کتاووخانه کتاووخانه
مِنِی کردن(گێردین)

 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!


Search Options





مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا      تەختە کلید


مِنِی کردن(گێردین)
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
کِل کِردِن
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
 أبزار
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
زبان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
 سامانە مإ
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
مِنِی کردن(گێردین) کِل کِردِن  أبزار زبان  سامانە مإ
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بەخش بەختەکی!
  إگرەک بینەل استفاده
 Kurdipedia Archivists
 قسەل(گەپەل) هۆمە
 کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
 کرونولوژیا از وقایع
 کارەل(فعالیتەل) - کؤردی پدیا
 کمک
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
17-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
12-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل 517,395
 شؤمارە عەسگەل  105,678
 کتاووەل 19,149
فایل های مرتبط 96,385
Video 1,307
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لو...
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان ن...
 کتاووخانە
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن ...
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
NÊÇ’ÎR A LI DÛ R’UH Û R’EWANÊ ÊZDÎYAN DIDOME!
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضاف کردن أ کووکریال
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
پێشینە(وەرینەل) بەخش
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

NÊÇ’ÎR A LI DÛ R’UH Û R’EWANÊ ÊZDÎYAN DIDOME!

NÊÇ’ÎR A LI DÛ R’UH Û R’EWANÊ ÊZDÎYAN DIDOME!
=KTML_Bold=NÊÇ’ÎR A LI DÛ R’UH Û R’EWANÊ ÊZDÎYAN DIDOME!=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

Di cîhana li pişt eyneya xar (1) da!
Îro di qada medya civakî da hinek weşan vekirî propaganda îslamîkirina êzdîyan û êzdîtîyê dimeşînin. Bi bir’yar k’arekî bi r’êk û pêk û bi armanc tê meşandin, ji bo ku di heşê xwendevanan da bidin r’ûniştandin, xwedêgiravî, derî gelê k’urd wisa jî cuda gelê êzîdî heye, xwedêgiravî, heya zimanê êzîdkî jî heye.  
Û “t’êorîyeke” weha ne ku t’enê dijzanistî ye, ew wisa jî bi xeter e. Û xeterîya wê di  wê mebestê da ye, ku hewl didin, bi têgîna “yêzîdî/êzîdî” k’urdên êzdî bidin zanîn, ên ku hîç têk’ilîyeke xwe jî bi êzîdîyan û êzîdîtîyê r’a nînin (bi hûrbînî di vê derbarê da – hinekî paşê!) …   
 Û, ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe, ew qewalên (mîssîonêr) îslamîkirina êzdîtîyê dest davêjin lêpovajî û çewtkirina dane û r’astîyên dîrokî jî, û heya navekî nû ji ber xwe derdixin, ji bo ku r’astîya vê ola gelê k’urd a nebînayî ya berî zerdeştîyê bidin jibîrkirin. Û di vî k’arê xwe da ew digihîjin absûrdeke wisa, ku hewl didin bidin bawerkirin, xwedêgiravî p’eyva êzîd  têkilîyên xwe bi navê xwedaya Êgyûpta kevnar (Misir) Îzîdayê (Îsîda) r’a heye…
Mirov nizane, bik’ene yan bigirî!?
Û bi vî awahî, her carê “p’eydak’arîyên” nû yên dûrî heş û sewdawê mirovê t’endurust davêjin holê.
Bi xwezayî, ji ber ku di van nivîsan da vekirî ne ku armancên zanistî, lê yên siyasî tên xuyan, lewra jî di heman demê da li hember wana hem matmayînek r’û dide, hem jî baldarîyeke zêndî li hember vê pirsê hişyar dibe.   
Û ya ku herî zêde mirov matma dike jî, ew e, ku hinek nûser (author) bê şerm û fedî dane û r’astîyan wisa bi nezanî diguhêr’in û lêpovajî dikin, ku heya mirovên dûrî zanebûna pirsê jî matmayî dibin...   
Yek ji nivîsên vî r’engî yên “hesthejîn” (“sensation”) jî ya bi sernivîsa “Derk’et, ku gelê bi gênêtîkî bêhtir nêzîkî êzîdîyan asorî ne” (?! – E. C.) bû, ya ku van demên dawîyê (03. 04. 2021) di malp’era yazidis.info da hatibû weşandin.(2)
Û ew armanca bi hewldaneke weha destpê dibe: “Zanîyaran bi lêgerînên zanistî ç’îroka di derbarê hemlêzimtîya (hemnijadîya) k’urdan û êzîdîyan vala derxistine. Derket, ku gelê bi genêtîkî bêhtir nêzîkî êzîdîyan asûrî ne” (?! – E. C.). – Ango, bi dîtina wan, dertê holê, ku êzîdî samî ne, û ne t’enê “gelê” hemnijad ê asorîyan, lê wisa jî yên ereban û cihûyan in?... Lewra jî, em pirsa bi r’êzimanî t’evlihevîya nivîsê bi xwe û sernivîsa wê li  hêlekê bihêlim, û bala xwe bidinê, k’a çawa gav bi gav ew “mitaledana” wan pêş dik’eve û digihîje asta here bilind a absûrdbûna xwe.
