图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,239
图片 106,491
书籍 19,254
相关文件 96,945
Video 1,380
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Taybetmendiyên Kurmanciya Efrînê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Taybetmendiyên Kurmanciya Efrînê

Taybetmendiyên Kurmanciya Efrînê
Taybetmendiyên Kurmanciya #Efrîn# ê.
Bê gûman her mirovek di hundir welatekî de, her wiha, di hundir zimanekî de gava daxive di riya devoka xwe tê naskirin ku ew ji kîjan herêmê û ji kîjan xaknîgarî ye. Devoka Efrînî yek ji devokên kurmancî ye, ango ji kurmanciya jêrîn e.
Her kes ji Efrînê bi hêsanî dikare zanibe mirovekî din ji Efrînê ye yan na ji ber ku ew li Efrînê bûye û mezin bûye û bi devoka kurmanciya Efrînî deng kiriye û dayî û standiye
Lê belê, heger mirovek ne ji Efrînê be û bi carekê bi xelkê Efrînê re ne da be û ne jî standibe gelo wê çawa zanibe ku mirovekî din ji Efrînê ye yan na di riya axiftinê re ?!
Bi rastî, devoka Efrînî bi gelek ged, şan, nîşan û taybetmendiyan tên naskirin, gelo ev taybetmendiyên giştî yên kurmanciya Efrînî di warê zimanzanî de çine?
1- Diyardeya tewangê bi şêweyekî asayî di devoka Efrînî de ron û diyar e, wate, ew di jiyana rojane de ji berê paş da ji alî şênîyên Efrînê tê bikaranîn û bi taybetî tewanga zayenda nêr ya li Efrînê neçar e û li gelek herêmên din de nayê bikaranîn wek :
A- Dew birê mêst e. (mast )
B- Nezanî vehesiya cên e. (can)
C- Ka nanî bi min de. Kanî nên bi min de. (nan)
Ç- Ew ji welêt hatiye. (welat)
D- Mû li ser zimên hat. (ziman)
E- Bi kerê nikanê dibezê kurtên. (kurtan)
2- Hin peyv û şêweyên taybet bi devoka Efrînî hene çi resen dibin û çi jî herêmî dibin wek : hewal (xeber) , kanê (dikare), mila (bila), xêncî/ji te derbas bê (ji bilî) , qiçik (zarok), xwek (xwişk), birak (bira), dêk (dayîk), bavik (bav), çiwe/çoyî (çawa yî /çonî), çêl /çel (40), çêrê dike (qal /behs dike ), hukarî ( bandor), êjdil (rast), zebirand (desteser kir /zep kir /kontrol kir), şênî (xelk/milet), şû (heft e : ji şûyê heta şûyê), dehf, teht, peht, reht, pir, şehf, kîngo (kengî), xêli bû /qeherî (xeyidî), derdan (der da /da der / venexwar), ecer (nû /nuh), naka (noke /niha), diho (duh), mera/merî (mirov/ însan) , rind (xweş / baş) … hwd. Bê gûman hin peyvên di nav kevanekê de jî tên bikaranîn li hin deveran.
3- Ketin û xistina dengê/ h/ bi taybetî ji nav û dawiya peyvan di kurmanciya Efrînî ron û zelal e, helbet, ew diyarde ji bo sivikkirin û bilêvkirina peyvan rû dide wek : dêlê (dihêle), nêlê (nahêle), şe kir (şeh kir), se kir (seh kir), miri (mirih /mirî), zindi (zindih /zindî), ri (rih), tiri (tirih /tirî),şuji(şujî), rovi(rovî) … hwd.
4- Rewaya fermanî bi qertafa (me) despê dike ne (ne) wek : bixwe /mexwe, here /mere, rûne /rûmene, binire /menire, bike/meke, bibe /mebe, were /mere, here /mere, vexwe /vemexwe … hwd.
5- Di dema niha de lêker bi gelemperî qertafa kesane bi kesê sêyem re bi ( – ê) tê bilêvkirin tevî ku li hin deveran mîna deşta Cûmê û navçeya Şêrewa û li ba kurdên koçer û êzîdî şêweya resen mayî ye mîna (-e ) tê bilêvkirin wek : derê/dere, dikê /dike, dibê /dibe, dixwê /dixwe, dibînê /dibîne,… hwd.
