Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Narin Gûran
09-09-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
09-09-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
04-09-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîwana Şêx Muşerrefê Xinûkî
04-09-2024
Sara Kamela
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
25-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Erdal Kaya
24-08-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Xelîlê Çaçan Mûradov
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Sîsa Mecîd
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Mecîdê Silêman
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Şêrko Fatah
20-08-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet
  535,389
Wêne
  109,209
Pirtûk PDF
  20,184
Faylên peywendîdar
  103,313
Video
  1,514
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
305,910
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,627
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,950
عربي - Arabic 
30,096
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,716
فارسی - Farsi 
9,334
English - English 
7,519
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,635
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
345
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
69
Español - Spanish 
53
Polski - Polish 
53
Italiano - Italian 
51
Հայերեն - Armenian 
50
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
26
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
18
Norsk - Norwegian 
17
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Тоҷикӣ - Tajik 
7
Esperanto - Esperanto 
4
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Catalana - Catalana 
3
Srpski - Serbian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
Hrvatski - Croatian 
2
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
हिन्दी - Hindi 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,987
Pend û gotin 
24,990
Kurtelêkolîn 
5,072
Şehîdan 
4,217
Enfalkirî 
3,285
Pirtûkxane 
2,746
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,247
Cih 
1,151
Belgename 
291
Wêne û şirove 
162
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
323
PDF 
31,230
MP4 
2,489
IMG 
200,010
∑   Hemû bi hev re 
234,052
Lêgerîna naverokê
Kurtelêkolîn
Bûn an nebûn - pirsa hebûna...
Kurtelêkolîn
Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere...
Pirtûkxane
TU BI MAFÊN XWE ? DIZANÎ BI...
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
Piştî 19 rojan ji lêgerînê ...
AWIR’EK LI SER WÊJEYA K’URDÎ
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
کرمانجی0
هەورامی0
لوڕی0
لەکی0
Zazakî0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Français0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Catalana0
Cebuano0
Čeština0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Lietuvių0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
балгарская0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ترکمانی0
हिन्दी0
ქართველი0
中国的0
日本人0

AWIR’EK LI SER WÊJEYA K’URDÎ

AWIR’EK LI SER WÊJEYA K’URDÎ
=KTML_Bold=AWIR’EK LI SER WÊJEYA K’URDÎ=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

Wek ku hemû gelên cîhanê, wisa jî gelê k’urd xwedî şaristanî, çand û kevneşopîya xwe ya net’ewî ye…   
Divê bibêjim, ku ez p’eyva  ‘çand’ li vira bi wat’eya wê ya berfireh va bi k’ar tînim, bi hemû  şax û têgînên wê va. Lewra ku bi bingeha xwe ya destpêkî va ziman û wêje, û, her weha,  huner, bi şaxên xwe yên cuda va (awazhunerî/mûzîk, wênegerî û yên dinê), wêjeya zarkî (zargotin) û stranbêjî,  r’abûn-r’ûniştina gelêrî a r’ojane û kevneşopîyên gel bi t’omerîya xwe va hema naver’oka çandê bi xwe ne... Hema bi van hemûyan va her net’ewek dibe xwedîya şaristanîyeke xweser û ciyawaz, ya ku wê ji gel û net’ewên dinê cuda dike. 
Û bi demê r’a her net’ewek dem bi dem paşva, berbi paşer’oja xwe va dizivir’e, awair’ekî davêje ser wê, dixwaze r’êya xwe ya bihûrî binirxîne, derxe zanebûnê, û bi wî awahî bi r’êya şaristanîya xwe hebûna xwe, wek net’ew, wat’edar bike. Û hema gelên cînar jî hev bi van ciyawazî û  t’aybetmendîyan dinirxînin, dinasînin û qîmet dikin.   
Û di vî warî da, wêje, wek şaxekî çanda net’ewî, di karê wat’edarkirina şaristanîya her net’ewekê da cîyekî xwe yê t’aybet heye.  
Helbet, her çiqas têrmîna ‘wêje’ bi giştî tê wat’eya “berhemên nivîskî” (yên wek: “wêjeya zanistî”, “wêjeya stêrkzanîyê”, “wêjeya bijîşkîyê”, “wêjeya dîrokzanîyê” û yên dinê), lê dîsa jî di nava civaka xwendevan da, dema dibêjin: ‘wêje’, mabest berhemên wêjeyî ne: r’oman, helbest, ç’îr’ok, pîês, poêm, novêl, êssê, û yên dinê. Û ev p’eyva hema bi vê wat’eyê jî di nava civaka xwendevan da hatye p’ejirandin û cîyê xwe girtye...  
