ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,690
画像 106,195
書籍 19,172
関連ファイル 96,658
Video 1,331
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Rastî û tastnivîsa hejmaran
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zana Farqînî

Zana Farqînî
Rastî û tastnivîsa hejmaran
#Zana Farqînî#

Di zimanê me yê devkî de, li gorî devoka herêman mirov rastî çend cureyên bilêvkirina hejmaran tê. Ev yek bandora xwe li zimanê me yê nivîskî jî dike û kes van hejmaran bi awayekî ji hev cihê dinivîsînin. Bi vê rewşê re jî, di warê rastnivîsê de cudatiyek çêdibe, tevlihevî û hevnegirtina awayê nivîsîna hejmaran serê xwîneran (xwendevanan) tevî hev dike. Sergêjiyê çêdike.Wekî tê zanîn, jixwe em hîna ne xwedî rêbereke vekîtê ango rastnivîseke wisan in ku em hemû kes li serê lihevkirî ne. Ez bi xwe, heta ji min tê û zanîna min têrî dike, li ser şêweyên peyvan radiwestim û dixwazim ji aliyê peyvnasî (etîmolojî) û peyvsaziyê (morfolojiyê) ve peyvan binasim û xwe bigihînim rastiya wan. Bi salan min serê xwe li ser rastnivîsa hejmaran êşand û ez dibêjim ku ez bi ser rastiya hinek ji wan ve bûm. Heta çend sal berê, di hejmareke Azadiya Welat de min nivîsek jî li ser vê yekê nivîsand. Lê ez dixwazim careke din, lê belê hinek bi berfirehî  li ser vê mijarê careke din bisekinim û ramênên xwe yên der barê vê yekê de bi we re pareve bikim.Ji hejmara yekê (1) heta hejmara dehan (10), hema bibêje hem ji aliyê bilêvkirinê ve û hem jî ji aliyê rastnivîsê ve gelşeke wisan mezin nîn e û hema bibêje hevgirtinek heye. Cihêrengiya heyî, zêde mirovan aciz û zivêr nake. Min divê pêşî ez hinek balê bikişînim ser van cudahiyan û paşê derbasî mijar û dabaşa xwe ya hîmî bibim.Di zaravayê kurmancî de, bi taybetî derdora Culemêrgê û herêma Behdînan ji hejmara yek (1) re êk dibêjin. Lê belê kurmancîaxêv bi awayekî giştî ji vê hejmarê re yek dibêjin û di zimanê nivîskî de jî meyl li ser awayê yek e, ne êk. Hin herêm hejmara du (2) wek do û gava bi awayê dubare wê bi lêv jî dikin, dibêjin dido, didu. Jixwe tê zanîn ku her tim hejmara du wek didu (an jî dido) nayê bikaranîn. Rastiya vê hejmarê bi awayê nivîskî du ye û bi awayê dubare jî didu ye. Sedemê ku ne dudu ye jî ev e: Di çaxê bilêvkirinê de uya pêşîn li dengdêra iyê dadigere û hejmar dibe didu. Em bên ser hejmara sê (3), ev jî wexta dubare dibe dibe sisê û her tim bi vê şêweyê nayê bikaranîn. Li gor rewşa ku erk digire ser xwe wek sê û sisê tê bikaranîn. Jixwe tu kes bi awayê dubare nabêje sêsê û wisan jî nanivîse. Wek hejmara didu guherîna dengan tê de çêbûye û dengdêra ê ya pêşîn li dengdêra iyê dageriyaye.Hejmarên çar (4), pênc (5), şeş (6), heft (7), heşt (8), neh (9) û deh (10), hema bibêje her kes wekî hev wan bi lêv dike û dinivîse. Tenê di van hejmaran de newekhevî di hejmara heft û heşt de heye. Li gorî hin devokên kurmancî, wan wek hewt û heyşt bi lêv dikin. Ji bo hejmara heft ez bidim xuyakirin ku dengê f û wyê bi hev guherîne. Ji bo hejmara heşt ez niha nikarim tiştek bibêjim bê çima dengê yyê lê zêde bûye an jî, di rastiya xwe de ew hebûye îcar di hin devokan de ew ketiye. Lê wekî me got, bi piranî di zimanê me yê nivîskî de şêweyên heft û heşt hatine pejirandin û lihevkirinek li ser van awayên wan çêbûye.Piştî van daxuyaniyên der barê hejmarên ku li jorê me ji