Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 517,652
Εικόνες 106,195
Βιβλία 19,172
Σχετικά αρχεία 96,657
Video 1,331
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
DEWLET, SERBIXWEBÛN… Û K’URD
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DEWLET, SERBIXWEBÛN… Û K’URD

DEWLET, SERBIXWEBÛN… Û K’URD
=KTML_Bold=DEWLET, SERBIXWEBÛN… Û K’URD=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

…Van r’ojên dawîyê di çapemanîyê da li ser daxuyanîyên Xetîp Dîcle gotarên r’exneyî hatine weşandin… Û, her çiqas di wan nivîsan da awazekî hestî jî heye, lê di bingeha xwe da ew r’astîyê tînin zimên û helwestekê didin xuyan. Li ber ç’’avan e, ku wan daxuyanîyan dilê gelek k’urdên dilsoz êşandine…
Bi r’astî ew herdu nêr’înên sereke, yên ku Xetîp Dîcle anîne zimên, bi t’u awayî p’êwendîya xwe bi r’astîya têgihîştina mafên gelan û siyasetê nîne – xudanê wan gotinan bi xwe k’î dibe, bila bibe:
Ya yekem: mafê hîç kesî nine, ku r’amana “K’urdistana azad” r’ed bike... Daxweza bidewletbûnê mafekî xwezayî yê her net’ewekê ye! Û dê bêdadî û ne r’ast be, eger mirov dijî vî mafî her’e. Wê demê ev t’êkoşîna T’evgera r’izgarîxwaz êdî li k’u man?...
Belê, dibe ku bi şêwazî (şikilî) ji bo vê demê ji bo hinek p’arç’eyên K’urdistanê dewleta serbixwe ne r’êal be, lê ew armanca sereke ya pêşer’ojê ye, ew mafek e, yê ku hîç kes nikare ji gelê k’urd bistîne... Belê, dibe ku di hinek P’arç’eyên K’urdistanê da şêwazên fêdêralî, yan konfêdêralî pêk bên, lê ev nayê wê wat’eyê, ku wê êdî mafê gelê k’urd ê serxwebûnê nînbe. Ew mafekî herdemî ye, yê ku gelê k’urd k’engê pêwîst bibîne, wê demê jî dê pêk bîne...
Bi r’astî, mirov naxwaze bawer jî bike, ku daxwîyanîyên weha dikarin ji mirovekî weha bên, ji ber ku ev helwesta bêhtir nak’okîyan derdixe pêş, ji ber ku yê wan gotinan dibêje, bi xwe ji bo mafê gelê k’urd k’edek r’êtye, demeke dirêj di girtîgehên dagirkeran da maye!...
Ya duyem: di cîhanê da, dibe ku kêm bajar hebin (heya asta t’unebûnê!), ên ku monoêt’nîk (xur’û ji net’ewekê) bin, lê ew nayê wê wat’eyê, ku ew bajar ne yê welat û gelê konkrêt in... Ji vê hêlê va K’erkûk bajarekî k’urdistanî ye, k’urd jî heqê xwe bidewletbûnê hene, lê nûnerên gel û ayînên dinê jî di K’erkûkê û K’urdistanê da divê xwedî heman mafî bin.
