پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
27-04-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
هاوینەهەواری سۆلاڤ ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
هەڵپەڕکێی تیپی مۆسیقای سلێمانی ساڵی 1975
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
پیرمام - سەڵاحەدین ساڵی 1953
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی بووک گواستنەوە لە حەسەکە، ڕۆژاوای کوردستان ساڵی 1995
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی تایبەت لە باکووری کوردستان ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 517,413
وێنە 105,688
پەرتووک PDF 19,152
فایلی پەیوەندیدار 96,427
ڤیدیۆ 1,307
ژیاننامە
دانا جەلال
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
یادنامە
ژیاننامە
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
TRAJÊDÎYA K’URDÎ: SERSEDEMÊN WÊ LI K’U VEŞARTÎNE, GELO?
کوردیپێدیا، مێژووی دوێنێ و ئەمڕۆ بۆ نەوەکانی سبەینێ ئەرشیڤ دەکات!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

TRAJÊDÎYA K’URDÎ: SERSEDEMÊN WÊ LI K’U VEŞARTÎNE, GELO?

TRAJÊDÎYA K’URDÎ: SERSEDEMÊN WÊ LI K’U VEŞARTÎNE, GELO?
=KTML_Bold=TRAJÊDÎYA K’URDÎ: SERSEDEMÊN WÊ LI K’U VEŞARTÎNE, GELO?=KTML_End=
(Paşgotina bûyerên pêkhatî)
#Ezîzê Cewo#

K’a, werin,
em k’uman daynin
û pirsan ji hev bikin!
(Gotina pêşîyan)

… Carna di dîroka mirovahîyê da hinek buyer pêk tên, û mirov dike û nake, nikare serderîyê li wan bike… Ji bo ku ew bikaribe sersedemên wan têdigihîje û derxe zanebûnê, carna sedsal, heya hezarsal pêwîst dikin. Mînak: windabûna şaristanîyên kevnar ên wek: a Mayayê û ya Atlantîdayê, a Osiris di Derîya spî da û ya Aroê û p’adişahtîya R’ojê di okîanûsa Pasîfîk (peltekî) da û yên dinê...  
Û di dîroka gelê k’urd da jî hinek bûyerên wisa pêkhatine, ku mirov bi mejûyekî t’endurust  û normal nikare bingeha pêkhatina wan têbigihîje, bi t’aybet jî, sersedema hemû trajêdîyên gelê k’urd – xiyaneta navxweyî!  
Ji dîroka kevnar destpêkirî heya îro ew xiyanet hevalç’ûk, hevr’ê û edûya gelê k’urd bûye – ji xiyaneta Harpagosê medî, ji ya Mehmûdê Meleganî yê kela Dimdimê girtî û heya bê-derê serhildanên sedsala XX û yên van r’ojên me…   
Û, eger em bingeh û sedemên vê malwêranîya net’ewî tênegihîjin, emê t’ucar nikaribin ç’areserîyekê ji wê r’a bibînin û xwe ji vê bîr’ûmetîya dewr û zemanan paqij bikin…   
Lêbelê, di r’ewşa me ya îroyîn da, bi hebûna hêmanên medya civakî yên pêşk’evtî va, ewqas jî hêsan nine, ku mirov tê bigihîje, k’a ev malwêranîya me ya net’ewî (xiyanet) destpêka xwe ji k’u digire, lewra ku îro teknolojîyên wisa hene, ku dikarin r’eş li şûna sipî bidin p’ejirandin, an jî, berovajî vê, sipî li şûna r’eş bidin xuyan...
Ji bo ku ev hemû bê têgihîştin, ezê hinekî ji dûrva destpê bikim.
Dibe ku tê bîra xwendevanên hêja, hê dema nû dest bi amadek’arîyên R’êfêrêndûma Serxwebûna Başûrê K’urdistanê dihatin kirin, min di hevp’eyvîneke xwe da ev dîtinên hanê anîbûn zimên:
“… ji bo pêkanîna k’arekî wsa yê girîng divê helwesteke weke wê girîngîyê bidin xuyan û anegorî wê jî amedek’aarîyên wê bikin. Ji bo pêkanîna k’arekî wisa yê li ser asta net’ewî-giştî – çalakîyeke wisa ya girîng ev mercên han pêwîst in:
– divê herêm bi xwe di nav xwe da yek be;  
– divê pirsa bajar, qeza û navçeyên “bi gengeşî” bê ç’areserkirin (madeya 140î ya
Destûra Bingehîn a Îraqê);
– r’êvebirîya herêmê divê bê r’ewakirin;
– di herêmê da hewa hevhatina net’ewî bê sazkirin”...
