پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
مام ئەحمەدی ئیلاهی
26-02-2024
زریان سەرچناری
پارت و ڕێکخراوەکان
دادگای باڵای فیدراڵیی
26-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 510,248
وێنە 102,976
پەرتووک PDF 18,708
فایلی پەیوەندیدار 92,728
ڤیدیۆ 1,191
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
سەعید یوسف
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
PISGIRÊKÊN ZIMÊN ÇAWA DIVÊ Ç’ARESER BIBIN?
کوردیپێدیا، مێژووی دوێنێ و ئەمڕۆ بۆ نەوەکانی سبەینێ ئەرشیڤ دەکات!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

PISGIRÊKÊN ZIMÊN ÇAWA DIVÊ Ç’ARESER BIBIN?

PISGIRÊKÊN ZIMÊN ÇAWA DIVÊ Ç’ARESER BIBIN?
=KTML_Bold=PISGIRÊKÊN ZIMÊN ÇAWA DIVÊ Ç’ARESER BIBIN?=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

2 -4-ê adarê di p’aytexta K’urdistanê –Amedê  da K’omcivîna zimanê k’urdî pêk hat. Ji heçar p’arç’eyên K’urdistanê û ji gelek welatên cîhanê pisporên zimanê k’urdî, mamosta û gelek kesayetîyên din ên bi pirsên zimên r’a p’ewendîdar hatibûn vê k’omcivînê. Wek hercar, amadek’arên  k’omcivênê ez jî dawetkiribûm, lê, wek ku tê zanîn, sal 2010-an  sazîyên dewleta K’T’ ez ji Stanbolê paşva veger’andim û nehiştin, ku beşdarî k’omcivînê bibim. Ango ji wê demê û virva dergê T’irkîyayê û Bakûrê K’urdistanê li ber min girtîne. Lê hewlên r’êjîma dagerker, ji bo li ser r’êya beşdarbûna me bibe asteng, heya dawîyê nikarin her’in sêrî. Ewan nehîştin, ez herim, ez jî bi dûreke beşdarî k’omcivînê bûm: min axavtina xwe bi nivîskî bi r’êya Întêrnêtê ji komîtêya amadek’ar r’a şand. Û, ji  bo ku hewlên dewleta t’irk heya dawîyê  vala derên, ez wê bi xwendevanên xwe r’a parve dikim.  
*
*   *
Dîwana bir’êz, beşdarên k’omcivînê yên bi r’ûmet, mêvanên hêja!
Ji ber qedexeyê, ya ku dewleta T’irkîyayê ya dagirker danye ser hatina min a welêt, ez vê carê jî nikarim bi fîzîke di k’omcivînê da amade bim, lê beşdarbûna min a di nav k’arên wê da, bi dûreke be jî, ez dikarim bi gotara xwe pêkbînim. 
Ev dused sal e, ji ber zulm û zora dagerkeran em li derveyî welêt dijîn, û dema li pêşîya nûnerên hemû gelên cîhanê dergehên K’urdistanê  vekirî ne, ev rêjîm li ber me digire ûnahêle, ku em, qe na, wek mêvan bên welatê xwe yê kal û bavan, ji ber ku... 
Her çi jî hebe, ew dem êdî li paş mane, îro dema întêrnetê ye, sînorên ku dewletên dagerker di navbera k’urdan da danîbûn, bi wat’eyî êdî r’abûne. Û ji vê hêlê va pêkanîna vê k’omcivînê wat’edar û girîng e. 
Wek ku ji bernameya k’omcivînê tê xuyan, ewê hema –hema hemû mijarên zimanzanî û r’êzimanî yên zimanê k’urdî kirine pirsa nirxandin û govtûgoyan.   
Ez bi bawer im, ku beşdarên bi r’ûmet yên k’omcivînê wê nêr’înên xwe yên hêja ji hev r’a p’arvebikin û r’êyên nû ji bo pêşketina zimanê k’urd û zanista di derbarê zimên da  vekin. 
Di demên cuda da min li ser pirsên alfabêya k’urdî, r’astnivîsandin û r’astaxavtina k’urdî û li ser r’êzimanê bi giştî gotar di deverên cuda da weşandine (konfêransên zanistî yên herêmî û navnet’ewî, r’ojnameyên “Axîna welat” û “K’urdistana azad”, malp’erên AmîdaKurd û PENa k’urd û yên din), pirtûka min a “T’aybetmendîyên  r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da” sala 2007-an di weşangeha Zanîngeha Sank-Pêtêrbûrgê da hatye weşandin. Û di hemûyan da jî min hewl daye, ku li ser bingeha zanistî pirsgirêkên zimên ravekim û r’êyên ç’areserîyê destnîşan bikim.