Belê, dem bi dem R’êberîya T’evgera R’izgarîxwaz bir’êz Ocalan gotye, ku K’urdistan ne t’enê welatê k’urdan e... Lê divê mirov van gotinan r’astedêr tênegihîje. Mabesta bir’êz Ocalan nûnerên wan gelan in, ên ku di K’urdistanê da dijîn û xwe jî k’urdistanî nas dikin... Lê, wek ku tê xuyanê, ne hemû mirov van û gotinê dinê r’ast têdigihîjin!
Ev – wek nêr’îneke giştî!
Bi r’astî, dibe ku hîç pêwîstî jî nînibû, wisa dûr û dirêj li ser vê bûyerê dubare nirxandinan pêk bînin, eger ew gotin ji devê siyasetmederekî k’urd dernek’etibûya û, eger ev nêr’îna t’enê li bal wî hebûya...
Lêbelê, wek ku dibêjin, her gotinek bingeheke xwe heye!
Çawa dibe, ku k’urd r’abin û daxweza bidewletbûna xwe r’ed bikin!? Wê demê emê bersîva ewqas p’akr’ewanên K’urdistanê çawa bidin? Emê ji vî gelê malwêranbûyî, k’oçber û sergedan r’a çi bibêjin? Ev gelê ku sedê salan bindestî û zêrandin dîtye, wê ji me r’a çi bibêje? Ev ji k’u tê? Ma ne, ewên ku van tiştan dibêjin, ji bo mafên gelê k’urd di nav têk’oşînekê da bûne, heya di hinek cîhan da ew wek mînak anîne? Ma, gelo, ew ne t’erefdarê mafên k’urdan in – wek mirov? Helbet, t’erfdar in! Lê, wê demê?... Em divê sersedemên van tê bigihîjin? Eger ne dewlet, wê demê, mafne çawa? Ma k’urd dikarin di nav sazîya wan dewletan da, yên ku ew bindest kirine, mafê xwe pêk bînin? Mînaka Başûr tiştekî dine ye! Ew bêhtir tiştekî ji qanûnên hindur’în ên van dewlaetan der e! Eger DYA nehata û r’êjîma Seddam ne r’ûxanda, eger şerê di navbera şiî û sûnyan da nînbûya?! Û heya di vê r’ewşê da jî, ger derfet bik’eve destê wan wê bigihîjin hev û k’urdan bi zêndîtî dabelînin. De, îcar were, di vê r’ewşê da bê dewlet be, bila hêza te ya xwep’arastinê nînbe?! Lê, eger na, wê demê dê çawa bibe? Em doza mafne çawa bikin? Emê doza mafên mirovên di bindestê desthilatdarîya bîyanîyan da bikin?... Ji bo ku rêjîmên serdest mafan bidin me – k’urdan, ku em kûrsên taybet ji bo p’erwerdeya zimanê xwe vekin?... Ma ewqas jî dibe?! Bi gênêtîkî ewqas jî r’eha net’ewî di nav mirov da kuştibin!? Ma ewqas jî em kirine mankurt?1? Çima mafên hemûyan di cîhanê da heye, ku dewleta xwe hebin, lê ya me, k’urdan – na! Çima? Çima, dema em behsa dewletê dikin, hinekên di nav me da ji xwe ditirsin?! Dibe ku, dema dibêjin – dewlet, t’enê ew r’êjîm tên ber ç’avên wan, ên ku îro serdestî K’urdistanê ne, yên ku siyaseta înk’arê, t’evkujîyê û bişavtinê li hember gelê k’urd meşandine û îro jî dimeşînin?