Eger di nava wan gelên cîhanê da, yên ku xwedî paşeroj û kevneşopîyeke wêjeyî ya dewlemend in, di nava van hemû “wêjeyan” da eva dawîyê (r’oman, helbest, ç’îr’ok, pîês ...) navê xwe heye. Mînak, di nava înglîzan da ji vê wêjeyê r’a dibêjin: “imaginative literature”,  an “belletristic literature”, di nava r’ûsan da – “художественная литература”, di nava almanan da – “Die schöngeistige Literatur”,  an “die schöne Literatur”, di nava firansûzan da – “belles-lettres”. Ango, ev wêjeya navê xwe yê cuda heye, ya ku wê ji wêjeyên dinê cuda dike. Di nava wêjehez û wêjevanên k’urdên Sovêtê da ji bo vê tîgînê têrmîna “edebyet/wêjeya bedewetîyê” hatye bik’aranîn (eger mirov vê û  têrmîna almanî ya “Die schöngeistige Literatur” an “die schöne Literatur” hemberî hev bike, dê dîmenekî balk’êş derê holê!) ... Û, eger mirov van hemûyan di nava govekekê da  binirxîne, dikare vê wêjeyê bi hinek mercan va wek “wêjeya hunerî” nav bike ... Û ev wisa jî heye – wêjeya bedewetîyê jî mîna awazhunerîyê/sazbendîyê (mûzîk) û wênegerîyê, şanogerîyê şêwazekî hunerê ye, ew hunermendî ye. Û, eger di warê hunera sazbendîyê/ awazhunerîyê da awaz wek matêrîal tê bik’aranîn, di wênegerîyê da – r’eng, di şanoyê da deng (axavtina zarkî), lê di wêjeya bedewyetîyê da – gotin û bêje û hevsazîyên zimanê nivîskî... Û, lewra jî, dema hinek pênûsê hiltînin û tiştekî dinivîsin, ew nayê wê wat’eyê, ku nivîsên wan berhemên wêjeyî ne, û ew jî nivîsk’ar in. Ango, her kes, ê ku tiştekî dinivîse, nayê wê wat’eyê, ku ew nivîsk’ar e. Kesên nivîskar t’eybetmendîyên xwe yên hunerî hene, ew hunermend in, û pênûsa wana berhemên hunerî diafirîne.    
Lê, dîsa jî, heya ku berhemeke wêjeya bedewetîyê bigihîje asta berhema xwendinê, ew divê r’êyeke dûr û dirêj û dijwar derbaz bibe, heya ku bigihîje ber destê xwendevanan.
Lewra jî,  dê baş bibe, eger em naha ji vê hêlê va awir’ekî bavêjin ser wêjeya k’urdî – li ser paşer’oja wê, r’oja wê ya îroyîn û pêşer’oja wê.  
Îro gelek lêk’olîn û gotarên di derbarê wêje û nivîsk’arîya k’urdî da li holê hene. Her mijarek a her nivîsekê di cîyê xwe da xwedî nirxekî ye, her xudanekî her gotarekê jî ji hêla xwe va babet’ekê yan komek a babet’an hiltîne dest û anegorî zanebûn û derfet’ên xwe yên zanistî wan r’avedike û dinirxîne. Heya, eger hinek pirs, ji ber dijberîyên helwest û nêzîkbûnên xwe,  neyên p’ejirandin jî, dîsa ew bi nirxandinên t’omerîya nak’okîyan va dibin bingeh, ku mirov li ser bingeha r’exneya wêjeyî gotebêjan bidomîne û r’astîyê derêne holê...   
Gotebêj bi gotebêjan, lê mabesta min li vir tiştekî dinê ye! Ya ku ez li vira dixwazim li ser biaxivim, ew pirsa wêjeyê bi giştî ye, û di nava wê da jî – pirsa t’aybetmendîyên avabûn û pêşketina wêjeya k’urdî, rêyên wê yên berbi xwedîtin, xwewat’edarkirin, xweguhartin û nûjenbûnê va. Ezê hewl bidim di nav goveka pêşketinên civaka k’urdî da li ser avabûn û pêşk’etina wêjeya k’urdî dîtinên xwe bi giştî bînim zimên. 
Di dawîyê da ezê li ser r’ewşa wêjeya k’urdî ya vê serdemê, ya zimanê wêjeyî û weşana p’irtûkan jî r’awestim.  
*
Dema di derbarê wêjeya k’urdî da tê axavtin, divê bê zanîn, ku ew wêjeya gelekî  bindest e, yê ku heya nav, nasname û hebûna wî bi xwe di bin qedexeyan da ye. Ku, çawa hêzên mêtînger û serdest xwestine gelê k’urd tune bikin, wisa jî her tişt kirine, ku wêjeya wî wek wêjeyeke net’eweke yekgirtî negihîje. R’asttir dibû, ger mirov bigota, ewana her tişt kirine û îro jî dikin, ku wêjeya k’urdî pêk neyê û pêş nek’eve. Wan hewl daye (û îro jî hewl didin!), ku ewê wêjeyê hê di colangê da bifetisînin. Ji ber ku, wek ku ziman bingeha nasnameya net’ewî ye, wêje jî şêwazekî pêkanîna nasnameyê ye di jîyanê da. Wêje eyneya pêşk’evtin û dînamîka civakê ye – bi hêlên wê yên erênî û neyînî va. Ew hêmanek e, ya ku netew bi wê r’aman û dîtin, û nirxên xwe yên jiyanê, hest û ramanên xwe bi hunera wêjeyê tîne zimên, û bi wî awahî xwe baştir nas dike, dide nasandin û di civaka mirovayîyê ya giştî da net’ewbûna xwe dip’arêze û dide p’ejirandin.    