Lê dîsa jî her car, dema ez pênûsê hiltînim destê xwe, ku tiştekî binivîsim, dengekî hindur’în ji k’ûrayîyê va bi min ra dik’eve gofûgoyê: “Di dema pêş me da axavtina bi zimanê kurdî wê gav bi gav bibe pêwîstî û daxwaza demê. Îro têlêvîzîon û r’adîoyên me bi k’urdî weşanan pêk tînin, r’ojname, p’irtûk, kovar bi zimanê k’urdî  r’onayî dibînin. Ev tiştekî p’ir’ baş e, lê bersîva her tiştî nade. Gelo em bi zimanekî çawa diaxivin û dixwînin? Gelo em di axavtinê da qanûnên r’êzimana k’urdî,  yên r’astnivîsandin û r’ataxavtinê dip’arêzin?.. Vê jî li hêlekê bihêlin, gelo ew ziman, ê ku iro di weşanên me da tê bikaranîn çiqasî mîna, an nêzîkî wî zimanî ye, yê ku kal û pîrên me pê axivîne û îro jî di k’ûraya K’urdistanê da pê diaxivin? Ji hêla r’astîya r’êzimanî va!” 
Pirs û pirsgirêkên zimanê k’urdî ewqas p’ir’ û cihêr’eng in, ew di nava sedê salan da ewqasî  li ser hevdu da berevbûne û li hev piç’ikîne, ku demek a dirêj û lêger’înên berfireh û p’ir’alî pêwîst dikin, ku heya mirov wan hemûyan derxe zanebûnê. Lê di nav wan pirsgirêkan da ya here sereke, ku bûye sedem, ji bo ku gelek pirsgirêkên din jî çêbibin, ew pirsa mafê bik’aranîna zimanê k’urdî ye, ango, qedexeya ser wî ye. Ziman jî, eger tê bik’aranîn, dibe zimanekî zêndî û pêşkevtî, ew dibe zimanê zanistê û p’erwerdeya giştî, zimanê wêje, çand û hunerê, dibe zimanê r’êvebirinê û bi wî awayî pêşdik’eve û gulvedide. Ji bo  wê jî, eger em li ser pirsgirêkên zimanê k’urdî r`adiwestin, divê di sêrî da bê gotin,  ku ev ziman di Komara T’irkîyayê da bi destûrî qedexekirî ye. Ji bo wê jî, ji bo ç’areserkirina hemû pirsgirêkên din divê di sêrî da bi fermî hebûna gelê k’urd û zimanê k’urdî bê p’ejirandin û bi destûrî bê misogerkirin. Ango, dema em berev dibin û bi zanistî, li ser pirsgirêkên k’urdî r’adiwestin, heya ku ew mafan bi destûrî misoger nebûne, divê her carê em vê pirsgirêkê bikin mijarek a rojeva berevbûnên xwe (li ser vê hûn dikarin di gotara min a “Mafên gerdûnî yên mirov û pirsgirêkên p’erwerdeya zimanê k’urdî” da bi hûrgilî  bixwînin: www.pen-kurd.org/home-rest-23-03-2006-31-12-2006.html). 
Mirov dikare bê şik û guman bibêje, ku, pirsa mafên p’erwerdeyî yên zimanê k’urdî têk’ilîdarî destanîna mafên net’ewî yên gelê k’urd  e. Û her çiqas jî ev mafan ji bo her gelekî  cîhanê di belgeyên R’êxistina Net’ewên Yekbûyî(R’NY) da hatine misogerkirin, p’ara gelê k’urd di wan mafan da nîne, ji ber ku ev r’êxistin bi xwe R’êxistina Dewletên Yekbûyî ye  (R’DY), ne ya gelên bindest e. Ji  bo wê jî her t’enê ew ji me tê, ku em di van komcivînan û  berevbûnên din da bînin zimên, ku di vê cîhanê da bêdadî û nemirovayîke wiha li hember gelê k’urd pêk hatye û, wê nêzîkbûna gunehk’ar şermezar bikin û, wek ku merc û derfet’ t’êrê dikin, k’arê xwe yê zanstî-lêger’înî di vî warî da bidomînin. Û heya gelê k’urd bi têk’oşîna xwe ya bêhamp’e û leheng wan mafên xwe ji destê dewletên dagerker û k’oledar dernexe, di nav sînorên wan dewletan da mafên p’erwerdeyî yên zimanê k’urdî bi fermî nikarin hebin.   
