پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پارت و ڕێکخراوەکان
گرووپی ڕوون بۆ هەڵەچنی و پێداچوونەوە
12-04-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
باشووری کوردستان ساڵی 1950
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ڤیدیۆیەکی هەڵەبجە دوایی کیمیابارانکردن ساڵی 1988
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی هرور لە دهۆک ساڵی 2005
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێک لە پێنجوێن ساڵی 1972
11-04-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
پەیوەندی نێوان دەوڵەت و ئایین لە سایەی دەستورێکی عەلمانی
10-04-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
عەونی یوسف
09-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
جەمال گردەسۆری
09-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ڤیدیۆ
خاڵکوتان نەریتێکی هەزاران ساڵەی کوردان
09-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 515,841
وێنە 104,868
پەرتووک PDF 19,017
فایلی پەیوەندیدار 95,358
ڤیدیۆ 1,255
ژیاننامە
خالید بەگی جبری
ژیاننامە
ئەڤریم ئالاتاش
ژیاننامە
شێخ بورهان پاکی
ژیاننامە
دڵشاد حاجی عەبدولوەفا
ژیاننامە
مەلا ئەنوەر
(Me êzidî ji kurdan veqetandin, em ê zazayan jî veqetînin)
مێگا-داتای کوردیپێدیا، یارمەتیدەرێکی باشە بۆ بڕیارە کۆمەڵایەتی، سیاسی و نەتەوەییەکان.. داتا بڕیاردەرە!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link2
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست2
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

(Me êzidî ji kurdan veqetandin, em ê zazayan jî veqetînin)

(Me êzidî ji kurdan veqetandin, em ê zazayan jî veqetînin)
(Me êzidî ji kurdan veqetandin, em ê zazayan jî veqetînin).
Amadekirina: #Têmûrê Xelîl#
Ev fikira di vê sernivîsê de di salên 1990î da li Ermenistanê ji alîyê çend kesan va xuliqîye û ew bi xwe jî serkêşîya vî karî dikin. Ew hewil didin vî karî di jîyanê da pêk bînin û pê ra jî wek sîyaseta Ermenistanê ya fermî nîşan bidin.
Berî çend salan hinek kes ketine nava ronakbîrên kurdên êzdî yên Ermenistanê bona wana bidine bawerkirin ko ew bi miletê xwe va ne kurd in, lê êzdî ne. Û ji ber ko îdî dêmokratî hatiye Ermenistanê, lewma jî lazim e êzdîyan ji kurdan veqetînin. Ji ber ko ji hemû ronakbîrên kurdên êzdî yên Ermenistanê tu yekî jî guh neda wan û nexwestin ji kok û binyadê xwe biqetin, wê demê van ”dêmokrat” û “xêrxwezên êzdîyan” hewil dan hinek êzdîyên din bibînin ko vê pêşnîyara wan qebûl bikin.
Û dîtin! Ew jî ew kes bûn ko tu eleqeya wan bi ronakbîrîyê, zanyarîyê, nivîskarîyê tune bû. Soz dane wan “êzdîyên teze” ko eger ew xwe wek miletekî ji kurdan cuda bibînin û gelê xwe jî di wê yekê da bidine bawerkirin, wê demê ew ê wek milet mafê xwe bistînin û li ser kursîyên nerm rûnin. Û van “dêmokratan” û çend “êzdîyên nûpêketî” dergehên dewletê kutan ko êzdîyan wek miletekî ji kurdan cuda bibînin. Û fikirîn ko riya here baş ew e ko di dema hesabkirina binecîyan da bigihîjine wê yekê ko kurdên êzdî wek milet “êzdî” bidine qeydkirin, lê kurdên musulman jî wek “kurd”. Û bi fen û fêlbazîyan û bi alîkarîya hinek “ermenîyên nû” gihîştine armanca xwe.
Û yên wek min ko kurdekî êzdî me lê xwe wek kurd dibînim, “êzdî” qeyd kirin, bêyî ko ji min bipirsin û yên wek min piranîya kurdên êzdî yên Ermenistanê ne. Piştî wê jî “êzdîyên teze” dergehên dewletê kutan ko va em jî miletek in û heqê me jî bidin. Û dewletê jî da: di radyoya dewletê da beşa “radyoya êzdîkî” vekirin, rêxistinên êzdîyan saz kirin, rojnameya “Dengê êzdîyan” derdixin. Ecêba ser ecêbê jî ev e ko radyoya wan bi kurdî ye, rojnameya wan jî bi ermenî ye.
