=KTML_Bold=Herî kêm xwedî dîrokekî kevnar a 6 hezar salî bû=KTML_End=
Şadî
Di erdheja mezin a navenda wê navçeya Pazarcix a bajarê Gurgume ku 10 bajarên din jî bandor kir de beşeke mezin a kelha dîrokî ya bajarê #Dîlok# ê ziyan dît.
Kurdshop – Li bajarê Gurgum(Mereş) a Bakûrê Kurdistanê du erdhejên mezin ên bi hêza 7.7 ku navenda wê navçeya Pazarcix bû û erdheja duyem jî ku navenda wê navçeya Elbîstan bû û bi hêza 7.6 du erdhej pêkhatin. Piştî erdheja yekem a bi hêza 7.7 û navenda wê Pazarcix a Gurgumê bû, erdhejeki pişterdhejî ya bi hêza 6.4 pêkhat û Kelha Dîlok a (Entep) Bakûrê Kurdistanê bi bandora wê erdhejê ve hilweşiya.
Di erdheja mezin a navenda wê navçeya Pazarcix a bajarê Gurgume ku 10 bajarên din jî bandor kir de beşeke mezin a kelha dîrokî ya bajarê Dîlokê ziyan dît. Hindek bircên kelhê ku dikevin milê Rojhilat, Başûr û Başûrê rojhilat, ji ber erdhejê bandor bûn û hilweşiyan. Herwaha bermahî û kavilên wê jî li ser rê belav bûn, dîwarên ragirtinê yên li kêleka kelhê jî hilweşiyan.
Kurte dîroka Kelha Dîlokê:
Kelha Dîlokê ku nayê zanîn di kîjan serdemê de hatiye ava kirin, lê tê pêşbînî kirin ku xwedî dîrokekî 6000 sale, li navenda Dîlokê li ser girekî hatiye ava kirin û di dema Hîtîtiyan de bi armanca çavdêriyê hatiye bikaranîn û kelheya ku wekî bazineyekî hatiye ava kirin dora wê 1200 metre ye û ji blokên kevir hatiye çêkirin. Herwaha 12 bircên wê hene. Di serdema Romayê de jî bi armanca çavdêriyê hatibû bikaranîn, yek ji kelheyên herî xweşik û bi mînak bû ku li ser piyan mabû.
Ev kelhe li ser girekî bû ku hem bi heybet û xweşikiya xwe hem jî bi dîroka xwe ya nepenî ango veşartî ve li navenda bajêr, li qiraxê başûrê çemê Aleben û bi bilindahiya 25-30 metreyan hema bala herkesî dikşande ser xwe.
Herçend di derbarê dema avakirina kelha Dîlokê û ji aliyê kê ve hatiye çêkirin de, agahiyeke teqez tine be jî, ew li ser girekî ku dîroka wê vedigere bo 6000 sal berê hatiye avakirin û piştî mîladê sedsala 2-3yê de jî tê zanîn ku li derdorê kelhê bajarekî biçûk yê bi navê ‘’Theban’’ hebûye.
[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 1,071 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!