הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,446
תמונות 105,713
ספרים 19,160
קבצים הקשורים 96,458
Video 1,307
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Şoreşa Jîna Emînî ber bi ku ve diçe? -II
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jîna Emînî

Jîna Emînî
=KTML_Bold=Şoreşa #Jîna Emînî# ber bi ku ve diçe? -II=KTML_End=
#Kakşar Oremar#

Li rojhilatê Kurdistanê, serhildanên li dijî kuştina Jîna Emînî her ku diçe di merasîma 40 rojiya şehadeta wan de gel şehîdên serhildanê bi sirûd û helbestan bi bîr tînin. Bavê Firêydûn Ferecî bi van gotinan kurê xwe bi bîr anî: “Firêydûn bo tu her têdikoşim.”
MİJARbijîjkîranJîna Emînîkurdistanrojhilatserhildanşêx û mele
Li gor raporta herî dawiyê ya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka şoreşa gelên Îranê heya niha 458 kes hatine şehîdkirin ku 63 kes ji wan zarok in. Tê payîn ku heya niha zêdetirî 20 hezar kes jî hatine girtin. Ji van kesan 11 kesên bi îdamê hatine mehkumkirin ku hunermendên weke Saman Yasîn û Tumac Salihî ji Kurdistanê jî di nav wan de hene. Bi sed hezar kes şopînerên wan hene.
Ji 16’ê îlonê ve Kurdistan bêrawestan navend û keleha berxwedana li dijî dewletê ye û hê jî dînamîk a bihêz a kar û xebatên siyasî ji hemû Îranê re ye.
Roja çarşemê di 7’ê kanûnê de li Tehranê li ber Birca Azadiyê gel wiha diqêriya: “Ji min re nebêje fitneger, fitne tu yî sîtemger.” Ev peyameke rasterast ji dîktatorê Îranê Seyîd Elî Xaminêyî re ye, lê bêhn û rengê dirûşmên li Kurdistanê cuda û asta bilind a têgehiştina gelê kurd bêtir ji herêmên din yên Îranê radixe ber çavan.
Çekên şer bi kar tînin
Ji roja 5’ê kanûnê ve dîsa li her dera Îranê grev hene, êrîşên herî mezin li ser civaka kurd hebûne ku hê jî berdewamin. Şeva 7’ê kanûnê “sikansek tirajîk û tije hovîtî” ji terora dewleta Îranê li bajarokê Hesenawa yê nêzî Sine belavî nava torên civakî bû. Hêzên dewletê bi aşkera deriyên malên hemwelatiyan dişikînin û di hewşên malan de bi çekên şer guleyan bera wan didin. Humen Ebdulahî di hewşa mala xwe de hate birîndarkirin û piştre jî ji ber birînên giran û ji destdayîna xwîneke zêde canê xwe ji dest da. Hêzên serkûtger xwestin cenazê wî ji nexweşxaneya Kuser bidizin û li cihekî nediyar veşêrin. Dîktator li her derê ji laşê wan ê bêcan jî ditirsin. Dîmenên wiha tije tirs û wehşet êrîşên Neo-Nazîyan ên li dijî cihûyan bi bîra min de anîn.
Doktoran digirin
Rewş li bajarên Îlam, Bukan, Qorwê, Urmiye, Gengeçîn, Bane, Rewanser, Abdanan, Kirmaşan, Kamyaran, Seqiz û herêmên din ên rojhilatê Kurdistanê awarte û dîsa jî gel bi israr li ser şoreşa Jin-Jiyan-Azadî bi rêyên cûr bi cûr hêz û kîna xwe raberî rejîma totalîter a Îranê didin. Tevî êrîşên kuştinê sedan kes jî di van sê rojên derbasbûyî de li Kurdistanê hatine girtin. Her wiha kesên ku bi awayekî bêrawestan di çalakiyan de beşdar in, têne teqîbkirin û girtin. Dijwarî û pirsgirêkên mezin li ber rêxistinên mafê mirovan û ragehandkarên kurd û biyanî hene û ew jî têne girtin û kuştin. Bi ser hev de di sê rojên derbasbûyî de tevî hemû zext û zehmetiyên ku ji gel re derxistine, lê rojhilatê Kurdistanê hemû dikan û cihên xwe yê kar daxistin û li bajarên weke Qorwe bêtirs ketin nava kûçe û kolanên bajar. Girtina doktorên xwedî wijdan ku rastiyên nava nexweşxaneyan beyan dikin bi awayekî veşartî didome û li cihên ku kes nizane li kudere têne destserkirin. Dr. Îman Newayî yek ji wan kesane ku li nexweşxaneya Kuser a bajarê Sine hatiye girtin û kes nizane li kuderê ye. Mihemed Yusif Mihemedzade 16 salî ji Abdanan, Nesîm Merduxî ji Sine û Eşkan Nosretiyan (16 salî) hatine girtin û cihê girtina wan jî ne diyar e. Ciwanê kurd Sipêhr Ezemî ji bajarê Sehnê yê wilayeta Kirmaşan ku di çileya Hedîs Necefî de li Kerec hatibû birîndarkirin roja 7’ê kanûnê canê xwe ji dest da.
