ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,723
画像 106,208
書籍 19,175
関連ファイル 96,618
Video 1,329
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Serpêhatiya Şêx Seîdê Pîran
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şêx Seîdê Pîran

Şêx Seîdê Pîran
=KTML_Bold=Serpêhatiya Şêx Seîdê Pîran=KTML_End=
Solîn Urmiye

#Şêx Seîd# kesekî nîştimanperwer bû wî ji netewa Kurd re mîrateke gelek serbilind û dîrokî hiştiye. Şêx Seîd li Mûş û Melezgîrtê dest bi xwendinê kiriye.
Kurdshop - #Şêx Seîdê Pîranî# kesayetiyek bû ku di dîroka netewa Kurd û Kurdistanê de gelek bi navûdeng e. Ji destpêka sedsala 20an heta îro navekî zindî ye.
Wî li Bakurê Kurdistanê, serokatiya serîhildana herî mezin a netewî kiriye. Wî siyaseta dagîrkeran ya înkarkirina Kurdan nepejirandiye.
Dagîrkerên Kurdistanê ji wî û serhildana wî ditirsiyan û dizanîn ku serhildana wî berfireh bibe dê Kurdistana mezin ava bike û dujminan zanîbû ku Kurd dê wî bişopînin û dê di rêya wî de mafê xwe yê çarenivîsê bixwazin. Lewma dujminan bi hemû hêza xwe ve serhildana wî temirandin û bi awayekî nemirovane ew bi darve kirin.
Şêx Seîd di nav Kurdan de Palûyî û hem Xinisî û hem jî Pîranî tê naskirin. Malbata Şêx Seîd li Kurdistanê xwedanê bandoreke mezin a civakî, olî û netewî ye. Şêx Seîd di sala 1865an de li Palûyê ji dayîk dibe. Navê bavê wî “Şêx Mehmûd Fewzî Efendî” û dayîka wî jî Merve Xan e.
Şêx Seîd kesekî nîştimanperwer bû wî ji netewa Kurd re mîrateke gelek serbilind û dîrokî hiştiye. Şêx Seîd li Mûş û Melezgîrtê dest bi xwendinê kiriye. Piştî ku bavê wî li Xinisê niştecîh dibe li vir zanista Qurana pîroz û fiqihê dixwîne. Bavê wî şêxê dergeha naqşîbendî bûye û di heman demê de seydayê Şêx Seîd bû.
Şêx Seîd li Palûyê jiyana xwe ya zarotiyê derbas kiriye. Di dema şerê yekem ê cîhanê de Rûsyayê Kurdistan dagîr kir; ji ber wê jî, ew koçber dibin li Pîranê nîştecih dibin. Piştî şerê cîhanî jî, li gel bavê xwe ber bi Xinisê ve diçin û li vir dimînin. Li Xinisê fêrî perwerdeya olî dibe. Lewma bavê wî, wê demê li bajarên Palû, Xinis û Pîranê xwediyê mektebên olî bûye. Şêx Seîd perwerdeya xwe di wan mekteban de li gel seydayên gelek bi navûdeng qedandiye.
Piştî ku bavê Şêx Seîd diçe ser rehma Xwedê, navborî xizmeta mekteban dimeşîne û li gor agahiyan, malbata Şêx Seîd 400 mektebên olî hebûne û Şêx Seîd serpereştiya wan kiriye. Şêx Seîd xwediyê pirtûkxaneyeke gelek mezin bûye. Hatiye zanîn ku di pirtûkxaneya wî de nêzî 20 heza pirtûk hebûne. Şêx Seîd erdnîgariya Kurdistanê bi başî nas kiriye. li Kurdistanê bi piraniya şêx, serokeşîret, mîr û axayên Kurdistanê re pêwendiyekî xurt hebûye.
Şêx Seîd bi zanista xwe û bi seydatiya xwe û bi xêrxwaziya xwe ve jî di nav xelkê de dihate naskirin; şêx û zanayekî xwediyê rûmeteke mezin bûye. Xelkê wekî rêberekî oldar, civakî, karsazî gelek ji wî hez dikirin.
