הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,040
תמונות 106,411
ספרים 19,244
קבצים הקשורים 96,889
Video 1,377
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Kurdên Azirbêcanê- (7)
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên Azirbêcanê- (7)

Kurdên Azirbêcanê- (7)
Kurdên Azirbêcanê- (7)
Teşkîla Miletîyê
Wergêr û Nivîskar: #Têmûrê Xelîl#
Em binhêrin çika jimara kurda, ku li ser axa Kurdistana Azirbêcanê dimînin, çiqas e.
Di vê pirsê da heta van demên dawî jî tevlihevîyeke usa heye, ku bi kurdên Azirbêcana Sovêtîyê ra girêdayî tu pirseke mayîn da tune. Şaşîyên mezin di vê pirsê da berê jî hebûn, dibe paşê jî hebin, eger wê pirsê zelal nekin.
Ji şikberîyê der e, ku bal me di karê hesabkirina binecîyan da kêmasîyên mezin hene û ev yek hetanî van demên dawî jî ji alîyê oportûnîstên rastê da hatine xebitandinê bona êrîş bibine li ser wê xeta partîyê, ku ewê di pirsa ji holê rakirina milkedara da danîye pêş xwe. Statîstîka dêmografîyê li Pişkavkazê, xwesma di wî perçeyî da, ku derheqa salixên miletên kêmjimar da ne, ku li ser axa komarên Pişkavkazê dimînin, dikule. Malûmatîyên derheqa vê yekê da carna dijî hev in, text-bext in (tesedûfî ne). Ji ber wê jî heta niha jimara kurdên Azirbêcanê ne bêlî ye.
V.Gûrko-Kryajîn, ku me li jor behsa wî kirîye, di nivîsên xwe da gelek cara li ser vê pirsê sekinîye. Ev perçê xebata wî hewaskar e, lê em wê jî bêjin, ku îzbatîyên wî ne her cara rast in û ewî nikaribûye tam bersîva derheqa jimara kurdên Azirbêcanê da bide, xwesma wan kurda, ku li ser axa Kurdistana berê dimînin, ku sala 1923a herêmeke otonom bû û heta sala 1929a bi wî navî hebû.
Berî her tiştî em ser wê bawerîyê ne, ku lazim e careke din vegerine ser vê pirsê û malûmatîyên bin destê me da jî gelek kêm in, yên ku me ji arşîvên dewletê derxistine (qesta me Arşîva Navbendî ya Komîsyona Hilbijartinê ya Navbedî ya Azirbêcanê da ne - KHNA).
Wek ku em ji hinek nivîsên nivîşkan û ne tam pê hesîyan, yên ku derheqa parevekirina Azirbêcanê bû li ser navça, ku sala 1923a destpê bûbû (me nikaribû ew hemû nivîs bidîtana, ku derheqa vê pirsê da bûn), pirsa derheqa herêma Kurdistanê da gelek cara him di KHNA û komîsyona bona sazkirina navça û him jî di rêxistinên partîyê da bûye têma minaqeşekirinê. Ji alîyê Komîtêya Navbendî ya PK Azirbêcanê da komîsyonek hatibû teşkîlkirinê bona kivşkirina sînorên Nagornîy Karabaxê (Qerebaxa Çiyayî) û Kurdistanê û çika cûrê otonomîya wan gerekê çawa be. Wek me texmîn kir, li bal komîsyonê şik tunebûye, ku lazime otonomîyê bidne Nagornîy Karabaxê, lê derheqa Kurdistanê da em wê yekê nikarin bêjin. Pirsa derheqa Kurdistanê da çend meha hatîye minaqeşekirinê, lê hindava herêma Kubetlîyê da, ku paşdemê da ew bû perçekî (ji 5 perça yek) axa Kurdistanê, serwêrtîya KHNAê çend biryar qebûl kirin û çend cara jî ew biryar hêç hesibandin. Di navbera mehên çirîya pêşin - çileya pêşin sala 1922a da sê biryarên Sedirtîya KHNAê derketin (21.10.22s. §4; 20.11.22s. §2; 30.12.22s. §4) derheqa herêma Kubetlîyê da û ji wana ya pêşin derheqa wê yekê da bû, ku ewê herêmê nexine nava axa Kurdistanê, lê bi du biryarên mayîn çareserkirina pirsê ser demekê paşda êxistin.
