图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,446
图片 105,712
书籍 19,160
相关文件 96,458
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
“LI EFRÎNÊ ROM TUNE NE”.. MELEK ÎBO LI BERAMBERÎ ARTÊŞA CAHILÎ YA SÛRÎYAYÎ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Oxirkirina cenazeyê Melek Îbo li mala wê ya li gundê Elî Caro ya li Efrîna ...

Oxirkirina cenazeyê Melek Îbo li mala wê ya li gundê Elî Caro ya li Efrîna ...
=KTML_Bold=“LI EFRÎNÊ ROM TUNE NE”.. MELEK ÎBO LI BERAMBERÎ ARTÊŞA CAHILÎ YA SÛRÎYAYÎ=KTML_End=
Hisên Cimo

Herêma #Efrîn# ê di salên dagîrkerîya Tirkîyayê û komên opozîsyona Sûrîyayê da, bûye belgeya mirovahî ya têkçûna exlaqî û hovîtîya dagîrkerîyê. Ji alîyekî din ve jî, çekdarên dagîrker li ser malên xelkê Efrînê yê resen jî bi hev dikevin.
Berîya çend rojan li Efrînê careka din bûyerek li gorî gelek şahidên ku têkilîya wan bi bûyerê ra hene ku romanên reşbîn jî nikarin wê bînin ziman, ev bûyer jî her dem dubare dibin ku fermandarekî komeka çekdar yê bi navê Esmer Ebû El-Iz dest danî ser mala welatîyeka Efrînê Melek Xelîl Îbo ya 63 salî. Melek gelek caran hewl da ku ji mal û axa malbata xwe dernekeve, lê bê encam bû. Kesê ku pişta xwe bi dagîrkerîyê xurt kiribû, dizanî ku xizmên Melek hene û ferman da wê ku li gel xizmên xwe bimîne, ji ber ku wiha fikirîye ku pêwîstîya Melek bi mala wê tune ye! Bi rastî jî, ev yek cureyek ji vegerandina exlaqê bazirganên koleyan e. Efrîn bi dagîrkirinê bûye qadeka vekirî li ber qewadên leşker wekî çawa di reşîya Iraqê da berî /14/ sedsalan kirin, çaxa ku li dij fermanên mîrê xwe, Umer bin Xetab derketin.
Di dawîya vê trajedîyê da jî, îslama wê û wî, exlaqê wê û wî, doza wê û wî û bawerîya wê û durutîya wî aşkere kir. Çaxa ku Melekê hest kir ku mirina wê nêzîk bûye, wesîyet kir ku cenazeyê wê bibin mala wê ya dagîrkirî berîya were oxirkirin. Lewra, dîmenekî biêş hate belavkirin: Wêneyê cenazeyê Melekê di mala wê da û di quncikekê da, kesê bi navê Esmer dîmen dişopîne. Dibe ku ew bawer be jî ku wî xêrek kirîye dema ku hiştîye wesîyeta jineka misliman pêk bê, ku dixwest li mala xwe bê oxirkirin.
Dema oxirkirina Melek û kesê bi navê Esmer lê temaşe dike
A balkêş di trajedîya Efrînê ya berdewam da, ku tu kes ji “vatihînan” û feqeyê kirêkirî ji sultan ra, ji rêzê dernakevin, “exlaqê xenîmeyê” li gel wan bûye tiştekî ji rêzê li gel tevahîya wan û di nav vî gelî da dengê îmam Ehmed Bin henbel tune ye yê ku didît ku pêwîst e malên Bexdadê bên firotin “kavilên malan” bêyî erdê, ji ber ku “Bexdad cihê zorê” ye û cihê dagîrkerîya neheqîyê ye. Hin zanayên wî zemanî nema lê nimêj kirin û jê derketin bêyî ku li ber bikevin.
=KTML_Bold=Xwedîyên vî exlaqî ji ku hatin?=KTML_End=
Opozîsyona sûrîyayî nêzî du salan heta ku bû alîyek û dest danî ser bajaran an jî beşek mezin di çarçoveya encamên pêşwext ên şoreşa gelêrî ya li dij rejîma sûrîyayî. Ji wê demê ve, di encama tecrubeya xwe ya desthildarî û birêveberîyê da, tenê karaset li ser civakên hikumkirî anî, her wiha bû sedem ku bipêşveçûn li gel civakên xwecihî têk biçe.
Bi rehetî meriv dikare bibîne ku rûyê vê “opozîsyona hakim” û birêxistina DAIŞê dişibin hev, ku qirêjtirîn kiryarên tund ên dîrokê vegerandin. Cudahîya di navbera wan pir piçûk e ku tenê DAIŞê civakên têkçûyî û radestkirî, bêyî serek û bi rêya tundî û terorê, dixwest.
