图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,404
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,393
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hin şaşiyên ziman ên em rast dizanin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hin şaşiyên ziman ên em rast dizanin

Hin şaşiyên ziman ên em rast dizanin
=KTML_Bold=Hin şaşiyên ziman ên em rast dizanin=KTML_End=
Yaşar Eroglu

#Zimanê kurdî# -kurmancî her çend bi gelek xetereyan re rû bi rû dimîne jî, ji aliyekî din ve di gelek qadên nivîskî de baş tê bikaranîn. Ev kêfxweşiyeke mezin e. Ji ber ku di jiyana rojane de dora wî gelek teng bûye, ev yek jî ji bo pêşerojê xetereyeke mezin e. Cihê mixabiniyê ye, hê ku hestên kêfxweşiyê li ser me sar nabin, di her qadan de gelek berfireh bikaranîna kurdî-kurmanciyê ya şaş mirovan xemgîn dike.
Şaşiyên rastnivîsa salên dawîn hatiye çapkirin ku weke wezekekê ketiye bedena kurmanciyê pûç dike û şaşiyên din jî lê zêde dikin, tev ev xeletî rê li ber yekgirtîbûn û afirandina mêjiyekî hevaheng ê kurdî digirin û zimanê nivîskî, di ber re jî zimanê axaftinê xira dikin. Divê her kesê ku xem û êşa zimanê kurdî dikişîne li hember vê xirabûnê rihet nebe, xemên xwe bîne ziman, ji bo sererastkirina van yekan hewl bide. Di serî de jî zimanzan, herî zêde jî yên ji xwe re dibêjin zimanzan. Mixabin gelek ji wan tenê li xirabûnê temaşe dikin û xwe berpirsiyar nabînin. Çimkî tenê bazara gazinên, weke ‘çima ziman nayê bikaranîn, hey hawar ziman ji dest diçe’ heye, lê bila bê zanîn, tenê ne ew, ev xirabûnên em ê li jêr ser bisekinin û yên weke wan jî ziman ji dest dibin. Bi rastî peywira herî girîng a zimanzanan yek jî ev e.
Ez ê li ser bikaranîna şaş a hin navdêrên komenav rawestim. Çend mînak hene, dibêjin bes êdî bi me nelîzin. Navdêrên komenav weke jin, kurd, pez, dewar gava ji aliyê hin platformên kurdî ve, çi rêxistin, çi rojname-ajans-televizyon, çi bi devkî tên bikaranîn gelek xirabî li wan komenavan dikin.
Ji ber ku komenavên jin û kurd li qada siyasî hêmayên gelek girîng in û gelek jî tên bilêvkirin bûne hêmayên sereke û derketine pêş. Zimanê siyasetê di nav kurdan de gelek fonksiyonel e; şaş an rast bikaranîna wî bi qasî giraniya xwe bandorê li ser zimanê giştî jî dike.
Navdêrên jin, kurd, pez, dewar komenav in, bikaranîna wan hin taybetiyan bi xwe re tîne. Em gelek caran rastî hevokên wiha tên, pirsgirêka jinê pisgirêka civakê ya herî li pêş e. Di vê û hevokên mîna vê de bikaranîna navdêra jin şaş e. Mixabin bi awayê şaş rûniştiye, hatiye qebûlkirin. Dema wisa be tê wê wateyê ku pirsgirêka tenê jinekê ya civakê ye. Di kurmanciyê de pirjimarî bi serê xwe pêk nayê. Mînak wekî ku em bixwazin bêjin ‘kadınlar’ em nikarin bi serê xwe vê têgehê pêk bînin. Di bikaranîna hevokê de pirjimarî divê xwe bispêre navdêr an peyveke din, paşê dikare pêk bê. Gava em rast bi kar bînin, em ê bêjin, pirsgirêka jinan pisgirêka civakê ya herî li pêş e. Pirhejmariya kurmanciyê rewşeke taybet e lê ji bilî wê weke komenavan di gelek zimanên hind-ewropî de heman mantiq heye. Bi îngilîzî dibêjin, women’s problem, bi fransizî dibêjin, probl ème des femmes, bi almanî dibêjin, frauen problem. Yanî di van zimanan de jî weke kurdî bi awayê komanenav yanî weke pirsgirêka jinan tê bikaranîn. Gava ku tê gotin, çareserî di destê jinê de ye, (wiha jî tê gotin, çareserî di destê jin de ye) weke jinek tenê çareseriyê pêk tîne tê fêmkirin. Her wiha dema bê gotin pirsgirêka jin… weke jin bi xwe bûye pisgirêk tê fêmkirin.
Min gelek caran li ser mantiqa pirjimariya kurmancî nivîsîbû. Naxwazim li vir dîsa dubare bikim. Bi kurtayî bêjim, hin taybetiyên zimanê kurdî-kurmancî hene. Pirjimarî her tim bi qalibekî pêk nayê. Carinan dem û bireser pirjimariyê diyar dikin. Mînak, jin êdî têgihîştiye ku wê çawa tevbigere, wateya vê hevokê yek jin têgihîştiye ku çawa tevbigere. Helbet mebesta hevokê hemû jin in. Divê ya rast wiha be, jin êdî têgihîştine ku wê çawa tevbigerin. Li vir pirjimarî li ser lêkerê pêk hatiye, ango weke ‘jinan êdî tê gihîştine ku wê çawa tevbigere’ jî nikare bê bikaranîn. Ji ber ku ne rast e.
