ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,258
画像 106,239
書籍 19,186
関連ファイル 96,732
Video 1,348
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Cejna Yelda û Babanoela Kurdan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cejna Yelda û Babanoela Kurdan

Cejna Yelda û Babanoela Kurdan
=KTML_Bold=Cejna Yelda û Babanoela Kurdan=KTML_End=
Qendîl Şeyxbizînî

Cejn û Şeva Yeldayê ku di nav kurdan de wek ‘şeva jidayikbûna ronahî û mîtra, şevçile, şeva Mêhr’yê din hatiye derbêjkirin diyardeyeke xwemalê kudan e. Dirêjtirîn şeva salê ye û sersala felekî ya kurdan e…
MİJARAntonio Pignatelli di SpinazzolaCejn û Şeva YeldayêMagMaguMîtraMogsersala kurdîYelda
Di bîr û baweriya mîtrayî de çendîn paye û navnîşanên rêberî, olî û bîrmendî hene ku pêşengên pêşengên civakê bûne. Weku “Mog, Mag, Magu/o, Pîr, Baba” yd.
Em her yekê ji van dikarin bi hevokekê wiha pênase bikin:
Mog, Mag, Magu/o: Kesayetiya olî; zana û ravekarê olî.
Pîr: Kesayetiya feylesof, bîrmend û rêberê civakê.
Baba, Bawe: Di bîr û baweriyên kurdan de kesayetiya olî û civakî.
Ev kesayet di dîrokê de kurdan de, di jiyan û jiyara civakî de zêdetirî xwedî cihekî girîng û risteke mezin bûn, ku dîroka wan ji 5.000 salan zêdetir e. Payeyên mîtrayî dîsa di hersê dînên ‘yarsanî, zerdeştî û êzîdî’ de şênber bûne.
Bi taybetî di dînê yarsanî ê kurdî de kesayetiyên pir mezin hene ku di payeyên “Pîr û Baba”yê de ne. Wek ‘Baba Yadgar, Baba Tahîrê Hûryan(Hemedan), Baba Serheng’ yd.. Dîsa wek “Pîr Şalyar, Pîr E-Megrûn, Pîr Weyis’ yd..
OLYMPUS DIGITAL CAMERA
Heta niha jî bi piranî navên der û bajêrên Kurdsitanê bi Pîr û Babayê bi nav in. Wek ‘Bawexelan, Bawe, Bawenûr, Baban, Pîremegirûn, Pîrmam, Pîran, Pîrdawud, Pîrzîn, Pîranşehr’ yd. Lê di nav êzîdiyan de zêdetir peyvên ‘Baba’ û ‘Şêx’î tên bikaranîn, ku peyva ‘Şêx’î jî peyveke kurdî ye û ji navê xwedawendê Kasî an jî Kaşiyan ‘Şêxo yan jî Şîxo’yan tê. Ew jî hozekî Kurd-Zagrosî bûne û nêzîkî 5000 salan beriya niha li Zagrosê jiyan e. Wan di çarçoveya împratorî yan jî serweriyeke mezin 3600 sal berî îro, nêzîkî 400 salan serweriya xwe li Zagros, mezopotamiya jêrîn û rojhilatê Zagrosê heta Kaşan, Tehran, Mazenderan û derya Kaspînê meşand.
Li mezopotamiyayê jî ji bo demeke dirêj serweriya bajarê Bablî û Ekediyan di deste xwe de girtin. Peyva ‘Şêxo, Şîxo’yê ya ku kurdî ye piştre kete nava zimanê samiyan, bi taybetî jî nava erebiyê. Dîsa peyva ‘Şemal’ê ya ku navê xwedawenda çiya bûye di dema Kasî yan Kaşiyan de dikeve nava zimanê erebî û di nava erebî de li dewsa wateya ‘Bakur’ê bi kar anîn.
Weku tê zanîn ereb tu carî navê kesayetiyên dînî yên xwe nekirine ‘Şêx’î, tenê ji mezinên civakê re wê peyvê bi kar tînîn; lê kurdan ev peyv bi kar anîye. ‘Şêx’ di payeyên dînê êzîdî de weku ‘Şêx Adî, Baba Şêx’ yd. Hatiye bikaranîn. Helbet her ew rewşa baweriya kurdî ye ku piştî hatina dînê îslamê şêx û rêbazên wê lê bi rengekî îslamî careke din vedije û vediguhere terzê terîqet, şêx, dewrêş, mûrîd, rêşan û tekiyeyan. Herwiha navê gelek eşîr û deverên Kurdistanê bi navê ‘şêx’î sazmend in; weku ‘Şîxan û Şêxbizênî/Şêxbizînî” yd.
