图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,795
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Wêjeya klasîk û nûjen
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Wêjeya klasîk û nûjen

Wêjeya klasîk û nûjen
=KTML_Bold=Wêjeya klasîk û nûjen=KTML_End=
Alan Pîrê

Berî her tiştî divê em mijara xwe bi şêweyekî zelal destnîşan bikin, ji bo ku êdî mijara me sînordar be û gelek mijarên dûr û nêzîk di pêvajoya vê gotarê de ji vir û ji wir li xwe negire.
Ez dixwazim niha di vê gotarê de behsa wêjeya kurdî ya kurmancîaxêv bikim, tenê ya kurmancîaxêv, ji ber ku #wêjeya kurdî# ya unîversel gelekî berfirehtir e. Di vê gotarê de ez dê wêjeya kurdî ya kurmancîaxêv ya modern (nûjen) bidim ber wêjeya kurdî ya klasîk. Ev berawerdkirin dê ne gelekî berfireh be, tenê ez ê giranîyê bidim çend alîyên sereke û girîng.
Ev alîyên sereke û girîng dê mijar û şêweyê derbirînê bin. Ka gelo ev her du hêman di her du wêjeyan de bi çi rengî bûn û çawa bi pêş ve çûn.
Jixwe berî ku em derbasî naveroka mijara xwe bibim, divê em çend xalên têkildar zelal bikim. Yek jê ew e ku mebesta me ji “wêjeya kurdî ya klasîk” helbesta kurdî ya klasîk e. Ji ber ku wêjeya kurdî ya klasîk bi piranî helbest bû û celebên wêjeyê yên din hîn li nav nivîskarên kurd nehatibûn naskirin; celebên wêjeyê yên wekî roman, şano, kurteçîrok û pexşan û nivîsîna azad bi şêweyekî giştî.
Li Ewropayê nivîsandina romanê di serdema #Ehmedê Xanî# de (1650-1707) nû dest pê kiribû; romana “Don Quijote” ya romannivîsê îtalî Miguel de Cervantes, ya cara pêşî di 1605’an de hatîye weşandin.
Şano bi şêweyê xwe yê nû, ango yê cuda ji hunera şanoyî ya yewnanî ya kevin (trajedîyên Thespis, Aischylos û Sophokles) jî di serdema Melayê Cizîrî (1570-1640) de li Ewropayê dest pê kiribû. Jixwe destpêkê bi şanoyên William Shakespeare re bû. Jixwe pexşana azad (deqên felsefî, zanistî û wêjeyî) ji kevin de hebûn û li gelek çandên cîhanê dihatin naskirin, lê belê berî sedsala 19’emîn pexşan li nav nivîskarên kurd nedihate naskirin. Tenê çend hewldanên nivîsîna azad bi kurdîya kurmancî hebûn, lê gelekî hindik bûn; em dikarin bibêjin ku rewşine awarte bûn. Wekî mînak: “Tesrîfa Teremaxî” ya Mela Elîyê Teremaxî (sedsala 16-17’an), berhema ku îro wekî yekemîn gramera kurdîya kurmancî tê naskirin.
Naxwe em dikarin niha li hevûdin bikin ku wêjeya kurdî ya kurmancî bi şêweyekî giştî berî sedsala 19’emîn tenê helbest bû. Berî sedsala 19’emîn çi guhertinên kokdar û radîkal bûne piştî vê qonaxê?
Di sedsala 19’emîn de Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1859) dest bi pexşanê kirîye û rêziman jî nivîsîye. Berhemên wî bi piranî lêkolîn, zimannasî û berhevkirina zargotin û folklora kurdî ya xwecihî bûn. Wekî mînak çend sernavên berhemên wî: “Adat û Rusûmatnameê Ekradîye”, “Camîeya Risaleyan û Hîkayetan Bi Zimanê Kurmancî” û rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî “Tûhfetul-Xîlan Fî Zimanê Kurdan”.