Her çiqas jî em dibêjin, ku bi destxistina mafên xwe yên net’ewî va gelê k’urd wê pirsa mafên p’erwerdeyî yên zimanê dê ç’areser bike, lê pey vê r’a jî pirs û pirsgirêkên zimanê k’urdî yên alfabêyê, r’êzimanê, r’astnivîsandin û r’astaxavtinê wê hê dijwartir bidomon. 
 Û di nav van hemûyen da, ya ku bi hemû pirsgirêkên zimanê kurdî destpêka xwe jê digirin, ew pirsa alfabêya k’urdî ye, r’asttir dibû, ku mirov bigota, pirsa alfabêyên k’urdî ye. Heya ev pirsa ne bi xwesteka hinekan, lê bi zanistî ç’areser nebe, ev tevlihevîya di zimanê k’urdî da wê bidome...   
Em bên ser rewşa zimanê me ya îro. Li başûr û r’ojhilatê K’urdistanê da k’urd bi alfabêya li ser tîpên erebî amadekirî dinivîsin, piştî hilweûîna Yekîtîya Sovêtê k’urdên Yekîtîyê dest ji alfabêya  kîrîlî berdan û derbasî alfabêya latînî bûn, jixwe hemû k’udrên bakûr bi alfabêya Bedirxan dinivîsin. 
Di rewşek a weha da ji hêla wêjeyî, çandî, hunerî, siyasî û civakî va p’êwendîyên k’urdan lewaz û nivîşkan dibin: k’urdên beşên Kurdistanê yên cuda çapemanî û wêjeya hev an nikarin, an jî  kêm dixwînin, p’êwendîyên r’agîhandinî di nav wan da bi dijwarîyan r’a r’ûber’û ne: ev jî ji hêla xwe va li ser r’êya Yekîtîya net’ewî dibe asteng. 
Di gotarên xwe da ez li ser pirsgirêkên alfabeyî di zimanê kurdî da bi berfirehî r’awestyame (binihêrin, Ezîz ê Cewo, “...Dîsa li ser pirsa alfabê”  http://www.amidakurd.net/qunciknivis/d%C3%AEsa_li_ser_pirsa_alfab%C3%AA),  ji bo wê jî ezê li vir careke din li ser wê bi berfireyî r’anewestim. Her bibêjim, ku li vir mirov têdigihîje, ku ji bo gelê k’urd (wek net’ew!) alfabêeyek net’ewî-giştî pêwîst dike. Ji bo ku hemû k’urd bikaribin bi wê binivîsin, hev bixwînin û hev têbigihîjin. Ji bo ku k’urd di aqarek a r’agîhandinî, çandî, wêjeyî, felsefî, hişmendî û bîrdozî da bibin yek û wek yek net’ew doza mafên xwe bike.  
Wek ku tê zanîn, alfabêya erebî  piştî êk’spansîya ereban li gelê me hatye ferzkirin.  Ew hêmanek a erebkirina gelan bûye. Ev alfabê bûye ç’ekekê di destê dgerkeran da ji bo bişavtina çandî û t’evkujîya sipî li hember k’urdan pêk bînin. Mirov vê r’ewşê dikare bi van du xalan t’omar û formûle bike:  
- alfabêya erebî bi sazîya xwe va bi t’u awayî bersîva sazîya fonologî ya zimanê k’urdî nade, û ji bo bik’aranînê p’ir’ dijwarîyên wê hene; 
- ew ç’eka destê hêzên derva bûye, ji bo dagerkirin û bindestkirina mejî û gîyana me ya net’ewî; û, eger k’urd bixwazin xwe ji bindestîyê r’izgarbikin, divê berê pêşin xwe ji wê t’or’ê r’izgarbikin, a ku dagerkeran bi vê alfabêyê li dora r’uh û mejîyê me hûnandine. 
