图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,055
图片 106,654
书籍 19,286
相关文件 97,268
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Komkujiya xelkê Mehabadê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de – beşa 1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Komkujiya xelkê Mehabadê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de – beş...

Komkujiya xelkê Mehabadê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de – beş...
=KTML_Bold=Komkujiya xelkê Mehabadê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de – beşa 1=KTML_End=

Yek ji kesayetên Rûs ê bi nave Lazaryev dibêje: Guleya yekem a şerê cîhanî û pêxistina agirê wî şerî li #Mehabad# ê û di şerê navbera Rûs û Osmanî de li bajarê Mehabedê ve hat destpê kirin. Helmeta Osmaniyan bo ser Mehabadê çend heftî berî şerê fermî yê cîhanê yê yekem bû.
Kurdshop - Yek ji kesayetên Rûs ê bi nave Lazaryev dibêje: Guleya yekem a şerê cîhanî û pêxistina agirê wî şerî li Mehabadê û di şerê navbera Rûs û Osmanî de li bajarê Mehabedê ve hat destpê kirin. Helmeta Osmaniyan bo ser Mehabadê çend heftî berî şerê fermî yê cîhanê yê yekem bû.
Di şerê cîhanî yê yekem de ku di salên 1914ê heta 1918ê di navbera hêzên zilhêz de hat kirin de Mehabad bi awayekî ket ber pêl û şepolekî komkujiyê.
Ew şer di navbera welatên mezin ango zilhêzên wê demê yên Fransa, Rûsya û Îngîlîz li aliyekî û li aliyê din jî Almanya, Osmanî û Austria – Macarîstanê de hat kirin.
Lê berî tişta wê demê bi serê Mehabad an jî Sablaxê hatî û çawa dibe qada pevçûna Îngîlîz, Rûs û Osmanî behs bikim, ez dê hewl bidim li gor niyeta mijarê bi kurtî li ser biaxivim.
Bajarê Mehabadê li gor rewşa wê demê yak u hebû û çawa li ser rêya parêzgeha Azerbeycana Rojava (Urmiye) bo Wan a Kurdistan a bin destê Osmaniyan de bû û ev yek ji sedem bû ku bibe qada şer. Di rastiyê de di şerê cîhanî yê yekem de ti bajarekî Îranê bi qasî Mehabadê rastî ziyanan nehat.
Osmanî her di dema Safewiyan de jî li dû cuda kirina navçeyên kurd ên suneyên Îranê bû. Lê eger em bi hûrgilî lê binêrin, emê bibînin Osmanî herçend karîn beşek ji navçeyên kurdên Kurdistanê, li navçeya şarezor û di serdema Qacariyan de cuda bikin jî, lê Rojhilatê Kurdistanê her di çarçoveya Îranê de ma. Di salên berî şerê cîhanî yê yekem de, ango ji sala 1907ê de Rûs li gor rêkeftinekî di navbeyna xwe û welatê Îngîlîz de îmza kirin û em wek rêkeftina sala 1907 di dîrokê dizanin, bakurê welatê Îranê dibe navçeya bin desthilat û nifûza Rûs û beşên başûrê Îranê, wek Sîstan û Belûçîstan û benderên xwarê yên Îranê jî dibin navçeyên bin bandora Îngîlîz de bin. Di wê rêkeftinê de bajarê Mehabadê dikeve wê navçeya bin desthilatiya Rûsyayê de. Diyare hikûmeta navendî ya Îranê yaw ê demê jî ewqas xwedî desthilat nebû. Ji ber ku Mihemed Elî şahê Qacar nû ji Îranê hatibû dûrxistin û kurê wî yê hîn xortê nû bû ango Ehmed Şah rêveberiya Îranê dikir. Ew jî xwedî wê hostayiyê nebû ku rêveberiya siyasî ya Îranê û ji aliyê din ve jî Îran bixwe jî di dema serdema şerê cîhanî de hêzekî wê ya wisa tekûz nebû ku li gel wan herdu aliyên xwedî hêz rikberiyê bike.
Yek ji bêşansiya xelkê Îran a wê demê, ew bû ku Îran du cîranên wê hebûn ku her yek ji wan ser bi beşek li welatên şerkerên nav şerê cîhanî de bûn. Welatê Rûsya li eniyekî şer a bi nave ‘’Sêaliyên heval’’ de bû û Osmanî jî li eniyekî din û wek ‘’Sêaliyên Yekgirtî’’ bûn. Wan herdu welatane herçend li gel hev jî xwedî sînorekî dirêj bûn, lê Îran û Kurdistan kirin qada lihevdana yek. Rûsan li gor biryarnameya sala 1907ê Mehabad wek cîhê nifûz û desthilata xwe dizanî û konsulxaneyên Rûs, Amerîka û Osmanî li Mehabadê hebû. Ango Mehabad bajarek bû ji aliê hersê dewletên navborî ve giring dihate dîtin. Piştî rêkeftina 1907 Rûsan dest bi çekdar kirina Aşûriyên Mesîhî li Urmiyê kirin û ji aliyê din ve Osmanî tehrîk kirin ku reftarên xwe li gel Rûsan biguherin. Di sala 1913ê de ango çend mehek berî destpê kirina şerê yekem ê cîhanê, Osmaniyan helmetek li ser bajarê Mehabadê kirin û Elî Mukrî yê hakmanî ji deverê kir der û berê xwe da ‘’Meraxe.’’ Elbet desteyek ji kurdan jî di vê pirsgirêkê de alîkarê Osmanî bûn. Çawa kurdên wê navçeyê li gor mezhebê xwe, tirkên Osmanî nêzîkî xwe dizanîn, beşek ji melayên wê demê jî fetwa li ser wê yekê dabûn ku, kurd divê alîkarê Osmanî bin. Herçend şerê cîhanê di sala 1914ê de bi fermî li girava Balkanan ve destpê dike û li gor wê jî li bajarê Saraybosna ya Bosna Hersekê cîgirê şahê Awusturya – Macarîstanê Franz Ferdinand ji aliyê netevperestekî Sirbî ve hate kuştin û ew bû destpêka şerê cîhanê yê yekem. Lê yek ji kesayetên Rûs ê bi navê Lazaryev dibêje: Guleya yekem a şerê cîhanê û pêketina agirê şer, li Mehabadê û di şerê navbera Rûs û Osmanî ya li bajarê Mehabadê de destpê kir. Helmeta Osmaniyan bo ser Mehabadê çend heftiyek berî şerê fermî yê cîhanê yê yekem bû.
