Bibliotheek Bibliotheek
Zoek

Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!


Search Options





Geavanceerd zoeken      Toetsenbord


Zoek
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Verzenden
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Gereedschap
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Talen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mijn account
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
Zoek Verzenden Gereedschap Talen Mijn account
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Over
 Willekeurig artikel!
 Algemene voorwaarden
 Kurdipedia Archivists
 Uw mening
 Mijn verzamelingen
 Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
 Help
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 519,541
Fotos 106,566
Boeken 19,267
Gerelateerde bestanden 97,105
Video 1,385
Plaatsen
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: d...
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne...
Bibliotheek
21 STRALEN
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdi...
Kurdên Azirbêcanê- (Beşa Dawî)
Ons doel is om onze eigen nationale database te hebben, net als elk ander land.
Groep: Artikkelen | Artikel taal: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên Azirbêcanê- (Beşa Dawî)

Kurdên Azirbêcanê- (Beşa Dawî)
Kurdên Azirbêcanê- (Beşa Dawî).
Problêma kurda li Azirbêcanê.
Wergêr û Nivîskar: #Têmûrê Xelîl#
Sala dawî di karê qewînkirina xebata kûltûrî ya bi zimanê dayîkê di nav miletên kêmjimar da, ku li ser axa Azirbêcanê dimînin, sala sereke ye. Xwesma ew yek derheqa kurdên Azirbêcanê da ne.
Şêwrdarîya miletên kêmjimar, ku di hezîrana sala 1931ê li komara Azirbêcanê hate derbazkirinê, bi ciddî li ser xebata di nav kurdan da sekinî, gelek biryarên ciddî qebûl kirin û piranîya wan hatine pêkanînê. Komên dibistana yên destpêkî îdî bi zimanê zikmakî ne, û heta sala xwendinê ya sala 1933-/34an, hemû dersxane wê derbazî xwendina bi zimanê dayîkê bin.
Bona amadekirina mamostayên kurd di mehên havînê yên sala 1931ê rex zanîngeha Şûşîyê ya mamostatîyê kûrs hatibûne vekirinê. Zûtirekê wê rex zanîngeha Şûşîyê ya mamostatîyê para kurdî jî vebe. Tîpên kurdî yên latînî hatine çêkirinê bona hemû kurdên Pişkavkazê. Bi zimanê kurdî sê pirtûkên dersa hatine çapkirinê û h.w.d. Rêxistinên navça hatine agahdarkirinê, ku zêde guh bidne xwendina bi zimanê kurdî. Biryar hatîye qebûlkirinê, ku li herêma Naxçiwanê û çend navçeyên Laçînê di cîyên kar da bi zimanê kurdî bipeyîvin, civînên partîyê û komsomola bi zimanê kurdî derbaz bikin. Ew şaşîyên ku Komîtêya Perwerdeya Gelî berê (heta sala 1930î) di hêla pêkanîna sîyaseta miletîyê ya Lênînîyê da berdane, niha têne rastkirinê. Partîya Komûnîstîyê ya Azirbêcanê bi serokatîya Komîtêya Navbendî ya PK Azirbêcanê di şerkarîya dijî şovînîzmê, ku xetera here mezin e, di şerkarîya dijî nasyonalîzmê, ku bi dilê întêrvênsîyonîstan e, gihîştîye serketinên mezin, herweha di xebata di nav kurda da jî.
Bermayên mûsafatîsta bi dilekî kul di prêssa şaristanîyê da nivîsîne (kovara Bîldîrîş, çirîya paşin, sala 1931ê): Bona kurdên, ku bi jimara xwe va ji 6-10 hezara ne zêdetir in û tu zimanekî jî nizanin, xênji zimanê tirkî (vira jî nikaribûn derewa nekin.- A.B.) zimanekî din ji wan ra çê kirine, bi herfên cihê, bi dibistan û çande û h.w.d..
Mûsafatîst ne şaş bûn. Û eger di wî alî da em hela tam bi ser neketine, lê me ew kar danîye pêş xwe û emê pêk bînin.