6- Hin tîpên dengdar ji nav û dawiya peyvan li Efrînê bi giştî hatine xistin wek:
Ço /çov, ben/ bend, şiket, şikeft, dû/dûv, desmal /destmal, ro /roj, go/got,
7- Wateyên hin peyvan teng bûne û wateyên neyînî birine wek :
pirç (por), gidî (stuxawr û çavpehn). Li Efrînê peyva pirç bi giştî nayê bikaranîn, tenê bi wateya porê laşê mirov wek pirçê lingan yan pirçê sîng, her wiha, tenê di bi wêjeyekê de mayî mîna : Pirçê serê mera radibe. Dîsa, peyva gidî jî wateyek neyînî biriye.
Wek : Ew merîkî gidî ye. (çavpehn /stuxawr)
8- Paşdaçek bi şêweyê resen wek xwe mane mîna (di / li / ji / bi) …… da /de, ra/re, va / ve, ra /re)
Mînak : A- Ew bi min ra çû.
B- Ew di mal da mir.
C- Ew ji duh va li vir e.
Ç- Min ji Hêvînê ra got.
D- Ez bi ser da çûm.
E- Ez di Efrînê ra derbas bûm.
9- Qertafa peyaya rajorîn li şûna – tirîn tevî yan tewrî tê bikaranîn wek :
A- Ew birakî tewrî /tevî mezin e.
B- Ew ê tevî çê ye !
10- Qertafa tewangê ya pirjimar “- an” sivik û kurt bûye ; tîpa/ n/ hatiye avêtin û tenê ” – a ” tê bikaranîn wek :
A- Ez ê zêra ji te ra bikirim. (zêran)
B- Ew î derê nav dara. (daran)
C- Ez ê kinca bişom.
11- Veqetandekên binavkirî yên yekjimar zayenda nêr û mê (-ê /- a) li Efrînê (-î / – ê) ne, her wiha, veqetandeka binavkirî ya pirjimar
(- êd) şêweya kevn parastiye yan (-ê) ya sivik bûye li şûna (-ên) wek :
A- Bavkî min merîkî cotarî ye.
B- Dêkê (diya /dayîka) min ji min pir hez dikê.
C- çavêd te wek kêran e.
Ç- Çavê min dêşin.
D- Qelemêd qiçika nemane.
E- Kincêd birakî min kevn bûne.
F- Kincê min bişo.
12- Veqetandekên nebinavkirî ( – ek) bûye
(-ik) wek :
A- Min sêvik xwar.
B- Darik me hişk bû.
13- Cinavkên şanîdanê yên xwerû (ev/ew) li Efrînê şêweyên resen parastiye û tîpa / h/ hîn mayî, her wiha, cudahiya di navbera yekjimar û pirjimar de hîn heye wek hev /heva, hew/ hewa, hevna /hewna. Helbet, li Sêrewa û deşta Cûmê “evene” tê bikaranîn.
Mînak :
A- Hev/Heva çiye?! = Ev çi ye?
B- Hew/Hewa çiye? = Ew çi ye?
C- Hevna çine? = Ev çi ne?
D- Hewna çine?! = Ew çi ne?!
Wekî din civakên şanîdanê yên tewandî wek zimanê nivîskî ne (vî / vê, wî / wê, van /wan).
14- Qertafa kesane ya kesê duyem yekjimar
(-î) li ba piraniya Efrîniyan bûye (-e/- ê), her wiha, qertafa kesane ya kesê sêyem (- e ) bûye (-ê) li gel ku li hin gundan wek xwe mayî ye wek :
A- Tu çi dikê? = Tu çi dikî ?
B- Tu dixwînê. = Tu dixwînî.
C- Tu rind e. = Tu rind î.
Ç- Tu merî ye? = Tu merî yî ?
D- Ew nên dixwê = Ew nên dixwe.
E- Gulê dikê nakê ew narê.
