图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,795
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dûrketina ji xwe
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zana Farqînî

Zana Farqînî
Dûrketina ji xwe
#Zana Farqînî#

Rewşa zimanê me, nemaze li bakur li ber çavan e. Ligel vê yekê, kêm be jî hişyariyeke di vî warî de çêbûye. Di van çend salên dawî de der barê çêkirina hişmendiya zimanê kurdî de û xwedîderketina li zimên, xebat û lebat hene. Hindik be jî, tam ne bi dilê me be jî tevger û rêxistin di vî warî de çêbûne. Hewce ye em vê rastiyê jî bibînin û li ber çavan bigirin. Lê min navê ku ez li ser naverok û armanca van xebatan rawestim. Her wiha, ne ji niha ve ye ku tê gotin du aliyê vê rewşa kanbax a zimanê me heye. Bi ya min tespît rast e û di cih de ye. Heta ku mirov bi awayekî rast teşxîsa rewşê neke, sedem û faktorên wê diyar neke, mirov nikare ji rewşa heyî re çare jî bibîne. Çimkî teşxîs nîvî çareseriyê ye.Belê, me got ku du aliyên vê rewşa heyî ya ku em jê ne xweş û razî ne, hene. Yek jê bişaftin (asîmilasyon) û ya din jî xwebişaftin (otoasîmilasyon) e. Bi zimanê xwe em dişên di şûna wan her du têgehan de ku min ew di nav kevanê de dan, kurdiya wan bi kar bînin. Îcar herçî bişaftin e, kî dike û ji ber çi dike, tê zanîn, ji lew re ez hewce pê nabînim ku bi kurtî be jî li ser wê rawestim, raman û nêrînên xwe aşkera bikim. Me got tê zanîn kî dike û ji ber çi dike. Lê xwebişaftin! Bersiva vê pirsê pir girîng e, heta kilîta çareserkirina gelş û pirsgirêkê ye.Em kurt lê bixin û bibêjin, em nikarin bibêjin ku faktora sereke ya vê rewşa qewimî, tenê û bi tenê siyaseta bişaftinê ya dewletê ye. Gelo em jî, hema hinek be jî, bi hemdê xwe kêfa xwe ji vê rewşa heyî re naynin, serî li riya hêsan û rihet nadin; ne riya zor û dijwar lê belê ya xweş ji xwe re hilnabijêrinşKes, komik, sazî yan jî rêxistin û partî digel di daxuyanî û helwestên xwe de diyar dikin ku ziman pir girîng e jî, lê dîsan di kardariyê (pratîkê) de bi piranî ne bi zimanê xwe, lê bi zimanê serdest kar û barên xwe, xebat û lebatên xwe, têkoşîn û micadeleya xwe dikin. Giraniya weşanên me, çi dîtbarî çi jî nivîskî , ma ne bi zimanê serdest eş Ma bi qasî ku rewşenbîr, siyasetkar, hunermend, nivîskar û pêşengên vî gelî pûte û girîngiyê didin zimanê serdest, didin zimanê xwe yê birîndar, tendedîtî û derbexwarî. Ma ji sedî çendî me yên ku bi zimanê serdest perwerde bûye, bûye xwendewar, di jiyana xwe di ya her warî de zimanê xwe bi kar tîneşLigel ku navên zarokên me li gorî berê, zêde bûbe bi kurdî jî, ma em di navbera wan û dapîr û bapîrên wan de, kal û pîrên wan de nebûne wergêr (tercûman)ş Xwendeyekî kurd, gelo dikare bibêje ku ew ji kesekî kurd ê nexwende bêhtir serdest û serwerê zimanê xwe ye. Çendî hejmara kesên ku bi kurdî dinivîsin zêde bûbe jî, berevajiyê vê zarokên me ku ew dahatû ayendeya me ne, bêhtir hînî zimanê tirkî nabin, ma zêdetir zimanê wan ê dayikê nabe tirkîş!Gelo li bakur tevgera kurdî ne bi zimanê serdest lê bi zimanê xwe yê kurdî dest bi xebat û têkoşîna xwe bikira, ango zimanê tevger, rêxistin û partiyên di me bi kurdî bûya, dê ev rewş ev çend xerab û kanbax bûyaş Ma di vê rewşê de gunehê îdeolojiya çepîtiya seqet û kulek nîn eş Heqeten em çi qas neteweperwer inş Ma heta me ji devê kesên xwe yên herî karbidest û rayedar nebihîst ku ziman ne ew qas