Bi xwe binihêr’in; “... Ew, ku êzîdî û asorî bi gênêtîkî têra xwe nêzîkî hev in, mirov matma nake, lewra ku evê lêger’înê îzbat kirye, ku yên ku bi gênêtîkî bêhtir nêzîkî niştcîyên Naavç’emkê (Mêsopotamîyayê) ne, hema êzîdî û asorî ne, ne ku k’urd û ereb. Ku hema êzîdî û  asorî gelên bingehîn ên Îraqê ne (ango, gelên bingehîn ên Navç’emkê, Şûmerê û Babilê ne.) ...” – Hema wisa, hildane û “bir’yarek” a weha ya derzanistî û lêp dane!
Belê, dîmenekî dîroka lêp ê balk’êş derdik’eve hêlê!
Li ber ç’avan e, ku li vira armanc ne ewqasî  êzîdî ne, çiqas cîhana k’urdî bi xwe. Û ji bo wan girîng e, “îzbat bikin”, xwedêgiravî, yeknijadîya k’urdan û êzîdîyan ç’îrokek a  xwenerojkî ye, xwedêgiravî, gelên ku bi gênêtîkî bêhtir nêzîkî niştecîyên Navç’emkê hema êzîzdî û asorî ne… Û, ji bo ku ev “nûp’eydeyî”  nêzîkî r’astîyê bihata xuyan, di dawîya
gotarê da ev têbînî danîne: “Ç’avkanîya fermî: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/pmc/articles/ PMC5669434/ ”.
Helbet, piştî gotinên weha ne her xwendevanekê bicêr’ibîne, bi r’êya wê jêderkê ç’avkanîya destnîşankirî veke. Lê, eger bibe, û hinek bicêr’ibînin jî, dema li wira nivîsa bi zimanê înglîzî ya bi tablê (cedvel), dîagram û şêmayên dinê bibînin, dê bibêjin, ku ew jî heman tişt e, ...hema bi înglîzî ye. 
Lêbelê, k’a em binihêrin, gelo bi r’astî di (qaşo!) “ç’avkanîya fermî” da çi hatye weşandin, û di wê da bi r’astî çi tê gotin!   
Wek ku ji naver’oka wê nivîsê tê xuyan, ew tiştekî mina gozarêşa (r’apor) lêger’înên zanistî ye, yên ku di warê gênêtîkê da pêk hatine, û di bin sernivîsa “Awir’ek li ser p’ir’r’engîya (mozaîka) geremol a k’omên êtnîkî yên Navç’emkê: gênêologîya ereban, k’urdan, sûrîyanîyan, t’urkmenan û êzîdîyan ên Bakûrê Îraqê”.
Û di wê gozarêşa zanistî da armancên wê lêger’înê jî hatine dyarkirin: “...Ji bo baş têgihîştina bingeha zanistî ya pir’r’engîya êt’nîkî ya Bakûrê Îraqê bi r’êya analîza  hemberhevkirinî ya gênêologîya pênc k’omên êtnîkî yên wê herêmê yên here p’ir’hejmar ...”  – Li wira tê gotin û bi hinek hûrbînîyên destpêkî va weha tê domandin: “...Bi giştî 500 nimûne ji mirovên t’endurist ên 18 salî û yên ji wan bi t’ementir, yên ku di nav wan da têk’ilîyên malbetî nînin, û ji k’omeke êt’nîkî ya ji wan pênc k’omên bingehîn ên Bakûrê Îraqê ne Û ew jî ev in: yên ereb (n = 102), yên k’urd (n = 104), yên sûrîyanî (n = 86), yên t’urkmen (n = 102) û yên êzîdî (n = 106)…” – Lêbelê, nûserên nivîsa mijara gotinê jî “encamên” weha yên hesthejîn (sensational) ên dijzanistî ji vê r’aporê derxistine.
Çima, armanc çi ye?
Dibe ku wana hema wisa hildane û  ji wan hemûyan ew hilç’inîne, çi ku bi daxwez û fermana hinekan divê “bidîtana” û bidana daxuyandin? An jî, dibe ku li vira  amat’orîya wan bi xwe t’ir’aneya stemdar bi wana kirye? – Nizanim, nizanim!
Em lêytmotîva peydabûna nivîseke weha û pirsa destûrmendî-nedestûrmendîya nûserên wê daynin hêlekê û pirsa “hemlêzimî-hemnijadîya êzîdîyan û asorîyan” binirxînin.
Li vira divê li xwe mikur’ bêm, ku ez bi xwe aprîorî (bêyî ku di r’astî û ner’astîya wê da bi bawer an bi guman bibim) dikarim bip’ejirînim, ku bi dîrokî tiştekî wisa dikaribû pêk hatibûya. Û ji bo pêşdîtineke wisa jî bingeh hene. Ma ne, ji dîroka gelê cîhanê tê zanîn, ku hinek caran pêkhatîyên êt’nîkî yên bîyanîza beşdarî gênêzîsa (pêkhatina) gelê konkrêt bûne.  Ev pêvajoyeke xwezayî ye, lewra ku, hîç gelek jî di qadeke ji derdorên xwe r’a girtî da pêk nehatiye. 