wan behs kir de, ez îcar dixwazim bêm ser dabaşa xwe. Ji hejmara dehan (10) heta bi ya nozdehan (19) gelşek heye. Kurmancîaxêv li gor devoka xwe van hejmaran ji hev cihê bi lêv dikin û dinivîsin. Em di xebatên rêzimanî de jî rastî vê cihêtiya ji hev, tên. Di xebatên rêzimanzanan de, di vî warî de bi awayekî giştî wekheviyek nîn e. Pirs ev e, ji bo mirov karibe li ser awayên wan ên rast biryarê bide, divê serê pêşîn mirov peyvê nas bike. Heta peyv ji her aliyî ve neyê naskirin û zanîn, biryara ku em dê der barê vekîta wan de bidin, dê ne objektîf be. Biryara li ser awayê rast, şêweya rast a peyvan li gorî tercîhan nabe. Jixwe nemir Celadet Bedirxan, diyar kiriye ku qaydeyên ku ji bo vekîtê bên danîn divê xwe bispêrin rêziman. Ev raman û tercîha Celadet Bedirxan, rê li ber me hemû kesên ku serê xwe li ser rêziman û vekêtê diêşînin vedike û nahêle ku di vî warî de herêmgirî û devokparêzî derkeve pêş.Ji lew re, ez gelek bi van hejmaran biliyam (xerîq bûm) û ez dibêjim ku ez bi ser rastiya wan ve bûm. Çawanş Em yeko yeko hejmaran bidin ber xwe, dewiyan û hûrhêrînên xwe pêşkêşî we bikin. Serê pêşîn min divê ez bidim xuyakirin ku, ev hejmarên dabaşa vê nivîsê ne, ne peyvên xerû ango sade ne. Peyvên çêkirî ne. Bi gotineke din, hatine çêkirin û wek peyvên xwerû an jî hevedudanî ji mirov re tên. A ji ber vê yekê ye jî ku li herêm û deveran, ji aliyê teşeyê ve cudahî di navbera wan de heye. Beriya ez bikevim nav kitekitên mijarê, ez hez dikim van hejmaran derpêş bikim bê çawan ji aliyê şêwe û bilêvkirina heman peyvê ve cihêtî heye. Yazdeh, yanzdeh, Dazdeh, dozdeh, danzdeh, duwazdeh, diwazdeh Sêzdeh, Çardeh,Pazdeh, panzdeh, şazdeh, şanzdeh Hefdeh, hifdeh, hivdeh, hevdehHejdeh, hijdeh, ijdehNozdeh Hin kurmancîaxêv, ji hejmara dehan bi şûn de, wek deh û yek, deh û didu, deh û sisê, deh û çar, deh û pênc, deh û şeş, deh û heft, deh û heşt û deh û neh dibêjin. Hema em kin lêxin û bibêjin ku ji bo zimanê nivîskî ev şêweya hejmaran nehatiye pejirandin. Di çêkirina van hejmaran de (yazdeh, dozdeh, sêzdeh û hwd.) qertafeke sabit heye, ew jî az e. Eynî wekî çawan gava mirov dixwaze di kurmancî de rengdêra xurtkirî çêke serî li qertafa ipê dixe. Ji ber ku qaydeyê her duyan eynî ye, ez ê çend nimûneyan ji vê bidim û li mijara xwe ya hîmî vegerim. Di destê me de peyva sor heye û em dixwazin jê rengdêreke xurtkirî çêkin, serê pêşîn em dê rahêjine tîpa sya peyva sor û bidin pêşiya qertafa ipê. Eger em van her du hêmanan bi hev ve deynin dibe (s+ip) sip, îcar em peyva sor careke din hildin bînin bi sipê ve bikin, wê gavê dibe (sip+sor) sipsor. Bi vî awayî rengdêreke xurtkirî em bi dest dixin. Ripreş, kipkesk, sipsax, zipzindî, dipdirêj, kipkurt, tiptenê û hwd. bi vî awayê tên çêkirin.A qertafa az jî qertafeke sabit e û tîpa serê peyvê ya ku em dixwazin pê peyveke nû çêkin tê pêşiya wê û paşê jî peyva deh tê paşiyê. Hejmara me yek (1) e. Tîpa yyê ya hejmara yekê hildidin datînin ber qertafa azê û ew dibe (y+az) yaz, paşê jî peyva deh tê paşiya wê û peyva (yaz+deh) yazdeh tê pê. Em derbasî hejmara du (2) bibin. Tîpa dya hejmara du û az bên cem hev dibin (d+az) daz û bêjeya deh jî pê ve bê danîn, wê gavê dibe (daz+deh) dazdeh. Li vir di dengdêra ayê de qewama deng çêbûye û li dengê oyê dageriyaye û bûye dozdeh. Di kurmancî de em