Her çendî em dikarin bibêjin, ku di dema xwe da serbilindîyên net’ewî yên wek Meleyê Batêyî, Elîyê Herîrî, Meleyê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Goran, Cegerxwîn û yên wek wan ji nava gelê me derk’etine, dîsa jî, ji bo xatirê r’astîyê, divê bê gotin, ku wêjeya me wek şêwazekî mitalekirina (r’amankirina) civakî nivîşkan û lewaz maye. Û ev jî, wek ku li jorê jî hate gotin, ji ber wê ye, ku hêzên dagirker û serdest hemû r’êyên pêşk’etina civakî li ber gelê me girtine. Ji ber ku gelê me bi xwe bindest bûye, r’aman û wêjeya wî nikaribûye azad be. Û, eger ji nava gelê me heçeyên[1] wêje û r’amanê yên mezin derk’etine, ewana wek vulkanekê dane der. Ewana ji bin derxûn(2), ber û zinaran, ên ku dijmin danîbûn ser devê beroşa r’aman û mitala net’ewî, bilqîn kirine û derk’etine r’onahîyê. Û, eger ew mezinayî, yên ku me li jorê behsa wan kir, derk’etine jî, t’u derfet û r’ê ji bo wan  venebûne, ku ew bibin hebûn û nirxên civaka giştî ya mirovayîyê. Ew demeke dirêj ji gelê k’urd û civaka cîhanê r’a veşartî mane, wek wan zêr’ û kevirên buha, yên ku bi sedsalan di bin axê da veşartî dimînin.  
Em îro dikarin bibêjin, ku heya nîveka sedsala XX yên ku navê wan Mezinên me 
dizanibûne (an bihîstibûne), mirovê bikaribûya li ser t’ilîyên destekî bihejmarta. Û, ji ber ku di nav civaka k’urdî da, t’u kesî nikaribû bi zimanê dê û li ser bingeha çand û wêjeya net’ewî p’erwerde bidîta, gelek lawên gelê me, yên ku p’erwerdeya xwe bi zimanên bîyanî dîtine, bûne hebûn û serbilindîya net’ewên dinê (Baba Tahêr, Nîzamî, Ahmed Şewqî,  Yaşar Kemal, Selîm Bereket û gelekên dinê). Di dema xwe da r’ojhilatzanê sovêtî yê  mezin Îosîf Orbêlî hê di nîveka sedsala XX da nivîsye, ku gelê k’urd k’eda xwe kirye nava xezîna şaristanîya cîhanî, ku vî gelî di bin navê îranîyan  (farsan), t’irkan, ereban, ermenîyan da gelek lawên xwe winda kirine, yên ku îro, wek helbestvan, sazbend (mûzîsîan), serleşker ên bi nav û deng, dîroka wan gelan dixemilînin.   
Belê, gelê k’urd k’eda xwe kirye nava xezîna şaristanîya cîhanî. Belê, gelek lawên wî  îro jî dîroka gelên cînar dixemilînin, lê mêtînger û serdestan bi her awayî r’ê li pêşîya wan girtine, ku ew nikaribin bi zimanê xwe, li ser bingeha çand û hunera net’ewî pêşbikevin, ji ber ku... Lê, her çendî r’ewş û mercên dîrokî wisa bûne jî, gelê k’urd di nav xwe da hêz û derfet dîtine, ku r’aman û gîyana net’ewî di nava xwe da zêndî bihêle û nehêle, ku ew vemire. Dibe ku ev bi t’evgerî nînbûye jî, lê di bingeha xwe ya xwezayî da çand û hunera gelê k’urd ewqasî bi hêz bûye, ku qedexe û t’evkujîyan (ên r’eş û sipî!) nikaribûne r’ê li pêşîya r’ûdana çandî û hunerî bigirin. Mêtîngeran wêjeya nivîskî qedexe kirine, gelê k’urd ya zarkî kirye altêrnatîv, û bi zargotina gelêrî r’a t’evayî gelek helbest û destaneyên helbestvanên k’urd ên sedsalên navîn bi zarkî di nav gel da ger’yane (p’arç’eyên destaneya helbestvanê bênav yê sedsala VII (ç’ermk’axeta Silêmanîyê), berhemên Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî, Meleyê Cizîrî û yên dinê).   
