图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,960
图片 106,220
书籍 19,186
相关文件 96,696
Video 1,331
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Serhildana 1967-1968an a Rojhilatê Kurdistanê: Bahozek ku dûrgeha aram a Şahê Îranê hejand!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Serhildana 1967-1968an a Rojhilatê Kurdistanê!

Serhildana 1967-1968an a Rojhilatê Kurdistanê!
=KTML_Bold=Serhildana 1967-1968an a Rojhilatê Kurdistanê: Bahozek ku dûrgeha aram a Şahê Îranê hejand!=KTML_End=
Hewram Ehmedî

Di destpêka deheyên şêstan de û li encama geşeya warên perwerde û xwendina bilind li Îranê, grûpek piçûk a ciwanên kurd ji qatên bilind ên civaka Kurdistanê wek xwendin di zanîngehên Tehran û Tewrêzê de hatine wergirtin. Yekemîn rêkxistina nîve nihênî ya xwendekarên kurd, ango “Yekîtiya Xwendekarên Kurd a Zanîngeha Tehranê” (1959) li ser destê wan xwendekaran hate damezrandin û piştî salekê navê wê jî bi “Yekîtiya Xwendekarên Kurd di Zanîngehên Îranê de” (1960) hate guherîn. Her di nav wê yekîtiyê de, bingeha helbesta nû ya kurdî li #Rojhilatê Kurdistanê# bi tewera siyasî-şoreşgêrane ve, ji aliyê Siware Îlxanîzade, Elî Heseniyanî û Fatih Şêx El-îslamî ve hate avakirin.
Di destpêkê de mijarên çandî esasê hevkarî û xebatên vê yekîtiyê bûn, lê piştî heyameke kurt ango sala 1961an, sendîka bi arasteyeke nasyonalîstî ve digel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKÎ) pêwendiyek fermî bi şêweyek nihênî çê dike. Hevdem serdestiya bîr û ramana çep li zanîngehên Îranê wisa dike ku di salên 1960-1963an de komek ji xwendekarên kurd vegerine ser hêla çep û di meşa nasyonalîstî ya Yekîtiya Xwendekaran veqetin. Naskirîtirînê wan kesan Emîr Hesenpûr û Fatîh Şêx El-îslamî bûn.
Li pey menca nû ya serkuta siyasî ya çalakvanên nerazî li sala 1963an, ew kome bi neçarî ve dev ji zanîngehê berdan û ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin. Ew xwendekar ev in: Hemedemîn Siracî, Îsmayîl Şerîfzade, Salar Heyderî, Ebdulah Moînî û Resûl Pîşnemaz. Ji ber dijayetî û nerazîbûn ji serkirdayetiya wê demê ya Hizba Demokrat, wate Ehmed Tofîq, piştî sê salan wan digel çend endamên din “Komîteya Şoreşgerî ya Hizba Demokrat” li sala 1966an bi encema rêkxistina pêgehên xwe yên siyasî û civakî û ji bo xebata çekdarî li Rojhilatê Kurdistanê damezrandin.
Endamên avakerê vê tevgerê pêk hatibûn ji Îsmaîl Şerîfzade, Mela Ehmed Şelmaşî (Mela Aware), Senar Mamedî, Hemedemîn Siracî, Mela Ebdulah Serbaz, Salara Heyderî û Seîd Kawe.
Wan karî rêkxistinên xwe di nav Rojhelatiyên avare li Başûr û herwisa li nava Rojhilatê Kurdistanê berfireh bikin û pêwendiyek siyasî ya dostane digel girûpa naskirî bi Celalî li Başûr çê bikin. Di destpêka sala 1967an de kadroyên Komîteya Şoreşger bi pêkanîna girûpên partîzanî yên çend kesî, çûne navçeyên kurdî li parêzgeha Urmiyê û bajarên Seqiz û Bane li parêzgeha Sine û wan dest avêt bi bangewaziya siyasî û hewldan ji bo rêkxistina binke û pêgeha civakî ya berfirehtir di nav cotkarên gundnişîn de.
