Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,998
Bilder 106,398
Bøker 19,240
Relaterte filer 96,837
Video 1,376
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Rojnameya Jiyan, sermiyaneke dîrokî ya rojnamegeriya kurdî
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rojnameya Jiyan

Rojnameya Jiyan
=KTML_Bold=Rojnameya Jiyan, sermiyaneke dîrokî ya rojnamegeriya kurdî=KTML_End=

Rojnameya Jiyan, rojnameya şaredariya Silêmaniyê bû. Wisa xuya dibe sernivîser û desteya nivîserên wê, diyarkirî û dayimî bin.
Kurdshop – #Rojname# ya Jiyan, rojnameya şaredariya Silêmaniyê bû. Wisa xuya dibe sernivîser û desteya nivîserên wê, diyarkirî û dayimî bin. Ew kesê ku bûye rêveberê çapxaneya şaredariyê, di heman dem de bûye rêveber û sernivîserê rojnamê jî û kesên ku nivîs û gotar jî bo rojnamê nivîsîne, xwebexş bûne.
Nivîserên rojnameya Jiyan
Cemîl Saîb
Di hejmarên destpêkê yên rojnamê de çend nivîs bi qelema Cemîl Saîb hatine belavkirin. Ew, wek xwedanê rojnamê dipeyîve û dinivîse. Lê piştî çend hejmaran, êdî dengê nivîsîna wî nemaye û tenê nivîsa wî bi navê “Le Xewma”, xelek xelek hatiye belavkirin.
Ehmed Ezîz Axa
Di hejmarên destpêkê yên rojnamê, çend nivîsên siyasî û perwerdehî nivîsiye û paşê dengê wî jî nemaye.
Kurdî (Mistefa Saîb)
Di hejmarên cuda yên rojnamê de nivîsên siyasî nivîsiye. Nivîsên wek: Bo Mebûse Muhtereman, Kurd Bo Çî Pêş Nakewê? Û Terbiye Le Eqwamî Anglo Sakson Da.
Şêx Nûrî Şêx Salih
Nivîsên wî li ser edebiyata kurdî û helbestan bûye.
Reşîd Necîb
Wî jî di rojnamê de nivîs û gotarên civakî û helbest belav kiriye.
Her wiha Ezîz Ebdullah, Wacîd Mecîd, Mîrza Marif, Hesen Kurdistanî (dibe ku ev nav, nasnava wî be), Mistefa Şewqî, Ewnî Hacî Gurun, Mihemed Edbî Ezîz û Pîremêrd bo rojnameya Jiyan nivîs nivîsîne û Fayîq Bêkes, Hemdî, Elî Kemal Bapîr û Fayîq Zêwer jî helbest di rojnamê de belav kirine.
Jiyan di serdema Elî Îrfan de bi rengekî pir kêm, helbest tê de hatiye belavkirin û bi degmen jî nivîsên nivîserên din belav kiriye. Wisa diyar e nivîsên rojnamê hemû ji aliyê wan bi xwe ve hatibin nivîsandin.
Belavkirina rojnameya Jiyan
Di wê serdemê de li Kurdistanê, saziyeke taybet bi belavkirina rojname û pirtûkan tinebû. Li gelek bajarên Kurdistanê, pirtûkfiroşî û navendên taybet bi belavkirina rojnameyan tinebûye, rê û cade hem kêm bûn hem jî xirab bûn. Trombêl gelekî kêm bûn û rêya hinek bajar û bajarokan jî, trombêl pê de nediçû û bi dewaran hatinçûn dihat kirin. Ji ber şoreşa Şêx Mehmûd, rê û cade ewle hebûn û karwan di bin çavdêriya çekdaran de hatinçûn dikir. Tevahiya wan bandor li ser rojnameya Jiyan kiribû. Bi rengekî zelal nayê zanîn çend hejmar jê hatiye çapkirin û çend hejmar jî gihîştiye destê xwendevanan. Bi qasî şiyana darayî ya rojnamê jî, wisa diyar e tîraja wê ji hezar nusxeyan derbas nekiriye. Di raportan de tê dîtin ku rojnameya Jiyan, ji bilî Silêmaniyê gihîştiye Kerkûk, Hewlêr, Çemçemal, Koye, Şeqlawe, Riwandiz û Bexdayê jî.
Çavkaniyên darayî yên rojnameya Jiyanê
Çavkaniyên darayî yên rojnameya Jiyan ev bûne: Abone û dahata agehî û reklaman
Di hejmara yekem ya rojnamê de hatiye nivîsandin: “Heqê aboneya sê mehan, yek û nîv rûpiye ye, aboneya şeş mehan, sê rûpiye ye. Ji sê mehan kêmtir abone nayê dayîn. Abone bo derve jî heft rûpiye ye. Nusxeyek jî bi aneyekî ye.”
