图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,512
图片 106,131
书籍 19,170
相关文件 96,512
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Sînemaya kurdî xwedî pêşegtî ye
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sînemaya kurdî xwedî pêşegtî ye

Sînemaya kurdî xwedî pêşegtî ye
=KTML_Bold=Sînemaya kurdî xwedî pêşegtî ye=KTML_End=
Bêrîvan Kayi

Di navbera salên 2008-2012’an de di nav ciwanên kurd ên li zanîngehan de demekê navê gelek kesan “Mahmût” bû. Di filmê “Bahoz” de ji bo ku ciwan ji aliyê
polîsan ve deşîfre nebin navê xwe dikirin Mahmût. Em dikarin bêjin ku filmên Kazim Oz, êdî di sînemaya kurdî de xwedî cihekî mutewazî bûn. Ew ji sala 1992’yan ve, di sînemaya kurdî de cihê xwe digire. Bi fîlmê “Bahoz” re jî her diçe di dilê gelek fîlmhezên kurd de cihê çêdike. Derketina Cemal a ji Dêrsimê (li ser keştiyê cenazeyek heye) û piştî zanîngehê biryara wî ya ‘tevlîbûnê’ (li ser eynî keştiyê dawetek heye) aliyê Oz ê vegotina rastiya civaka kurd nîşan dide. Ew di fîlmên xwe de bi gelemperî rewş û helwesta gelê kurd vedibêje.
Di fîlmên Kazim Oz de bi giştî em rastî amûrên mêtingehiyê tên (sembolên wek leşker, al, wêne, peyker). Gelo sedema vê yekê çi ye?
Wekî hûn dizanin, di jiyana me kurdan de amûrên bi vî rengî gelek bi bandor in. Ev sembol gelek tiştan tînin bîra mirovan. Ew bandorê li me dike û koletî, azadî, dîrok û çanda me tîne bîra me. Bîra me bi travmayên bi vî rengî û bi amûrên wiha tijî bûye.
Di fîlmê te yê dawî (Zer) de tu berê temaşevanan ji New Yorkê didî Afyon û Dersimê. Di belgefîlma ‘Hebû, Tunebû’ de jî tu berê temaşevan ji Êlihê didî Enqereyê. Jixwe di fîlma ‘Fotograf’ de jî em dikarin bêjin çîrok di rê de derbas dibe. Di fîlmên te de rê û rêwîtî pir hene, çima?
Rast e di fîlmên min de rê û rêwîtî pir cih digirin. Sebeba yekemîn jiyana min e. Ji ber ku ez her tim di rê de me. Heta ez dikarim bêjim ez her tim rêwî me. Ji ber ku ez ji rê hez dikim, rê bi xwe şoreşger e. Em çiqas tevbigerin evqas baş e. Tabî maneya vê rêwitiyê ne tenê fîzîkî ye. Rêwîtiya di ruhê mirov de, pir lazim e. Rêwitiya di hestên me de jî pir girîng e. Di nav temaya rêwitiyê de metaforek guhertinê heye. Guherînerî jî nêzîkî hunerê ye.
Di belgefîlma xwe ‘Hebû Tunebû’ de tu bixwe jî di nav mijarê de rol digirî. (Em carinan dibînin tu bi Dîlber, Saîm û hema bêje bi tevan re diaxivî) Kazim Oz çima terzek bi vî rengî tercîh dike?
Erê dema ku ez belgefîlmekê dikişînim bi awayekî ez jî tevlê dibim. Qet nebe siya min tê de ye. Ji ber ku li gorî min çêkirina belgefîlmekê rêwîtiyeke şexsî ye. Çêkirina hunerê bi giştî jî wisa ye. Çêkirina fîlman; parvekirina tiştên min di rê de dîtî, tiştên min hîs kirî, tiştên ez der barê wan de fikirîme. Li gorî min hebûna min a di nav belgefîlmê de tiştekî asayî ye û veşartina afirînêr ne hewce ye.
Di fîlmên te de tim û tim berê te li Dêrsimê ye. Carnan çîrok li Dêrsimê dest pê dike, diçe Stenbol, Newyork û hinek deverên din û li Dêrsimê bi dawî dibe. Aliyên erênî û neyînî yên evqas kirpandina cihekî çi ye gelo? Her wiha bi vî awayî sînemaya te herêmî namîne?
Ya rast ez tev li vê nêrînê nabim, ji ber axa ku mirov lê hatiye dinyayê, cihên ku zarokatî lê derbas bûyî, di jiyana mirov de, di ruhê mirov de cihekî pir mezin digire. Afirandina hunerî gelek girêdayî vê mijarê ye. Hemû jiyana mirov a zarokatiyê ji her alî ve, bandoreke mezin li jiyana mirov dike.
Freud belesebep nabêje, heta şeş saliyê di şexsê mirov de hema hema her tişt rûdinê.