13ê çileya paşin sala 1923a Sedirtîya KHNAê careke din li ser wê pirsê sekinî û dîsa girêdayî teşkîlkirina otonomîya Kurdistanê ra herêma Kubetlîyê ji wê axê der ma. (§1, protokola Sedirtîya KHNAê)(1). Hetanî havîna sala 1923a pirsa derheqa qedera Kurdistanê da çend cara dikeve rojeva Komîsyona Navbendî ya KHNAê. Û di hezîrana sala 1923a da Komîsyona taybetî li ser wê pirsê disekine.
Bin destê me da du protokolên ewê Komîsyonê hene, ku Înstîtûta dîroka partîyê ya ser navê Şahûmyan ya rex Komîtêya Navbendî ya PK Azirbêcanê ji arşîva xwe daye me.
Di civata Komîsyonê ya pêşin da pirsa derheqa Kurdistanê usa hatibû danînê, çika cûrê serkarîkirina wê gerekê çawa be û sînorên wê gerekê ji ku heta kîderê bin. Ber destê me hûrgilîyên ewê civînê tunene. Lê têksta biryarê li bal me tu şikê nahêle, ku di pirsa derheqa Kurdistanê da bal endamên komîsyonê yekşivêtî tunebûye (hemfikir nîbûne), di hinek alîyan da ew lap dijî hev bûne û heta nehîştine ew pirs çareser jî bibe.
Di protokola civîna Komîsyonê da ew yek ha xuya dibe:
§4. Du pêşnîyar hene: 1) Kurdistanê wek herêm bikine otonom, ku gerekê bin bandûra navbendê da be, û gerekê herêmên Cewanşîrê, Şûşîyê û Kubetlîyê bikevine nava wê. sebebên wê jî ev in: Kurdistan ji Bekûyê gelekî dûr e, Kurdistan ji Qerebaxa Jêrîn dûr e û jimara binecîyên wê dike weke 60 hezar merî. Sebebek jî ew e, ku navbendê hetanî niha guhdarîya taybetî ne danîye ser vê herêmê û daxazên wan yên rojane pêk ne anîne û ji bo wê yekê, ku hetanî niha ew bin bandûra herêma Qerebaxê da bûye. 2). Kurdistan mînanî berê wek navçeya bin bandûra Qerebaxa Jêrîn (ya deştî) bihêlin.
Di dengdayînê da deng weke hev derketin(2). Em ser wê bawerîyê ne, ku gerekê usa jî bibûya, ji ber ku argûmêntên terefdarên dayîna otonomîyayê ji bo Kurdistanê ne xurt bûn. Wek ku em ji biryara civînê dibînin, îzbatîyên ku ew anîbûn, tenê derheqa axê da bûn û di wê pirsê da dikaribûn bi hêsanî derketana himberî terefdara.
Ji hev dûrbûna navçeyên ku gerekê biketana di nav Kurdistanê da û ji rûyê rêyên xirab da tunebûna pêwendîyan di navbera wan da mecbûr dikirin, ku wan navça bi serî xwe bihêlin, û ew yek jî dijî wê daxaza partîyê bû, ku ew herêmên ku bi çiya ji hev hatine qetandin, rêyên di navbera wan da jî ne baş in, bighînine hevdu û şên bikin. Eger em tenê mezîlên wan axa bidne ber çeva, wê demê daxaza ku wan navça bighînine hev, wê formalîte bûya û ewê ne gorî daxazên komîsyonê bibûya, ne jî gorî daxazên terefdarên otonomîya Kurdistanê bibûya. Lê daxaza terefdarên otonomîya Kurdistanê ya sereke ew bû, ku pêwendîyên wan bi navbenda Komara Sovêtîyê ya Sosîyalîstîyê ya Azirbêcanê, bi prolêtarîyata Bekûyê ra xurt bibin.
