Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,142
Bilder 106,480
Böcker 19,249
Relaterade filer 96,940
Video 1,379
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
AWAZHUNERÎYA K’URDÎ
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

AWAZHUNERÎYA K’URDÎ

AWAZHUNERÎYA K’URDÎ
=KTML_Bold=AWAZHUNERÎYA K’URDÎ=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

Çend nêr’în û r’aman li ser r’ewşa wê ya îro û r’êyên pêşveçûna wê
“Gel awazê disêwirîne,
lê em, awazhêner, her t’enê
ewê vesaz dikin”.
M. Î. Glînka,
awazhênerê r’ûs ê sedsala XIX
Dema di derbarê net’ewekê da tê axavtin, di sêrî da r’eng û r’ûç’ikê wî yê net’ewî, bi hemû t’aybetmendîyên xwe va, tê ber ç’avê mirov: ziman, çand, huner, tore, stran û girî û yên dinê. Û yên ku net’ewekê ji yeke dinê cuda dikin jî, ew t’aybetmendî bi xwe ne. Û yên ku net’ewê didine nasîn jî, dîsa ew t’aybetmendî ne. Heya mirov dikare bibêje, ku ew dibin nasnameya net’ewê bi xwe... Û di nava wan t’aybetmendîyan da jî ên sereke ziman û çand in. Ziman û çand bi hev r’a di nav p’êwendîyên dîalêktîk da ne. Ji hêlekê va çand li ser bingeha zimên avadibe, ji hêla dinê va ziman dibe p’arç’eyekî çanda net’ewî ya giştî – bi wat’eya vê têgehê ya fireh va. Hemû şaxên çandê bi hev r’a di nava yekîtîyekê da ne, û di nava t’omerîyekê da nîgara net’ewê dinitirînin.
Di nav çanda net’ewî da jî, dîsa bi wat’eya vê têgehê ya fireh va, li r’ex wêjeya zarkî û nivîskî, şanoyê, wênek’êşîyê, peyk’ersazîyê, govend û r’eqasê û yên dinê awazhunerî (sazbendî//mûzîka) jî cîyekî xwe yê t’aybet digire.
R’ast e, zanist dibêje, ku welatê zargotinê yê herdemî nîne, lê çiqasî jî ç’îr’ok (hikayet), stran, govend û seraweyên net’ewekê derbazî nav gelên din bibin, dîsa jî ew bi r’uh û r’ewanê xwe va heya dawîyê nabin yên wan gelan. Çend sedsal jî derbas bibin, k’î jî bibhê, an bibîne, wê bibêje, k’a xwedîyê wê berhema konkrêt k’îjan gele e. Û di cîhanê da gelek gel hene, bê şert û merc û bêyî ku ewê ji bo xwe tiştekî şermî bibînin, dibêjin, ku ev, an ew berhema (serawe, stran, govend, ç’îr’ok, peyker û yên din) ne ya wan e, ku ew ji vî, yan wî gelî derbazî nava wan bûye... Û ev yek wan t’ucar nuxsan nake, ji ber ku ev dewlemendîya mirovahîyê ye, ji ber ku çand bi xwe tiştekî hemmirovî ye, û çandên gelên cuda, bi r’engên xwe yên net’ewî va, p’arç’eyekî şaristanîya hemmirovî ne û di nava yekîtîyekê da wê şaristanîya gelemp’erî ava dikin.
Îro, eger mirov bixwaze li ser awazhunerîya k’urdî, wek beşekî çanda net’ewî nirxandinekê bike, divê serî li warên t’aybetmendîyên net’ewî yên cuda jî bide, ku bikaribe tiştekî gelenp’erî, bibîne, yê ku bersîva daxwazîyên vê mijarê bide. Lê ji ber ku nirxandinên profêsîonal ên li ser awazhunerîya net’ewî p’ir’ kêm in, em îro serî li r’êbazên cihêr’eng didin, ku tiştekî di derbarê awazhunerîya k’urdî da bînin zimên. Divê di sêrî da bê gotin, îro di nav vê çarç’oveyê da çi jî bê kirin, ewê her bibe destpêkekê, ji bo ku bingehekê ji awazhunerîyê û şaxê zanista hunera k’urdî r’a ava bike.