Wek ku tê xuyanê, dive em li vir pirsê bidin xwe:
Delo dewlet çi ye, çima mafê hemû gelên cîhanê heye, dewletên wan hebin, lê ya k’urdan nine? Ji bo çi û ji ber çi? – K’î dikare bersîva van pirsan bide?
… Bidewletbûn daxwaz û armanca her net’ewekê ya xwezyî ye, heya yê net’ewa here kêmijimar jî – ya ku heya sed hezar kesê wan jî ninin! Çima? Ji ber ku bidewletbûn mafek e – mafê bit’evgerbûn û xwe bir’êvebirina net’ewê! Civak bi dewletbûnê xwe t’evger dike, sazîyên xwepêkanîn û xwep’arastinê dadmezirîne, û bi wê yekê hebûna xwe, wek net’ew, dike garantîyê. Dewlet heya r’adeyekê dibe garantîya hebûn, pêşk’evtin û p’arastina net’ewê bi xwe… Dewlet hêmanek e di destê net’ewê da, ji bo ku mafên xwe pêk bîne. Divê dewlet ji bo net’ewê be, ne ku, berovajî wê – net’ew ji bo dewletê be… Em binihêr’in, ev şaristanîyên mezin, ku di cîhanê da ava bûne, gelo bê dewlet dikaribûn çêbûna? Dewleta net’ewî (net’ew – hem bi wat’eya siyasî, hem jî bi wateya qewmî va!) welatîyên xwe dip’arêze, jiyana wan a siyasî, çandî û aborî t’evger dike û r’êve dibe. Ango, bi xwezayî pêdivîya her net’ewekê bi dewletê heye – carna ew serbixwe dibe, carna nîvserbixwe dibe, carna vassal, an nîvvasal dibe, carna jî digihîje asta împêratorîyê… Her netewek anegorî şert û mercên demê, ji wan şêwazên dewletê yekê ava dike.
Dewlet ji bo çi ye? Ji bo ku çavê gel li destê xelkê nînbe, ji bo ku kesek k’eda wî nexwe, mafên wî binp’ê neke, ji bo ku hinek li hember wî t’evkujîyê pêk neynin – bi gotinekê, ew garantîya maf û hebûna gel bi xwe ye – wek prênsîb, ji bilî wan r’êjîmên dijmirovî, yên ku paşê bi destê gel jî tên welger’andin! Ji ber wê jî her gelek dixwaze, ku dewleta wî hebe… Û ji vê hêlê va gelê k’urd bi xwezayî xwedî maf e, ku dewleta xwe ava bike, heya – dewletên xwe jî!
Çima jî na?!...
Û ew xiyala xwezayî ya net’ewî di nav gel da hert’im zêndî bûye – nîvxew-nîvhişyar, dem bi dem serî bilind kiryr, gihîştye asta xwe ya bilind, car bi car xiyanet lê hatye kirin, hêvîya wî şkestye… Lê dîsa jî ew bêhêvî nebûye. Ew hêvî di bin pênûsa r’amandar û helbestvanê k’urd ê mezin
Ahmedê Xanî da şêwazdar bûye:
Bextê me ji bo me ra bibit yar,
Carek bibitin ji xwabê hişyar,