Şêx Seîd kesekî bi rehm bûye û rêz ji mafê tak, netewên din û kêmaniyên deverê girtiye. Dema ku qirkirina Ermeniyan ji aliyê dagîrker ve tê kirin, li dijî komkujîkirina Ermeniyan derdikeve holê û li hember wê qirkirinê banghêjiyê dike û dibêje: “Qirkirina Ermenan ne wîjdanî û îmanî ye. Li dijî mirovatî, li dijî îslamiyetiyê ye. Ew li dijî mafên her neteweyekê ye jî.”
ŞÊX SEÎD ÇEND ZIMAN DIZANÎN?
Şêx Seîd Efendî, Tirkî, Ermenî, Farsî, Erebî bi başî dizanî û bi wan zimanan hem dipeyivî û hem jî dinivîsî. Ew zimanzaniye ji bo Şêx Seîd Efendî derfetek çê kiribû ku li gelek welatan û zanayên cîhanê re danûstandinê bike. Ew diçe welatên Ereban, Îranê, Hindistanê, Ozbekistanê û gelek welatên din yên Rojhelata Navîn û Qafqasyayê.
DESTPÊKIRINA XEBATA ŞÊX SEÎD
Serîhildana netewî ya Kurdistanê ya sala 1925an di bin serokatiya Komîteya Serxwebûna Kurdistanê de hate destpêkirin. Ev tevgera netewa Kurd bû û ew xebate di bin pêşengiya Komîteya Serxwebûna Kurdistanê û serokatiya Şêx Seîd Efendî de hatibû meşandin.
Xebata gelê Kurd piştî peymana Lozanê bi dawî hatibû û piştî wê peymanê jî, çendîn serhildanên berfireh yên Kurdan li Îran, Tirkiye û Iraqê hatine rêkxistinkirin.
Pir dem ser de derbas nebû ku Kemalîstan hemû ew soz ji bîra xwe birin ku li “Peymannameya Nîştimanî” a Çileya Paşîn a sala 1920î de dabûne Kurdan, ku tê de daxwaza rêzgirtin ji mafên kêmaniyan hatibû kirin. Kemalîstan çiqas pêgeha xwe bihêztir dikirin, ewqas jî êrîşî mafên hemwelatiyan û bi taybetî mafên neteweyî yên gelê Kurd û Ermeniyan binpê dikirin. Tevî wê jî hikûmeta Tirkiyê siyaseta şovenîstî ya helandin û asmîlekirin û bişavtina Kurdan girte ber xwe.
Rêxistina Azadiyê, partiya siyasî ya yekemîn ya Kurdistanê bû. Rêxistinek gelek modern, civakî, netewî û rewşenbîr bû.
Tevgera 1925an bi beşdariya gel pêkhat û hate meşandin. Tevgerek gelek medenî bû. Serokatiya tevgerê bi serpereştiya kesayetiyên olî û civakî bû û serokê tevgerê jî Şêx Seîdê Pîranî bû. Lewma jî dewletê nedixwest ku tevgera netewî ya 1925an ku wekî tevgerek netewî û rêkxistinkirî bê naskirin. Di sala 1921î de dewleta Tirkiyê dest avêt bi binçavkirina hemwelatiyan di Kurdistanê de. Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd di heman salê de hewla damezrandina rêxistineke nû didin. Li gor hin çavkaniyên dîrokî “Rêxistina Azadî” yan jî “Komîteya Serxwebûna Kurdistanê” di sala 1921an û li gor hin çavkaniyên din jî, di sala 1922an de û li gor hinekan jî di sala 1923an de hatiye avakirin. Piraniya dîrokzan li ser sala 1921an hevnerîn in
Komîteya Serxwebûna Kurdistanê, ji rêxistinên Kurdistanê yên dema Osmaniyan cudatir bû; Rêxistinek serbixwe bû. Ew Komîte di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî yê bûrayê Şêx Seîd Efendî, serokeşîr, şêx, axa, mîr, mamosteyên olî yên Kurdistanê yên bi navûdeng de hate avakirin. Di nav Komîteya Serxwebûna Kurdistanê de leşkerên bi navûdeng jî hebûn. Kesên wek “Mebûsê Bedlîsê û Yûsif Ziya Beg” hebû.