Lewra jî, sedemên hebûna bingehên gênêtîkî (genetic haplogroups) li bal gelên cuda divê di nava vê govekê da bê nirxandin, di r’ewşên dîrokî yên konkrêt da, wek encama pêvajoyên dîrokî yên konkrêt, yên ku di herêma cîhanê ya konkrêt da pêk hatine…
Û li vira, ji bo ku mirov bikaribe bersîvên pirsên di derbarê hebûna bingehên gênêtîkî yên hevbeş li bal êzîdîyan û asorîyan bibîne, yên ku bi weşana gotara navborî r’a r’û dane, di sêrî da em pirsa gênêzîsa (pêkhatina) heman asorîyan binirxînin.
Tê zanin, ku bi dîrokî pêşîyên r’astedêr ên asorîyên îroyîn asorî û binecîyên Navç’emkê (Mêzopotamîyayê) yên kevnar tên hejmartin, ên ku di sedsala I da xaçp’arêzî p’ejirandine.(3) Ma ne, ew, a ku wisa ne dyar, di nav nehînîyekê da “niştecîyên Mêzopotamyayê” tên navkirin, ew gelên konkrêt ên bingehîn ên welatên cuda ne, û heya nûnerên r’asa û nijad û şaristanîyên cuda ne, yên ku ji hêla Împêratorîya Asoristanê ya koledar va hatine dager û k’olekirin. Lewra jî, divê mirov hê bikaribe bibîne, k’a asorî k’î ne? –  Ewana nivş û peyhatîyên niştecîyên bajarê Aşûr ê kevnar in, ê ku dewleta yekem a asorîyan li dora wî pêk hatye, an peyhatîyên wan gelên k’olekirî ne, yên ku welatên wan ji hêla Împêratorîya Asoristanê va hatine dagerkirin? Ma ne, hema îro jî k’omên cuda yên wê konglomêrata (civaka geremol) ya asorîyan bi navên ji hev cuda xwe nas dikin û didin nasîn: at’ûraya, aysor, sûraya, sûryanî, aramêî, kildanî, k’urdên asorî (ango, k’urdên nêstorî) û her wekî  dinê.
Lewra jî pirs dertê hole, k’a, gelo, dema xudanên vê gozarêş-r’apora lêger’înên zanistî nivîsîne sûryayî, manesta wana k’î bûne,  xazma, dema tê zanîn, ku di dîroka xwe  ya dewr û zemanan da di xwezayê da pêvejoya pêkhatina gelê bi navê asorî, wek net’eweke yekgirtî, wisa jî heya dawîyê neçûye sêrî.  P’eyva asorî/sûryayî bêhtir têgîneke wek a k’urdistanî, r’ûsîyayî, amêrîkî, brîtanî dide zanin...  Dibe ku, ji ber wê jî di têksta orîjînal a “çavkanîya fermî” da bi înglîzî syrians, ango, sûrîyayî nivîsîne, lê ne ku assîryans (asorî/asoristanî).
Lewra jî, îro hê divê mirov zelal bike, k’a asorîyên îroyîn k’î ne, û peyhatîyên kîjan gelê konlrêt in ew.
Tê zanîn, ku Împêratorîya Asoristanê, bi xakeke berfireh û gewre va, ji herêmeke biç’ûk a bi  rêvebirîya  xweser ava bûye, ya ku li bakûrê Navçemkê li dora bajarê Aşûr pêk hatibûye. (4) Ev dewlet di sêrî da, çend dewran di jîyana bajarên herêmê da r’oleke ewqas  girîng  nelîstye, û ji hêla pêşk’evtinê va ji  cînarên xwe yên başûrî paş maye…  
Lê paşê, leşkerên asorîyan berbi xakên welatên cînar va êrîşên girîng û serk’evtî t’evger kirine. Bi sayîya t’evgerên weha yên leşkerî r’uh û moralê art’êşa asorîyan xurt  dibe, û dewletên cînar jî êdî bi ç’avekî dinê li wan dinihêr’in.
Dewleta asorîyan di wê dema pêşveçûna xwe da Bakûrê Sûrîyayê, Fînîkîyayê û hinek herêmên Asîa Biçûk dager dike...
Wisa jî bi dîrokî tê zanîn, k’a di dîroka xwe da, berî ku têk her’e, ewê împêratorîyê, çiqas xakên welatên cuda dager kirine û çiqas gel k’ole kirine, û k’a ewê makîna k’oledarîyê ya gewre di dîroka xwe da çiqas gel hêrane û dabelandine. Lewra jî îro mirov her bi mercî dikare di derbarê bi gênêtîkî yekawatîya gelê asorî da (wek êt’nos) biaxive...Û, divê bê gotin, di vê pirsê da asorî ji gelên dinê yên cîhanê p’ir’ cuda nînin, heman tiştî (kên an zêde!) mirov wisa jî dikare di derbarê her gelekî cîhanê da bibêje...
Lêbelê!...
