ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,210
画像 106,556
書籍 19,262
関連ファイル 97,035
Video 1,384
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Peymana Lozanê û Kurd
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Lozanê û Kurd

Peymana Lozanê û Kurd
=KTML_Bold=Peymana Lozanê û Kurd=KTML_End=
#Kakşar Oremar#

Sazûmankar û rêveberên damezirandina Komara Tirkiyeyê, der barê “pirsgirêka kurd” de xwedî nêzîkbûnek zelal bûne. Hêza kurdan dîtine û zanîne ku “pirsgirêka kurd” ji serdema Osmaniyan hebûye.
Ew peyman di 24-07-1923’yan de weke kûdeta yan jî derbeyekê li dijî peymana Sevrê bû û bi taybetî sê biryarên 62, 63 û 64’an hatin îmzakirin. Sê xalên ku hinek maf û derfet ji kurdan re dabûn xuyanîkirin. Li pey wê peymanê naveroka niyet û daxwazên “kemalîst” û “tirkên ciwan” ên pişt perdê baştir derketin ber ronahiyê lê êdî kurd hinek dereng mabûn. Ew bi gotinên qelew û bêbingeh ên weke “em biran e û misliman in…” hatibûn xapandin. Gotinên ku piştî 100 salan Erdogan jî kirine benîştê devê xwe û daye ser şopa wan a tije xwîn û xapandkarî.
Bi derbasbûna 100 salan re tevî êş û hemû derdên bindestiyê dîsa jî doza kurd û Kurdistanê li ser piyan e. Li rex hemû tevkujî, asîmîlasyon, înkar, tarîb, enfal û nedîtina “pirsa kurd” lê destkeftên sed salên bihûrî jî li Kurdistana mezin kêm nînin. Bi bihîstina navên weke Qesrî-Şirîn, Sykes-Pîcot, Seidabad, Sevr, Lozan û peymanên din rûpelên dîroka Kurdistanê bêtir dikevin ber çavan. Welat çima û çawa bû du parçe û piştre kete rewşa xwe ya îro ku çar dewlet li ser axa Kurdistanê xwedî desthilatdarî ne. Mezin û rêberên kurd ên sedsalên derbasbûyî çi kirin û çima bi ser neketin? Îro partiyên ku cihê wan girtine û karê wan didomînin çiqas nêzî hevgirtin û serkeftinê ne?
Di roja îro de kurd li rojava û başûrê Kurdistanê xwedî du statûyên nîvserbixwe ne. Ev yeka û hinek sebebên din bûne sedema guherandina balansa hêza siyasî li Rojhilata Navîn. Şertên niha zêdetir rê didin ku êdî gelê kurd bikaribe qedera xwe bi destê xwe diyar bike. Di sedsalên bihûrî ji bo ku kurd bikarîbin derfetên wiha bi kar bînin, di warê rêxistinî û siyasî de tu amadekarî nekiribûn an em bibêjin li hemû aliyan derfet weke hev nebûn.
Simkoyê Şikak
Li rojhilatê Kurdistanê, Simkoyê Şikak û Qedemxêr li dijî Qecerî û Pehlewî rabûn serhildanê lê nikaribûn hevkariya hev bikin. Li başûrê Kurdistanê Şêx Mehmûdê Berzencî û Şêx Ehmedê Barzanî li dijî siyaseta Îngilîzan dest bi şer û xebatê kirin lê wan jî nikaribû hevgirtinekê bi hev re çêbikin. Li bakurê Kurdistanê jî Şêx Seîdê Pîran û kesên weke Şêx Ebdulqadirê Gîlanî, Dr. Fuad û bi dehan siyasetmedarên din ên kurd zû pêhesiyan ku kemalîst ji hakimên Osmanî xerabtir li dijî hebûna kurd û Kurdistanê tevger bikin, lê di navbera wan bixwe de jî nakokî pir hebûn. Di sala 1927’an Xweybûn ava bû û nûnerên piraniya civaka kurd têde beşdar bûn, hêvî mezin bûn ku êdî serhildaneke seranserî hemû erdnigariya Kurdistanê bigire ber xwe. Mixabin hingî jî tevî ku armanca wan yek bû jî haya wan lîderê naskirî ji hev tune bû. Ji ber vê yekê jî bendewariya vê pirsê ka çima Simko, Şêx Mehmûd, Şêx Seîd, Şêx Ehmed û yên mayîn tifaqek li dijî parçekirina axa Kurdistanê bi hev re îmza nekirin, nayê kirin.