Beşek damezrênerên wê komîtê ev in: “Dr. Fuad, Ekrem Cemîlpaşa, Hecî Mûsa, Husên Paşa, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Tahir, Seyîd Ebdulqadir, Hecî Axdî naskirî bi (Bavê Tûjo), Hecî Mûsa Beg, Yûsif Ziya, Xalidê Cibrî û Xalidê Hesenan”.
Navenda rêxistinê, Erzêrom bû. Lê Rêxistina Azadiyê di demeke kurt de li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê bi awayekî veşartî xebata xwe berfireh dike. Xelk piştevaniyeke mezin jê re nîşan dide û li derdora serokên wê rêxistinê kom dibin.
Xalid Beg û Yûsif Ziya Beg li pey Şêx Seîd Efendî digerin ji bo ku ew xwediyê pêgehek civakî û olî bûye; Ew navborî peyda dikin û diçin cem wî. Li gel Şêx Seîd çendîn demjimêran diaxivin û wî dikin endamê Komîteya Serxwebûna Kurdistanê û serokê Komîteyê.
Piştî ku Xalid Beg û Yûsif Ziya Beg li Bedlîsê dîl têne girtin. Dewlet û Dîwana Bilind ya Bedlîsê daxwaz binçavkirina Şêx Seîd Efendî dikin û biryara girtina wî derdikin. Ew naçe dadgehê û ji Xinisê derdikeve û ber bi Pîranê ve bi rê dikeve. Şêx Seîd Efendî beriya despêkirina serîhildana 1925an tevlî xelkê dibe û bi wan re diaxive; Beşek ji axavtinên wî wiha ye: ‘’Tirkan em xapandin. Tirkan di destpêkê de digotin ku meclîs û hikûmet hevpar e. Kurd û Tirk birayê hev in û wekhev in. Lê belê niha ew Kurdan înkar dikin. Ew dibêjin ku Kurd nînin û hemû Tirk in. Wan zimanê Kurdî û navê welatê Kurdan wate Kurdistan qedexe kirine. Her aliyeke Kurdistanê dagîr kirin. Ji bo ku li Kurdistanê desthilatdariyê bikin, li her devereke Kurdistanê binkeyên leşkerî ava dikin. Li ser dewlemendiya welatê me mafê me yê ku em biaxivin, nîne. Di dibistanan de zimanê perwerdehiya Kurdî hebû û wir derheq dîroka me, çand û wêjeya me perwerdeyî dihate kirin. Niha dibistan qedexe bûne û hatine daxistin. Di dibistanan de jî Kurdî qedexe ye. Bi zimanê Tirkî zarokên Kurdan perwerde dibin. Di navbera me û Tirkan de dezgeha Xalifetî hebû, lê niha ew jî, ji holê rabûye. Lewma jî di navbera me de ti hêjayiyeke ku me bi hev re girêbide nîne. Êdî avakirina dewleta me wate Kurdistan, li me bûye ferz. Divê em Tirkan ji axa xwe derxînin. Em bibin xwediyê axa xwe. Ji bo wê jî cîhad ferz e”.
Sala 1925an raperîna Kurdistana Tirkiyê bi rêveberiya Şêx Seîd Pîran hate destpêkirin. Ew serhildan di mideheke kin de xurt û berfireh bû. Tevgera 1925an di demeke kurt de gelek serkeftin bi dest xist û bû tevgerek cemawerî. Tevgerê gelek bajarên Kurdistanê xistin bin desthilatdariya xwe. Hêzên Şêx Saîd di demeke kurt de Darahên, Maden, Sîwêreg û Erxaniye bi dest xistin û ber bi Amedê ve meşiyan. Ji aliyekî din ve jî Gimgim bi dest xistin û berê xwe dane bajarê Mûşê.