Dibe ku di cîhanê da weke k’urdan kêm net’ew hebin, ên ku di warê awazhunerîya gelêrî da ewqasî dewlemend bin, û bi xwe jî ewqasî bi wê va girêdayî bin. K’urd dikarin di odeyên şevbihêrîyê da heya destberbangê r’ûnîn û bistirên – li hev veger’înin, û hema di wê demê da jî xane û çarînên straneke nû, an jî seraweyekî nû biafirînin...
Wisa jî dema şînê... Pîrekên k’urd dikarin li dora darebesta yê mirî r’ûnîn û bistirên –bilûvînin, pesnên wî bidin, an derdê wî bigirîn û hemû jî – bê amadek’arî... Wisa jî di govendan da, keç’ û xort dik’etin destê hev distiran, li hev vediger’andin, û hema pêr’a jî stranên mû disêwirandin – hem bi gotin, hem jî bi awaz... û bi wî awahî diçû, didomya! Û her çiqas wê demê teknîka dengnivîsandinê t’unebû, ew stran di bîra gel da diman, bi devkî ji herêmekê derbazî yeke din dibûn û dibûn hebûna t’evahîya gel... Wisa jî havînê, dema gîhadirên û nandirûnê: keç’ û xort derdik’etin deşt û zozanan, k’ar dikirin û pêr’a jî distran û stranên nû disêwirandin... û digotin. Şivan û gavanan li serê ç’îyan û li zozanan bi bilûr û şivêvîya xwe r’a hevaltî dikirin, t’enêtîya xwe bi wan dadigirtin û seraweyên dilşewat danîn û pêr’a jî yên nû diafirandin. Û li ser van, di nav gel da lêgênd (efsane) ger’yane, wek a “Lûr-de-lûr”- ê: Hesoyê şivan ê evîndar li serê minarê r’ûdinî, bi bilûrê “Seraweyê nêrîyan” lêdide... û nêrî û pezê wî li pey hev bi p’êpelîngê r’a berbi hevraz – berbi wî va dik’işin...
Û ev nirx û hêjahîyan di nav gel da zindî mane, dewlemend bûne, pêşk’etine û hatine gihîştine van r’ojên me...
Û, her çiqas, êdî dengnivîs, r’adîo û têlêvîzîon hebûn jî, k’omek pisporên çanda me di warê berevkirin, lêger’în û p’arastina zargotina net’ewî da k’arekî mezin pêk anîne: ewana nimûneyên zargotina gelêrî spartine k’axezê û ji bona dihatûyê p’arastine, Li vir mirov dikare navê wan mirovan bi bîr bîne, yên ku ji bo bervkirin, lêger’în û p’arastina çanda gelêrî k’edeke mezin r’êtine: di warê zargotinê da –profêsorên navdar Hecîyê Cndî, Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, di warê awazhunerîya k’urdî da – dr. Nûra Cewarî û Cemîla Celîl...
Û ç’avkanîya vê dewlemendîya r’ewanî jî ç’îya û banî, deşt û zozan, daristan û ç’em û kanîyên K’urdistanê bûne, û ahengîya di nav wê xwezayê û gel da bûye. Û gelê k’urd bi wan berhemên xwe yên hunerî û çandî va bi xwezaya welatê xwe va bûye yek û bi xwe jî, qey bibêjî, bûye parç’eyekî wê xwezaya bihuştî...