Di r’ewşeke weha da wêjeya k’urdî, bi wat’eya p’eyva ‘Wêje’ ya t’am va, nikaribû bighîşta wê astê, ya ku ji bo net’ewekê tê xwestin. Lê ew t’oxim, ên ku di nava sedê salan da hatibûn r’eşandin, zîl girtibûn û hatibûn gîhandin, bûn bingeh, ku di sedsala XX da wêjeya k’urdî jinûva vejîyan bibe. Guher’tinên di cîhanê da û p’êla t’evgerên azadîxwaz ên k’urdî bi xwe ra pêwîstîya jinûva xwendin û anegorî serdema nû wat’edarkirina efrandinên klasîkên wêjeya k’urdî derxistin holê. Û, dîsa jî, ji ber ku di welatê me da her tiştê me yê net’ewî bi astengî û qedexeyan r’a r’ûbirû bûn, dawîya sedsala XIX, destpêka sedsala XX zanista di derbarê k’urd û K’urdistanê da, wêje û çapemenîya k’urdî li derveyî Welêt r’êyên pêşk’etinê ger’yan (li Bexdayê, Yêrêvanê, Qahîrê, Moskovayê, Romayê, Sankt-Pêtêrbûrgê, Şamê û li deverên dinê)...    
*
 Helbet, her beşekî mijara vesazbûn û pêşvaçûna wêjeya k’urdî hêjeyî lêger’înên k’ûr û p’ir’alî ye. Û ji bo vê jî ezê vê mijarê bi t’omerîya wê va ji lêk’olînerên dihatûyê r’a bihêlim û ji vir û pêva li ser pirsgirêkên wêjeya k’urdî r’awestim – bi giştî, li ser r’êya wêjebûnê. 
Eger bê xwastin, ku mirov li ser wêjeya k’urdî bi nirxandinekê t’omar bike, ango, bi nivîskî dîmenekî wê yê t’am derîne holê, dikare bibêje, ku di nav me da nivîs p’ir’ in, heya gelek p’irtûkên stûr jî hatine û tên weşandin..., lê wêje kêm e. Belê, p’irtûk p’ir’ in, lê wêje kêm e! Û, ji bo ku wêjeya me xwe bigihîne asta pêwîst, ew divê hê r’êyeke dûr a dirêj derbaz bibe.  
Çima? 
Çima, em bibêjin, di nav me da hema r’omaneke li ser r’adeya “Memedê bejnzirav” ya Yaşar K’emal jî nîne. Êdî ez di derbarê efrandinên nivîsk’arên wek Hyûgo, Balzak, Tolstoy, Drayzêr, Şoloxov, Hêmêngûyêy û yên dinê da nabêjim.  
Çima? – Dema mirov nivîsên nivîsk’arên bîyanî yên bi net’ewa xwe va k’urd dixwîne, bi dilêşî vê pirsê dide xwe û bersîvekê diger’e, ya ku bikaribe r’astîya wêjeya me derîne holê...   
Îro “nexweşîya tişteknivîsandîn û tiştekweşandinê” di nav beşekî gelê me da (r’ewşenbîr-ne rewşenbîr, xwendî-nîvxwendî an nexwendî!) belav bûye. Hinek, dê her tiştî bikin, ji bo xatirê wê, ku tiştekî bi navê xwe biweşînin. Dibe ku li vir hinek xeyd û gazinên xwe jî bidin xuyan – hem ên ku bi r’astî nivîsk’ar in, hem jî, ew, ên ku bi hezarê kîlomêtran ji wêjeyê û nivîsk’arîyê dûr in. Helwest li hemberî vê çawa dibin, bila bibin, lê r’astîya me îro ev e! Û sedemên vê r’ewşê yên obyêktîv û sûbyêktîv li holê ne. 
R’ojekê divê em di nava xwe da wêrekîyê bibînin, r’astîya xwe bip’ejirînin û ji hev r’a bibêjin – ew çiqas tel dibe, bila bibe.  
Tiştê ku wêrekîyê dide yên dûrî wêjeyê, ku ew ç’epilan hildin û bik’evin govenda nivîsk’arîya k’urdî û vîalî-wîalî p’ê li nigên der-dorên xwe bikin, ew e, ku: 
– bi sîstêmî p’erwerdeyeke bi zimanê k’urdî nîne, û îro her k’urdek zimanê bîynî û serdestan ji zimanê xwe yê dê baştir dizane (bêguman, ev yek bêhtir tragêdîya wan e, ne ku  sûcê wan); 
– nexwendîtîya zimanê k’urdî, ya ku bi dîrokî di nava me da bûye “desthilatdar”, hê jî serdest e, û di warê nezanîna zimanê k’urdî da yên zane û nezan weke hev tên dîtin;   
– gelê me heya vê dawîyê bi sê alfabêyan dinivîsî û dixwend (ew jî – wey li wê nivîsandin û xwendinê!);  
– ji ber ku pirsgirêkên alfabêya heyî nehatine ç’areserkirin û di r’êzimana k’urdî da qanûnên r’astnivîsandin  û r’astaxavtinê hê bi zanistî nehatine şêwazdarkirin û cîyê xwe negirtine, dema xwendin û nivîsînê mirov dik’evin tengasîyê û şaşîyan têberdidin (3);   
– di nava me da înstîtûta (sazî) r’êdaktekirina p’irtûkan a berî weşandinê nîne, û di weşangerîya k’urdî da r’êdaktekirin û serer’astkirina berhemên nivîsk’aran nebûye çandekê: k’î çawa dinivîse, nivîsa wî wisa jî tê weşandin;  
– r’exneya wêjeyî di nava me da negihîştye û nebûye t’ore û çand. 