(http://www.amidakurd.net/ku/tekst/XESERÎYA_DÊMOKRATÎ_YA_ŞENGALÊ_Û_RÊFÊRÊNDÛMA_HERÊMA_OTONOM_A_KURDISTANÊ)
Û di şêwazê destpêkî da min piştî van têbînîyên xwe ev gotinên hanê jî nivîsîbûn:
“Mirov divê an bêheş û fehmkor be, an dîn be, an jî xayîn û xwefiroş be, ku bixwaze, di r’ewşeke weha da r’êfêrêndûmê pêk bîne!”
Lê, eger tê bîra we, wê demê hewa û k’elecaneke çawa di nava civaka me da desthilatdar bû, û ev gotinên min dikaribûn çawa bihatana pêşbazîkirin û nirxandin, lewra jî min, berî ku bersîvên xwe ji bo weşanê bişnim, ev gotin ji nivîsê derxistin...
Û, her çiqas min ew gotin jê derxistin, lê dîsa jî min hewl da bi şêweyekî metirsîyên xwe bînim zimên û amadek’arên r’êfêrêndûmê hişyar bikim:
“Lê naha, em binihêr’in, k’a bi r’astî r’ewş di herêmê da çawa ye? …    
Herêm bi xwe di nav xwe da p’arî ser du beşan bûye, li ser sînorê di navbera wan beşan da (Behdînan û Soran) xalên kontrolê hene, her beşek hêzên xwe yên pêşmergeyan hene, nak’okîyên siyasî û aborî di navbera wan da, her çiqas diçe, k’ûr dibin.
Li xerîteya herêmê binihêr’in – nîvekî xakên k’urdî derî sînorên fermî yên herêmê hatine hiştin…
Îraq – dewletek e, ya ku xwedî destûra xwe ya bingehîn e, xwedî art’êş, polîs, hêzên ewlek’arîyê û sizakirinê û dadgeha Destûra bingehîn e. Ew wisa jî endama R’êxistina Nt’ewên Yekbûyî (RNY) ye. Lê ya here sereke, di pirsa xakên “bi gengeşî” da nêr’în û berjewendîyên Îraqê û yên dewletên herêmê yên dinê (T’irkîya, Îran, Sûrîya) digihîjin hev, ên ku hersê p’arç’eyên K’urdistanê yên dinê di bin dgerkerîya wan da ne. Û hukumetên wan welatan di vê pirsê da dê ne t’enê piştgirîya Îraqê bikin... ”
Hema r’êvebir û r’ayedarên PDK ji bo r’exne û pêşniyaran guhên xwe hişkem girtibûn, t’enê çepik û fortên berjewendîp’erstên dora xwe didîtin û dibihîstin, evên dawîyê jî, heya ji wan dihat, zebeş didan bin milên wan, p’işikên wan diwerimandin û serê wan didgîhandin asîmanan, ji bo ku ji wir jorda bînin xarê... Û anîn xarê jî! 
... Wisa jî tê bîra xwendevanên hêja, dema di K’erkûkê da ala K’urdistanê hate bilindkirin, gel çawa bi ç’epik û siloganan ew pêşbazî kir... Belê, ev gelê sade ye, ji bo wî her tiştekî bi sembolên net’ewî r’a p’êwendîdar dibe sedema helwesata wî ya hestyarî, û ew anegorî wê helwestê jî t’evdiger’e... Lê, eger mirov ji hêla siyasî va bi heşmendî li pirsê   binihêr’e, ew bûyer bi serê xwe ne r’ast bû, eger nebêjim, ku ew provokatsîonek bû: berî  ku K’erkûkê anegorî xala 140î ya Destûra Bingehîn a Îraqê bi r’êfêrêndûmekê veger’înin nava sînorên herêma K’urdistanê, çalakîyeke weha tê wê wat’eyê, ku hemû dijminên gelê k’urd hişyar bikin, wek ku  gotineke t’irkan heye, dibêjin: “Hesen, were, min bigire!” (“Hesen, gel, benin tut!”) – Û, sed heyf û mixabin, heya p’arêzgerê K’erkûkê zanayekî wek r’êzdar Necmedîn K’erîm jî anîn vê lîstikê... Û encanm jî çi derk’et, jixwe tê zanin...   
Helbet ji bo van metirsîyan, T’evgera R’aizgarîxwaz a Net’wî ev biraderana hişyar kiribûn. Di herêmê bi xwe da jî hinek hêz û r’êxistin hebûn, ên ku ev r’ewş didîtin, xeterîya wê têdigihîştin û metirsîyên xwe danîn zimên...  Û çi? Gelo kesekî guh da dengê wan? Hemû bûn yek û bi yek dengî ew xayîn r’agîhandin! Min jî wê demê, di wê  hevp’eyvîna xwe ya navborî da li ser bingeha ç’avdêrî û analîzên xwe, dîtinên xwe anîn zimên û r’êyên  ç’areserkirina pirsgirêkan destnîşan kirin! Lêbelê kek Mesûd û PDK li ser pêkanîna r’êfêrêndûmê wisa ferz dikirin, ku, qey bibêjî, hinek hêzên derva yên navdewletî garantîyê ji sedî sed dabin wan...