Dema mirov awaz, serewe û stranên k’urdî dibihê, zendegirtî dibe û bawer jî nake, ku ew berhemên gelê sade ne, ku ew ji hêla awazhênerên bi nav û deng û k’omên wan va nehatine afrandin: “Memê û Zînê”, “Ker’ û K’ulik”, “Zembîlfiroş”, “Memê û Eyşê”, “Filîtê Quto”, “Elîyê Xarzîya!”, “Xozandaxê!”, “Hekîmo!”, “Lo, wî lo-lo!”, “Bêrîvanê”, “Cirîd”, “Seraweyê nêrîyan”, “T’enzere”, “Sekme”, “Sêp’ê”, “K’oç’erî”, “Zûlo”... Û ev hemû dema bi meyê, bilûrê, zur’nê, şivêvîyê û sazên din pêk tên, û dengbêjekî çê jî pêr’a dike kakekak, mirov diçe cîhaneke dinê – cîhana sûr’ û sêrên xwezaya bihuştî û lehengîyên paşer’oja gel a bêhemp’a û di nav wê da dihele, xwe ji bîr dike...
Û, t’aybetmendîyek a gelê me ya balk’êş jî li ber ç’avan e: k’urdên ku ji ber şûrê xezeva dagerk’erîyê r’evîne, xwe di welatên bîyanî da ji t’evkujîyê p’arastine, li wir jî çand û hunera net’ewî ji bîr nekirine, bi wê jîyan kirine, ew p’arastine, pêşxistine û dane nasîn. Di demên sovêtî da li dora Beşê weşanên k’urdî yê R’adîyoya Yêrêvanê k’omek a dengbêj û sazbendên hosta, pispor û şareza berev bibûn: dengê zur’ne, meya û şivêvîya Şamilê Bek’o, Egîtê Cimo, Xelîlê Evdile û yê din hê jî di nav gel da xwedî nirxekî mezin tên dîtin. Stranên Şeroyê Biro, Bêmalê Keko, Efoyê Esed, Şevavê Egêt, Fatma Îsa û yên gelekên dinê bi seraweyên k’urdî yên gelêrî r’a t’evayî li gund û bajar, deşt û zozanên K’urdistanê jî dihatin bihîstin. Û her êvar, hema ku dema weşanên R’adîoya Yêrêvanê pêr’a digihîşt, hemûyan k’arên xwe berdidan û berbi malê va dilezandin, bi hesreta bihîstina van stran û seraweyan. Û mirov li vir wek sembolekê ji van stranan r’a gotinên helbestvanê k’urd ê navdar Fêrîkê Ûsiv dikare bîne:
“Dengê Şero p’erwaz dide
Li van şêna, gund û dûza...”
Îro di K’urdistanê da li r’ex stranên Mehmed Arif Cizrawî, Meryem Xanê, Şekiro, Eşêşana K’urdî, Tehsîn Taha, Hesen Cizrawî û yên din yên k’urdên Sovêtê xwedî nirxekî mezin in û bi hezkirinek a mezin tên guhdarkirin.
Ev xezîneyeke r’ewanî bûye, a ku t’enê di sînorê K’urdistanê, di nav gelê k’urd da nemaye, ewê wek deryakê fûrdaye, û gelek gelên cînarên k’urdan ji xwe r’a berhem jê hilç’inîne, jê hêz girtine û çanda xwe pê dewlemend kirine...
Û evê dewlemendîyê bandorek a erênî hem li ser gelên cînar, hem jî li ser wan hiştye, ên ku di welatê me, di nav gelê me da mane. Û îro mirov dikare di nav wan gelan da şopên wê bandorê bibîne. Heya mirov dikare bibêje, ku çand û hunera gelên cînar heya r’adeyekê hem bi naver’ok, hem jî bi şêwazê xwe va gelek deremên çand û hunera k’urdî wergirtine. Û eva yeka di dema xwe da tiştekî xwezayî û normal hatye dîtin.
Weha, agahîyek a balk’êş, ya ku r’onayê davêje ser van pêvajoyên dîrokî. Di dema xwe da r’onaydarê ermenî yê mezin yê sedsala XIX Xaçatûr Abovyan, dema di derbarê govenda k’urdî da dinivîse, dibêje, ku ew (govenda k’urdî) mîna xorovoda r’ûsî ye (xorovod – bi r’ûsî: dîlana k’omî, govend). Li vir pirs dertê holê, eger wê demê govenda ermenîyan hebûya, wek ku îro êdî ew pêk hatye, Abovyanê govenda k’urdî hemberî ya ermenîyan bikira, wê bigota, ku ew mîna govenda ermenîyan e, û wê hîç jî berê xwe nida bakûr, bi hezarê kîlomêtiran ji Ermenîstanê dûr – Rûsîyayê... Û gelek r’engên govenda k’urdî (her weha, serawe û stran) wisa k’etine nav jîyana ermenîyan, ku îro êdî dibêjin “K’oçerîya ermenî”, govenda ermenî, û ... êdî li ser govenda ermenîyan diaxivin û dinivîsin.
