图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (117): Guhertina demografî berdewam e, seredanên nerazîbûniyê, ji nû ve “Be’idîna”, teqîna bombeyekê
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de

Efrîn di bin dagîrkeriyê de
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (117): Guhertina demografî berdewam e, seredanên nerazîbûniyê, ji nû ve “Be’idîna”, teqîna bombeyekê bi zarokin bi zorê hatine koçberkirin.

Dewleta Turkiyê ya dagîrker û bi hevkariya milîseyên terorîst ên bi ser ve, bi hemî rê û şêweyan hewil dide ku, guhertina demografî li Herêma#Efrîn# ê ya Kurdî – Sûrî cîbecî bike, da ku, hebûna Kurdan tune bike, û nasnama wan a çandî û dîrokî wenda bike. Bi behaneya “parastina ewlehiya netewî ya Turkiyê û şerê partiyên cudexwaz”; Dar, mirov û kevir jî, ji kiryarên wan ên ne mirovane nehatin parastin, û herweha dijayetî û destdirêjiyên bi hemî rengan li ser serweriya Sûriyê, û yekîtî û parêziya xaka wê. Yek ji wan destdirêjiyan, girêdana Herêma Efrînê bi Wîlayeta Hetayê ya Turkî û xistina wê bin fermandariya waliyê wê ye, û ya din jiholêrakirin an roxandina binevahiyan û saziyên Sûrî ji roja yekê ji dagîrkeriyê ve ye. Mîna: Toreyên hevgîhandinan û elektirîkê, bi ser de jî toreyên giropên zayendkirina êliktirîkê yên xwecihî yên taybet, û giropên taqeta roniyê yên malan, ên ku, bi şêwakî rêbazkirî hatine dizîn û talankirin, da ku, “Kompaniya taqet û elektirîkê ya Sûrî Turkî – STE Enerji” were, û li gor girêbestên imzekirî bi “Encûmenên Xwecihî” re, hin karan cîbecî bike, û li dawiyê jî, elektirîkê bigihîne toreyê li Bajarên Efrîn û Cindirêsê. Û li aliyekî din, seredanên Nesir Elherîrî (serokê Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî) û vê re jî nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî “ENKS” – zor mixabin, ên bi qebhet û ciyê nerazîbûnê, li nav Efrînê berdewam dibin. Yek ji wan seredanan, a li nav zeviyên zeytûna yên nişteciyên Kurd ên bi zorê koçberbûyî, û milîseyên terorîst dest danîne ser e. Ev yeka aşkere tekeziya hevparkirina ENKS bi siyaset û kiryarên Kiwalisyonê re, diyar dike.
Seredana serokê Kiwalisyonê û nûnerê “ENKS” ê, bi hevaltiya endamin milîseyan, ji zeviyeke zeytûna re, li Efrînê
Bi ser bangewaziyên ku piraniya rêkxirawên navdewletî yên taybet bi mafên mirovan, ji Hikometa Turkiyê re, ji bo binpêkirin werin seknandin û yên dikin jî werin cezakirin; Lê, ew hîn berdewam in û rojekê ji rojan nesekinîne.
Û me di hefta borî de, ev jê şopandin:
tijînokek ji zêta Efrînê, ye ku li Turkiyê hatiye tijîkirin
– Weke tekezî ji tiştên ku, me berê di raporên xwe de anîbûn zimên, ên li ser hevpişkiya Hikometa Turkiyê bi rengekî yekser di dizîna berhema zeytûna de, û destdanîna ser piraniya bazirganiya zêtê, ji kirîna bi buhayeke nizim de bigir, komkirina wê li navendeke Turkî li Cindirêsê, guhestina wê bo Turkiyê, tijîkirina di tijînokên( şîşe, galon, nîvteneke û teneke) cubecur de, di bin navê “berhemeke Turkî resen” de, û ta derxistina wê bo Ewropa û Emerîka, bi serpereştiya istîxbaratên wê li Herêma Efrînê; Weşana Elzeman a Turkî, li 20.11.2020an, di raporeke xwe de, weha anî zimên: Nûnerên Desteya” Hevkariyên Elitîman a çandiniyê yên Turkî” çûn Emerîka, da ku, /90/ hezar ton ji zêta zeytûna wekû berhemeke Turkî bidin firotin, lê, diyar dibe ku ji darên zeytûnê yên Herêma Efrînê ya Sûrî hatiye dizîn. Û weşanê got: Hikmet Şîntîn “serokê odeya bazirganiyê li Hetayê” weke li xwe mikûr were ku dizîn çêbûye, got: Zeyt dikeve Turkiyê, bi mercê ku tenê di bazarên derve de were firotan.