Rabit ji me jî cihanpenahek,
Peyda bibitin me padişahek – 

Şîrê hinera me bête danîn,
Qedrê qelema me bête zanîn,

Derdê me bibînitin ‘ilacê,
‘Ilmê me bibînitin rewacê…
A, ev bûye xewn û xiyala gelê k’urd di der û zemanan da!
Û dema gelê k’urd bi zar’ û zêçên xwe, bi kal û pîrên xwe va li Gelîyê Zîla, li bedena Ç’îyayê Agirî, li Lalişê, li Dêrsimê, li Mahabadê, li Helebçê, li Qamuşloyê, li Amûdê û li seranserê K’urdistanê xwîna xwe r’êtye, dizanibûye, ku wê r’ojekê bê, û ewê jî dewleta xwe ava bikin, ya ku wê ya wan be, wê bibe garantîya hebûna wan, ya ku wê nivşên wan ên pêşer’ojê biparêze, a ku wê k’urdîtîyê pêş bixe – bi çand, bi huner, bi ziman û wêje, û vî welatî bike bingeheke şaristanîya mirovahîyê… Û k’urdê jî bikaribin, di bin navnîşanên dewleta net’ewî da, nasnameya net’ewî di destê wan da, bi r’êberîya xwe ya net’ewî va di cîhanê da bi serbilindî bibêjin – ez im, ez k’urd im!
Çima jî na? Ma k’urdbûn û bidewletbûna k’urdan gunehk’arî ye?!
Ma, gelo yên ku ji van tiştan ditirsin, nizanin ev tê çi wateyê?!... Lê li vir pirs di çi da ye? Ev komplêk’sa xwebiç’ûkdîtinê ye, yan ew ji ber ewqas k’irêtî û nep’akî, yên ku dewletên serdest li hemberî gelê me pêk anîne, ji navê dewletê bi xwe vediciniqin. An ew, a ku tê gotin, heya merc tên guhartin, ji bo demekê gel dikare di nav dewleteke federal an konfêdêratîv da bi gelên cînar r’a jî bijî, hinek dîsa r’astedêr, herf bi herf, têdigihîjin? Hema ev nayê wê wat’eyê, ku k’urd neç’ar in, bi hinekan r’a heta hetayê bijîn û dewleta xwe ava nekin û mafên wan nine, wek dewleteke cînar bi wekhevî gelên dine r’a di nav aştîyekê da bijîn.
Ya dine jî, gelo emên ku îro hene, emê bikaribin bibin berpirsyarên daxwazên wan nivşan, ên ku wê pey me r’a bên… R’ast e, ji bo jîyana wan a pêşer’ojê îro bingehek tê avîtin, lê ew nivşên nû dê sedî sed dewleta xwe h’ebin û serbixwe bin…
Ji bilî wê, K’urdistan çarparç’ekirî ye, û her parç’eyek anegorî wan merc û derfetan, ên ku r’êjîmên dagerker li wan ferz kirine, li ser astên pêşveçûnê yên cuda ne. Û p’arç’eyek ji bo bidewletbûnê îro dikare amade be, yê dine na! Eger p’arç’eyekî K’urdistanê, heya gundekî wê bikaribe serbixwe bibe – çima jî na!? Êdî ew tiştekî dine ye, k’a ewê çiqasî net’ewî be… Ev yek jî dê di destê gel bi xwe da be… Ji mêj va hatye gotin; “Her gelek hêjayî p’adişahê xwe ye!”
Û ya dawîyê: k’î çi dibêje, bila bibêje, k’î çi dike, bila bike, ji bo bidewletbûna k’urdan ne t’enê di Başûr û R’ojava da, lê p’arç’eyên K’urdistanê yên dine da jî merc û derfetên dîrokî digihîjin.
Ev daxwazîya demê ye: dem pêr’a gihîştye, ku Xewna Xanîyê Mezin di jîyanê da pêk bê:
Ger dê hebûya me padişahek,
La‘iq bidiya Xwidê kulahek,

Te‘yîn bibûya ji bo wî textek,
Zahir vedibû ji bo me bextek,

Hasil bibûya ji bo wî tacek – 
Elbette dibû me jî rewacek…
_______________
1 Mankûrt – p’eyveke wêjeyî ye, cara yekem nivîsk’arê sovêtî Çîngîz Ayt’matov di r’omana xwe ya “Û r’oj ji dewrekê dirêjtir dibe” bik’ar anye. Ewî p’eyva mankûrt ji bo wî mirovî bik’ar anye, yê ku hêsîr k’etye û werguhêzî mirovekî bê r’uh bûye û bûye k’ole, yê ku heya dawîyê xwe spartye xwedîyê xwe û her tiştê jiyana berê ji bîrkirye.
Û ev p’eyva îro di nava wêjeyê da bi wateya neyînî ji bo wan mirovan tê bik’aranîn, yên ku paşer’oja xwe ji bîrkirne, dest ji kevneşopî, nirx û hêjayî û r’abûn-r’ûniştinên xwe yên net’ewî k’işandine, yên ku pîvanên exlaqî windakirine... Di nav me kurdan da yên weha r’a yên bêesil dibêjin.
Niha êdî gotineke weha di wêjeyê da tê bikaranîn: “Êdî nivşeke mankûrtan gihîştye!”
[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 634
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 14-10-2023
Συνδέεται στοιχεία: 19
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 08-07-2014 (10 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 333
Βιβλίο: No specified T4 263
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 14-10-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 15-10-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 15-10-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 634
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 517,652
Εικόνες 106,195
Βιβλία 19,172
Σχετικά αρχεία 96,657
Video 1,331
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.75 δευτερόλεπτο (s)!