Û ji bo ku mirov sîya şopeke wisa bibîne jî, hinek bingeh hebûn!
Wek ku tê zanîn, eger êrîşa hêzên DYAê ya li ser Îraqê nînbûya, ev herêma otonom bi xwe dê nikaribûya derê holê... Ya dinê, dema leşkerên Seddem di bin êrîşên hêzên DYA da xwe ji Başûr vedik’işandin, PDK û YNK li k’u bûn, gelo? Ma ne wê demê k’urdên bi k’irê leşkerîya Seddem dikirin (cehşan) ç’eka xwe li dijî leşkerên Îraqê r’akirin, ew ji K’urdistanê r’aqetandin û paşê bang li wan kirin, ku ew bên li welêt xwedî derk’evin?!”(Û ew jî hatin, û bi çi awahî lê xwedî derk’etin, li ber ç’avan e!).
Û ya sereke, hêvîya me ew bû, ku, her çi jî hebe, piştî r’êfêrêndûmê dê serxwebûna herêmê bê r’agîhandin, û peyr’a çi dibe bila bibe – bila kesek jî wê nep’ejirîne, bila êrîş serda bên, – wê demê wê bihata zanîn, êrîşî welatekî dikin, ê ku serxwebûna xwe r’agîhandye, ango, wek ku di nav gel da tê gotin, hîç nebe, dê navê serxwebûnê di k’îsê gelê me da bima! Lêbelê, hê berî  pêkanîna r’êfêrêndûmê Nêç’îrvan Barzanî hemû r’ikberên k’urdan dide bawerkirin, ku r’êfêrêndûm nayê wat’eya guhar’tin sînoran!..   
Wê demê pirs dertê holê – ma êdî ewê ji bo çi pêk tînin?
Di vê r’ewşê da jî helwestek a gel derk’etibû holê, ya ku dida xuyan, ku, wek ku mirovekî erka xwe pêk anîbe, pîrozbahîyan pêk tîne, geşt û seyranan t’evger dike. Û wê demê jî dîsa pirs derdiket holê, k’a, gelo, helwesteke weha dê me k’uva bibe? Û ji bo vê jî hema pey pêkhatina r’êfêrêndûmê r’a di gotara xwe ya  “R’êfêrêndûm  pêk hat.  Paşê?” da ez ji bo wan pirsan bersîvekê ger’yam: “... gel jî, hê di bin bandora k’elecana r’êfêrêndûmê da çalakîyên şadîmanî pêktîne! Qey bibêjî, ewî êdî jibîr jî kirye, ku r’êfêrêndûmeke weha hê sala 2005an pêk hatye, û ji sedî nodê binecîyên Başûrê K’urdistanê dengê xwe dane serxwebûna xwe…  
Evê jî ji hêlekê bihêlin, ya balk’êş ew e, ku kesek pirs nake – lê k’a serxwebûn?
K’a, gelo di van 12 salên bihurî da li ser r’êya serxwebûnê ji bilî gotinên di derbarê wê da ji bo serxwebûneke r’êal bingehek hat amadekirin: bingeha aborî-siyasî-hevgirtina civakî…, ji bilî vê r’êfêrêndûma nû?.. Û lewra jî di nav gel da (û heya li derva jî!) hinek dipirsin, ku, yek e, ji hêla fermîyetê va encamên r’êfêrêndûma 2005an hebûn, çima yekser serxwebûna herêmê r’anegîhandin? 
Ev jî nekirin, em bibêjin, tiştekî nake, lê pey vê r’êfêrêndûma duyem r’a çima serxwebûn r’anegîhandin? Ma ne gel vîn û daxweza xwe anye zimên, û vîna gel jî ji bo r’êvebirîyê fermana here mezin û mafdar e, ya ku divê bê pirs û guman bi cî bê!
Lê, wek ku berî r’êfêrêndûmê kampanîyake propagandayê dihat meşandin (ne ewqas ji bo r’êfêrêndûmê!), piştî r’êfêrêndûmê jî ew pêla propagandayê diher’ike…  ”
( http://www.amidakurd.net/ku/tekst/R_ÊFÊRÊNDÛM_PÊK_HAT_PAŞÊ )
Û îro jî, hem di nav gel da, hem jî di nav civaka navnet’ewî da hinek dipirsin:
“Ma, eger ev r’êfêrêndûma ji bo serxwebûnê pêk tanîn, çima serxwebûn r’anegîhandin?”
Pirseke di cî da ye!
