图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,401
图片 105,713
书籍 19,160
相关文件 96,489
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ŞERMA RÛYÊ MIROVAHÎ: ROBOSKÎ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ŞERMA RÛYÊ MIROVAHÎ: ROBOSKÎ

ŞERMA RÛYÊ MIROVAHÎ: ROBOSKÎ
=KTML_Bold=ŞERMA RÛYÊ MIROVAHÎ: #ROBOSKÎ# =KTML_End=
Jîr Jan Amedî

Mijarên wek qetlîama Roboskî ku gotin li ser hatibin kirin ne pir in. Axa Kurdîstan ji gelek qetlîam, koçberî, talankirin û her awayê zilmê re şahidî kiriye. Roboskî yek ji vana ye. Neteweyek ku gotina navê wî bi demên dirêj hatibû qedexekirin, di bin van zilm û xedariyan de, ev qetlîam û sitemkariyên li ser wan gatibûn kirin jî bi nikaribûn awayekî vekirî bînin ziman. Bi vê wateyê sekina li ser Qetlîama Roboskî bixwe jî pir girîng e. Lewma navê Roboskî li Serokwezîrê Komara Tirkiyê Erdoxan nexweş tê û dibêje, “nebêjin Roboskî”. Bi rastî ev gotin bi sere xwe durûtiya hemû politikayên vî kesî jî aşkere dike. Hemû qetlîamên ku li ser xaka Kurdîstanê hatine kirinê di bin bandora sitemkariyê û siya siyasetên qirêj da hatine veşartinê. 
 Bi rastî ez ne li dû gotineke edebî me ku ez li ser Roboskî bibêjim. Dizanim ku tu peyv jî nikare êş û xem û agirê dilê mirov bîne ziman. Bûyer li ber çavê me çêbû. Em ji van bûyeran re jî pir ne xerîb in. Ciwanên me her roj di bin barandina bombeyan jiyana xwe jidest didin. Mirovên ku di destê wan de zêdeyî çekên sivik tu tişt tunin di binê bombebarana balafirên şer de li ser televizyona bi awayekî hovane didin ber çavên me. Qetlîama bi çekên kimyewî di nav rojevê de wek bûyerên rojane tên nirxandinê. Herwisa li qada jî jin û zarok, ciwan û kal hemû gelê me di bin bombeyên gazê, jop û sitemkariya polîsan de jiyana xwe didomînin. Dîsa bi hezaran siyasetmedar, hunermend, ronakbîr û rojnamevanê gelê me di hefs û zîndanan de ne. Li her qadê jiyana gelê Kurd di bin qetlîam û tunekirinê de ye. 
 Ji ber ku mijara me Roboskî’ye emê ramanên xwe zêde belav nekin. 
 Xwendevanên hêja, 
 Armanca damezandina dewleta ya herî mezin û bi taybet tomarkirina bûyerane. Yanî, dewlet ji bo qeydkirina jiyana însanên ku li wan hukim dike heye. Bi vî awayî; kî din bin siya ala dewletekî de bijî, bi temamî jîyana xwe spartiyê wê dewletê ye. Wezifeyeka dewletê ya eslî ewe ku ewlehiya jiyana însanan bikar bîne û wan biparêze. Ji dayîkbûnê heta mirinê û heta cîhê definkirina nîştecîhan û parastina neseb û mîrasa mirovan hemû tişt karên dewleta ne. Dewlet jî ji bo hêsankirina jiyana mirovan ya civakî zagonan amade dikin û wan pêşkêşî hemû niştewaran dikin. Di dewletên modern de kar û xebatê kesên ku van zagona dimeşînin jî dîsa bi zagonan hatine damezrandin. Kîjan xebatkarên dewlatê çi karî dike, erk û raya wan çi ye hemû di zagona de yek bi yek cîh digire Bi vî awayî, kîjan kardar ewê çi karî bike û ewê çawa bike tê xuyakirin. Rewşa domandina dewletê eve. Di dema bûyerên nerêz de dem bi dem hinek zagonên jihev cuda bikar tên bes wan deman jî kî ewê çi karî bike dîsa di zagonan de tên nivisandin. 
