图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,460
图片 105,702
书籍 19,153
相关文件 96,404
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
PIRSGIRÊKA ALA NET’EWÎ Û EM
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

PIRSGIRÊKA ALA NET’EWÎ Û EM

PIRSGIRÊKA ALA NET’EWÎ Û EM
=KTML_Bold=PIRSGIRÊKA ALA NET’EWÎ Û EM=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#
(Nêr’în)

Li ser r’ûp’elên malp’er’a AmidaKurdê gotara nivîsk’ar Helîm Yûsiv a “Ala kurdî û partîyên kurdan” hatibû weşandin ( http://www.amidakurd.net/nuce/ala_kurdî_û_ partiyên_kurdan ). Ev gotar wek ku ji hêla agahdarîya xwe va, wisa jî ji hêla helwest û têgihîştina pirsan va li min balk’êş hate xuyan. T’aybetmendîyeke vê gotarê wisa jî ew e, ku ew di mijara ala net’ewî da gelek r’êyan ji bo govtûgo û nirxandinên nû vedike...
Bi r’asytî, ev demeke dirêj e, ku pirsa ala net’ewî di r’ojeva derdorên siyasî da ye...
Helbet hebûna ala net’ewî tiştekî pîroz e, û, ji bilî wê, hemû gelên cîhanê alên xwe hene, çima ya me nînbe?! Lê r’ewşa me hinekî ji ya gelê dinê cudatir e.
...Di çapemanîya k’urdî da li ser vê pirsê wisa govtûgo dikin, tuyê bibêjî va, me êdî Yekîtîya Net’ewî ava kirye, em bûne dewleteke net’ewî ya yekgirtî û serbixwe, lê t’enê pirsa alê maye, bê ç’areserkirin... Û, eger ev jî pêk bê, her tiştê me t’emam dibe...
Lê, wek ku tê xuyanê, hem ew govtûgo, yên ku li ser vê mijarê pêk tên, hem jî şiroveyên gulover’ û ne dîyar heya naha nikaribûne ji bo vê pirsê bersîveke heşmendî derxin holê û daxwazên gel t’êr bikin. Û, di vê r’ewşê da p’eydabûna vê gotarê, bi agahîyên wê yên t’omarkirî va, binaxeyekê amade dike, ku mirov, ji bo ku wat’eya vê pirsê û gengeşîyên dora wê têbigihîjin, nirxandinên nêzîkî r’astîya pirsê ya obyêktîv pêk bînin û bersîveke zelal ji bo wê pirsê bibînin. Lê, her çiqas, pirs ne ew çend li hev piç’ikî û dijwar e, û ç’areserîya wê jî ne zêde dûr û bêhêvî ye, çiqas hinek kes dem bi dem wê dikine armanceke bi serê xwe ya ji bo xatirê armanceke bê dawî...
Di vê gotara jorgotî da xudanê wê agahîyên dîrokî, wek bersîva pirsa xwe ya “Gelo ev al, bi rastî ala partiyekê ye, yan ala perçeyekî kurdistanê ye, yan jî ala hemû kurdane?” bi hûrbînî digihîne hev û, tuyê bibêjî, nêzîkî dîtina bersîva wê jî dibe... Lêbelê, her çiqas, ev agahîyên balk’êş û bi kêr girîng in, lê dîsa jî, ew r’ê li pêşîya pirsên nû vedikin.
Weha agahîya yekem, a ku xudanê gotarê tîne, ev e:
“Li gor agahiyên ku di hin jêderên dîrokî de têne dîtin, ev al cara yekem di sala 1919 an de, ji hêla Teşkîlatî îctîmaîye camiyatîyê ve, hatiye sazkirin. Anku ji hêla komela civakî ya Kurd ve, ku di destpêka sedsala bîstan de, li Stembolê, li ser destên siyasetmedarên Kurdên ku piraniya wan ji bakur bûn, hatibû avakirin”. – Ango, ev ala ji hêla “komeleyeke civakî” va hatye sazkirin. Û “... weku aleke neteweya kurd hate pêşkêşkirin.