Simayîl Şerîfzade û Hemedemîn Siracî
Serkirdeyên Komîteya Şoreşger bi tundî ketibûne bin bandora hizr û îdolojiya maoîzmê û di kovarên Roj û Tîşk de piştgîriya xwe bo tevgera maoîzm nîşan dan. Bi rastî jî serkirdeyên Komîteya Şoreşger li ser wê baweriyê bûn ku take rêya rizgarkirina hemû gelên bindest û bikolonîkirî, serhildana girseyî û şerê çekdarî ye, ku divê pêşî li gundan dest pê bikin û girseyên zehmetkêş jî wan ji bo şerê çekdarî han bidin. Komîteya Şoreşger bi kûrî bawer bi girîngî û hewcehiya yekgirtin û yekrêziyê hebû bo guherîna tevgera çekdarî ya Kurdistanê ji bo xebatek seranserî li Îranê. Rêberê naskirî yê vê tevgerê, Simayîl Şerîfzade, ji ber çalakiyên wî di tevgera xwendekarî de, digel rewşenbîr û dersxwanên kurd û xeyre kurd- ji wan Elîriza Nabdêl (hevalê wî yê serdema xwendekarî) û Behrûz Dêhqanî- di pêwendiyê de bû.
Mela Aware
Di encamê de piştî 18 meh xebata çekdarî, di 12ê Gulana 1968an de şanda yekem a vê komê bi serokatiya Şerîfzade hatine navçeyê û li yek ji gundên Banayê ji aliyê dijmin ve hatine dorpêçkirin. Di wî şerî de Simayîl Şerîfzade û hevalên wî bi destê hêzên serkukar ên rejîma Şah hatine şehîdkirin. Grûpa din bi fermandehiya Mela Ehmed Şelmaşî (Mela Aware) bû ku li devera Serdeştê hatibûne dorpêçkirin û li wir jî Mela Aware hate şehîdkirin. Di heman mehê de, Silêman Moînî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Partî ve hate şehîdkirin û mehek piştê hingê Ebdulah Moînî li derder gundê Qalo yê Bokanê bi destê hêzên Îranê hate şehîdkirin û her ji ber vê bûyerê paşê rûniştiyên vî gundî navê gund bi Qaloya Moînî guherîn.
Gora Simayîl Şerîfzade li goristana Tayileya Sine
Piştî şikestanîna şoreşê, mencek nû ji xelkê ji ber sîstematîka serkutê û bidarvekirina çalakvanên siyasî, aver bûn û ji bo navçeyên azadkirî yên Başûrê Kurdistanê penaha xwe anîn. Herwisa bermayiyên hêzên çekdar ên şoreşê jî li kempa “Mekteba Siyasî” di bin navê “Şaxeya Vejandina Partiya Demokrat a Kurdistan-Başûr) hatine rêkxistinkirin.
Ger şoreşa partîzanî ya Kurdistanê rastî şikestê hat, lê bandorên wê li Kurdistanê û tev Îranê jî berçav bûn. Şahê Îranê ku di wan salan de hest bi aramiya siyasî dikir û ji ber wê yekê Îran wek dûrgehek aram li Rojhilata Navîn dida nasandin, rastî bahoza serhildana çekdarî ya salên 1967-1968an hat. Ev serhildan bû yekemîn serhildana bîra çepgir li Îranê (3 sal beriya operasyona Siyakel li bakurê Îranê) û di dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurd û Kurdistanê de rûpelek zêrîn tomar kir.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览398
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 14-01-2024
挂钩项目: 22
图像和说明
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 07-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: 伊朗
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):24-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览398
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.162 KB 14-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,960
图片 106,220
书籍 19,186
相关文件 96,696
Video 1,331
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!