Û ew, ku îro jî di nav me da hê hinek mirov dertên û qala veger’a ser alfabêya erebî bikin, tê wê wat’eyê, ku hê jî di nav me da hê mirovin peyda dibin, ên ku xwe ji wê t’orê r’izgar nekirine. Ev jî tê wê wat’eyê, ku bandor’a wê t’orê hê jî li ser sewda û gîyana me r’anebûye.   
Helbet, divê bê zanîn, ev nayê wê wat’eyê, ku em yekalî her tiştê ku bi alfabêya erebî hatye afirandin, r’ed bikin. Na! Di sêrî da, r’êza me ji her çandeke her net’ewekê r’a heye. Lêbelê gelê k’urd jî, wek ku her net’ewek a cîhanê ya din, xwedî maf e, ku r’eng û r’ûç’ikê xwe yê net’ewî bip’arêze. Ya din jî, ew berhemên zanist, wêje û çanda k’urdî, yên ku bi tîpên erebî ji sedsalên navîn û vir va hatine sêwirandin, dewlemendîya gelê k’urd a dîrokî ne, ew divê bên p’araztin, bi tîpên latînî bên guhêr’tin, ji bo ku bibin destk’evtîya hemû gelê k’urd. Ji bilî vê, di nav k’urdan da pispor hene û wê hebin jî, ên ku wê ziman, wêje û çanda ereban û gelên cîhanê yên din va mijûl bibin… 
Naha em bên ser pirsa elfabêya k’urdî, ya ku li ser bingeha tîpên latînî hatye sazkirin. Îro li ber ç’avan e, ku p’ir’anîya k’urdan bi vê dinivîse. Ev alfabê gav bi gav dibe alfabêya k’urdî ya giştî. Bik’aranîna alfabêya latînî bi serê xwe armancek nîne, ew derfetek e- ji bo  armanca mezintirîn. Ji bo wê jî, eger îro ji hêla zanistî va hinek goftûgo û r’exne li ser vê alfabêyê pêk tên jî, ev tê wê wat’eyê, ku jîyan r’anewestyaye, ku her tişt di nava liv û  guhartinan da ne, ku jîyan didome... 
Û, ji bo wê jî, eger em –k’urd  bir’yar dikin, ku ev alfabê divê bibe ya net’ewî-giştî, wê demê divê em hinek t’aybetîyên zimanê k’urdî yên xwezayî û vê alfabêyê derxin ber çavan û  zanebûnê.   
Wek ku min li jorê jî anî zimên hemû êş ê azarên zimanê k’urdî yên r’êzimanî bi giranî ji pirsgirêkên  alfabêyê tên... Îro dema di derbarê zimanê k’urdî da diaxivin, hemû jî li dor wê alfebêyê dizivir’in, ya ku Mîr Celadet Bhedirxan li ser bingeha tîpên latînî amade  kirye. Û,  qey bibêjî tabûyek li ser alfabêyên din hatye danînê... Lêbelê,  tê zanîn, ji bilî vê alfaeyê di dîroka gelê kurd a nû da (em êdî di derbarê ya kevnar da nabêjin) alfabeyên din jî hebûne: ya li ser bingeha tîpên ermenî –ya Hakob Xazaryan (1921), ya li ser bingeha tîpên latînî –ya Erebê Şemû û Îsahak Morogûlov (1926) û ya li ser bingeha tîpên kîrîlî/r’ûsî – ya Hecîyê cindî (1948). 
Bi yekalî r’edkirina hebûna pirsgirêkan, an jî ç’avê xwe li ser hebûna wan girtin, wê bê wê wat’eyê, ku em bi xwe xwe dixapînin û wan pirsgirêkan ji zar’okên îro- k’urdên dihatûyê r’a dihêlin. 
Ji bo wê jî, ji bo ku em bi xwe li dijî qanûn û prênsîpên zimanzanîyê neçin (mînak, ya deng –fonêm –tîpan), ji bo ku yên zanista di derbarê zimên da dizanin, me di cotstandartîyê, nezanîyê, an jî di tiştên din da t’ewanbar nekin, an jî bi wê yekê em fersendê nedin destê wan, ên ku berê me didin tîpên erebî, divê bi zanistî li ser pirsgirêkên zimanê k’urdî r’awestin û bigihîjin encamên hişmendî. 
