图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
16ê Cotmehê, rojeke diyar di dîroka kurdan de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

16ê Cotmehê, rojeke diyar di dîroka kurdan de

16ê Cotmehê, rojeke diyar di dîroka kurdan de
=KTML_Bold=16ê Cotmehê, rojeke diyar di dîroka kurdan de=KTML_End=
Diyako Şasiwarî

16-10-2017an, yek ji wan rojên diyar e ku di dîroka kurdan de ji bîr naçe. Di dîroka her neteweyekê de hin ji rawestingehên dîrokî hene ku ji bo wan netewan çarenivîssaz in. Çarenivîssaz bi wateya wê ku wan rawestingehan kariye çarenivîsa netewan ber bi baştirbûn yan ber bi jinavbirîn û xirabbûnê ve bibin. Dîroka kurdan gelek raswetingehên dîrokî yên wisa hene ku bi başî an bi xirabî bandora kûr û cihê balkişandinê li ser çarenivîsa netewa kurd hebûye. Bo mînak em dikarin sala 1945an di dîroka kurd de, wek yek ji xalên herî ronak ên dîroka kurdan destnîşan bikin. Çimkî di wê salê de gelê kurd ku bi dehan sal bû ji bo bidestveanîna mafê siyasî, civakî û aborî yên xwe hewl dida, bo yekem car karî pêkhate û kiyaneke siyasî ya diyarîkirî, pênaseker û girîng ji bo gelê kurd ava bike. Navê wê kiyana siyasî Komara Kurdistanê bû û bi serokayetiya Pêşewa Qazî Mihemed û bi hevkariya beşek zêde ji hêzên çekdar ên Başûrê Kurdistanê di bin rêberayetiya Mela Mistefa Barzanî de xwe girt û hate naskirin.
Lê ev dîroka eşkere ye û dîroka dawî û rêkeftina dawî ya bandordar li ser çarenivîsa kurdan nebû, belkî berevajî yek ji wan rojên diyar e ku li pey wê bi dehan rojên din û bi dehan rêkeftên din li ser çarenivîsa netewa kurd hatine holê û di dîroka kurd de hatine tomarkirin. 16ê Cotmeha sala 2017an, yek ji roj û rêkefta dawî ye ku tev destkeftên netewa kurd di sedsala borî de xiste bin bandora xwe. Diyar e xewnek ku li sala 1945an di Komara Kurdistanê de bo netewa kurd hatibû dîtin, bi bidestveanîna welatek serbixwe li bin navê Komara Kurdistanê û birêveberatiya kurd bo dabînkirina berjewendiyên netewa kurd bû. Lê piştî herifîna Komara Kurdistanê û heft dehe piştî wê bûyerê, rêberên siyasî yên Başûrê Kurdistanê biryar dan bo wê ku carek din piştî heftê salan bikarin ew xewna mezin a wê demê ya rêberên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo gelê kurd dîtibûn, bi awayekî praktîkî û yasayî bi dest ve bînin.
Ji bo bidestxistina wê xewnê, pêwîst bû ku gelê kurd ji neteweyên navçeyê û neteweyên dagîrker re îspat bike ku îradeyek girseyî û netewî di holê de ye bo wê ku sînorên xwe yên çandî, zimanî, aborî û siyasî digel netewên dinê diyarî bikin û kiyaneke serbixwe ava bikin. Ji bo ku raya giştî ya cîhanê digel xwe hevkar û hevnerîn bike, penah bo yek ji mekanîzmên herî girîng, qanûnî û navneteweyî bibin ku ew jî referandûm bû. Li referandûma ku li Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûna #gelê kurd# hate lidarxistin, piraniya netewa kurd bi tekezî ve li Başûrê Kurdistanê dengê xwe dane serxwebûna herêma xwe û bi vî awayî rojeke geş ji bo paşerojeke bi hêvî tomar kirin.