Me qestbende tenê derheqa şertên gêografî û tebîyetê da xeberda, ji ber ku, wek me îdî daye xuyanîkirin, argûmêntên mayîn yên ji bo otonomîyê bidne Kurdistanê, tunebûn; eger ew hebûn jî, sist bûn û bi ser ne ketin.
Di civîna ewê komîsyonê ya mayîn da, ku 7ê hezîranê sala 1923a hate derbazkirinê, ew kar bi bawerîya me nişkêva lap rengekî mayîn wergirt.
Em bala xwe bidnê çika di protokola wê ya duda da çi hatîye nivîsar:
Bihîstin: 2. Derheqa Kurdistanê da
Biryar kirin: Kurdistana Otonom saz bikin, navbend û sînorên wê wî çaxî kivş bikin, dema ku sînorên Otonomîya Nagornî Karabaxê bêne kivşkirinê.
Mixabin, me tu nivîs ne dîtin derheqa wê yekê da, çika pişt ra ew pirs çawa bû. Lê tiştek ji sedî sed e, ku rûyê wê yekê da, ku rêxistinên jordest ew biryar zû testîq nekirin, ji ber wê jî ew ser demekê li ser kaxez ma. Lê dawî li hev kirin û Kurdistan bû herêmeke otonomî, sînorên wê usa hatine kivşkirinê, ku bi proêkta pêşin da hatibû pêşnîyarkirinê, ku me derheqa wê da li jorê gotîye.
Îdî di tebaxa sala 1923a da rehmetlêbûyîyê Husî Hecîyev hate kivşkirinê wek serekê herêma Kurdistanê. Di arşîvê da em rastî nivîsên derheqa hevraxeberdanên wî bi serokatîya Şêwra Komîsarên Gelî ya KSS Azirbêcanê ra hatin, ku bi pirsên herêma Kurdistanê ya nûsazbûyî ra girêdayî bûn. Di nav gel da ew herêm dihate binavkirinê wek Kurdistan.
Em zanin, ku piranîya kurda ji dervayî welatê me dimînin, piranî jî li Farizistanê, Tirkîyê û Îraqê. Hetanî niha jî wana li tu welatekî da otonomî ne sitendine. Sebebên wê yekê jî usan in, ku ji goveka (çarçova) xebata me der in. Lê em wê jî bêjin, ku di nivîsên dîrokî da, di bîranînên rêwîya da em dixûnin, ku herêmeke pir mezin heye û navê wê Kurdistan e. Kurdistan ji çiyayên bakûrê Îraqê destpê dibe, tê digihîje hetanî Tirkîyê û Farizistanê û mezîla wê weke 125 hezar mîlên çargoşe ye(3). Berî ku Mêsopotamî ji nav axa Tirkîyê hate derxistinê û dane Îraqa serbixwe ya bin bandûra Îngilîs, piranîya kurda di dewleta Tirkîyê da dima. Em wê jî bêjin, ku niha jî ji nîvê kurda zêdetir li wir dimîne. Ji sê mîlyon kurda, ku li hemû herêma dimînin, kurdên Pişkavkazê jî di nav da, jimara kurdên Tirkîyê dike weke mîlyon û nîvek(4).
Jimara kurda li Tirkîyê rûyê wê yekê da jî zêde bû, ku bi peymana di navbera Komarên Rûsîya Sovêtîyê ya Sosîyalîstîyê ya Fêdêratîv (KRSSF) û Komara Tirkîyê da ya 16ê adarê sala 1921ê, herêma Qersê, perçekî devera Batimê û qeza Surmelîyê dane Tirkîyê û li ser wan axa gelek kurd jî diman.