Hinek ji wan lîderan bi taybetî Simkoyê Şikak û birêveberên Xweybûnê berfirehtir ji sinorên herêmekê û dûrbîntir bûn. Bi rêbazên dîplomatîk li ber rêyekê digeriyan ku îngilîz û welatên din razî bikin ku kurd jî xwedî heman mafan e ku tirk, ereb û îranî dixwazin, lê di rêya tije tevlîhevî de jî kurd hevgirtî nebûn. Serokên li herêmên Kurdistanê serkêşiya têkoşîna gelê xwe bi şerê çekdarî û metodên tradîsyonel dikirin. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê heya sala 1918’an têkoşîna kurdên rewşenbîr û giregirên malbatên mezin û navdar zêde haydarî rewşa kurdên Kurdistanê nebûye. Rewşenbîrên kurd ên li metrepolên Tirkiyeyê karê rêxistinî, civakî û çapemeniyê dikirin lê bandora wan zêde li ser civakê nedihate dîtin. Yên ku xwedî bandor bûn kar û kiryarên şêx, beg û axayên herêmê bû. Karê rewşenbîran li ser hestên neteweyî û pêşkeftina çand û ziman bi bandor bû lê ne biqasî fetwaya şêxekî ku bi rêya dîn û mezheb ji hêla dijmin ve bê xapandin. Rêxistina neteweyî ya bi navê “Kurt Tealî Cemiyetî-KTC” gelek rewşenbîr li dora xwe kom kiribûn û dûr ji axa Kurdistanê pêşengiya tevgera neteweyî jî dikirin, lê belê li Kurdistanê xebateke wan a berbiçav tunebû. Heta peywendiyên wan û serokên hêzên herêmî jî kêm bûn.
Li wî aliyê din ê Kurdistanê ango Rojhilat ew têkelî bihêztir bûn. Simkoyê Şikak dikarîbû bi çêkirina konfederasyona eşîretên kurd zêdetirî nîva axa Kurdistanê azad bike. Rewşenbîrên weke Cemaledîn Hekarî, Sêyfulqozat, Mihemed Turcanîzade, Seyîd Teha Gîlanîzade, Ebdulrezaq Bedirxan û Ehmed Turcanîzade li dora xwe kom kiribûn û di warê perwerde, siyasî û rewşenbîrî da pêngavên mezin hatin avêtin. Komeleya gihandiniyê yekemîn xwendingeha modern a li bajarê Xoy, belavkirina kovar û yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê KURD û heta sûdgirtina ji teknîka peywendiyan wî karî bi rêya telefonê agahdarî rewşa îdarekirina bajar û saziyên herêmên di bin desthilatdariya xwe de be. Lê wî jî bi tena serê xwe nikaribû zilhêzên cihanê yên weke îngilîzan razî bike ku mafê kurdan jî heye ku li ser axa pêşiyên xwe bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Simkoyê Şikak weke kesekî şehreza di karê siyaset û helwesta rûs, îngilîz û fransiyan de dizanibû li herêmê bûyer li pey hev tên û diqewimin lê aliyên kurd xwedî siyaseteke hevgirtî nînin. Ji bona wê jî bi nivîsandina nameyan ji hakimên îranî re bi wan dida fêmkirin ku “Ger kurd jî nebin xwedî dewleteke serbixwe, hingî hezar can mirin ji me re baştire…” Piştre dema li hemberî hêza artêşa Îranê dişikê diçe bakurê Kurdistanê û dema daxwazên wan ên siyasî napejirîne xwe digihîne başûrê Kurdistanê. Li Behrkê (nêzî Hewlêr) bi nûnerên îngilîzan re hevdîtinê dike lê daxwazên wî yên ji bo serxwebûnê bêbersiv dimînin. Berê xwe dide Silêmaniyê û beriya çûyînê bi nameyekê Şêx Mehmûd Berzencî agahdar dike ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û xapandinên tirkan pêwîstiya wan bi siyaseta bi îngilîzan re heye. Ew hevdîtina dîrokî jî ser nagire û Simko ji Silêmaniyê derdikeve.
Li pey mandîbûneke bêdawî di 21-07-1930’an de Simko dema hevdîtinên bi rayedarên îranî re li bajarê Şino hate terorkirin. Salên dirêj piştre murîdekî doza Simkoyê Şikak di 13’ê tîrmeha sala 1989’an de li bajarê Wien tê terorkirin. Dr. Qasimlo jî li ser masa hevdîtinên çareseriyê hate şehîdkirin.
Beriya Peymana Lozanê
Mustafa Kemal beriya peymana Lozanê bi gera xwe ya li Kurdistanê hinek soza dide kurdan û daxwazên wan dipejirand, lê piştî serkeftina şerê bi yewnanan re hemû hevdîtinên bi mezinên kurdan re yên li Sêwas û Erziromê weke “sûdgirtina ji demê” li dijî kurdan bi kar anî. Mustafa Kemal beriya îmzakirina Peymana Lozanê di kongreyên Sêwas û Erziromê de gelek soz û biryarên girîng bi giregir, şêx û axayên kurdan re parve kiribûn.
Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê de di 16’ê çileya 1923’yan de Mustafa Kemal di hevpeyvîneka xwe ya bi rojnamegeran re vê daxuyaniyê dide: “Pirsgirêka kurd wê qet nebe asteng li hemberî berjewendiyên me tirkan. Ji ber ku weke hûn jî pê dizanin kurd bi awayekî wisa bi cîh bûne ku ew li hin herêman piranî ne, lê ger em bixwazin pirhejmariya wan li wan dever û herêman kêm bikin û tixûbekî bikeve navbera me û wan, wê demê em doza tirkîtiyê û dewleta Tirkiyeyê mehf bikin. Wê demê divê em tixûbekî di navbera xwe û wan de bikişînin heya digihîje Erzirom, Erzincan, Sêwas û Xarpêtê. Heta divê em eşîret-êlên kurd ên li çolên Konyayê jî li ber çav bigirin. Ji ber van egeran, li şûna fikrekî kurdîtî jixwe li gorî zagona me ya bingehîn, hinek mafên xwebirêveberî yan jî otonomiyê yên herêmî wê bên sazkirin. Wê demê gelê kîjan herêm, dever an jî bajarî kurd bin, ew ê xwe bi xweseriyê bi rê ve bibin. Ji bilî vê dema qala gelê Tirkiyeyê bê kirin divê kurd jî di nav de bêne hesibandin ango hemwelatiyên Tikiyeyê bêne dîtin û hesibandin. Gava ev yek neyê kirin divê em li bendê bin ku kurd wê pirsgirêkan derbixin. Niha Meclisa Neteweya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) ji nûnerên tirkan û kurdan pêk tê û van her du gelan tevahiya hatin û paşeroja xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî me û yên wan wê hevpar be. Ne di cih de ye ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike û em ji hev bêne veqetandin…”(1)
Xala girîng li vira ew e ku ew belge ji bo çi meramê dibe bila bibe, lê gelek rastî têde hene û dide nîşandan ku sazûmankar û rêveberên dewleta Tirkiyeyê yên destpêka salên damezirandina Komara Tirkiyeyê, der barê “pirsgirêka kurd” de xwedî nêzîkbûnek zelal bûne. Hêza kurdan dîtine û zanîne ku “pirsgirêka kurd” ji serdema Osmaniyan hebûye û wê kurd nehêlin ew jî wiha rihet li ser serê wan xwedî desthilatdariyê bin. Bi serhev de mirov dikare ji axaftina Mustafa Kemal van rastiyan derxîne:
Divê tu tixûb di navbera axa Kurdistan û Tirkiyeyê de neyên kişandin.
Kurd li bajaren ku tê de bi piranî ne wê bi awayekî otonomî xwe bi rê ve bibin.
Dema ku qala gelê Tirkiyeyê bê kirin divê ku kurd jî têde bên bicihkirin.
Wê TBMM ji nûner û rêvebirên kurd û tirkan pêk bê.
Van her du gelan di dirêjahiya dîrokê de berjewendî û paşeroja xwe kirine yek.
Dema ku kurd weke netewe di nav gelên Tirkiyeyê de neyên dîtin an jî hesibandin dibe ku nerazibûnên kurdan herdem rû bidin.
Rewşa îro û piştî 100 salan
Mixabin rewşa îro ya têkelî û hevgirtina hêz û partiyên Kurdistana mezin dîsa jî ne di wê astê de ye ku bikaribin bigihîjin daxwazên xwe yên serxwebûn û azadiya axa xwe. Ji pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya di sala 1999’an de ve pêngavên mezin hatine hilanîn ku raya giştî ya cihanê û zilhêzên ku bi îmzakirina Peymana Lozanê qedereke reş kirine para hemû kurdan, bêtir bi pirsgirêka kurd bihesînin, lê ew hewldan ji hêla hinek aliyan ve hatine paşguhkirin. Raya giştî ya cihanê êdî kurd û pirsa wan dinasin lê dîsa jî bendewarî ji partiyên siyasî ew e ku hevgirtina xwe berfirehtir bikin. Ji bo vê yekê îmkanên mezin di destê aliyên kurd de hene. Hêvî ew e ku di sedsala 21’an de careke din tevkujî û înkarkirin nebine para kurdan. Ev yek jî wê tenê bi yekitiya partiyên siyasî misoger bibe, çimkî êdî kurdan bi kar û kiryarên xwe çi sinor di navbera çar aliyên axa xwe de nehiştine.
(1). Ev gotin di belgenameya hejmara 1089’an de hatine tomarkirin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは651表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
リンクされたアイテム: 18
グループ: 記事
Publication date: 24-07-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 20-11-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 21-11-2023
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 20-11-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは651表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,210
画像 106,556
書籍 19,262
関連ファイル 97,035
Video 1,384
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.563 秒(秒) !