rastî pevguherîna her du dengan jî tên.Hejmara sê (3), eger em dengdara vê hejmarê syê hildin û bidin pêşiya qertafa azê, peyva (s+az) saz bi dest dikeve. Ku em bêjeya deh jî pê ve bikin, peyva (saz+deh) sazdeh tê himatê. Lê li vir gelş û arîşeyek çêdibe. Eger şêweya vê peyvê wiha bihata pejirandin, ji aliyê bilêvkirinê ve dê di navbera wê û hejmara şazdeh (16) de, pirsgirêk çêbibûya. Lewma ev peyv ji aliyê teşe ve wek sêzdeh hatiye qebûlkirin. Em dikarin bibêjin ku dibe sê tev de wek pêrkît (pêşgir) hatibe pejirandin û ji qertafa sabit a azê jî tenê dengdara zyê hatibe hilanîn û bêjeya deh jî pê ve hatibe kirin. An jî dengê ayê li êyê dageriya be. Çawan ku peyva xanî di hin devokan de bûye xênî.Di hejmara çardeh (14) de serî li riyeke din hatiye xistin. Eger wek qayde û rêzikê tevger pêk bihataya, dê di navbera wê û hejmara şazdeh de dîsan tevlihevî çêbibûya. Ji lew re peyv wek (çar+deh) çardeh hatiye pêkanîn. Na, heke wiha bihata kirin, dê ev encam bi dest biketa: Ji hejmara çar dengdara çyê, qertafa az û peyva deh peyv dibû (ç+az+deh) çazdeh û ew û şazdeh tevî hev dibûn, ji aliyê bilêvkirin û serwextbûnê ve, dê sergêjî biqewimiya.Niha jî em bala xwe bidin ser çêbûna hejmara pazdeh (15). Pya hejmara pêncan, aza qertaf bêne cem hev dibin (p+az) paz, îcar ku em peyva deh jî bi ser ve bikin bêjeya (paz+deh) pazdeh pêk tê. Di dorê de hejmara şazdeh heye. Ew jî dîsan bi heman awayî û bi heman rêbazî çêbûye. Em bala xwe bidinê bê  hejmara şazdeh (16) çawan çêbûye û derketiye himatê. şya hejmara şeş (6), qertafa azê bi hev ve bûne û (ş+az) şaz çêbûye, bêjeya deh jî lê hatiye zêdekirin û (şaz+deh) şazdeh hatiye pê.Hejmara hefdeh, wekî ya çardeh bi qaydeyekî din hatiye daraştin. Ev jî mîna çardeh peyveke hevedudanî ye, lê dibe ku bi qonaxa demê re dengdara tyê jê ketibe. Hêmanên heft û deh hatine nik hev û hejmara heftdeh ji wan çêbûye. Lê wekî me diyar kir, dengdara tyê jê ketiye û hejmar mîna hefdeh, hifdeh, hevdeh û hivdeh ji aliyê devokên cuda yên kurmancî ve tê bilêvkirin. Ji nav van mînakan ya herî nêzî rastiya xwe ye, hefdeh e. Eger ev hejmara hanê jî mîna rêbaza ku bi qertafa sabit azê çêdibe, çêbibûya, dîsan gêjahiyek derdiket holê. Ji heft tîpa pêşîn hyê û qertafa sabit azê em bi hev ve deynin, wekî (h+az) haz derdikeve holê, em îcar bêjeya deh jî bi ser ve bikin û bala xwe bidinê bê çi encam bi dest dikeve. Em hêmanên haz û deh bi hev ve bizeliqînin, dibe (haz+deh) hazdeh. Lê belê, bi vî awayî ev hejmar û hejmara hejdeh (18) li hev nakin û tevî hev dibin. Lewma bi azîna din hatiye çêkirin.Em berêvkî li mijara xwe bidomînin. Dor hat ser hejmara hejdeh (18), hya serê hejmara heşt (8) û qertafa azê bi hev re peyva (h+az) hazê tînin pê, îcar eger em bêjeya deh jî bînin deynin berê, wê gavê dibe (haz+deh) hazdeh. Lê di zimanê me de ev hejmar wek hazdeh ne tê bilêvkirin û ne jî nivîsandin. Belê, bi vê azînê (rêbazê) ew û hejmara hefdeh ku bi azîna çêkirina bi qertafa azê wek hazdeh derdiket rastê, mîna hev in. Mirov dikare bipirse, hemin hefdeh wek hazdeh nehatiye pejirandin, nexwe çima hejdeh wîsan nehatiye qebûlkirinş Lê ji min re wisan tê ku hazdeh bi doman û qonaxa demê re li hejdehê dageriyaye. Ango haza hazdehê hêdî hêdî bûbe hejdeh, hijdeh û ijdeh. A rast mirov dişê wiha jî birame û hizir bike ku