 Dewleta Tirkiye her tim bi taybetî di poltikayên li ser Kurda de ehlaqa dewletê nasnekiriye. Saziyên bê zagon wek JITEM û Ergenekon damezrandiye û bi wan, politikayên xweyên qirêj bikar aniye. Bi deh hezaran bûyerên ku ser wan hatine girtin û ji wan re dibêjin “faîl-î meçhûl” bi destê van saziyên dewletê hatine kirin û dewlet hê jî wan diparêze. Ji van saziyan çend kes di zîndanan de bin û bên dadkirin jî, bi taybetî ew hîsabê di nava xwe de ji hev dipirsin û kuştin û qetlîamên ku li ser Kurda hatine kirinê nayên rojeva wan. Ger ev fikrê min ji we re xerîb were, qetilkirina Ceylan Onkol û herwisa bi sedan bûyerên bi vê rewşê ku di dema vê îqtîdara nû de çêbûne mînak in. 
 Ev salek derbas bûye û hê jî ji bo ku Qetlîama Roboskî bê ronîkirinê gavekî ku bê xuyakirin nehatiye avêtin. Halbûkî em baş dizanin ku dewleteke wek Dewleta Tirkiyê dema bixwaze dikare di mala xwe de kî çi şîv xwariye derxe holê. Lê belê di bin emrê kî de, ev qetlîama xedar çawa çêbû, ev saleke nizane(!). 
 Li gor zagonên dema vê qetlîamê, emrê operasyona li derveyî tixûbê Tirkiyê bi îmza Serokwezîr çêdibû. Ev zagon çend meh berê, yanî pir piştî vê qetlîamê hate guhertin û vê rayê dan destê serkeşkeran. Li gor zagona wê demê ger Serokwezîr ne amade be di şûna wî de cîhgirê wî, yê ku serokwezîr destûra rayê dabê kî be, ew biryar dide. Zêdeyî biryara wan tu kes nikare li gor hiş û eqlê xwe operasyonan bike. Operasyonên li dora wîlayetan jî di bin raya walî an cîhgirên wî de ne. 
 Gelek hatiye ziman lê emê dîsa bêjin; Li gor zagona emrê vê operasyonê Serokwezîr daye. Serokwezîr dibê, “dema ev bûyer bû, ez di xew da bûm”. Raste an ne rast ew Xwedê bizanibe. Ger wisa be, ew dem kî di şûna wî de îmze avêtiye çima nayê aşkerekirin? 
 Kes xeber nede jî, hema ji pîlotên teyara bipirsin û berjor herin ka digihîje kuder? Ev hemû karê rojekê ye. Tu hewceyî bi komîsyon û dirêjkirinê nedima. Ji bo ronîkirina vê qetlîamê komîsyonek ava bûye. Komîsyon çend car li hev civiyaye; Heta îro çi xebat kiriye kes nizane. Bawer nakim ku lihev dicivin jî. Qaşo dadger pelgan dixwaze leşker pelgan naşîne. Bi kurtasî şanoyeke qirêj û bi bîhnek gemarî tê lîztikê. 
 Xwendevanên ezîz, 
 Di nav van sergêjiya de dema mirov guhê xwe mûçî gotinê Serokwezîrê Komara Tirkiyê bike, gelek tişt aşkere dibin. Dema behsa Roboskî dibe, lê baş binêrin ku çavê wî zexel dibin û tirs û lerz dikeve serê. Gotina dimizmizîne û hêrsê xwediyê pirsê dibe. Mirovekî hema di navberê de psîkolojiya însan xwendibe fêm dike ku yekemîn berpirsiyarê vê qetlîamê Erdoxan bixwe ye. Ez ji gotina wî ya herî baş ya ku digot , “dibe ku însan xeta bike. Me perê wanê xwînê pêşniyar kir” baş fêm dikim ku ev bi emrê wî hatiye kirin û baş agahdare ku kî kiriye. 