Li cihekî din yê rojnameyê hatiye nivîsandin: “Bo hemû tiştekî, agehdarî bi navê îdarexanê tê kirin. Her hevokek agehdarî bi şeş ane ye.”
Di wê serdemê de Iraq hê jî di destê Berîtanya de bû û diravê taybet bi xwe nebû. Ji ber wê jî bi diravê Hindî mamle dihat kirin, ji ber wê jî nirxa reklam û agehdariyan bi rûpiye bû. Piştî ku diravê Iraqê ji rûpiye û ane bo dînar û filis hat guhertin, Jiyan jî hat guhertin.
Aliyên rojnamevanî yên rojnameya Jiyan
Jiyan rojnameyeke lokalî û navçeyê bû. Lê di warê rojnamevaniyê de serkeftî bû. Di gelek forman de nivîs û gotar tê de hatine belavkirin: Nûçe, hevpeyvîn, gotar, daxuyanî û sernivîs.
Zimanê nivîsînê
Jiyanê çend caran behsa bijara zimanê kurdî kiriye. Di hejmara 45 de, hewla pêkanîna “Komela Bijara Zimanê Kurdî” daye û di hejmara 49 de daxwaz ji nivîserên xwe kiriye, di dema nivîsîna gotaran de peyvên resen yên kurdî bikar bînin lê ev armanc zêde bicîh nehatiye û gotar û nivîsên wê tijî peyvên erebî ne.
Rênivîs (gramer)
Bi giştî li ser rênivîsa zimanên erebî û farsî hatiye belavkirin. Sala 1930, Tofîq Wehbî bûye muteserifê Silêmaniyê û çend hefteyan rênivîsek nû daye pêşiya xwe. Her çend di dengdêran de nêzîkî yê vê serdemê be jî lê gelek zêdegavî hatiye kirin û peyv û hevokên erebî jî bi heman rênivîsê hatiye nivîsandin, lê paşê dest ji wê şêwazê hatiye berdan.
Nirxa dîrokî
Jiyan bo dîroka nû ya Kurdistanê, çavkaniyekî dewlemend û cihê baweriyê ye.
Bo dîroka siyasî
Bûyerên Kurdistana Başûr, nûçeyên derheqê şoreşa Şêx Mehmûd, peywendiyên Berîtanya û Iraqê, nûnerên kurd û parlementoya Iraqê, bûyerên Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Bakûr û …, di rojnameya Jiyanê de hatine behskirin.
Bo dîroka wêjeyî
Nûkirina helbesta kurdî, bangewazî bo zindîkirin û çapkirina berhemên helbestvanan.
Bo dîroka civakî
Parastina mafên jinan û cotkaran û xebat bo başkirina jiyana xelkê gundan.
Destpêkê rojnameyek bi navê “Jiyanewe” hatiye belavkirin ku hejmara wê yekem roja 18 Tebaxa 1924 li Silêmaniyê hatiye belavkirin. Di bin navê wê de wiha hatiye nivîsandin: “Ev gezete (rojname), gezeteyeke hikûmetî ye û heftiyê carekî derdikeve.”
Piştî ku Jiyanewe, tê girtin, roja 21 Çileya sala 1926 li Silêmaniyê, hejmara yekem ya rojnameya Jiyan wek berdewamiya Jiyanewe derdikeve û wek Jiyanewe xwe daye nasandin: “Ev gezete, gezeteyeke siyasî, edebî û civakî ye û heftiyê carekî derdikeve .”
Di hemû hejmaran de dîroka belavbûna hejmara yekem hatiye nivîsandin.
Serdema Mihemed Edîb
Bi zelalî diyar nîne di destpêka derketina rojnameya Jiyan de, kê sernivîserê wê bûye. Cemîl Saîb, sergotar û çend gotarên siyasî di hejmarên destpêkê de nivîsiye, xwendevan wisa dizane ew sernivîserê rojnamê bûye lê piştî çend hejmaran, dengê wî nemaye. Wisa xuya ye beşdariya wî di rojnamê de bi nivîsandina zincîre gotara “Le Xewma” bûye. Ew jî di dema derketina Jiyanewe de destpê kiribû.
