图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,752
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Spas û şabaş ma ne yek in?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zana Farqînî

Zana Farqînî
Spas û şabaş ma ne yek in?
#Zana Farqînî#

Ji zû de min dil kiribû ku ez nivîsekê li ser koka peyva spasê binivîsim. Ji ber ku gelek caran der barê esehiya reseniya wê de pirs ji min dihatin kirin. Her wiha di hin sohbetan de jî ez rastî gotegotên têvel ên li ser koka wê dihatim. Jixwe, a rast, mirov dikare bibêje ku ev peyv bi vî awayî ji bo kurmancîaxêvan peyveke nû ye, nemaze di zimanê devkî de; loma jî hin nîqaş li serê tên kirin.Ji bo alaza (mexseda) min ronî û aşkera bê fehmkirin, min divê ez tiştekî jî zelal bikim. Mebesta min ji kurdî dê kurmancî be. Ji ber ku ez çarçoveya nivîsa xwe ya der barê peyva spasê de tenê bi zaravayê kurmancî bi sînor dikim. Îcar beriya ku ez li ser kok û eslê spasê rawestim, hez dikim pêşî behsa van riwayetên der heqê wê de bikim. Angaştek (îdiayek) jê ev e ku şagirt û xwendekarên ku Mîr Bedirxan ew şandibûn Rûsyayê, di dema vegera xwe de wan peyva spasê ji zimanê rûsî aniye kiriye nav zimanê kurdî. Angaşta diduyan jî ev e: Gava rûsan hin deverên herêma Serhedê vegirtine (dagir kirine), ji aliyê ziman ve jî wan bandora xwe li herêmê kiriye û ev peyva navborî bi vî awayî ketiye nav zimanê kurdî. Angaşta sisiyan jî, dîsan vê peyvê bi bandora zimanê rûsî re têkildar nîşan didin. Tê gotin ku piştî nemir Mele Mistefa Berzanî di sala 1958’an de ji Ûrisatê (Rûsyayê) vegeriya welêt, ev pevya hanê bi xwe re aniye. Ango spas bi riya rêzdar Berzanî ketiye nav zimanê kurdî.Bala we kişandibe, her sê angaşt û gotegot jî bi zimanê rûsî ve eleqedar in. Bi kurmanciya gewr, angaşt ev e ku spas bi rûsî ye û ji zimanê rûsî hatiye ketiye nav zimanê kurdî.Ji ber van angaştan min divê ez pêşî li ser bêjeya spasê rawestim û bidim xuyakirin ku ev peyv di zimanê rûsî de wek spasîbo ye. Her wiha ev peyva hanê di zimanê farisî de wek spas û spasguzar e. Dîsan di zimanê pehlewî de (ku jê re farisiya navîn jî tê gotin) heman bêje ango spas heye. Wekî tê dîtin, ev peyv ne tenê di rûsî de heye û şêweya (forma) wê ya rûsî ne wek ya di kurdî û di zimanên din de ye.Di pey van daxuyaniyan re, îcar ez dixwazim ji zimanê nivîskî yê kurdî du nimûneyan derpêş bikim ku di wan de peyva spas dibihure. Çavkaniya ku em ê pêşî serî lê bidin, dîwana şêx Ebdurehmanê Axtepî (1850-1905) ya bi navê Rewdetuneîm e. Ev dîwan, di sala 1991’ê de li Stockholmê hatiye çapkirin û tîpguhêziya wê ya ji bo alfabeya kurdî ya latînî jî, ji aliyê birêz Zeynelebidîn Zinar ve hatiye kirin. Malika ku em ê wek nimûne hildin nivîsa xwe, di beşa 3’yan de û beyta 47’an e. Hejmara rûpelê jî 24 e. Piştî van agahiyan niha em malikê pêşkêş bikin.Bi wan cimleşan mumîn in sed sipasJi bo zatê mewla bitin bêqiyas    Nimûneya me ya din jî, nivîseke nemir Celadet Bedirxan e, ku di hejmara 10’an a Hawarê de derketiye û dema derçûna wê jî 23 Çiriya Berê 1932 (ango 23.10.1932) ye. Navê nivîsê Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî ye ku bi navê Xweyiyê Hawarê derketiye. Eslê nivîsê bi herfên erebî û di rûpela 211’an a cîlda yekemîn a Hawarê de ye ku ew ji nav Weşanên Nûdemê derketiye. Tîpguhêziya wê ya ji alfabeya erebî ya ji bo tîpên latînî ya kurdî jî, ji hêla Emîn Narozî ve hatiye kirin. Halê tîpguhêzîkirî ya nivîsa ku em jê behs dikin, di rûpela 510’an a heman cîldê de ye û peyva dabaşa mijara me, di pragrafa dawî ya nivîsarê de ye.Gelek sipasan li Pîrotê delal dikim ko ev hinceta ha xiste destê min.Ji van mînakan em têdigihîjin ku îhtimala rastiya van angaştên me ji wan behs kir, gelek qels e. Yek, li gorî belge û delîlên li ber dest hene, qet nebe sed sal e peyva spas di zimanê me yê nivîskî de heye. Didu, eger peyv ji zimanê rûsî bihata biketa nav zimanê kurdî, çima kîteya (heceya) dawî ya peyva rûsî spasîbo /-bo/ an jî her sê dengên dawî /-îbo/ jê ketineş Li aliyê din jixwe dengê oyê ji kurdî re ne biyan e û rêjeya bikaranîna wê ya li dawiya peyvan jî pir û pir e. Eger em îleh jê re li kokekê bigerin, angaşta ku dibe ew ji farisî ketibe kurdî hîn beraqil e. Lê ez bi xwe, niha naxwazim tiştekî misoger û vebir der barê koka wê de bibêjim û biryarekê bidim. Ji