ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,421
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
ZIMAN: BINGEH Û EYNA WÊJEYÊ
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ZIMAN: BINGEH Û EYNA WÊJEYÊ

ZIMAN: BINGEH Û EYNA WÊJEYÊ
=KTML_Bold=ZIMAN: BINGEH Û EYNA WÊJEYÊ=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

(Zimanekî xweşk û şêrîn mercê wêjeyek a xweşik û şêrîn e!)Ezîz ê CewoBextê me ji me r’a bibit yar, Carek bibitin ji xewabê hişyar Şûrê hunera me bête danîn,Qedrê qelema me bête zanîn…Ahmedê XanîDemekê p’ir’ hêsa bû, ku mirov li ser wêjeya k’urdî biaxivya, yan binivîsya. Hêsa bû,  me bigota, ku di nav dîroka wêjeya k’urdî da navbilindên wek Mela Batê, Elîyê Herîrî, Feqîyê  Teyran, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî…Abdullah Goran, Qadrîcan, Cegerxwîn hene. Per’a jî dihate  gotin, ku bavê r’omana k’urdî Erebê Şemo k’urdekî sovêtî bûye. Eger navên çend nivîsk’arên  k’urdên Sovêtê jî, yên wek: Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Wezîrê Eşo, Sehîdê Îbo, Elîyê Evdilrehman, Emerîkê Serdar û yên din banyana zimên, wê bihata dîtin, ku wêjeya k’urdî bi giştî tê naskirin… Ew demekê bû!  Wê demê t’u p’êwendî û danûstandin, di navbera beşê gelê k’urd ên cuda da nînbû.Dema ku ewqas weşan û p’ergalên r’agîhandinî t’unebûn. Dema internet hê nek’etibû nav jîyana me û nebibû hêmaneke danûstandinê ya bi hêz. Lê ya sereke, r’amana net’ewî, ya ku T’evgera azadîxwaz bi xwe r’a anî, hê nebibû p’arç’eyekî  jîyana me.  Lê niha r’ewş cuda ye!   Naha azadîya weşanê, girseybûna çapemanîyê û întêrnêtê gelek asteng r’akirine. Li beşekî K’urdistana dagerkirî û bindest da weşanên k’urdî tên qedexekirin, k’urd li derveyî welêt wan t’evger dikin. Û îro li çarhêlê cîhanê weşanên k’urdî hene, bi sedan rojname, kovar, malp’er’ (site) û bilog ên k’urdî weşanên xwe pêk tînin. Çiqasî dikarî binivîse, çaqasî dixwazî biweşîne!Îjar, de were, û van hemûyan hemêz bike, ter’ û hişk, kayê û gênim ji hev vebijêre û nîgara  wejeya k’urdî ya net’ewî derîne hole.Belê, di vê r’ewşê da pêkhatina wêjezanîya k’urdî dijwartir dibe, û îro, yên ku dixazin bi vê p’eywirê r’abin, barê wan giran dibe.  Li vira (û li her cîyekî dinê!), eger mirov bixwaze li ser wêjeyê biaxive, ew çi nirxandinê jî bike, ji çi hêlê va jê ew wêjeyê makbike, dive berê xwe bide zimên. Divê ew di sêrî da bizanibe û bide zanîn, k’a ew wêje bi zimanekî çawa hatye nivîsandin. Ango, çawanîya wêjeyê ji gelek hêlan va grêfterî zimên e.Çima? Ji ber ku bingeha çanda mirovî, bi wat’eya vê p’eyvê ya fireh va, ziman e. Ziman matêrialê sazûmanîya çanda net’ewê ya r’ewanî (ruhî) û r’amanî ye. Ew heya bingeha çanda net’ewê ya matêrîalî ye jî. Eger dibêjin, ku ziman qalibê r’amanê ye, şêwazê mitalekirina wê ye, wê demê ew bingeha çanda matêrîalî ye jî, ji ber ku di destpêtê da şêwazê çandê yê konkrêt di mejûyê mirov da pêk tê (û ew jî bêyî ziman nabe!), her paşê destên mirov wê disêwirînin û şêwazekî matêrîalî didinê.Bi gotineke dinê, eger em qala mirov dikin, tiştê yekem, ku tê heşê me, ziman e.Hinekê bipirsin: “Çi ye, serê her tiştî ziman e?”Belê, wisa ye!  