图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rola jinê di sînemaya Kurdî de – Beşa 2yem
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rola jinê di sînemaya Kurdî de

Rola jinê di sînemaya Kurdî de
=KTML_Bold=Rola jinê di #sînema# ya Kurdî de – Beşa 2yem=KTML_End=
Avesta Xanî

ji bo ku em bikarin bi awayek hûrtir biçine nav bas, pirsgirêk û rola jinê di civak û sînemaya kurdî de, me di beşa yekem a vê gotarê de hinekê bi kurtî basa dîroka femînîzmê kir û paşî em vegeriyane ser wan rewt û qonaxên ku jinê di çarçoveyên civakî û medyayî de birîne û heya em gehiştine rola jinê di civak, çalakî û tevgerên kurdî de. Piştre me basa sînemaya femînîstî kir ku çawa serhildaye û encamên wê çi bûne. Li dirêjeya vê gotarê de emê basa rola jinê di sînemaya kurdî de bikin, bi çendîn mînak û berheman.
=KTML_Bold=Rola Jinê Di Sînemaya Kurdî de:=KTML_End=
Ez bawerim pirsa jinê û pirsa Kurda ji wan dû pirsên taybetîne ku xalên hevbeş hene, herdû pirs weke hev bi sedan sal e ji ewrê zordariyê rizgar nebûne. Herdû jî negehiştine mafên xwe, lê dîsa jî dev ji mafên xwe berneda ne. Belkî ji ber wê çendê ye ku di xebata siyasî a Kurdan de jin û mêr heta radeyekê hevpişkin. Ev base di Sînemaya Kurdî de jî reng dide û bûye sedem ku bibin dû babetên ji yêk neqetiyayî.
Ev tişta ku fîlman di xaneya fîlmên femînîstî de cî dike, şêwaza baskirin û nîşandana pirsa jinê ye. Bi wateyeke din dibe weke arîşeyek ku pêdivî bi çareseriyê ye bê nîşandan, ne wek bûyerek normal! eger me bivêt basa rola jinê di fîlmên Kurdî de bikin, em dibînin ku jin têde ne wek rolek piştguh xistî belke heta radeyekê rola sereke dibîne.
Em weke kurd ji ber rewşa ku têde dijîn û nebûna jiyaneke serbixwe hê me nekarî ye bibin xwedanê sînemayek, ku hemû çarçoveyên sînemayeke netewî pêdivî ye ji xwe bigre. Heta wê gavê jî hin fîlm diçine xaneya fîlmên Kurdî de ku ne ekter û ne jî derhênerên wan Kurd in. Ji ber wê çendê ez destpêkê ji wan fîlman dest pê dikim ku ji ber çîrokên xwe, di xaneya fîlmên Kurdî de cî digrin. Û paşê dixwazim biçime ser qala wan fîlman ku prensîpên weke derhêner, ziman, çîrok, ekter.. hwd hemûya pêkve ji xwe digrin, ji boy ku bikarin di Sînemaya Kurdî de cî bigrin.
=KTML_Bold=Zarê, Hamo Beknazarian | 1926=KTML_End=
Fîlma “Zarê” bi yekem fîlm tê zanîn ku basa Kurda kiribe, ev fîlm ji aliyê derhênerê ermenî “Hamo Beknazarian” ve hatiye kişandin, berhema sala 1926ê ye. Fîlm çîroka Kurdên Rewendî ku li kêlega çiyayê Agirî û binarê çiyayê Elegeza Êrîvanê dijîn, bas dike. Zarê ku navê fîlmê ye, navê keça yek ji wan malbatê Kurdan e. Navê bavê wê Misto û navê dayika wê Nanoye, fîlm bi duayê Nanoyê dest pê dike. Nano dua dike ku xwedê golikeke mê bide çêleka wan! Fîlm serbarê basa siyasî, Erbab-re’yetî, jiyan û guzerana rewenda, hevdem pirsa jinê dike armanc. Letîfe Xan (hevjîna teymur beg) qirare jin bi ser da bê. Zarê ji aliyê Teymûr Beg tê naçarkirin ku bibe jina wî ya dûyê. Lê ji ber ku Zarê razî bi wî karî nabe, Teymûr Beg tometên neqenc dide pal wê. Herwek di pêşiyê de min amaje pê kir; ev basene hingê hejiyê nirxandinê ne ku weke pirsgirêkek hatibin nîşandan, newek bûyerek normal. Ev di fîlma Zarê de aşkiraye, wate ev zordariya ku sîstema erbab-re’yetî hemberî xelkê û bi taybetî jinê hebû, weke pirsgirêkek hatiye nîşandan; Ev di demekê de ye ku di sîstema erbab-re’yetî de, axa anku erbab deshelata her tiştî heye. Wate ne bavê Zarê cesareta vê çendê heye ku bibêje: “keça min biçûk e û ji bo erbab nabe”, ne hevjîna Teymûr Beg û ne jî Zarê mafê nerazîbûnê heye. Lê di wê beynê de, ne Letîfe Xan dest ji doza xwe dikişîne û ne Zarê bi dû sed pezên axa razî dibe.