Pêşî ez bi tundî dijî van qelpî û fenan derketim. Min hewil da xwe bigihînime hin kesên ji serokatîya Ermenistanê ko pêşî li van gavên dûrî zanyarîyê bigirin, heta ez bi hinek “îdeologên” vî karî ra ketim minaqeşeyê û encameke ha derket:
Wana digot:
— Her kes dikare bi xwe bêje ka ew çi milet e. Ango, heta yekî ermenî dikare bêje ez rûs im û em mecbûr in wî wek rûs qeyd bikin.
Bersîva min jî ha bû:
— Belê, her ermenîyek dikare bêje ez rûs im, ji ber ko miletê rûs heye, lê tu kurdek nikare bêje ez êzdî me, ji ber ko miletê êzdî tune.
Wana digot:
— Li Hindistanê, Australîyayê bi înglîzî dipeyivin, li gelek welatên Amêrîka Latînîyê bi portûgalî û îspanî dipeyivin, lê nayê wê maneyê ko ew înglîz yan jî portûgalî û îspanî ne.
Bersîva min ha bû:
— Miletên van welatan ko înglîzî, portûgalî û îspanî dipeyivin, nayê wê maneyê, ko zimanê wan yê zikmakî tune yan jî tune bûye. Lê zimanê êzdîyan berê jî niha jî kurdî ye.
Wana digot:
— Ew êzdîyên ko xwe kurd nabînin, bi xwe dixwezin xwe wek êzdî bidine qeydkirinê û em mecbûr in weka wan bikin.
Bersîva min ha bû:
— Eger wisa be jî û hûn wana wek êzdî qeyd dikin jî, hûn gerekê vê meselê ha formûle bikin: “Ji 45 hezar kurdên Ermenistanê 40 hezar kurd xwe êzdî dihesibînin, hela di ser da jî, xwe kurd nahesibînin û dixwezin xwe wek êzdî qeyd bikin”. Ango, navê kurdîtîyê gerekê ji ser wan neyê hilanîn.
Berî salên 1990î li Ermenistanê û Yekîtîya Sovyetê bi tevayî kurdên êzdî û yên musulman wek kurd dihatin qeydkirin. Piştî wan salan tenê li Ermenistanê êzdîyan ji kurdan dane cihêkirin û di encamê da di nav şev û nîvekê da 40 hezar bûn êzdî, 4 hezar jî bûn kurd. Wan salan tîraja rojnameya kurdî ya “Rya teze” 5 hezar heb bû. Min nameyek nîv ciddî, nîv henek-pêkenî ji komîsyona rêdaksyona pirtûka rekoran ya Guinness ra nivîsî ko rojname “Rya teze” bikine nava wê pirtûkê, ji ber ko li Ermenistanê 4 hezar kurd hene, lê 5 hezar aboneyên rojnameya kurdî hene (ev înformasyona min di rojnameya ermenî ya bi navê “Ankaxûtyûn”, hejmar 24, 13ê adarê sala 1992an da çap bû). Komîtêyê bersîveke ha da min: “Piştî lêkolînên zanyarî em pê hesiyan ko êzdî û kurd yek milet in, lewma em nikarin daxwaza we pêk bînin.”
Bira her kes bizanibe ko ji 40 mîlyon kurdan 40 hezaran veqetînin jî, ne hejmara kurdan kêm dibe, ne nefta Kurdistanê kêm dibe, ne jî bûtçeya Kurdistana Başûr, ko ji butçeya gelek welatan zêdetir e.
Dawî, ez hatime ser wê bawerîyê ko ez ê nikaribim zêde tesîr li ser propagandîstên êzdîtîyê bikim û wana bînime ser riya rast, min zêde guh neda vî karî, tenê min dawî ji wan ra got: “Ew çawa dibe ko li gelek welatên cihanê weke mîlyonek kurdên êzdî hene û tenê 40 hezar ji wana xwe êzdî dihesibînin û xwe kurd nahesibînin û ew hemû jî ji Ermenistanê ne? Bi dehan, sedan rohilatzanên cihanê dibêjin êzdî kurd in, tenê sê ‘zanyar’ dibêjin ew ne kurd in, ew hersêk jî ji Ermenistanê ne?”.
Eger bi rastî jî ew “zanyar” di heyra êzdîyan da ne û ji wan hiz dikin, çima nafikirin ko ew çawa bû eva zêdeyî 20 salan e li parlamêntoya Ermenistanê tu êzdîyek tune (herwiha tu kurdekî musulman jî tune), lê eva 20 sal in her sal jî li parlamêntoya Kurdistana Başûr bi kêmanî ermenîyek heye? Ew jî wê demê, ko jimara êzdîyên Ermenistanê 40 caran ji jimara ermenîyên Kurdistanê zêdetir e. Ji nîv mîlyon êzdîyên Kurdistana Başûr hema bêje tu kes tune, ko xwe kurd nebîne. Îcar ew çawa dibe ko ji sedî nod êzdîyên Ermenistanê xwe kurd nabînin?