Rast e ku helbestkarên kurd ên wekî #Ehmedê Xanî# , #Melayê Cizîrî# , #Feqiyê Teyran# , Sewadî û hinên din (em li vir tenê behsa helbestkarên kurd ên kurmancîaxêv dikin) tenê helbest hûnandine, lê êdî ev helbest ne tenê helbest bûn. Mirov di metnên wan ên helbestî de pêrgî gelek mijarên curbicur tê. Wekî mînak: sofîzim, felsefe, naverokên hizirî û gelek mijarên teologîyê (olnasî).
Nûjenkirina mijaran kengî dest pê kir? Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku piştî ku kurdan û nivîsîna kurdî pexşan û nivîsîna azad nas kirin û dest pê kir, êdî mijar jî hatin guhertin û celebên wêjeyê ji helbestê bêhtir êdî roman, kurteçîrok, şano, fragment û gotarên wêjeyî û pexşana azad bi şêweyekî giştî geş bûn. Li vir em dikarin behsa çend berhemên pêşî yên wêjeya kurdî ya kurmancî ya modern bikin.
Yekem kurteçîroka kurdî-kurmancî Fûad Temo nivîsîye. Çîroka wî ya bi navê “Çîrok”; yekem romana kurdî-kurmancî ya Erebê Şemo ye, romana “Şivanê Kurmancan”; yekem helbesta azad ango ne ya kêşsaz Qedrî Can nivîsîye.
Jixwe divê ku em ji niha de bibêjin ku pêşengê pexşana kurdî ya nûjen Mela Mehmûdê Bazîdî ye.
Rojnamegerîya bi zimanê kurdî jî roleke baş di geşedan û pêşvebirina pexşan û nivîsîna kurdî ya azad de lîst. Li vir em dikarin bibêjin ku gotarên rojnamegeriyê jî bi “Rojnameya Kurdistanê” (22’ê Nîsana 1898’an) û bi nivîsên Miqdad Midhed Bedirxan re dest pê kirin, lê tenê rewşa şanoya kurdî awarte û derrêz bû, ji ber ku şanoya kurdî ya nivîskî bi şêweyê pexşana azad wekî celebên wêjeyî yên din bi heman lezê bi pêş neket û hinekî li ber celebên dîtir li paş ma.
Em ê niha îcar bên bi kurtasî behsa mijarên wêjeya kurdî bikin. Di serî de divê bê gotin ku di sedsalên 19 û 20’emîn de û bi taybetî di sedsala 20 û 21’emîn de wêjeya kurdî bi hemû celebên xwe êdî ji wî kirasê xwe yê kevin (yê girêdayî bi wêjeya klasîk ve) bi giştî derdikeve û kurd kirasekî nûjen êdî lê dikin.
Qedrî Can wekî mînak di helbestên xwe yên azad ên nûjen de êdî nema behsa sofîzm û xwedênasî û olnasîyê dikir; berê helbesta xwe guhertibû û dabû asoyine berfirehtir û dûrtir. Jixwe romana Erebê Şemo jî cîhaneke nû ye. Kurteçîroka nivîskî ya çêkirî jî (ne ya gelêrî, ya dikeve jêr kategorîya wêjeya gelêrî) di destpêka sedsala 20’emîn de hîn li ser hişê kurdî nû bû.
Çîroknivîsîya kurdîya kurmancî bi Fûad Temo û bi wê çîroka wî ya sêwî re dest pê kir. Çîroknivîsîya Temo, erê bi wê çîrokê re sekinî, lê wê çîrokê êdî rê li ber çîroknivîsên din bi comerdî vekir.
Dawîyê em dikarin bi şêweyekî giştî bibêjin ku wêjeya kurdî ya nûjen bi rastî jî nûjen bû û şoreşek bû li hember a klasîk. Tevî ku di destpêkê de çend rewşên awarte jî hebûn, lê van çend rewşên awarte û derrêz tiştek ji nûjenîya wê kêm nekirin û wêjeya kurdî bi vî rengî dikarîbû li ser nûjenîya xwe bihêle û vê nûjenîyê di berhemên nivîskarên nû de bi xurtî biparêze.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览674
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 31
刊物
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 29-10-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on26-11-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):25-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览674
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,795
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!