图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,989
图片 106,398
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
BANDORA ARMANCKIRINA BINESAZÎYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI SIVÎLAN ÇI YE?.. RAYEDARAN BERSIV DA
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

BANDORA ARMANCKIRINA BINESAZÎYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI SIVÎLAN ÇI YE?.. RAY...

BANDORA ARMANCKIRINA BINESAZÎYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI SIVÎLAN ÇI YE?.. RAY...
=KTML_Bold=BANDORA ARMANCKIRINA BINESAZÎYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI SIVÎLAN ÇI YE?.. RAYEDARAN BERSIV DA=KTML_End=
NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Dewleta #Tirkîyayê# ya dagîrker roja 5ê cotmehê li dij #Rojavayê Kurdistanê# û tevahîya bakur û rojhilatê Sûrîyayê êrîşek bi balafirên şer û yên dron, dest pê kir. Balkêş bû ku vê carê dewleta Tirkîyayê di vê êrîşa xwe da, ji baregehên leşkerî zêdetir, binesazîya herêmê armanc kir. Di çarçoveya lêkolînên li ser erdê ku xebatkarên Navenda Kurdî ya Lêkolînan amade kirine, vê carê hevdîtin bi rayedarên sazîyên xizmetguzarîyê, nexasim sazîya kehrebe û petrol û gazê çêkir. Rayedaran bi data û hûrgilî behsa êrîşên dewleta Tirkîyayê li dij navendên xizmetguzarîyê û bandora vê yekê li sivîlan kir, her wiha bang li civaka navdewletî kirin.
Di vê çarçoveyê da, hevserokê Nivîsgeha Enerjîyê ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, Ziyad Ristem bersiva pirsên xebatên NKLyê ya derbarê zirara ku gihaştiye stasyonên veguhestina kehrebeyê û bandora vê yekê li jîyana rojane ya sivîlan, nexasim di warê peydakirina kehrebe û avê da, dan.
Hevdîtin wiha ye:
NKL: Li Rojavayê Kurdistanê çend navendên kehrebeyê hatin armanckirin û taybet li kîjan herêman?
Ristem: Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê /5/ stasyonên veguhastina kehrebeyê ji alîyê dewleta Tirkîyayê ve hatin armanckirin ew jî wiha ne: Bendava Rojavayê ya nêzî Hesekê, stasyona Qamişloyê ya bakurî, stasyona bajarê Amûdê, stasyona bajarê Tirbespîyê û stasyona Siwêdîyê ya girêdayî Dêrîkê.
NKL: Gelo bandora vê yekê li sivîlên herêmê çi ye?
Ristem: Berê jî kêmasîyên herêmê yên peydakirina kehbreyê hebûn û ev yek jî bandora wê ya neyînî hebû, lê bi vê armanckirinê ra li tevahîya herêma Cizîrê kehrebe hat birîn û di encamê da av jî li ser herêma Cizîrê hat birîn. Her wiha ji ber armanckirinê, stasyona gazê ya Siwêdîyê ji xizmetê derket û di encamê da gaza ji bo malan hatiye birîn. Di heman demê da, ji ber birîna kehrebeyê, stasyonên avê jî ji xizmetê derketin. Ji ber vê yekê jî ev yek ji alîyê avê û kehrebeyê bandor li tevahîya xelkê herêma Cizîrê kir.
Stasyona kehrebeyê li Dêrîkê/Navenda Kurdî ya Lêkolînan
NKL: Bandora birîna kehrebeyê li ser gihandina ava vexwarinê li ser sivîlên herêmê çi ye?
Ristem: Bê guman tasyona Elokê ku tekane stasyon bû ava vexwarinê ji bo Hesekê û kampên koçberan wekî kampa Hol, Erîşa û Waşûkanîyê peyda dikir, ji ber armanckirina stasyonên kehrebeyê ji xizmetê derket. Her wiha, wekî stasyona Qamişo, Tirbespîyê û Girkê Legê û Dêrikê hemû stasyonên avê ji xizmetê derketin ji ber ku ew li ser kehrebeyê dixebitin. Di heman demê da, piranîya van stasyonan bi rêya cenatorên kehrebeyê nayên xebitandin. Ji ber vê yekê jî tevahîya herêma Cizîrê bê ava vexwarinê ma.