Eger em pirsgirêkên alafabêyekê ji bo zimanê k’urdî hildidin dest, divê bizanibin, ku bi t’aybetmendîyên xwe yên fonologî va sazîya dengan a her zimanekî ferz dike, ku divê hemû fonêmên wî bikaribin di wê alfabê da tîpa xwe hebin, heya eger bi wê fonêmê du –sê peyv di wî zimanî da hebin… Di gelek zimanên cîhanê da bi fonêmekê du –sê p’eyv  hene, lê dîsa di ferhengên wan zimanan da cîyên p’eyvan heye.
Û k’urdî jî yek ji wan zimanan e!   
Lê îro di zimanê k’urdî yê nivîskî da gelek qanûnên r’êzimanî binp’ê dibin. Û, eger xwendevanek, ê ku  p’ir’î-hindikî bi r’êzimana zimanekî r’a nas be, wê van hemûyan têbigihîje û pirsê bide: 
- Çima hemû fonêmên zimanê k’urdî (ne deng, fonêm!) di alfabêya me ya heyî da tîpên xwe nînin?...K’anê Pîvanên r’astnivîsandina zimanê k’urdî? Mirov çawa dikare r’êya bi zanistî standartkirina wan bibîne? 
Ji bo wê jî, ji bo yek ji yekî/e din r’a nebêje ev pirs an ya han  ne rast’ e, divê li ser  bingehên zanista di derbarê zimên da li ser pirsgirêkên zimanê dê bê r’awestandin û bê goftûgokirin. Tistê ku mirov di vê cîhanê da ji cêr’ibandin û lêger’în û lêk’olînên zanistî hilde, p’ir’ in. Ji bilî van, di Yekîtîya Sovêtê da ji sala 1921-î û vir va di warê zimanê k’urdî da gavne girîng hatine avîtin: sê alfabê hatine amedekirin û bi wan wêje, huner û çandek a dewlemend hatine sêwirandin, di dibistan, xwendegeh û zanîngehan da p’erwerdeya ziman û wêjeya k’urdî hatye dayîn, r’ojname, p’irtûkên zimên û wêjeya k’urdî hatine wesandin, di sîstêma akdêmîya zanistî da di warê ziman û wêjeya k’urdî da lêger’în pêkhatine, r’adîoya Yêrêvanê bi k’urdî weşan kirine... 
Û, ger em îro van hemûyan daynin hêlekê, li ser r’êalîta zimanê k’urdî ç’avê xwe bigirin û di bin bandor’a zimanên bîyanî da, bi ç’avê bîyanîyan li zimanê xwe binihêr’in, gelo emê çi  serbixin?..
Belê, pirs û pirsgirêkên zimanê k’urdî p’ir’ in, û divê bi bêhna fireh li bersîvên wan ên zanistî biger’in, li ser bingeha wan konsêpteke zanistî ya hevbes derxin holê. Her pirsek jî bersîva xwe heye û ew bersîv jî di bingeha zimên da ye. Her dimîne, ku mirov wan li dervayî zimên neger’e û bikaribe wan di zimên bi xwe da bibîne û bi zanistî derxe zanebûnê. heya r’adeyekê, zanist bi xwe hunerê dîtina r’êyên çareserîya pirsgirêkan e.Lê gelo ew mirov, yê ku  hîç r’êzimanek a zimanekî pakî-pîrî nizanibe (bila ew ne ya k’urdî be jî), wê çawa bikaribe bi zanistî lêger’înan di warê zimên da pêk bîne? 
Ji bo  wê jî êdî dem pêr’a gihîştye, ku em dîlêtantîyê (amatorî) bit’erikînin. Ên ku di dema xwe da li ser bingeha  ”zanebûnên”  xwe yên ne zanistî-zimanzanî, çi hatye ber serê wan, li ser zimanê k’urdî gotine û nivîsîne, hinekî jî guhdarîya pisporan bikin…  
Di rewşek a weha da, wisa bûye, ku hinekan dest ji zimanzanîyê berdane, pirsa alfabêya net’ewekê kirine pirsa k’esekî.  
Divê di sêrî da bê gotin, ku li vir pirsa r’astî –ner’astîya alfabêya latînî naê govtûgokirin... Pirs di wê da ye, k’a em wê alfabêyê ji bo zimanê xwe çiqasî r’ast bik’artînin...
Hew!
Em bizanibin-nizanibin, bixwazin-nexwazin, bi obyêktîvî zimanê k’urdî li hole ye, û sazîya dengan a vî zimanî ji 36 fonêman pêk tê, û her fonênek divê di alfabê da tîpa xwe hebe. Ango, di alfabêya heyî da (ew k’ê jî amade kiribe!) pênc tîp kêm in (ç’, k’, p’, t’, r’), ango divê ew di alfabêya kurdî da hebin. 
