图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,788
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bajarê kevnare yê Dara li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bajarê kevnare yê Dara li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê

Bajarê kevnare yê Dara li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê
=KTML_Bold=Bajarê kevnare yê Dara li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê=KTML_End=

Bi hatina demsala havînê re, her sal bi hezaran geştiyar serdana dêr, koşk, bazar, girtîgeh, topxane û çendîn #şûnwar# ên din yên bajêr dikin.
Şadî
Kurdshop - Di şaristaniyeta mezopotamyayê de bi hezaran cih û warên dîrokî li ser piyan mane û heta roja me ya îro jî li ser piyan mane û wek warên çand, dîrok û geştiyariyê dimînin. Yek ji van cih û waran jî bajarê kevnar ê Dara ye.
Bajarê dîrokî yê Dara yan jî Dêra ku ser bi gundê Dara ya parêzgeha #Mêrdîn# a Bakurê Kurdistanê ye, 30 kîlometreyan li dûrî navenda bajêre û li ser rêya navçeya Nisêbînê ye. Bajarê Dara xwedî dîrokeke kevnar ya 2 hezar û 300 sal beriya naha ye.
Ev bajarê dîrokî di serdema Romayiyan de ji bo cihê parastina sînorên Împaratoriya Romaya Rojhilat ya li hember Sasaniyan weke binkeyeke leşkerî hatiye avakirin. Di dema xwe de ji ber ku dikeve li ser Rêya Hevrîşim, di warê olî, civakî û bazirganî de pêgeheke wê ya girîng hebû ye. Herwaha bi dîrok û dîmenê xwe bala herkesî dikşîne ser xwe. Ji ber wê jî her sal ku bi hezaran kes diçin serdana bajarê dîrokî yê Darayê, ji ber dîmenên wê yên bê hempa heyran dimînin.
Bi hatina demsala havînê re, her sal bi hezaran geştiyar serdana dêr, koşk, bazar, girtîgeh, topxane û çendîn şûnwarên din yên bajêr dikin.
Li bajarê dîrokî yê Dara amûrên bi keviran hatine çêkirin, girtîgeh û cihên avê hene. Ya herî girîng jî, li wir avahî hatine çêkirin û herwaha li gorî agahiyan li wê derê goristanên 3 qatî ku 500 sal beriya zayînê di serdema Roma de hatine çêkirin hene. Li gor agahiyan, qata yekem ji bo goristanê bûye, qata duyem cihê veşartina malbatên rêveberan bûye û di qata sêyemîn de jî goristaneke bi kom heye, ku tê pêşbînî kirin ew ji bo xelkê asayî bûye.
Cara yekem kolana bajarê Dara, di sala 1986’an de destpê kiriye. Di nava van 34 salan de ku lêkolîn û kolandin û pişkinîn berdewamin, heta niha gelek eserên dîrokî yên serdemên cuda hatine dîtin ku di heman demê de balê dikşîne ser dîroka wê deverê. Tê gotin ku ji ber nebûna piştgiriyeke darayî ya bi hêz, heta niha ji sedî 10ê şûnwarê bajêr hatine vekirin.
Bajarê Dara di salên 2010’an de jî di encama kolandinên arkeolojiyê de hat lêkolîn kirin.
Bajarê Dara, di dema Bîzansiyan de navê wê Anastasîopolîs bûye û di sala 1950’î de jî weke Oguz tê guhertin. Sala 2010ê de jî piştî lêkolînê weke Dara tê binav kirin.
Ji ber ku tê gotin, bajarê Dara, ji aliyê hikumdarê Persan Dariyûş ê sêyem ve hatiye avakirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê, carnan di bin hikumdariya Împaratorirya Romayê û car caran jî di bin hikumdariya Persan de maye. Di sedsalên 7’an de jî dikeve destên ereban û heta sedsala 15’an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalên 15’an jî dikeve destê Osmaniyan.
Bajarê Dara ku yek ji cihên herî kevnar a nîştecîhbûnê yê Bakurê Kurdistanê tê hesibandin, bi sarinc û mozaikên xwe ve weke muzexaneyeke servekirî ye û bi sûr û dîwareke 5 kîlometreyî hatiye dorpêçkirin.
Bajarê esil ê Dara:
Derdora bajarê Dara bi bedenek 5 km hatiye pêçandin. Du deriyên vê bedenê hene ku yek jê li bakur dinêre û yek jî li başûr. Bedena bajêr ji hêla rojhilatê deriyê bakur ve dest pê dike û ji ber herêma Zellaceyê digihêje ser çem û piştî newala şikeftan jî dixe hundirê xwe, digêje topxaneyê. Li wê derê, li ber seraya Bertevîl bi deriyê başûr ve dibe yek. Bedena ku ji rojavayê deriyê başûr dest pê dike Mekbezeyê (Goristana kevin) dixe hundirê xwe. Dû re li herema Cirgana ji ser kevirê jêkirî derbas dibe û digihêje Haknî û di ber sarîncan derbas dibe. Piştî dorê li Ziyareta Yûnis û Keleya Hundir jî digre, xwe digihîne hindava mizgeftê û bi deriyê bakur re dibe yek. Di nav vê bedena ku ji 5 km dirêj de, hîna jî gelek xirbeyên dêr, seray, mizgeft, sûk, pir û sarincên ku li ser piyan mane henin.
Keleha hundir jî:
Li ser girekî li bakurê bajêr û bilindahiya wî bi qasî 50 metreyî de hatiye avakirin. Lê belê îro ji bingehê keleyê pê ve ti tiştekî din nemaye û li şûna avahiyên li ser gir, xelkê herêmê ji xwe re xanî çêkirine.
Ji ber wê jî her ku diçe hejmara geştyarên ku serdana bajarê Dara dikin jî zêde dibin. Li gor amarên fermî yên Wezareta Geştûguzarî ya Tirkiyê, îsal gelekî xwestek li ser heye û li gor 2 salên derbasbûyî hatina geştyaran bo vê navçeyê ji sedî 500 zêde bûye.
Li bajarê kevnare yê Dara bi taybetî kanalên avê li gorî tê texmînkirin di tevahiya cîhanê de sîstema yekem e. Dara ji 4 taxan pêk tê. taxa Hecaciyan, taxa Kelê, taxa Axê û taxa Filehan in. Herwaha di hemû taxan û di bin hemû xaniyan de jî, şopên dîrokî yên bi hezaran salan tên dîtin.
Bajarê antîk piştî şerê Gagmelayê, yê berê zayînê di 331’ê de ji aliyê Îskenderê Mezin ve li gorî bingeha xwe ji nû ve tê avakirin. Lê berê şûnwarê bajarê kevnar ê ku îro li Darayê tê dîtin ji hêla împaratoriya Bîzansê ve piştî zayînê 491 – 518’an ve tê avakirin û navê Anastasiopolîs lê tê kirin. Herî dawî jî di sala 530’î de ji aliyê Împaratoriya Romayê ve bi mîmariyek helenîstîk ji nû ve hatiye avakirin. Ango bajarê ku ji aliyê Persan ve hatiye çêkirin, tê hilweşandin û kevirên wê ji bajarê nû ya Dara ku ji aliyê Romayê ve hatî çêkirin re tên bikaranîn.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览242
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 04-01-2024
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 26-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: 马尔丁
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):04-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览242
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.110 KB 04-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,788
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!