Awazhênerê ermenî yê mezin Komîtas (1869-1935), yê ku bi gotina ermenîyan bi xwe “...di serdema vejîyana (rnesans) net’ewî da di nava k’arê awazhênerîya ermenî da k’eda wî mezintirîn e: ewî r’amanên hunerî û sazûmankirin û hinartina şêwazên wan ên mayînde di cîyekê da belavkirine... t’êza girîng a xweserîya awazhunerîya ermenî daye pêş... bingeha awazhunerîya net’ewî danye û r’êyên pêşk’etina wê yên pêşer’ojê destnîşan kirine” (cudakirin a me ye. – E. C.).
Û ev hunermendê mezin, di Xwendegeha awazhunerîyê ya Bêrlînê da t’êma dîploma xwe li ser awaza k’urdî nivîsye û p’arastye (binihêr’in: Nûra Cewarî, “Pêwendîyên kurda û ermeniya yên sazbendîyê”, kovara “Roja nû”, hejmar 105 –106, sal 1999, rû. 4-5). Îro jî sert’aca hunera wî (her weha, ya ermenî ya giştî) strana wî ya “Dilê yaman!” tê dîtin (bixîne: “Dilo yaman!”), di arşîvên wî da gelek stran û awazên k’urdî hene... Û evana îro bûne “bingeha awazhunerîya net’ewî” û “t’êza girîng a xweserîya awazhunerîya ermenî”.
Tiştekî din ê balk’êş jî: îro jî bi r’adîo û têlêvîzîona Ermenîstanê “Dilê yaman!”, “K’oçerî”, “T’enzere”, “Goranî” û stran û govendên k’urdî yên din bi ermenî tên weşandin, lê di derbarê awazhunerîya k’urdî da hîç p’eyvek jî naê gotin. Em vê daynin alîyekî, bi bernameya “P’osta sazbendîyê” ya têlêvîzîona Ermenîstanê heya stranên gelên ku navê wan nayê zanîn jî didin, lê berhemekê ji hunera k’urdî ya bi navê k’urdî carekê nedidan û îro jî nadin. ...Qey bibêjî, gelekî wisa yê xwedî çand û hunereke ewqas dewlemend cînarê wan nîne, û wan ji bo awazhunerîya xwe ji xezîneyên wê hîç tiştek jî hilnedane.
Û, her çiqas li ser asta fermî helwesteke weha hebûye jî, di nav ermenîyên Ermenîstanê da heya gelekan li ser mirîyên xwe bi k’urdî lûvandine-strane. Ew jî – ne di dewra XIX da, ne di Kurdistanê da, lê salên 70-î yên dewra XX, di Ermenîstana Sovêtî da, dema êdî 50 salî dewleta ermenîyan a net’ewî hebûye. Mînak, wek ku di p’irtûka “Stran û awazên ermenî yên gelêrî: T’alîn” da, ya ku Alîna Hovsêp’yanê û Arûsyak Sahakyanê amadekrine, beşê stranên şînê jî heye, û di wî beşî da her t’enê stranek heye, ew jî bi k’urdî hatye gotin, lê bi ermenî hatye wergerandin û nivîsîn. Weha, em di nasîya dawîya têksta stranê da dixwînin: “Lûvandin bi k’urdî pêk hatye: Xanûm Gabrîêlyanê piştî lûvandinê (ewê ew li ber serê birayê xwe yê mirî gotye. – E. C.) têk’sta wê bê amadek’arî wergerandye”. Û divê bê zanîn, ku stranên vê p’irtûkê sala 1969-an di navçeya T’alînê ya Ermenîstana Sovêtî da hatine berevkirin, û p’irtûk jî sala 1983-an hatye weşandin (Հայկակն ժողովրդական երգեր և նվագներ. ԹԱԼԻՆ, Երևան, 1983// Stran û awazên ermenî yên gelêrî: T’ALÎN, Yêrêvan, 1983).