Despêka min a sînemayê bi rastî gelek sal piştî çûyîna min a Dêrsimê tê. Nizanim çima lê li Dêrsimê ez ji dinyayê baştir fêm dikim. Ez wisa hîs dikim ku çavê min ê sînemayê li vir e. Ev rastî ne herêmî ye. Di hunerê de herêmî û giştî ne li dijî hevdû ne. Car caran tu çiqas herêmî lê binêrî ewqas giştî dibe. Car caran jî tu çiqas giştî binêrî tu ewqas qîmeta tiştên herêmî keşf dikî.
Sînemaya polîtîk tim rastî sansûrê tê. Gelek caran fîlmên te jî rastî qedexe û astengiyan tên, di pêvajoya kişandina fîlman de, ev çiqasî bandorê li ser te û berhemên te dike?
Li dewletên weke Tirkiyeyê huner her tim rastî astengiyan tê. Fîlmên min hemû rastî gelek astengiyan hatin. Dema çêkirinê, dema belavkirinê, dema lêkolînê her tim min astengî dîtin. Lê xwezaya vî karî wisa ye. Ji ber wê yekê ku astengî tune bin wê demê di xebatên min de tiştek şaş heye. Lê bêguman bandorên wê yê neyênî hene; wekî mînak ew astengî dikin ku karê me dereng bimîne. Dema ku em nikaribin xwe bigihînin gel ew yek dibe sedem ku têkiliya min û berhemên min bi bîneran re sist bibe.
Sînemaya kurdî bi giştî li ser trajediyan ava bûye û ev berdewam e. Gelo ev yek bandorek erênî an neyînî li sînemayê dike?
Li gorî min ev nêzîkatiyeke ne di cih de ye û şaş e. Divê sînamaya kurdî ne tenê trajediyê ji xwe re bike mijar. Her mijar ji bo sînema û hunera me potansiyel e. Kêmasiya hunera me ya yekemîn belkî jî ev e. Rast e jiyaneke me ya trajîk heye. Lê jiyan didome. Di nav jiyanê de jî her tişt heye. Mesela, gelek çiqas tiştên trajîk bijî jî li beramberî van trajediyan ewqas komediyê jî dijî. Mesela, ez dikarim bêjim, kurd ji almanan komîktir in. Heta ez dikarim bêjim ku kurd ji wan zêdetir dikenin.
Gelo sînema dikare psîkolojiya mêtingeriyê bê bandor bike û kesên bindest ji wê psikolojiyê xelas bike?
Di vê mijarê de bandora sînemayê gelekî bi hêz e. Belkî ew nikaribe bi serê xwe an jî rasterast bindestiyê ji holê rabike. Lê bandora wê di şerê xweparastinê de, di hişyarbûnê de, di avakirana hişmendiyeke nû de dikare roleke gelek girîng bilîze. Sînema di tariyê de dikare bibe fener.
Di senaryoyên te de karekterên jin ên sereke, bi taybetî yên li gund dijîn (wekî Zer, Fotograf, Bahoz) bêhtir di nav bêdengiyê de ne. Heta carinan mirov qet navê wan karekteran jî nabîhize. Sedema vê yekê çi ye?
Bi rastî jî ez tev li vê yekê dibim, ji ber karekterên jin di nav sînemaya kurdî de gelekî kêm in û ez jî wê yekê wekî kêmasiyeke mezin dibînim.
Belkî ji ber ku ez mêr im loma ketime wê kêmasiyê! Ez vê yekê weke rexne li ser xwe qebûl dikim. Bi hêvî me ku ez ê bikaribim wê kêmasiya xwe derbas bikim û fîlma ku ez niha li ser dixebitim, bi temamî li ser jinekê ye. Ez hêvî dikim piştî vê fîlmê nîqaşeke baş di vê der barê de dê were kirin. Di sînemaya kurdî de karakterên jin bi rastî jî gelekî kêm in. Ev jî kêmasiyek mezin e.
Tevî hemû êrîşan li rojavayê Kurdistanê em dikarin bêjin ku sînemayeke serbixwe êdî ava bûye.Tu sînemaya Rojava çawa dinirxînî?
Li gorî ku ez dibînim, li rojavayê Kurdistanê di warê çand û hunerê de kedek pîroz tê dayîn. Di encama vê kedê de, hinek berhemên hêja jî derdikevin holê. Lê bi giştî em nikarin der barê wê kedê û wan xebatên sînemayê de bêjin sînemayek cuda, an jî sînemayek serbixwe derketiye holê. Hin tişt hene û bi xwe re tiştekî dilivînin lê hîna jî di vî warî de bi liv û tevger nebûye.
Li gorî te sînemaya kurdî bi gelemperî di çi astê de ye?
Li gorî min sînemaya kurdî xwediyê pêşerojek bihêz e. Di vê derbarê de, mirov dikare bêje ku ew niha li dinyayê hêdî hêdî dibe xwedî cihekî girîng.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览537
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 20-11-2023
挂钩项目: 26
小组: 文章
Publication date: 20-07-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 方案
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on22-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览537
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,512
图片 106,131
书籍 19,170
相关文件 96,512
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!