 Vê miçilgeya min ewê di rojên pêşiya me de bi çend awayan bê xuyakirin. Yek ji vana miheqeq miheqeq ewê li dû guhertina rojevê bikeve. Ewê rojevek wîsa bîne holê ku gel ji bo xatirê wê rojevê ku ji wateya xwe dûr nekeve, ewê behsa Roboskî nekin. Ew rojev, ewê ji aliyek wî mirovekî baş û bi şifqet û merhemet nîşan bide, ji aliyê din de Roboskî bide jibîrkirin. Roboskî nayê jibîr kirin, bes dema ji germahiya rojevê bikeve, ewê Erdoxan bigihîje armanca xwe. Ger ev tişt werin holê, baş bizanibin ku emrê qetlîamê jî wî da ye. Ez ji teoriyên hevanî pir hez nakim lê dibe ku lîztikek mezin bilîze. Ev dibe bi rûyekî baş, aşitîxwaz jî bide nîşanê da ku ji bo hilbijartina bike sermiyan. Dibe ku ger taqet bibîne qetlîamek jî bike. Dîsa dibe ku herdûyan di nava hev de jî bike. 
 Dibê ku her gavên wî bên hîsabkirin û Kurd rojeva xwe bi destê xwe bidamezrînin. Li gor kêf û hewa û politikayên wan nekevin. 
 Xwendavanê birûmet, 
 Qetlîama Roboskî tiştekî balkêşê din jî anî ber çavê me. Bi rastî di dîroka tekoşîna gelê Kurd de misilmanê Tirk tu demê bi tevgerî nehatibûn bal Kurdan. Ne bes be jî bi wateya xwe tiştekî balkêş e. Li ser Roboskî bi sedan çalakî hatin kirin û civîn hatin damezrandin. Van çalakî û civînan dem bi dem çep û misilmanên Tirka jî gihandin hev. Ev bi wate ye. Bes, rûreşiya herdû aliyan jî bi temamî paqij nake. 
 Roboskî di serî de rûreşiya îqtîdara îroyîn e. Rûreşiya hemû bawermendên xwedî bawerî û dozan e. Li ser navê Roboskî, tenêbûna gelê Kurd, ku her roj li qada di binê jop û bombeyanin îmtîhana van kesan bixwe ne. 
 Roboskî îmtîhana Kurdan û xapandina siyaseta li ser dîne jî. Qaşo birayên wanên misilman îqtîdarin û bi hemû hêza xwe serdewletin û qetlîaman dikin. Ger Kurd ji dil û can ji bo baweriya xweya dîn rayên xwe dabin van kesan, gelo ewê xwe jî şirîkê vê qetlîamê nebînin? 
 Çi dibe bila bibe, heta ku ev qetlîam neyê ronîkirin, ewê destê me ji pêsîra zaliman neyê berdan. Ev ji bo misilmana ferz e. Ji bawermendên hemû dozan re jî şertekî şoreşgeriyêye. Ne bi rakirina qedahên li ser maseyên şoreşê û ne jî bi nifira ev bûyer ronî nabe. 
 Domandin û şopandina ronîkirina vê qetlîamê barê li ser pişta hemû mirovane. Qêrînê dayîk û zarokan li ser goştê wan ciwanan pejiqîn ser çavê me hemûyan. Xwîna wan ciwan û hêstiran tevlîhev şerma li ser rûyê mirovahiyê ye. Heta ev bûyer bi awayekî adîlane neyê ronîkirinê ewê bimîne jî. 
 Kufir didome lê zilim nadome. Miheqeq Qetlîama Roboskî û hemû qetlîamên ku hatine kirin ewê bên ronîkirin. Mirovahî bi vê qirêjiya xwe ewê negihîje armancanin xweyên herî dawî. Lê ger em ronî nekin, emê îro jî di dîrokê de jî şermezar bimînin.
Jîr Jan Amedî
21-12-2012
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览366
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 11-10-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 01-03-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: Şirnax
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览366
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,401
图片 105,713
书籍 19,160
相关文件 96,489
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!