הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,439
תמונות 105,704
ספרים 19,160
קבצים הקשורים 96,447
Video 1,307
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Seholan
קבוצה: מקומות ארכאולוגיים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Seholan

Seholan
=KTML_Bold=Li Rojhilatê Kurdistanê Şikefta efsûnî ya Seholanê=KTML_End=
Şadî

Seholan yek ji şikeftên herî balkêş û bêhempa ye, ku nav û nîşaneya wê li Rojhilatê Kurdistanê, ser bi Parêzgeha #Urmiyê# ye. Ev şikeft li bajarê mahabatê ye û 43 kîlometreyan dikeve başûrê rojhilatê bajêr, di navbera Mahabad-Bukanê ye
Kurdshop – Ger hûn dixwazin rêwîtiyeke xweş bikin û di rêwîtiya we de dîtina cîhekî xwezayî hebe, şikefta efsûnî ya Seholan ew cîh bixwe ye ku hûn dixwazin.
Hindek agahiyên balkêş yên di derbarê şikefta efsûnî ya Seholanê de:
Seholan yek ji şikeftên herî balkêş û bêhempa ye, ku nav û nîşaneya wê li Rojhilatê Kurdistanê, ser bi Parêzgeha Urmiyê ye. Ev şikeft li bajarê mahabatê ye û 43 kîlometreyan dikeve başûrê rojhilatê bajêr, di navbera #Mahabad# -Bukanê ye.
Şikefta Seholan, li kêleka gundê Seholanê ye, ji ber wê jî, jê re Seholan tê gotin. Herwaha ev navekî kurdî ye. Di zimanê kurdî de jî ev herêm tê wateya Sehol ango tê wateya cemed an jî qeşayê. Ji bilî vî navî, xwecihiyên li herêmê ji ber hêlîn û jiyana kotre û kevokan a li şikeftê bi navê Kune Kotir ango hêlîna kevokan tê naskirin. Kune kotir, ji bo beşa avî ya şikeftê tê gotin û ji bo beşa wê ya bi axê jî Kune Malan tê bikaranîn. Malan jî tê wateya stargehê.
Şikeft cîhanên ne naskirî û di dilê çiyan de û di rûyê erdê de ne ku, di destpêkê de mirov nizane ka çi bedewiyên ecêb di nava xwe de heye, lê tenê gav avêtina nava wan bes e. Seholan di heman demê de yek ji şikeftên herî bêhempa û şikefta duyemîn a avê ya Îranê ye ku vedigere serdema duyemîn a jeolojîk Kretasî û îro jî weke yek ji cihên herî zêde mêvandariya geştiyaran dike, tê zanîn.
Kuncik û goşeyên vê şikefta ku kevirê wê pûkin, tijî dîmenên gelek balkêşin ku çavên mirov ji ber xemla xwe heyîrî dihêle.
Lê belê yek ji kêf û şahiyên herî bi kelecan ên vê şikeftê, raftînga li nava gol û gomên avê, ku bi awirekî mirov dikare sirrên wê yên hundirîn keşif bikin, ji ber ku gol bi avên zelal û saf ên ku di heta çend metreyan mirov dikare bi zelalî nav avê de çi heye bibîne. Ji vê golê heta wê golê, bi qayîqa çûyîn û di korîdorên Seholanê re derbas bûyîn, guhdarîkirina dengên efsûnî yên şikeftê hemû bîranînên mirov yên di serdana vî cihî de watedar dike.
Du derîyên Seholanê hene, yek 178 û ya din 107 derenceyên wan hene, ku di deriyekî ve dikevî hundir û ji ya din de jî derdikevî. Bi derbasbûna ji van derenceyan re mirov diçe kûrahiya 30 metreyî, ku bêguman dema mirov nêzîkî kûrahiya erd û zemîna şikeftê dibe, zexta hewayê zêde dibe û oksîjen jî kêm dibe û nem digihêje ji sedî 78'an. Şikeft ji du beşan pêk tê: Av û zevî, ku hem cihê şikeftvanane, hem jî bi sê gol û hewz û goman pêktê, ku mirov li qayîxan siwar bibe û di hin astengên avê re dikare derbas bibe.
Kûrahiya golê 15 metre ye û cihê wê yê herî kûr digehe 65 metre yê. Ferqa germê ya di navbera şikeftê û derveyî şikeftê de 10 heta 15 derece ye ku havîn û zivistanê di navbera 10°C û 13°C de diguhere. Nema şikeftê di navbera ji sedî 70 û 80 de ye, ev jî ji ber nema zêde ya kevza bi rengên kesk û qehweyî yên li ser kevir û zinaran e.
Derbarê taybetmendiyên vê şikefta bêhempa de agahiyên din jî ev in:
Tê gotin ku 1000 sal beriya zayînê jî mirovan di vê şikeftê de jiyan kirine.
Qada ku hatiye kifş kirin: Nêzîkî du hektaran e.
Dirêjahiya rêya avê ya hatiye kifş kirin: 300 metre ye.
Dirêjahiya rêya bejahî ya hatiye kifş kirin: 300 metre.
Mezinahiya salona sereke : 58 metre heta 42 metre.
Bilindahiya banê şikeftê : 50 metre.
Ajalên ku di vê şikeftê de dijîn: Kevok ango kotir, şevşevok(çeqçeqole) û ajalên biçûk yên ku di nava avê de dijîn.
Kevok xwedî gelek çal û bîrên hêlîn û jiyanê ne û li Seholanê dijîn û li cihên cuda yên şikeftê jî koxên hêlînan çêkirine. Ji ber tarîtî û nebûna ronahiyê, di ava Gola Seholanê de kevz şîn nabin û tenê zîndewerên mîkroskopîk hene.
Şikefta Seholanê çawa hat kifş kirin?
Şikefta Seholan a li Rojhilatê Kurdistanê tê gotin ku xwedî dîrokekî 70 milyon salî ye û cara yekem sed sal bîr naha lêkolîn li ser hatine kirin. Ava şikefta Seholan pir zelal û paqije û hin cîha kûrayiya wê digehe heta 65 metreyan.
Dîroka dîtina şikeftê nediyare, ji ber li ser destê gelek gundan hatiye avadanî kirin û xelkê berdewam wekî penageh û cîhekî ji bo nêçîrê sûd jê wergirtiye. Bi awayekî fermî geştyarê Fransî yê bi nave Jacques Demergan di salên 1892 heta 1896ê zayînî li gel xelkê gundê Seholan dest bi çêkirina belem û qayîxê kirine û bi wî awayî di ava nav şikeftê re derbas bûne û piştre jî nexşeyek li ser wê şikeftê kêşaye ku sedî 60ê wê nexşeyê nêzîkî rastiya roja me ya îro ye. Piştî wê di dema şerê cîhanê yê duyemîn de, şandeke Îngilîz û lêkolînvanên Îranê di sala 1996’an ew xebat dewam kirin.
Şikefta ku ji sala 2000'î û vir ve mêvandariya geştyar ango tûrîstan dike, di lîsteya Mîrateya Xwezayî û Neteweyî ya Îranê de hatiye tomar kirin û yek ji herêmên parastî yên saziya Hawirdorê ye.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 149
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 11-12-2023
פריטים המקושרים: 6
ביוגרפיה
הספרייה
מילים וביטויים
מקומות
מקומות ארכאולוגיים
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 11-12-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 25-12-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 24-12-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 149
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.147 KB 11-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,439
תמונות 105,704
ספרים 19,160
קבצים הקשורים 96,447
Video 1,307
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.594 2!