הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,238
תמונות 106,490
ספרים 19,254
קבצים הקשורים 96,945
Video 1,380
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Derfetên zimên û vegotina wêjeyî
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan
=KTML_Bold=Derfetên zimên û vegotina wêjeyî=KTML_End=
#Îbrahîm Seydo Aydogan#

Ziman wêneyê hişê mirov nîşan dide. Mirov dunyayê li cem xwe çawa bisewirîne, tiştan û alav û bûyer û kesan çawa binirxîne, şopa vê şiyana wî ya dîtin û nirxandin an têgihîştina tiştan jî xwe di zimanê wî re dide der.
Zimanê axavtinê û yê nivîsê, bivê nevê, ji hevdu cuda ne. Zimanên ku di nivîsê de gelekî hatine bikaranîn derfetên xwe baş kişf û peyda kirine û alîkariya derbirîna kompleksiya wêneyên nava hişî nîşan dane. Weke ku Voltaire di Ferhenga Felsefeyê de digot, her ziman li gorî pêdiviyên axêverên xwe bi pêş ve ketiye. Herçî nivîs e, pêdiviyeke vegotin û ravekirin û derbirînê bû.
Avakirina nivîsê bi kûrahiya ramanî ve têkildar e, lê belê jê bêtir, bi zîrekî û kamiliya zimanî ve ava dibe. Hişê nivîskariyê çi qasî bipêşketî be, ew ê di bikaranîna derfetên zimên de jî ew qasî zîrek be. Lewra xurtbûna nivîskêr xwe di zimanî wî re dide der. Hingê, her nivîskar çalakiya zimanî di ber bikaranîn û kişfkirin û xurtkirina zimanî re pêk tîne. Helbest çendî hakimiyeta zimanî digel wezn û kafîye û rîtmê ve bide jî, pexşan di vî warî de baştirîn alava nîşandayina derfetên zimanekî ye.
Ev hişmendiya pexşanê ku nemaze di berhema Marcel Proustî de xwe bi hevokên kompleks ve nîşan dide, dikare di berhemeke din de jî bi awayekî din derkeve holê. Derbirîna sûretê nava hoişî, teva sadaqata bi wî sûretî re, ne guncaw e ; ji ber wê ye ku fîlozofên mîna Cratyle bi biryareke radîkal ve gihîştibûn wê baweriyê ku ziman xiyanetê bi ramanê û bi hişî ve dike û hingê bêkêr e. Digel vê jî, ji zimanî xurtir alava derbirîna hişî jî mixabin nîne.
Ji wêneyên ser dîwarên şikeftan ve peydakirin û xebitandina derfetên zimanî îroj bi huner û nivîsê ve gihîştiye radeyeke bilind. Fikir ziman bi xwe ye û ziman fikir e. Şêwaza wêjeyî hêza vegotinê nîşan dide, lê zimanê nivîsê herweha wê derfetê dide ku bi qodên hevpar ve ew sûretê hiş û ramanê jî bigihîje muxattabên xwe. Herçî pexşan e, çaktirîn derfeta zimanî ye ku heta sedsala 18’an jî di wêjeyê de weke çareyeke qels dihat nirxandin, lê bi dû re qiymetê wê hate fahmkirin. Di rewşa zimanên mîna kurdî de ku helbesteke wî ya klasîk ya xurt hebû, pexşan bû alava ku wî xwe pê li qada zimanan rakişand. Lewre pexşan, hemû derfetên zimanekî yên kêmbikarhatî derdixe holê û wan çalak dike. Ji ber wê ye ku divê mirov tucarî nebêje « bipêşxistina zimên ». Mirov nikare zimanekî bi pêş ve bixe, lê belê mirov dikare derfetên wî yên ku di ragihandin û ravekirinê de pêwîst in kişf bike û bi xelkê jî bide naskirin.
Li gora Proustî, zîrekiya nivîskarekî di hevokên wî de ye û pisporên wî yên mîna Leo Spitzer, di Études de Style de, li ser pirsgirêka hevokên wî yên dirêj, dibêjin ku ji ber wê ye ku Proust hewil daye ku gelek agahiyan di nava hevokekê de û bi carekê ve bide ; lewre, li gorî wî, di jiyanê de tişt bi hev re di nava peywendiyeke kompleks de ne û hiş wan teva vê peywendiya wan dinirxîne û hingê bi dû re diteyisîne ser zimên û ji zimên jî ser nivîsê.
Ligel gelek nûbûnên din ku bi pexşanê re hatine zimên, di vegotina romanesk û wêjeyî de bikaranîna hevokên kompleks ku weke haveynê zimanê kemilî tê pejirandin, ji bo nuha radeya herî bilind e ku ziman dikare xwe bigihînê, lewre awayên hişî yên tevgerê û dîtina wî ya global û dawerivandina tiştan ya ji aliyê hişî ve, heger ziman bi rastî jî alava derbirîna wêneyên nava hişî ye, bi tenê bi bikaranîna zimanekî weha ve guncaw e. Heger hiş mirovekî şoqereş teva hevalê wî yê bêvildirêj û hevala wî ya guhbel û pismamê wî yê kose û dotmama wî ya devçarox dibîne û wî weha li cem xwe nas dike, hingê ziman jî divê vê peywendiya wî ya bi tiştan û kesan re weke xwe û di nava vê peywendiya pirhêl de bide. Di zimanê nivîsê de jî ev peywendiya jiyanê bi rêya hevokên kompleks û gîhanekan ve tê sazkirin ku di zimanê kurdî de awayên wan yên hêsan di jiyana rojane de gelekî tên bikaranîn. Karê nivîsê îroj ew e ku awayên veşartî derxe holê û sînorên zimanê me bicerribîne.