Lê di nava van hemûyan da ziman r’astedêr matêrîalê sazbûna wêjeyê ye (ya zarkî û nivîskî!).**    *Min çima gotina xwe ya li ser wêjeya k’urdî ewqas ji dûr va destpêkir? – Ji bo ku giringîya zimên di jîyana gelê k’urd (û her gelekî dinê yê cîhanî) da bînim ber ç’avan. Lê giringîya zimên di warê wêjeyê û hunera ku li ser vê bingehê saz dibe û pêk tê, zêdetir e. R’ast e, hunerê nivîsk’arîyê (helbestvanêyê) di nav wêjeyê da r’ola xwe heye. lê, eger yê ku diafirîne, zimên baş nizanibe, an jî bi şaşî bizanibe, wê demê nivîs nabe wêje. Dibe ku ji bo wê jî, em bibêjin, di nav me da hema r’omaneke li ser asta  “Memedê zirav” ya Yaşar K’emal jî t’uneye. Êdî em di derbarê efrandinên nivîsk’arên wek Hyûgo, Balzak, Tolstoy, Drayzêr, Şoloxov, Hêmêngûyêy û yên din da nabêjin.  Lê îjar çiqas nivîsk’arên bîyanî yên bi net’ewa xwe va k’urd hene? Û dema mirov nivîsên wan bi zimanên dinê dixwîne,  dilê wî diêşe, ku ew k’urd bi zimanê xwe nikarin berhemne wisa bidin. Helbet, sedemên dîrokî yên vê rewşê hene: bindestîbûna gelê k’urd û welatê wî, qedexe û înkara ziman û çanda k’urdî ji hêla dewletên serdestî K’urdistanê va...   Belê, ev hemû tê zanîn.Lê  îro “nexweşîya tişteknivîsandîn û tiştekweşandinê” di nava beşekî gelê me da (r’ewşenbîr- ne r’ewşenbîr, xwendî-nîvxwendî an nexwendî!) derketye holê. Û ji bo wê îro ew xwendevan, ê ku bixwaze wêjeya kurdî bixwîne nizane bi k’îalî va her’e, wêjeya r’ast li ku biger’e. Ji ber ku nivîs p’ir’ in, lê wêje –p’ir’ kêm...      Û bi dîrokî sedemên vê r’ewşê yên obyêktîv û  sûbyêktîv hene. Ji wan hinek jî ev in:   – zimanê k’urdî qedexe bûye, p’erwerdeya bi wî bi sîstêmî t’unebûye û îro jî t’uneye, ji bo wê jî her k’urdek zimanê biynî û serdestan ji zimanê xwe yê dê baştir dizane (bêguman, ev jî tragêdîya mirovayîyê ye û ne gunehê wan e!);   – di warê nizanbûna zimanê k’urdî da yên zane û nezan weke hev dibin, ji ber ku nexwendîtîya zimanê k’urdî, ya ku bi dîrokî di nava me da bûye “desthilatdar”, hê jî serdest e;   – di rewşeke weha da, hê di ser da jî  heya vê dawîyê k’urdan bi sê alfabêyan dinivîsî û dixwend (ew jî wey li wê nivîsîn û xwendinê!);   – di alfabêya heyî da hê jî pirsgirêk dimînin, qanûnên r’astnivîsîn û r’astaxavtinê di r’êzimana k’urdî  da hê jî pêkane nînin; – di nava weşanên me da r’êdaktekirina nivîs û p’irtûkan nebûye çand, û heya naha jî di nav giranîya weşanên me da înstîtûta (sazî) r’êdaktekirina p’irtûkan nîne: k’î çawa dinivîse, nivîsa wî wisa jî tê weşandin. Lê ger em dîroka weşanên bîyanyan û weşandina pirtûkan di cîhanê da binihêr’in, emê bibînin, yên ku afrandinek a wêjeyî dikin berhemek a ji bo xwendinê, ew jî  rêdaktor (êdîtor)  û serer’astger (rorrêktor) in;   – hêza here girîng, ya ku wêjeyê pêş dixe, r’exneya wêjeyî ye, lê, heyf, di nava wêje û wêjezanîya k’urdî da r’exnegerî  nebûye t’ore û çandekê; – civaka xwendevanên wêjeya k’urdî  hê pêk nehatye... **    *Ji bo ku wêjeya k’urdî bi r’astî bibe wêjeyek a girseyî, ji bo ku xwendevanên wê hebin, divê yên ku bizanibin bi k’urdî bixwînin, bi girseyî hebin. Û ev yek divê li seranserê welêt pêk bê.  