Bi wê yekê ra tevayî biryar kirine li herêma Naxçiwanê kurda derbazî jîyana riatî bikin, ku ew bere-bere dest ji jîyana koçerîyê bikişînin, tivdîra kolêktîvîzasyonê dikin, ku xebateke ciddî û demdirêj dixweze. Pere hatine berdanê bona di navça Erezdeyanê da gundekî kurda yê şên çê bikin, bi dermanxanê, wargên qenckirina binecîya, dibistana, dergûşxana û baxçên zara û dayîrên civakî-çandî yên mayîn va. Tiştek ber çeva ye, ku xebata di wî alî da hela bi zerpa bolşêvîstîyê neketîye qamê xwe.
Rêxistinên partîyê û Sovêtîyê yên navçeyên herêma Kurdistana berê (Laçîn, Kelbecar, Kubetli) û xwesma jî KSS Naxçiwanê gerekê bi zerpeke mezin xebata di nav kurda da, ku destpê bûye, pêşda bibin, û di wî alî da gerekê xusûsîyetên gel bidne ber çeva, derkevine dijî dijminên çînî, cûrê jîyana eşîrtîyê (rîspîtî, heyfhildana xwînî, seîdî li herêma Naxçiwanê û h.w.d.), ku li van dera hetanî niha jî xurt e.
Derheqa vê yekê da di biryarên KN ya PK Yekîtîya Sovyêt da hene, ku ewê 23ê hezîranê sala 1929a qebûl kirine û piranîya wan jî derheqa rewşa rêxistinên partîyê yên Azirbêcanê da ne. Em binhêrin çika di wê biryarê da çi tê gotinê: Eşîrtî heta niha jî kokbir nebûye, ji ber ku şerkarîya dijî wan sist e.
Hetanî niha jî gundîyên feqîr di dest milkedara û serekên dînî da dizêrin, çimkî me guhdarîya lazim ne danîye li ser pirsên guhartina cûrê jîyana wan.
Pêkanîna van daxazên KN ya PK Yekîtîya Sovyêt ji bo navçeyên kurda jî pir giring in, û rêxistinên partîyê û Sovêtîyê gerekê di nav kar û barê xwe da guhdarîke mezin bidne ewê pirsê.
Organên di cîya da bi xebitandina dewlemendtîyên binerd û zêdekirina deranîna wan navça, çêkirina riya, bi aqilane teşkîlkirina xebata di kolxozan da û sazkirina kolxozê nû ra tevayî, gerekê bikaribin hukumê partîyê li ser gundîyên kurd bidne zêdekirinê, wana bikine endamên partîyê û komsomolê, karê perwerdeya întêrnasyonalîstîyê di nav xebatkarên wan navça da pêş bixin û xebata di nav jina da jî xurt bikin, ku hetanî van demên dawî jî hema bêje tunebû û h.w.d. Biryarên KN ya PK Yekîtîya Sovyêt ya 31ê çirîya paşin sala 1931ê rêyên fire vedikin bona çêkirina sosîyalîzmê li Pişkavkazê, xwesma jî di hêla xebata di nav gelên kêmjimar û hilanîna nexwendîtîyê di nav wan da.
Bi saya serê sîyaseta miletîyê ya Lênînîyê problêma kurda li Azirbêcanê tê çareserkirinê. Rast e, wî alî da em ji Ermenîstanê gelekî şûnda mane.
Ew xebata mezin, ku Ermenîstana Sovêtîyê kirîye di hêla sazkirina zanîngeha Pişkavkazê ya ji bo amadekirina mamostayên kurd, çapkirina pirtûkên kurdî, ronahîdîtina rojnama Rya teze, amadekirina kadroyên kurd bona di rêxistinên partîyê û civakî kar bikin û h.w.d gerekê ji bo me bibine nimûneyên çavdayînê. Û ev hemû ne tenê ji bo kurdên Pişkavkazê giring in, lê herweha ji bo kurdên dervayî welatê me jî. Di nav deh salên heyetîya Fêdêrasyona Komarên Pişkavkazê yên Sovêtîyê da kurdên Azirbêcanê, Ermenîstanê û temamîya Pişkavkazê bi piştgirîya Rûsîyayê û tevaya Yekîtîya Sovêtîyê ya întêrnasyonal, di hemû alîyan da gihîştine serketinên mezin, temamîya kar û jîyana xwe derbazî li ser riya sosîyalîstîyê dikin. Kurdên Pişkavkazê bi serokatîya Partîya Komûnîstîyê cara pêşin di nav dîrokê da tîpên xwe yên li ser bingeha herfên latînî saz kirin, pirtûka diweşînin, dibistan û zanîngehên bi zimanê xwe vedikin, kadroyên xwe amade dikin, nexwendîtîyê didine hilanînê, bi miletên Pişkavkazê yên mayîn ra tevayî mil dane milê hev, di maleke întêrnasyonal da kolxoza çê dikin, dest ji cûrê jîyana eşîrtîyê dikişînin, bi milkedar û zordestên xwe û yên xelqê ra şerkarîyê dikin û ji bindestîyê rizgar dibin.