Helbet, berê jî di medya civakî da deravîtinên propagandayî pêk hatine, yên ku bûne sedem ji bo gengeşîyên ciyawaz. Di derbarê gengeûêyeke weha da xudanê van r’êzan di  dema xwe da (s. 2017) di bin sernivîsa “Gengeşî didomin” da nirxandinek weşandye. Di vê gotarê da hinek agahî hene, yên ku dikaribûn bibin alîk’ar, ku mirov r’ûpelên tarî yên dîroka gelên herêmê yên hevbeş r’onî bike. Lewra jî, ez hinek şiroveyên ji wê nirxandinê li vira pêşnîyarî bala xwendevanên hêja dikim: “ ...ji dîrokê tê zanîn, kû beşekî k’urdan (yên êzdî, zerdeştî) di dawîya sedsala yekem û di destpêka sedsala duyem a serdema me da xrîstîanî p’ejirandine, û êdî di sedsala duyem da dewleteke k’urdî hebûye, û ola wê ya fermî jî xrîstîanî bûye... 
Pirs dertê hol, piştî hilweşîna wê dewletê, ew k’urdên xrîstîan k’uda winda bûn? – Bi demê r’a beşek ji wan paşva veger’yane nava r’efên ola xwe, lê yên dinê an xwe dane ber dêra nestûrî ya asorîyan, an a hewarî ya ermenîyan, û bi demê r’a di nav wan gelan da  helyane û gelek r’eng û r’ûçikên xwe yên net’ewî-k’urdî dane wan gelan... Û ev pêvajoya jî, wê demê hê zûtir pêş k’etye, dema dest bi îslamîkirina k’ardan bûye û îslam di K’urdistanê da bûye ola desthilatê. Weha, mînakek: net’ewzan (êt’nograf) û ark’êologê navdar ê ermenî yê dawîya sedsala XIX û destpêka ya XX, Lalayan Yê. A. (1864 – 1931) di dema xwe da çi nivîsye: “Poêzîya gelêrî ya aysoran bi p’ir’anî di bin bandora ya k’urdî da ye; stranên wan ên gelêrî p’ir’ hindik in, lewra ku, kevneşopîyek a giştî heye, ku ew stranên k’urdî distirên û ç’îr’okên k’urdan dibêjin”.
Û ev agahîya bi serê xwe yeke t’enê nîne...
Weha zanîyarê sovêtî yê bi nav û deng akadmîk Î. A Orbêlî çi nivîsye: “... Gelo, tê ber heşê k’ê, ku ew Selaheddînê ewqas êş û tengasî gîhandye xaçdaran, k’urd e, ku t’or’inên Dolgor’ûkî (Çepildirêj) yên navdar, ên ku di dîroka Ermenîstanê û Gurcistanê da ne ku t’enê wek serleşker, lê wisa jî wek avak’arên çandê yên navdar, bi eslê xwe k’urd bûne, ku yên Şeddadî, yên ku ji bo avabûna dewletê di Kafkasîyayê da hevr’ikî bi Gurcistanê r’a kirine û di Îranê da deshilatdar bûne, kurd bûne, ku Nîzamîyê helbestvanê mezin, ê ku bi farsî afirandye, di nîvî da k’urd bûye. Evî gelî lawên xwe di nav îranîyan, tirkan, ereban, ermenîyan da windakirne, û navên wan wek navên helbestvan, awazjen (mûzîsyen) û serleşkerên bi nav û deng dîroka gelan dixemilînin” (cudakirin a min e. – E. C.) .   
Û ya balk’êş jî ew e, ku îro jî di nav ermenîyan û asorîyan da nivşên wan k’urdan hene, ên ku di nav wan da hatibûne bişavtin, û ew  xwemukur’ tên, ku pêşîyên wan k’urd bûne... ” (5)
Û, lewra jî, wek ku ez dibînim, dema lênihêr’andina pirsa di derbarê hemlêzimî-hemnijadîya êzîdîyan û asorîyan da, pêwîst e wan r’ewş û mercên dîrokî hesab hildin.
Helbet, ev her dîtinek e di derbarê p’eydabûna bingehên genetîkî yên hevbeş li bal gelên herêmê, di nav wan da wisa jî, li bal êzîdîyan û asorîyan.
Lêbelê, dîtineke dinê jê heye, ya ku ji vê ne kêmtir girîng e.
Ji bo ku vê dîtinê binirxînin, em di sêrî da hinek pirsên bingehîn û bi prênsîp govtûgo bikin.
Ya yekem ew e, ku di cîhana zanistê da têgînên “êzdîtî” û “êzîdîtî/yêzîdîzm” bi zelalî ji hev cuda nayên dyarkirin û zanîn.
Ev pirsa jî p’ir’ girîng e. Û ew ne ku t’enê ji bo têgihîştina êt’nogênêza gelê k’urd girîng e, lê wisa jî ji bo ya gelên herêmê, bi giştî.
Û ew dîtin, a ku bi gotina“êzîdî” ji bilî êzîdîyên  sofî yên îslamî (ên ku di nava wan da wisa jî pêkhatîyên ereb p’ir’ in), wisa jî – k’urdên êzdî têdigihîjin, di nava vê govekê da hîç cî nabe. Lewra ku, yên êzdî ne ji hêla gênêlogîya xwe va, ne ji hêla bawerîya xwe va t’u têk’ilîya xwe bi “êzîdîyan” û “êzîdîtî/yêzîdîzmê” r’a nînin (êzdî k’urdên r’ojperest in, lê êzîdî nûnerên civakek a polîêtnîk/p’ir’êtnîk in, a ku ji wan nûnerên gelên cuda pêkhatye, yên ku şaxê îslamê yê sofîtîyê dip’erêzin!)...   