Navenda Turkî li Cindirêsê bo kirîna zêta zeytûna…Ji Rewanga Sûrî ya mafên mirovan hatiye birin.
Û malpera Rewşên Turkiyê (Ehwal Turkiyê) li 20.11.2020an, di raporeke xwe de, li ser zimanê “Onak Şevkiyor” – cîgirê serokê Partiya Gel a Komarî ya rikber, weha guhest: “Artêşa Sûrî ya Azad” a ji Turkiyê ve piştevankirî, darên zeytûnê ji nişteciyên xwecihî dizîn. Û petrola(zeyta)di nav Turkiyê re, derbasî Rojava (Ewropa) dibe, alîkariya parastina xaka Sûriyê (ew armanca ku, destlatên Turkiyê yek ji sedemên derbasbûna leşkerî ya Turkiyê di dewleta ku şer perçe kirî de, didîtin) dike.
– Di çarçewa hilmeta girtinan ya ku, Bajeroka Be’idîna – Reco tûşê dibe de, “asayiş leşkerî” li 16.11.2020an hemwelatî “Mihemed Xelîl Sîdo, Henan Mistefa Şe’iban, Ehmed Elî Horo, Umer Mihemed” bi behaneya hevkariya wan di nobetên parêzvaniyê de, di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, girtin û birin navenda Navça Reco.
– Li 17.11.2020an, dema ku hemwelatî “Mihemed Nebo” û hevjîna wî – ji xelkê Gundê Hemamê – Cindirêsê, ji Bajaroka Celemê bi matora duloqî vedigeriyan mal; Li ser riya Gundê Til Silorê – Cindirês û li nêzîk çateriya Gundê “Fîlik”; Ew tûşî bûyereke meşîniyê( tirafîkê)bi makîneyeke leşkerî ye Turkî re hatin, û di encamê de, wî di cî de jiyana xwe ji dest da, û jin jî şikest û birîndar ket, û bo nexweşxaneyeke Turkiyê hate veguhestin.
Zarokek birîndar ji ber teqîna bombeyekê li Herêma Şehba – Bakurî Heleb…Ji Heyva Sor a Kurdî hatiye birin
– Li Roja Înê 20.11.2020an, bombeyeke zemînî ji bermayên şer, li nav zeviyeke zeytûna, li nêzîk Bajaroka Til rifetê, di çar zarokên ji yekmalbatê – xelkê Gundê Merwaniyê – Navça Şiyê – Efrîn ( ên ku, bi zorê koçberî Herêma Şehba – Bakurî Heleb bûne) de, teqiya, û di encamê de, bi kûranî birîndar ketin û yekî jî lingekî xwe wenda kir, û ew jî ev in: Nebî Qaziqlî Bekir, Nezmî Mistefa Bekir, Diyar Mistefa Bekir, Nebî Mistefa Bekir.
– Di çarçewa fewdalîzim û serberdayetiya ewlehî de, li 16.11.2020an, bombeyeke teqîner e di makîneyeke bara de hatibû çandin, li derbasgeha Efrînê – riya Cindirêsê teqiya, û tu ziyanên giyanwerî encam neda.
Navenda komkirina êzingan li Gundê “Xalta” – Cindirês
– Di çarçewa binpêkirinên milîseyên terorîst di dermafê daran de, li Herêma Efrînê; Milîseya “Ehrar Elşerqiyê” ya ku, Gundê Xalta – Cindirêsê destlat dike, navendeke komkirina êzingê darên sinober û merxê yên ji çiyayên derdora gund têne qutkirin, ji bo firotinê çêkir. Û herweha piraniya milîseyan tenê êzingan li malbatên anîndeyan belav dikin, û nadin malbatên Kurd ên li gundan mane. Ji dêvla wê, ew wan malbatan neçar dikin ku, rêdankên anîndina şax û êzingan ji çiyayên derdorê ( beramberî /25000/PS)wînin.
Hewildanên xweşikirina wêneya kiryarên milîseyan di bin perda “cîhad û şoreşê” de, û perpînkirina li ser kiryar û gendeliya wan ên qirêj li Herêma Efrînê, nema di ser tu kesî re derbas dibe. Û emê li rex tevahiya xelkê Sûriyê yên bi rûmet, karê xwe ji bo diyarkirin û riswakirina siyasetên Turkiyê yên li dijî welatê me Sûriyê û bi taybetî li dijî Kurdan, berdewam bikin. Li ser riya kar û xebata ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û hebûna hemî milîseyên terorîst.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览441
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 199
库尔德文件
Publication date: 22-11-2020 (4 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览441
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!