Hovitiyên hêzên dewletê li deverên din ên Îranê jî berdewam in. Li Tehran, Reşt, Isfehan, Kerec, Enzelî, Lahîcan û gelek bajarên din ên Îranê gef û tehdîd li ser jiyana gel berdewam in û pêre jî pompên benzîn û dikanên gel têne polompkirin. Her wiha ji vê zêdetir tenê li Sine 300 dikan-pasaj hatine polompkirin û hisabên bankê yê zêdetir ji 500 esnafên kurd hatine girtin. 40 kesên biyanî (turîst, aktîvîst û rojnamevan) hatine girtin ku piştre bazirganiyeke siyasî, dan û standinê bi wan bikin.
Merasimên xwedî peyam
Merasima 40’mîn a şehîdên 5’ê mijdarê li Mehabadê ku ji wana weke mînak Seyîd Kemal Ehmedpurî û Zaniyar Ebûbekirî bûn, gel bi strîna sirûda şehîd wiha qêriyan:
“Şehîd nûr e, şehîd qêrîna rizgariyê ye, şehîd ji hemû çiyayên cihanê bilindtir e, dijmin li hemberî xwîna wan tirsinok e, şehîd mamostayê hînbûnê ye.
Yê bi lehiya xwîna we erdê paqij bike
Werin em koka zaliman hilweşînin
Paşê li ser xirbeyên kapîtalîzm û paşverûtiyê
Çêbikin avahiya “Qesra Wekheviyê” ji hemû gelên cihanê re
Em ê ji bo hemû cîhanê sosyalîzmê ava bikin.”
Di encama rewşa heyî li rojhilatê Kurdistan û Îranê em dîsa bi vê rastiya zelal dihesin ku nebza şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” dîsa li Kurdistanê ye.
Helbesta bavê şehîdekî
Dîmenên herî watedar û xwedî peyamên dîrokî hingî belav dibin dema ku bav û dayikên şehîdan li ser gorên wan diaxivin û helbestên xwe dixwînin. Ev jî yanî hêza îradeya gel û xebatên dîrokî yên neteweyekê ku êdî li qadên goristanên Kurdistanê jî her carê li dereke Kurdistanê “kongreya neteweyî” tê lidarxistin û daxwaza “yekitiya neteweyî” ji hemû “partiyên siyasî li Kurdistana mezin” heye. Mînaka vê yekê: Berî mehekê hêzên Spahê Pasdaran li bajarê Bane ciwanê kurd Firêydûn Ferecî bi çekên şer şehîd kirin. Ew ji Seqiz bû û li aramistana Abcî ya ku Jîna Emînê lê ye, bavê Firêydûn bi helbesteke tije peyvên kêmbihîstî wiha qêriya:
“ Firêydûn giyan emro çiley mergite / Bawk û qewm û kes le ser qebirte
Be xwînî sorî rijawit qesem / Birawe cergim, sûtawe cestem
Dayîk û bira û xuşik bo tu egirîn / Şew û roj wênet le bawş degirin
Firêydûn hergiz nabî feramûş / Be giyant qesem bot bûme reşpûş
Berge reşekem le ber nakenim / Heta rojî xoy(êntiqam) qet pênakenim
Roley qareman, roley ciwanim rû / Şêre ciwanekem, Kurdistan im rû
Roley balaberz roley rûxsar ciwan im rû / Kurî xakperwer, Bukan im rû
Le dûway tu geran le şarî Bane / Tîrbantyan kird ew namerdane
Firêydûn bo tu her têdekoşim / Xwênêt be tewaw dunya nafiroşim
Ciwan birwanin lem Kurdistan e / Bêşey pirşoreş, nerey şêran e
Kûlman nedawe le tûl zeman e / Bûye pêman delên çawî Êrane
Îcaze nadeyin lem Kurdistan e / Şemşeme kore bika hêlane
Bûye pêman elên çiray Êrane / Ferydûn qaremane, şehîdî Kurdistan e”
Pêngavên girîng û destkeftiyên mezin
Li Îranê hemû wilayetên ku kurd têde hene ji 1978’an şûn ve bi siyasetên qirêj û şovenîstî re rû bi rû mane. Kurdistan weke bakurê welatê me hatiye mîlîtarîzekirin. Belavkirina madeyên bêhoşker bi rêya Êtlaata Îranê ji tiryak û eroyînê bigire heta şîşe û dehan madeyên din di nava ciwanên kurd projeyeke wan a esasî bûye. Bêkarî, hejarî, kuştina kolberan, xwekujî û girtîgehên tije girtiyên siyasî ew dîmenên kirêt in ku li rojhilatê Kurdistanê ber bi çav in.