Bi gotineka din stasyonên avê ku ji xizmetê derketin ev in: Stasyona Elokê, stasyona Qamişloyê, stasyona Safanê ya Dêrîkê, stasyona Iwêcayê ya gundewarê Qamişloyê, stasyona Ceqceqê û hwd stasyonên din ên li bajarên din wekî Tilkoçer, Tilbirak û Tilhemîsê. Ji ber vê yekê bi armanckirina stasyona Siwêdîyê ev hemû ji xizmetê derketin.
NKL: Birêz Ristem ji bo çeksazkirina zirarên ku çêbûne, pêdivî bi çi qas pere heye?
Ristem: Li gorî lêkolînên destpêkê yên derbarê kehrebeyê da, /8/ transformatorê kehrebeyê hatin armanckirin, her wiha torbîneka kehrebeyê li Siwêdîyê bi awayekî yekser hate armanckirin û zirar gihaşte torpînên din. Lewra wekî encamên destpêkê /50/ milyon dolar me zirar dît, lewra ji bo çeksazkirinê pêwîstî bi /50/ milyon dolarî heye.
NKL: Hêza Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê heye heta ku van zirarên çêbûne, çeksaz bike?
Ristem: Wekî Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi rêya nivîsgehên xwe yên enerjîyê yên li herêman û ya herêma Cizîrê hemû karînên xwe bi kar tîne da ku van zirarên çêbûne çeksaz bike. Lê li herêm alav pir kêm in, nexasim ev armanckirin navendên girîng kirin armanca xwe, lewra zehmet e ku alav û madeyên ji bo çeksazkirina van navendên hatine armanckirin ji derve werin peydakirin. Ji alîyê endezyaran ve li gel Rêveberîya Xweser tîmên sererastkirinê tevî endezyaran hene, lê zehmetî di peydakirina transformatorên altirnatîf da ye.
NKL: Civaka navdewletî çawa dikare destekê bide xebatên jinûveçeksazkirinê?
Ristem: Mixabin civaka navdewletî heta roja me ya îro projeya Rêveberîya Xweser nas nekiriye û biryarên girîng dernexistine da ku herêmê biparêze. Lê destpêkê divê sînorek ji êrîşên dewleta Tirkîyayê ra berîya desteka jinûveavakirinê deyîne, her wiha sînorekî ji van binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkîyayê ra deyîne, ku av û kehrebeyê wekî çekekê li dij civaka bakur û rojhilatê Sûrîyayê bi kar tîne, bi rêya birîna ava çemê Firatê û armanckirina stasyonên kehrebeyê. Piştî dayîna sînorekî ji van binpêkirinan ra, divê behsa mijara jinûveavakirinê were kirin.
Cihên petrolê û kargeha Siwêdîyê ya gaz û kehrebeyê yên ku hatine armanckirin
Ji alîyekî din ve jî, têkildarî armanckirina cihên petrolê û kargeha gazê, Rêveberîya Kargeha Siwêdîyê ya Gazê, Egîd Ebdulmecîd bersiva pirsên Navenda Kurdî ya Lêkolînan derbarê zirarên ku gihaştine cihên petrolê û kargeha gazê ya Siwêdîyê, da.
Hevdîtin wiha ye:
NKL: Birêz Egîd kîjan rojê bi taybet dewleta Tirkîyayê kargeha Siwêdîyê bombebaran kir?
Ebdulmecîd: Roja 6ê mehê navenda kargeha Siwêdîyê ji alîyê balafirên dewleta Tirkîyayê ve saet nêzî 11ê sibehê hate bombebarankirin. Berîya wê jî stasyonên petrolê yên wekî Oda û Zaribê û hwd hatin armanckirin. Di encama bombebaranê da, stasyon ji xizmetê derket û kehrebe jî qut bû. Di demekê da me hewl da em kargehê ji nû ve bixebitînin, lê bombebarana dewleta Tirkîyayê berdewam kir heta saet 6ê êvarê. Me jî bi rêya agirkujan hewl da ku agirê bi kargehê ketiye, vemirînin.
NKL: Çi qas zirar gihaşt kargeha Siwêdîyê?