Femdarî ye, ku emê bi van serketina va hêsa nebin û emê diha pêşda herin.
Hevalê Stalîn li kongrêya partîyê ya XVIa da gotîye, ku gerekê her tiştî bikin bona kûltûra mileta pêşda here û gulvede, usa bikin, ku hemû kûltûra di nav hev da bihelin û bibine yek kûltûr û yek ziman. Gulvedana kûltûrayên bi cûrê xwe yên miletîyê, bi naveroka xwe yên sosîyalîstîyê di şertên dîktatûra prolêtarîyê di hundurê welatekî da dikarin bibine yek kûltûr - ya sosîyalîstîyê (him bi cûrê xwe, him jî bi naveroka xwe) bi zimanekî tevayî û ew daxazên me wê wî çaxî bi ser kevin, gava prolêtarîat di temamîya cihanê da bi ser keve û li her dera sosîyalîzm be - a hema ev e bingehê dîalêktîka Lênînîyê ya derheqa pirsa kûltûra miletîyê da(1).
Troskîstekî bi navê Vahanyan, ku têorêtîkekî şovînîst bû û ser wê bawerîyê bû, ku di dema dîktatûra prolêtarîatê kûltûra miletîyê nikare pêşda here û kurda himberî çerkeza dikir, ango wan nimz didît, di dema xwe da nivîsîye: eger kurda tiştek nedabana medenyata dinyayê û tenê sitiranên xwe yên hesîntijî dabana, eger tiştek nedabana xênji reqasên xwe yên çapik û çeleng, ew tenê jî bes bûn, ku em bêjin kurda keda xwe kirine di nav kîlera îdêayên prolêtarîyata întêrnasyonalîstîyê ya navnetewî(2).
Vahanyan û kesên wek wî, ku derdiketine dijî sîyaseta partîyayê ya derheqa pêşdabirina kûltûra gela ya bi cûre xwe va miletîyê, lê bi naveroka xwe va jî ya sosîyalîstîyê, bi fikir û kirinên xwe va pêşketina kûltûrayê di dema dîktatûra prolêtarîatê da berbend dikirin.
Vahanyan fêm nake, ku tenê di demên dîktatûra prolêtarîatê û çêkirina sosîyalîzmê di Yekîtîya Sovêtîyê da kûltûrayên miletîyê dikarin pêşda herin, û ew pêşdaçûyîn bi saya serê şoreşa kûltûrîyê dikare bi ser keve, ya ku ji bo gelên ku berê paşketî û bindest bûn, rêyên fire vedike. A di van şerta da çanda kurda dikare gulvede, lê ne ku bi cûrê, ku Vahanyan pêşnîyar dike.
Sîyaseta me ya rast di pirsa miletîyê da, ku bi serokatîya Partîya Komûnîstîyê ya Yekîtîya Sovêtîyê tê meşandinê, bi dilê hemû gelên bindest yên Yekîtîya Sovêtîyê û xebatkarên cihanê ye.
Evê yekê dijminên me yên çînî jî yên ji Întêrnasyonala IIa nikarin texmîn nekin. Bi vê yekê ra girêdayî xeberdana A.Cemalyan - dêlêgatê ji partîya Daşnaksûtyûn - derheqa pirsa kurda da ya li civîna serwêrtîya Întêrnasyonala IIa da, ku 20-25ê tebaxê sala 1930î li Zyûrîxê derbaz bû, gelek balkêş e. Xût ew Cemalyan eva çendik çend sal e di civînên Întêrnasyonala IIa da bi sipartin û wekîltîya partîya şêx û derebegên kurda - Xoybûnê, ku di payîza sala 1927a hatîye damezirandinê, rola navçîgar û parastvanê kurda dileyîze(3).