Tiştekî balk’êş e, helwesteke k’urdî ya berovajî vê heye, ya ku mirov hîç nikare hemberî helwestên vî r’engî bike, yên ku me li jorê behsa wan kir. Li vir gotina me di drbarê wan dengbêjên k’urd da ye, yên ku bi net’ewa xwe va ermenî bûne. Minak, eger yek her’e Ermenîstanê û pirsa Karapêtê Xaço, an Davît’ê Xilo, an jî Aramê Tîgran bike (hersê jî çûne ber dilovanîya Xwedê), ji bilî k’urdan hîç kesek jî navê wan nizane... Eger mirov ji ermenîyan bipirse, k’a gelo ew van mirovan nas dikin, ewê mat’mayî li ç’avê wî binihêrin. Û dema îro di çapemanî, radîyo û têlêvîzîonên k’urdî da hinek ji bo wan dinivîsin, an dibêjin “hunermendê ermenî”, an, dema ew çûbûn ber dilovanîya Xwedê, bi têlêvîzîonên k’urdî serxweşî didan gelê ermenî, mirov mat’ma dibû... Û ev ewqasî r’ast e, çiqasî, eger binivîsin, ku Ahmed Şewqî, Yaşar Kemal, an Selîm Berek’et nivîsk’arên k’urd in, û wisa jî Îbrahîm Tatilses û gelekên mîna wî hunermendên k’urd in. Êdî em nabêjin, eger, jinişkêva, wisa bibe, ku ji bo mirina wan ereb, t’irk û fars hildin û serxweşîyê bidin gelê k’urd!?...
Ew tiştekî dinê ye, eger ewana wek ermenî mezin û p’erwerde bibûna û ji navê gelê xwe hatibûna û xizmeta çanda gelê k’urd kiribûna.
Belê, ev camêrana wek ermenî hatine cîhanê, lê ew di nav k’urdan da, bi r’uh û r’ewanê k’urdî, bi têgihîştin û r’amankirina k’urdî û bi çanda xwe, bi jîyana xwe ya r’ojane va va wek k’urd mezinbûne. Û wan nikaribûye bi k’urdî nestirên, ji ber ku r’uhê wan bi wan r’a bi k’urdî axivye, wana karibûne t’enê bi wî zimanî xwe bidin vegotin û di nav gelê k’urd da ji bo xwe cîyê wê vegotinê dîtine – xwe wek k’urd pêkanîne!... Ango, ew di nav gelê k’urd da wek k’urd p’erwerde û mezin bûne. Û ji bo wê jî îro gelê k’urd wan wek lawê xwe nas dike, navê wan bilind dike, lêbelê gelê ermenî heya haş ji hebûna wan jî nîne...
Belê, awazhunerîya k’urdî bûye deryake bê ser û bin, û gelên cînar, çiqas karibûne, ji xwe r’a jê hildane. Gelek dot û lawên k’urd jî, ji ber ku hunera k’urdî di K’urdistana dagerkirî da bi navê xwe qedexe bû ye, stranên k’urdî wergerandine zimanên gelên serdest ên dewletên dagerker û strane – wek yên wan gelan (mînak, dîsa Îbrahîn Tatilses û gelekên mîna wî). Û ew berhemên k’urdî îro bûne xemla çand û hunera wan gelan.
Ji van hunermendan her t’enê Ahmed Kaya bû, ku ji netewyeta xwe hesya û ji nîvê r’ê veger’ya. Lê sed heyf û mixabin ji ber êrîşên sîstêma nijadp’erest a dewleta t’irk neç’ar bû her’e Ewropayê û li wir jî (dîsa ji ber wan êrîşan) dilê wî teyax nekir, ew û çû ber dilovanîya Xwedê...