Têbînî: Her heman ‘Magu/o’yê mîtrayî û kurd di nivîsên yewnaniyan de wek ‘Magos/Magus’ê hatiye nivîsandin û ji ber nebûna dengê ‘G’ê di zimanê erebî de wek ‘Mecus’hatiye bilêvkirin. Ji kesên ne misliman re bi armanca reşkirinê ‘Mecusî’ hatiye gotin.
Mîtra, cejn û Şeva Yeldayê û baba
Cejn û Şeva Yeldayê ku di nav kurdan de wek ‘şeva jidayikbûna ronahî û mîtra, şevçile, şeva Mêhr’yê din hatiye derbêjkirin diyardeyeke xwemalê kudan e. Dirêjtirîn şeva salê ye û sersala felekî ya kurdan e…
Dînê mîtrayî, di nava demê de li aliyê rojhilat gihişt Hindistan, Çîn û Japonyayê, li bakur gihişt Yewnanîstan, Ewrope û Brîtaniyayê, li rojava û başûr gihişt Şam û welatê Misirê.
Dînê mîtrayî yê kurdî û Zagrosî gihiştibe kî derê, pîrozî û sirûtên xwe jî pê re birine. Li gor lêkolîner û tojeran ji sedî heftêyê dînê Îsa Mesîh ji dînê Mîtrayî hatiye wergirtin. Yek ji wan sirût û pîroziyan jî Cejn û Şeva Mêhr û Mîtra anku Yelda ye. Yek ji taybetmendiyên vê cejn û şevê jî, kesayetiya ‘Baba’yê ye. Wek kesayetiyeke civakî û mezin di Cejn û Şeva Yeldayê yan jî Mêhrayê de bi rihên spî û nûranî şîret, serhatî û şîrînî dide amadeyên/beşdarên wê şev û derê.
Li van welatên ku me behs kirî, Cejn û Şeva Yeldayê bi awayên cur bi cur tên pîrozkirin. Ji sedeya Sedsala yekemin a zayînê û sedsalên paşî mîtrayî li Ewrope û Împratoriya Romayê belva bûye û pê re jî Cejn û Şeva Yeldayê di payeyeke mezin de li wan deran hatiye pîrozkirin. Lê piştî derketina dînê Îsa Mesîh û belavbûna wî li Ewrope û Romê dînê Mîtrayî hatiye qedexekirin û bi taybetî jî di dema Bîzentiyan (Bîzansiyan) de bi fermîkirina dînê Îsayî rewş guherî. Der barê wê demê de gelek nakokî û gengeşeyên cuda hene. Lê rastî ew e ku wê demê hatiye gotin ku ji niha û şûnde ew kesê di şeva mêhrê de ji dayik bûye ne Mîtra ye, ne ronahiya rojê ye, ew ronahî Îsa Mesîh e.
Bi vî awayî heman Cejn û Şeva Mêhr û Ronahiyê yan jî Yeldayê, li gor salnemeya mîladî 21.12’ya her salê kirin cejn û şeva jidayikbûna Îsa Mesîh. Li gorî Încîla Lûqayê beşa 2 deqa 8ê, Îsa Mesîh havînê ji dayik bûye. Belge jî ew e ku şivan û gavan li ba keriyên xwe yên pez û garana xwe li der û deştan mane. Lê wek tê zanîn di 25’ê meha 12’an de tu şivan, gavan, keriyên pez û garan nikare li der û deştan bimîne, ji ber ku hingê pir sar û serma ye. Lê di sala 1691’ê de Papa Înasyûs ê 12’emîn (Antonio Pignatelli di Spinazzola) roja 1’ê çileyê anku 1ê januaryê kir destpêka sersala nû ya cîhana xirîstiyanan.
Di warê zimanî de peyva baba
Di zimanê sumerî de ‘Baba’ heman wî ‘Baba yan bab û Bav’ê îro jî di kurdî de tê bikaranîn û di hevokeke sumerî de ew navê durist şênber dibe ku di hevoka wê deqê/nivîsê de zarokek behsa bavê xwe dike û dibêje: ‘BABA/PAPA NUWE’ ku ev hevoka sumerî bi kurdiya îro tam dibe ‘Baba/Bavo nuvîstiye/nivîstiye’ anku “Bavo razaye/di xewê de ye/raketiye.’ Hem navê ‘Baba/Bab/Bav’ û hem jî lêkera ‘Nuvîn, Nuvîstin, Nivîsitin’ê di kurdî de ji aliyê wateyê û rêzimanî ve jî heman tişt in.