Em bala xwe bidnê çika nûnerê sosîyal-împêrîyalîzma Îngilîs Brokwey li civîneke wê da çi gotîye: Pirsa kurda, ku îro em li ser disekinin, careke mayîn dide xuyanîkirin, ku Întêrnasyonala me nikare guh nede ser tevgerên gelên rohilatê. Gava min ra firsend çê bûye, min çend cara derheqa vê yekê da gotîye. Min usa jî daye xuyakirin, ku di wî alî da Întêrnasyonala IIIa pêşîya me ketîye. Ez jî wek gelekên ji we, ser wê bawerîyê me, ku Întêrnasyonala IIIa bi pirsên qedera miletên biçûk ra mijûl dibe, lê ne hertim daxazên wan dide ber çevan. Lê di nav wan gelan da hurmeta wê gelek e, ji ber ku ew guh dide daxazên wan û hewl dide wana pêk bîne.
Lê ew pirsa, ku Întêrnasyonala IIIa xudêgiravî ew hemû tişt ji bo berjewendîyên xwe dike, ez ne pê ra me. Tecrûbeya çareserkirina pirsa miletîyê li Yekîtîya Sovêtîyê û mêlkêşîya (sîmpatîya) gelên bindest û nîvbindest hindava welatê ku sosîyalîzmê çê dike, ku wetenê prolêtarîata navnetewî û gelên cihanê yên bindeste tek-tenê ye, roj ser rojê diha zef xebatkar û gundîyan li dor xwe dicivîne û dike bin ala şoreşê, bin ala Komîntêrnê - ev hemû didine xuyakirin, ku berjewendîyên rasteqîn kîjan in û qîmetê gotinên usa çi hêja ne.
Dijminê çînî heta wî çaxî jî nikare derewa neke, gava ew rastîyê dibêje.
Lê ji vê zêdetir jî xwemukurhatina eşkere û pesinandina Întêrnasyonala IIIa û sîyaseta PK Yekîtîya Sovêtîyê ji alîyê casûsekî bûrjûazîya împêrîyalîstîyê ya navnetewî di nav çîna karkir da, nabe.
Hemû xeberdanên tevgelên ewê civînê û ji alîyê civînê da qebûlkirina rêzolyûsyona derheqa pirsa kurda da vik û vala bûn.
Dema di civînê da pirs hate ser bûyerên Kurdistana Tirkîyê, civînê bi zarê (zimanê) nûnerê sosîyal-faşîzma navnetewî Rênodêyl (Fransîya) mecbûr bû bêtaqetîya (bêçaretî) xwe nîşan bide. Em binhêrin çika Rênodêyl derheqa wê pirsê da çi got:
...Ez nikarim hindava gotineke dê-Bryûkêr (serekê ewê civînê.- A.B.) da bêdeng bimînin, ku derheqa Koma (Yekîtîya) Mileta da ne. Bi gotinên wî em nikarin bangî Koma Mileta bikin, ku ew tevî pirsa kurda bibe, ji ber ku berî her tiştî ew bê dewlet e, ku me bikaribûya Koma Mileta mecbûr bikira li ser pirsa kurda bisekinîya; lê eger Kurdistan dewlet bûya jî, Koma Mileta nikaribû Tirkîyê mecbûr bikira biryarên wê pêk bîne, ji ber ku Tirkîya ne di nav Koma Mileta da ne.
Çi dertê? Usa dertê, ku rêxistina ji weke 50 dewleta, ku xwedî gelek gotar û biryarên derheqa parastina gelên bindest da ne, nikare dewletekê mecbûr bike (dewleta ku nakeve di nav Koma Mileta da) qira (gelkujî) miletekî kêmjimar, ku di bin hukumê wê da ne, bide sekinandinê.