Ango, eger mirov van gotina bi şêweyekî dinê şêwazdar bike, dikare bi bawer bibêje, ku êzîdîtî ne êzdîtî ye, û êzîdî jî hîç ne êzdî ne! Êzîdîtî/yêzîdîzm t’erîqeteke şaxê sofîtîyê yê îslamê ye, lê êzdîtî r’ojp’erestî ye û ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê ye.
Hê sala 2004-an di têbînîyeke gotara xwe ya “Êzdîtî. Çend r’aman û nêr’în li ser r’astîya vê ola kevnar, r’ewşa wê ya îro, nexwendîtîya olî ya di nava me da û leyîstokên siyasî” da min şirovryeke brfireh ji bo wê pirsê dabû. Weha, li wir çi tê gotin: “Îro di weşanên cuda û çapemanîyê da bi şaşî navê ola gelê k’urd a kevnar – ola êzdî – wek yêzîdîzm, an ola êzîd dinivîsin, lê bawermendên vê olê jî yên êzîdî nav dikin.
Bi vê boneyê divê bê gotin, ku navê vê olê ne ku ola êzîdî ye, lê – ola êzdî ye. Ev civaka net’ewî-olî bi xwe jî wek êzdîtî, an êzdîxane tê zanîn. Ji gelên cînar, ermenî ji êzdîyan r’a dibêjin yêzdî, lê yên dinê –yêzîd.
Divê bê gotin, ku t’u grêfterîyek di navbera navê ola k’urdan a kevnar Êzdî û navê Sult’an Êzîd da nîne. Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlek a ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê tê r’avekirin: P’eyva Êzdî ji p’eyver’êza “Yê ez dayî”  tê. Paşê, hê dereng, ev p’eyver’êz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, deng jê werîyane, gihîştine hev û ew bûye p’eyvekê. P’eyver’êza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdî r’a dibêjin ezdayî...  
Lê Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eşîra ereban a Qurêşîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed P’êxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sult’an) cîhana îslamê bûye.
Yezîd (an, wek yên êzdî wî nav dikin, Sult’an Êzîd) kur’ê Maewî bên Ebî – Şifyan e. Heya Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata P’êxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuştina wî bi destê maewîyan çê bûye. Hesenê kur’ê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê- Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di K’erbelayê da ji hêla Êzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata P’êxember tê û pismamên wan ên dûr – meawîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sult’an). 
Lê ew pirs, k’a gelo bawerîya Yêzîd (Sultan Êzîd) çawa anîne nava ola êzdî, hê bersîveke bi zanistî ya pêbawer ji bo wê nîne. Dibe ku ev bawerî dema r’êformên Şêx Adî anîbin nava ola êzdî, ji bo ku herç’ê êzdîyên ji t’evkujîyan firitîne, bip’arêzin, an jî…? Dibe ku zaniest îro ne amade ye, ku bersîva vê û pirsên dinê bide, lê mirov dikare bi bawer bibêje, ku hîç p’êwendîyek di navbera ola êzdî û navê sultan (xelîf) Êzîd da nine. Êzdîtî ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê ye. 
Têrmîn û navên bi vê olê r’a p’êwendîdar ên r’ast evin: êzdîtî, ola êzdî, yên êzdî, ya êzdî, yê êzdî”.(6)
Ango, li vira k’arê me bi du olên cuda r’a, bi du bîrûbawerîyên cuda r’a heye: yek êzdîtî ye, ya ku ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê ye, ya duyem êzîdîtî/yêzîdîzm e – t’erîqeta  îslamê ya sofîyan.  
Lêbelê, îro hem di hindur’ da, hem jî ji derva va hinek hêz her tiştî dikin, ji bo ku êzdîtîyê, evê ola kevnar a xwezayp’erest a gelê k’urd –, werguhêr’î êzîdîtyê bikin, ango wê bikin  t’erîqeta îslamê ya sofîyan.