Niha jî eynî ew kes hewil didin zazayan ji kurdan biqetînin. Ji bo vê armancê 28-30 oktobirê sala 2011an li Yêrêvanê bi rêvebirîya serwêrê fakultêya Îranîstîkayê ya Ûnîvêrsîteya Yêrêvanê, profêsor Garnîk Asatryan konferansek ser zazayan hate derbazkirinê. Ez derheqa wê konfêransê da tu tiştekî nanivîsim, ji ber ko di hevpeyvîneke bi Garnîk Asatryan ra ya berî konfêransê da ( http:/regnum.ru/news/1460682.html ) her tişt femdarî bû, ko armanca konfêransê ew bû, zazayan ji kurdan bi dûr bixin, wana wek miletekî cuda bidin xuyakirin. Ango, tu tiştekî wê konfêransê bi zanyarîyê û îlm va tune. Li wê hevpeyvînê Garnîk Asatryan bersîvên ha dide: “Heta berî 40 salan jî zazayan wek kurd dihesibandin. Ez bi hêvî me, ko ev konfêransa akadêmîk wê bibe helaneke baş bona pêşketina îdêndîtêta wî miletî û yên din.” Ez pê hesiyam, ko tu kurdekî zaza yê zane tevî vê konfêransê nebûye. Ez wê jî zanim, ko Garnîk Asatryan çend caran hewil daye bi kurdekî zaza yê zanyar û nivîskar yê gelek navdar ji xwe ra bike hemfikir, lê ew camêr wek ko lazim e bersîva wî daye û dawîyê jî gotîye: “Îcar tu dixwezî min fêr bikî ka esilê min çi ye? Zaza kurd in û zêde serê xwe neêşîne”.
Bi rastî jî, bira serê xwe neêşînin. Îro heta Tirkîya jî qebûl dike, ko zaza kurd in. Di têlêvîzyona dewletê ya kurdî da (TRT-6) li rex zaravê kurmancî beşa zaravê dimilî jî hatîye vekirin. Ew nîşana wê yekê ye, ko ew her du zaravên miletekî ne – miletê kurd. Li radyoya “Dengê Rûsîyayê” ya bi zimanê kurdî jî bi sê zaravên kurdî weşanan dikin – kurmancî, soranî û dimilkî (ango zazakî) û şika wan tune ko ew hemû kesên bi van zaravayan dipeyivin kurd in.
Garnîk Asatryan zêdeyî 20 salan amadekarîya konfêranseke wiha dikir. Ewî di hejmara 5an (6ê oktobirê, sala 1990î) ya rojnameya serbixwe “Pyûnîk”ê da, ko bi zimanê ermenî li Yêrêvanê ji alîyê zanyarekî ermenî yê bi navê Yêxîya Naçaryan li mala wî, bi awayekî amator ser printerê çap dibû, gotareke dirêj çap kiribû (xuya ye rojnameyên ermenî yên fermî û yên ciddî nexwestine gotareke ha çap bikin), ko tê da fikirên ha hebûn: “Dînê zazayan ji îslamê zêdetir nêzîkî xaçparêzîyê ye”, “Zaza ermenîyan wek gelê xwînî, ango du gelên ji xwînekê dibînin”, “Zaza ermenîyên berê ne, paşê dînê xwe guhastine û helîyane.” Alîkar û înformatorên wî jî Zilfî Silcan, Ebubekir Pamukçu û yên mayîn bûne.
Piştî van fikiran, gelo hewce ye meriv ser meseleya wê “konfêransê” tiştekî binivîse? Tenê hewcedarîya pirsekê heye: gelo Garnîk Asatryan bi sedan hezar dolar ji ko anî bona organîzekirin û derbazkirina wê konfêransê? Ne axir piranîya kesên vexwendî ji welatên Awropayê, Tirkîyê, Rûsîyayê bûn. Îcar em zanin ka ser çûyîn-vegera wan, xwerin û vexwerina wan, mayîn û gera wan pereyên çiqas mezin têne xerckirin, ew jî belasebab. Gelo li ser vê meseleyê wê li Ermenistanê lêkolînek bê kirin? Ez ne bawer im ko Ermenistan îro ewqas dewlemend e ko bikaribe ji butceya xwe çend mîlyon draman (pereyên Ermenistanê) bide konfêranseke bê encam û ji zanyarîyê gelek dûr ko tu karê ji Ermenistanê ra nikare bîne, xên ji zirarê.