Heman nav û kesayetî di zimanê Ewropeyiyan de jî tê dîtin, ku bi awayê ‘Papa, Pape’yê tê binavkirin. Rêberê xiristiyaniyê jî ku îro li Vatîkanê ye, her bi heman navê ‘Papa-Pape’ye; anku bavê mezin û mezin, ku me li jor jî behs kiribû. Herwiha di dîn û baweriyên kurdan de ‘Baba’ payeyekî mezin dibine, gelek nirxdar e, bi taybetî di hersê dînên paşmayîyên mîtrayî anku ‘yarsanî, zerdeştî û êzzîdî”yan de.
Babanoel û koka wê ya mîtrayî
Dîsa ‘Baba’yê kurd ê di di Cejn û Şeva Mêhr û Yeldayê de, piştî ku xiristiyan wê şevê weke ya xwe didin nîşandayîn di heman şevê de û bi heman nav û kesayetiyê wek ‘Baba Noel’ derdikeve pêş.
Ew jî di Cejn û Şeva sersala ‘Îsa’yiyan Krîsmîsê de bi rist û peywira xwe bi kincekî sor ku sembola tavê û kumeke zirav û dirêjbûyî xwe nişan dide. Rengê sor ên kincan di rastiya xwe de rengê mîtrayî û ronahiyê ye. Di Şeva Yeldayê de em dibinin ku li ser sifreya ‘meyzed’ê mêweyên hinar û sêva sor tên bikaranîn. Di dînê yarsanî, zerdeştî û êzîdiyê de jî rengê sor remz (sembol) û pîrozwerî ye. Heta niha kumê sor di rewşa ‘Cemedanî”yê de di serê êzîdî û gelek kurdan de maye. Berê di nav kurdan de tarayê bûkanî sor bûn, kincên jinan sor bûn, kemera bûkanî sor bûn. Kumê serê Baba Noelî heman kumê mîtrayî ye.
Mîtrayî piştî ku xwe digihîne Yewnanîstan û Ewropeyê, ji ber ku pirxwedatî li wan deran hebû li wan deran peykerên mîtrayî jî li gor bîr û baweriyên xwe çêdikin. Em dibînin ku heman kum di serê peykerê Mîtra de ye, ku niha Babanoel dixe serê xwe.
Her wiha rişeyeke diyarî û bexşîn a mîtrayî heye û diyariya ku mezin didin zarokan wek nîşana dilovanî û bereketê tê dîtin.
‘Baba’yê kurdan di nava demê de li gelek deverên din ên cîhanê bi navên cuda xwe nişan didin. Wek Sant Santaklos an jî Babanoel di mîtolojî û efsanenasiyê de jî cih girtiye… Li Yewnanîstana kevn de bi navê ‘Nîkolas’, li Brîtanyayê bi navê ‘Baba Krîsmîs’, li Fransayê bi navê ‘Pêrî Noel’ û li Alman û Nemsayê bi navê ‘Krîs Kayin”, li Amerîkayê bi navê ‘Krîs Kîngel’ diyar bûne. Lê ew di rastiya xwe de bingeha ji ‘baba’yê kurdan digire…
Ligel hind êriş, dagirkirin û parçekirina Kurdistan û talankirina bîr, bawerî û çanda kurdan dîsa jî ev çanda kurdan li gelek gund û bajarên Kurdistanê hatiye pîrozkirin û heta îro hatiye.
Wek encam em li gorî dane, belge û nîşaneyên dîrokî yên zanistî divê bê diyarkirin û zanîn ku, ‘Babanoel’ê ku wek semboleke sersala xiristiyanan tê zanîn bingeha xwe ji felsefe, bîr, bawerî û çanda mîtrayî ya kurdan û Kurdistanî digire, wek ku sersal xiristiyanan bingeha xwe ji Cejn û Şeva Yelda ya kurdan digire. Hinek guhertinên ku di wan de hatine çêkirin nikare vê rastiya dîrokî veşêre…
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは332表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
リンクされたアイテム: 10
グループ: 記事
Publication date: 03-04-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 21-11-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 22-11-2023
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 21-11-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは332表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,258
画像 106,239
書籍 19,186
関連ファイル 96,732
Video 1,348
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.437 秒(秒) !