Ebdulmecîd: Di kargehê da, çend beşên sereke hene, lewra dewleta Tirkîyayê li beşekî sereke yê kargehê da û bi temamî ew beş wêran kir. Di encamê da, kargeh rawestîya û pê ve girêdayî kehrebe jî hate birîn. Ji ber li kargeha Siwêdîyê du beşên kehrebeyê hene û ew herdu jî dewleta Tirkîyayê ew bombebaran kirin. bi gotineka din kargeha Siwêdîyê ji beşê gazê, kehrebe û petrolê pêk tê û ev hersê beş jî hatin armanckirin. Di encama vê yekê jî da gaz û kehrebe êdî hatin birîn.
Kargeha Gazê ya Siwêdîyê li Dêrîkê/NKL
NKL: Gelo derfetên we hene ev navendên ku xerab bûne, hûn ji nû ve çeksaz bikin?
Ebdulmecîd: Derfet hene, lê Ii kêleka wê jî zehmetç jî hene. Ji alîyekî ve tîmên endezyarîyê rojane kêm dibin. Di daxuyanîyeka berê da jî me da xuyakirin ku armanceka dewleta Tirkîyayê ye ku herêmên me vala bike û rê li pêşîya koçberîyê veke. Ji ber vê yekê jî ev yek bandoreka sereke li ser tîmên me yên endezyarîyê dike. Ji alîyekî din ve jî, kargeh mezin e û gelek parçe û alav jê ra pêwîst in û em jî di dorpêçê da ne, em nikarin parçe û alavan peyda bikin. Hin parçe û alav hene em çêdikin, lê hin ji wan ji derfetên me mezintir in divê em ji dewletên Ewropayê bînin, taybet hin parçe û alav hene divê em ji Amerîkayê bînin. Ji ber vê yekê jî ji ber dorpêça li ser me û dor me girtiye, heta ku em van parçe û alavan peyda bikin, dem jê ra lazim e û pêwîstî bi pereyên pir jî heye. Bi gotineka din, di kargeha gazê tenê da, pêwîstî bi /2/ milyon dolarî heye heta ku were çeksazkirin. Lê ji alîyekî din ve jî, berhemên kargehê hatin rawestin wekî gaza malan jê ra tê gotin (LPC). Her wiha em gazê didin torbînên kehrebeyê ku rojane /600/ hezar m3 gaz didin torpînatan ji bo çêkirina kehbreyê, lê ev jî hate rawestandin. Lewra dema ku kehrebe û gaz hatin birîn, zehmetîyeka gelekî mezin çêkir.
NKL: Em derbasî mijara armanckirina cihên petrolê bibin, heta niha çend navendên petrolê ji alîyê dewleta Tirkîyayê ve hatine armanckirin?
Ebdulmecîd: Nêzî /15/ navendên petrolê hatin armanckirin. 3-4 stasyon û bîrên petrolê yên derdora Tirbespîyê hatin armanckirin, herêma Alîyan (ev herêm di navbera Girkê Legê û Tirbespîyê da ye) stasyonên petrolê yên bi navê Seîdyê, Zaribê û Irîyan hatin armanckirin. Her wiha li Siwêdîyê 3-4 stasyonên petrolê hatin armanckirin û di encamê da gelek stasyon ji xizmetê derketin.
Stasyona petrolê li Tirbespîyê/NKL
NKL: Banga we ji bo civaka navdewletî, taybet Hevpeymana Navdewletî çi ye ji bo destekê bidin we?
Ebdulmecîd: Ev erka hemû birêxistinên mafên mirovan û yên navdewletî ye, lê dema mijar dibe herêmên me xwe kor dikin. Ev kiryarên ku dewleta Tirkîyayê dike, hemû qanûnên navdewletî binpê dike û hemû jî bêdeng in. Ji bo vê jî em bang li hemû kesên peywendîdar dikin çi sazîyên mafên mirovan çi jî sazîyên Ewropayê bin sînorekî ji van kiryarên dewleta Tirkîyayê ra deyînin. Îro li bakur û rojhilatê Sûrîyayê 4-5 milyon kes hene û niha bê kehrebe, bê av, bê gaz û bê nan in, ango bi mirinê ra rû bi rû ne, eger ku ev sazî îro dengê xwe nekin, wê kengî dengê xwe bikin?
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览671
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ - 29-11-2023
相关文件: 3
挂钩项目: 22
小组: 文章
Publication date: 21-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
书: 人权
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 29-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on29-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):29-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览671
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.2177 KB 29-11-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
照片文件 1.0.1142 KB 29-11-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,989
图片 106,398
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!