ev hejmar bi awayê hevedudanî jî çêbûbe. Hêmanên heşt û deh hatibin cem hev û bûbin heştdeh, paşê jî li heşdeh û hejdehê dageriya be. Ji ber ku di zimanê me de dengên ş û jyê pir bi hev diguherin. Mînak: şidandin û jidandin, jixwe û şixwe, gij û giş, kuştin û kujtin û hwd. Digel vî qasî, dîsan meyla min li ser a pêşîn e ku dibe hazdeh li hejdehê dageriyabe.Hejmara çêkirî ya dawîn nozdeh (19) e. Ev hejmar jî ji hêmanên nya hejmara neh, ji qertafa azê û ji peyva deh pêk hatiye: (n+az+deh) nazdeh. Lê belê kes wê wisan bi lêv nake û nanivîsîne. Mîna nozdeh dinivîsin. Dîsan li vir qewimîna dengan heye, dengdêra ayê li dengdêra oyê dageriyaye. Ji bo mînak: nan û non, gan û gon, xwar û xwor....Ji hejmara bîstî heta hezarî û wêdetir, çend hejmar ne tê de, ji aliyê bilêvkirinê ve di zimanê nivîskî de hevnegirtinek heye. Di zimanê devkî û yê nivîskî de hejmara sî (30) wek sîh, sih, seh û sûw, ya çil (40) wek çel, ya pêncî (50) wek pênce û pêncih, ya heştê (80) wek heyştê, ya not (90) mîna nod, nehwêd û nehwêrt û hejmara sed (100) jî wek sidderdikevin pêşberî mirov.Ji van hejmarên hanê jî, gelş û arîşeya heyî hinek li ser hejmara sî û not e. Bi awayekî giştî herema Botan û Behdînan hejmara sî (30) wek sih û guhartoyên wê seh û sîh bi kartînin, lê herêmen din mîna Serhed, Amed, Xerzan û hinên din vê hejmara mîna sî bi lêv dikin. Hejmara not (90) jî heman herêm hem mîna not û hem jî mîna nod bi kar tînin. Qismek Botan û Behdînan jî wê wek nehwêd û nehwêrt bi lêv dikin. Celadet Bedirxan di xebata xwe ya li ser zimanê kurdî ya di Hawarê de, hejmar wek sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê û not û sed hildane dest. Lê di xebata wî û Roger Lescot  de îcar hejmar wek sî/sih, çel/çil, pêncî, şêst, heftê, heştê û nod/not û sed dane. Wisan dixuyê ku ji bakur ber bi başûr de, bilêvkirina hejmaran nermtir dibe. Digel vê rewşa heyî, di zimanê nivîskî de li ser rastnivîsîna gelek hejmaran lihevkirinek çêbûye. Çawan me gotibû, gelemşe bi piranî li ser hejmara sî û ya not e.Di pey van daxuyaniyan de îcar em bi dorê, awayê rast, ku ji aliyê me ve wisan hatine pejirandin, pêşkêş bikin: Yek, du (dîdu), sê (sisê), çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh, yazdeh, dozdeh, sêzdeh, çardeh, pazdeh, şaşdeh, hefdeh, hejdeh, nozdeh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not, sed. Li dawiyê jî min divê ez tiştekî din jî diyar bikim. Gava hejmar bi awayê bîst û yek, bîst û pênc, sî û şeş, pêncî û çar, du sed, pênc sed, hezar û neh sed û heftê û çar û hwd. bên nivîsandin, hewce ye her hêman bi serê xwe be, ne ku bi hev ve be. Ne mîna çarsed û heştê, nehhezar û pêncsed û wekî din be.Kaynak: Rastî û tastnivîsa hejmaran - Amîda Kurd
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは606表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
リンクされたアイテム: 14
グループ: 記事
Publication date: 25-06-2007 (17 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 17-11-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 18-11-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 18-11-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは606表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,690
画像 106,195
書籍 19,172
関連ファイル 96,658
Video 1,331
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.516 秒(秒) !