Di vê derbarê da bi boneyên cuda di çapemenîyê û medya civakî da gengeşî pêk hatine, ez jî beşdarî hinekan ji wan bûme, û min hewl daye, r’astîya wê pirsê bi zanistî r’avebikim û derxim zanebûnê. Û ji bo ku bi nimûne r’astîya pirsê bê têgihîştin, k’a, em li vira hinek parç’eyan ji gengeşîyekê bînin, ya ku sala 2015-an di bin sernivîsa: “Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî û êzdîtî bê t’unekirin û ji holê r’abe?” da hatibû weşandin. Wê demê min di wê gotar-nirxandinê da nivîsibû: “Di sêrî da bibêjim, ew, ku kekê Hoşeng (7) gelek tiştan nabîne  (an dide xuyan, ku nabîne?!)  ew ji ber wê ye, ku bingehên têgihîştinên me herduyan ên vê mijarê ji hev cuda ne. Ya yekem ew e, ku ew li ser dîtinên biêzîdîkirina (bixwîne: îslamî-sofîkirina) êzdîyan gihîştye-mezin bûye, lê min di nava êzdîyan da ç’avê xwe vekirye, di nava êzdîyan da mezin bûme. Û ev êzdî jî, ne bi giştî be jî,  ji wan pêvajoyan, der mane, yên ku bi hatina Şêx Adî û piştî  “r’êformên” wî di nav civaka êzdîyan da  r’û dane, û bingehên sereke yên êzdîtîyê p’arastine... Ango, em du mirov in, ên ku ji nav civakên ji hev cuda, olên ji hev cuda hatine (ew êzîdî-sofî ye, ez êzdî me!), û ji bo  wê jî dîtin û armancên me ji hev cuda ne: ew hewl dide êzîdîtîya sofî li ser r’edkirin û t’unekirina êzdîtîyê li civakê ferz bike, lê ez dibêjim, ku êzdîtî bi serê xwe oleke kevnar a gelê k’urd e, û t’u p’êwendîya wê bi sofîtîya (sûfîzm) îslamî r’a nîne (û, ku êzîdîtî t’erîqeteke îslamê ya sofîtîyê ye jî, ne ku ez, lê ew biradera bi xwe dinivîse!)”.(8)
Bi xwe binihêr’in, va ye, di vê derbarê da ew qewalê îslamîkirina êzdîtîyê çi dinivîse: “Ya Şêxadî û gelek irfannasên din yên „Ne-Kurd“ digihîne Êzîdiyan û dînê wan, ji her tiştî bihtir sufîzm e (bi k’urdî: sofî/sofîtî. – E. C.), ku bingeha wê jî ji islamê wêdetir e. ...Sufîzm di koka xwe de, wek rêya naskirina Xwedê, ji „şerîetê“ bihtir rêgeh û terîqet e, û ji dînnasiyê jî bihtir irfannasî ye, û ji Xwedanasiyê jî bihtir mirovnasî ye. Lewre, Hisên Bin Mensûrê Hellac (858-922) digot: „Ez heq im...!”(9)
Heman r’êyê di k’omarên Sovêta berê da P’îr Dîma dide pêşîya xwendevanan. Lê t’enê bi wê cudahîyê, k u ew li şûna p’eyva sofîtî/sûfîzm ya dewrêşî bi k’ar tîne.  Weha, ew çi dibêje:  “Ezditi ne zerdeshtiye, ezditi derweshiye u derweshi ji ne misilmanetiye”.(10) – Gelo?! Çawa dibe? Çi ye, P’îrê hêja nizane, ku dewrêşî (farsî) hemwat’eya (sînonîm) p’eyva erebî ya sofî (sûfî) ye. Ev têrmîna di nîveka sedsala XI da di derdorên farsîaxêvan da dyar bûye.(11) Û sofîtî/sûfîzm jî, wek ku tê zanîn, ne ku t’enê şaxekî îslamê ye, her weha, ewê di cîhana misulmanîyê da heya “îslama gelêrî” jî nav dikin.  
Mirov matma dibe, ku kesekî wisa yê ne dûrî cîhana erebî-îslamî di vê derbarê da nizane! Eger gotinên weha ji zarê mirovekî nîvxwendî, an amator derketana, mirov bi awayekî dikaribû tê bigihîjta. Lê, dema di vê derbarê da mirovek dibêje, yê ku di dema xwe da, wek ku tê gotin, di fakûltêta r’ojhilatzanîyê da xwendye (ew jî di beşê erebî da!), û bi xwe jî ji malbeta p’îrên êzdîyan  e, û hewl dide xwe bigihîne asta “ezdazanîyê” (?!), hîç nak’eve heşê mirov…
Û ya ku ew li şûna sofîtî/sûfîzmê p’eyva derwêşî bi k’ar tine, dibe ku ji ber wê  ye, ku di nava civaka êzdîyan da (ne ya êzîdîyan da!) p’eyva sofî bi wat’eyeke ne p’ak, bi awazê qerf û t’irane û nav-nûç’ikan va tê bik’aranîn? Mînak, di nava êzdîyan da gotina “Sofîyê serk’esk” bi wat’eya “mirovê dur’û û derwîт” cîyê xwe girtye...   
Balk’êş e, gelo ev biradera bi r’astî di derbarê van hemûyan da nizane, an dizane, lê …?
Û çiqas diçe – ew bêhtir mirov matma dike!
Bala xwe bidinê, k’a P’îr Dîma êzdîtîyê  “çawa têdigihîje”: “ Ezditi dineki vekiribu di dema xwe da. U ezditi ne tene bawerya kurmaciaxevan bu, le bele gelek erebiaxev u aramiaxev ji bune ezdi…”(12) 
Balk’êş e, ev çîrokana ji bo k’ê ne?!
Helbet, piştî van gotinan, di serê wan mirovan da, ên ku bi dîroka êrîşên ereban û îslamkirina R’ojhilata Navîn û K’urdistanê r’a hema piç’ekî nas in, dê ev pirsên hanê li dû hev r’û bidin: “Ma, gelo tiştekî wisa dikaribû pêk bihata? Ma, gelo erebên zork’ar, ên ku bi dagerkirina  xakên gelên dinê va mijûl bûne, li ser wê r’êyê bi şûr û agir nirxên r’ewanî û matêrîalî yên gelên binecî t’une kirine, bi zordarî ola xwe (îslam) li wan ferz kirine, û ji ber wan êrîşên t’unekar “nav û dengê” wan gihîştibûye asta here bilind, dikaribûne r’abin û wê bawerîyê bip’ejirînin, a ku wan bi xwe t’unedikirin?”