Dibe ku mirov bikaribe r’êze sedemên dinê jî bîne, lê ev jî bes in, kû mirov têbigihîje, k’a divê çi di nav nivîsandin, xwendin û pergala wêjegerîya me da bê guhartin û pêş bikeve, ji bo ku wêjeya me bi r’astî bibe Wêje.   
Wek ku tê zanîn, wêje ji bo wê tê nivîsîn, ji bo ku hinekên dinê wê bixwînin. Wek ku artîst (şanoger), hozan û dengbêj hewceyê bînêran û guhdaran in, ji wan hêzê werdigirin, wisa jî nivîskar pêdivî bi xwendina berhemên xwe hene...  
Ji bo ku xwendevanên me hebin, divê yên ku bi k’urdî dixwînin hebin. Û ev yek divê bi grseyî be – li seranserê welêt. Wek ku min li jorê jî anî zimên, dewletên serdestî K’urdistanê (ên mêtînger) li şûna merc û derfetan ji bo pêşk’etinan biefirînin, berovajî vê, her tiştê ku ji destê wan hatye, kirine (û îro jî dikin!), ku gelê me di tarîyê da bimîne. 
Di vê r’ewşê da k’î divê îro bi vê p’eywirê r’abin?    
Sazî û r’êxistinên me,  k’om û k’omeleyên me yên civakî û çandî hene, çapemanî, r’adîo–têlêvîzîon, r’ojnamegerî û weşanên me hene. Yêkîtîyên nivîsk’aran, ên hunermendan, mamostayan û r’ojnamegeran hene. Dawîya dawîyê, û ya sereke, malbetên k’urd hene.  
Eger zimanê dê mercê sereke yê hebûna her net’ewekê ye, wêje jî hêmana p’arastin, dewlemendkirin û pêşxistana wî mercî ye – mercê hebûna net’ewî!. 
Eger zanebûn û bik’aranîna zimanê dê, wek mercê hebûna gelê k’urd a netewî, bibe norm û pîvana jîyana civaka me, eger di jîyana r’ojane da ne ku t’enê bi wî bê axavtin, wisa jî bê nivîsandin û xwendin, bi wî bê stran û girîn, bi wî bê jîyan û xewdîtin, bi wî bê xwetêgihîştin û xwenaskirin, wê demê dê hem xwendevanên wêjeya k’urdî bi xwe ji nav gel derên, hem rexneger, hem jî pişgirî, piştovan û pêşvebirên wê.   
Ji ber sedemên jorgotî wêjeya me di nava govekek a teng da diger’e. Û ev yek ji hêla  
xwe va bûye sedem, ku îro gelek p’irtûkên ji hêla çawanîya çapê ya matêrîalî va xweşik, lê  ji hêla naver’okê va lewaz û li ser asta here nimz bigihîjin ber destê xwendevanan. Û ev jî dibin sedem, ku xwendevanên zane û aktîv (yên ji hêla zanebûna zimanê k’urdî va) bi girseyî di nav civaka me da p’ir’ kêm hebin – heya asta t’unebûnê! Ji ber van hemûyan jî wêjeya me lewaz, nivîşkan, bêhêz û bêç’are maye. P’ir’anîya wan kesan, ên ku dinivîsin, an nikarin, an jî di nava xwe da wêrekîyê nabînin, ku hev r’exne bikin, ji bo wan her  prênsîpek r’ewa ye û dikare pêkan be: bi gotinên gulover’ pesnên hev bidin, an jî bêdeng  bimînin. Her daxwezeke kesên weha heye: “Min nivîsye, an hûnê ji min ra ç’epikan lêdin, an jî hîç tiştekî nebêjin!”  Û li vira jî her sedemek heye: “Lê, eger?!..” – û her yek ji hêla xwe va weha hevsa xwe ji hev dikin û ji xwe r’a wisa di nava “ahengîyeke” bêdeng da dijîn. Û lewra jî têgîna “r’exne” di nav wêjegerîya me da heya îro cîyê xwe negirtye, heya mirov dikare bibêje, ku ew nîne jî...  
Lêbelê, wek ku tê zanîn, r’exne motorê pêşketina her hêlên jîyanê ye, û di nava wan da, wisa jî, yê pêşketina wêjeyê bi xwe ye. 
Eger r’exne û r’êdaktekirin di nava jîyana wêje û weşangerîyê da bibin çand, wê demê emê bikaribin bibêjin, wêjeya me bi qanûn û pîvanên wêjegerîyê û wêjezanîyê dijî û pêşva diçe û dê di dema xwe da berbi wêjebûn û nûjenbûnê va her’e.  
Û ji bo vê pêşketin û pêşveçûnê jî hebûna kadroyên vî warî mercê sereke ye!