Dê-Bryûkêr ji cîyê xwe wek rêplîk dibêje: Mixabin, rastî ev e. Dû ra Rênodêyl gotina xwe berdewam dike: Ez wê rastîyê zanim û zanim ku usan e, lê nikarim pê ra qayîl bibim. Ji ber wê jî pêşnîyar dikim, ku komîsyona me, ku hatîye sazkirinê bona guhartina bike nava bernama Koma Mileta, bira ev rewşa kurda ya xirab bide ber çeva, eger usa nebe, Koma Mileta wê di çevê hemû merivên bi dilê qenc da reş bibe(4).
Întêrnasyonala IIa tiştek qebûl ne kir, ji ber ku ew di zû da perçekî Koma Mileta ye, perçekî împêrîyalîzma navnetewî ye, ji ber ku sosîyal-dêmokratîya dijî şoreşê ya navnetewî di zû da propogandîsteke Koma Mileta ya împêrîyalîstîyê ye, ku kapîtalên (perên) cihanê hûfî xwe dike û hazir dibe bi hêza xwe êrîşê bibe li ser dîktatûra prolêtarîatê li Yekîtîya Sovêtîyê (Kaûtskîy, Gîlfêrdîng)(5).
Hema di wan dema da împêrîyalîzma Îngilîs bi hajpêhebûn û dilxwezîya Întêrnasyonala IIa tivdîrê dibîne êrîşê bibe ser welatê Sovêta û bingeheke ewê êrîşê jî gerekê Kurdistana serbixwe ya bin bandûra Îngilîs da be, û ew kar di zû da tê amadekirinê û van axirîya jî ji alîyê barêgeha Îngilîs ya sereke da bi awakî eşkere pêşda hate kişandinê.
Em guhdarîya we datînine li ser gotina di zû da, ji ber ku hinek lêkolîner (yek ji wan V.Gûrko-Kryajîn e) ji dilsaxîya xwe ser wê bawerîyê ne, ku îdêya Kurdistana serbixwe tenê di rûyê şerê hemcihanê da pêşda hatîye. Lê ya rast ew e, ku di peymana Sêvrê da ya 10ê tebaxê sala 1920î xalên taybetî hebûn (xalên 62, 63 û xwesma jî ya 64a) derheqa sazkirina Kurdistana otonom da, û ew yek jî rast e, ku bi saya serê şerê serketî yê Tirkîyê yê miletîyê-azadarîyê ew peymana xelet ji holê rabû û dû ra jî peymana aşîtîyê ya Lozanê hate qebûlkirinê (16ê tîrmehê sala 1923a) û li wir derheqa kurda da tu gotinek jî tune. Lê hela berî şerê hemcihanê ew îdêya hebû û di hêlekê da împêrîyalîstên rûs û îngilîs ew derdixistine holê, û her yek ji wana hewl dida bi karanîna mesela kurda di nerazîbûnên di navbera xwe da bi ser keve, di hêleke mayîn da jî ew bi kar dianîn himberî Almanîyayê, ji ber ku ewê destpê kiribû riya Bexdadê ya xeta hesin çê dikir û hewl dida bi awakî lez û bez xwe berde nav Rohilata Nêzîk.
Derheqa van yeka da bi awakî zelal di nivîsên Soane, Mînorskî û çawîşê barêgeha sereke Bêngzêr(6) û yên mayîn da têne ber çeva.
Em bala we bikişînine ser Soane, ku me berê derheqa nivîsên wî da ji we ra gotîye, yê ku ne tenê pûblîsîst û kurdzan bû, lê herweha di pirsa kurda da êmîsarekî (qasidekî) împêrîyalîzma Îngilîs yê herî aktîv bû li Rohilata Nêzîk. Xudanê nivîsa derheqa jînenîgarîya Soanê rehmetlêbûyî - A.Wîlson, ku derheqa karê wî yê di wî alî da dinivîse, wê xebata wî ya pir tîne ber çeva û wê yekê karê wî yê sereke dihesibîne, ku ewî ji sala 1908a destpêkirî di seredanên xwe yên li Kurdistanê da kirîye.