Ji hejmara yekem ya rojnamê, ku 21 Çileya sala 1926 derket, heta hejmara 81 yekê, ku 8 Îlona 1927 derket, Mihemed Edîb Ezîz sernivîser bûye û bi helkefta derbasbûna salekî bi ser derketina rojnamê de nivîsiye: “Jiyan derbasî bihara duyem ya temenê xwe bû. Van rûpelan her dem bergirî li heq û rastiyê kirine û ji heqîqetê dûr neketine…”
Serdema Elî Îrfan
Di hejmara 82 ku 20 Îlona 1927 derketibû, Elî Îrfan nivîsek bi navê “Teşekurat û Rica” (spas û tika) belav kiriye: Ji ber ku cenabê Edîb efendî, mudîrê çapxaneya Jiyan, wek katibê maliyeya Silêmaniyê hatiye tayînkirin, ji ber mijûliya zêde nedikarî vî karî bicîh bîne, îstifa kir. Li ser ferman û destûra muteserifê bi qîmet, ez bo vê erkê hatim tayînkirim…”
Rojnameya Jiyan hewl daye zêdetir pêş bikeve. Di hejmara 34 de nivîsiye:
“Bo zanîna hemû xwendevanên hêja,
Wek hemû xwendevan û mişteriyên me yên hêja dizanin, li Kurdistana Başûr û Silêmaniyê, ku wek navendeke giştî ye, tenê ev rojname tê belavkirin. Ji ber ku amûr û cîhazên çapxaneya me kêm bûn, heftiyê carekî zêdetir nikarîbû were belavkirin. Ji ber wê jî ne pêkan bû hemû bûyer û zanyarî di dema xwe de bên nivîsandin û belavkirin. Ji yekê vê mehê de, dê heftiyê du caran derkeve: rojên duşemî û pênşemiyê.
Ev cara duyemîn bû li Silêmaniyê rojnameyek bikaribe heftiyê du caran derkeve. Cara yekem rojnameya Pêşkewtin û cara duyem jî Jiyan. Ji hejmara 82 heta 259, yanê ji sala 1927 heta sala 1930, ku Elî Îrfan sernivîser bû, Jiyan xwedan roleke berçav bûye di warê nasandina mafên netewî yên kurd û nîşandana livîna siyasî ya çalakvanên kurd û handana xelkê bo bidestxistina mafên netewî. Piştî bûyerên Îlona 1930, ku li Silêmaniyê gelek tişt hatin guhertin, dibe ku Elî Îrfan jî hatibe girtin û ji rojnameya Jiyan hatibe dûrxistin.
Serdema Husên Nazim
Ji hejmara 260 heta hejmara 320, Husên Nazim sernivîserê Jiyanê bû. Wisa xuya ye Jiyan wek berê azad nebûye. Pîremêrd di hejmara 313 de nivîsiye: “Jiyana me hinekî ji rê derketbiû. Dilê me jê kul bibû û êdî qîmeta wê nemabû li ba me. Vê carê emê hemû bo wê xebat bikin û kêmasiyê wê veşêrin.”
Serdema Pîremêrd
Pîremêrd ji hejmara 321 de yanê ji roja 9 Gulana 1932 de bibû rêveberê Jiyanê. Di vê hejmarê de li ser mirina Husên Nazim nivîsek bi navê “Sirra Hevaltiyê” belav kiriye:
“Ez gelekî dilşikestî me bi koça dawî ya hevderdekî wek Husên Nazim Beg. Helbet ez jî rêwî me û rêwîtiya min jî nêzîk bûye lê rojhê jî hêvîdar im. (Rojnameya) Jiyana me ber bi tinebûnê ve çû, ji ber ku êdî şaredariyê nikarîbû bûdcê bide. Ez jî neçar mam ji goşenişîniyê derkevim…”
Ji hejmara 321 heta hejmara 405, êdî Pîremêrd serpereştiya rojnamê kiriye lê rojname her bi navê şaredariya Silêmaniyê bûye. Ji hejmara 406 yanê ji roja 14 Tebaxa 1934 heta hejmara 538 yanê roja 10 Sibata 1937, Pîremêrd çapxaneya şaredariya Silêmaniyê kirê kiribû. Piştî ku mohleta wî xilas bû, nehat nûkirin û wî jî çapxaneyek mezintir kiriye. Roja 16 Çileya 1937 destûra damezirandinê wergirtiye û rojname jî bi fermî li ser navê xwe tomar kiriye.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 421 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 16-12-2023
Koblede elementer: 15
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 23-04-2023 (1 År)
Bok: History
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 16-12-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 20-12-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 16-12-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 421 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.132 KB 16-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,998
Bilder 106,398
Bøker 19,240
Relaterte filer 96,837
Video 1,376
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.438 andre!