Dibe ku yek ji hêzên sereke, yên ku wêjeya her net’ewekê dewlemend dike, pêş dixe  û digihîne asta wêjeyê ya pêwîst jî, ew e, ku efrandinên wêjeya gelên cîhanê yên cuda tên wergerandin û weşandin. Di nava me – kurdan da hinek cêribandinên wergera berhemên nivîskarên bîyanî pêk hatine, lê wergera wêjeyî ya profêsîonal di nav me da hê jî negihîştye asteke pêwîst. Piştî salên şêstî yên sedsala XX hewleke weha ji hêla nivîsk’arên k’urd ên sovêtî va hate dayîn, lê ew jî di nîvê r’ê da ma û negihîşt asta pêwîst (Di vê derbarê da  binihêre: Ezîz ê Cewo, “Wêjeya kurdî li ser rêya xwedîtin û nûjenbûnê”,  kuvara “W”,  sal 2008, hejmar: 18, rû: 47-49; Ezîz ê Cewo, “Mitaledarîya kurdên Sovêtê li ser durêyanên dîrokê”, malpera PEN-a Kurd: www.pen-kurd.org ) ... 
Li jorê jî hate zimên, wek ku ziman bingeha nasnameya net’ewê ye, wêje jî şêwazekî pêkanîna vê nasnameyê ye  di jîyanê da... Bi awayekî dinê mirov dikare bibêje, wek ziman bingeha nasnameya net’ewî ye, ew her weha bingeha wêje, çand û hunera net’ewî ye jî. Ango, bi gotineke dinê, ziman ne ku t’enê qalibê r’amanê û hêmana mitalekirinê ye (wek ku ziman bê r’aman nabe, wisa jî r’aman bê ziman ne pêkan e!), ew wisa jî matêrîalê hevhûnandin û sazbûna wêjeyê ye. Û, mirov dikare bibêje, çawanîya wêjeyê, çand û hunerê ji gelek hêlan va bi çawanîya wî zimanî va girêdayî ye, yê ku ew pê tên hûnandin… 
Ji vir jî jêdera: “Zimanekî xweşk û şîrin mercê wêjeyek a xweşik û şîrîn e!” – dertê holê.  
Di jîyanê da her tişt bi hev ra di nav pêwendîyeke dîalêktîk da ne: bi zimên wêje tê hûnandin-ava dibe, lê bi wêjeyê gel fêrî paqij, r’ast û xweşik axavtina zimanê dê dibe, wî pêş dixe û diparêze... 
Lê ya me çawan e? 
Wek ku li jorê jî hate gotin, gelê me bi zimanê xwe p’erwerde nedîtye, dagerker û mêtîngeran mercên dîrokî nehiştine, ku zimanê k’urdî bgihîje pîvanên zimanê wêjeyî. Ji bo  wê jî di nava axavtina gelê me da gelek çewtî dertên holê.  Mînak, şûna ku bibêjin: “Tu kuda diçî?”, – dibêjin: “Tu kuda diçe?” – Wisa jî şûna: “Dayka mine delal!” dibêjin: “Dayka minî delal!”, – şûna: “Min bihîstye, tu nexweş î!” – dibêjin: “Min bihîstye, tu nexweş e!” – şûna: “Pirtûka here balkêş” – dibêjin: “Pirtûka herî balkêş”...  Mînakên weha mirov dikare dîsa û dîsa bîne. Lê ji bo mînakdayînê ev jî t’êrê dikin[4]. Û, eger di nava hinek beşên gel da bi çewtîyên weha bê axavtin, û nivîsk’ar jî di ser heman çewtîyan da yên xwe zêde bike û li gel veger’îne, wê demê çi cudayî di nav gelê sade û nivîsk’ar da dimîne? Wê demê – nivîsk’arî ji bo çi ye? Gel zimanê xwe bi r’êya wêjeya xwe paqij, bi r’êzimanî r’ast û xweşktir dike, ne ku... 
R’oman, wek janrek a wêjeyê (şêweyê wêjeyî), merc û pîvanên xwe hene. Belê, yek ji wan pîvanan jî pr’r’ûp’elbûn e, lê ev t’enê t’êrê nake, ku mirov nivîsekê r’oman nav bike... 
Belê, van salên dawîyê li welêt û dervayî welêt gelek p’irtûkên k’urdî tên weşandin – ç’îrok, helbest, r’oman.... Û ev yek ji hêla çêbûna derfetan va mirov dilxweş dike, lêbelê...!  
Û ji wan nivîsan hinek ji hêla naveroka xwe va p’ir’ balkêş in jî, lê wek matêrîalê ji bo weşanê p’ir’ xav in, wek hevîrê şkeva. Û sedema vê ya sereke jî ew e,  ku di weşanên k’urdî da ew berhemana bê r’êdaktekirin tên weşandin, an jî, eger hinek, xwedêgiravî, rêdakte dikin jî, wek ku di nava gel da têgotin: “Li şûna birûyê çê bikin, ç’êv jî derdixin!”...  
