הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,047
תמונות 106,647
ספרים 19,285
קבצים הקשורים 97,265
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Xelîl Sîpan hevpeyvînek li gel nivîskar û lêkolînerê Kurd Salîh Cemal re çêkir
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xelîl Sîpan

Xelîl Sîpan
=KTML_Bold=Xelîl Sîpan hevpeyvînek li gel nivîskar û lêkolînerê Kurd Salîh Cemal re çêkir=KTML_End=

Hevpeyvîn bi nivîskar û lêkolînerê Kurd birêz Salîh Cemal ra li ser van her du pirtûkên nûh “#SERHILDANA ŞÊX SEID# ” û “SERV-LOZAN-MÛSIL” ku bi gelek çavkanî û belgehên nûh va dagirtî ne…
Xelîl Sîpan: Du heb pirtûkên we yên nûh derketin, yek li ser Serhildana Şêx Seîd e û ya din jî li ser Sevr-Lozan-Mûsilê ye. Gelo ji ber çi sedemê û bandorê we berê xwe da vê dîrokê û li ser lêkolîn kir.
Salîh Cemal: Di nava gelê Kurd de, ji bo dîroka Kurdan bêguman zanabûn gelek kême. Mixabin derbarê vê dîrokê de zanabûna heye jî, gelek kêmasî û xeletî têde hene. Ez bawerim; em wek kesên li Ewrupayê dijîn, berpirsîyarin kû li ser dîroka Kurdan, lê bi kêmasî ya vê sedsala dawîn de li arşîvên bîyanîyan lêkolîn bikin û heyan me derfet hebe em rastîya dîroka xwe hîn bibin. Ne hewceye kû em dîroka xwe ji hinek bîyanîyan anjî ji neyarên xwe hîn bibin. Di derbarê dîroka Kurdan de û bi taybetî di vê sedsala dawîn de çi qewimîye û çi hatîye serê gelê Kurd, bi hezaran belge û zanistî heye.
Di vê derbarê de arşîvên Ewrupayîyan jî gelek dewlemendin. Ji ber vê sedemê min bi salan di arşîvên Îngîlîz, Fransiz, Yekîtîya Navnetewî û Osmanîyan de lêkolin kir û gelek belgeyên taybet û balkêş dîtin. Me van belgeyan li gor mijarê di van herdû pirtugan de bikar anî û pêşkêşê xwendekaran kir.
Xelîl Sîpan: Wek hûn jî dizanin li ser serhildana Şex Seîd, bi taybetî gelek pirtûk hatine nivîsandin. Gelo di van lêkolîn û pirtûkên we da, tiştêkî nûh ku heta niha nayê zanîn û nehatîye gotin heye?
Salîh Cemal: Belê; gelek belge û zanistî di derbarê vê mijarê de hene û heyan vê roje jî hîn derneketine. Ji xwe ji bo vê sedemê min pêwustî dît kû ez van belgeyan bikar bînim. Li ser buyerên vê serhildanê re 98 sal derbas bûye, lê hîn jî bi taybete û zindîye. Wekî ev bûyer çend sal berê bûye tê hesibandin. Sedemê wêjî; ev serhiladana netewî li hember deleta Tirkan ya herî berfirah û herî balkêşe. Di derbarê serhildana 1925’an wek bi navê ‘Serhildana Şêx Seîd’ tê binavkirin, li gor ez dizanim bi kêmasî 250 zêdetirîn pirtug hatine çapkirin. Bêhejmar jî tezên doktora, makaleyên akademîk û nivîs hatine weşandin. Lê bixabin ev xebatên hatine kirin, bêguman sê beş in.
Yekemîn; Ji hêla desthilatdaran ve hatine çêkirin; û evjî li gor dîroka fermî hatiye amadekirin. Bêguman ji bo Kurdan ev dîrok çewte, şaşe û bialîye. Dibê Kurd bi vê dîroka fermî itibar û bawerî nekin.
Duyemîn; Ji hêla bîyanîyan ve hatîye nivîsandin. Dibe ku hinek ji dîroka fermî hêhtir objektîf hatibe amadekirin. Lê mixabin bîyanîyên wek Îngîlîz, Fransiz, Emerîkî, Ermen û gelek kesên din li gor zanabûna xwe û li gor nêrîna xwe nivîsandine. Li gor min ev jî kêmasî ye û ji bo gelê Kurd ne bese.Tu bîyanîyek wek me dîroka me nikare bîne ziman, ji ber kû ew me wek me nasnakin.
Sêyemîn; Ji hêla Kurdan ve hatîye nivîsandin. Bêguman tengasîya herî xeter jî di vir de ye. Ji ber kû dîroka ji hêla Kurdan ve hatiye nivîsandin, tevlihevîyek gelek xeter têde heye. Ya ji hêla malbatê ve hatîye girtin. Ya di binê bandora îdolojî yê de maye, anjî di bin bandora olî de ye. Di derbarê serhildana 1925’an de xebatên ji hêla lêkolîner, nîvîskar û sîyasetmedarên Kurdan ve hatîye nivîsandin û hatîye gotin, gelenperîya wan ji zanistîyê û ji peyît kirinê gelek dûrin. Ev jî ji bo Kurdan kêmasîyek mezine.
