图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Wêjeya bêxwedî ya kurdên Sovyetê!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Wêjeya bêxwedî ya kurdên Sovyetê!

Wêjeya bêxwedî ya kurdên Sovyetê!
=KTML_Bold=Wêjeya bêxwedî ya kurdên Sovyetê!=KTML_End=
Yaşar Eroglu

Di sala 2016’an de min der barê serboriya transkrîpsiyona berhemên #kurdên Sovyetê# de gotarek şandibû kovara #Wêje û Rexne# yê. Rêvebiriya kovarê biryara weşandinê ji min re ragihand lê di pişperdeya wê de çi qewimî, hesabên çawa hebûn nizanim, nehate weşandin. Pê re jî deng û sewta wê derneket, îro jî kovar nayê weşandin.
Kanaleke kurdî ya li ser youtubeyê bi zindî weşanê dike, bi pêşkêşiya #Têmûrê Xelîl# mijara li jor jî tê de bi rêvebirê weşanên Lîsê Lal Laleş re hevpeyvînek kiriye. Vê hevpeyvînê anî bîra min û li min ferz kir ku careke din dest bavêjim heman mijarê.
Kurdên Sovyetê bi sedan berhemên hêja bi alfabeya krîlî berhilandine. Di bin van berheman de îmzeya navên gelek nivîskar, akademîsyen û wêjenasên bi nav û deng weke #Qanatê Kurdo# , #Erebê Şemo# , #Casimê Celîl# , #Heciyê Cindî# , #Emînê Evdal# , #Fêrîkê Ûsiv# , #Celîlê Celîl# , #Ordîxanê Celîl# û hwd hene.
Gelek weşanxaneyên bakurê Kurdistanê ji bo tevî literatûra kurdî ya giştî bikin ev berhem latînîze kirine û gihandine ber destên me. Lê hinek weşanxaneyên weke Lîs û Perî mudaxeleyî berheman kirine, awayê neresen li wan ferz kirine û ew guherandine.
Edîtorê weşanxaneya Lîsê Kawa Nemir di pêşgotina Hewariyê de wiha dibêje, “Çapbûna Hewariyê bi boneya 100 saliya jidayikbûna Heciyê Cindî dê me kurdan hebekî din nêzîkî hev bike, em bêtir dibînin bê di kelepûra me de çi heye çi tune. Û ji bo ku ev rastî bikaribe pêk bê, me di edîsyona vê berhemê de gelekî bala xwe kurdiya ku ji binî ve bi devoka Serhedê û Kurdên Qafqasan bû. Me, bêyî ku taybetiyên hevoksaziya wê xera bikin, kurdiya romanê, heya ku ji me hat, ber bi kurdiya hemû kurdan anî, ku wekî pêvajoyo xweyekgirtîkirinê her li peydabûnê ye.” Bibînin ku ev nêrîn seranser bi problem in.
Di pêşgotina Şer Li Çîya-Şêx Zayîr ya Eliyê Evdirehman de Hêjarê Şamîl û Ehmed Onal mudaxeleya xwe wiha tînin zimên, “Dema ku me ev berhem ji krîlî wergerand alfabeya latînî orîjînalîteya wê parast. Lê me ji aliyê termînolojiyê ve ew peyvên ku îro li Kurdistanê bi cih nebûne bi kar neanîn û me peyvên kurdî yên ku îro li bakurê Kurdistanê bi kar tên bi kar anîn û me hinek guhertin li ser kitêbê kirin. Me peyvên ku ji zimanê rûsî, ermenî û azerî hatine girtin li gor kurdiya îroyîn guherandin.” Bi çi û kîjan mafî?
‘Kurdiya hemû kurdan’, ‘kurdiya îroyîn’ balkêş e, hincet dişibine hev. Divê bê pirsîn ku ev mudaxeleya ku ew bixwe jî tesdîq dikin, nabe xirakirina ‘taybetiyên hevoksazî’ û ‘orîjînalîte’ya berheman? Gelo ku metna pirtûkê seranser bê biguhertin hingê ‘orîjînalîte’ xira dibe?