Di kovara Hawarê de, xwediyê wê Mîr Celadet Alî Bedirxan û nifşê wî, ji birêveberên tevgera siyasî û rewşenbîrî li bakur û rojavayê Kurdistanê, xwedî li vê alê derketin û ew weku ala miletê kurd pejirandin…”
Li vira jî pirs dertê holê, k’a, gelo ew ala, ya ku “komeleyeke civakî sazkirye”, peyra jî “Mîr Celadet Alî Bedirxan û nifşê wî, ji birêveberên tevgera siyasî û rewşenbîrî li bakur û rojavayê Kurdistanê, xwedî li vê alê derketin û ew weku ala miletê kurd pejirandine”, dikare bibe ya net’ewî? Mirov bi merc dikare bibêje, ku, belê, dikare..., lê, eger ew ji hêla Kongrê, an Parlamênta net’ewî, an jî pirsyara hemnet’ewî va bê erêkirin...
Ya dinê jî, pirsa ala K’omara Mehabadê ye, ku di vê gotarê da, wek ku herdem hatye gotin, wê û ya Herêma Başûrê K’urdistanê wek alekê tên nirxandin. Helbet bingeeke van herdu alan a giştî heye... Lê ew nayê wê wat’eyê, ku herdu al yek in... Em binihêr’in, k’a hêja Helîm Yûsiv di vê gotara xwe da evê çawa r’avedike: “…Dema mirov li ala komara Kurdistanê ya li Mehabadê dinere, diyare ku komarê heman al ji bo xwe pejirandiye, lê di heman demê de, çend sembolên biçûk… lê hatine zêdekirin”. – Û ji bo vê jî bîranînên Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa) tîne: “Hikumeta komara Mehabadê biryar stend ku ala komarê heman al be, ew ala ku ji hêla komela civakî ya kurd ve, weku ala Kurdistanê hatibû naskirin….Al jî heman ala Kurdistanê bû, lê li aliyekî rengê sipî li dora roka zer wêneyên du sinbilan hatibûn zêdekirin û aliyê din jî wêneyê çiyayekî û dara “sinoberê” û li dora wê bi awayekî girover (Dewleta komara Kurdistanê) hatibû nivîsandin“ (Û ev jî “çend sembolên biçûk” in?! – E. C.). – Û li vira dîsa pirs dertê hole: “Gelo ala K’omara Mehabadê û ew al, a ku sala 1919 li Stembolê hatye sazkirin heman al in?” Divê bê gotin ew “çend sembolên biçûk”, ên ku Helîm Yûsiv dibêje, ewqas jî ne biç’ûk in, ewana têgeha (kont’sêpta) alê bi xwe diguhêr’in, û ew êdî ne heman al e, ew aleke dinê ye. Eger na, çima ji bo Herêma Başûrê K’urdistanê ala K’omara Mehabadê, bi guhar’tineke biç’ûk va, nep’ejirandin – t’enê li şûna “Dewleta Komara Kurdistanê” “Herêma Başûrê K’urdistanê” li ser danyana...
Û, ya dinê, binihêr’in, di gelek (hema hemû) welatên cîhanê da her herêmek, her navçeyek, her bajarek, her r’êxistin û partîyek alên xwe hene û bilî van û li ser vana r’a ala dewletê ya net’ewî heye. Gelo, li şûna ku bikin hewar û hêwarze û lezobezo bir’yaran li derdorên xwe ferz bikin, wê çêtir nînbûya, eger me Yekîtîya Net’ewî xurt bikira (r’asttir dibû, mirov bibêje – avabikira!), Kongrêya Net’ewî lidarbixista û di wê kongrêyê da ala net’ewî ya giştî bip’ejiranda – wek sembola wê Netewa Yekgirtî. Eger yekîtîya net’ewî nîne, ala k’ê û ji bo k’ê bip’ejirînin? An, eger me alek p’ejirand, Yakîtîya Net’ewî hat, em bûn net’eweke yekgirtî? Em bi wê k’ê dixapînin, cîhanê, an – xwe?
Al sembol e, sembola yekîtîyê ye, û, eger yekîtî nînbe, ewê sembola çi be, wê çi ala net’ewî be? Wek ku di vê gotara jorgotî da dertê holê, li bal YNK (Soran) tîrêjên r’oja li ser alê huvdeh (17) ne, lê li bal PDK (Behdînan) – bîst û yek (21). Ev bû yekîtî? Hem jî, eger pêşmergeyê Herêma K’urdistanê yên yekgirtî nînin, hene pêşmergeyên PDK-ê û yên YNK-ê(?!)... K’a em van nak’okîyan ji holê r’akin, yekîtîyekê ava bikin, bibine net’eweke yekgirtî û ji bo wê jî alekê bip’ejirînin!...
