ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,200
画像 106,465
書籍 19,249
関連ファイル 96,905
Video 1,378
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Belgeyek li ser temenê kurt û navê dirêj yê Pêşewa Qazî Mihemed
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Belgeyek li ser temenê kurt û navê dirêj yê Pêşewa Qazî Mihemed

Belgeyek li ser temenê kurt û navê dirêj yê Pêşewa Qazî Mihemed
=KTML_Bold=Belgeyek li ser temenê kurt û navê dirêj yê Pêşewa Qazî Mihemed=KTML_End=

Di dema şirovekirina her bûyereke siyasî de, pêwîst e tevahiya sedemên hundir û derve li ber çavan bên girtin. Helbet mirov nikare rol û bandora hêzên cîhanî di bûyerên siyasî yên navxwe de piştguh bixe.
Kurdshop - Li ser rêbertiya Pêşewa #Qazî Mihemed# ê şehîd, hinek tişt hatine nivîsandin ku qaşo haya wî ji encama biryara xwe ya dîrokî nebûye. Naveroka wan nivîs û şirovan wiha ye ku tenê ji ber guhertina şert û mercan û têkçûna hevsengiya hêz di navbera Îran û welatên mezin de, kurdên Rojhilat û Pêşewa, karîne ji wê derfetê sûd werbigirin û bi derxistina biryarekî, Komara Kurdistanê ragehînin.
Di dema şirovekirina her bûyereke siyasî de, pêwîst e tevahiya sedemên hundir û derve li ber çavan bên girtin. Helbet mirov nikare rol û bandora hêzên cîhanî di bûyerên siyasî yên navxwe de piştguh bixe. Wê serdemê şerê cîhanî bidawî hatibû û hêzên mezin bi taybet Yekitiya Sovyet û Berîtanya û Amerîka mijûlî hevrikiyekî nû bûn. Ji ber wê jî bê guman bandora wan bûyeran li ser Kurdistanê hebûnê û jidayîkbûna Komara Kurdistanê hebûne. Lê ev nayê wê wateyê ku kurd xwedan îrade û bawerî û plana xwe bo avakirina dewleta xwe nebûye. Xwendina bizavên siyasî û civakî yên beriya Komara Kurdistanê, wê rastiyê derdixin ku kurdên Rojhilatê Kurdistanê, beriya Komarê û 100 sal berî niha, gihîştibûn wê baweriyê ku pêwîst e xebatek nû were destpêkirin. Ji ber ku jî li navçeyên cuda yên Kurdistana Rojhilat, çendîn serhildan û livîn hatibûn kirin û ya beriya Komara Kurdistanê jî, xebata Komeleya Vejîna Kurdistanê, J.K., bû ku bi alîkariya beşek ji çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hatibû damezirandin. Em dikarin bêjin daxwaziyên wê ji heta astekî ji komarê jî radîkaltir bûn. Biçûkkirina xebata siyasî û azadîxwaziya kurd, bi her qestekî were kirin, tiştekî din e û wateyek din heye. Di vî warî de du alî hene. Aliyek, Komara Kurdistanê û rêveberiya wê, wek darê destê biyaniyan û Sovyet û komînîstan dizanin. Armanca wan ew e Komarê biçûk û bê nirx nîşan bidin; komara ku bi hemû pîvanan, beşek mezin ji mercên demokratîkbûnê li ber çavan girtibû û ev jî ji aliyê dost û dijminan ve tê qebûlkirin.
Aliyê din jî rexnegir in û bi rengekî din behaneyan li Komarê û rêveberiya wê digirin û dibêjin, qaşo ew hikûmeta ku Pêşewa û hevalên wî ava kirin, nûnertiya tevahiya tex û tayên civakê nekiriye û li ser erdnîgariyek biçûk hatiye avakirin û nekariye derbasî hemû beşên Kurdistanê bibe û li navçeyekî tenê asê maye. Lê eger em objektîf bin û şert û mercên wê demê li ber çavan bigirin, em dibînin ku Qazî Mihemed hewl daye hemû tex û tayên civakê, ji rewşenbîran bigire heta şêx û mela û beg û axa beşdarî wê xebatê bibin. Temenê Komarê jî ew qasî dirêj nebûye ku bikaribe ji wê zêdetir bike. Derheqê wargeha Komarê jî, hêzên cîhanî ne tenê li Kurdistanê lê li seranserî Îranê, rê nedidan rûbera Kurdistanê ji wê berfirehtir bibe. Eger hinek kes jî dibêjin, pêwîst bû di dema avakirina Komara Kurdistanê de li dijî Berîtanya şer hatiba kirin, hizreke ne objektîf bû.
Em dikarin rastiyan li nav rûpelên dîroka devkî û nivîskî de bibînin, da ku bizanin biryar û armancên rêveberiya Komara Kurdistanê çi û çawa bûne. Vê dawiyê belgeyek hatiye belavkirin ku nîşan dide Pêşewa Qazî Mihemed, haya wî ji hemû metirsiyên piştî ragehandina Komara Kurdistanê hebûye.