Qadeke beyar û bêxwedî dîtine li gorî perspektîfên teng lê mudaxele dikin. Ji ber ku bixwe gotine, ji bo îspata wê hewce namîne lê bi çend mînakan em nîşandin ku tehrîfat û mudaxele çawa pêk anîne. Weşanxaneya Periyê maf ji bo xwe dîtiye ku qertafa pirjimariyê ‘êd’ ku li Bakur weke ‘ên’ tê bikaranîn guherandiye. Gelek mînakên wiha hene, ‘agahiyêd stendî’ guherandine ser ‘agahiyên stendî’, ‘nobedarêd wan’ guherandine ‘nobedarên wan’.
Weşanxaneya Periyê di romana Şer Li Çîyan- Şêx Zayîr de li gorî rastiya xwe qulibandine peyvên weke, ‘Xevetçî: kedkar, xebatkar; beledçî: rênas; zevtçî: dagirker; temaşeçî: temaşevan; hûrmetlî: rêzdar, birûmet; qîmetlî: bi qîmet.’ Hinekên din jî wiha ne; ecnebî- bîyanî, xusûsiyet- taybetmendî, rûşet- bertil ( r. 37), cab- bersîv (r. 43), nebelî- nedîyar, qe-hîç (r. 44), mekteb- dibistan (r. 45), zehmet- dijwar, hurmet- rêz (r. 48), xeberdan- axaftin (r. 51), gule- berîk (r. 52), cinet- bihuşt, lazim- divê (r. 57). Ev peyvan tehma ‘orîjînalîte’ya wêjeya kurdên Sovyetê ye ku ew nebin berhem ji aîdiyeta nivîskarê xwe tê şûştin.
Her wisa di romana Heciyê Cindî Hewariyê ya weşanxaneya Lîsê de jî em vê yekê dibînin. Peyvên weke; silav û kilav (r. 46), êxist (r. 63), lêzim (r. 60), zarok (r. 49), hevsir (r. 46), tehmijîn (r. 72), vebişirîn (r. 73), mirov (r. 196), civiyan (r. 197), parêzkar (r. 197), şîkayetdêr (r. 265), zagon (r. 267), bertîl (r. 267), defvan (r. 268), heyv (r. 298), amade (r. 323) bi yên resen re guherandine. Gelo ‘selam kelam’ bi reseniya xwe bima, nebûya ‘silav û kilav’ wê ji romanê çi kêm bûya? Berevajî mebesta diyarkirî zimanê ku hatiye guherandin roman giran kiriye. Reseniya peyvê ‘xwera xwera’ ye, ev qalib wek ‘ji xwe re ji xwe re’ hatiye guhertin. Meraqa mirov bilind dibe; gelo ji bo ku roman ‘ber bi kurdiya hemû kurdan’ bê, weşanxaneya Lîs kîjan standart weke pîvan girtine? Gelo bi rastî ‘kurdiyeke me hemû kurdan’ a weşanxane behs dike heye? Ev destnîşankirin rast e yan mubalexe ye? Ka em binêrin weşanxaneyê bixwe ev yek çawa pêk aniye?
Di zimanê nivîskî de ‘qe’ tune ye, wek ‘qet’ tê nivîsandin. Lê weşanxaneyê hem yekgirtin parastiye hem jî ‘qe’ weke ‘qet’ neguheraniye. ‘Zabitê kinik î hupiz î serçav terikî em birin otaxeke biçûk î qilêr…’ Awayê ‘kinik î hupiz î serçav terikî’, ‘biçûk î qilêr’ êdî di zimanê nivîskî yê ‘kurdiya hemû kurdan’ de gelek kêm tê bikaranîn. Divê di ‘kurdiya hemû kurdan’ de wiha bihata bikaranîn: ‘kinik ê hupiz ê serçav terikî’, ‘biçûk a qilêr’.
Peyvên weke, ‘xêncî’ çima nekirine ‘ji xeynî’ yan jî ‘xeyn ji’, ji ‘demekî’ re (bi eslê xwe tirkî ye) bergindek nedîtine gelo? Gelek peyvên wiha di romanê de dest lê nedane. Di vir de baş dixuyê ku qaydeyên weşangeriyê na, rastiya di serê weşangeran de û ‘azadî!’ û teserûfa wan derketiye pêş.