Bi r’astî, ev tiştekî mîstîkî ye!
Helbet, di r’atîya xwe da bi dîrokî pêvajoyeke dinê pêk hatye, ya ku wisa “xweşik” ji gel vedişêrin. Di dema xwe da (dawîya sedsala XI – destpêka ya XII) bi Şêx Adî (Şîxadî) r’a k’omek t’erefdarên sofîtîyê, bi p’ir’anîya xwe va jî yên ereb, ên ku xwe (y)êzîdî dihejmartin (ango, t’erefdarên Yêzîd bên-Muawî ebû-Sufyan) tên navçeyên K’urdistanê yên derdorên Lalişa pîroz û Şengalê. Bi demê r’a gelek ji wan êzîdîyên t’erefdarên sofîtîyê zimanê k’urdî fêr dibin û gav bi gav dişûlikin nava civaka êzdîyan... Hê derng ev kesana di nava êzdîyan da bîrûbawerîya Şîxadî (sofîtî/sûfîzma îslaamî/derwêşî)[13] belav dikin. Û bi wî awahî, dest bi pêvajoya îslamkirina êzdîyan dibe, ya ku îro jî didome...   
Û agahîyeke balkêş jî: zar’okên wan erebên êzîdî-sofî yên navçeya Başîk û Behzan a Başûrê K’urdistanê, ên ku qewaltîya (mîssîonêrîya) bîrûbawerîya êzîdîtîyê (sofîtî/sûfîzma îslamî) dikin, wek ku heman Hoşeng Broka bi xwe dinivîse, di malên xwe da bi erbîya Şamê  diaxivin (!?)(14)
Û ev jî aspêkteke p’eydabûnaa bingehên genetik ên hevbeş li bal êzîdîyan û asorîyan e...
Derencam
Dema mirov wan agahî, dîtin û r’amanan, ên ku di derbarê wan da li jorê hate gotin, t’omar dike, dertê hole, ku:   
1. Eger mirov di derbarê hinek mînahevîyên gênêtîkî yên di navbera asorîyan û êzîdîyan da diaxive, wê demê di sêrî da divê zelal bike, k’a bi gênêtîkî gelê asorî yê îroyîn çawa pêk hatye. Û, dema mirov ji hêla dîrokî va li pirsê dinihêr’e, ev pirs dertê holê: “Gelo asorî peyhatîyên binecîyên bajarê kevnar ê Aşûr in, ê ku li dora wî dewleta yekem a asoryan pêk hatye (Li xerîteya dewleta Asoristanê ya li jorê û nasîya 4. binihêrin!), an ên wan gelên bindest û k’olekirî ne, yên ku welatên wan ji hêla Împêratorîya Asoristanê va hatibûne dagerkirin? Ma ne, ji dîrokê tê zanîn, k’a heya têkçûna xwe ewê împêratorîyê çend welat dager kirine, û çiqas gel ji hêla wê va hatine bindest û k’olekirin, k’a di dema hebûna xwe da ewê sîstêma koledarîyê ya gewre çiqas gel hêrane û dabelandine! Lewra jî îro mirov dikare her bi mercî di derbarê bi gênêtîkî yekr’engîya (homogênî) gelê asorî da biaxive (wek êtnos)... ”
Û lewra jî, îro k’omên cuda yên wê konglomêrata (civaka geremol) p’ir’êtnîk xwe bi navên cuda nas dikin û didin nasîn: at’ûraya, aysor, sûraya, sûryanî, aramêî, kildanî, k’urdên asorî (ango, k’urdên nêstorî) û yên dinê.
Û ji vira jî bersîva pirsa “ Bingehên hevbeş ên gênêtîkî çawa li bal asorîyan û wan gelan, ên ku ji hêla wan va hatine kolekirin, p’eyda bûne?...”
2.  Hebûna bingehên hevbeş ên gênêtîkî li bal êzîdîyan û asorîyan hem jî bi wê tê şirovekirin, ku di civaka êzîdîyan a p’ir’êtnîkî da (polîêt’nîk) pêkhatîyên erb p’ir’ in, û ereb û asorî jî, jixwe, gelên hemnijad ên samî ne.
Lê, eger di derbarê êzdîyan da bê gotin, wê demê divê veger’in xala 1. a van derencaman, lewra ku, berovajî êzîdîyan, êzdî bi êt’îkî k’urd in, yên ku bawerîya wan ola gelê k’urd a kevnar a berî zerdeştîyê – êzdîtî ye.   
Û bi boneya!
(Li şûna paşgotinê)
Di gotara xwe ya “K’urdên êzdî” da, ya ku 117 sal berê hatibûye weşandin, A. Gyûrcyan
nivîsye: “… Wek ku hemû berekên k’urdan bi giştî, êzdî jî, mîna gelên dinê yên mehmedî nizanin, bi navê olî yê “misulman” an “êzdî” xwe bidin nasîn. Mînak, eger ji k’urdekî misulman an ê êzdî bipirsî, k’a ew k’î ye, ewê bibêje: “Ez k’urd im!” û eger bipirsî, k’a ew çi k’urd e, ewê t’eze bibêje, ku k’urdê misulman, an ê êzdî ye. Heya van salên dawîyê weha bû, lê dema k’îna ermenîyan li hember k’urdên misulman pêş k’et, êdî yên êzdî ewqasî jî bi serbilindî nabêjin: “Ez k’urd im!”
