ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,545
画像 106,169
書籍 19,170
関連ファイル 96,581
Video 1,317
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
R’ÊFÊRÊNDÛM, SERXWEBÛN Û K’URD
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

GELO Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URD K’ENGÊ DIKARE BÊ?

GELO Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URD K’ENGÊ DIKARE BÊ?
=KTML_Bold=R’ÊFÊRÊNDÛM, SERXWEBÛN Û K’URD=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

Piştî daxwîyandina r’oja r’êfêrêndûma serxwebûnê di herêma K’urdistanê da, hem di nav cîhanê da, hem jî di nava gelê k’urd da helwest û nêr’înên cuda r’û dan!
Piştî daxwîyandina r’oja r’êfêrêndûma serxwebûnê di herêma K’urdistanê da, hem di nav cîhanê da, hem jî di nava gelê k’urd da helwest û nêr’înên cuda r’û dan!
Eger hinek welatan, anegorî plana navnet’ewî a R’ojhilata Navîn a Gewre, r’ewşa p’êwendîyên wan bi dewletên herêmê r’a û berjewendîyên xwe, bi erênî li vê pirsê nihêr’în, hema di nava p’ir’anîya k’urdan da p’evçûna du hestên dijber r’û da: yek, ya “dawîya dawîyê emê serbixwe bibin!”, ya duyem – “yê ku vê serxwebûnê pêşnîyar dike, k’î ye?” Û evê jî mirov tê digihîje… Ma tû ji k’îjan mirovî bipirsî (ew ji k’îjan net’ewê dibe, bila bibe!), gelo ewê dijî serxwebûnê be? Helbet na! Lê mirov nikare, ç’avê xwe li ber hinek r’astîyên bi gehîn jî bigire: ew pirsa şik û guman û r’ûdana pirsên k’urdan e... Û berovajî vê jî, hinek bi pirsa serxwebûnê  manîpûle dikin, û eger yek nêr’în, an guman û r’exneyên xwe bîne zimên, ewên ku ev pirs kirine karta lîstikê, dê biqîrin:    
– Binihêr’in ewana dijî serxwebûnê ne! – Û, dibe ku, di nav gelê me da hinek ji ber  dilp’akîya xwe bixapin û ji wan bawer bikin, lewra ku ew haş ji r’ewşa r’êal a Başûr nini – ne ya aborî, ne ya siyasî û ne jî bazarî û lîstikên r’êvebirîya PDKê û herîmê bi dijminê gelê k’urd ê sereke – r’êvebirîya T’irkîya faşîst r’a!  
Lewra jî pêwîst e, ku mirov ç’avê xwe li ser hinek r’astîyan veke!
Dema mirov hemû bûyerên di herêmê da pêk hatine û îro jî pêk tên, lîstikên siyasî û helwest û nêr’înên gel digihêne hev, ev dîmenê dilkovanî dertê holê:
Îro bi r’êalî ji nîvî zêdetir erd û aqarên herêma Başûr bi fermî ne di nav sînorên Herêmê yên îroîn ên fermî da ne. Û, ji ber ku ew navçe û bajarên K’urdistanê bi fermî ne di nav sînorên Başûr da ne (li xerîteya jêrê binihêr’in!), hukumeta navendî ya Îraqê dê hemû derfetên xwe bi k’ar bîne, ku wan xakan di destê xe da bihêle… Ji bo ku ev pirsgirêk nemabûya, anegorî heşmendîya morovê normal, r’êvebirîya Herêmê ya PDKî, berî ku vê r’êfêrêndûmê daxwîne, divê anegorî xala 140. ya Destûra bingehîn a Îraqê di wan navçe û bajaran da r’êfêrêndûm  pêk banîana û hebûna wan di nava sînorên Herêmê da bi destûrî misoger bikirana. Û, eger ewana ev yek pêk neanîne, an di k’arê serxwebûna herêmê da ne ciddî ne, an ciddîyeta vê pirsê tê nagihîjin, an jî ji bo wan ew pirsa hîç qurşekî kor jî ne hêja ye, ew van tiştan bi zanebûn dikin, ji bo ku desthilata herêmê di destê xwe da xweybikin… Û li vira jî, ji bo wan hîç jî girîng nine, k’a K’urdistanê çiqas navçe û bajaran winda bike!  – Ewê paşê ji bo wê wan kes û r’êxistinan t’ewanbar bikin, ên ku di dema xwe da siyaseta wan a dijî k’urdîtîyê r’exne kirine!   