Di roja îroj de, ji nava derfetên pexşanê, ya ku ji zimanê me kêm maye jî ew e ku ev taybetmendiya pexşanê baş nehatiye xebitandin. Elbet, ev yek ji bandora zimanê devkî tê. Lewre zimanê devkî, heta ku jê tê, ramanan rasterast û beyî tevliheviyê rave dike. Lê belê, hevokên kompleks, beyî ku bibe armanc, dikarin rêyê li ber qutbûyina vegotinên wêjeyî bigirin ku em di gelek berhemên kurdî de dibînin. Erê, mebest zimanê nivîskî ye, lê ev awa dikare zimanê devkî jî biguherîne. Ji bo têgihîştinê, çêtir e ku mirov mînakekê bide ku me berê jî gelekî bi kar aniye.
« Hecî Zorav dixwest, xwe ji Zibeyr xilas bikira. Wî ev kar û bar jî dabû Hesenê Meysê. Roj tune bû ku Hesen bela xwe li Zibeyr neda. Lê Zibeyr nediket dafikên Hacî Zorav. Haya Zibeyrê Ehmê ji bayê dinê hebû. »
Qutkirina ramanê, dubarekirina navan û hewla vegotina ku li xwe dilukume bi awayekî zelal di vê mînakê re xuya dibe. Mînakên weha di berhemên kurdî de mixabin gelek in û heger bi zimanekî din bûya, xelkê dê bawer nekiraya ku nivîskarekî xurt ev hevok nivîsandine.
Ka em agahiyên ku nivîskar bi van hevokan vedibêje, deynin ber xwe.
Hecî Zorav dixwaze xwe ji Zibêr xilas bike.
Ji bo vî karî, peywirê dide Hesenê Meysê.
Hesenê Meysê bela xwe tim di Zibêr de dide.
Lê Zibêr nakeve dafikên wan.
Hayê Zibêr ji bayê dinyayê heye.
Di vê mînakê de, pênc agahî hene ku nivîskêr, beyî ku ji derfetên ziman û nivîsandinê destkewtî bibe, her yek bi hevokekê rave kiriye. Ger em bixwazin ji bo heman agahiyan awayekî vegotinê yê din bi kar bînin, nivîskarî dê bi temamî biguhere :
« Hecî Zoravê ku dixwast xwe ji Zibêr xelas bikiraya, ji bo vî karî Hesenê Meysê peywirdar kiribû. Digel ku roj tune bû ku Hesenê Meysê bela xwe di Zibêr de nedida jî, Zibêrê ku hayê wî ji bayê dinyayê hebû, tucarî nediket dafikên wan. »
Mirov dikare bi gihaneka « û »yê, vê mînakê bi hevokekê jî vebêje. Bi guhertina me re, hemû agahiyên ku têkildarî hev in, beyî ku ji hevdu qut bibin, ji bo ku hêrka zimên û ya vegotinê xera nebe, li dû hev in. Lewre, heger Zibeyrê Ehmê zilamekî zîrek e û hayê wî ji dunyayê heye û vebêjer jî Zibeyrê Ehmê teva van taybetmendiyên wî dadiwerivîne, hingê gava ku mirov navê wî bibêje û behsa bûyera wî bike, mirov nikare van agahiyan ji bîr bike. Heger nivîskar ji bîr bike jî, hiş ji bîr nake. Heger bi rastî jî peywendiyek di navbera zimên û hişî de hebe, hingî divê em tiştan û kesan û bûyeran weke ku di hişî de hene rave bikin. Ziman gava ku kete nava tevliheviyên tevgerên hişî, hingê dikare hemû derfetên xwe yên mirî çalaktir bike.
Erê, kurmancî xezîneyek e, kesê ku daketiye binê bîrê, heta nuha destvala venegeriyaye. Lê dîsa jî derfetên zimanê me yê vegotinê hê baş nayên bikaranîn.
Ma gelo divê mirov vê kêmaniyê bixe stuyê kurmanciyê an nivîskariyê ?
Mahmut Baksî.- Gundikê Dono.- Stockholm : Orfeus, 1988.- 107 r..- (r. 27). (Yek ji wan romanên ku nivîskarê vê nivîsê jê hez dike ev romana Mahmûd Baksî ye, ji ber wê, gava ku ew ji bo ravekirina hin têgehan nimûneyên vê romanê bi kar tîne, divê mirov nebêje qey ew romanê rexne dike. Di vê nivîsê de bi tenê behsa zimên dibe.)
Çavkanî: xwebun1.org
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 834
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://candname.com/ - 19-11-2023
פריטים המקושרים: 54
ביוגרפיה
הספרייה
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 30-03-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
ספר: לשוני
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 19-11-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 25-11-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 25-11-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 834
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,238
תמונות 106,490
ספרים 19,254
קבצים הקשורים 96,945
Video 1,380
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.594 2!