Perçekî axa Kurdistana Bakûr û wilayetên Dîyarbekirê, Erzirûmê û pareke axa wilayeta Bexdadê, ku niha di dest Îraqê da ne, kete destê Tirkîyê. Lê wilayeta Dîyarbekirê bi navbenda Dîyarbekir û Bîtlîs, ku axên welatê kurda yên dîrokî ne, wek berê dihate binavkirinê wek Kurdistan, lê tenê bi fikra gêografî.
Li Farizistanê, ku perçê Kurdistanê yê rohilatê li wir e û him bi axa xwe, him jî bi binecîyên xwe va kêmtir e, ji 500 hetanî 750 hezar kurd lê dimînin û navbenda wê jî Kêrmanşah e.
Kurdistan, ku di nav çend dewleta da hatîye perçekirinê û kurd li wan dera têne hesibandinê wek miletên kêmjimar, berê jî, niha jî femdarîyeke gêografî ye û tê menaya axa ku kurd lê dimînin. Lê ew dikare di çarçova dîrokî û êtnografî da jî bê lênihêrandinê(5). Di dîrokê da ew him bi mezîla axa xwe, him jî bi jimara binecîyên xwe hatîye guhêrandin. Di dema Sêlcûka da (di sedsalên 11, 12, 13a da) Kurdistan dikete di navbera Azirbêcanê û Lûrîstanê da û ew herêm dihate binavkirinê wek perçê Kurdistanê yê rohilatê, lê girên Arman Cizîrê jî diketine di nav axa Kurdistana Bakûr. Di dewrana monxola da (sedsalên 13-14a) dema behsa herêmên çiyayî yên Hekarîyê, Bohtanê, roava perçê Antîtavrosê, ku dikeve nava axa Ermenîsatnê, devera Dêrsimê (bi resmî ew dihate binavkirinê wek wilayeta Kurdistanê) dikirin, navê Kurdistanê derbaz dibû (dihate bîranînê). Di dewrana Tîmûr da (dawîya sedsala 13a û destpêka sedsala 14a) dema derheqa mîrê Bîtlîsê da xeber didan, wî dihesibandin merivê herî bi nav û deng li temamîya Kurdistanê da(6) û ew bi wê yekê va didane girêdanê, ku di wê dewranê da rola herêma Bîtlîsê temamîya Kurdistanê da giring bû. Me dikaribû ji dîroka Kurdistanê hinek malûmatîyên mayîn jî banîyana, lê ev jî bes e, ku meriv texmîn bike, ku navê Kurdistan navekî dîrokî ye.
Wek hûn zanin, kurd li Pişkavkazê jî dijîn, di nav wê da li bal me - Azirbêcanê jî. Lê, wek ku em pê hesîyan, ne li Pişkavkazê, ne jî li Azirbêcanê tu herêmeke ku kurd lê dimînin, heta sala 1923a ne hatîye binavkirinê wek Kurdistan. Û ew femdarîye jî: di tu herêmeke binavkirî da kurd piranî ne bûne. Emê vir şûnda li ser vê pirsê nesekinin. Em tenê bêjin, ku çend sebeb hebûne ku kurd ketine nava axa Rûsîya Qeyserîyê: ew bi zevtkirina Kavkazê ra girêdayî ye, ji şerê Sîsîanov destpêkirî (1804-1805), dû ra jî rûyê peymana Gulîstanê bi Farizistanê ra, peymana Turkmençayê (sala 1828a) û şerê 1877-1878a da(7). Piştî wan zevtkarîya xantîya Qerebaxê, ango axa herêma Yêlîzavêtpolê, herêma Êrîvanê, Qers û Erdehan ketine destê Rûsîyayê. Di van hemû herêma da bi binecîyên mayîn ra tevayî, kurd jî diman, piranîya wan jî koçer bûn. Em wê jî bêjin, ku di wan deman da gelek kurd ji axên zevtklirî yên Rûsîyayê mihacir bûne û ji Farizistanê jî mihacirî Rûsîyayê bûne. Derheqa wê yekê da çend îzbatî hene, ku me ji kronîka eskerî-dîrokî hildane û ew di pirtûka Avêryanov da jî çap bûne.
