图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,413
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (123):Gundê “Qopê” yê bindestkirî, kuştina jinekê, revandin û girtin û zîndanên bi dizî
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (123):Gundê “Qopê” yê bindestkirî, kuştina jine...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (123):Gundê “Qopê” yê bindestkirî, kuştina jine...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (123):Gundê “Qopê” yê bindestkirî, kuştina jinekê, revandin û girtin û zîndanên bi dizî, qutkirina darên behîvê, li Cindirêsê teqînek.

Hikometa Anqerê bi serokatiya Erdoxan, bi hemî doseyên hundir û derve re, mîna piroseyên bazirganiyê û li gor berjewendiyên teng (ên bi pozbilindiyê û bîrûboçûnên Islamewî û netewperestî yên qirêj hatine istiran), dide û distîne. Ji ber wê ew di doseya Sûriyê de, li ser bingeha ferekirina bandora xwe û parastina peyayên xwe – ta ku terorîst bin jî -, û bi rengekî serekîn jî ji bo derbkirina hebûn û rola Kurdî di Sûriyê de, çalak dibe û tevdigere. Vêca, ew binpêkirin û tewanan di dermafê herêma Efrînê û xelkê wê de dike, yan jî serpereştiya wan kiryaran dike. Emê ji wan karên qirêj van bi bîr wînin:
Mala dilovanber “Mihemed Şêxo” li gundê “Qopê”, û li ser deriyê wê jî weha hatiye nivîsandin ” bê rêdana ewlehiyê derbasbûn qedexe ye”.
– Gundê “Qopê” – Reco ji /122/malbatî pêk tê, li navîna Avdara 2018an hate dagîrkirin, û tenê /50/ malbat – bi qaserî /130/kesî ji nişteciyên wê yên Kurd ên resen û ên ku, piraniya wan temenmezinin têde man. Lê, ji anîndeyên “Xota û Humsê û gundewarên Heleb û Idlibê” dora /72/malbat di malên ku, dest danîne ser de û /50/ jî di konên ku, li ser bêdera gund û li rex dibistanê vegirtine de, dan niştecîkirin. Û di dema êrişkirina gund de, piraniya kelûpelên malan, tirektora hemwelatî “Îbrahîm Şukrî Dadako” û yeke din e “Ukaş Hac Ebdo”, û otombîla hemwelatî “Elî Şêxo Kûse”, ji aliyê milîseya “Elmuntesêr Bîlah” ve ( ya ku, hepseke wê ye taybet di mala hemwelatî “Ehmed Heso” de hebû, û paşê ji çar mehan ve, bo mala hemwelatî “Mihemed Arêf Hemê” hate guhestin – herdu hemwelatiyên bi zorê hatine koçberkirin), hatin dizîn. Û ew e ya ku, hemî darên îhracê yên çiyayê “Heydo” ya bi ser gund ve, qutkiriye ye, û herweha bi hevkariya çekdarên “Firqit Elhemzat” re, tevahiya daristana goristana “Kînkê” ya ji bo miriyên gundên “Qopê û Berbenê” – yên li rex hev – taybetkirî û darên temenmezin jî lê hebûn, qut kirin. Herweha piştî vegera temenmezin “Mihemed Sîdo Şêxo /75/sal” bo gund, li Havîna 2018an, di bin zext û fişara girtin, îşkencê û tengasîkirinê de, hate koçberkirin. Û ji malên ku bi behaneya sedemên ewlehbûnê dest danîne ser, mala dilovanber “Mihemed Şêxo (Me’imê Çûçik)” e, zatirê mala li rex a lawê wî “Sebrî” jî, di dema şer de bi bombebaranê hate roxandin. Û di wê pêvajoyê de jî, dora /200/darên zeytûnê yên temenmezin ên malbatên “Heydo û Dadako” – gundê “Qopê”, di dema kolan û rêşkirina girê “Kitix” ê kevneşopî de, li Havîna 2018an hatin hilkirin.
Daristana goristana “Kînkê” li navêna gundên “Qopê û Berbenê” li berî dagîrkeriyê, û qutkirina wê bi rengekî tevayî.
Girê “Kitix” ê kevneşopî li berî dagîrkeriyê, darên zeytûnê berî qutkirinê, û kolandin û rêşkirina gir
– Li destpêka heyva Berfenbara 2020an, hemwelatiya bi navê “Nadîre Durmiş”, ji xelkê bajarê Efrînê – pêkhateya Erebî, hate revandin. Û piştî bêtirî deh rojan, termê wê di malê de ( ya ku, li taxa kevin, li nêzîkî dibistana “Elrîfiyê” dikeve, û ji ber ku jinik ji mêr berdayî ye û halxweş e, bi tenê lê dijiya) hate dîtin, û zêr û pere û malmewalin di malê de û du makîneyên wê hatin dizîn.
– Li şeva 28.12.2020an, milîseya “Firqit Elhemzat” êrişî ser çend malên gundê “Kokanê” – navça Mabeta kir, “17” hemwelatî – di nav de du temenmezên bêtirî /70/salî – revandin, û piştî ferzkirina /10/ teneke zêta zeytûna li ser her yekî ji wan, piştî nîvê şevê ew berdan. Divê bête zanîn ku, piraniya wan berê jî hatibûn girtin, û li ba milîseyan û dadgehên bi navê “dadgehên Efrînê” tênê navdan, bace û ceza dane.