15- Dengê /û/ li ba piraniya xelkê Efrînê wek dengê /ü / yê tirkî yan fransî tê bilêvkirin her çend şêweyê resen li navçeya Şêrewa û deşta Cûmê hatiye parastin wek :
çû /dû /mû /rû /gû /bû / zû / tû / hûr /kûr /dûr /sûr /tûj /
16- Gelek peyvên ên dengdêra /a/ di nav xwe de hildigire bi derbasbûna demê û di bin bandora sîstema dengsaziya erebî de hatiye guhartin û bûye tîpa /ع/ eyin tevî ku li hin gundan şêweya resen parastiye wek :
A- m’er /mar
B- Pe’n /pehn /pan
C- be’r be’r /bar bar
Ç- Ke’r /kar (biçûkê biznan)
D- Ke’ni /kanî kehnî
E- Te’t /tat /teht
Ê- ce’n /cehn /can
F- ce’nî /cehnî /canî (biçûkê mehînan)
G- me’în /mehîn
H- şe’ni /şehnî (sizi û nexweşî)
İ- re’t /reht /rat (westiyayî)
Î- pe’t /peht /pat (bihêz û mekin)
J- de’f /dehf (derbas bike)
K- re’st /rast
L- şe’f /şehf (kevirên biçûk dikevin ber kevirên dîwaran yan dibin bingeh ji avahî û malan re.
M- be’îf /behîf
N- te’l /tehl/ tal
O- se’rînc /sarînc
P- pe’le /pale
Q- ze’r /zehr / zar (zarxweş /zimanxweş)
R- qe’rî /qehrî/qexerî (xeyidî û dilgiran bû)
S- çe’v /çav
Ş- Be’dîna /Bahdînan (navê gundekî ye)
T- te’ji /tajî
17- Dengê / h / di destpêka gelek peyvan de wek tîpa / ح/ ya erebî tê bilêvkirin mîna :
A- Hez/ hezkirin ( Hezê min li gund natê).
B- herî (axa şil)
C- her (Her derê ew bi nav dike ve)
Ç- hişk/i’şk
D- harîkirin (harîkarî /alîkarî)
E- hukarî (bandor)
Ê- Hêlik/ hêlkirin (hêlan)
F- Hêr ( hêrî zeytûna /erdê zeytûnan)
18- Hin cînavkên pirsîyariyê li Efrînê taybetin wek :
A- ço /çi tonî (çon / çawa) :
Tu ço çû gund? / Tu çi tonî çû gund?
B- Kîçax/kîngo (kengî /çi wextî)
C-Çira (çima) : Herdu tên bikaranîn.
19- Lêkera alîkar kirin (dike) di dema bê de bûye
(Kê) bi hemû cînavkên kesane wek :
A- Ez kê (dikim) herim gund.
B- Ew kê (dike) herê mal.
C- Em kê (dikin) herin dewatê.
Ç- Hûn kê herin serî çê.
D- Ew kê (dikin)herin mal.
20- Hin peyvên ên dengdêra /o/ di nav xwe de hildigire wek tîpa /ع/ eyna erebî tê bilêvkirin wek :
A- ro’nî/ronî : Roniya çavên min kêm e.
B- ro’vî /rovî : Rovî mirîşkêd me tevda xwarin.
C- ro’vik /rovik : Rovikê wî kul bûye.
Ç- Ro’n /ron (ne tîr e) : Dew ron e.
D- Şo’jî /şojî
21- Hejmar li Efrînê bi şêweyekî cuda û taybet tên bilêvkirin, bikaranîn û jimartin wek hejmarên ji yek heya deh (1- 10): yek, didu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nihe, dihe. Her wiha, hejmarên ji yanzde heya nozdeh bi sîstema( 10+1=11) tên bikaranîn mîna dew yek (deh û yek /yanzde), dew dudu (deh û didu/duzdeh) ,… hwd.
22- Di devoka Efrînî de çendîn peyvên tirkî hene bi taybetî di navçeyên çiyayî yên li bakurê Efrînê dikevin li ser sînorê Tirkiyê mîna Şera, Bilbilê, Raco, Şiyê, Cindirêsê û heta Mabeta jî. Bê gûman bandora tirkî ji serdema Osmanîyan de mayî ye. Wekî din li hember gelek peyvên tirkî hin peyvên kurdî jî tên bikaranîn, lê bi şêweyekî teng ne berfereh di biwêjan de mane yan jî di pend û şîretan de mane.