Em ji wana tenê nimûneyekê bînin:
Wek xuya ye, qeyde-qanûnên nû ne bi dilê van merivên nû ne, ku hemwelatîya Rûsîyayê qebûl kirine (gilî derheqa xantîya Qerebaxê da ne, ku Rûsîyayê sala 1805a ew zevt kirîye), ji ber wê jî hineka ji wana şandine xantîya Êrîvanê; wek mînak, sala 1810a weke 180 malên kurda ji Qerebaxê revîne bal kurdên Êrîvanê, ji tirsa ku rûs wê wana ji wan fariza neparêzin, ku zordestîyê li wan dikin; rastîyê jî, eskerên fariza hertim êrîşî li ser xantîya Qerebaxê dikirin û binecî dişêlandin, di nav wan da kurda jî(8).
Şirovekirineke taybetî ne lazime bona texmîn bikin, ku ji bo çi kurd ji cî û warên xwe derketine, wek ku çawîşê barêgeha sereke derheqa wê yekê da di pirtûka xwe da dinivîse. Lê xudanê pirtûkê çend xeta jor xwe înkar dike û li xwe mukur tê, ku sebebên sereke ew destdirêjayên hukumeta Qeyserîyê bûn li ser erdê Rûsîyayê, ku wê ew zevt kiribûn.
Pişt ra Avêryanov dinivîse, ku carna kurd ji Farizistanê mihacirî ser erdê me dibûn; wek mînak, di dawîya sala 1807a Memed Sefî Sultanê ji Qeredaxê, ku serokatî li 500-600 malên kurda dikir, destûr xwestîye, ku bi kurdên xwe va bên li xantîya Qerebaxê bi cî û war bibin.
Femdarî ye, ku kurdên ji zulm û zordestîyên desthilatdarîya fariza direvîyan, diketine rewşeke usa, çawa meriv ji bin baranê bireve, bikeve bin teyrokê. Di nav dehsalîyên pêşin, yên piştî zevtkirina Kavkazê, gelek cara kurd ji Farizistanê mihacirî li ser axa Rûsîyayê bûne. Sebebê mihacirîyê yê sereke ew bû, ku zozanên Qerebaxê ji nav axa Farizistanê derketin û ketine nava axa Rûsîyayê û kurd havîna xwe li wan zozana derbaz dikirin. Em ne bi wê fikra V.Gûrko-Kryajîn ra nin, ku kurdên li ser axa herêma Yêlîzavêtpolê dimînin, di destpêka sedsala 19a da hatine wira, ew jî girêdayî bi zevtkirinên rûsa ra.
Tiştek ji sedî sed e, ku eşîrên kurdên koçer berî zevtkarîyên rûsa hatine van dera û hetanî niha jî vira dijîn. Derheqa vê yekê da di çavkanîya derheqa dîroka kurda - Şeref-Namê da hene, ku salnivîsarîya gelê kurd ya sereke ye di dawîya sedsala 16an da. Xudanê ewê salnivîsarê - Şeref xan, ku hukumdarê Bîtlîsê yê bi nav û deng bûye, di şerê di navbera qiralîyeta fariza ya Sêfêvîda û Tirkîyê da roleke mezin lîstîye. Nava serketinên Tirkîyê di şerên bi Farizistanê ra, ku di dawîya sedsala 16a da qewimîne, rola Şerefeddîn pir bûye.