Ji bo vê pirsê jî her bersîvek heye:
“Eger armanca wan serxwebûn bûya, dê ew r’agîhandana!”  
Û li vira jî – pirseke dinê:
“Eger armanca wan ne serxwebûn bû, lê çi bû?”
Binihêr’in, ji bo ku herêmê berbi serxwebûneke r’êal va bibin, hemû merc û derfet hebûn: r’êjîma Seddem hatibû r’ûxandin û ya nû jî hê xwe r’anegirtibû, ev 26 sal bûn herêm  nîvserbixwe bû, ev 12 sal in, ku Destûra Bingehîn a Îraqê hatye p’ejirandin, û  anegorî madeya 140î a wê destûrê ew k’urd, ên ku dema r’êjîama Seddem bi destê zorê ji    herêmên xwe hatibun derxistin û ereb, t’urkmen û pêkhatîyên dinê anîbûn warên wan, divê veger’yana gund û bajarên xwe, nûnerên gelên dinê, yên ku anîbûn û di warên wan da cî kiribûn jî, divê veger’andina cîyên wan... Û piştr’a divê di wan herêman da ji bo statûsa wan r’êfêrêndûm pêk bianyana...
De, îjar binihêr’in, di nav ewqas sal da r’êvebirîya herêmê (bixwîne – PDK!) li  şûna vî k’arî va mijûl bibe, şûna ku ewan dihatûyên ji nevta K’urdistanê ji bo ç’areserîya vê pirsê dêrs bike, pişta xwe k’utaye ber dijiminê sedê salan ê gelê k’urd ê herî bi xeter – r’êjîma faşîst a T’irkîyayê û ew hebûna gelê k’urd kirye bankên wê dewletê, ya ku dixwaze bibe împêratorîya osamnî ya nû, û ew hebûna dibe çek û teknîk û li ser serê gelê k’urd diteqe... Herêma ku nîvserbixwe bû, ji bo art’êş û MITa t’irkan kiribûn baregeha leşkerî (anegorê agahîyên cuda, derdorê 20 baregehên leşkerî yên  T’irkîyayê di herêmê da hene!)... Çi cara ku  Mesûd an Nêç’îrvan biçûna Ankarayê,  balafir’ên leşkerî êrîş dibirin ser Herêmên xweparastinê ya Medyayê... Lê bêr’ûmetî û serberjêrîya here mezin ji bo herêmê û gelê k’urd ew bû, ku dema Mesûd Barzanî, wek  serokê herêmê diçû Ankarayê, di sêrî da berê wî didan MÎTê, ew diçû, r’astî serokê sîxurîya wan dihat (r’apora xwe dida wan, an planên êrîşên ser Qendîlê amade dikirin?!), her paşê Erdoxan û Yildirîm ew qebûl dikirin... Û t’irkan jî ev yek p’ir’ baş di çapemanîya xwe da r’êklam dikirin, wek ku bibêjin – a, binhêr’in, ev jî serokê wan e!   
Dema êrîşên DAÎŞê pêşmergeyan bi fermana Mesûd Barzanî xwe ji Şengalê vek’işandin, gel bê hêvî û p’arastin li hember êrîşên wan merivxuran t’enê hîştin... Wê  demê hêzên gêrîlla xwe bi gel r’a gîhandin, bi lehengî li dijî DAÎŞê r’awestyan, heya r’ê li pêşîya êrîşên wan ên li ser Hewlêrê jî girtin... Lê piştî vê Nêç’îrvan bi T’irkîyayê r’a nexşer’êyekê amade dike, k’a divê çawa hêzên PKK (gêrîlla) ji Şengalê derxin, û ji bo ku li dijî PKKê şer’ekî hevbeş  bimeşînin, planên xwe datînin...  
De îjar werin, û ji van r’a bibêjin, ku dikaribû armanca wan a serxwebûnê hebûya!
... Û piştî ku nîvê herêmên K’urdistanê r’adestî hêzên Îraqê-Îranê-T’irkîyayê yên  hevbeş kirin, hildan û encamên r’êfêrêndûmê jî cemidandin!
Û di nav gel da jî kesek nake hewar û gazî, ji wan napirse, k’a k’ê ew maf daye wan, ku ew vîna gel binp’ê bikin?! Ma ne, gel vîna xwe dyar kirye, û divê ji wê r’a r’êz bê girtin û daxweza wî bê pêkanîn...  
Û kesek t’une, ku ji wan bipirse: “Eger weyê ew hemû destkevtîyên gel têkbida, ev çi hêle û hingirme bû?!” – Naha jî piştî ku nîvekî xakên K’urdistanê, hemû sînor, dergeh û balefir’gehên herêmê  r’adestî r’êvebirîya navendî ya Îraqê kirine, r’abûne encamên r’êfêrêndûmê jî dicemidînin. Û pey vê r’a jî Nêç’îrvan wisa bi r’ojnemegeran r’a diaxive, qey bibêjî, ewî hemû Îraq dager kirye, piştr’a nîvê xaka wê ji xwe r’a hiştye û nîvê dinê jî bi k’irê daye Malîkî...  