Belê, hinek kurdên zaza, ko xwe ji kurdan cuda dibînin, tevî xebata wê konfêransê bûn. Ez zanim, ko kurdekî êzdî jî, ko karmendê beşa kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Rûsîyayê ye tevî xebata vê konfêransê bûye. Xuya ye tevbûna li konfêransê û pere ji esilê wan buhatir e. Tiştek ji sedî sed e ko ew ne ji bo xêrê çûne wira. Îcar, bi bawerîya min, em gerekê ji wan kesan aciz nebin ko xwe êzdî û zaza dibînin û hela di ser da jî xwe kurd nabînin. Ez bi xwe di hêlekê va şa dibim ko neyar û dijminên me ji nav me dertên.
Kê dixweze wana nas bike, bira li vir bitikîne: ( http://armacad.info/conferences/the-zaza-people-language-culture-identity-28-30-oct-2011-yerevan-armenia/programme )
Di nav ermenîyan da jî gelek kes hene, ko miletîya xwe bi dînê xwe bi nav dikin wek “lûsavorçakan”, “frang (ermenîyên katolîk)”, “hamşên (ermenîyên musulman)”. Xuya ye rojek ji rojan ewana jî wê bi alîkarîya hinek “zanyaran” xwe wek miletekî ji ermenîyan cuda nas bikin, wê ji wan ra konfêransan çê bikin, radyoyên bi zimanê wan vekin, rojnameyên bi zimanên wan çap bikin û hwd. Bi rastî jî, çima didine êzdîyan, nadine wan? Çima heqê van miletan bixun? Derheqa vê yekê da min di rojnameya ermenî ya bi navê “Azg” da (hejmar 45, 11ê hezîranê sala 1992an) înformasyoneke pêkenînê da weşandin.
Qedirê her welatekî li cihanê herwiha bi wê jî bilind dibe, ka ew welat çawa berê xwe dide gelên kêmjimar, ko ne li ser axa kal û bavan, lê li ser axa wî welatî dijîn. Di wî alî da qedirê Ermenistanê heta berî 20 salan jî li cihanê pir bilind bû. Ji ber ko ewê ji bo kurdên bal xwe her mecal û mekan saz kiribû û di hêla pêşketina çand, edebîyet, dîrok û zimanê kurdî da li cihanê serkêşî dikir. Û dema mesele dihate ser gelkujîya ermenîyan, ko dewleta Tirkîyê di destpêka sedsala 20an da pêk anî, hema bêje tevaya cihanê dema Ermenistan û Turkîya dida ber hev, qedirê Ermenistanê pir bilind dibû, ji ber ko li Tirkîyê ji bo kurdan tu tişt tune, heta zimanê wan jî qedexe ye û înkar dikin, ko kurd hene, lê li Ermenistanê her tişt heye. Cîhanê digot, dewleta Tirkîyê di hindava ermenîyan da bêbextî û nemerivayî kirîye. Di hêleke din va jî Tirkîya îro hinek mafan dide kurdan û ji cîhanê ra dibêje: “Li Ermenistanê mafên kurdan kêm dibin, li Tirkîyê zêde dibin”.
Niha em mêze bikin ka zanyereke ermenî, dersbêja fakultêya Îranîstîkayê ya Ûnîversîteya Yêrêvanê ya dewletê, doktor Vîktorîya Arakêlova ser êzdîyan çi dinivîse:
( http://golos.am/index.php?option=com_content&task=view&id=33685&Itemid=41 )
“Bi saya serê ronakbîrên êzdî yên Ermenistanê û bi alîkarîya zanyarên ermenî ew milet li Ermenistanê hate naskirinê wek komeke êtnokonfêsîonal (etno confessional) ya cuda”, “Eger êzdî wek berê ser kurdan bihatana hesibandinê, wê demê Ermenistan îro wê bibûya welatekî bi faktora kurdî û ev ji bo me pir xeter e”, “Karmendên fakulteya me alî ronakbîrên êzdîyan kirin bona şagirtên êzdî pirtûkên dersan amade bikin”. Ya pêşin, di van gotinan da bi sergirtî be jî, xuya dibe, ko destê hinek xêrnexwazan di nav êzdîbûna wan kurdên êzdî da heye, ko dibêjin em ne kurd in. Tiştek ji şikberîyê der e, ko ew “zanyar” bi kurdî an jî “êzdikî” nizanin. Wê demê çi alîkarî kirine? Ji ber ko di nav wan êzdîyên ko dibêjin em kurd in da merivên xwendî tune ne? Gelo hukumeta Ermenistanê yan jî Wezareta perwerdeyê alîkarî nekirin, ji ber ko êzdîyan kurd dibînin, lewma wana alîkarî kir? Gelo sponsorên wê alîkarîyê kê bûne?