Her wiha bikaranîna navdêra kurd jî bi vî rengî şaş e. Heman hevokê em wiha lê bikin, ‘pirsgirêka kurd pisgirêka civakê ya herî li pêş e’. Bikaranîna navdêra kurd şaş e. Rastiya hevokê ji aliyê rêzimanî ve wiha ye, ‘pirsgirêka kurdan pisgirêka civakê ya herî li pêş e.
Dîsa hevoka ‘kurd êdî têgihîştiye ku wê çawa tevbigere’, ne rast e. Mebest hemû kurd in lê hevok tenê kurdekî îfade dike. Rastiya hevokê wiha ye, ‘kurd êdî têgihîştine ku wê çawa tevbigerin’. Çawa me li jor ji bo jinan jî nîşan da, wisa jî ji bo kurdan nabe, weke, ‘kurdan êdî têgihîştine ku wê çawa tevbigere.’
Çavkaniya van şaşiyan bandora tirkî bixwe ye. Tirkî çand, ziman, civakê heta siyaset û perwerdeyê kurdiya me dorteng kiriye. Bi awayekî gelemperî zimanê siyaseta kurdan bi tirkî ye. Ji ber vê yekê jî pêşî her tişt bi tirkî pêk tê, piştre yekser wergera wê bi kurdî dibe. Ji ber wê termînolojiya siyasetê pir girêdayî tirkî dimîne. Gava behsa pirsgirêka jinan dibe yekser bi tirkî tê derdikeve rastê; ‘kadın sorunu’, nabe ‘pirsgirêka jinan’, dibe pirsgirêka jin. Bingeha wê bi tirkî ye û bi gramera tirkî xwe dide qebûlkirin. Kurdî sêwî û stûxwar li kêlekê dimîne û awayê şaş belav dibe heta Başûr, Rojhilat û Rojava, ew gişt jî di bin bandora zimanê siyaseta navendê de dimînin. Îca gava em ji devê siyasetmedareke rojavayî, ‘pirsgirêka jin’ dibihîzin diheyirin û serê xwe li dîwaran jî bixin mîna gotina kalekî ‘ha tu bêje Rosto’ ji me re dimîne û tiştek jî ji dest me nayê.
Mixabin ev şaşî û gelek şaşiyên din weke ayetan li ziman hatine spartin, tu car terka wan jî nayê kirin.
Ez pê bawer im ku me hinek be jî şaşî da fêmkirin. Du komenavên me hene, pez û dewar; di wir de jî şaşiyeke cuda pêk tê lê ji bingeha xwe arîşeyeke nêzî yên li jor e. Pez û dewar du komenavên wisa ne ku her yek di nav xwe de gelek komenavan dihewîne. Pez; koma mîh, bizin, tiştîr, gîsk, kar, berx, beran, kavir, nêrî, hogeç, berindîr, mîstewr û hwd, dewar; koma ga, gamêş, çêlek, conega, nogin, golik dihewîne. Hem pez hem jî dewar komenavên wisa ne ku di eslê xwe de pirjimar in lê weke yekjimar tên bikaranîn. Yanî navê komê temsil dikin, weke pirjimar nayên bikaranîn. Her du jî yekjimar û nêr in.
Pirî caran em lê rast tên, dibêjin, peza min winda bûye. Pez bi hêsanî winda nabe. Dikare bê dizîn an firotin. Mebest ji pez an mîh an jî bizineke yan dudu ne. Her wiha pezên me jî nabe, ji ber ku jixwe pez navdêrekî pirjimar e. Mixabin wiha jî tê gotin. Ev awa jî ne rast e. Dewara te nehatiye garanê. Mebest ji vê gotinê çêlekek an conegayek e. Di bingeha xwe de gotineke bi vî awayî ne rast e. Awayê rast ev e; dewarê te nehatiye garanê. Eger gelek hejmar ga, çêlek û canega nehatibin rast e, ji wan tenê yek nehatibe dîsa jî hevok şaş tê bikaranîn.
Bikaranîna dewar û pez êdî pir nebe jî, di nav sohbetên nostaljîk de derbas dibin û hê jî bikaranîna wan ne kêm e. Belê dorhêla zimanê gundewar her diçe teng bibe jî kakilê ruhê zimanê me ye. Dema em ji bo têgihîştinê dixitimin tim berê xwe didin zimanê gundewar, tê de li rastiya zimanê xwe digerin.
Bangeke min heye ji bo sererastkirina van şaşiyan, divê bang tenê li gel û siyasetmedaran neyê kirin; zimanzan û bikarhênerên ziman jî xwe berpirsiyar bibînin. Êdî bes e ji temaşevaniyê re![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览122
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 15-12-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on26-11-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):25-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览122
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,404
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,393
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!