Naha em bên ser pirsa destpêkê ya gotara jorgotî, li k’u tê gotin: “...gelek ji hevalbendên partiya karkerên kurdistanê, ku bi giştî li derûdora partiya yekîtiya demokratîk PYD civiyane, bi behaneya ku ev ala kurdî ala başûrê kurdistanê ye, yan jî ala partiya demoqrata kurdistana iraqê PDK ye, ew al hilnegirtin û aleke din ku ji sê rengan zer, sor û kesk pêk tê, hilgirtin”.
Li vir dîsa nakokî li ber ç’avan e. Ma endamê PKK û PYD-ê nizanin, ku ew al ne PDK, û ne jî Herêma Başûrê K’urdistanê saz nekirine? Hema li vir pirs hem hinekî derûnî ye (psîkolojîk), hem jî ji hêla r’êbaza pêkanînê (prot’sêdûr) va pirsgirêkên wê hene. Em binihêr’in, k’a çima:
Pirsa derûnî: hemû jî dizanin, di bin vê alê da gelek bûyer pêk hatine, yên ku dilê gelekan êşandine û hê jî nehatine jibîrkirin, û hinek nikarin bi derûnî vê pirsê derbazbikin... Ewan bûyerana li ser têgihîştina vê alê bandora xwe ya neyînî hîştine – wek sembolekê, her çiqas em hemû jî dizanin, ku li vir t’u gunehên alê nînin... Lê, çi bikî, wek ku di nav gel da tê gotin: “Hinek mirov hene k’ursîyê (p’eywir) dixemilînin, hinek jî hene, k’ursî wan dixemilîne! Hinek mirov hene r’ûmeta k’ursîyê bilind dikin, hinek jî hene, r’ûmeta wê dêxin!”...
Pirsa r’êbaza pêkanînê: binihêr’in, ew al Parlamênta Herêma Başûrê K’urdistanê bi r’êya PDK p’ejirandye, û ew bi fermî bûye ala Herêmê. Ji bo ku ev al bi fermî bibe ya net’ewî-giştê, divê sazîyeke net’ewî ya bilind wê bip’ejirîne, wek ku min li jorê jî got: an Parlamênta Net’ewî, an Kongrêya Yekîtîya Net’ewî, an jî Pirsyara hemnet’ewî... Parlamênta herêmê jî ne Parlamênta t’evahîya K’urdistanê ye û ne jî Kongrêya Yekîtîya Net’ewî ye...
Ji bilî wê, ew bi xwe jî di hindur’ê xwe da ne yekgirtî ye.
Û, eger em dixwazin aleke me ya net’ewî hebe, divê em ne ku pêvajoya lidarxistina Kongrêya Net’ewî (bixwînin: avakirina Yekîtîya Net’ewî!) bi sedem, an bê sedem paşva bavêjin, lê her tiştî bikin, ku r’ojekê berî r’ojekê ew pêk bê, û di wir da jî pirsa ala net’ewî bê ç’areserkirin!
Çiqasî jî evê pirsê bikin armancekê – ji bo xatirê armancekê, ne wê yekîtîya net’ewî ava bibe, ne jî wê semboleke wê bê p’ejirandin!
Wisan e, em k’urd in! Û divê her tiştê me wisa bi ecemî bin, divê em ne wek cîhanê bin?!
A, eger em dixwazin, ku ev al (bi vî şêwazî, an bi “çend sembolên biçûk” va!) wek ala net’ewî bê p’ejirandin, k’a, werin, em hewl bidin, ku di sêrî da Yekîtîya Net’ewî bê avakirin û paşê ji bo wê Net’ewa Yekgirtî k’îjan sembolê dixwazin, bila pêşnîyar bikin û gel k’îjan hilbijart, bila ew jî bibe ala net’ewî, û ezê jî ne bi destekî, lê bi herdu destan bi wê r’a bim. Ev ala ji xwe ala fermî ya Herêma Başûrê K’urdistanê ye, û em ne t’enê ji wê r’a r’êz digirin (wek ala p’arç’eyekî K’urdistana Mezin!), lê her weha em jê hez dikin, ji ber ku ew p’arç’eyekî dîroka gelê me ye – bila ew ji hêla k’omeleyeke civakî, an çend siyasetmederên welatp’arêz va hatibe pejirandin û îro jî ala fermî ya Herêmeke Kurdistanê be!
Lê...
20-12-2014
P’ampa K’urdan
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览428
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/- 14-10-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 20-12-2014 (10 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):15-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览428
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,460
图片 105,702
书籍 19,153
相关文件 96,404
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!