Di dîrokê da gelek kesên bi esilê xwe va ermenî hebûne û niha jî hene ko li ser axa welatekî din ji dayka xwe bûne yan jî jîyana xwe li wir dom kirine. Lê paşê ew kes bûne sîyasetmedar, zanyar, serleşker, şereza û karmendên çande û civakê yên bi nav û deng, bi kar û barên xwe va bi berfirehî alî pêşketin û gulvedana wî welatî kirine. Navên ûsa pir in: çi li Sovyêta berê, çi li Rojhilata Navîn, çi li Avropayê û çi li Amêrîkayê. Lê, mixabin, yên usa jî hebûne û niha jî hene wek bi kurdî dibêjin ji bo ciyê xwe li wan welatan nerm bikin herdem “kûtê xwe germ dikin”, heta paşpirtika paşnavê xwe yê bi cûrê ermenî – “yan” guhastine û kirine bi cûrê – “ov” yan jî “ova” (azirî jî paşnavê xwe wisa dinivîsin), dû ra jî vegerîyane Ermenistanê û dikine qare-qar: “Ev welatê min e!”. Lê kurdên ko bi dehan, lo bi sedan salan li van deveran mane û bi kar û barên xwe va alî pêşketin û gûlvedana Ermenistanê kirine û Ermenistan wek welatê xwe hesab dikin, bi bawerîya kesên wisa – biyanî ne. Erê? Kurdên êzdî yên Ermenistanê biyanî ne, yan ermenîyên ji der hatî? Wek gotineke pêşîyan ya gelê me dibêje: “Hate ciyê min, rabû rûyê min”, yeke din jî dibêje: “Vê kulê bikime kîjan qulê?”
Wek me got, ev kar îro dest pê nebûye. Wan salan G. Asatryan bi xurtî piştgirîya wan êzdîyan dikir ko digotin em kurd nînin. Wek îzbat: di înformasyoneke hejmareke rojnameya “Pyûnîk”ê ya sala 1990î da (G. Asatryan serwêrê şêwra redaksyon ya wê rojnameyê bû) hatiye nivîsar, ko ew rojnameya ermenî wê herwiha pênc rojnameyên bi zimanên cuda-cuda jî derxe, yek ji wan wê ji bo gelê êzdî be û navê wê jî wê “Biratî” be û wê bi zimanê ermenî be. Endamên redaksyona wê jî ev kes bûn: Azîz Hacoyan (Tamoyan), Şêx Hasan Hasanyan, Hasan Tamoyan, Arşak Poladyan û Garnîk Asatryan. Ji vana sê kesên pêşin êzdî ne (li Ermenistanê eger 100 ronakbîrên kurdên êzdî hebûna, ew her sê jî nikaribûn biketana nav wê jimarê, ji ber ko tu eleqê wan bi ronakbîrîyê û nivîsarê tunebû, lê ew kes di nav “êzdîyên teze” da yên herî zane bûn), lê Arşak Poladyan û Garnîk Asatryan ermenî bûn û doktorên bi nav û deng bûn li Ermenistanê. Ji wê înformasyonê xuya dibe, ko rêvebirên wî karî, ango amadekarên nivîsên rojnameya ji bo êzdîyan, wê her du doktorên zanyarîyê yên ermenî bûna.
Ango, “întêrnasyonalîzma” wan qaşo wisa xurt bû, ko wê karên xwe yên zanyarîyê bihîştana û derdê êzdîyan bikişandana. “Pyûnîk”ê herwiha rojnameyeke din jî derxista bi navê “Dengê Ermenistanê”, ko wê bi kurdîya latînî bûya û ji bo hemû kurdên cîhanês bûya. Di rêdaksyona wê da ev kes bûn: Mûrad Bocolyan, Pêtros Margaryan, Karlên Çaçanî, Kyaram Avdoyan û Avetîs M. Hakobyan. Ji vana sê kes ermenî ne. Wek ko ji rêzê xuya dibe, kesê pêşin –Mûrad Bocolyanê rohilatzan- tirkzanê hevalbendê Garnîk Asatryan wê serevkanîya vî karî bikira. Lê paşê derkete holê ko Mûrad Bocolyan cesûsê Tirkîyê bû, ji tirkan pereyên mezin distend, lewma ew girtin, mehkemeya wî li Yêrêvanê kirin, 14 sal ceza danê. Û ev kes wê çawa dengê Ermenistanê bi kurdî bigîhanda cihanê, ew jî Xwedê zane.