Lêbelê, wek ku cêr’ibandina gelên şaristanî û pêşk’etî dide xuyan, ên ku berhemên wêjeyê digihînin asta weşandinê (ya ji bo xwendevanên xwendî), r’êdaktor û sererastger (korrêktor, tesîsker) in, ên ku ne t’enê r’îzimanê dizanin, lê wisa jî pisporên zimanê wêjeyî ne. Heya, yên ku berhemên nivîsk’arên navdar digihînin şêwazê hunerî yê pêwîst jî, ew k’edkarên wêje û weşanê ne, yên ku îro, sed heyf, di nav me da wek “çîna” weşangerîyê nînin...   
Her çi jî hebe, ez bi hêvî me, ku dem û zeman wê bên guhartin, wê welatê me jî wek ên xelkê r’ojekê azad bibe, bibe welatê xwendîtîyê, wê di nav gelê me da ne ku t’enê nivîsk’arên xwendî, lê, her weha, xwendevanên xwendî dê hebin, dê xwendina wêje û çapemanîyê bibe çandeke civaka me ya bi nirx, weşangehên me jî dê t’enê r’ola çapxaneyan nelîzin, û emê her p’irtûkek a nûweşyayî hildin destê xwe û di wê da bxwînin: r’êdaktorê (êdîtor) weşanê yê sereke: ev mirov, r’êdaktorê wêjeyî: ev mirov, r’êdaktorê çapê: ev mirov, korrêktor (sererastger): ev mirov.     
 Wê demê bi r’astî çawanîya p’irtûkên k’urdî dê li ser asta pêwîst be...   
Û – GOTINA DAWÎYÊ
... Nivîsk’ar û r’onaydarê ermenî yê sedsala XIX Xaçatûr Abovyan  di dema xwe da nivîsye: ”Her k’urdek ji r’oja bûyîna xwe va bi r’ewanî (r’uhî) helbestvan e”.  – Belê, her k’urdek dikare van gotinan piştr’ast bike. Hemû jî baş dizanin, dema k’urd dik’evin govendê û distrên, ew dikarin bi dehan katan gotinên nû bisêwirînin û li hev veger’înin,  wisa jî kalik û pîrikên me şevên zivistanê yên dirêj li ber kevîya tendûrê ç’îrokên nû li hev dihûnan û ji me r’a vedigotin. Îro jî di şînan da jin û mêrên k’urd li ser ya/yê mirî dibêjin û dinivêjin, û ji bo her keseke/î mirî hema li ber darebestê, bê amadek’rî, anegorî hêjahîyên a/ê mirî li hev tînin û dinivêjin.  
Belê, ev taybetmedîyeke gelê k’urd e. ya ku di nava hezarê salan da bi xwezayî pêk hatye. Wisan e, bi r’astî, her k’urdek bi r’ewanê xwe va helbestvan e. Lêbelê – her t’enê bi r’uhî-r’ewanî. Lê helbestvanî û nivîskarî tiştne dinê ne, ji bo helbestvanîyê r’ewş û mercên dinê pêwîst dikin – bi t’aybetmendîyên mirov ên efrandarîyê,  bi zanînên r’êzik û pîvanên wêjeyê û nivîsk’arîyê, û, ya sereke, zanebûn û bik’aranîna zimanê wêjeyî va...   
Cotmeh, 2021.
1-Heçe – serê ç’îya yê bilind, yê ku sal-dimdêre bi berfê pêçayî ye û di nav ewran da winda dibe, û her kes nikare xwe bigihîne wan bilindayan. A, hema ji  wan mirovan r’a, yên ku di nav zanizt, wêje, çand û hunerê da digihîjin destanînên mezin û bilind, wana bi wat’eyî Heçe nav dikin, ango, bilindayî, ya ku ji her kesî r’a li hev naê, ku xwe bigihînê.    
2- Derxûn – devgîrk (qalpax) ê dîzan ê ji xwelîya kaxç’în çêkirî. 
3- Li ser pirsên alfabê, r’êzimanê, r’astnivîsandinn û r’astaxavtinê di dema xwe da r’êzegotarên xudanê vê gotarê hatine weşandin û di konfêransên zanistî da hatine pêşk’êşkirin. Beşek ji wan gotaran di dema xwe da di malp’er’ên PENa kurd (www.pen-kurd.org), Mezopotanya (www.mezopotamya.gen.) û Amîdakurd (www.amidakurd.com) da hatine weşandin. 
4- Li ser vê mijarê xwendevan dikarin wisa jî nivîsa xudanê vê gotarê ya  “Bingeheke zanistî ji bo p’erwerdeya zimên” bixwînin.