Lê r’ewşa zimanê k’urdî cuda ye: dewletên serdestî K’urdistanê li şûna merc û derfet’an ji bo pêşk’etina ziman û çanda  k’urdî biefirînin, berovajî vê, her tiştê ku ji destê wan tî, dikirin, ku gelê me di tarîyê da bimîne.     Ji bo ku ev r’ewş bê guhar’tin, xwendevanên wêjeya k’urdî bigihîjin, r’exneger, pişgirî û pêşvebirên wê ji nav gel derên, divê zanebûna zimanê dê bibe norma jîyana civaka k’urdî. Divê zanebûna zimanê k’urdî, bi wî nivîsandin û axavtin, bi wî stran û girîn, bi wî jiyankirin û xewdîtin û xwenaskirin bibe mercê hebûna me ya net’ewî. Lê ji ber sedemên dîrokî wêjeya me di nava çarç’oveyeke teng da diger’e. Û ev yek ji hêla xwe va bûye sedem,  ku îro gelek p’irtûkên ji hêla çawanîya çapê va xweşik, lê ji hêl naver’okê va lewaz û ser asta here nimz bigihîjin ber destê xwendevanan. Yek ji hêzên sereke, yên ku wêjeya her net’ewekê dewlemend dikin, pêşdixin û digihînin asta wêjeyê ya pêwîst jî, wergera berhemên  nivîsk’arên bîyanî ye. Dibe ku di nav me - k’urdan da hinek berhemên nivîsk’arên bîyanî hatine wergerandin, lê wergera wêjeyî ya profêsîonal di nav me da hê jî negihîştye asta pêwîst.   Û, ji bo ku ev hemû pêk bê, ji bo her net’ewekê avabûna zimanê wêjeyî yê yekgirtî divêt. Bingeha pêşk’etina wêjeyê ziman bi xwe ye. Mirov dikare bibêje, ziman ew matêrîal e, bi k’îjanê wêje tê hûnandin û sazdibe. Û ziman çawa be, wêje, çand û huner jî, dê weke wî bin…   Ji vir jî jêdera- zimanekî xweşk û şêrîn mercê wêjeyek a xweşik û şêrîn e, dertê holê. Ziman û wêje di nava p’êwendîyeke dîalêktîk da ne: bi zimên wêje avadibe, lê bi wêjeyê gel fêrî paqij, r’ast û xweşik axavtina zimanê dê dibe... Û ji bo ku zimanekî paqij û xweşik avabibe, ji bo ku li ser bingeha wî zimanî wêjeyeke weke wî paqij û xweşik bisêwire, divê ew ziman wek zimanên gelên serdest ji qedexayan azad bibe, divê merc û derfetên ji bo zimanên serdestan hene, ji bo zimanê k’urdî jî biafirin. Wê demê welatê k’urdan jî wê bibe welatê xwendîtîyê, wê di nava gelê me da ne ku t’enê nivîsk’arên xwendî, her weha xwendevanên xwendî jî p’ir’ hebin, wê xwendina wêje û çapemanîya net’ewî bibe çandeke civaka me ya bi nirx, weşangehên me jî wê t’enê r’ola çapxaneyan nelîzin, û emê her p’irtûkek a nûweşyayî hildin destê xwe û di dawîya wê da bxwînin:  r’êdaktorê weşanê yê sereke: ev mirov, r’êdaktorê wêjeyî: ev mirov, rêdaktorê çapê: ev mirov, korrêktor (serer’astger): ev mirov.   Wê demê bi r’astî çawanîya weşan û wêjeya  k’urdî wê bigihîje ser asta pêwîst. Û mirovê bikaribe bibêje: “Xewna Xanîyê mezin  hate sêrî...”  
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは962表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 11-10-2023
リンクされたアイテム: 52
クルド文書
の単語&フレーズ
ライブラリ
引用&フレーズ
文化-パズル
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 12-03-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 11-10-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 11-10-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 11-10-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは962表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,421
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.844 秒(秒) !