Ez wê jî bêjim, ko hema bêje di hemû hejmarên rojnameya “Pyûnîk”ê da yek-du gotarên dijî kurdan hebûn. Te digot qey ew rojname hema bi wê armancê dertê. Di wan gotaran da eşkere dihate gotin ko radyoya kurdî ya Ermenistanê, beşa kurdzanîyê ya Akadêmîya Ermenistanê gerekê bêne girtin. Di wan nivîsaran da êrîş dibirine ser ronakbîrên kurd wek akademîsyen Nadirê Kerem Nadîrov, akademîsyen Şekroyê Xudo Mihoyî, serokê Înstîtûta Kurdî li Parîsê Kendal Nezan û yên din, ew bêhurmet dikirin. Di hejmareke wê da rêdaktor Y. Naçaryan bi G. Asatryan ra hevpeyvîn kiriye ko ew bawerîyên xwe ser seredana xwe ya zanyarî li welatên Awropayê bêje. Ew jî di bersîvên xwe da piranî behsa wan zazayan û êzdîyan dike ko li Almanîyayê, Swêdê, Danîmarkayê rastî wan hatiye. Û nizanî çima, rastî wan zazayan û êzdîyan hatiye (hela bûye mêvanê mala Ebûbekir Pamukçu jî), ko xwe kurd nahesibînin.
Ez 14 sal in li Swêd dijîm, bi dehan caran çûme welatên Awropayê, bi sedan, hezaran kurdên zaza û êzdî dîtine, lê min ji wana ji hîç kesî nebihîstiye ko ew bêjin em kurd nînin. Y. Naçaryan tenê pirsek nedaye Garnîk Asatryan: “Te pereyên mezin sitendibû ji bo li ûnîvêrsîteyên wan welatan xebatên zanyarî bikî. Te dest ji wan karan kişandibû, ketibûyî heyra zazayan û êzdîyan?”
Kesên ha dikarin zirarê bidine miletê xwe, welatê xwe, dikarin du dewletan rakine himberî hev. Armanca vê gotara min jî (wek hemwelatîyekî Ermenistanê û wek kesekî, ko Ermenistanê welatê xwe dihesibîne) ew e, ko pêşî vê yekê bê girtin.
Helbet gelek zanyarên ermenî yên bi nav û deng bi tundî dijî wan “zanyarên” ermenî derketine ko rêberîya karê cudakirina êzdîyan ji kurdan dikin. Yek ji wan akademîsyenê navdar Parûyr Mûradyan e, ko gotareke zanyarî di rojnameya ermenî ya fermî “Grakan Têrt” da çap kiriye (8ê adara sala 1991). Ew dinivîse: “Em siyasetê daynine alîyekî. Kê û li ser bingehê kîjan çavkanîyên zanyarî dikare îzbat bike ko kurd û êzdîyên di hêla antropolojîyê, zimên, êtnîkîyê û dîrokîyê-kulturîyê da yekgirtî du gelên cuda ne? Eger armancên sergirtî yên çend ronakbîrên ermenîyan tune û niyeta wan ne xirab e, ko fikireke ji ber xwe derxistî – “gelê êzdî” sêwirandine, çima dubendîyê dikin nava êzdîyên Ermenistanê û wan dikin du perçe?”
Van dawîyan mîrê êzdîyên cîhanê Mîr Tehsîn beg bû mêvanê êzdîyên Gurcistanê. Êzdîyên Gurcistanê bi alayên Kurdistanê pêşwazî li mîr û koma ruhanîyê ya bi wî ra hatî kirin. Wek em zanin, mîr rind zane ko hemû êzdî kurd in. Û kurdên êzdî yên Gurcistanê jî vê yekê rind zanin û dewleta Gurcistanê jî wana wek kurd qeyd dike, lê êzdî wek dîn dibîne û van dawîya dewleta Gurcistanê bi fermî êzdîtî wek dînê kurdên êzdî nas kir. Em wê jî zanin ko piranîya merivên kurdên êzdî yên Gurcistanê li Ermenistanê ne. Îcar gelî “rohilatzan, îranzan, kurdzan, êzdîzanno”, ev çawa dibe ko xûşk û bira, bav û kur ji du miletên cuda ne? Beşek ji eşîra min – eşîra Rojkîyan, êzdî ne, beşek jê musulman in. Îcar ez û kurapê min yê musulman du miletên cuda ne? Eger ecêba sedsalê digerin, dûr neçin. Ev e!
Ez wê jî bêjim, ko mîrê êzdîyên cîhanê Tehsîn beg neçû Ermenistanê, ji ber ko jê ra gotibûn, çûyîna wira xeter e û ew xeter ne ji ermenîyan û Ermenistanê ye. Li wir mîrekî êzdîyan yê teze hasil kirine û sêwirandine, ko xwe bi nav dike wek Prêzîdêntê êzdîyên cîhanê. Gelo çima xût li Ermenistanê sosretîyên ha dibin? Gelo eva yeka ji bo ermenîyan û Ermenistanê ne zirar e, ko ew “prêzîdênt” ji navê miletê dudan yê Ermenistanê li her deran dipeyive û tu zimanekî jî nizane?