[1]

Ev babet 1,339 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 12-10-2023
Gotarên Girêdayî: 36
1. Dîrok & bûyer 17-11-2021
2. Pirtûkxane Dîroka wêjeya kurdî
6. Kurtelêkolîn Şûnewara Wêjeya Kurdî
13. Kurtelêkolîn Wêje Dîroka Wêjeya Kurdî
15. Kurtelêkolîn Werger û Wêjeya Kurdî
27. Kurtelêkolîn Wêje ya bêzar
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-11-2021 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-10-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-10-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-10-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,339 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Trajediya windakirina jinên Êzidî metirsîdar e
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Kurtelêkolîn
Şêwekar Rojîn Hac Husên pêşangekehe tabloyan li Hewlêr vekir
Jiyaname
Narin Gûran
Pirtûkxane
FERHENGOKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CIVAKÎ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Pirtûkxane
TEORÎYA HÎNKIRINA KURDÎ-KURMANCÎ
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Kurtelêkolîn
Nifûsa êzîdî ji biryara bidawîkirina mîsyona UNITAD li Iraqê bi fikar e
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Jiyaname
Resul Geyik
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Dîwana Şêx Muşerrefê Xinûkî
Jiyaname
Erdal Kaya
Pirtûkxane
KURDGALNAMEK (KURDBÊJNAME) GENCÎNE Û ŞAHKAREKE HÊJA YA DÎROKA KEVN A KURD Û BELUÇAN، Cild: I
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Cezayên cihê serbilindiyê
Kurtelêkolîn
Piştî 19 rojan ji lêgerînê termê Narîna 8 salî hat dîtin
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî

Rast
Kurtelêkolîn
Bûn an nebûn - pirsa hebûna Yazîdî
09-08-2024
Aras Hiso
Bûn an nebûn - pirsa hebûna Yazîdî
Kurtelêkolîn
Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr
11-08-2024
Evîn Teyfûr
Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr
Pirtûkxane
TU BI MAFÊN XWE ? DIZANÎ BIKAR TÎNÎ
11-08-2024
Sara Kamela
TU BI MAFÊN XWE ? DIZANÎ BIKAR TÎNÎ
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
09-09-2024
Sara Kamela
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
Piştî 19 rojan ji lêgerînê termê Narîna 8 salî hat dîtin
09-09-2024
Sara Kamela
Piştî 19 rojan ji lêgerînê termê Narîna 8 salî hat dîtin
Babetên nû
Jiyaname
Narin Gûran
09-09-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
09-09-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
04-09-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîwana Şêx Muşerrefê Xinûkî
04-09-2024
Sara Kamela
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
25-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Erdal Kaya
24-08-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Xelîlê Çaçan Mûradov
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Sîsa Mecîd
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Mecîdê Silêman
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Şêrko Fatah
20-08-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet
  535,389
Wêne
  109,209
Pirtûk PDF
  20,184
Faylên peywendîdar
  103,313
Video
  1,514
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
305,910
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,627
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,950
عربي - Arabic 
30,096
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,716
فارسی - Farsi 
9,334
English - English 
7,519
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,635
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
345
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
69
Español - Spanish 
53
Polski - Polish 
53
Italiano - Italian 
51
Հայերեն - Armenian 
50
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
26
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
18
Norsk - Norwegian 
17
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Тоҷикӣ - Tajik 
7
Esperanto - Esperanto 
4
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Catalana - Catalana 
3
Srpski - Serbian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
Hrvatski - Croatian 
2
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
हिन्दी - Hindi 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,987
Pend û gotin 
24,990
Kurtelêkolîn 
5,072
Şehîdan 
4,217
Enfalkirî 
3,285
Pirtûkxane 
2,746
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,247
Cih 
1,151
Belgename 
291
Wêne û şirove 
162
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
323
PDF 
31,230
MP4 
2,489
IMG 
200,010
∑   Hemû bi hev re 
234,052
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Trajediya windakirina jinên Êzidî metirsîdar e
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Kurtelêkolîn
Şêwekar Rojîn Hac Husên pêşangekehe tabloyan li Hewlêr vekir
Jiyaname
Narin Gûran
Pirtûkxane
FERHENGOKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CIVAKÎ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Pirtûkxane
TEORÎYA HÎNKIRINA KURDÎ-KURMANCÎ
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Kurtelêkolîn
Nifûsa êzîdî ji biryara bidawîkirina mîsyona UNITAD li Iraqê bi fikar e
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Jiyaname
Resul Geyik
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Dîwana Şêx Muşerrefê Xinûkî
Jiyaname
Erdal Kaya
Pirtûkxane
KURDGALNAMEK (KURDBÊJNAME) GENCÎNE Û ŞAHKAREKE HÊJA YA DÎROKA KEVN A KURD Û BELUÇAN، Cild: I
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Cezayên cihê serbilindiyê
Kurtelêkolîn
Piştî 19 rojan ji lêgerînê termê Narîna 8 salî hat dîtin
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Dosya
Navên Kurdî - Zayend - Nêr Pend û gotin - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Çand - Mamik - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Pend û gotin - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Çand - Mamik - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Pirtûkxane - Cureya belgeyê - Zimanî yekem Pirtûkxane - Kategorîya Naverokê - Felsefe Peyv & Hevok - Ziman - Şêwezar - Kurmanciya Bakur

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.453 çirke!