Çima?
Ji ber ku alfabêya her zimanekî ji t’omerîya fonêmên (navdeng) wî pêk tê. Û fonêm jî
ew deng in, ên ku, dema di p’eyvê da bi dengekî din tên guhar’tin, wat’eya wê p’eyvê tê guhar’tin, ango ew dibe p’eyveke din, an jî bêwat’e dibe.
Mînak:
ker- k’er, kar- k’ar, ku- k’u, ka- k’a, kew- k’ew;
ker- ker’, ber- ber’, cêr-cêr’, girik- gir’ik, gur- gur’, barîn- bar’în;
par- p’ar, pê- p’ê, paç’- p’aç;
ta- t’a, tep- t’ep, tê- t’ê, terk- t’erk;
çar- ç’ar, çir’ik- ç’ir’ik, çeng- ç’eng, çem- ç’em. 
Wek ku di van mînakan da jî tê xuyan, ew herpênc deng fonêm in, ango, r’ola wan a
wat’eguhêzîyê heye, û divê her yekî wan, weke 31 fonêmên din, tîpa xwe hebe. An na,
bêyî wan ev alfabê nivîskan e.
Û li vir pirsa alfabê, r’êzimana k’urdî û zanistê û pirsa kesayetîya Mîr Celadet Bedirxan tistne ji hev cuda ne. Di dîroka zimanzanîya cîhanê da navbilindên wek Vilhêlm fon Hûmboldt, dê Sosyûr, Yêspêrson, Mak’s Myûlêr, Mêyê, Hyûbsman, Sêpîr, Şmîdt, Trûbêtskoy, Oratorskî û yên din hebûne û îro jî gelekên wek wan hene, lê t’û kes nabêje, ji ber ku vî, yan wî mirovî ev tistê han weha gotye, êdî mafê hîç kesî t’uneye, ku tistekî din bibêje…
Baş tê zanîn, ku qanûnên zanistê hene, û ew bi wan qanûnan pêsva diçe, û ne ku bi daxweza hinek kesan. 
Ji  bo wê jî dive ne em tiştekî nû ji ber xwe derxin, ne jî li derî qanûnên hindurîn ên zimên ji  bo wî qanûnan biger’in. Sazîya deng –fonêmên zimanê k’urdî heye, ew jî ji 36 fonêman pêk tê. Lê di alfabêya Mîr Celadet Bedirxan da pênc fonêm nebûne xwedî têp, ew jî ev in: ç’, k’, p’, t’, r’ (dîsa li nimûneyên jorê binihêr’in!). Û ev kêmasîya jî ji hêla xwe va nivîs û sazîya ferhenga zimanê k’urdî nivîşkan û lewaz dike, ji hêla xwe va xwendina k’urdî ya r’ast dijwartir dibe. Her weha, gelek bêjeyên k’urdî ji ber van sedeman nav hev da dihelin, winda dibin û zimanê k’urdî, yê ku di dîrokê da bûye xewdîyê dewlemendîyeke bê ser û bin, hejar û bêhêz dibe.  
Ji bo wê jî, ji ber ku ev tîpana di alfabêya Erebê şemo da hebûne, û alfabêya Erebê şemo jî ya zimanê kurdî ye û hebûna gelê kurd e, mirov dikare wan herpênc tîpan ji wir hilde û li alfabêya Bedirxan zêde bike û vê pirsê bi wî awayî çareser bike. 
Ez li gel silav û rêzên xwe ji bo guhdarkirina we spas dikim! 
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 562 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 14-10-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 52
بەڵگەنامەکان
پەرتووکخانە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 07-03-2012 (12 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 14-10-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 15-10-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 14-10-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 562 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
26-02-2010
هاوڕێ باخەوان
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
07-03-2017
سەریاس ئەحمەد
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
سەعید یوسف
31-05-2018
سەریاس ئەحمەد
سەعید یوسف
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
مام ئەحمەدی ئیلاهی
26-02-2024
زریان سەرچناری
پارت و ڕێکخراوەکان
دادگای باڵای فیدراڵیی
26-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 510,248
وێنە 102,976
پەرتووک PDF 18,708
فایلی پەیوەندیدار 92,728
ڤیدیۆ 1,191

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.187 چرکە!