Hemwelatiya girtî “Leyle Mehmûd Ce’ifer” – gundê “Hisê”
– Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” di servebirina malên gundê “Hisê” – Mabeta û girtinên zorane de berdewam in. Li 29.12.2020an hemwelatiya bi navê “Leyle Mehmûd Ce’ifer” û lawê wê yê negîhayî “Mihemed”, li 25.12.2020an hevjînê wê “Amêr Henan”, û xort “Mihemed Reşad kurê Xelîl Hemo” û herweha herdu hemwelatî ” Behrî Ebid Elqadêr Elîko, Sefqan Ehmed Mistefa” jî li 30.12.2020an, girtin. Û girtî û xwediyên wan jî, tûşî danûstandinên hişk û îşkencê dibin.
– Jêdereke xwecihî tekez kir ku, hepseke bi dizî ye milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” di biryargeheke wan de, li cîgeha “Tela’êh Elbe’is ya berê” ya li gundê “Kefircenê” heye. Herweha rûpeleke ragîhandinî ye xwecihî – rikber, li ser hebûna hepsê tekez kir, bi “hepsa Kefircenê – Sêdnaye” bi nav kir, û got “Elcebhe Elşamiyê” bi serpereştiya “Ebû Ehmed Nûr”, di dermafê girtiyan de hemî cûreyên îşkenceyan pêk tînin. Û herweha rûpelê got, ji bêtirî du salan ve sivîlin girtî têde hene, “Şamiyê” jî hebûna wan li xwe nane, û yek ji girtiyan – piştî ku, xwediyên wî nikanîn baceya hatiye xwestin bidana – kuştin. Û dema ku, ji bo lêpirsîna girtiyên hepsa “Kefircenê”, veger ji rêvebiriya “asayişa leşkerî ya li Efrînê” re çêdibe, li gor rûpelê bersiv weha tê gotin: ” Mijar bi dest Istîxbaratên Turkiyê de ye, û em nikanin destêwerdanê têde bikin”.
– Li 28.12.2020an, destlatên dagîrkeriya Turkiyê herdu bira “Hisên û Enwer Mihemed Mihemed” ji malbata “Çiro” – bajaroka “Be’idîna”, ji hepsa “Maratê” – Efrîn, – piştî borandina dora şeş heyvan tê de, û du salan ji veşartina zorane di zîndaneke bi dizî de – , hatin berdan. Divê were zanîn ku, ew di wê hepsa bi dizî de, rastî gelek cûreyên danûstandinên hişk û işkenceyan hatin, û di dû re piştî tenduristiya wan bi şûn ve çû, ew bo hepsa “Maratê” hatin guhestin.
– Ji bêtirî heftakê ve, milîseya “Ceyş Elnuxbe” ya ku, gundên “Emara, Şêxotka, Sêmalka, Zêtûnakê” destlat dike, xelkên wan gundan neçar dike ku, herin nimêjê li mizgeftan bikin, û li xelekên olî beşdar bibin, da ku, piştî ew bi kufir û xinzîrbûnê dane salixdan, wan fêrî hînkerên olî bikin (wînin ser riya rast), an jî wê werin girtin, û an ji gund werin qewtandin. Di heman dema ku, ew milîseya – bê ku, bijangên serkêş û şêxên wê werin cirfandin – hemî kiryarên qirêj û heram dike.
– Li navêna çend rojên sersalê, milîseyên ku, gundê “Xilalka” – Reco destlat dikin, darên “Behîvê” li geliyê “Meydana” yên malbata “Kosa” ji heman gundî, û yên temen di ser /100/salî re qutkirin, da ku, ziyanê bighînin xelkê û êzingan bifroşin. Û bi taybetî jî vê zivistanê buhayê her tonek êzing gihîşte /300/hezar PS.
Teqîna makînak bombekirî li orta Cindorêsê
– Li 2.1.2021 piştî Nîvro, makînak bombekirî li orta bajarê “Cindirêsê” – nêzîk nanpêjgeha “Medê” teqiya. Di encamê de kuştî û birîndar ketin û ziyanin şênberî çêbûn, lê ta amedekirina raporê me nikanî navên kuştî û birîndaran bi dest bixistana. Ev bi xwe jî fewdalîzim û serberdayetiya li herêmê serwerkirî nîşan dide. Di siya reva Turkiyê ji hilgirtina berpirsiyariyên xwe de, ji bo gerantîkirina sîstem û aştiyaneya giştî û peydakirina parastinê ji sivîlan re. Ji ber ku, ew xwediyê destlatkirina rastî ye, û ji xaka dewleteke din re, dewleteke dagîrker e.
Zarzimanê hemwelatiyên Efrînê, dengkirina bi talbûn li ser êş û tûşîbûnên ku, rastê hatine û ta niha li ser destên hemwelatiyên welêt ên bi “şoreşa azadiyê û rûmetê” û “ola Islamî ya henîf” bang dikin, berdewam dibin e. Lê, ew li ser pêgirtina bi axa xwe û berevaniya di ber doza xwe de, û herweha jî li ser riswakirina binpêkirin, tewan û siyasetên ku, Turkiya Eledalê we Eltenmiyê û Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û milîseyên terorîst ên tundrew ên pêve girêdayî, bi rijdin..
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览358
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 177
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 03-01-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览358
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,413
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!