Ji dewletên dora Ermenistanê Tirkîya û Azirbêcan dijminên ermenîyan in, Îran jî ne dostê wan e. Dostê wan yê rasteqîn Kurdistan e, ko li ser riya serxwebûnê ye. Wek ko Cegerxwînê mezin di hevpeyvîna min bi wî ra gotiye: “Em û ermenî birîndarên şûrekî ne”. Wek ko nivîskarê ermenîyan yê mezin Dêrênîk Dêmîrçyan gotîye: “Her tiştê baş di nav kurdan û ermenîyan da bi destê van her du miletan bûye, lê her tiştê xirab bi destê dijmin bûye.” Şarederê Diyarbekirê birêz Osman Baydemîr van dawîyan bi pereyên mezin dêra ermenîyan ya Diyarbekirê nûjen kir û careke din da vekirin û bangî hemû ermenîyên cîhanê dike, dibêje: “Ev warê we ye, kî dixwaze, bira vegere warê xwe, em ê ser çavan, ser seran pêşwazîya we bikin.” Bavê min ji dostên xwe yên ermenî ra digot: “Kurdên Ermenistanê yekemîn milet e li cihanê, ko ermenîyan ra dibêje birayên me yên mezin. Lewma jî ev her du milet gerekê gorî wê hereket bikin.”
Min van dawîyan du pirtûk ji rûsî û ermenî wergerande kurdî, ko xudanên wan her duyan jî zanyar û nivîskarên ermenî yên gelek bi nav û deng in û her du jî di wan pirtûkan da behsa dostanîya ermenîyan û kurdan dikin. Yek ya nivîskar Andranîk e, ya bi sernavê “Dêrsim: Rêwîtî û erdnîgarî”, sal 1900 (ji ermenî), ko berî du salan weşanxaneya “Deng”ê kurmancîya wê çap kirîye, paşê jî ew pirtûk Roşan Lezgîn ji zaravê kurmancî kire zaravê zazakî û da çapkirinê. Andranîk bi xwe dibêje, ko wê demê li Dêrsimê hejmara binecîyên kurd 25 qat zêdetir bû ji ermenîyan. Di ciyekî din da jî dibêje, ko li Dêrsimê du sed hezar kurdên qizilbaş û heft hezar ermenî hebûne. Piranîya wan kurdên zaza bûn û Andranîk hîç ciyan nabêje ko ew ne kurd in. Û zaza bi xwe jî nabêjin em ne kurd in. Em destnîşan bikin, ko ew pirtûk sala 1900î, berî gelkujîya ermenîyan ya sala 1915an derketîye. Garnîk Asatryan di berhemên xwe da Dêrsimê (herwiha gelek warên din yên Kurdistana Bakur jî) wek axa Ermenistana Roava dihesibîne. Îcar ew war çawa Ermenistan e û çawa ne Kurdistan e? Li vir metelokeke ermenîyan kete bîra min: “Kenê mirîşka kelandî jî tê”. Lê di sitiraneke kurdî da jî tê gotin: “Hêdî bajo, suwaro…”.
Pirtûka din ya Îosîf Orbêlî ya bi sernavê “Li Muksê folklor û jîyana rojane” ye, ko ewî sala 1912an nivîsîye û min ji rûsî wergerandîye kurdî, weşanxaneya “Nûbiharê” jî van dawîyan çap kiriye. Orbêlî bi xwe du salan ji bo karên zanyarîyê li Muksê, li mala Murtule begê kurd maye (gelo çima li mala ermenîyekî nemaye?). Wek ko Orbêlî di wê pirtûka xwe da û paşê jî gotîye, ew begê kurdan yê bi nav û deng 20 hezar ermenî ji gelkujîyê daye xelazkirin û kurd û ermenî dostên hev yên rasteqîn in. Akademîsyen Î. A. Orbêlî herwiha gotîye: “Kurdan di bin navê îranîyan, tirkan, ereban, ermenîyan da gelek lawên xwe winda kirine, yên ko helbestvan, sazbend, serleşkerên bi nav û deng bûne û dîroka wan gelan xemilandine”. (М. С. Лазарев ”Курдский вопрос (1891-1917), Издательство ”Наука”, Москва 1972, стр. 3). Çavkanîya wê jî ev e: (”И. А. Орбели, Введение, – в кн. ”Памятники эпохи Руставели”, Ленинград., 1938, стр. 5). Herwiha binihêre: (M. S. Lazarev, ”Pirsa kurdan”, weşanên ”Roja Nu”, Stockholm, sal 1999, rûpel 7; wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl)
Em gelê ermenî bi van mezinên wan û gelek mezinên din va nas dikin û bi wan serbilind in.
