ji wan van bi bîr wînin:
Gundê “Çeqmaqê Mezin” – Reco, û deştên wê.
= Gundê “Çeqmaqê Mezin” – navça Reco ji dora /300/mal/malbat pêktê, ji nişteciyên wê yên resen /92/malbat mane, û bêtirî /400/malbat ji anîndeyan lê hatine bi cîkirin. Milîseyên “Feyleq Elşam” gund desteser dike, navendeke wê li wir heye, /7/ hezar darê zeytûnê ( hin jê yên malbatên Îbiş, Şêxo û Ebas in), bi taybetî jî piştî ku, belgeyên “wekaletên” ku, hin hemwelatiyan pê mal û milkên merivên xwe bi rêve dibirin, nema hatin pejirandin), û herweha jî dora /4/hezar darê behîvê û fistiqan ên zaroyên dilovanber “Şêxo Îbiş”. Û ew darên dest danîne ser, ji bo êzingkirinê bi rengekî hovane hatin qutkirin, û tenê ji darên behîv û fistiqan dora /50/ ton êzing hate derxistin. Ji wan darên hatine qutkirin, dareke sindiyanê ye romî /300/sal û yeke din /200/sal ên di zeviyê dilovanber “Şêxo Osman” de, û tevahiya darên ihracê yên derdora zaretgeha “Qemçî” û yên çiyayê bi ser gund ve. Herweha, girê Başûrî gund û zeviyên çandiniyê yên derdorê û çiya jî, hatin kolan û bi amûran li kevneşop û entîkan hate gerandin û dizîn. Weha jî, li meha Tebaxê /2018/an, ji aliyê istîxbaratan ve, ev hemwelatî (temenmezin “Hîkmet Ebdo keça Bêkir /60/sal”, temenmezin “Mihemed Şêxo Ne’isan/62/sal”, “Es’ed Ukaş Xelîl /43/sal” û “Zehir Eldîn Hemîd Mihemed/37/sal”) hatin girtin, bo Turkiyê hatin guhestin, û bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, weha hatin zîndankirin: “Hîkmet” bi /6/salan û hersiyên din jî bi /5/salan. Û li çaxa êrişkeriya bi ser gund de hatiye, çekdarên milîseyan kelûpelên hundir malan ( şênberên xwariniyê, giropên eliktirîkê, tablo û betariyên taqeta eliktirîka roniyê, deboyên “cere” gazê yên malan, firaxên baqirî û tiştin din), herweha textên pê banên xaniyan têne girêdan ( buhaya wê dora /15/hezar dolar), û (pîkabek honday, tirektorek, bagrek ji hev hate şelandin û perçeperçe hate firotan – ên malbata “Hemoyê Êhmo”), dizîn. Herweha jî, hemî heyînên çêgeha perwerdekirina mirîşkan a li navbera gundên “Çeqmaqa û Çençeliya” (giropa zayendkirina eliktirîkê, derî, alav û gerekiyên din) hatin dizîn, tenê jê ban û dîwar man, û ji xizmetguzariyê derket. Weha jî, xelkê gund tûşî gelek tengasiyan bûn, wek nimûne: li 30.7.2020an, hemwelatî “Ridwan Mihemed” bi tuhmeta vekişandinê ji Islametiyê hate girtin, û ta niha li hepsa Maratê – Efrîn, /6/ heyvên ku, pê hatiye cezakirin diqedîne.
Dareke îhracê ye qutkirî li çiyayê gundê “Çeqmaqê Mezin”.
= Li navça Bilbilê û gundên wê, hemî zeviyên zeytûna û erdên ku, milîseyan dest danîne ser, bi tirektorên xelkê wan gundina – bê pere yan jî bi pereyên hindik – têne ajotin. Û herweha ji nû ve, destan dîdinin ser malmewalên hemwelatiyên hene, ger nikabin belgeyên malmewaliyê yan jî rêdanên çandiniyê ji encûmena xwecihî ( ya ku, destlatên Turkiyê çêkirî) peyda bikin û wînin.