Di vê berhema dîrokî da malûmatîyên hewaskar hene derheqa wê yekê da, ku eşîrên kurda gelek dem berî zevtkirinên rûsa, di dema şerên Şah Abbas da hatine herêma Qerebaxê. Wek nimûne, girêdayî êrîşên tirka yên bi serokatîya Ferhad paşa ra, em rastî nivîseke awa tên:
Hema di wê salê da (1587-1588) serdar Ferhad paşa şer tevrakir bona Genceyê û Bêrdê paşda vegerîne. Dema ewî ew herêm zevt kir, miletekî biçûk - qecera û bîst û çar eşîr (an jî bîst û çar eşîrên kurda iguirmy deurte) ( di têkstêda bi farizî, bi tîpên erebî hatîye nivîsar.......) û turkomana ji wir raqetandin(9).
Pişt ra derheqa êrîşkarîyên Ferhad paşa li ser Qerebaxê da tê gilîkirinê. Xwedîyê nivîsê li ser bingehên çevkanîyên mayîn tîne ber çevan, ku bîst û çar eşîrên kurda, ku bi tirkî ji wan ra dihate gotin ........, di dewrana Şerefeddîn da hatibûn, li Qerebaxê hêwirîbûn, ku niha bin destê împêratorîya Rûsîyayê da ne(10).
Wek ji nivîsê xuya dibe, ew eşîr ji eşîrên kurda yên ne bi nav û deng in û, wek ku xwedîyê nivîsê rast texmîn kirîye, ew qebîl û berek in, lê ne eşîret in û eger em navên wan bidne rêzê, wê gelek cî bigre.
Di nivîsa Şerefeddîn da em rastî malûmatîyên derheqa jimara kurda di wan navça da ne hatin. Lê wek ku ji hinek îzbatîyên di nivîsê da xuya dibin, tu şik tune ku kurd gelek wext berî zevtkirinên Rûsîyayê hatine vira. Ewana himberî miletên mayîn, ku piranîya wan jî turk bûn, pir hindik bûn. Wek me dît, navê tirkî li eşîrên kurda kiribûn. Bi bawerîya me kurd ji navçeyên Farizstanê û Tirkîyê kom bi kom anîne vira bona parastina sînora, an jî ji bo bi destî hêza wana bikaribin axên zevtkirî bin destê xwe da xwey bikin. Di dîroka kurda da tiştên usa gelek bûne. Derheqa wê yekê da di berhemên dîrokî yên derheqa Farizistanê da hene, wek mînak di berhema Sayks da, dema ew qala dewrana Şah Abbas dike(11). Lê em nikarin ji sedî sed bêjin, ku kurd di dema qiralîyeta Yêlîzavêtpolê da mihacirî vira bûne, wek ku ew yek Çûrsîn dibêje(12), bin destê me da îzbatîyên usa tunene. Di bin destê me da hema bêje tu malûmatî tune derheqa wê yekê da, ku di dema zevtkirinên rûsa da jimara kurda li vê herêmê çiqas bûye, û nizanin jî ku ew li kîderê û çawa cîguhastî bûne, ji warekî çûne warekî mayîn. Ser vê meselê V-Gûrko.Kryajîn xwestîye zelalîyekê raxe ber çeva, lê ew yek li wî ra li hev ne hatîye, ew di wî karî da bi ser neketîye.
Em wê jî bêjin, ku dûrbûna kurdên Azirbêcana bin bandûra herêma Yêlîzavêtpolê ji navçeyên ser sînor dibû sebeb, ku hukumeta qeyserîyê, ku kurda wek hêz bi kar dianî bona şerê bi cînara ra, tu ferq danetanî di navbera kurdên Yêlîzavêtpolê û binecîyên musulman yên mayîn da.