Lê piştî tomarkirina wê biryara netewî, tev dagîrkerên Kurdistanê û hemû pêkhateyên siyasî yên dagîrker li #Başûrê Kurdistanê# , rûbirûyê wê biryarê bûn. Ji aliyek dinê ve welatên xwedîhêz ên navçeyê ku her yek ji wan bi xwe beşek fireh ji welatê wan parçeyek ji parçeyên Kurdistanê bû, rûbirûyê wê biryara girîng û çarenivîssaz a xelkê kurd bûn. Di wê navberê de em dikarin îşareyê bi hemû çalakî û bertekên welatê Tirkiyê bikin ku yek ji welatên xwedîhêz ên navçe û endamê NATO ye. Tirkiyê ji hemû hêz û şiyana xwe ya çekdarî sûd wergirt bo wê ku bikare bi gefan ji rêya daxistina sînorên xwe digel Başûrê Kurdistanê, bi daxistina sînorên esmanî ên xwe bi ser balafirên Kurdistanê de, û gefxwarina daxistina boriyên petrolê ên Herêma Kurdistanê û hwd, hemû hewlek da bo wê ku pêşiya wê îradeya netewî bigire. Herçiqas gefên Tirkiyê tenê di asta gefan de man û ti yek ji wan bi kiryar nehatine kirin.
Lê ji aliyekî dinê ve, Komara Îslamî ya Îranê jî pêka pêşîneya xwe ya siyasî li dijî daxwazên kurd, biryar da rasteras beşdariyê bike ji pêşîgirtina hatina gorê a xewnên kurdan. Bi vî rengî hêzên milîs ên alîgirên xwe li Iraqê han da û dewleta raspartî û cihê baweriya xwe li Iraqê han da ku spaha Iraqê û milîsên Şîe yên ser bi Îranê, ji bo sînorên Kurdistanê veguhazînin û bi vî awayî planek kiryarî hem ji bo sizadana îradeyî ya netewa kurd pêk bînin û hem beşek zêde ji erdnîgarî û axa Kurdistanê ji dayîka nîştimanê veqetînin. Di vê navberê de ya ku cihê ecêbmayîna welatiyên kurd ên Başûrê Kurdistanê û hemû kurdên cîhanê bû ew e ku mixabin çend aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê her ji destpêkê ve kevtine di bin bandora plan û pîlanên Îranê û sûdwergirtin ji nebûna Celal Talabanî di pantahiya siyasî de, neyarên proseya referandûmê û serbixweyiya kurdbûn û berjewendiya xwe bi pêş xewnên serxebûna kurdan xistin û di bin de digel dewleta dagîrker û dewleta xwedîhêz a navçeyê û milîsên ser bi Îranê rêk keftin.
Sibeha roja 16ê Cotmeha 2017an, artêşa Iraqê bi alîkariya milîsên Îranê û bi çavdêriya berpirsê wê demê yê Sipaha Quds a Îranê, karîn derbasî nav sînorên Kurdistanê bibin û bajarê Kerkûkê û navçeyên kêşe li ser û ew navçeyên ku di serdema êrîşa DAIŞê de hêzên pêşmergên Kurdistanê parastibûn di bin destê kurdan de bînine derê. Lê beşek ji hêza pêşmergeyên Kurdistanê ji ber rêkeftina serok û fermandeyên wan bi dagîrkerên Kurdistanê re, paşekêşe kirin û rojek reş bi navê 16ê Oktober”ê yan jî “roja xeyaneta nîştimanî” di dîroka kurd û rojimêra siyasî ya mirovê kurd de tomar kirin.
16ê Cotmehê di encama hevkariya bi kom a hêzên navçeyê û xeyaneta aliyek siyasî ya kurd bû. Beşeke zêde ji xelkê kurd jî ku li ser wê baweriyê bûn, çimkî wan di serdema şerê DAIŞê de cîhan aram kirine û li hember hêzên terorîst derketine, cîhana Rojavayî nemaze Amerîka, Îngilistan û Fransa wan diparêze. Lê di wê rojê de roja soz û hevpeymaniya Rojavayiyan jî qulipîbû.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览356
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 15-01-2024
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 17-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 历史
城市: Kerkuk
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):15-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览356
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1140 KB 15-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!