Û di vê r’ewşê da tiştê herî balk’êş jî ew e, ku gel jî li hember van hemûyan bêdeng e! Çima?
Û di nav vê bêdengîya gel da Mesûd Barzanî bi “serfirazî” dest ji p’eywira xwe dik’işîne (ya ku êdî du salan zêdetir e, bi fermî nînbû!), qey bibêjî fedek’arîyekê ji gel r’a dike, pey vê r’a k’omên ç’ekdar ên PDKê êrîşê dibin ser parlamêntoya herêmê, endamên wê çavtirsyayî dikin, nûnerên PDK  parlamênterekî ji t’evgera Goran îşkence dikin û li wî ferz dikin, ku lêborîna xwe ji Mesûd Barzanî bixwaze, çi ye, ku ewî Mesûd  r’exne kirye...
Û têr’ora derûnî li vira jî r’anewaste, ew digihîje asta xwe ya here bilind: Nêç’îrvan  ji serokê t’evgera Goran r’a dibêje, ku baş dibe, serokê parlamêntoyê dr. Yusif Mihemed van r’ojan neyê parlamêntoyê!.. Binihêr’in, tirsfir’andin, bêr’ûmetkirin û biç’ûkxistineke çawa! Serokê parlamêntoyê dr. Yûsif Mihemed bi xwe ye, lê Nêç’îrvan bi r’êya serokê t’evgerê tirsê li wî difir’îne!
Ev hewmû dîmenên fîlmên di derbarê p’evçûnê naveşîrî yên sedsalê navîn tînin bîra mirov – her bi şêwazekî modêrn!
Bi vê yekê PDKê çi dixwaze bibêje? Dixwaze bibêje – k’î jî bê, k’î jî her’e, yek e, emê serdest bin?!...
Û, her çiqas, yên ku herêm gîhandine r’ewşeke weha ya malwêran ew bi xwe ne, lêbelê, k’a li çapemanya derdorên PDKê binihêr’in, ew hemû sûcên xwe dikin stuyê her kesî, û hewl didin, xwe ji wan veşon...
Ez naxwazim, li vira p’arêzerîya kesekî bikim, lê ji boy navê dadwerîyê û r’astîyê, divê mirov  hinek tiştan bibîne!   
PDK û çapemanîya wê wisa didin xuyan, ku têkçûna herêmê bi r’adestkirina K’erkûkê pêk hatye, û yên ji bo wê yekê sûcdar jî, Bafil T’elebanî û malbeta wî ne...
Helbet, di vê pirsê da her yek weke k’ar û kiryarên xwe p’ara xwe di wan sûcêan da heye. Helbet ew r’ikberî, dijîtî û pêşbirka di navbera malbetên Barzanîyan û T’elebanîyan  da sersedemên malwêranîya gelê me ya sereke ne. Lê, eger di derbarê têkçûna bi vê r’êfêrêndûma dawîyê û bûyerên pişt wê r’a p’êwendîdar da bê gotin, bê guman r’êvebirîya
herêmê (bixwîne – PDK û Barzanî)  gunehk’arên bingehîn û sereke ne... Yên ku ji bo van hemû têkçûnan bingeh û sedem sazkirine, ew bi xwe bûne! Heya, eger hineke dinê jî K’erkûk r’adest kiribin, yek e, berpisyarên vê r’ewşê ew bi xwe ne! Hê du-sê sal berê agahî ji herêmê dihatin, ku hinek navçeyên herêma otonom dibêjin – çêtir e, em r’astedêr di nava sazîya Îraqê da bin, ne ku di nav herêma otonom da! Wê demê jî min di gotareke xwe da got, ku divê evê bi baldarî bişopînin, sedemên wan helwestan derxin zanebûnê... Hema, lawik bi k’arê t’ucareta nevtê ya bi dosta xwe ya stratêjîk –T’irkîyayê r’a mijûl bûn...  
Ji bo K’erkûkê jî Bafil T’elebanî vekirî dibêje – em bibêjin, K’erkûk min r’adest kir, lê herêmên dinê k’ê r’adest kirin? Ew dibêje (û di dest wî da jî belge hene!), ku ew vek’işîna wan bi taktîkî bûye û pêşniyar dike, ku: “Kesên ku em anîne vê r’ewşê divê  lêpirsîn li wan were vekirin!” (https://anfkurdi.com/rojane/bafel-talabani-kesen-ku-em-anine-ve-rewse-dive-lepirsin-li-wan-87690 ) Û, dertê holê, ku biryara vek’işîna pêşmergeyan a taktîkî ji K’erkûkê jî ne ku Bafil daye, lê di  civîna polîtbyûroya YNKê da hatye girtin, ku ji 50 beşdarên wê civînê 38an ji bo wê  biryarê gotye erê, 12 jî  dij û bêt’eref derk’etine!