Em binhêrin çika Avêryanov derheqa vê yekê da çi nivîsîye: Kurdên herêma Yêlîzavêtpolê lap ji kurdên Rîsîyayê yên mayîn hatine birînê, ji ber ku di navbera wan û kurdên Êrîvanê da ser mezîla bi dirêjaya 130-150 kîlomêtra hemû çiya ne û li wan dera hema bêje rê tunene. Dema di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê da şer derketa, kurd nikaribûn bihatana hewara rûsa, ji ber ku dûr bûn û ewê yekê jî kemala kurda ya sîyasî dida undakirinê; eger bi Farizistanê ra jî şer derkeve, dîsa destê kurda wê negihîje wan dera, ji ber ku ew li mentîqên herêma Yêlîzavêtpolê yên here dûrî-derez da dimînin û ewê tu rolekê nelîzin(13).
Ji ber wê yekê jî tu guhdarîke taybetî danenîn li ser kurdên Azirbêcanê, heta li ser jimara wan jî.
Bona wê yekê jî ferqîya wan malûmetîyên derheqa jimara kurdên Azirbêcanê da, ku hinek nivîsa û çevkanîyan da rastî me tên, gelekî mezin e.
Bi bawerîya Avêryanov, jimara kurdên ku di dawîya sedsala 19a li herêma Yêlîzavêtpolê diman, 35-40 hezar bû(14). Serhing Karsêv(15) jî hema bêje ewqas dibêje û wek ew bi xwe dibêje, ewî ew reqem ji malûmatîyên Komîtêya Statîstîkîyê ya Pişkavkazê wergirtîye.
Doktor A.M.Dîrr di lêkolînên xwe yên di hêla antropologîyê û êtnografîyê yên derheqa gelên Kavkazê da dinivîse, ku li herêma Yêlîzavêtpolê 52 hezar kurd hene. Ev malûmatîyên sala 1910an in û derheqa vê yekê da di Kalêndara (Salname) Kavkazê da jî hatîye nivîsar(16). Lê hema eynî di wê Kalêndara Kavkazê da, ya sala 1910a da lap reqemên mayîn anîne derheqa jimara wan kurda da, ku bi zimanê dayîka xwe dipeyîvin.
Di perçên wê rojnîşê da, ku li Kalêndara Kavkazê da çap bûne û tê binavkirinê Jimara binecîyên Kavkazê gorî zimanên dayîkê, anegorî hesabkirina binecîya ya sala 1897a (Weşanxana Komîtêya Statîstîkîyê ya Navbendî, sal 1905), jimara binecîyên kurd ha ye:
Di herêma Bekûyê da - 6 mêr û 2 jin (6+2), li Daxistanê 11+11, li herêma Yêlîzavêtpolê 1663+1379, devera Qersê 22632+20336, herêma Kûtaîsê 935+889, mentîqa Têrskê 13+6, herêma Tîflîsê 1400+1138, der-dorê derya Reş 22, herêma Êrîvanê 26239+23150.
Bi tevayî - 49389.
Bi vî awayî, gorî hesabkirina binecîya ya sala 1897a ji hemû kurdan (99832), ku li Kavkazê dimînin û bi zimanê xwe dipeyîvin, 3042 li Yêlîzavêtpolê ne. Eva tenê derheqa wan kurda da, ku zimanê dayîkê kurdî dihesibînin.
Li Kalêndara Kavkazê ya sala 1917a da malûmatî hene derheqa mezîl û binecîyên herêma Kavkazê da (gorî 1ê çileya paşin, sala 1916a). Binecîyên kurd li wir haqas in:
Musulman Êzdî
Li herêma Bekûyê................. 501 191
Li herêma Yêlîzavêtpolê....... 3802 -
Li devera Batimê.................. 552 -
Li devera Qersê.................... 49752 17698
Li herêma Tîflîsê.................. 5932 4697
Li herêma Êrîvanê................ 36508 12624
Bi tevayî 97.047 musulman, 35.210 êzdî.