Hikûmetê di 21 Şibatê de li bajarên Kurdan rewşa awarte û mîlîtarîzekirina bajaran ragihand. Lê yekîneyên artêşa Tirkiyê di 23yê Şibatê de li hemberî serhildana Kurdan bo paş ve kişiya Amedê. Hêzên Kurdan serhildana xwe xurtir kirin û Elezîz ket destê hêzên Kurdan.
Hêzên Şêx Saîd di 7ê Adara heman salê de Amed dorpêç kirin. Lê belê bê ku dest bi ser bajar de bigirin, naçar man ku paş ve bikişin. Artêşa Tirkiyê di 26ê Adarê de ji rêya bejayî û hewayî ve êrîşên xwe destpê kir. Hêdî hêdî şervanên Kurdan lawaz dibûn û şer bi qazancê artêşa Tirkiyê diçû pêş.
Piştî çend meh şerkirin, dîsan gelek bajarên Kurdistanê hatine dagîrkirin. Di naverasta meha Nîsana 1925an de Şêx Saîd li nêzî Gimgimê û yek ji pêşengên din ê Serhildanê Şêx Şerîf jî, li bajarê Palûyê xwe radestê hêzên dujmin kirin.
Mixabin ew serhildan jî temirî û Şêx Seîd, Dr. Fuad û serokên din radestî dadgehê hatine kirin û piştre hatin darvekirin. Ew serdozgerê ku hikmê îdama 53 kes ji rêberên serhildanê wajo kiribû, roja 28ê Hezîrana 1925an di nav dadgehê de got: “Hin kes ji we, reftar û kiryarên xirab li dijî hikûmetê kirine û we xelîfet kiriye hêncet ji bo ku berevaniyê ji serhildana xwe bikin. Lê hûn hemû li ser avakirina Kurdistanek serbixwe hevdeng û hemnerîn bûn”.
Serhildana 1925an derbeyek mezin li hikûmeta Tirkiyê xist. Her eva mezintirîn belge ye ku Tirkiyê bona jinavbirina wê serhildanê, hewcehî bi 35 hezar leşker û 12 balafiran hebû. Ew serhildane ewqas girîng bû ku hebûna Tirkiyê wekî dewlet dixiste metirsiyê. Lewma Tirkiye neçar bû ku 80 hezar leşkeran di Kurdistanê de cihgir bike. Hêzên Tirkiyê dest avêtin bi kawilkirina Kurdistanê, bi hezaran welatiyên bêguneh hatin kuştin ku gelek ji wan jin û zarok bûn. 206 gund hatine kawilkirin, 8,758 mal hatin şewitandin û 15,200 kes jî hatine kuştin, wê serhildanê 20 milyon lîre zirar gihande Tirkiyê.
Wê demê hovîtiya dujmin gihabû astekê ku rojnameya “Weqt” a ser bi hikûmetê bi bê şermî ve nivîsîbû: “Li her cihekê ku zergê sernêzeya Tirk hebe, meseleya Kurd tine”.
Dema ku Şêx Seîd û hevalên wî birine ber darê îdamê wî got: “Ez gihîştime dawiya jiyana xwe ya dinyayê. Ne poşman im ku min xwe bo netewa xwe kir qurbanî. Lê bila neviyên me, tola me hildin û li hember neyaran, me şermezar nekin”.
Piştî Serîhildana netewî ya Kurdistanê ya sala 1925an, Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî yên pêşeng û şervan di 29ê Hezîrana 1925an de li Diyarbekirê hatin darvekirin. Piraniya wan pêşengên olî û şêxên Kurdistanê bûn ku tenê daxwaza wan bidesxistina mafê rewa yê gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê bû.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは239表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 03-01-2024
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 22-07-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-01-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 03-01-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 03-01-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは239表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,723
画像 106,208
書籍 19,175
関連ファイル 96,618
Video 1,329
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.422 秒(秒) !