Lêbelê, k’a, binihêrin, gelo kesek  guh dide van gotinan, kesek dixwaze r’astîyê bizanibe?!
Û naha jî dertê holê, heya eger di K’erkûkê da pêşmergeyên heyî berxwe bidana jî, dê ji bilî windayên mezin (hem ên pêşmergeyan, hem jî yên gel) tiştek bi dest nexistana... Lewra ku art’êşa Îranê ya dagerker di bin fermandarîya gênêral Qasim Silemanî da bi yekîneyên Heşdî Şaabê va çûne Silêmanîyê û r’adestkirina K’erkûkê li wan ferz kirine... Û li vira pirs dertê holê – gelo, eger Mesûd Barzanî bi pêşmergeyên xwe va jî li wir bûna, dê bikaribûna K’erkûk bip’arastana? Û çima ne li wir bûne? Wana çima herêmên dinê nep’arastin? Çima sîstêmeke p’arastinê ya hevbeş saz nekiribûne?...
Pirs in, pirs in, pirs!
Li şûna ku hewl bidin r’astyê bibînin û derxin holê, hemû hêmanên r’agîhandinê bûne yek û berê gel didin cîyekî dinê... Hinek r’abûne, dibêjin, yên ku Mesûd Barzanî r’exne bikin, li  dijî serxwebûna K’urdistanê ne, hinek dibêjin, k’a di vê r’ewşa aloz da dengê xwe nekin, hûnê tiştê heyî jî xerab bikin! Hinek jî li dû sembolên dinê da xwe telandine û bi hêvîyeke derew gel dixapînin – xwedêgiravî, sebir bikin, piştî salekê her tiştê wisa bi carekê r’a bê guhar’tin, ku kesek hêvî jî neke! Ango, wek ku di nav gel da dibêjin, balgîyê nerm didin  ber serê gel û wî dikin xewa mirinê! Û kesek t’une ji van mirovan bipirse, gelo gotina wan di derbarê k’îjan serxwebûnê da ye, ya ku PDK û Mesûd Barzanî va binp’ê kirin û qurbana berjewendîyên xwe kirin? Û gel jî divê li hember van kirên wan bêdeng bimîne?..
Û dema mirov dîmenê van mirovana digihîne hev, nîgara berdevkê çapemanîyê yê Seddem Huseyn tê ber ç’avê mirov – dema r’êjîm êdî têk çûbû, ew t’enê di holê mabû, lê dîsa jî ewî pesnê xwedîyê xwe dida... Û derew li pey derwan tên weşandin – naha jî dibêjin, ku piştî  r’adestkirina  K’erkûkê, YNKê nevta  wê difiroşe Îranê (??!). Naha mirov nizane, ji k’îjan derewê bawer bike, ji k’îjanê – na! – Bafil K’erkûk r’adestî hêzên Îraqê kirye, yan ew di destê YNKê da ye, û YNK nevta K’erkûkê difiroşe Îranê?..  
K’erkûk hatye dagerkirin, û Bafil jî bi Mesûd Barzanî va têk çûne, ewê çawa bikarinin nevtê bifiroşin wan ên ku ew dager kirine... Ma Îranê ew dager kirye, ku nevtê ji wan bikire? Çvê xwe vekin, Îraqa îro bûye wek herêmeke îranê, û heya serekwezîrê Îraqê Heyde el-Abadî di T’ehranê da dibêje, ku Îran welatî wî yê duyem e!
A li vira ye, ku dibêjin –  derewkê dikî, bila di wê da hinek xuwê hebe!  
Heya gihîştye wê r’adeyê, ku r’ayedar û fermandarên PDKê li vir û wir dibêjin, ku Amêrîkayê xiyanet li wan kirye! Û dibe hinek jî dixwazin ji wan bawer bdikin... Bi r’astî tiştekî ecêb e! K’a, gelo kê ji k’ê r’a xyanet kirye, ew jî pirs e... Ma, ew ew ne DYA bû, ku dixwast we bigihîne bidewletbûnê? Ma ne ji bo wê bû, ku r’ayedarên amêrîkî dihatin bal Barzanî û jê hîvî dikirin (!?), ku naha ne dem e, r’êfêrêndûmê pêk bînin, heya hinek merc jî pêşnîyar dikirin! Ma ne, ji hêla agahîyan va yên ku ji r’ewşa herêmê baş agahdar bûn, ew bi xwe ne – bi hêza xwe va, bi teknîk û p’êwendîyên xwe va!? Hema Mesûd Barzanî guh da wan? – Na!