ber ku hin sedemên min hene, ez ê paşê ji wan behs bikim.Li aliyê din, li gorî lêgeran û lêkolînên min ên zêde neberfireh, ez rast lê nehatim ku ev peyv, bi vê şêweyê di zaravayê kurmancî yê devkî de heye. A rast, ez dikarim daxuyînim ku qet nebe nifşa me, ev peyv bi riya kesên kurd ên siyasî, şoreşger, neteweperwer û welatparêz nas kir. Di dema destpêka salên 70’yan de, ku niha jî wisan e, kesê ku peyva spasê bi kar bianiya, pê dihat derxistin ku ew kesekî siyasî, şoreşger, welatparêz, neteweperwer û hwd. e. Ev peyv wek pênase û naskirina wan kesan e. Îro jî, ji vî aliyî ve zêde tiştek neguheriye. Ji bikaranîna peyv û şêwaza axaftinê mirov der barê nasname û helwesta kesan de dibe xwedî agahî û zanyarî. Digel van hemû tiştan, peyvek di kurmancî de heye ku mehneya wê ya rastî cih ji wateya wê ya mecazî re hiştî ye. Jixwe ev rewş ji ilmê ziman re ne tiştekî biyan û seyr e. Di ziman de rewşên wiha diqewimin. Carinan wateya peyvan berteng dibe, carinan fireh dibe, carinan mehneya rast bi temamî ji holê radibe û wateyek an jî wateyên din lê bar dibin. Her wiha guherîn ne tenê di wateyê de, di şêwe û şeklê wê de jî çêdibin. Ez zêde dirêjî bi gotinê nedim û peyva xwe bibêjim. Ev peyv şabaş e.  Min di ferhenga xwe ya Kurdî Tirkî de (ku çapa pêşîn di meha avrêla/nîsana 2004’an de hatiye kirin) wiha cih daye wate û berdewamiya peyva şabaşê:  şabaş: m 1. teşekkür, şükran 2. bağış 3. mec armağan, hediye 4. düğünde çalgıcıların düğüne katılanlardan topladığı bahşiş 5. düğünde damat için toplanan para vs. bağışta bulunanların isimleri toplulukta söylenerek yapılan merasim 6. h aferin, bravo ~ ji Xwedê re Allaha (bin) şükür ~ kirin 1) teşekkür etmek 2) armağan etmek, hediye etmekJi min we ye ku peyva spas û şabaşê heman tişt in. Ji aliyê wateyê ve hin guherîn tê de çêbûne. Ji bo ku bê zanîn ka kîjan form kevn e û kîjan ji eslê xwe dûr ketiye, hewce bi lêkolîneke berfireh heye. Tiştê ku ez niha dikarim bibêjim ku şabaşa di kurmancî de spas bi xwe ye. Min çend sal berê nivîseke birêz Siraç Bîlgîn a li ser zimanê Avestayê xwendibû, tiştê ku di hiş û bîra min de maye, ev pevy di Avestayê de hebû û ez ne şaş bim wek şuatr wisan bû. Lê ez tam ne bawer im û ji ber ku min xwe negihand wê çavkaniyê, ez niha nikarim tiştekî misoger bibêjim.Ji bo encama nivîsa xwe ez dişêm van bibêjim. Bi ya min peyva spas (ku wek sipas, supas jî) di zimanê me yê nivîskî de heye, ji rûsî nayê. Jixwe îhtimala ku Mele Mistefa Berzanî yê rehmetî ew ji zimanê rûsî anîbe nav kurdî, pir dûrî aqil e. Ji ber ku beriya vegera wî ya ji mişextiyê ew di zimanê me yê nivîskî de heye. Her wiha, eger bi vegera şagirtên ku Bedirxan Begê Botî ew şandibûn Rûsyayê ji bo perwerdehiyê (ku ev yek di nîveka pêşîn a sedsala 19’an de ye), diviya ku di nav zimanê me yê devkî de jî hebûya. Angaşta din, ku dibêjin ev peyv di dema dagirkirina hin deverên Herêma Serhedê ketiye kurdî. ji rastiyê dûr xuya dike. Çimkî di nav zimanê devkî yê gelê herêmê de, bi qasî ku ez dizanim ev peyv tune ye.  Îcar eger em îleh jê re li kokekê bigerin, em dikarin bibêjin ku îhtimala hatina wê ya ji farisî yan jî ji pehlewî  beraqiltir e. Ev jî dîsan gerek bi belge û palpiştan bê îspatkirin. Lê tiştek heye ku ev pevya dabaşa mijara nivîsa me, bi riya şoreşgerên kurd, bi saya kesên me yên siyasî di nav gel de belav bû û cihekî zexm hem di nav zimanê devkî de hem jî di nav zimanê nivîskî de ji xwe re çêkir. Ligel vê yekê çendî forma spasê ji me re nû be jî, ew şabaş bi xwe ye.   Zana Farqînîzana.farqini@amidakurd.comNîşe: Ji bo amadekirina vê nivîsê min serî li çend camêrên hêja da, da ku ez zanyariyên xwe teyîd bikim. Ji bo berginda spasê ya bi zimanê rûsî birêz Têmûrê Xelîl, ji bo berginda wê ya farisî birêz Perwîz Cîhanî û ji bo dîwana şêx Ebdurehmanê Axtepî jî birêz Mamoste Qedrî alîkarî dan min. Mala wan av û şabaş ji wan re.Kaynak: Spas û şabaş ma ne yek in - Amîda Kurd
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览859
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
挂钩项目: 52
传记
图书馆
库尔德文件
报价及短语
文化 - 拼图
文章
日期与活动
词和词组
小组: 文章
Publication date: 11-01-2008 (16 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览859
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,752
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!