girîng e, ji ber ku ew navgîn û amûr eş Ku digotin ya herî girîng ked, maf û azadî û hwd. e, tiştên din piştî şoreşê ye…. Heta radeyekê em bipejirînin ku ev rast e, ma em dikarin kêşe û arîşeya xwe ya zimên biavêjin paş û çareseriya vê taloq bikin? Derengmayîn, ma nabe derbeyeke kujendeş A rast pirs pir in û mirov dikare dirêj jî bike. Lê heta mirov ji xwe baş nepirse, ne gengaz e mirov bigihîje bersivên rast û nikare rewşa heyî berevajî bike. Halê hazir, tiştê ku mirov dide fikirandin û dike ku mirov zêde aciz û zivêr bibe, bi ya min mijara xwebişaftinê ye. Eger em dixwazin û eger em cidî ne, werin em pêşî tedbîran ji vê rewşê re bibînin. Heta em vê yekê ji riya wê averê nekin, em dê di vê rewşê de nikaribin bi bişaftinê (asîmilasyonê) re serî bikine der. Em ji xwe dest pê bikin, em nehêlin ku ev ziman bibe zimanê nexwende û kesên gundewar ên kurd, nebe zimanê kalik û pîrikê, em xwe nekin rewşeke wisan ku ev ziman bi me re biqede. Ev emanetekî dêrin e, em xiyanet bi emanet re nekin û nebin kujerê vî zimanî. Ziman ne tenê amûr û navgîna axaftinê ye. Ziman çand e, huner e, muzîk e, dîrok e, raborî ye, şêwegirtina derûnî ya cemawer e… Bi gorî gotina şairê me ye hêja û hêgin Rojen Barnas, pasaporta me ye ku di devê me de ye. Pênas û zanava me ye ku me ji gel û neteweyên din cuda dike. Bi gotina nemir Celadet Bedirxan Zimanê me şertê heyînê yê pêşîn e ji bo me.Ji bo ku em mijarê dirêj nekin û ji riya xwe averê nebin, em gotinên encama vê nivîsarê bibêjin. Gerek ji du aliyan ve têkoşîna me tim li dar be: Divê yek li dijî polîtîkaya asîmilasyonê ya dewletê be û ji dewletê jî bê xwestin ku ew rîayetî qanûnên navnetewiyî bike, ku bi xwe îmzekiroxê wan peymanan e, pêwîstiya wan pêk bîne û rê li ber zimanê kurdî veke. Di çarçoveya peyman û qanûnên navneteweyî de ku Tirkiye bi xwe jî terefê wan e, tê bikoşe û jê bixwaze ku di zûtirîn demê de berpirsî û teahûdên xwe bîne cih. Li aliyê din divê xebat bê meşandin ku qadên jiyanê yên vî zimanî bên berfirehkirin. War û qad çi qas mezin be, berbelavbûna zimên jî pê re ew çend mezin dibe. Her wiha di vê ji bîra me neçe ku heta statuyeke îdarî yan jî siyasî çêne be, xetere ango metirsî ji holê ranabe.Xebata me ya din jî divê ku berê wê li me bi xwe be. Çawan tiştên ku em ji dewletê dixwazin hene, her wisan ji me bi xwe jî hene. Serê pêşîn divê ku em li xwe, li aîdiyeta xwe vegerin û lêborîna xwe ji zimanê xwe bixwazin. Ji ber ku me ew bi mirinê re rû bi rû hiştiye, em lê nebûne xwedî. Em çi qas lê bibin xwedî, em çi qas pê bipeyîvin, binivîsin, pê bifikirin û biramin, em çi qas pê çalakiyan bikin û berheman hilberînin, em çi qas wê ji xwe re bikin xwemalî dê ew qas zû dawî li xwebişaftinê were. Serî em in. Em çi qas dixwazin ji vê rewşê bifilitin, rizagar û xelas bibin, em çi qas di mijara daxwaz û têkoşîna xwe de rast û jidil inş Biryardayîn têrnake, xwedîderketina li biryarê girîng e, ji ber a ku encamder e, ev e.Kaynak: Dûrketina ji xwe - Amîda Kurd
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览844
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
挂钩项目: 52
传记
图书馆
库尔德文件
报价及短语
文化 - 拼图
文章
日期与活动
词和词组
小组: 文章
Publication date: 15-11-2007 (17 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览844
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,795
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!