Û li vira li ser vê helwesta Mesûd Barzanî ya ji bo hema naha û ne demeke dinê r’êfêrêndûmê pêk bînin, hinek nêr’înên r’ayedar, siyasetmeder û şirovegerên siyasî yên navnet’ewî hene, yên ku hêjayî baldarîyê ne.  
Ya yekem – dibêjin, ku dema DAÎŞ êdî têk diçû, pêwîst bû, t’evlihevîyekê derxin, ji bo ku balê ji ser DAÎŞê bik’işînin cîyekeî dinê, û ew bêhnekê bik’işîne. Û dibêjin, ku ev planên mirîdê mala şêx Mesûd Barzanî – Receb T’eyîb Erdoxan bûye. Tê gotin ku di nava çarç’oveya têk’oşîna îslama hemdemî da (ya DAÎŞ-AKPê!) divê Mesûd Barzanî r’ola Selaheddîn Eyûbî ji bo vê îslamê bilîsta (?!)... Dibe ku ji ber wê jî, piştî r’êfêrêndûmê di hevp’eyvîna xwe ya bi têlêvîzîoneke erebî da Mesûd Barzanî gotibû – ez naha dikarim bi hêsane bimirim! Û li vira pirs dertê holê – ma ne, wî serxwebûn r’anegîhand, ji bo çi dikare bimire?..  
Û ya dinê, ya ku ne kêmî vê hêjayî baldarîyê ye! Tê gotin, ku ev hemû bi zanebûn wisa hatye plankirin, ku li ser pêla hestên fedek’arîya net’ewî hêzên T’evgera R’izgarîxwaz a Net’wî (PKK) bik’işînin Başûr û bi hêzên hevbeş ê T’itrîya-Îran-Îraqê va wê têk bibin...
Lêbelê, ji van armancan hîç yek jî pêk nehat, lewra ku îro sedsala XXI ye û ne ya XII e, ya dinê jî – k’urdên îro bûne xwedî bîrûbawerîya net’ewî û li dû doza xwe ne...   
*
*   *
Naha, pirs dertê holê, k’a di vê r’ewşê da k’urd divê  çawa t’evbiger’in, ku xwe ji vê  bîr’ûmetîyê bişon. Û ev r’ewş jî ne r’ewşeke di r’êzê da ye, heya, bi dîtina hinek lêger’îner-şirovegeran, ew ji r’ewşa Başûrê K’urdistanê ya 1975an girantir e.
Belê, ev r’astîyek e...  
Lêbelê, gelê k’urd îro ne wek wê demê bêt’evger û bê r’êbirî ye! Û hemû hêz û t’evgerên k’urdî bi dilêşî li vê r’ewşa Başûr dinihêr’in û amade ne, ji herêmê r’a bibin alîk’ar. Û ji bo vê p’eyama yekem jî ji PKKê hat. R’êvebirîya vê rêxistina net’ewî ya bi hêz dyar kirye, ku ewê ji r’êvebirîya herêmê û gelê wê r’a bibe alîk’ar, ku herêm bikaribe ji vê r’ewşê derê. Weha, endamê Desteya Serokatîya PKK Mûrad Karayilan ji bo vê r’ewşê çi gotye:  “Pêşmerge xwedî hêza şer’ bû. Lê yên bir’yar dan, nehiştin ev yek pêk were. Di vê pêvajoya dîrokî da em naxwazin r’êveberiya Başûr bik’eve r’ewşeke zorê. Em dixwazin bi wan r’a alîk’ar bin”...
Helbet ji ber vê helwestê dilê mirov şad û baristan dibe, ev nîşanên wê yekê ne, ku gelê k’urd, wek net’ew, bi p’ir’anîya hêz û t’evgerên xwe va ji bo yekîtîya net’ewî amade ye. Û her bi avakirina Yekîtîya Net’ewî gelê k’urd dikare bigihîje mafên xwe yên mirovî û net’ewî... Û, wek ku tê xuyan, hemû hêz û r’êxistinên net’ewî gihîştine vê zanebûnê, naha pirs a r’êvebirîya PDKê ye. Di nava gel da ç’irûskên hêvîyekê xuya dikin, ku biraderên PDKê dê wek berê pişta xwe bi dijmin va girênedin, di vî warî da dê bi wê têgihîştinê gavan biavêjin, ku r’izagarîya me hemûyan t’enê dikare bi hevr’a, bi Yekîtîya Net’ewî pêk bê,...
Pirsa p’êwendîyên bi hukumata navendî ya Îraqê r’a: ev p’êwendî divê li ser bingeha Destûra Bingehîn a Îraqê û anegorî prênsîpên wê pêk bên, gelê me anegorî daxwez û prênsîpên wê dê bikaribe gelek sûdan wergire, eger pisporên vî warî bi têgihîştinî û zanebûn pirsan binihêr’in...