P’êwendîyên PDK û AKPa îslamî ya faşîst, wisa jî yên serokê PDKê Mesûd Barzanî û emîrê DAÎŞê yê herî bilind û serokê K’omara T’irkîyayê Erdoxan baş tên zanîn.  Barzanî di Daşûr da wek nûnerekî wê r’êjîmê t’ev digere… Bi destûra wî di Herêma Başûr da, ya ku doza serbixwetîyê dike, bi dehan baregehên art’êş tirk û MITa wan bi cî bûne (li xerîteyê binihêri’n)… Bi destûra wî wisa jî milîsên Heşd el-Şeebê kirine Şengalê, ji bo ku li dijî Hêzên Berxwedana Şengalê û yên HPGê bide şer’kirin û bi destê wan dot û lawên gelê k’urd bide kuştin. Tuyê qey bibêjî, di Şengalê da bi fermana heman Barzanînî hêzên pêşmergeyan xwe jê venek’işandine û ew bi destê hov û merivxurên DAÎŞê va bernedane! Û ev trajêdîya êzdîyan, a ku bi fermana wî pêk hatye, hê jî nadome!..
Û pirsa destûrî-nedestûrîya vê r’êfêrêndûmê:
Eger herêmek (an welatek, çi ferq!) bi fermî du sal û nîvê zêdetir e, di wê da dema erka serokê wê derbaz bûye, lê ew serokê berê yê bê erkmayî, hemû maf û qanûn binp’ê kirine û ne dest ji k’ursîya xwe berdide, ne jî dihêle hilbijartin pêk bên, gelo r’êfêrêndûma wê dikare destûrî be? 
Eger serokê herêmê bi destûrî bê erk mabe, gelo hukumeta wî dikare destûrî be û bi fermî xwedî erk be? Û serokê wê hukumeta nedestûrî, gelo mafê wê heye, ku wezîrên ji partîyên dinê ji k’ar bavêje (wek ku ewî wezîrên ji partîya Goran ji k’ar avîtine!)?
Eger di wê herêmê da bi fermana serokê wê yê bê erk r’ê li pêşîya serokê Parlamêntoya herêmê tê girtin, û nahêlin, ku ew derbazî Hewlêrê be û here ser k’arê xwe (ew jî wê demê, dema di nava hemû r’êvebirên herêmê da serokê Parlamêntoyê yekî tenê ye, yê ku erka wî bi qanûnî ye!), gelo dikare r’êfêrêndûmê derbaz bike?
Eger Herêmek di hindur’ê xwe da ne yekgirtî ye, ku di navbera du herêmên wê da (Behdînan û Soran) sînor û xalên kontrolê hene, wek di navbera du dewletên cuda da, gelo dikare r’êfêrêndûmê derbaz bike? Ew jî, dema heya pêşmergeyên wan herêman jî wek sazîyên leşkerî ji hev cuda ne (yên PDK û YNK)… 
A, yên ku bi r’astî dixazin K’urdistan serbixwe bibe, divê di sêrî da ev bêqanûnîyana, wek asteng, ji holê r’akirana û her paşê bigotana – emê r’êfêrêndûma serxwebûnê derbaz bikin.
Û t’ehlûkeyeke dine jî: ji ber ku r’êfêrêndûma 25ê rezberê p’ir’anîya k’urdan bi navê Mesûd Barzanî û PDKê va girê dide, wê demê, ji ber sedemên jorgotî, p’ir’anîya k’urdan dikare nebêje – erê!.. 
Lê her çi jî hebe, û encamên vê r’êfêrêndûmê çawa jî dibin, bila bibin, ew gaveke girîng e: ewê r’astîya civaka me derxe hole, û civak jî dê bêhtir xwe û r’ewja xwe nas bike û tê bigihîje, ka wê berê xwe bide k’u. Û piştî vê r’êfêrêndûmê dê di dîroka Başûr da dest bi pêvejoyeke nû bibe: başûrî bi xwe dê bidin xuyan, k’a ew hêjeyî çi çarenûsê ne – serxwebûna r’eal, an bindestîyeke nû ya kirasguhar’tî?..    
10-06-2017.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは483表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 14-10-2023
リンクされたアイテム: 8
グループ: 記事
Publication date: 10-06-2017 (7 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-10-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 15-10-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 14-10-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは483表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,545
画像 106,169
書籍 19,170
関連ファイル 96,581
Video 1,317
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.313 秒(秒) !