Mînak :
1- qapi (kapı) = derî:, Meke bi deriya werê seriya. G.P
2- qulaq (kulak) = guh : Guh pê de /Guh lê ne.
3- ênişte ( enişte) =zave
4- dûşmûş (düşmüş) = ketiye
5- sax (sağ) =xweş
6- qanciq( kancık) = dêlik
10- alvêr (alver) = danûstandin
11- gûnlûk (günlük) = ro /roj
12- sankî (sanki) = tê bibe
13- gêndi (Kendi) = Ew /wî /wê /wan
14- siqinti (sıkıntı) = tengî
15- siqilmîş( sıkılmış) = tengijî /dilgiran /qeherî
16- alçaq = nizim û kêm
17- Orispi (oruspu) = kûnde
18- yawaş (yavaş) = nermi nermi /hêdî hêdî
19- kêskin (keskin) = pir /zehf
20- yarim (yavrum) = lawî min
23- Zayenda gelek peyvan li Efrînê nêr in û li devokên kurmancî yên din mê ne û berûvajî wê. Ew jî mijarek cihê goftûgoyê ye girêdayî civakê û nirxên wê yê, her wiha ew têkildar e bi nêrîn û bandora civakê li ser zimên.
Mînak :
1- Ez di bin darê zeytûnê rûniştim. (dara)
2- Qîzê apî min dergistî bûye. (qîza)
3- Dêkê min pir ji min razî ye . (dayîka)
Helbet ev sêmînar bi giştî li ser taybetmendiyên devoka Efrînî ye û yê bi xwe jî zaravaya kurmancî ye. Devoka Efrînî diyare pir sivik bûye bi derbasbûna demê re ; gelek tîp hatine xistin û gelek şêwe hatine guhartin. Ew xalên navborî bi gelemperî li devera Efrînê û li nav xelk û şêniyên Efrînê tên dîtin û bi hev re ciyawaziya devoka herêmê dide nîşankirin tevî ku hin şêwe û dirûvên cuda jî li navçeyên cur bi cur tên dîtin wek ku çawa hatine destnîşankirin. Wekî din, kurmanciya Efrînî ji alî binesazî, peywir û rêziman wek her devokek kurmancî ye.
Pêwîstî û armanca vê sêmînerê gelo çiye ?!
Bê gûman mirov dikare di riya devoka xwe re hin şêweyên resen, pêşketin û guhertina zimên bibîne gava dide ber zaravayên din. Her wiha, bandor û hukariya zimanên serdest jî mirov dikare balê bikşîne ser wek erebî û tirkî, lewma lêgerîna peyvên resen di devokekê de û bikaranîna wan li şûna bêjeyên biyan dewlemendiyê dide zimanê kurdî bi giştî.
Dîsa, mirov dikane bala xwe bi hin diyardeyên zimanî de wek tewang, kurtkirin û xistina dengdaran û guhartina hin dengdêran.
Her wiha, mirov dikare balê bikşîne ser hin cudahiyên di dengsazî û watesaziyê di navbera zaravayên kurdî yên rengîn.
Li dawiyê xala herî girîng ew e ku mirov dikare di riya berhevkirinê re devok û zaravayên din baş nas bike. Ka gelo li dever û di devoka me de çawa ye û çi xalên hevbeş hene û çi taybet in bi herêma me?! Bi vî awayî gelek derî ji sêmînar û lêkolîn li ser zimanê kurdî vedibin, her wisa ziman bêtir nas dibe û pêş dikeve.

Bavê Saman
Efrîn di 16-8-2019
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览182
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://candname.com/ 18-12-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
的地方
1. Efrîn
小组: 文章
Publication date: 16-12-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
城市: Afreen
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 18-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览182
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1106 KB 18-12-2023 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,239
图片 106,491
书籍 19,254
相关文件 96,945
Video 1,380
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!