Xelîl Sîpan: Di derbarê Sevr-Lozan-Mûsilê da, piranî çavkanî yên beyanîya ne û taybetî yên Îngilîz û Firansa ne. Wek hûn jî dizanin dostanîyên dewletan, yekem berjewendîyên wan û piştî şerê yekem di Rojhilata Navîn da gelek dewlet hatin avakirin, lê mixabin di vê pêvajoyê da welatê Kurdan hat parçe kirin û li ser axa Kurdistanê 4 dewlet hatin avakirin. Gelo li gor belge û lêkolînên ku we kir, sedemê vê neheqîya dîrokî çibû û çima li Kurdan hat kirin?
Salîh Cemal: Bi rastî ji bo me ev pirsek pir taybete û ya herî grînge. Ez bawerim kû gelê Kurd tevahî li bersiva vê pirsê digerin. Normale kû her kes li gor zanabûna xwe û li gor derfetên xwe bersivan ji vê pirsê re bibînin. Belê, wekî wejî gotî; raste kû bercewendîyên dewletan wek pêşeng tê hesibandin. Lê mixabin nekû bercewendîyên desthilatdaran di Kurdan de tunebû.
Di serîde em baş dizanin kû wê demê sîyasetek Îngîlîzan ji bo Kurdistanek serbixwe tunebû. Pêvajo û tiştên kû dihatin guvtûgohkirin, tevahî polîtîkayên rojane bûn û bingeha vê jî tunebû. Hemî soz, peyman û danûstendin jî tevahî ya wan formalîte bûn û xapandin bûn. Di nava Rojhilata Navîn de û di nava çar dewletan de, Kurdistanek serbixwe nedihat hesabê desthilatdarên wek Îngîlîz û Fransiz an. Bi kurtasî; Kurdistanek yek parçe û serbixwe ji hêla desthilatdaran ve nedihat qebûlkirin û nedihat kontrol kirin. Ger Kurdistanek mezin û yekpare bihata ava kirin, wê şaristanîyek nû bihata ava kirin. Şaristanî-Medenîyetek Kurdî û nû, nedihat karê tu kesan. Lê ez dikarim bêjim; bersivên tevahî pirsên kû tê bîra xendekaran, di van pirtûgan de cîh digre û bi belgeyên arşîvan ve hatîye peyît kirin.
Xelîl Sîpan: Wek hûn jî dizanin îsal sed sala Lozanê yê û li ser gelek nîqaş têne kirin, di peymana Lozanê da Kurdistan hat parçe kirin. Di derbarê Lozanê da, wek dîrok nas û lêkolînerekî peyameke we ji bo gelê Kurd heye?
Salîh Cemal: Belê, îsal sedsala peymana Lozanê (Lausanne) ye. Sed heyf û mixabin, di vê peymana fêlebaz û hîlekar de mafê gelê Kurd nehate naskirin. Ev gelek zelale kû piştî peymana Sevrê (Sevres) daw û doza gelê Kurd û Kurdistanê ji rojeva dinyayê derket. Kurd li Lozanê wek mafdar nehate qebul kirin. Peymana Lozanê jî, ji dewleta Tirk re wek nasnameyek nû hate naskirin û hate peyît kirin. Ji ber kû piştî dewleta Onsanî, komarek wek Tirkîya nû, projeya Hukumeta Îngîlîzan bû. M. Kemal û rêhevalên xwe jî endamên vê projeyê bûn. Dikarim bêjim kû sed sale peymana Lozanê hatîye çêkirin û ev polîtîkaya wê demê hînê rola xwe dilîze. Hetan vê rojê jî tu guhartinek di derbarê vê sîyaseta sed sal berê de çênebûye. Li gor bawerîya min di pêşerojê de jî guherandinek xuya nabe.
Peyama min ji bo sedsala Lozanê ev e kû; gelê Kurd dikare bersiva Lozanê bi yekîtî û xebatek netewî û navxweyî Lozanê binpê bike. Bê vê hewlê, tu bersivek ji bo Lozanê nîne. Ger guherandinek bingehî di sîyaseta gelê Kurd de çênebe, mixabin sed salê din jî Lozan wê berdewam bike û maf statûyek ji gelê Kurd re çênebe.
Daxwaza min ji gelê me ev e kû, ev xebatên me kû keda bi salane û xebatên wekî din jî bên xwendin. Dîbê em dîroka xwe ji xwe hîn bibin û ji bo pêşeroja xwe, bingeha dîrokek nû û rast bi darbixin.
Xelîl Sîpan: Gelek sipas, ji bo ku we zemanê xwe ji bo me veqetand.
Salîh Cemal: Ez jî gelek sipas dikim,
silav û serkeftin ji hemî Kurd û xwendewanan re.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 279
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojevakurd.com/ - 13-12-2023
פריטים המקושרים: 9
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-03-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 13-12-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 22-12-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 21-12-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 279
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.111 KB 14-12-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,047
תמונות 106,647
ספרים 19,285
קבצים הקשורים 97,265
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.719 2!