Vira me malûmatîyên derheqa kurda yên di hêla dînî da anîn, û em nizanin ji bo çi hetanî niha kurdên Êrîvanê (bi dînê xwe va êzdî) ji wan kurdên mayîn hatine cihêkirinê, ku pirtir in û dînê hemûyan jî mehemedî ye, ango - musulmanî ye. Em wê jî bêjin, ku cudakirina kurdên êzdî ji kurdên musulman ji hesabkirina binecîyên Pişkavkazê destpê bû, ku sala 1926a hate derbazkirinê.
Ev malûmatîyên me anîn, bi awakî zelal tînine ber çeva, ku berê, ango berî testîqbûna qeydê Sovêtîyê li bal me, di pirsa hesabkirina binecîyên kurdên Azirbêcanê da tevlihevîyek hebû.
Femdarî ye, ku ew yek tesîra xwe li ser hesabkirina kurdên Azirbêcanê ya piştî Sovêtîyê jî hîşt. Em ser wê bawerîyê ne, ku terefdarên wê proêktê, ku gorî wê otonomîya dane Kurdistanê, hema bêje hemû binecîyên herêmê wek kurd nîşan dane. Usa xuya ye, ku eva yeka di dest wan da argûmênta here xurt bûye bona îzbat bikin, ku hêja ye otonomîyê bidne kurda. Lê wek me dît, ew bahana wan jî li ser bingehekî ne mehkem (zexm, qewîn) hatibû çêkirinê.
Ew fikra lap şaş, ku piranîya binecîyên Kurdistana berê kurd bûne, hetanî îro jî heye. Em ecêbekê ji we ra bêjin: gorî malûmatîyên Plana Dewletê ya KSS Azirbêcanê, ku êkspêdîsyona me berî ku bi rê keve, sitend, jimara kurda li navça Laçînê 99,2%, li navça Kelbecarê 99,5% bû. Jimara turka di herdu navça da 180 (!) merî bû: 108 merî li Laçînê, 72 jî li navça Kelbecarê.
Ewê yekê em di nav salixên hesabkirina binecîya ya sala 1926a da jî dibînin. Gorî wê statîstîkê, ku înspêktorê Komîsarîyata Perwerdeya Gelî Îlyasov raber kirîye, jimara kurda li her pênc navçeyên Kurdistana wî çaxî da aha bûye:
Li navça Karakişlaxê jimara kurda 6033 merî bûye û ji wana 1758 bi zimanê dayka xwe dipeyîvin. Li navça Kelbecarê ji 11993a - 1438 merî, li navça Kurdhecîyê ji 8173a - 691, li navça Mûradxanliyê ji 6159a - 429, li navça Koturlînê ji 5885a - 955 merî.
Jimara kurda li navça Kubetlîyê bi hesabkirina binecîyan ya sala 1926a ji 200 merivî derbaztir nebûye.
Tevaya kurdên Azirbêcanê yên li herêma Kurdistana berê gorî statîstîka sala 1926a 37182 bû, ku dikire 72,2% temamîya binecîya, lê ji wana kesên ku bi zimanê xwe dipeyîvîn, 3123 merî bûn.
Ji bo êkspêdîsyona me di wî alî da pirsa sereke ew bû, çika miletê kurd bi çi zimanî dipeyîve. Xênji wê me hewl da em bizanibin çi milet li wê herêmê dimînin û piranîya wan jî kê ne.
Piştî lêkolînan me çarçoveke awa çê kir, ku bi awakî zelal tîne ber çeva çika di wan navça da çiqas kurd bi zimanê xwe dipeyîvin.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 239
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xelat.org/ 25-12-2023
פריטים המקושרים: 12
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-12-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: תרגום
ספר: חברתי
פרובנס: No specified T4 988
פרובנס: Azerbaijan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על 26-12-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 26-12-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 26-12-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 239
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,040
תמונות 106,411
ספרים 19,244
קבצים הקשורים 96,889
Video 1,377
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 1.359 2!