Wîlson dinivîse: Piranî bi saya serê xebata wî bû, ku di nav gelek mehên sala 1920î da li Kurdistana Başûr tu tevlihevî çê nebûn, lê di eynî wextê da di navçeyên ereba da serhildanên cuda-cuda dibûn. Çend xet jorî van gotinan, hema ew Wîlson, ku wekîlê hukumeta Îngilîs bû li Mêsopotamîyayê, dinivîse, ku sîyaseta Soane pir kardar bû û ew sîyaset ew daxazên Îngilîs pêk dianîn, ku ewê soz dabû Koma Mileta bi serxîne û derheqa wê yekê da di xala 22a ya peymana di navbera wan da hatibû destnîşankirinê(7).
Em bikine bîra we, ku bi wan sozdayîna împêrîyalîzma Îngilîs gerekê Mêsopotamîya zevt bikira. Di wî alî da ewê gava pêşin kiribû - qiralîyeta Îraqê kiribû bin bandûra xwe. Îngilîs bi razîbûna bê deng ya Întêrnasyonala IIa hewl dida paşdemê da perçekî Îraqê, ku kurd lê diman, jê biqetîne û bike bingehê Kurdistana serbixwe, ku wana berê da plan kiribû saz bikin.
Împêrîyalîzma Îngilîs-Fransîyayê piştgirîya Întêrnasyonala IIa tam bi kar tîne, bi deha alayên xwe dişîne bona hincirandina serhildanên gelên bindest, di nav wan da yên kurda jî, ji ber ku ew serhildan ji bo împêrîyalîzmê xeter in.
Îngilîs û Fransîya hêrs û nerazîbûna kurda hindava Tirkîyê, Farizistanê, Îraqê, ku wana dizêrînin, tam bi kar tînin, gelek cara helana didine kurda bona ew êrîşî li ser wan welata bikin, bona paşê bikaribe şertên xwe li situyê wan welata bialîne seba ewana paşê di hêla aborî û sîyasî da ber wê da berdaxwerina bikin.
Xweserîtî û zordestîyên dewletên Tirkîyê û Farizistanê hindava kurda da, berîhevdana eşîrên kurda, rakirina koçerên kurd himberî gundîyên riat, zêrandina ji alîyê milkedar û dewlemendên kurda da - ev hemû dibûne sebeb, ku kurd serî hildin, bona rizgarbûnê şer bikin.
Ji salên 40î destpêkirî û xwesma jî ji salên 50î yên sedsala XIXa, dema kurda bi serokatîya Bedirxana (di salên 1943-1946a da) cara pêşin bi ciddî serî hildan, û dû ra jî, di dema şerê Qrîmê di sala 1855a ya bi serokatîya Yezdanşîr, di salên 1877-1878a di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê serhildana bi serokatîya lawên Bedirxana, di sala 1880î serhildana Şêx Ubeydulle û yên mayîn û heta rojên îro (serhildanên sala 1925, 1929a, 1930î) Kurdistana Tirkîyê û Farizistanê bi serhildanên kurdên bindest û zêrandî va kimkimî bû.
Ev serhildan, xwesma yên van salên dawî li Tirkîyê (di salên 1925, 1930î) carna rengê kevneperstîyê werdigirtin, ji ber ku serokatîya wan di destê derebegan da bûn, yên ku bi piranîya xwe va casûsên împêrîyalîzmê bûn.
Lê gelê kurd di şerkarîya xwe ya ji bo azadîyê da zû an dereng wê berê xwe ji navçîgarên (orteçî) ji Întêrnasyonala IIa, berî gişka jî ji nûnerên partîya ermenîya ya bûrjûazîyê Daşnaksûtyûn biguhêre, ya ku zû da bûye berdevka împêrîyalîzma Îngilîs-Fransîyayê û rola qehba sîyasî dilîze. Gelê kurd dikare bi şerkarîya dijî împêrîyalîzma navnetewî û berxwedana himberî zordestên xwe û yên der problêma xwe hel bike, lê ne ku bi alîkarîya Întêrnasyonala IIa û casûsên dijî şoreşê yên ji partîya Daşnaksûtyûn, ku xwe wek parastvanên kurda nîşan didin, lê eslê xwe da ewana her tişt ji bo berjewendîyên xwe dikin.