Di r’ewşa îroyên da r’êvebirîya Îraqê êdî qanûnên Destûra xwe binp’ê kirine, dema bi hêzên derva va êrîş anye ser Herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê – şaşîyên r’êvebirîya  herêmê çi dibin, bila bibin, û bûne sedemê kuştina welatîyên Îraqê û wêranîya gund û bajaran... Ev pirs divê hem li ser asta navnet’ewî, hem jî anegorî qanûnê destûrî yên Îraqê bên lêpirsîn, wek sûcekî r’êvebirîya welatekî yê li dijî Destûra wî welatî t’evger’yaye... Û ji vir û pêva jî, dîsa ji ber heman sedeman, divê hemû p’êwendî û hevdîtinên hukumeta navendî bi nûnerên Herêma Otonom r’a di bin ç’avdêrîya r’êxistinên navnet’ewî da pêk bên...  
Divê ji hêla parlamêntoya herêmê va her tişt bi qanûnî bê misogerkirin, ku hem li ber r’êxistinên navnet’ewî, hem ji li ber r’êvebirîya navendî ya Îraqê pirsa r’êzgirtin û p’arastina encamên vîna gelê k’urd – r’êfêrêndûmê bê danîn;
Ji hêla Parlamêntoya Herêmê va divê komîsîonek bê amadekirin, ji bû encamên bi bûyerên r’êfêrêndûmê û yên piştî wê r’a p’êwendîdar binirxînin û sûcdarên wan derxin holê...
Û ya dinê, ya girîng, divê herêmên bi gengeşî bik’evin bin kontrola hêz û çavdêrên navnet’ewî, ji bo ku daxwazên madeya 140î ya Destûra Bingehîn a Îraqê bên pêkanîn...
Nakokîyên di navbera hukumeta navendî ya Îraqê û nûnerên herêma otonom ya başûrê K’urdistanê da di bin ç’avdêrîya R’êxistina Net’ewên Yekbûyî (R’NY) û r’êxistinên dinê yên navnet’ewî da bên pêkanîn...  
Û ya dawîyê, divê hemû sazî û r’êxistinên k’urdî gund û bajar û navçeyên welatê me, yên ku bi r’ayê degerkeran kirine nav rêza “herêmên bi gengeşî” bê baldarî û guhdarî  neên hiştin, li gelê wan herêman xwedî derk’evin, ewlek’arîya wan misoger bikin û her tiştî bikin, ku hêzên dagerker di wan deveran da xwe wek xwedîê wan xakan hîs nekin, ku her buhustek erd, her kuç’ û kevirekî xaka nîştîman li dijî hebûna wan dagerkeran be...
05-11-2017
Pyatîgorsk/R’ûsîya 
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 267 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/- 12-10-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 4
وشە و دەستەواژە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 15-11-2017 (7 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 12-10-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 13-10-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 12-10-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 267 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
گۆرانی میللی کوردی
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
کورتەباس
چەکخانە ژەهرینەکان
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
شەرمین وەلی
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
کورتەباس
شای بازان
کورتەباس
یادە زیندووەکان
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
کورتەباس
لەبەردەم ئاوێنەکەدا
وێنە و پێناس
درووستکردنەوەی دەرگای سەرەکی قەڵات ساڵی 1980
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
ژیاننامە
مهناز کاوانی
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
دانا جەلال
03-10-2010
هاوڕێ باخەوان
دانا جەلال
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
یادنامە
16-12-2021
هاوڕێ باخەوان
یادنامە
ژیاننامە
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
05-01-2022
ئاراس ئیلنجاغی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
14-04-2023
سەریاس ئەحمەد
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
27-04-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
هاوینەهەواری سۆلاڤ ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
هەڵپەڕکێی تیپی مۆسیقای سلێمانی ساڵی 1975
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
پیرمام - سەڵاحەدین ساڵی 1953
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی بووک گواستنەوە لە حەسەکە، ڕۆژاوای کوردستان ساڵی 1995
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی تایبەت لە باکووری کوردستان ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 517,413
وێنە 105,688
پەرتووک PDF 19,152
فایلی پەیوەندیدار 96,427
ڤیدیۆ 1,307
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
گۆرانی میللی کوردی
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
کورتەباس
چەکخانە ژەهرینەکان
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
شەرمین وەلی
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
کورتەباس
شای بازان
کورتەباس
یادە زیندووەکان
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
کورتەباس
لەبەردەم ئاوێنەکەدا
وێنە و پێناس
درووستکردنەوەی دەرگای سەرەکی قەڵات ساڵی 1980
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
ژیاننامە
مهناز کاوانی
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.297 چرکە!