= Li 2.1.2021an, milîseyên “Firqit Elhemzat” dora /225/darên zeytûnê yên sê bira ji malbata “Kevno” ji gundê “Bablîtê” ( yê ku, li Rojavayî bajarê Efrînê bi dora /6/KM dikeve) qutkirin -bi ser ku, wan li ser her darekê /2/dolar vêrgî jî dabûn. Herweha hersê bira çend rojan girtin û paşê berdan, lê, bi cezakirinê hatin gefkirin, ger gilî bikin an wê tewanê ragihînin. Weke wê jî, hinek din bi revandina keçên wan hatin gefkirin, ger ku, qutkirina darên xwe bidin xuyan.
= Li 8.1.2021an piştî Nîvro, giropeke ji milîseyên “Lîwa’i Semerqend”, bi du makînên çekdarkirî çûn ber mala hemwelatî “Xelîl Ehmed Şêx Îsa” ji xelkê bajaroka “Kefirsefrê”, bi zorê û bi behaneyeke çêkirî ji mal derxistin, û bi awakî hovane lêdan. Û paşê jî ji ber birîn û derzandinên li govde çêbûne, şikestina dêst û hin paresûyên wî, ew birin nexweşxaneyeke Efrînê ji bo dermankirinê. Û li Roja Şemiyê bi Êvarî, di tenduristiyeke pir ne baş de, vegerandin malê.
= Li 3.1.2021an, du giropên çekdar li hundir bajarê Efrînê, bi çekan bi hev ketin, û di encamê de, ciwanekî negîhayî ji anîndeyên “Xotayê” bi qurşînekê birîndar bû.
= Li 4.1.2021an, milîseyên “Artêşa Ehrar Elşerqiyê” ya ku, gundê “Qurbê” – Cindirêsê desteser dike, /30/ endamên milîseyên “Firqit Elhemzat” ( yên ku, darên zeytûnê – yên hemwelatiyên bi zorê koçberkirî û di bin destê wê de, qutkirine), girtin û hepis kirin.
Hemwelatî ” Xelîl Ehmed Şêx Îsa”
= Li 8.1.2021an, li derbasgeha bajaroka Kefirsefrê, “pisporên endezyariyê” makînak bi bombeyeke teqîner bombekirî ( ye ku, istîxbaratên Turkiyê diyarî cîgirê serkêşê milîseyên “Lîwa’i Semerqend” yê ku, di mala koçberekî Kurd de ya li nêzîk cîgeha teqandinê, rûniştî), teqandin. Û di dema şuştina makînê de, û berî were bikaranîn, pêhesîn ku makîne bombekirî ye.
= Li 2.1.2021an, hêzên Turkiyê û nandozên wê, bajaroka “Tilrifetê” û gundên “Şehbayê” li gundewarên Bakurî Heleb (yên ku, bi koçberên xelkê herêma Efrînê ya dagîrkirî mişt) pir bombebaran kirin.
= Hemwelatiya bi navê “Nazliyê Ebid Elrehman Ne’isan” ji xelkê gundê “Xelnêrê” (ya ku, li Havîna 2018an hatibû girtin, û bêtirî du sal û çariyekê hatibû veşartin, û paşê bo hepsa Maratê hatibû guhestin), serbest hate berdan.
= Hemwelatiyê ciwan “Semîr Mihemed kurê Fayiq” ( bawernameya aboriyê ji zanîngeha Heleb wergirtiye û ji xelkê gundê “Til Silorê” ye), li Avdara /2018/an di dema êrişkeriya bi ser herêmê de hate revandin, bi zorê dora du sal û nîvan hate veşartin, paşê bo hepsa Maratê hate guhestin, û li destpêka vê heyvê, ji wir serbest hate berdan.
Şopandinên ragîhandinî, mafnasî û siyasî li ser asta navdewletî, nagihêje radeya guhdan û pûtepêdana bi miletekî weke Kurd li Sûriyê ku, herêmên wî ên dagîrkirî bi awakî rêbazkirî guhertina demografî (ya ku, digihêje asta qirkirina nijadî), tê de çêdibe.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览412
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 177
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 10-01-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览412
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,435
图片 105,699
书籍 19,158
相关文件 96,444
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!