Zordestî û zêrandinên qiralîyetya Rûsîyayê ya eskerî-derebegî, hukumê mûsafatîsta û daşnaka ya demkurt li ser Pişkavkazê, ku xulamokên împêrîyalîstên Îngilîs bûn, rind di bîra kurdên Azirbêcanê û Pişkavkazê da maye.
Îro qarîn-barîna tu dêmagog û şerletanên ku xwe wek parastvanên gelê kurd nîşan didin, nikarin ew rojên reş û bi xwîn ji bîra kurda derxin, ku di salên 1919-1920î bi destî cerdvanên daşnaka û mûsafata anîne serê kurdên Azirbêcanê, herêma Naxçiwanê û Ermenîstana Sovêtîyê.
Pêşketina sosîyalîzmê li Yekîtîya Sovêtîyê û ew yek, ku Fêdêrasyona Pişkavkazê dibe komara sosîyalîstîyê ya berbiçev di Rohilatê da, nîşanî hemû cihanê dike, ku xebatkarên Pişkavkazê çawa di heyra hevdu da nin û wek bira bi hev ra dijîn. Û ev yek nikaribû di dema bûrjûazîyê da hebûya (Lênîn). Li welatê Sovêtîyê dereca kûltûrayên miletîyê pir bilind bûye, gelên ku berê bindest bûn, îro ketine li ser riya bextewarîyê û xweşbextîyê, di nav wan da kurdên Pişkavkazê jî. Û hema ev yek gerekê ji kurdên dervayî xeta sor (dervayî Sovêtîyê) ra bibe delîl, ku eger împêrîyalîzma cihanê êrîş bibe li ser welatê me, ku bi serketin sosîyalîzmê çê dike, pişta xwe bi kê va girêdin.

1. Î.Stalîn. Hesabdayîna sîyasî ya Komîtêya Navbendî ya PK Yekîtîya Sovêtîyê, rûpel 76.
2. V.Vahanyan. O nasyonalnoy kûltûrê (Derheqa kûltûra miletîyê da), GÎZ, 1927, rûpel 187.
3. Derheqa wê pirsê da di kovara Bolşêvîk Zakavkazya, hejmar 2, ya sala 1931ê (rûpel 37-42) gotara Akopov bi zimanê rûsî çap bûye ya bi sernivîsara Kûrdskîy vopros î daşnakî (Pirsa kurda û daşnak).
4. Xeberdanên Rênodêyl û Brokwêy ji kovara daşnaka ya bi navê Droşak (çirîya paşin û çileya pêşin sala 1930î) hatine hildanê.
5. Ji bernama Întêrnasyonala Komûnîstîyê, GÎZ, sal 1928, rûpel 23.
6. Sbornîk gêografîçêskîx, topografîçêskîx î statîstîçêskîx matêrîyalov po Azîî. (Berevoka nivîsên gêografîyê, topografîyê û statîstîkîyê derheqa Asîyayê da), hejmar 84, sal 1911, nivîsa Zapîskî o Kurdîstanê (Bîrannên derheqa Kurdistanê da).
7. E.B.Soane, To Mesopotamia and Kurdistan in disguise, p. XV.
[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 247 keer bekeken
HashTag
Bronnen
[1] Boek | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xelat.org/ 25-12-2023
Gekoppelde items: 12
Groep: Artikkelen
Publication date: 21-12-2023 (1 Jaar)
Original Language: Rusisch
Provincie: Azerbaijan
Publication Type: Born-digital
Soort document: Vertaling
Technical Metadata
Item Kwaliteit: 99%
99%
Toegevoegd door ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) op 26-12-2023
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( سارا ک ) op 26-12-2023
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( سارا ک ) op: 26-12-2023
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 247 keer bekeken
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Biografie
Shene Baban
Biografie
Araz Talib
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken

Actual
Plaatsen
Mardin
25-08-2012
هاوڕێ باخەوان
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
23-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Bibliotheek
21 STRALEN
13-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
21 STRALEN
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 519,541
Fotos 106,566
Boeken 19,267
Gerelateerde bestanden 97,105
Video 1,385
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Biografie
Shene Baban
Biografie
Araz Talib
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 1.859 seconde(n)!