Di dawîyê da civak cewherê her hukim û desthilatdarîyê ye, hikumê “cahilîya sûrîyayî” ne tê da ku –alîyê leşkerî- yê komikên çekdar di bin sîya banekî derewên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê” da ne, serekên wê jî ev; kesê ku li Efrînê mirovan direvîne û wan dîl digire, Ebû Emşa û kujerê Hevrîn Xelef, ebû Şeqra û çekdarên ku heta roja îroj bi xwasî dimeşim ku sond xwarine heta El-Esed nekeve ew dê bixwasî bimeşin. Ev Şahnişîna Cahilî ya Sûrîyaya Nû, taybetmendîya wê ya bipaşdamayînê heye. Ew desthilatek e li gor pîramîda berevajî ye, ango kesê herî kirêt tê da wê hukim dike. Tevahîya kesê di vê partîya cahilî ya êlî da wiha ne, çi ew kesên ku li Îran û rêjîmê vegerîya (wekî mînak: El-Hifil), çi jî kesên di bin sîwana Tirkîyayê da man.
Tevî ku cewherê desthilata rêjîmê û opozîsyona paşdemayî dişibin hev, lê tiştê ku bijardeyên opozîsyonê xwe lê nebihîstî dikin ew e ku hêmanên berdewamîyê li gel rêjîmê bêhtir ji yên li gel van çekdarên ku ji jêra pîramîda exlaqî hatine, ji ber ku hin xêzên sor hebûn heta ku di sala 2015an da lê teng nehat, rêjîmê ew derbas nekirin, ew jî ku bi hêz idîa kir ku ew ne rêjîmeka beşekî ye û parastina tiştên dîyarîçav yên civakî bo vî idîaya wî dibe palpişt. Herêmên rejîma Sûrîyayê piştî herêmên Rêveberîya Xweser, herêmên herî cihêrengî civakî ne. Lê li herêmên opozîsyonê ji bilî rengekî tiştekî din tune ye, her wiha bi yên ku netewe, ol û partîyên wan cuda ne jî, li ser esasê ku ne maf û ne jî malûmilkên wî hene, didin û distînin. Bi gotineka din wekî, civakên ne erebî tevî ku tev li islamê bûne, lê cizyê didin, wekî di serdema Bin Umeya da. Di heman demê da, tenê çend xiristîyan hiştin ku li ser ola xwe bin û xaçên dêr û zingilên wê şikandin. Her wiha, bi darê zorê li Idlibê dirzî di bin desthildarîya Cebhet El-Nusrayê da ku bûye “Heyet Tehrîr El-Şam” bûne misliman û gorên êzidîyan şikandin û bi nefretê hiştin ku ola xwe li Efrînê biguherînin. Lê kurd di bin desthilata vî exlaqî da, wekî gelê Sewada Iraqê û Çîyayê Kurdistanê ne di serdema Benî Umeya da, tevê ku mislimanin jî lê cizyê didin.
Lewra, opozîsyon li gor rêbazê pîramîda berevajî desthilatdarîyê dike û nikare vê rewşê sererast bike. Ji ber ku mesele bingehîn e û ketiye mejîyê serekên tevgera gelêrî ji rojên pêşê da, çaxa ku mebesta wan bû kişandina xelkê ber bi xwe ve bi çi awayî be.
=KTML_Bold=Rom li Efrînê tune ne.. Çawa “Ecnadên Filistînê” derketinn holê?=KTML_End=
Li kêleka Melek Îbo û “cahilîya sûrîyay ya ku li ser esasê tevlîbûna ixwanî ya terorîst û Partîya Beisê ya iraqî hatîye avakirin, heta kîjan astê dîmen wekî karîkatur dîyar dibe dema ku komeleyên Filistînê yên islamî beşdarî avakirina dagêrgehan li Efrîna dagîrkerî bibin? Yek ji wan dagêrgehan bi navê “Ecnadîn Filistîn” e wekî rêzgirtina bîranîna herdu şerên bi navê Ecnadîn di salên 13 û 15ê hicrî da, ya di navbera erebên misliman û erebên xiristîyan, an jî wekî ku dîroknivîsên biserketî dinivîsin: di navbera misliman û roman da.
Heta ku em dîroka bipaşdemayî bixwînin, a ku komeleya filistînî wê bi kar tîne da ku dagîrkerîyê rewa bike. Lê tevî vê yekê jî rom li Efrînê tune ne, lê çi hişt ku Ecnadîn werin Efrînê? Her wiha ne jî bîranînek fethên mislimanan ên pîşî lê hene, ku bide girêdan? Lê tevî vê yekê jî, projeyên komeleyên Filistînê li Efrînê berdewam dikin û wêrankirina bi temamî ji mirov û kevir a ku li Xezayê çêdibe, ew proje ranawestandin.
Ji alîyekî din ve jî, ne dûr e ku “bazirganekî siyasî” navên komeleyên Filistînê di projeyên dagîrgehan ên li Efrînê da, bi kar anîye. Ev bazirgan jî dîrokeka wî ya di çêkirina “dramaya serekê misliman”da heye, wekî derketina ji foruma Davosê ji ber nerazîbûna li ser axaftina serokwezîrê Îsraîlê yê berê Shimon Peres, lê hinardekirin û hawirdekirina kelûpel û çekan di navbera herdu alîyan da, berdewam dike.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览405
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ - 29-11-2023
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 19-11-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 人权
城市: Afreen
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 29-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on29-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):29-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览405
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.184 KB 29-11-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,446
图片 105,712
书籍 19,160
相关文件 96,458
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!