Ji alîyekî dinê va, helbet, awazhunerêya k’urdî jî ji yên gelên cînar bi bandor bûye û îro jî dibe. Her çiqas ev pêvajoyeke xwezayî ye, lê dêsa jî eger di warê r’eng û r’ûç’ikê net’ewî yê hunera k’urdî da k’arekî pisporî bê meşandin, ew çend “mqam” û “arabêskên” bîyanî wê di nav hunera k’urdî ya xweser da şopeke bîyanî ya berbiç’av nehêlin...
Me ev hemû ji bo çi anîn? Ji bo ku em bikaribin r’ewşa awazhunerîya xwe ya net’ewî (û çand û hunera net’ewî – bi gelmp’erî) bi hemû hêlên wê va nas bikin û ji bo p’arastin û pêşxistina wê r’ê û r’êbazên nû bibînin û li ser bingeheke zanistî di wî warî da lêger’înan pêk bînin.
Ji bo vê jî, bi dîtina me, di warê berevkirin û weşandina berhemên hunera k’urd da di nava gelê me da t’êra xwe k’ar hatye û wê hê jî bê kirin. Û ji vir û pêva em divê giranîyê bidin ser lêger’în û lêk’olînên di vî warî da, di nav wê da jî, bi t’aybet, ser awazhunerîya net’ewî. Ji bilî vê, divê kadroyên net’ewî yên vî warî bêne p’erwerdekirin û gîhandin. Û ji bo vê armancê divê zanîngehên awazhunerîya k’urdî bên avakirin. Zêde pirsgirêk nîne, egr pisporên me kêm bin. Em li dîroka gelên cîhanê binihêr’in, ewan gelek pisporên bîyanî vexwendine û di wî warî da ji wana hêz û sûd wergirtine... Ma ne, her çiqas çand net’ewî ye, ewqasî jî hemmirovî ye. Divê k’arên lêger’înê wisa jî di nav huner û çanda gelên cînar da bên meşandin – di konsêrvatorî, înstîtûtên zanistî-lêger’înî û sazî dezgehên wan ên din da. Divê em bikaribin wan hemû stran û awazên k’urdî, yên ku hatine werger’andin, bi zimanên gelên din hatine stran û bûne hebûna wan, di derbarê wan da lêger’înan pêk bînin, jinûva veger’înine jîyanê û bi k’urdî biweşînin. Divê dibistan, xwendegeh û navendên çandî û hunerî û, di nav wanda jî, bi t’aybetî, yên awazhunerîyê bên damezirandin û ji nav gel zar’okên di zikmakî da xwedî t’aybetîyên hunerî (yên bi talant) k’om bikin, ji bo wan hemû merc û derfetan biafirînin û wan bidin xwendinê. Pêşer’oja çanda her net’ewekê di zar’okên weha da ye.
Wek ku tê zanîn, hêzên ku çandê pêşdixin, ew girseyên gel û kesayetîyê pispor in. Ev herdû hêz çandê pêşva dibin, lê her yek ji wan – bi şêwazê xwe. Û, her çiqas di wê pêvajoyê da tiştê ku ew pêk tînin, cuda ne, lê dîsa jî ew herdu hev t’emam dikin. Eger gel afrandarê berhemên awazhunerîyê yê bingehîn e, lê kesayetîyên pispor ên wî warî, wê vedisazînin, r’eng û şêwazekî nû didinê û derdixin ser asta hunera profêsîonal…
Êdî t’enê bi weşandina berhemên gelêrî, dubarekirina wan, an jî bi nivîsandina wan nabe, em divê wek net’ew êdî di warê awazhunerîya xwe da (bi taybet jî ya klasîk) gavên konkrêt bavêjin, an –na, wê sibê derng be...
[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 196 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 14-10-2023
Länkade objekt: 2
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 29-04-2014 (10 År)
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 14-10-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 15-10-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 14-10-2023
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 196 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Biografi
Tara Twana
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,142
Bilder 106,480
Böcker 19,249
Relaterade filer 96,940
Video 1,379
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Biografi
Tara Twana
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 1.312 sekund(er)!