=KTML_Bold=Kerî , Yilmaz Guney | 1987=KTML_End=
“Kerî” li sala 1987 û “Rê” li sala 1982an, dû ji giringtirîn fîlmên “Yilmaz Guney” in ku bi çîrok û derhênerê xwe diçine xaneya fîlmên Kurdî de. Ya ku wan dû fîlman di wê basê de li hember fîlmên din taybet dike, pirsa jinê ye ku têde babeta herî zeq û berçav e. Di fîlma “Kerî” de rola Bêrîvanê (Melîke Demîrag) pirsa siyasî a Kurda û jinê bi temamî bi yêk girê dide. Ew bêdeng e, bêdengiya wê zimaneke ku hatiye qedexekirin, hevdem jineke ku hatiye tepeserkirin; nizane bi çi zimanekî azarên xwe hawar bike, û ji dawa kirina mafên xwe ditirse. Bêrîvan li gor pênaseyek ku sîstema nêrsalariyê ji bo jinê xuya kiriye, nekariye erkê xwe bi cî bîne, wê nekariye bibe xwediyê zarokekê, nekariye wê aştiyê biparêze ku girêdayî bi zarok înana wê ye. Lê pirsa sereke eve ye: “gelo Bêrîvan misteheq û sizawarê wê neheqiyê ye”?
=KTML_Bold=Rê, Yilmaz Guney | 1982=KTML_End=
Seîd Elî (Tarik akan) di fîlma “Rê” de zindaniyeke, îzna zindana wî derketiye û ji bo seredana malbata xwe bi rê dikeve, lê xeberên xweş li benda wî nînin. Zînê (Şerîfe Sezer) xeyanet ji wî kiriye! Karê ku dibe Seîd Elî bike temîz kirina namûsekê ye ku Zînê a hevjîna wî sebeba wê ye. Zînê ji aliyê malbatê hatiye zincîrkirin û li benda hikmê xwe ye ku malbata wê ji bo wê derxistiye. Zînê nesax e, peşîman e û lêborînê ji Seîd Elî dixwaze, dawa dike ku wê di nava befrê de bi cî nehêle û bi vî awayî wê siza nede. Lê mixabin bi zindî ji vê sîstemê rizgar nabe.
Ji aliyeke din Emîne (Meral Orhonsoy) hevjîna Mehmed Salih (Halit Ergun) dibe qurbaniya dijminatiyek ku çi tawaneke wê tine ye. Mevlud (Hikmet Çelîk) şîreta hevjîna xwe ya paşerojê dike û jê re dibêje: “Li mal dibe hertim gotin gotina wî be û ger ew bêje reş e, reş e. Her wisa nabe jibilî birayê xwe li gel ti zilamek din bipeyve û bikene. Lê ji bo wî bi bixwe rewa ye biçe fahîşe xaneyan û her çi dixwaze bike!”.
Ev gotarê dom heye…
Di beşa din a vê gotarê de emê qala wan berheman bikin ku derhêner, ekter, çîrok û zimanê fîlman bi temamî bi zimanê Kurdî ne û herwisa ka rola jinê di wan berheman de çî ye.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览553
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 07-12-2023
挂钩项目: 27
小组: 文章
Publication date: 05-12-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 方案
书: 艺术
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览553
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!