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 249 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://candname.com/ 17-12-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 6
ژیاننامە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 11-12-2023 (1 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
شار و شارۆچکەکان: یەریڤان
وڵات - هەرێم: کوردستان
وڵات - هەرێم: تورکیا
وڵات - هەرێم: ئەرمەنستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 17-12-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 17-12-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 22-02-2024 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 249 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
چاوگی سادە میحوەرێکە بۆ دروستکردنی چاوگی نوێ لە زمانی کوردیدا
کورتەباس
چاوی دێو
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
مۆرفیمەکانی (ێ) لە زمانی کوردیدا بە کەرەستەی کرمانجیی خواروو و ژووروو
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
پەرتووکخانە
وەرچەرخاندنی پارادیپلۆماسی بۆ پرۆتۆدیپلۆماسی؛ لە پێناو بیناکردنی قەوارەیەکی سیاسی کوردستاندا
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
پەرتووکخانە
خەباتی چەکداری لە باشووری کوردستان 1976-1988؛ پارتی و سۆسیالیست و پاسۆک بە نموونە
کورتەباس
یادێ لەشاعیرێ
کورتەباس
ئەنجام
ژیاننامە
جەمال گردەسۆری
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
کورتەباس
مردنی وشە
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
پەیوەندی نێوان دەوڵەت و ئایین لە سایەی دەستورێکی عەلمانی
ژیاننامە
عەلی قاسملوو
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
بەناز عەلی
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
شوێنەوار و کۆنینە
خانووی کەلەپووریی شێخ عەلی لە سلێمانی
ژیاننامە
عەلی شیرازپوور پەرتەو
ژیاننامە
قەندیل زاگرۆس
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
ژیاننامە
عەونی یوسف
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
پەرتووکخانە
تۆ نابێ بنووی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
مەیان خاتوون

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
خالید بەگی جبری
15-11-2009
هاوڕێ باخەوان
خالید بەگی جبری
ژیاننامە
ئەڤریم ئالاتاش
16-09-2010
هاوڕێ باخەوان
ئەڤریم ئالاتاش
ژیاننامە
شێخ بورهان پاکی
17-04-2011
هاوڕێ باخەوان
شێخ بورهان پاکی
ژیاننامە
دڵشاد حاجی عەبدولوەفا
09-03-2022
سروشت بەکر
دڵشاد حاجی عەبدولوەفا
ژیاننامە
مەلا ئەنوەر
23-07-2022
ئاراس ئیلنجاغی
مەلا ئەنوەر
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پارت و ڕێکخراوەکان
گرووپی ڕوون بۆ هەڵەچنی و پێداچوونەوە
12-04-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
باشووری کوردستان ساڵی 1950
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ڤیدیۆیەکی هەڵەبجە دوایی کیمیابارانکردن ساڵی 1988
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی هرور لە دهۆک ساڵی 2005
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێک لە پێنجوێن ساڵی 1972
11-04-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
پەیوەندی نێوان دەوڵەت و ئایین لە سایەی دەستورێکی عەلمانی
10-04-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
عەونی یوسف
09-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
جەمال گردەسۆری
09-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ڤیدیۆ
خاڵکوتان نەریتێکی هەزاران ساڵەی کوردان
09-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 515,841
وێنە 104,868
پەرتووک PDF 19,017
فایلی پەیوەندیدار 95,358
ڤیدیۆ 1,255
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
چاوگی سادە میحوەرێکە بۆ دروستکردنی چاوگی نوێ لە زمانی کوردیدا
کورتەباس
چاوی دێو
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
مۆرفیمەکانی (ێ) لە زمانی کوردیدا بە کەرەستەی کرمانجیی خواروو و ژووروو
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
پەرتووکخانە
وەرچەرخاندنی پارادیپلۆماسی بۆ پرۆتۆدیپلۆماسی؛ لە پێناو بیناکردنی قەوارەیەکی سیاسی کوردستاندا
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
پەرتووکخانە
خەباتی چەکداری لە باشووری کوردستان 1976-1988؛ پارتی و سۆسیالیست و پاسۆک بە نموونە
کورتەباس
یادێ لەشاعیرێ
کورتەباس
ئەنجام
ژیاننامە
جەمال گردەسۆری
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
کورتەباس
مردنی وشە
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
پەیوەندی نێوان دەوڵەت و ئایین لە سایەی دەستورێکی عەلمانی
ژیاننامە
عەلی قاسملوو
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
بەناز عەلی
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
شوێنەوار و کۆنینە
خانووی کەلەپووریی شێخ عەلی لە سلێمانی
ژیاننامە
عەلی شیرازپوور پەرتەو
ژیاننامە
قەندیل زاگرۆس
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
ژیاننامە
عەونی یوسف
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
پەرتووکخانە
تۆ نابێ بنووی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
مەیان خاتوون

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 5.515 چرکە!