Ev yeka bi t’aybet jî di nav êzdîyên di bin  desthilatdarîya R’ûsîyayê da dyar dibe, yên ku hinek tiştên wan bi awayekî bi ermenîyan va girêdayî ne. Ev dide xuyan, ku r’uhê olî di nava k’urdan – wan bazên ç’îyan da p’ir lewaz e, ku ew heya îro jî ne net’eweke olî bûne, û ne jî, mîna hemû gelên dinê yên misulman ên fanatîk gengeşîyên ser pirsên olî hez dikin...”(15)   
1- Cîhana li pişt eyneyê va – cîhaaneke ç’îrokî, xewnerojkî û xiyalî ye, li k’u r’ewşa her tiştî li ser asta derxwezayî ya absurdê ye. Ev têgîna di sedsala XIX da di wêjeya ji bo zar’okan da hatye bik’aranîn,  bi bingehîn jî di berhemên nivîsk’arê înglîz Liyûs K’êrol (Lewis Carroll) da. 
2- http://yazidis.info/ru/news/5167?fbclid=IwAR3ii20poq5Mn6xUq VgRNz2H8pVLsbb_7Z2bbJr dMXRV _cT23koWMRnBFwQ
3- https://ru.wikipedia.org/wiki/Ассирийцы
4- Bala xwe bidinê: li ser xerîta Asoristanê bi rengê keskê tarî xaka Asoristanê ya destpêkê hatye cudakirin, a salên 1800 – 1600 ên b.z. Xerîte ji çavkanîyên vekirî hatye hildan.
5- https://www.amidakurd.net/ku/tekst/GENGE%c5%9e%c3%8e_DIDOMIN  
6- https://www.amidakurd.net/ku/tekst/Ê_Z_D_Î_T_Î_1  
7- Hoşeng Broka – yek ji mîssîonêrên (qewal) îslamîkirina êzdîtîyê yê dema me.
8- http://www.amidakurd.org/ku/tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t _unekirin_û_ji_holê_r_abe  
9- Li nasîya 8. binihêr’e..
10- https://www.amidakurd.org/ku/tekst/%c3%aak_spans%c3%aeya_bierebkirina_k_urdistan%c3%aa _didome_2 ; Wisa jî di pirtûka “Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere?”, Weşanên J&J, Amed – 2017, rû. 186 и 205 – 216. Pdf-a pirtûkê li vira ye: https://www.academia.edu/38211605/ÊZDÎTÎ_DIVÊ_ MIROV_ RASTÎYA_WÊ_ LI_KU_BIGERE_BERBI_SURÊN_CÎHANA_KEVNAR_VA_ 
11- https://ukrezo.com.ua/ezoterika/sufizm/sufizm-kto-takie-dervish.html ; также см. «Словарь суфийских терминов» –  http://mevlana.lv/суфизм/словарь-суфийских-терминов/
12- Li nasîya 10. binihêr’e.
13- Di vê derbarê da bi hûrbînî di nasîyên 6 û 8 da binihêre.
14- http://www.amidakurd.org/ku/tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t _unekirin_û_ji_holê_r_abe  
15- Ա. Գյուրջյան, «ԵԶԴԻ ՔՐԴԵՐ», «ԼՈՒՄԱՅ» հանդես,  1904 թ., թիւ 1, էջ 75 – 93//A. Gyûrcyan, “K’urdên êzdî”, kovara “Lûma”, s. 1904, № 1, r’û. 75 – 93, bi zimanê ermenî.  
[1]
اێ مەقاڵە أ زوون (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۆیسیائە، أڕا واز کردن بەخش أ زوون بنچێنە(اصلی)!أڕؤی آیکون کلیک کەن
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
اێ بەخشە 585 گل سئرکریائە(دێینە)
HashTag
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/- 12-10-2023
آیتم های مرتبط: 12
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 24-04-2021 (3 سال)
Publication Type: Born-digital
نوع سند: زبان اصلی
Technical Metadata
 کیفیت بەخش : 99%
99%
اێ ڕکؤردە إژ لآ 12-10-2023 أڕا( ئاراس حسۆ )
اێ بەخشە گل دؤمائن(آخرین گل) إژ لآ( سارا ک ): أڕا12-10-2023 نووآ بی(بروز بی)
نیشانی مەقاڵە
اێ بەخشە إڕؤی(طبق) إستانداردەل كوردی پدیا هەنی(هالی) ناتەمامە ؤ بازنگری متن إگرەکەسێ(نیازە)
اێ بەخشە 585 گل سئرکریائە(دێینە)
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
 کتاووخانە
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
هۊرد کەم

Actual
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
13-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
15-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
موحسن قەیسەری
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
17-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
12-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل 517,395
 شؤمارە عەسگەل  105,678
 کتاووەل 19,149
فایل های مرتبط 96,385
Video 1,307
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
 کتاووخانە
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
هۊرد کەم

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| تماس | CSS3 | HTML5

| زمان دؤرسکردن وەڵگە(پەڕە): 0.906 ثانیه(اێس)