Piştî destpê kirina şerê cîhanê yê yekem, Rûsan 3 hezar kesên Aşûrî çekdar kirin û ew birin nav artêşa xwe, ji aliyê din ve Osmaniyan jî dest bi çekdar kirina eşîretên kurdên sune yên ku alîgirê wan bûn kir. Bi taybet eşîreta Dêbukrî û Mameş alîkariya Osmaniyan kir. Artêşa Osmaniyan ku hate Mehabadê, Serdarê Mukrî yê Mehabadî darve kir û dewleta Ehmed Şah tenê karî gazindan bike li seferata Osmaniyan. Piştre jî bêdengî helbijart. Elbet Osmanî û eşîretên kurdên ser bi Osmaniyan dest parastina wan kurdan jî nedikirin ku bibûn hevpeymanê Rûsan. Berevajiya wê jî her raste. Ango şerê birakujiya kurd jî wê demê de hate kirin. Bi gotinekî din kurd li ser du desteyan dabeş bibûn, desteyek wek Mameş û Dêbukrî ku li gel Osmaniyan bûn û taximeke din jî wekî kurdên Çardolî ew jî li gel artêşa Rûs bûn. Di wê navberê de dewleta Alman jî nêzîkî 2 hezar kesên kurd ên çekdarên wê hebûn û mûçeyekî baş dida wan û wan jî alîkariya dewleta Osmaniyan dikir. Wekî ku me got ew du welat hevpeyman bûn. Osmanî piştî ku ‘’Meraxe û Tewrêz’’ jî girt, nekarî serkeftinên xwe berdewam bike û wê dewletê hêdî hêdî şikest xwar.
Rûs dema ku ji şerê Derya Reş vegeriyan berê xwe dane Azerbeycan û Sablaxê. Wê demê Semsam Xanê kurdê Çardolî ku ji wan kurdan bû xwe dabû gel artêşa Rûsî, alîkariya artêşa wan dikir û wisa jî Rûs di sala 1914ê de vegeriyan nav Mehabadê û xelkê bê penageh talan kirin. Tişta ecêb ew e, dewleta Osmanî ku li hember artêşa Rûsyayê paşve xwe vekêşan, ti çek û cebilxaneyek ji bo kurdan bicîh nehêla.
Li gor çavkaniyên dîroka devkî ku bi devê zilamên pîr û jinên pîr ên navçeyê hatiye gotin, Rûsan rihm bi jin û pîr û zarokan nekiriye. Dest û lingên zarokan birîne, sivikayî û heqaret be keçan kirine, memikên jinan birîne û bi awayekî hovane êrîşî Mehabadê kirine.
Rûs, di wêjeya navçeya me de wek Ûris tên nasîn, ew Ûrise di wêjeya xelkê Îranê de wek Orûs tên nas kirin û tên nivîsandin. Ew welate di wêjeya wê demê ya Îranê de wek Orusya hatiye nasîn û em jî di wan vegotinan de her wisa navê wan tînin.
Herçend Îran piştî wan qetlên Ûris name ji bo sefareta Rûsî dinivîse jî, lê ti bersivekî navergire. Tişta ku Rûsan li Mehabadê kirin, beşek ji wê ji ber sedemê ku xelkê Mehabadê piştevaniya Osmaniyan kiribû ji ber wê bû. Bi taybet Rûs çûn cenazeyê yek ji cengaverên xwe yê bi nave Aleksander Îvanovîç ku konsulê Rûs bû, di destpêka şer de li pêş deriyê mala Qazî Fetah li darve kirin û ev bû sedemê ku kîn û nefretekî zêde ve ji xelkê Mehabadê tolbistînin. Elbet divê ev yek jî ji bîra me neçe ku artêşa Rûsî wekî ku dîrokzan û civaknasê Rûs Vasîlî Nîkîtîn jî behs dike, derveyî Mehabadê, 80 hezar cengaverên wan li bajarê Urmiyê hebûn û li gor gotinên Nîkîtîn rojê 3 caran bazarên bajarê Urmiyê talan dikirin û ji bo dabîn kirina xorak talan dikirin û agir berdidanê.
Dê berdewam bike
.............................................
Têbinî: Ev gotare ‘’Ji nivîsa Leyla Salihî xanimê ya di merasîma ‘’Xatûnên peyv û Pirtûka Bokan,’’ ‘’Li ser Tabloya Rûbarên Xwînî di Befrê de ye’’ hatiye wergirtin, ji ber giringiya mijarê, ji aliyê Kurdshopê ve hatiye daxistin.’’
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览289
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 16-12-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 19-04-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: 马哈巴德
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览289
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.130 KB 16-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,055
图片 106,654
书籍 19,286
相关文件 97,268
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!