Di sê mehên derbasbûyî de gel helwesta xwe li dijî siyaseta şaş a dewletê bi zelalî da diyarkirin. Ji ber wê jî di rewşa herî awarte de Îbrahîm Reîsî çû wilayetek ji 5 wilayetên Kurdistanê, lê gel wisa bi sarî pêşwazî li wî kirin ku di hemû Îranê de dengvedaneke mezin hebû.
Êdî li Kurdistanê “caşe rawe” an jî bezandina cehşikan, mela û şêxên xwefiroş tirseke mezin xistiye dilê alîgirên rejîmê. Dînamîsmek bi hêz û hemû alî di nava kurdan de ketiye liv-lebatê û daxwazên wan ên li dor doza netewî bala rayedarên Tehranê kişandiye ser xwe. Îradeya gel tirseke cuda ji ya salên berê xistiye nava dilê hêzên xwespar li Kurdistanê. Ew hêzên ku di 43 salên bihûrî de li Kurdistanê hemû cinayet li dijî doza gelekî 13-14 milyonî kirin ku weke xûlamûkan nanê caştiya xwe bixwin. Van rojan weke salên 1978-1984’an dewleta Îranê bi hemû hêza xwe li Kurdistanê hemama xwînê bi rêxistiye û tevkujî weke salên “cihada Xûmêynî” ya 18’ê Tebaxa 1978’an xwedî peyamên dîrokî ye. Ji ber ku piştî Belûcistanê herî zêde hejmara kuştiyan li Kurdistanê ye.
Sedemên çav û roniya Îranê!
Li Îranê sedemên ku îranî rojhilatê Kurdistanê weke çav û roniya Îranê bi nav dikin ev in:
“Civakek zindî û xwedî raman û rewşenbîriyek bilind.
Kurd li Kurdistanê xwedî rîşeyeke kevin a bajarvaniya Ariyan li Îranê ne.
Serhildanên siyasî bi merema Kurdistaneke serbixwe herî zêde li dijî dewletên navendî hebûne ku biqasî 500 salan hê jî berdewam in.
Perwerdeya siyasî li Kurdistanê ji ber parçeyên din ên dagîrkirî ji hêla Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê xwedî hinek taybetmendiyên cudatir e.
Potansiyel ji bo guherandinên radîkal-demokratîk li ber çavgirtina hebûn, kar û xebatên partiyên siyasî di civaka Kurdistanê de zêdetir diyar e.”
Helwesta şêx û meleyên kurd
Çînên civakê yên weke şêx û mele, karker û hunermend xwedî helwest in. Heta niha bi sedan meleyên mizgeftan beyanname nivîsîne û daxwazkirine ku rewşa awarte li Kurdistanê nemîne û dawî bi kuştin û girtina gel bînin. Vê yekê kiriye ku pêşwaziyeke baş ji hêla gel ve hebe. Ol û mezheb berevajî salên berê xwedî taybetmendiyeke berxwedanê li dijî siyasetên dewleta serdest bûye. Ev jî mîkanîzmeke baş diafrîne ji doza neteweyî û guherandina nêrînên gel di asta wan antîpropagandeyên dijî doza kurd di salên derbasbûyî de.
Kurd li çar aliyên welatê xwe yê dagîrkirî de netewek bêdewlet lê modern in. Bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê li dijî dîn û ayînên civakê bi tu şêweyî daxwazên hîstrîk û înkarê tune ne.
‘Ev der Kurdistan e’
Hinek ji şêx û meleyên me yên kurdperwer û xwedî wijdan di çar dîwarên mala xwe de Xwedêperestin, lê li derve “Niştiman û Kurdistan” xwe zêdetir diperestin û diparêzin. Şêx û meleyên ku ji “ax û doza gelê xwe” hez nekin ne însan û ne dindar in. Şêxekî kurd ji berpirsekî îranî re wiha gotibû: “Vira Kurdistan e, cih warê kesên ku beriya Xwedê ji axa welatê xwe hez dikin, hûn nikarin me li ser axa me ya dêrîn derxînin…”
Dewleta Îranê hemû hewlên xwe dan ku di nava eşîrên kurd Mengor û eşîrên herêma Urmiyê ber bixwe ve bikişîne û şerekî navxweyî li Mûkriyan û Urmiyê çêbike, lê ne tenê bi ser neketin belkî nikaribûn bi bombarana biryargeha partiyên rojhilatê Kurdistanê jî şerê xwe bikişînin derveyî sinorê Îranê yên siyasî.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 744
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
פריטים המקושרים: 21
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 13-12-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 20-11-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 27-11-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 26-11-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 744
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,446
תמונות 105,713
ספרים 19,160
קבצים הקשורים 96,458
Video 1,307
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.282 2!