Lal Laleş di hevpeyvînê de ku bi Têmûrê Xelîl re kiriye wiha dibêje, “Meseleya Şivanê Kurmanca ya ji me re jî tiştekî balkêş û weke suprîzekê çêbû. Ji ber ku bi salan çi nivîskar çi jî xwendevanên jîr ên li welêt em bêjin pirtûka Erebê Şemo bi navê Şivanê Kurd dizanibûn …, ev zimanê ku em dixwînin yê Erebê Şemo ye. Wek ku hûn jî dizanin her nivîskar bi vegotina xwe, bi stratejiya vegotina xwe, bi hevoksaziya xwe, bi cumleyên xwe hostetiya xwe derdixe holê û bi mirov re dide şîrînkirin. … ya ku me xwendibû dîse bi lugata nivîskarekî hêja yê kurd Nureddîn Zaza bû. Bêguman ew jî zimanekî xweş e lê ne ya Ereb Şemo bû. Me jî digot qey ya Ereb Şemo ye. Mistefa (Aydogan) bi awayê berfireh û hûrgilî ev çîroka… wê pêvajoya û berhem çawa amade kiriye, di ku de hin sererastkirin, hinek tîpên ji ber rewşa çapxaneyê kêm hatibûn lêxistin, rastkirina wan bigiri heta yanî bi rast jî serê xwe pê re pir êşand.” Yanî bi vê hesasiyetê û kedê ji bo çap û weşanê amade kir. Ew keda çiqas bê pesinandin jî hêja ye.
Lê kak Lal Laleş çi kiriye? Berevajî van nirxandinên xwe, li dewsa ku ji xeynî serastkirinên teknîkî ku mecbûriyeta lêanînê heye, dest neda reseniya berhemê/an. Lê ji bo ku berê wê bide ‘ber bi kurdiya hemû kurdan’ berhem di bin moderatoriya wî de hatiye tefîlkirin.
Ez meraq dikim, heye ku weşanxaneya Lîsê mudaxeleyî berhemên Şener Ozmen ên devokî kiribe yan jî weşanxaneya Perî mudaxeleyeke wiha li berhehemên nivîskarên bakurî kiribe? Ez pê ne bawer im. Kurdên Kafkasyayê dengê xwe nikarin ji çemê Erezê virdetir ragihînin, gelekên wan jî mirine. Eger peyrewên mîrata wan destûreke wiha dabûne wan, mafê wan jî tune ye, ji ber ku berhem tenê ya nivîskarê wê ye; çi be ew e, resen e, kes nikare kêm û zêde bike. Hingê em ê bi tehm û çêja zimanekî xerîbê berhemên wan bixwînin weke Laleş gotiye. Çawa ku hinek mudaxeleyî reseniya peykerê Rafael an Mem û Zîna Ehmedê Xanî bikin. Bi salan e hê jî nîqaşa tenê peyvekê tê kirin ku ‘bi’ ye yan ‘bê’ ye ya di malikeke Mem û Zînê de.
Nivîskar fêkiyê wê çandê ye ku ew jî jê hatiye. Hema bêjin mebesta seranser nivîskarê kurdên wî aliyê çemê Erezê ango Kafkasyayê baş tê xuya ku kit bi kit dixwazin çanda heyî bi qeyda nivîsê, deng, belge hwd nemir bikin. Eger hûn mudaxeleyeke bi vî rengî bikin ew fekî êdî nabe ya wî baxçeyî, hebe tune be dibe fekiyekî ‘aşî’kirî. Yanî êdî Hewarî ne ya Heciyê Cindî ye, Şer Li Çiya jî ne ya Eliyê Evdirehman e, êdî xwediyê wan ên nû hene; Lîs û Perî, Kawa Nemir û Ehmed Onal.
A heyirî dihelê ev e; beyî ku vê şaşiyê rexne bikin ji kurdên Sovyetê Hêjarê Şamîl û Têmûrê Xelîl tevî vê kiryara şaş bûne.
Kurdên Sovyetê ango Kafkasyayê ji gencîneya kurdî re gelek berhemên weke zêr û zîv hiştine. Weşangerên kurdên Bakur divê bi feraseta ‘Kek’tiyê nêzî wan nebin, jixwe ne kekê wan in, divê reseniya wan biparêzin û wisa derbasî aliyê me bikin. Karê dikin ji bilî mijara van rexneyan karekî bêhempa û hêja ye. Lê divê tefîl û heram nekin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览758
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 32
刊物
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 24-03-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: 前苏联
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on26-11-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):25-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览758
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1121 KB 21-11-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!