Ew belge, rastiyek din jî derdixîne holê, ew jî ew e; Pêşewa ji xwe xwedan hêzeke mezin ya manewî û civakî û siyasî bû, lê siyasetmedarekî otorîter nebû, belkî baweriya wî bi şêwir û hizra giştî hebû. Dema dixwast karekî girîng bike, ligel tex û tayên zana yên serdema xwe dişêwirî. Piştî proseyeke wisa, biryara xwe ya dîrokî da û Komara Kurdistanê ragehand. Ew biryar heta niha jî yek ji xalên geş yên jiyana siyasî ya kurd e.
Heman belge vê rastiyê jî nîşan dide ku biryara Pêşewa Qazî Mihemed, piştî têkçûna Komarê û şehîdkirina wî jî, biryareke agahane bûye. Di belgeyê de xuya dibe ku haya wî ji encamên wê biryarê hebûye û zaniye dê çi were serê wî. Lê dîsa bo parastina miletê xwe, biryar dide li Mehabadê bimîne û ligel Heme Husên Xanê Seyfî Qazî û Sedrî Qazî ji aliyê rêjîma gendel ya Pehlewî ve hatin bidarvekirin, bi vî rengî xelkê Mehabadê parastî man û komkujiyek wek ya Tewrêzê li Mehabadê rû neda.
Ew belgeya ku em behs dikin, nameyek e ku di bersiva nameya Pêşewa de hatiye nivîsandin. Ew name, ji aliyê Şêx Mihemed Bêjwêyî berniyas bi Şêx Mihemedê Neqişbendî ve bo Pêşewa hatiye nivîsandin û ji aliyê Ferîdûn Hekîmzade ve hatiye belavkirin. Naveroka nameyê wiha ye:
Nameya Şêx Mihemed Bêjwêyî di bersiva nameya Pêşewa Qazî Mihemed de. (1324/4/4) (havîna 1945)
Bi navê Xwedê mezin û pîroz: Silav û rêz (ev hevok bi erebî hatiye nivîsandin)
Mezin û birêz û hêjayê min cenabê Qazî Mihemed, beriya her tiştî ez guh didim vê fermana asimanî bo alema însanî; “We îza huyyeytom bîtehiyye feheyyû bî ehsen mînha”. Ji ber wê jî di bersiva silava we ya ezîz de dibêjim, “we eleykum selam û rehmetullah û berekatuh, elhlul beyt, înehû hemîdûn mecîd”.
Keko can, xem û keser ew qasî zêde ne, mirov nikare hemiyan binivîse, kul û derd ew qasî zêde ne, mirov nikare hemiyan bêje. “Leyeqzellah emren kan mefûla”. Derbarê wê pirs û şêwira ku bo wî karê girîng û aloz, ku te beriya niha bo min nivîsîbû û daxwaza nerîna min kiribû ka ez çi dibêjim û çi binivîsim, ya baştir ew bû ku ligel kesekî zanatir, ehlê taqî û tecrube bişêwirim. Ji ber ku ezê duabêj û duaxwaz çawa dikarim bi tenê serederî ligel vê mijara aloz bikim? Lê bi her hal ji ber “elmusteşar muitemen, festexerto ellah fî zalik”, ez wisa hizir dikim ev kar dê temenê te kurt bike lê nav û şohreta te dirêj bike. Wate: temenê kurt û kêm û navbanga mezin û dirêj. “we estefto qelbek we ma exnî inek min ellah min şey înel hukim we îllellah.”
Felek her gah kesekî helbirrî weidî hîlaketiye
Ke kursî bo geyînî, mil bepet bê refhetî eynî felaketiye
Vêca tu dizanî, ji kurt û dirêj yekê hilbijêre. “we kan emrellah qedren meqdûra”.
Şêx Mihemed Emîn Neqişbendî.
Di vê nameyê de Şêx Hemed Emîn Bêjwêyî bi rengekî jîrane bersiva Pêşewa dide û bi rengekî veşartî jî nerazîbûna xwe li hember wê biryara wî nîşan dide û jê re jî dibêje, ew karê te dê temenê te kurt bike û nav û şohreta te dirêj bike. Paşê jê re dinivîse, ji wan her du rêkan yekê hilbijêre, jê re dibêje, tu dê di vê rêkê de canê xwe ji dest bidî. Pêşewayê nemir, tevlî wê yekê ku zaniye jiyana wî di metirsiyê de ye, lê gav paş de neavêt û temenê kurt û jiyaneke serfiraz hilbijart û navê xwe û Komara Kurdistanê bo heta hetayê li nav dîroka kurdan de bi rengekî geş tomar kir.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは213表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://wer-ger.com/ - 14-12-2023
リンクされたアイテム: 4
グループ: クルド文書
Publication date: 15-04-2023 (1 年)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1442
No specified T3 58: No specified T4 1447
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: 東クルディスタン
都市: Mahabadの
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-12-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 14-12-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 14-12-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは213表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.150 KB 14-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,200
画像 106,465
書籍 19,249
関連ファイル 96,905
Video 1,378
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.25 秒(秒) !